#Article 1: Amed (555 words)


Amed () an Diyarbekir (1928: دياربكر / Diyarbekir; ) bajarê mezin ê bakurê Kurdistanê ye. Amed yek ji mezintirîn bajarên Tirkiyê ye û di nav kurdan de weke paytextê serbajarê rastî ya Kurdistanê tê binavkirin. Amed îro di qada neteweyî û navneteweyî de bi sûr û zebeşên xwe bi nav û deng e.

Bajar 1300 sal berî Îsa di dema aramiyan de, bi navê Amîd (Amîda) hatibû naskirin. Piştre bi dorê Amed, Ameda Reş, Diyar-ê Bekir, Diyarbekir û wek Diyarbakır nav hatine guhertin.

Li gorî nerînekê binyada navê bajêr, Diyarbekirê peyva sûryanî ya Deyr ul Bikr ango Dêra Bikrê, hê jî dêreke giring e ku li nava bajarê mezin ê Amedê ye.

Di nav îhtîmalên heyî da navê herî balkêş Derbikir e. Hûn dikarin detayan di lînkê da bibînin..

Bajar di nav paralelên 37° 30´ û 38° 43´bakûr û merîdyenên 40° 37´ û 41° 20´ rojhilat de ye. Li rojhilat bi Batmanê û Sêrtê, li başûr bi Mêrdînê, li başûrê rojava bi Rihayê û Semsûrê û li bakûr jî bi Elezîz û Çewlîgê ve tê girêdan.

Pîvana erda herêmê 15.354 km² ye . Ji vê erdê, çiya 37,0%, deşt 30,6% û plato jî 30,4% e. Erda herêmê 95%´ê wê ji bo ziraetê bikar tê. Tene, petêx (gindor), zebeş, titûn û pembo herî pirtir li herêmê tên çandin.

Li herêmê klîmayek reşayî hikum dike. Havînan pir germ û ziha, zivistanan jî li gora bajarên din hinek hêniktir derbas dibe. 

Li Amedê gelek cîhên dîrokî hene. Yen herî bi nav û deng Bedena Amedê û bircên wê ne.

Şaredarê Amedê ji hilbijartinên 31'ê adarê 2014an û vir ve Gültan Kışanak e.

Nifûsa bajêr piranî misilman in. Wekî din êzîdî û xiristiyan jî li herêmê hene. Civaka misilmanan ji mezhebên şafiî, henefî û elewî pêk tê. Tarîqeta Naqşîbendî li herêmê ya herî xurt e. Turbeyên ku ji aliyê gel ve tên ziyaret kirin jî hene. Ya herî pir gel ziyaret dike, turbeya Siltan Şêxmûs e. Ji bilî wê, li Diyarbekirê turbeya Siltan Silêman, li Pîranê turbeya Pîr Xetab, ji alî gel ve tê ziyaret kirin. Nifûsa bajêr piranî kurd in, ji bilî kurdan, suryanî, ereb û ermenî jî li herêmê wek nifûsek biçûk hene.

Piraniya mêran şalwar, îşlig (gomlek) û êleg li xwe dikin. Di nigên wan de pêlavên poztûj hene û gelek ji wan Kum, şewqe yan jî kefiya sipî didin serên xwe. 

Jinên Diyarbekirî (Amed) fîstan yan jî zibûn li xwe dikin. Piranîya jinên zewicî çarikan (kitan) didin serê xwe. Keçên ciwan yan serqot in (serî pas) yan jî şarpe didin serê xwe. Kesên ku çarşefa reş li xwe dikin jî hene. Îro li bajêr kêm kes kincên herêmî li xwe dikin, û piraniya gel kincên modern li xwe dike.

Li Amedê xwedîkirina kevokan digihe zêdeyê 500 salî. Îro li hin qehwexaneyan tê jiyandin û di navbera wan de pêşbaziyan li dar dixin. Ji kevokên Amedê re dibêjin boran.

Amed ji alî sirûştê feqîr e lê ji alî tarîxê ve pir dewlemend e. Bedena Amedê piştî Kela Çînê ya herî dirêj e li cîhanê. Mizgeft û medreseyên bajêr bi mîmariyek pir hostatî hatine çêkirin. Mizgefta Mezin, ya Pêxember, ya Nebî hinek ji mizgeftên bajêr in. Gel piranî havînan diçin ser Gola Xezarê ku di hundirê tixûbên Elezîzê de ye. Wekî din baxçeyên Ben-û-Senê jî ciyên gerê ne ji bo gel. Germava Çirmûgê jî ciyê vehêsanê ye.




#Article 2: Bill Gates (184 words)


William Bill Henry Gates III [] li 28'ê kewçêrê 1955an li bajêrê Seattle li wilayetê Washingtonê hatiye ser dinyayê. Ew tev-hîmdaner, serok, kevne mezin-endazyarê nermamrazan yê şîrketa Microsoftê e. Her wiha, ew damezrînerê şîrketa Corbis ya arşîvkirina wîneyên dîgîtalî e. Li goreyê lîsteya Bilyonerên Cîhanê ya Kovara Forbesê, Gates zilamê herî dewlemend ê cîhanê li van 12 salên bihurî ye. Li sala 1999ê, ji bo heyamekê dewlemendiya Gates ji 100 bilyon dolarên Emrîkî bihurî û bi vî awayî Gates bû sedbilyoniyê yekê di dîrokê da. Li goreyê Kovara Forbes 2006ê , Gatesî niha zêdetir ji 50 bilyon dolaran hene. Malbata Gates bi dû malbata Waltonî malbata herî zengîna cîhanê e.

Gates yek ji bernyastirîn sermayedarên şoreşa Komputera kesanî e. Ew bi berfirehî ji ber dûrbînî û meraqa karî cihê rêzê e. Hindek kes jî rexneyan lê dikin ko bi awayên nedadwerane û bêqanûnî şîrketa Microsoftê avakirîye. Piştî komkirina serweta xwe, di gelek karên mirovxwazane da Gêytsî gelek pare (nêzîkî 50 % ji malê xwe) bi rêya Binyatê Bîl û Melînda Gatesî, ya ko li sala 2000ê hatiye damezrandin, daye rêxistinên xêrxwaz û lêkolînên zanistî.




#Article 3: Cegerxwîn (432 words)


Cegerxwîn bi navê xwe yê fermî Şêxmûs Hesen (jdb. 1903 li gundê Hesarê, Kercewsa  Batmanê, Bakurê Kurdistanê – m. 22ê çiriya pêşîn a 1984an li Stockholmê, Swêd), helbestvan, siyasetmedar û ramyarê kurd ê mezin bû.

Cegerxwîn di 1903an de li gundê Hesarê hatiye dinyayê. Navê wî ew e: Şêxmûsê kurê Hesenê kurê Mihemedê kurê Mehmûdê kurê Elî.

Ew hê di salên zaroktiyê de dest bi kar kiriye. Di 1918-1919an de, di jiyê 15-16 saliyê de dê û bavê xwe winda kirine. Bavê wî Hesen (m. 1918) bû, diya wî jî Eyşan (m. 1919). Di salên 1918 û 1920an de di riya hesinî de dişixule. Di salên 1920 û 1927an de ew diçe deştê Diyarbekirê ber şêx û melan bixwîne. Ew diçe medreseyê. Di 1924an de Cegerwxîn dibe welatparêz.

Di sala 1927an de ew vegeriya Tilşiyîrê (Tilşihîrê), bi keça xalê xwe Kehla Selîm re dizewice û dû re li Amûdê bi cih dibe. Di 1928an de Cegerxwîn dibe seyda û meletiyê dike. Ew bû meleyê gundê Hazda Jorîn. Dû re meletiyê ber dide, diçe du gundan (Êlek û Cehenem, Rojavayê Kurdistanê) ava dike.

Di 1934an de komeleya Ciwankurd saz dikin, lê dagirkarên frensî komelê digirin. Di 1946an de Cegerxwîn dikeve Xoybûnê û lê kar dike, pişt re navê rêxistinê diguherin, dikin Civata Azadî û Yekîtiya Kurdistanê. Damizirînerê civatê Ehmed Nafiz e, Cegerxwîn dibe sekreter. Wî mala xwe ji gund bir bajarê Qamişlo

Di navbera 1948 û 1957an de ew dibe komûnîst û endamê Partiya Komûnîst a Sûriyê. Dû re di 1949an de ew cara pêşîn tê girtin.

Di 1950î de ew dikeve Civata Aştîxwazên Sûriyê û bi wan re kar dike. Li 1954ê ew dibe berbijêrê perlamana Sûriyê.

Di 1957an de Cegerxwîn ji Partiya Komûnîst dûr dikeve û rêxistina Azadî saz dike. Piştî rêxistina Azadî bi Partiya Demokrat a Kurdî dibin yek.

Li 1963ê ew dîsa tê girtin û dikeve girtîgeha Mezê ya Şamê. Piştî pêleke nedirêj tê berdan û vedigere Qamişlokê.

Di 1967an de Cegerwîn bû endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdên Pêşverû li Sûriyê. Lê dû re di 1969-1970î de ew cardin diçê Başûrê Kurdistanê û li şoreşê nêzîkî salekê dimîne.

Di navbera 1973 û 1975an de ew ji ber stemkariya hikûmeta Sûriyê diçe Libnanê û li wir dimîne. Li Libnanê dîwanên xwe ya sêyê “Kî me ez?” û ya “Salar û Mîdya” çap dike. Di 1976 û 1979an de ew vedigere Sûriyê û heta sala 1979an li wir dimîne.

Di sala 1979an de Cegerxwîn diçe welatê Swêdê, li bajarê Uppsalayê dijiya. Ew di 22ê çiriya pêşîn a 1984an li Swêdê dimire. Dû re ew li Qamişlokê hatiye veşartin.




#Article 4: Dîroka Kurdistanê (7076 words)


Dîroka Kurdistanê, hemû dîrok û mêjûya gelê kurd dihundirîne.

Peyva Kurdistan di sedsala 12emîn yekem car hate bikaranîn. Siltanê Selcukiyan, Siltan Sencer yekem car navê Kurdistanê wek welatek bikaranî. Her wisa li sala 1298ê ji layê gerokê ewropayî Marco Polo ve jî peyva Kurdistan an jî Kardistan hatiye bikaranîn. Di çavkaniyên mongolan de di sedsala 14ê de behsê Kurdistanê tê kirin. Reşîdûdîn Fezlullah Hemedanî jî di sala 1318ê de peyva Kurdistanê bikartîne.

Melayê Cizîrî jî di navbera salên 1567 û 1640ê de wiha behsa Kurdistanê dike; 

Mikhail Semenovich Lazarev dibêje ku kurd wek etnisîte li derdora salên navîna 500an çêbûye . Her wisa lêzêde dike ku çêbûna etnisîteya kurd di cografyaya navbera Gola Wanê û Gola Ûrmiyeyê de pêkhatiye 

Miletê kurd ji 7 qewman pêk tê. Ev her heft qewm xwe wek kurd didin nasîn. Qewmên kurd û zimanên wan;

Kurd yek ji gelên herî kevnar yên Mezopotamyayê û Zagrosê ne. Bi kêmayî ji Împaratoriya Medya û vir ve gelê kurd, cihekî girîng di dîroka şaristaniyê de girtiye. Şaristaniya ku li ser riyên bazirganiyê yên girîng hatiye avakirin, bi êrîşên Helen, Rom, Bîzans, Ereb, Îranî û paşiyê jî Osmanî re rû bi rû maye. Kurdan li hemberî van êrîşan bêwestan ji bo parastina serxwebûn û azadiyê li ber xwe dane; tevî hemû ferman û komkujiyên xwîndar jî, kevneşopiya berxwedanê, mîna yek ji nirxên herî girîng yê çand û toreya xwe dîtine û bi berhemên xwe yên gelî re ew dane jiyandinê.

Gelê Kurdistanê bi sedan sal şêweyê rêxistinî yê civeka komunal, ku girêdana endaman ji nêzîkahiya xwînê pêk tê domand. Ev dirûvê rêxistinî ku mirov dikare wekî civakî-aborî binav bike, bi taybetî ji êl û eşîran pêk dihat û bingeha xwe ji koçertiyê digirt. Ji ber van taybetiyên civakî ye ku kurdan, ji dêla dewletek yekgirtî ku ji navendekê tê birêvebirin, mîrîtiyên piçûk sazkirine. Berxwedanên van mîrîtiyan li hember êrîşên dijwar yên biyaniyan lawaz mane û ew nikarîne li ser piyan bimînin.

Beriya Îslamiyetê ola kurdan, li gor hinek çavkaniyan Zerdeştî bû. Hinek ji zanayan jî mîna Tewfîq Wehbî dibêjin ku kurdan ola xwe ya ciyawaz hebûn. Piştî êrîşên ereban û belavbûna îslamiyetê, kurdan dev ji zerdeştiyê, ku yek ji olên yekxwedayî yê ji herî qedîman ya Rojhilata Navîn e berdan û îslamiyetê hilbijartin û bûn misilman.

Li sedsalên yekem ên îslamiyetê da, ku erebên misilman eriş kirin ser Împeratoriya Sasanî, nivîskarên ereb wekî Îbn Nedim, behsa eşîr û hoz yên başûrê Zagrosê dikin. Ew nav wekî Hoz jî dihêt nivisandin û gotin. Hoz jî di zimanê kurdî de bi manaya malbat (clan, family) e, û weke Xêzan jî tê bi kar anîn. Navê kurd jî ku piştî bizir bûna eşir û Hoza ji aliyê nivîskarên ereb jibo gelê me hatiye bi kar anin, ayni manaye clan (bi inglizi) dide. Hînek ji bîrmendên kurd li ser wê baverê ne ku Kurdên îro, Hozên dema kevnar in, ku piştî îslamiyetê tevi leşkerên erebên misilman, berev (Kurdistana) bakûrê-rojava ketin rê u pişkek ji Anatolia ji romiyên xristiyan dagîr kirin u kirin axa xwe. Hoz navê gelê Elamiye, ku şaristaniyeta kevnara wan ji aliya Farisan u Asuriyên dijber hat ji nav birin, u li jêr nava Hozi jiyana koçerî li ser çiyayên başûr-rojhilata Kurdistanê girtin ber. Çavkaniyen ermeniyên kevnar jî kurdan weki mar qal dikin, ku di zimane wan da ba manayê mar e (mîna kurdî), u mar jî unsureke giring li ola Elamiyan bû.

Êrîşên ser Rojava ya Xiristiyanan yên bi navê Seferên Xaçperestan li ser Rojhilata Navîn, ku bi mebesta bidestxistina riyên bazirganiyê dihatin kirin, bi tekoşîn û berxwedanên mîrîtiyên Kurdan û bi saya fermandarên kurd yên wekî Selehedînê Eyûbî hatin rawestandin. Berxwedana Kurdan di vê demê de rê li ber dagirkeriya Rojhilata Navîn girtiye.

Di sala 1514an de şerekî di navbera Împaratoriyên Osmanî û Îranî de dest pê kir. Tenha sedema vî şerî ew bû, ku kolonyalîstekî nû ji Kurdistanê re bê diyar kirin. Îran di vî şerî de têk çû û Kurdistan tev ket bin desthilatdariya Osmanî. Di vê rewşê de kurdan demekê mafê otonomî hebû û sîstema xwe bi xwe birêve dibirin. Di demên pêwist de kurdan bac û leşker didan Împaratoriya Osmanî û bi vî awayî kurd, demek dirêj di bin desthilatdariya vê împaratoriyê de man.

Bi peymana Qesrî şîrîn ya 1639an, Kurdistan carek din di navbera van her du împaratoriyan de hate parvekirin. Bi vê peymanê re dîroka gelê kurd ya parvekirî, ku heya roja me didome dest pê kir. Tevahiya şerên ku piştî vê dirokê di navbera van herdu dagirkeran de rûdane, li ser xaka Kurdistanê bûne û ji ber vê sedemê, kîjan alî di van şeran de biserketibe, yê binketî her gelê Kurd bûye. Herdû dewletan jî, ji bo ku bikaribin serhildanên Kurdan têk bibin, bastûra (struktura) civakî-aborî ku li ser hîmên êli ava bûye, destek kirine û têkiliyên hilberiyê yên paşmayî tevî pergalên civakî yên eşîrî parastine. Yên ku bi şûr hatine, ji bo berdewamiya têkiliyên hilberiya raborî, hewl dane da ku çavkaniyên pêşvebirina şaristaniya Kurdan biçikînin; hêzên hilberînê wêran kirine û çavkaniyên pêşvebirinê, yên ku hebûne jî xitimandine.

Di qirna 19an de ku kapîtalîzm ber bi navnetewebûnê ve bi pêş diket, hewldanên ji bo guherandina nexşeya cîhanê jî zêde dibûn. Hinekî jî bi bandora bizav û tevgerên azadiya neteweyî, Împaratoriya Osmanî ber bi hilweşîne ve rûbirû mabû. Herêma ku împaratorî bi Rojhilat û Asya ve girêdida Kurdistan bû û ji ber vê yekê jî Kurdistan qada herî stratejîk ya împaratoriyê bû. Ji bo cihê xwe yê stratejîk, hebûna Kurdan bala dewletên wê heyamê yên bi hêz dikişand ser xwe. Bi taybetî jî, projeyên Riya Hesinî ya Berlîn-Bexdayê ku diviyabû di Kurdistanê re derbas bibe, ev proje welat kir egera bihevketinên dijwar di navbera dewletên Osmanî, Îngilîzî, Fransî, Almanî û Rûsî de.

Statuya mêtingeha navneteweyî ya Kurdistana îroj, piştî gengêşî û peymana 18-26ê nîsana 1920an di Konferansa San Remo'de dest pê kir. Partiya Îttîhat û Terakkî ku nijadkujiya Ermeniyan bi rêxistin kiribû û peyikandibû, Împaratoriya Osmanî xist nav şerê Cîhanê yê Yekemîn. Piştî ku Împaratoriya Osmanî, ya ku di vî şerî de ciyê xwe li gel Almanya digirt têk çû, derfet kete destê mirovahiyê ku tevahiya neynokên vê dewleta dagirker hilkişîne.

Yek ji rêgezên sereke yê sosyalizmê ku li Ewrupa pêş diket û li Rûsya bûbû desthilatdar rêgeza mafê diyarkirina çarenûsa neteweyan ya xwe bi xwe bû. Sermayedariya li rojava ku ji hişyariya gelên rojhilat nerihet bû û dixwest wan di bin rêvebiriya xwe de bigre jî, xwedî li vê rêgezê derket. (Di prensîbên Wilson de ku bi Serokkomarê DYA Wilson hatiye binavkirin û ji 14 bendan pêk tê, heman rêgez cîh digre.) Belê, Peymana Sewrê, ya di 10ê tebaxa 1920an de, ku bû îlana belavbûna Împaratoriya Osmanî, di demek wiha dîrokî de pêk hate.

Ku mirov bahsa demên berî zayîna dîroka Kurdistanê bike, divêt ku mirov bizanibê ku di wê demê de, weke ku bi ´Ksenofanes' Xenophanes re tê ser ziman, Kardox hene. Di dema Hûrîyan de jî rengê kurda navê kurdan tê bikaranîn. Di dema Gûtiyan de, ev nav heye. Di wê demê de, bi vê yekê re, mirov dibîne ku ji Kurdistanê re welatê kurdan an jî kardoxiyan tê gotin. Wê di deme Gûtiyan de kurd, pêşketineka mazin bijîn. Wê welatîtiya wan ya wê demê, wê bi fêr û cerbneka mazin bigihê ast û deme împaratoriyê û nêzî 400 salî bijî. Piştî wan re, demên ku têne jînkirin, wê deme wan ji holê narakê, lê wê awayê rêveberiya wan ji holê rakê.

Deme Mîtaniyan û Hûriyan, wê demeka xanadanî bê. Piştî deme Uriyan re ku ew demna bixanadanî yên li dûvhevdû jîna, wê weke ku di berdewama wan de, li herême botanê ya rojavayê bakûrê Kurdistanê dikeve û ku başûr rojavavayê Kurdistanê dike nava xwe de, wê di qadeka mazin de pêşketina wan bibe. Ew der, wê heta ku bigihê herêma Rehayê ku di wê demê de jê re kalden-Ur dihate gotin, wê ji wan re herêmeke navendî bê. Firat bilindbûna wê ava wê, li ber wê, temenê jiyaneka xurt û pêşketî diafirêne û jiyan jî li wir pêş dikeve û pêşketineka mazin dijî. Di deme Uriyan de jî, di deme Hûrî û Mîtaniyan de jî, em dizanin ku xwediyê zanîn û kevneşopîyeka mazin in û pirtûkxaneyên wan hene. Zanebûneka wan ya pirr mazin heya. Gûtî, wê bidest bikaranîna ayaran bikin, weke rûpelên nivîsandinê. Wê Medî jî, wê kevneşopiya wan ji wan bigirin û bidina berdewam kirin.

Navenda Gûtiyan herêma Cizîre Botan bû. Wan, wê demê ji Cizîre Botan re digotin gerzûbaqarta. Cizîr, ew kelehe wê ya mazin, hê ji deme wan maya. Di deme Gûtiyan de hatiya çêkirin. Ji xaynî wê kelehê, em dizanin ku gelek beşên wê ku îro ji holê rabûna hene. Herême dora wê jî hatiya rastkirin û hatiya vekirin ji jiyanê re. Ji vê yekê re hin sedemna pir mazin hena. Tirba Nebî Nuh di wê demê de cihê herî xweş jê re tê dîtin û li wir tê çêkirin. Ew tirba wî ya ku îro, weke ku li nîvê Cîzîrê ya. Di deme ku hatîbû çêkirin de li ber ava Diclê hatibû çêkirin. Çend ku av çiqandin pêre çêdibe û bi ber kêmbûnê ve diçê, êdî navber dikeve nava tirbê û çemê diclê de. Nebî Nuh, weke pîroziyeka her demê ya. Di deme wan (Gûtiyan) de jî ew pîroziya wî heya û mirov di têgihiştina wê de na. Di deme Gûtiyan de ew nirxîtiya Nebî Nuh heya. Hingî, ola Êzdatîyê heya û serdesta û pergaliya yek-xwûdayiyê diafirêne. Gûtî, wê demeka wê ya pirr pêşketî û bi têgihiştin bê.

Deme Gûtiyan, wê li Kurdistanê, pêşketineka mazin bide çêkirin. Awayê rêxistinbûna wan li ser temenê herêmbûnê ya. Herêm bi herêm rêxistiniya wan heya. Her herêm mîrê wê heya. Her herêm, mîrê wê, weke keyê wê ya. Ya ku di ast bilind de wan digihêne hevdû, pergale olî û nirxîtiya wan ya bi wê ya ku ew hemû li dora wê gihiştina hevdû ya. Zanebûna wan, wê wan hertimî di bîra hevdû de bihêle. Têkiliya herêman jî, weke ya êlîtiya ku hate roja me, bi kurdan re jîn dibê ya. Her herêm bi êlîtiya xwe re xwediyê hêzê xwe ya jî. Di bin mîr de bi rêxistin a. Her mirovê ku dijî bi mîr ve girêdayî ya û ji wê wirdetir, ku pêdivî pê hebe, şervanekî parastîna herême xwe ya jî. Ji bo wê diçê mirinê jî.

Hate ku dem tê deme Naîriyan wê ev wilo berdewam bê. Lê di wê navberê de li herême hin bi hin hêzeka din jî bilind dibe. Ew jî, hêz û mazinbûna Asûriyan a. Ew jî, wê êdî ji sadsalên 16. û 15 min pê de bidest mazinbûna xwe bikin. Bi wê re, çend ku ew bihêz dibin wê bixwezin ku li herêmê serdest bibin. Piştî Gûtîyan re li herêmê Naîrî êdî hin bi hin mazin bûna û ji qadeka ku ji ber Zagrosan digihê hate herêmê Botanê ber Diclê û ji wir jî hate ber Firatê serdestiya wan heya. Destpêka wan, wê herême Botanê bê. Piştre wê navenda wan xişiqê herême Sêrt, Wan û Mûşê û hwd. Lê di demên wan dawiyê de wê Zagorosan bê navenda wan. Bi wê re, serdestiya wan li çiyayê mazin Agirî jî dibe. Wekî din jî, ev der, ji wan re parastinekê jî dike.

Asûrî, piştî ku mazin bûn, wê êdî bi Naîriyan re bikevina şer de û wê di sala 1128an de wê şerekî mazin bi Naîriyan re bikin. Deme ku Asûrî têne ber Naîriyan, êdî ji her herêmê her mîrê wê yan jî keyê wê, wê hêze xwe bide dora xwe, were qada şer û bi hev re bikevina şer de, bi Asrûiyan re. Lê wê têk herin. Bi wê re, wê Asûrî, weke ku bûya malê dîrokê jî, wê 43 keyên Naîrî dîl bigirin û wê ji berdêla bêşan de wan serbest berdin. Ev dem, piştre wê Naîriyan ji dîrokê nebe. Lê wê serweriya wan ya gîştkî ji holê rakê. Wê êdî ji wê deme hate sadsale 8. min, wê tekoşîneka mazin bi awayê raperînî wê li ber Asûriyan bidina kirin. Hate ku têne sadsale 7. min, wê bi raperîn û serhildanên ku dibin re wê li ber wan bi serbikevin û wê desthilatdariya Asûriyan ji holê rakin. Ku weke ku di nav kurdan de hate îro, weke serketina Kawayê Hesinkar tê zanîn bibe û wê ew serketin, ku weke rojeka pîroz ya ola Êzdîtiyê ya, wê di roja 21 ê adarê de pêk were û wê êdî weke ku hate îro di nav kurdan de tê gotin wê ew roj Newroz bê. Piştî wê serketina kurdan re, wê deme û serdestî ya Mediyan bi desthilatdarî wê dest pê bike.

Îslamiyet di sedsala 7an de derket. Wê demê kurd di navbera Împeratoriya Sasanî û Împeratoriya Bîzansê de perçekirî dijiyan.
Hêjmara wan pir kêm be jî hinekî kurd di dema Muhemmed Pêxember de bûne misilman, lê pirraniya kurdan di dema Xelîfe Omer de ku dema artêşên misilman an di sala 637an Împeratoriya Sasaniyan hilşandin û erdê Kurdistanê feth kirin, pirraniya kurdan Îslamiyetê pejirandin û bûne misilman, û êdî kurd di nav Dewleta Îslamî de jiyan. Piştî sedsalekê kurdan gelek dewlet jî ava kirin. Dewleta herî pêşî ji aliyê Sadaqê kurê Elî ve li Rojhilata Kurdistanê li Ûrmiyeyê û bajarên derdora wê de, di sedsala 8an de Dewleta Sadakiyan ava kirin. Piştre Dewleta Eysanî, Şedadî, Hezarhespî û Dewleta Eyûbî û wekî din hatin avakirin.

Qacariyan li sala 1868ê de mîrektiya Erdelanê ji holê rakir. Pêkhateya siyasî ya kurdan ya dawî hate vemirandin.

Mîrektîya Botan yek ji mezintirîn Mîrên Kurd e ku di navbera salên 1338-1855 de Mîrîtî kirine û di nav axa Bakurê Kurdistanê de hatî ye nas kirin . Navçeya îdarî ku navçe Dih navçeyên Cizîr, Şirnex û Sêrtê digire navê wê herêmê Botan e . Kurdên Bûhtî , ku navê wî Mîrektîyê ne, di navbera parêzgeha Hekarî ya nûjen û Mûsilê de dijîn . Jî Bûhtî Kurdan, li ber çavên hin dîrokzanên ku bi eslê xwe Merwanî damezrînerê ji xanedana Kurdên Humeydî bi têkildarî dîbinîn. Di xebata xwe ya bi navê Şerefname ku ji hêla dîrokzanê Kurd Şerefxanê Bedlîsî ve ku di sedsala 16-an de jiyaye nivîsandiye; Ew diyar dike ku Mîrektîya Botan navê xwe ji eşîra Bûhtî girtî ye, ku ew aşîr bi cesaret û şerê xwe tê zanîn.  Lê Mîrektîya Botan tenê ne li ser eşîra Bûhtîya bû. Digel eşîra Bohtî, eşîretên Dumbılî, Nûkî, Mehmûdî, Şêx Taranî, Masakî, Raşkî, Pînkan, Dalam, Bîasturaî, Şîruyan, Dûdêran di nav êlên eşîrên Botan de bûn. Herêma Botan li 14 deveran hate dabeş kirin, ku her yek ji navenda xwe û qesra xwe ve girêdayî bû. Fermanên Botan, bi navê Mîrê Azîzan an Begîtîya Azîziye jî tête zanîn, dibe ku xwe li bingeha Xalid bin Welîd binasin da ku di serdemên xwe yên klasîk de ji eşîrên di nav herêmê de sererast bibin. Di heman demê de, sedemên fermanên Botanê ku bi navê Mîrê Azîzan têne zanîn ji ber navê Îzzeddînê Bûhtî, damezrênerê vê mîrîtî ye.  Di dema Şerê Çardiran de di navbera hêzên Osmanî û Safewî di 1514 de, Mîrektîya Botan li tenişta Osmanî bû. Mîrektîya Botanê ji vê dîrokê heya niha hebûna xwe wekî banek hukumeta  Împeratoriya Osmanî domand. Mîrektîya Botan, ku di heyama Bedirxan Beg de serdema herî geş bû, paşê 19. ss Reformên navendîparêz û siyasetên çewt ên ku di sedsala 18-an de di Î Împeratoriya Osmanî de pêk hatin, di 1855-an de jî di dema serhildana Bedirxan Beg de serhildana dijî  Împeratoriya Osmanî di serdema Êzdînşêr Beg de hate qewirandin.

Piştî peymana di navbera dewletên Osmanî û Sefewiyan de li sala 1639ê welatê kurdan bû du parçeyên sereke. Kurdistana Osmaniyan û Kurdistana Îranê. Heta ku Kurdistana Osmaniyan jî dibe sê parçe, ji bilî Rojhilata Kurdistanê her sê parçeyên din em ê wiha binav bikin.
Kurdistana Îranê û kurdên Qefqasyayê di nav desthilata Sefewiyan de man. Kurdistana Osmaniyan jî di nav desthilata Osmaniyan de ma. Ev parçebûn heta şerê cîhanî yê yekem bi hindek guherînan dewam kir. Piştî şer jî her çend hewlên kurdan û hêzên din hebin jî, ev hidûd her wekî xwe ma.

Hêjayî gotinê ye ku ev peymana parçekirina Kurdistanê bi awayeke formel ma ye, yanî kurd berî peymanê jî piştî peymanê jî di bin desthilata mîrektiyan de dijiyan. Piştî peymanê mîrektiyên di bin axa Osmaniyan û Eceman de hatin kifş kirin.

Li sala 1847ê ji axa kurdnîşîn re navê Kurdistanê lê hat danîn ji aliyê Mistefa Reşît Paşa ve. Wek sîstema Osmaniyan wiha hate dabêşkirin. Li sala 1864ê parêzgeha Kurdistanê ji holê hate rakirin. Şûna wê parêzgehên Wan û Amedê hatin ava kirin 

Kurên Bedirxan Beg, Huseyn Beg û Osman Beg li sala 1878ê li dijî Osmaniyan serhildanek da destpê kirin û gelek axa Kurdistanê rizgar kirin 

Li sala 1891ê Sultanê Osmaniyan Ebdulhemîd II bi navê Hengên nîvsiwarî yên Hemîdiyeyê komeke çekdarî ji eşîrên Kurd ava kir û hinek endamên eşîran bûn çekdarên vê hêzê. Bi 36 hengan ev artêş tê ava kirin. Osmaniyan hem meaş dida van hem jî ji bacê miaf digirt. Derfetên serokeşîr û leşkerên Hemîdiye her roja diçû zêde dibûn. Li sala 1892yê de 40, 1893ê de 56, 1899ê de jî 63 heng hatin ava kirin.

Li sala 1906ê vê serhildanê rû da. Paşî bi alîkariya hinek ereban diçe Yemenê 

Her wisa li Dêrsimê, Bazîdê û gelek herêmên din yên kurdnişîn li dijî osmaniyan serhildan tên destpê kirin.

Li sala 1881ê Siltan Ebdulhemîd navên Kurdistanê û Ermenistanê qedexe dike 

Piştî şoreşa makezagonî li sala 1908ê li Stenbolê yekemîn rêzxistina kurdan bi navê Cemiyeta Teawun û Tereqiya Kurd hate vekirin. Bi navê Kürt Teavün ve Terakki Gazetesi (rojname) jî rojnameyek weşandin. Di nav nivîskaran de Seîdê Nûrsî, Îsmaîl Heqî Babanî, Seyîd Ebdulqadir, Pîremêrd hebûn.

Pistî îlamkirina Meşrutiyeta 2yê, ji layê Emîn Alî Bedîrxan, Seyid Ebdulqadir û Şerîf Paşa ve Cemiyeta Teawun û Tereqiya Kurd tê ava kirin. Di heman salê de 1908ê, ji bo perwerdehiya zarok û ciwanan jî Kürt Neşri Maarif Cemiyeti tê damezrandin.  Ji ber nakokiyên di cemiyetê de Seyîd Ebdulqadir bi navê Hetavî Kurd kovarekê derdixe. Li sala 1910ê de ji aliyê xwendevanên kurd Hêvî (rêxistin) tê damezrandin. Li sala 1912ê de di dema şerê Balkanan de Kürt Teali ve Terakki Cemiyeti tê girtin. Piştî vê girtinê bernasiya rêxistina Hêvî zêdetir dibe. Rêxistina Hêvî bi rêberiya Dr. Şukru Mustafa Sekban kovara Roja Kurd derdixe. Her wiha Dr. Abdullah Cevdet jî endamekê Hêviyê ye. Li sala 1912ê rêxistinên bi navê Muhibban Cemiyeti û Mucedded Firkasi jî hatin ava kirin. Serokê Mucedded Firkasiyê Lutfî Fikrî bû.

Rewşenbîrên kurd li dijî Osmaniyan piştgiriya Partiya Îtîhad û Teraqî dikirin lê piştî zêdebûna nijadperestiyê di nav endamên Îtîhad û Teraqiyê de jş vê rêxistinê dûr ketin û berê xwe dan Firqeya Azadî û Hevpeymanê.

Li sala 1910ê de ji aliyê xwendekarên kurd rêxistina Hêvî (rêxistin) hate ava kirin. Avakerên vê rêxistinê; Fûad Temo, Xelîl Koyaliyê Mutkiyê, Emer û Qedrî ji malbata Cemîlpaşazadeyan, Zekî Begê Diyarbekirî. Heta kemalîstan Stenbol standî jî dewam kir. Yanî heta sala 1923yê. Her wisa bi navê Rojî Kurd (kovar) kovarek derxist.

Li sala 1911ê Jon Tirkan hemû rêxistin, rojname û pêkhateyên din yên kurdan girtin

Berî şerê cîhanî yê yekem destpê bike, li sala 1913ê Ebdulrezaq Bedirxanî banga hemû eşirên kurd dike ku li dijî Osmaniyan serhildanekê bikin. Lê ev bang negihist armanca xwe.

Di destpêka sala 1914ê de li Bedlîsê ji layê Mela Selîm de serhildanek dijî Osmaniyan hâte destpêk kirin. Hêjayî gotinê ye ku ermenên herêmê jî tevlî vê serhildanê bûn.

Li sala 1905ê serokê eşîra Şikakan Cewher Axayê Şikakî ji aliyê eceman ve tê kuştin. Piştî vê bûyerê Rojhilata Kurdistanê jî germ dibe. Simkoyê Şikakî derdikeve meydanê

Li herêma Barzan, bi rêberiya Şêx Ebdulselamê Berzanî serhildan hate destpêkirin. Di encamê de hêzên barzanî têkçûn û şêx revî nav çiyayên Hekarîyê li herêma Tîyarîyê. Hêjayî gotinê ye ku li herêma Tîyarê bêhtir Nestûrî dijiyan. Têkiliyên Barzanyan û Nestûriyan baş bûn. Paşî vegerî Barzan û bi hikûmeta Osmanî re têkiliyên baş danî. Lêbelê Osmanî, ji fealiyetên Şêx Ebdulselam her ditirsî. Li sala 1914ê Şêx Ebdulselam Barzanî diçe ber bi herêma Şikakan ku li gel Simkoyê Şikak hevdîtinan bike. Li gundê Gengeçînê dibe mêvanê Sofî Ebdula Axa. Lê Sofî Ebdula xiyanetê li Şêx Ebdulselam dike û wî digire bi çar zêrevanên wî ve. Paşî teslîmî Osmaniyan dikin. Li Mûsilê tê darve kirin

Berî destpêka şerê cîhanî yê yekem ji aliyê Mela Selîm, Seyîd Elî û Şêx Şabetîn ve ev serhildan tê destpê kirin. Ebdulrezaq Bedirxanî, Yusuf Kamil, Şêx Seyîd Tahayê Hekarî û Simkoyê Şikak jî bi awayeke aktîf alîkariya serhildanê dikir 

Dema şerê cîhanî yê yekem destpê kirî, wek hemû Rojhilata Navîn, Kurdistan jî di bin kaoseke mezin de bû. Li her derê Kurdistanê rêvebirinên herêmî hebûn, têkiliya kurdan bihev xurt nebûn. Avêtina pêngavan hevra nebû, herkes bi aqlê xwe hereket dikir. Bi destpêka şerê cîhanî yê yekem, li Kurdistanê gelek hêzên leşkerî û dîplomatîk tesîr li gelê Kurdistanê dikir;

Bi fermana padîşahê Osmaniyan kurd hatin sirgûn kirin. 700 hezar kurdên Kurdistanê tehcîrê rojavayê anatolyayê kirin.

Li Urmiyeyê Simko Axayê Şikakî bi fersende zeîfbûna otorîteya hikûmeta navendî ya Îranê, li Urmiyeyê xist bin desthilata xwe. Li sala 1919ê heta sala 1921ê herêm di bin kontrola xwe de hêla. Her wisa li sala 1921ê serokeşîrê Şirnexiyan Ebdurehman jî dixwazt ku li gel Emir Faysal hevdîtinê pêk bîne. Armanca wî ew bû ku li bakurê Iraqê serxwebûna xwe îlan bike û li gel Simko Axa yekitiya xwe çêke .

Piştî êrîşên inglîzan li ser Başûrê Kurdistanê, li Başûrê Kurdistanê serhildan û nerazîbûnên tevgerên kurdan dest pê kirin.

Li Silêmanî Bi pêşengiya Şêx Mehmûdê Berzencî li Silêmanî desthilata kurdan destpê kir. Li sala 1918ê İngilîzan, Şêx Mehmûd wek hikûmdarê Silêmanî tayîn kirin. Lê ev rewş wiha dewam nekir. Şêx Mehmûd xwest hemû Kurdistanê rêve bibe, ji ber wê li dijî İngilîzan serhildan da destpê kirin. Di encamê de İngilîzan serhildan vemirand û desthilata xwe li Silêmanî îlan kir.

Piştî Peymana Lozanê ji bo ku ingilîz îdiayên xwe bihêz bikin, rê li ber Şêx Mehmûd vekir û li sala 1924ê dîsa vegerî welat.

Li Stenbolê: Hêj şerê cîhanî nû xelasbûyî, entellektuel û siyasetmedarên kurd li Stembolê dest bi xebata kirin. Seyîd Ebdulqadir,
Emîn Alî Bedirxan û gelek endamên ji malbata Bedîrxaniyan û Babaniyan bi hevra Cemiyeta Teawun û Tereqiya Kurd ava kirin. Her wisa endamên vê cemiyetê Cemiyeta Tealiya Kurd jî ava kirin. Li Helebê, Nisêbînê, Şirnexê, Cizîrê û li Mûsilê propagandayên xwe dikirin. Heta ku li navbera Zaxo û Cizîrê tevgerên leşkerî hebûn ku li dijî artêşa Osmaniyan û Kemalîstan şer bikin. Li vê herêmê rêvebirê van xebatan miftiyê Cizîrê bû . Xebatên van kurdan berevajî Şêx Mehmûd û Simkoyê Şikak, tenê bikaranîna rêyên dîplomasiyê û çandê bûn. Bi vê helwestê li 7ê çiriya paşîn a 1918ê de kovara Jînê weşandin. Navenda siyasetê ya kurdan li Stenbolê bi giştî li gel Osmaniyan û dewletên Ewropî hevdîtin dikir. Di encama hevdîtinê li gel Osmaniyan 1ê xizîrana 1919ê ev biryar hat girtin. Hêjayî gotinê ye ku di hevdîtinên li gel dewletên Ewropayî, serokê heyeta kurdan Şerîf Paşa bû:

Lê ev hevgirtina kurdên Stembolê jî wek xwe nema, di nav van kurdan de fraksiyonên cuda cuda derketin. Seyîd Ebdulqadir û hevalên wî dixwast di nav Osmaniyan de bimînin û divê kurd alîkariya Osmaniyan bikin. Yanî otonomî di nav Osmaniyan de dixwastin. Serê fraksiyona din Emîn Alî Bedirxan bû ku wî jî diparast ku kurd bikevin di bin sîwana hêzeke mezin de, ne ya Osmaniyan de. Yanî mandateriya inglîzan dixwastin. Di dawiyê de Emîn Alî Bedîrxan û endamên din yên malbata Bedirxaniyan Cemiyeta Teşkîlata İctimiyeya Kurd ava kirin. Memduh Selîm Beg jî Partiya Demokrata Kurd-1919 ava kir .

Bi dûçûna çavkaniyekê li sala 1919ê partiyeke bi navê Partiya Demokratîk ya Neteweyî ya Kurdistanê ji Londrayê miraceet dike ku Brîtanya alîkariya kurdan bike. Ev miraceete ji layê katibê giştî Selîmbeylî hatiye kirin . Lê em têkiliya vê partiyê û partiya Memduh Selîm niha nizanin.

Cemiyeta Tealiya Kurd li sala 1921ê ji aliyê Meclîsa tirkan ve hate girtin.

Di destpêka sala 1921ê de li Umraniyeya bi ser Stembolê ve hêzeke tirk û hêzeke tirk  dijî hev tên û pêvçûn derdikeve. Di navbera kemalîst û kurdan de şerek mezin qewimî bû 

Bi destpêka şerê cîhanî yê yekem parçebûna Osmaniyan jî destpê kir û axa kurdan ket di bin dagirkeriya dewletên ewropiyan. Hêj şerê cîhanî yê yekem berdewam dikir, Brîtanyayê û Fransayê axa Osmanîyan bi hevpeymaneke veşartî ji xwe re parve kiribûn. Bi dûçûna vê hevpeymana veşartî ya bi navê Peymana Sykes Pycot; Rojhilata Navîn û Kurdistan di navbera van hêzên kolonyalîst bi erêkirina Cemiyeta Neteweyan hate parçe kirin. Bi dûçûna vê peymanê Libnan, Suriye û Rojavayê Kurdistanê ji bo mandateriya Fransayê ma. Li dijî vê Brîtanyayê jî li ser Iraq, Başûrê Kurdistanê, Filistîn û Urdunê mandaterî qezenc kir.

Parçebûna Kurdistana Osmaniyan bi awayeke fermî bi vê peymanê destpê kir. Piştî vê peymana proseya parçekirina Kurdistanê dewam dike. Ji ber kêmbûn û lihevnehatinên rêvebirên kurd, li her parçeyê Kurdistanê tevgerek hebû. Hinek tevger ji bo serxwebûna Kurdistanê, hinek ji bo salahiyeta Osmaniyan, hinek ji bo Brîtaniyan, hinek ji bo Rûsan, hinek ji bo eşîra xwe tevdigerîn. Di encamê de qedera Kurdistanê bi destê biyaniyan hate nivîsandin. Di navbera Fransa, Brîtanya û Rûsan de bû sê parçe.

Têkoşîna van hersê dewletan bi dûçûna vê planê rêvediçû. Lê ev peymaneke veşartî bû, heta ku rûsan li sala 1917ê nedaxuyandî kesê nedizanî.

Di proseyeke wiha de kurd jî betal neman. Berpirsiyarê kurdan li Ewropa Şerîf Paşa, têkiliyên dîplomatîkî dikir. Bi rêyên dîplomatîkî nameyek ji Brîtaniyan şand ku miletê kurd dixwaze li gel Brîtanyayê hevkariyê bike. Şerîf Paşa digot ku ew dikare bi hezaran kurdan bike leşker û li gel Brîtanyan bixebitin. Dixwast Kurdistan dibin rêvebirina prensekê Hînd de bibe, çûnkî Hînd jî wekî kurdan gelekê Aryanin .

Piştî şerê cîhanî bidawî hat, Mustafa Kemal Atatürk û gelek efserên din yên artêşa Osmaniyan çûn Anatolyayê ji bo birêxistina gelê Anatolya. Pêşiyê li Erzeromê li 23 tîrmeh-5 tebaxa 1919ê kongreyek lidarxist. Ji 5 parêzgehên kurd 58 nûner tevlî vê kongreyê bûn, ji van nûneran 22 kurd bûn. Paşî di navbera 4-11 îlona 1919ê de jî li Sêwazê kongreyek lidarxist. Gelek nûnerên kurd hatin vê kongreyê jî. Hêjayî gotinê ye ku hemû bajarên kurd tevlî van kongreyan nebûn. Mustafa Kemal tehdîda ermeniyan li ser kurdan baş bikaranî. Eşîrên kurd ji ber tirsa avabûna dewleta ermenî, piştgiriya Mustafa Kemal kirin. Ev eşîrên kurd ne tenê di meseleya ermenan de hatin bikaranîn, her wiha li dijî navenda sîyaseta kurd ya Stenbolê jî dijbertî dikir. Ji konferasnên ewropayiyan re name dişandin ku naxwazin dewleteke serbixwe ya kurd were ava kirin . Mustafa Kemal Atatürk hêj neçûye Sêwazê, nameyekê ji van serok eşîran dişîne; Hecî Mûsa Begê Motkîyî, Şêx Ebdulbakî Efendîyê Kufrevîzade yê Bedlîsê, Ebdurehmanê Şirnexê, Umerê Derşevî, Resul Axa, Sadulah Efendî, Şêx Mehmûdê Mûşaşê, Şêx Ziyaedînê Norşînî, Cemîlê Çetoyê Garzanî. Di van nameyan de Mustafa Kemal demagojiya îslamî dike û bi tehdîda avabûna dewleteke ermenî, dixwaze kurdan qanî bike. Her wisa piştgiriya girtina rêxistinên kurd dike û bang dike ku herkes tevlî Kuvayî Milliyeyê bin. Di van wextan de li dijî Mustafa Kemal jî xebat hene; Waliyê Elazîzê Alî Galip Beg, ji bedirxaniyan Mutaserrif Xelîl Beg bi piştgiriya Binbaşi Noel dixwazin êrîş bibin ser Kongreya Sêwazê. Lê biserneketin..

Mustafa Kemal Atatürk 3yê kanûna pêşîn a 1920ê li gel Bolşevîkan Peymana Gumruyê destnîşan kir. Bi vê peymanê Qers, Erdêxan û Artvin bûn milkê tirkan. Her wiha tehdîda ermenan bi vê peymanê ji holê rabû. Li gel Îtalyayê jî peymanek li sala 1921ê destnîşan kir ku di encamê de Îtalya ji Rojavayê Anatolyayê derket. Her wiha li gel Fransayê jî 20ê çiriya pêşîn a 1921êde Peymana Enqereyê destnîşan kir ku sinorê Suriye û yê Tirkiyeyê aşkera bû. Her wiha sinorek kişandin di navbera Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê de. Ev peymana li gel Fransayê tê wê wateyê ku Fransa dê dest ji Peymana Sevrê vekêşe û hêvîyên Kurdistana Serbixwe dê pûç bibin. 11 çiriya paşîn a 1922yê jî şerê li gel İngilîzan sekinî. İngilîz mecbûr man ku li gel Hikûmeta Enqereyê pêk bihên. Şerê Rizgariya Tirkiyeyê gihişt armanca xwe û sinorên Tirkiyeya modern kifş kirin. Êdî rê li ber van hêzan vebû ku biçin Lozanê.

Di proseya van konferansan de gelek rûdan li Kurdistanê û hemî Rojhilata Navîn çêbûn. Ev konferans nêzî saleke berdewam kir û bi hinek peymanan bi dawî hat.

Di proseya Konferansa Aştiyê ya Parîsê de hem Şerîf Paşa hem jî Seyîd Ebdulqadir têkiliyên dîplomatîk dikirin. Rêberên kurdan dijî parçekirina Kurdistanê bûn. Nedixwastin parçeyeke kurdan li Iraqê parçeyek li nav Osmaniyan bimîne.  Serokê rêvebirina heyeta kurdan Seyîd Ebdulqadir jî wiha digot;

Şerîf Paşa digot Kurdistaneke xweser a di bin desthilata tirkan de gelek ji Kurdistaneke parçekirî çêtir e û ji serokê konferansê George Clemencau re nameyek şand.

Bi dûçûna Necat Ebdula di proseya Konferansa Aştiyê ya Parîsê de li Kurdistanê çar navendên jeopolîtîk hebûn 

Ji bilî van navendên hêzên dîplomatîk û artêşî di konferansê de Îranê jî hewl dida ku hinek parçeyên Kurdistanê û Qefqasya bixe bin kontrola xwe. Îranê diparast ku li Kurdistanê gelekê misliman, nijad û zimanê wan jî fars dije. Diparast ku ev memleket di navbera Osmaniyan û Farsan de hate parve kirin . Lord Curzon jî di vê derbarê de wiha dibêje;

Di nav van hêzên xwedî artêş û dîplomasî, şansê kurdan gelek kêm bû. Heyeta kurdan a li konferansê tenê xwediyê qabiliyetên dîplomatîk bûn. çi hêzên leşkerî li pişta van dîplomatên kurd nebû. Lêbelê ev xebatên dîplomatên kurd, feydeya xwe di Konferansa San Remoyê de dide û hêviyên  serxwebûna Kurdistanê şîn dibin.

Konferansa San Remoyê, gelek li ser mijara kurdan sekinî. Her çend gelek biryarên têkildarî kurdan wergirtibin jî, gelek rexne li civaka kurd jî hate kirin. Lord Curzon digot ku şexsiyetek tine di nav kurdan de ku rêberiya kurdan bike, her wisa digot her kurd tenê berpirsiyaretiya eşîra xwe dike 

Di konferansê de têkildarî kurdan hindek biryar hatin wergirtin;

Di 20ê tebaxa 1920ê de di navbera dewletên hevalbendan û Osmanî de Peymana Sevrê hate destnîşan kirin. Ev peyman fermana parçekirina Dewleta Osmaniyan bû. Bi dûçûna vê peymanê dewletên hevalbend şert û mercên gelek şedîd danîn ber Osmaniyan. Hem ji layê axê ve hem jî ji layê aboriyê ve şertên giran hebûn.

Peymana Sevrê di dîroka Kurdistanê de xwedî nirxeke gelek bilind. Her çend ev biryar bêpratîk bin jî, ji bo globalîzasyona mafên Kurdistanê pêngaveke mezin e. Heta Peymana Sevrê jî kurdan dîplomasiyeke mezin birêvebir. Lê wek berê me gotî, nebûna hêzên leşkerî yên girêdayî hev, ev hewla dîplomatên kurd dixist xeterê. Jixwe kêmasiya vê di peymanên din de dê were dîtin.

Her çend li konferansan de biryarên wiha bên girtin jî, li Anatolyayê jî berxwedana hêzên Kemalîst mezin dibû. Di hidûdê Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê şerê Tirkiyeyê li dijî Fransayê sekinî. Fransa li dijî Sevrê poşmaniya xwe qebul kir û li gel Tirkiyeya kemalîst pêkhat. Jixwe piştî Fransayê dewletên din jî hêdî hêdî destnîşanên xwe vekêşan. Necat Ebdula li ser helwesta Fransayê wiha dibêje;

Berî konferansê li ser Mûsilê şerekê dijwar hebû di navbera ingilîzan û tirkan de. Xwediyên herêmê miletê kurd ji ber parçebûna eşîrî, carna li gel tirkan, carna jî li gel ingilîzan tevdigerîn. Bi destpêka konferansê şer sekinîn û hewlên dîplomatîkî destpê kirin

Konferansên li Lozanê 8 mehan berdewam kir. Piştî têkçûna hêzên ewropayî dijî tirkan, Peymana Sevrê pûç bû. Berevajî peymana Sevrê, peyva kurd jî di Lozanê de derbas nabe. Tirk bi xwebaweriyeke mezin rûniştin li ser maseyên Lozanê. Di encamê de 24ê tîrmeha 1923yê de di navbera van dewletan û Tirkiyeyê de Peymana Lozanê hate destnîşan kirin. Bi dûçûna madeya 3yê ya vê peymanê, di 9 mehan de diviyabû sinorê Tirkiye û Iraqê were kifş kirin. Eger di 9 mehan de ev pirsgirêk neyê çareser kirin, Cemiyeta Neteweyan dê vê pirsgirêkê çareser bike. Di navbera tirkan û dewletên din de sê mijar mabûn ku nehatin çareser kirin. 

Ji bilî van her sê mijaran êdî Kurdistan bi awayekî fermî bû çar parçe; 

Li sala 1926ê de Iraq, Tirkiye û Brîtanya peymanekê destnîşan dikin. Bi dûçûna wê peymanê hidûdê Tirkiye û Iraqê aşkera dibe.

Bi vê peymanê parçebûna Kurdistanê temam bû. Êdî li her parçeyê Kurdistanê siyaseteke cûda tê meşandin. Lê bersiva hemû kurdan eynî ye: Serhildan.

Bakurê Kurdistanê, qate herî mazin ya beşa Kurdistanê ya. Li vê qate nêzî 15 û an jî 20 milyon kurd dijîn. Ji ber ku pêvajoyeka bişavtinê ya herî mazin li ser serê kurdan di vê qatê de hate meşandin, êdî pirraniyên kurdên vê qatê ji ziman û çanda xwe hatina dûrkirin. Bi vê yekê re jenosîdeka çandî bi hebûna xwe re û bi qadaxaya li ser zimanê xwe re jîn. Lê kurdên vê qatê jî, weke yên qatên din jî ti carî bindestî herê ne kirin û hertimî li berxwedan. Lê dewleta tirk jî hertimî çû bi ser wan de. Komkujiyên bi jenosîdî weke yên Zilan, Dêrsim, Agirî û hwd bi wan dana jînkirin. Ti mafê wan ne hate naskirin. Weke ku li Îraqê û li herêmê Kurdistanê ya di bindest Sûrî de hate hiştin, zimanê wan jî hate qadaxakirin û ew zor li wan hate kirin ku weke ku li Îraq û sûrî ku li ser wan bi arabitiyê mazin bibin li wir jî bi tirkitiyê li ser wan hate ferzkirin.

Kurdan, lê ti carî ev yek herê nekir. Zimanê xwe parastin bi bahayê bi hezaran kuştin û êş û elaman. Piştî Peymana Lozanê re ku ew hate mohrkirin û kurdan dît ku êdî mafî wan ji wan hate standin, êdî bidest serhildanê kirin. Serhildana Şêx Seîdê Pîranê, agirî, Û hwd, bûn. Kurdên vî bi dehan caran serî hildan û serhildan. Lê her carê jî têkçûn. Lê di salên 1970 yî de tekoşîna azadiya kurdan PKK dest pê kir. û wê bi fikrekî hemdem dest pê kir û bi serket. hem civate kurd li gor demê di deme xwe ya tekoşînê de perwerde kir û ji nû ve rakir û hem jî hêzê wan ya civatî derxista holê. Bi wê re î ro kurd, bi hezaran tekoşîna xwe didin.

Tirkiya ji bo ku wê tekoşîna kurdan ji holê rakê, pirr tahbê dide xwe. Ji rojava ji welatên rojava yên weke Almanya, Îngilistan û Fransa û hwd, piştgiriyê distêne ji bo ku li ber kurdan bi serkeve. Amarika jî piştgiriyê dide tirkî li ber kurdan, da qan tirkî bi serkeve û kurdan têk bibe. hate roja me jî wê rewşê bi vî awayî berdewam kir. Tirkiya, Bi gotina ku di destûra xwe ya bingihîn de bicihkiriya û ku dibêje ku yên ku di nav sînorê tirkî dijîn û bi gîrêdana hemwelatiyê ku bi tirkî ve girêdayîna tirk in re herkeskî tirk di hasibêne û mafê wan yên ji hebûna wan û cudatiya wan tê yên ziman û civatiyê nasnakê. Îroje me jî, di hewldana ku kurdan di nav tirkiyetiyê de bi halêne, hewlda. Îro jî, wê hewldanê dide. Zimanê wan yê kurdî hê jî qadaxaya. Hê jî, hate roja me jî kurd nikarin bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibînin.

Li Başûrê Kurdistanê nêzî 7 û an jî 8 milyon kurd dijîn. Ev qatê Kurdistanê, piştî peymane Lozanê re, ku Kurdistan bu çar qat, qat di nav sînorê Îraqê wê demê ya ku ji nû ve hate avakirin de hate hiştin. Hingî, hê hêzên Ingilîz li li wir bûn. Berî ku hêzên Îngiliz vekişihin, li wir, dewleteke ku nû bi navê îraqê avakirin. Ew qate Kurdistanê jî, ne bi navê xwe bi navê ku bigiştî lê îraqê hate kiirn, ew di nav de hate hasibandin. Kurdên wê derê jî, weke yên qatên yên Kurdistanê ti carî ew yek herê ne kirin. Piştî wê rewşê re pêşî serhildana şêx mahmudê berzencî ya li ber ingilîzan, wê baxtê wê demê kiş bike. Lê ew li wir bi sernakevê.

Piştî wê re jî, mîreteye şêx Mahmudê berzencî, wê berdewam bike û wê hertimî serhildan bibe. Rêveberiya îraqê ku hate avakirin, bi piştgiriya rojava hertimî li ber kurdan bû xwediyê serketinekê. Hate ku dem tê salên 1970 û hwd, wê kurd,di rewşeka bixwe bijîn. Piştre hertimî rêveberiyê ji ji ber ku wê rewşê ji holê rakê tevgeriya ya. Lê bi serneketiya. Piştî levkirina 1970 û hwd, kurd, wekeku di gihihina xweseriya li herêmên xwe. Lê bi Peymana Cezayirê ya ku li Cezayirê hate mohrkirin re, wê kurd, derbeyekê li wê rewşa xwe ya ramyarî bixwûn. Rojava, û amarika jî hewldidin ku derbeyekê li kurdan bixin û dixin jî. Piştre jî, wê tekoşîna kurdan berdewam bike. Hate ku dem tê salên 1990 û hwd. Di vê demê de bi xurîxîna yekîtiya sovyet re wê demeka nû biafirê. Wê amarika bikeve Îraqê de û wê herême kurdan bi xweriya xwe re bigihê biserê xwe.

Lê berî wê demê di sala 16 adare 1988an de wê kurd, derbeyeke mazin bi jenosîdeka ku dijîn wê bixwûn. Rejîma baasê ya ku li ser kar û ku ew haft salin ku bi îranê re di şer de ya ji bo herêmên wele şat-ul arab û hwd. PIştî ku şer bi dawî dibe, piştre bi sê çar mehan wê serokê rejima baasê Saddam Huseyin, wê bi çekên kimyewî ku wê sadsalê weke çeke mirinê ya herî xadar kifşkiriya wê li ser serê kurdan bêne bi kar hanîn. Wê tenê li bajerê Helebçê wê ser 5 hezar mirov re bêne kuştin. Kurd, wê piştre bi deh salan wê di bin bandûra wê jenosîda ku hate de bin. Lê piştî ku amarika kete Îraqê, de êdî kurd jî, gihiştina serbixwebûna li herêmên xwe. Hukumete xwe avakirn û parlamene xwe damazrandin.

Li Rojavayê Kurdistanê nêzî 3 an jî çar milyon kurd dijîn. Ev qate Kurdistanê, ji destpêkê çendî û çawa pirsgirêkên wê bûn, piştre jî wilo berdewam kirin û hate roje ma jî ew pirsgirêkên wê berdewam dikin. Gelek pirsgirêkên wê bi qate Kurdistanê yê ku di nav sînorê tirkiyê de hate hiştin de hevpar in. Ji ber ku deme ku sînor hate xatkirin, nîvê malbatan li wî aliyê ku jê re binxat tê gotin li wir ma. Nîvê malbatan ji li vî aliyê tirkîtyê ku jê re serxat tê gotin li wir ma.

Di wê deme ku sînor hatina xatkirn, li sûriyê hêzên Firensa li wir serdest bûn. Wan jî, ew qate Kurdistanê di nav wî sînorî de hişt. Piştre ku Hêzên firensa bi şûn vekişiyan, çend ku ji kurdan soza serbixwebûna wan ya li ser herêmên wan û avakirina hukumetê ya wan li herêmên wan da jî, piştre ew soz ti carî ne hate li cih. Kurdên wê qatê, ji her aliyê mafê xwe hatina dûrkiirn. Ji welatên xwe ji bo ku bêne ravandin, çi pêdivî pê hebû, ew kirin. hemwelatîtiya wan ji ji wan hate standin. Herêmên wan bi arabkirnê re hate roje me jî rû bi rû dimênin. Ji xaynî wê jî rejoma baasê ya li ser kar, komkujiyên wê yên amudê û kobanî û hed bi wan dana jînkirin û hê jî ew di wê rewşê de na.

Rojhilatê Kurdistanê nêzî 14 û an jî 15 milyon kurd lê dijîn. Îran jî weke tirkî, sûrî zimanê kurdi qadaxa kiriya. Kurd û îranî bi hev re xwediyê dîrokeka pir mazin demdirêj in. Ji deme Mediya ve dîrokeka wan ya bi hev re heya. Di deme Sasanî û Sefeviyan de jî bi hev re împarator avakirin. Gelek nixrên wan bûna wekhev. Zanistên kurd yên ku weke Bawe henifê Dînwerî û Bawe Tahirê Uryanî hwd ku biqasî ku ji kurdan bûna zanist ji persan re jî ji wan mirovên wl axê re jî bûna zanist. Bi vê yekê re, mirov karê bêje ku nirxeke wan ya weke hev afirêya bi demê re. Lê ku dem hate van demên dawiyê Îranê rêveberiya rêz û hûrmet ji vê pêşketina bi hev re nekir û zimanê kurdî qadaxa kir û kurd weke tirkî tûna hasibandin.
 
Bi mohrkirina peymane Lozanê re qateka mazin ye Kurdistanê di nav wê sînorê wê de ma. Piştre Îranê çendî ku mafê kurdan di destûra xwe de bicih kir jî, û navê herêmeka wan kira Kurdistan jî, wê piştre ew ne hanî bicih. Wê jî, piştre xwe tevlî şerê li dijî kurdan kir bi tirkî û Sûrî re. Piştî wê peymanê û mohrkirina wê re, êdî kurdan li wir jî ji ber ku mafê wan hatina ji wan standin bi serhildanên weke yên simko re serî hildan û serhildan. Piştre ku yektiya sovyet ava bû, Kete herême Kurdistanê de û bi navê Komara Mehabadê ya kurd re ew qate Kurdistanê bû dewlet. Lê ew dewlete kurd ne hate naskirin û tenê 11 mehan jiya. Piştre ku hêzên sovyetê bi şûn ve kişiyan, êdî hêzên Îranî ketina wirde û bi serokê komare kurd ya Mihabadê Qazî Mihemed re gelek kurdên pêşand bidarve kirin. Piştre, êdî bêdengiyak bû. Piştî wê xurîxîna komara kurd re, êdî hin pêşengên kurd ravina derve û piştre serhildana Kurdistanê dana dest pê kirin. Yê ku ew destpêkirin da dest pê kirin û piştre li başûrê Kurdistanê bi serket lê ku wî bixwe ew ne dît, weke damazrînerê dewletê kurd Merwanî badê kurê dostik ku wê avabûna Merwanîyan ne dît. Mele Mistefa Barzanî jî, ew avabûna Başûrê Kurdistanê ya weke dewletekê ne dît.

Kurdên Qefqasyayê li herêmên Sovyeta berê de dijîn. Bingeha van kurdan digehe Şedadîyan. Bi giştî li Ermenistan, Gurcistan û Azerbaycanê de dijîn. Her wisa li Rûsyayê û hinek dewletên din yê Asyaya Navîn de jî dijîn. Ev kurdên van herêman têkildarî hev in ku bi rêya sirgûnan cihê wan hatiye guherandin.

Nûredîn Zaza wextê ku li Ewropa Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropa didamezrîne. Îsmet Şerîf Wanlî di navbera salên 1958 û 1962yê serokatiya komeleyê dike 

Berî koça tirkan bo Rojhilata Navîn xelkê kurd li devera Kîlîkya û Sûrî bi awayeke berbelav dijîya. Jixwe bi dûçûna Vladîmîr Mînorskî piştî şerê 1185ê di navbera tirkmen û kurdan de, kurdên herêma Sûrî û Kîlîkya ji layê tirkan ji van herêman hatin derxistin 

Bi dûçûna efserê ingilîz C.L.Woolley sinorên Kurdistanê wiha ye; Kurdistan ji Qers û Tiflîsê heta Edeneyê, ji Trebzonê heta Meletî û Rewandizê dirêj dibe .

Şerîf Paşa di Konferansa Aştiyê ya Parîsêde sinorên Kurdistanê wiha kifş dike; Kurdistan ji bakur ji Zivenê(hidûdê Qefqasyayê) destpê dike, ber bi rojava Erzirom, Erzîncan, Kemah, Arapkîr, Behismi, Divikê diçe. Li başûr Herran, çiyayên Sincarê, Tel Asfar, Erbîlê, Kerkûkê, Silêmaniyê, Akelmanê, Sînayê teqîp dike. Li rojhilat ji Rewanduz, Elbakê, Wezîrqeleyê dibuhure û xwe digehîne hidûdê Îranê .

Wezîrê Mistemlekeya Hindîstanê Sir Arthur Hirtzel di derbarê Kurdistanê de raportekê amade dike û wiha dibêje; Kurdistan ji başûrê Çemê Botanê heta çiyayê Dîjleyê û Herranê dirêj dibe û li rojhilat heta Îranê diçe. Kurdistan Bedlîs, Wan û Mûsilê dihundirîne lê navenda Mûsilê rojavayê çemê Dîcleyê daxilî Kurdistanê nîne 

Li sala 1919ê heyeta kurd Cemiyeta Tealiya Kurd li Stenbolê li gel nûnerên DYA û Brîtanyayê hevdîtinan dike. Di wê hevdîtinê de Seîdê Nûrsî jî hebû ku teleb dikir divê sinorên Kurdistanê bigihîje Deryaya Spî 




#Article 5: Dîrok (290 words)


Dîrok an jî mêjû, vekolîna zanistî ya bûyer û rewşên siyasî, aborî û civakî yên demên borî ye. Pisporên dîrokê dîroknas (dîrokzan, dîrokvan) in.

Du teorî li ser etîmolojiya peyva dîrok hene, Li gor yekê ji wan peyva dîrok ji gotina dûr têt ku di hin zaravayên kurmancî de wek dîr yan dwîr têt gotin. Teoriya din bawer e ku dîrok ji gotina çîrok hatiye.

Ji van herdu teoriyan, ya têkiliya dîrokê û çîrrokê disepîne ihtimaltir ji ber ku peyva hîstorî jî di gelek zimanan de hem têt wateya dîrokê û hem jî çîrrokê.

Mêjû bi taybetî bi soranî tê bikaranîn û ji peyva mêj e ku tê wateya demeke dûr berî niha.

Mirov bi nerîna li pirtûkan, rojnameyan, nameyan, nîgaran û tiştên wek wan jê agadar bibe ka di dîrokê de çi qewimiye. Ev dîrok wek dîroka nivîskî têt nasîn.

Lê dîrok ne tenê bi berhemên nivîskî ve girêdayî ye. Di nav gelek gelan nivîsandin pir kêm hatiye bikaranîn, loma dîroka wan bi pirranî di çîrokbêjî û dengbêjiya wan da ye. wê demê dîrokê re dibêjin dîroka devkî.

Bi gelemperî Herodotê yewnanî (484-425'ê berî zayînê) wek bavê dîroka nivîskî ya cîhanê tê nasîn.

Yekem kesê ku dîroka kurdan bi berfirehî nivîsiye Şerefxanê Bedlîsî ye.

Ji ber ku dîroka zanistek pirr berfire ye, pirraniya dîroknasan û berhemên wan li ser beşek dîrok radiwestin.

Dîrok dikare li ser van beşan bêt parvekirin:

Pêşî dîrok tenê ji berhemên nivîskî û ji gotinên devkî dihat berhevkirin. Lê piştî pêşketinên zanistî, bi taybetî di warê arkeolojiyê de, dîroknas dikarin ji serdemên hê nivîsîn peyda nebûbû jî agahiyan wergirin. Ev yek bi taybetî bi vedîtina gor û nîgarên serdemên kevnare gengaz e.

Ji vê dema berî peydabûna nivîsînê re bi gelemperî navê pêşdîrok hatiye dan.




#Article 6: Ehmedê Xanî (616 words)


Ehmedê Xanî (z. 1650 gundê Xanê, Colemêrg − m. 1707 Bazîd, Agirî), helbestvan, dîroknas, stêrnas, erdnas û fîlozofê mezin ê kurd e.

Ehmedê Xanî di sala 1650 an jî 1651'ê de li bajarê Colemêrgê li gundê Xanê hatiye dinyayê. Di sala 1707an de li Bazîdê wefat kiriye. Navê bavê wî Şêx Îlyas e, navê kalikê wî Eyaz e û ji eşîra Xaniyan e. Di derbarê zewaca wî de agahî tuneye lê tê gotin ku bi xwe qet nezewiciye. Ehmedê Xanî di dîroka kurd û Kurdistanê de bi nav û deng e. Derbarê pêşveçûna çand, huner, wêje û zimanê kurdî de cihê wî cuda û pir girîng e. Xanî di 14 saliya xwe de dest bi nivîsandinê dike, piraniya pirtûkên xwe bi kurdî bi zaravayê kurmancî nivîsandine. Xanî bi taybetî, ji bo ku zarokên kurda baş dîn û zimanê xwe hîn bibin pirtûkeke bi navê Nûbihara biçûkan dinivîse û nîvê pirtûkê jî dike ferhenga kurdî-erebî û ev ferhenga wî di dîroka kurdan de bûye ferhenga herî pêşîn û bi sed salan ve di Medreseyên Kurdistanê de tê xwendin.

Xanî tevê kurdî, çar ziman (tirkî, erebî û farsî) dizanî bû. Ehmedê Xanî ji bona perwerdehiya zarokên kurdan medrese jî vekiriye û li wir ders daye telebeyan. Di medresa Ehmedê Xanî de dersên olî fiqih û  hedîs û dersên zanistê yên weke felsefe, dîrok, wêje, erdnîgarî, stêrnasî û hwd. dihatin dayîn. Helbestvanê bi nav û deng Îsmaîlê Bazîdî û gelek wêjevanên kurd di bin bandora Xanî de mane. Ehmedê Xanî di sala 1707'an de li Bazîdê diçe ber rehma Xwedê û tirbeya wî li Bazîdê ye.

Ehmedê Xanî netewperwerekî kurd bû û xwestiye ku yekitiya kurdan çê bike. Îxtîlafên di nava kurdan de ji bo wî, pirsgirekeke mezin bûye. Ji ber hindê ye ku wî di helbestên xwe de hertim qala yekitiya kurdan kiriye û li ser mijara pirsgirêka perçebûna civak û erdnîgariya Kurdistanê sekiniye û di berhema xwe de çareseriyê wisa nîşan dike;

Li gor Xanî, kêmasiya kurdan ji ereb, tirk û farsan nebûye, tenê kêmasî bêrêzanî û neyekbûna kurdan e. Bi kurtasî Xanî xwestiye ku gelê kurd ji binê mêtingeha ereb, tirk û farsan rizgar bikin. Helbesteke Xanî ya li dewletiyê:

Lê di berhemên Ehmedê Xanî de, nijadperestî li dijî tirk, ereb û farisan tuneye. Ji xwe di hinek helbestên xwe de bi tirkî, erebî û farisî jî nivîsiye. Berî Ehmedê Xanî helbestvanên wek Eliyê Herîrî, Baba Tahir Hemedanî , Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran jî bi zimanê kurdî berhemên hêja afirandine, ango Xanî ne kesê yekemîn e ku bi kurdî helbest nivîsîne, lê ferqa wî ji wan helbestvanên kurdî yên berî wî ev e ku wî doza azadiya gelê kurd wek mijara sereke daye ber xwe. Berhema wî ya menzûm Mem û Zîn wek sertaca wêjeya kurdî ya klasîk tê pejirandin. Ew ji bo gelê kurd bûye çavkaniyeke netewî ya giranbiha. Xanî ji bo afrandina nasnameya netewî, ji bo bilindkirina alaya yekitî û azadiya kurdan ev berhem nivîsiye. Herçend ew destan-çîrokeke evînî be jî, hozanê mezin xwestiye bi riya wê çîrokê fikr û ramanên xwe, daxwaz û pêşniyazên xwe pêkêşê gelê xwe bike. Di xebat û fikir xwe de Firdewsî ji Îraniyan, Eflatûn ji bo yewnaniyan, Rûstavelî ji bo Gurciyan çi be Ehmedê Xanî jî ji Kurdan ew e.

Ehmedê Xanî di 14 saliya xwe de dest bi nivîsandinê dike, heta dawiya temenê xwe gelek pirtûk bi zimanê kurdî nivîsand, pirtûkên wî yek a helbestan e, yek li ser stêrnasî û erdnîgariyê ye, yek li ser evîna Mem û Zînê ye, yek ji bo zarokên kurda ye ku navê Nûbihara biçûkan lê kiriye, yek li ser felsefeyê ye, yên din jî pirtûkên îslamîne. Lê tenê çend pirtûkên wî xwe gihandine destê me ên dinê wendakirî ne.




#Article 7: Eliyê Herîrî (834 words)


Eliyê Herîrî anku  'Elî Herîrî (z. 1009/10 Colemêrg - m. 1077/78) nivîskar û helbestvanekî klasîk ê kurd yê wexta dewleta Merwaniyan
e.

Elî Herîrî bi eslê xwe ji Şemzîna e.  Ew, di sala 1009 an jî 1010 Zayînî de hatiye dinyayê. Dîroka hatina wî ya dinyayê, her weha du hizir têne ser zimên. Li herêma ku lê bûye, di dema wî de bandoreke mazin ya wî hebûye. Ji ber ku ew bandora wî, bi xwe re pir pêşkevtinan jî tîne.

Di wê demê de, li Kurdistanê, Merwanî serdest bûn. Merwaniyan dewleteke ku hema bêje hebûna Kurdistanê hemî xistibû nava xwe de, avakiribûn. Bi vê yekê re, di dema xwe de, wan pir pêşkevtin jî dane çêkirin. Merwanî, di dema Aliyê Merwan (jê re Abu Ali bin Merwan jî tê gotin) de, dema xwe ya zêrîn derbas dike. Di wê demê de xurt bi pêş dikeve.

Elî Herîrî û malbata wî, di dema xwe de li herêma xwe bihêz bûn. Ew, di nav malbatê de, ji biçûkatî dest bi xwendinê dike û heta ku mezin dibe jî, xwendina baş û qanc werdigire. Bi vê yekê re êdî hêdî hêdi mezin dibe. Di wê dema wî de, pir pêşketin hene. Hin hêrîşên li ser serê Merwaniyan wan ji kal dikin. Di wê demê de, Merwanî jî li ber wan hêrişan li ber xwe didin. Merwanî, bi pişgiriya bavê Mîr Zengî bi ser dikevin. Bi saya ​serê wî, Merwanî dîsa serdestiya xwe li herêmên xwe xurt dikin.

Elî Herîrî jî, di wê demê de li cem rêveberîye Merwaniyan e. Di wê demê de, Şam jî di bin destê wan de ye. Şam, heya dema rêveberiya Kurdistanê ya Eyûbiyan û piştre jî di bin destê wan de dimîne. Di wê demê de, dema ku Elî Herîrî li cem merwaniyan bû li herêmên ku karîbû li hemiyan digere. Demekê dîçe Şamê û li Şamê jî dimîne. Bi gelek zanistên ku li wir in re rûdine û dide û distîne.Piştre ku demekê li wir dimîne, Careke din vedigere û tê Cizîra Botan. Li wir jî demekê dimîne. Dest bi pirtûka xwe ya bi navê Maqamatê dike û temam dike. Piştre ku ew pirtûka xwe bidawi dike, pirr di nav aliman de tê naskirin. Mirovên ku behsa wî dikin û navê wî ji dîyaran dibine diyaran hene. Ew ji bo vê yekê Şemzînan û Cizîra Botan weke navend ji xwe re dibîne. Piştre ku ew her weha mezin tê naskirin, êdî ew bixwe, dike ku here Hewlêr û Bexdayê. Di wê heyemê de, ev herdû cih, weke du navendan bûn. Bexda, navê wê mezin bû. Hewlêr jî, ji ber ku navendeke dîrokî bû, navê wê hebû.

Elî Herîrî, piştî ku ji Şamê vedigerê Cizîra Botan, êdî demekê li wir jî dimîne û piştre dikeve rê de û berê xwe dide Hewlêrê. Li wir demekê dimîne û bi pir zaniyarên mezin yên wê demê re rûdine û diaxive. Ew axiftinên wî her tim bala mirovan dikişîne ser xwe. Axaftinên wî ji aliyê gel ve gelek tên hezkirin..

Elî Herîrî, ku demekê li Hewlêrê jî dimîne, êdî dike ku xwe bigihêne Bexda yê. Piştre xwe digihêne Bexdayê. Li wir, navende Xelîfetiyê hebû. Ji ber vê yekê ji, pir alim û zanistên Îslamê ji li wir dicivîn. Ew jî di dema xwe de ku weke zaniyarekî tê naskirin, êdî weke zanistekî Îslamê jî tê naskirin. Bi vê yekê jî, navê wî mezin dibe. Wî xwest ku bi axiftinê nêzîkatiya vacê di Îslamê de bide rûnandin. Li ser vê yekê re bi pir zaniyarên dema xwe re jî dikeve niqaşên mazin de. Li Bexdayê, li navenda Xelîfe jî dikeve wan niqaşan de. Bi vê yekê re, tê gotin ku hin raxne jî li ser vê yekê lê têne girtin. Lê ew ji ya xwe nayê xwarê di wê heyamê de.

Elî Herîrî bi vî awayî, demekê li Baxdayê dimîne. Piştre careke din vedigere Cizîra Botan û li ser demeke jiyana xwe ya dirêj li wir dibihorîne. Di wê dema jiyana xwe ya dirêj de jî, li gelek deverên Kurdistanê digere û li civata gelek mîran rûdine. Bi vê yekê re hizrên wî li her derî belav dibin. Hizrên Elî Herîrî ne tenê di nav Kurdan de, li herêmê bigiştî belav dibin. Ew weke zanistvanekî herêmî mezin dibe. Rêveberên mezin têne ber wî û jê aqil digirin. .

Li gor rojhilatnas û kurdzanê rûs Alexander Jaba   Elî Herîrî di sala 400'î ya koçî (1009/1010ê zayînê) de li gundê Herîrê ku girêdayî Şemdînanê ji dayik bûye. Li gor Jaba Elî Herîrî yek ji kevintirîn helbestvanên kurdî ye. Elî Herîrî bêguman yek ji helbestvanên pêşî yê kurmancî ye. Dîsa li gor heman jêderê Elî Herîrî di sala 470'yî ya hicrî de (ku teqabilî 1070yê zayînî dike) rehma xwedê kiriye.Dîwana wî li Kurdistanê tê nasîn. Hinek helbestên Elî Herîrî ji aliyê rojhilatnasê alman Albert Sosin û rojhilatnasê sovyetî Margarita Borissowna Rudenko ve hatin weşandin.

Elî Herîrî li ser temenekî 60 (şêst) salî re diçê ser dilovaniya xwe. Biqasî ku tê gotin, di 1077 wan de diçê ser dilovaniya xwe.




#Article 8: Feqiyê Teyran (438 words)


Feqiyê Teyran (jdb. 1590 Colemêrg − m. 1632 Şandîs, Xîzan), yek ji fîlozof û helbestvanekî Kurd yên mezin û klasîk e.

Feqiyê Teyran, li gor hin dîrokzanan, di 1590'an de hatiye dinê û di 1632-1660'an de çûya ser dilovaniya xwe. Li ser van dîrokan riwayetên muxtelif hene. Ya rastî ew e ku Feqiyê Teyran di 1590'an de hatiyê dinê û jiyaneke mezin û bi zanist berdewam kiriye.

Di gelek vegotin û nivîsan de behsa wê yekê tê kirin ku Feqiyê Teyran helbestvan bû. Ya rasti ew e ku ew ne tenê şaîr bû, lê di ber re fîlozofekî mezin jî bû. Di dema xwe de li ser hizir pir kûr bûye û pir nivîsandiye. Herçend zêde pirtûkên wî heta îro nehatibin jî, em dizanin ku wî ne yek an jî du, lê hinek pirtûk nivîsandine. Li ser felsefe, dîrokê, dema xwe de û pêşketinên dema xwe, hizre xwe aniye ser ziman.

Feqiyê Teyran li gundê Miksê ji dayik bûye, ko girêdayiyê Colemêrg (Hekarî) ye. Lê Mikis an jî Miks, niha girêdayiyê Wanê ye. Navê Feqiyê Teyran yê rastî jî, weka di çarînê de gotiye Muhemmed (Mîr Muhemmed) e. Feqî di helbestek xwe de jî navlêka xwe Mîr Mihê daniye. Ew bi xwe ji malbatek eşîriye. Bavkalê wî ji Dewleta Osmaniyan fermana mîrî yê girtine. Di dîroka wêjeya kurdî de cihekî bêhempa digire. Helbestvan, destannivîs û çîrok nivîsekî mezin e. Kurê mirekî kurd e. Berhemên nivîskar wek Şêxê Senan, Qiseya Bersiyayî û Qewla Hespê Reş e. Her wiha, di nav nivîskarên kurd de cara ewil pexşan nivîsiye (Ber Sîs).

Feqiyê Teyran perwerdeya medreseyê girtiye. Kesekî xwenda û zana ye. Di dema wi de axa Kurdistan û rojhilatê medreseyên olî hebû ne. Di van medreseyan de agahiyên olî, dersên ziman û wêjeyê hatine dayin. Bi navê “Feqî” peyva ilm û şagirtiyê ya “teyrê” ji berhema bi navê mentiq et-teyrê têt in. Ev berhema ku pir tê zanin a Feridedîn Etar e. Wateya wê, axafitina çûka ye. Feqî hem ji aliyê şêwaza helbestnivîs e, hem jî ji aliyê ramanî ve tesîr ji Feridedîn Atarî girtiye. Mewlana jî tesîr ji ferasate tesewufî ya Feridedîn Atarî girtiye. Feqî di wêjeya kurdî de helbestvanekî girîng yê ku li ser xweza, evîn û tesewûfî nivîsiye.
Di nava gel de baş tê nasîn. Navê wî yê ku herî zêde tê zanîn Feqiyê Teyran e. Lê em dizanin ku di berhemên xwe de bi navên wek Feqê Tera, Feqiyê Gerok, Miskî, Xoce, Mîr Mihê, Mim û hê jî bi kar aniye. Li gorî lêkolînan, dibe ku Feqî ji malbateke mîran be û navê wî yê bi rastî Mihemed e. Tirbeya wî li navçeya Miksê ya Wanê ye.




#Article 9: Hecî Fetahê Hezroyî (103 words)


Hecî Fetahê Hezroyî yek ji zana û rewşenbîrên kurd ê Sedsala 20'an e.
Hecî Fetah di sala 1892an de li gundê Zuxra Hezroyê hatiye dinyayê û di 21ê Sibata 1975an de jî ku roja Înê bûye, çûye ber dilovaniya Xwedê  û li goristana bajarê Hezroyê ketiye wargeha xwe ya sermedî.
Fetah Hezroyî kurê Sofî Muhemmed e û bi eslê xwe ji Hezana Licê ye.  Di zarûktiya xwe de dev bi xwendina olî kiriye û piştre li Medreseya Kurdî domandiye. Dema ew bûye şazdesalî, bi xalê xwe Mela Ebdulah re çûye Hecê. Ji ber vê yekê ye ku ew, bi nasnavê hecîtiyê hatiye naskirin.




#Article 10: Kurdistan (rojname) (441 words)


Rojnameya Kurdistan, yekemîn rojnameya bi kurdî ye.

Rojnameya Kurdistan di 22yê nîsana sala 1898an de, ji aliyê Miqdad Midhet Bedirxan ve li Qahîreya paytexta Misirê dest bi weşana xwe kiriye. Destpêka weşandina rojnameyê, mîna xebateke neteweyî û rewşenbîrî tê nirxandin. Roja destpêka derxistina rojnameyê îro ji aliyê hemû dezgehên kurdî û herwiha ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî weke destpêka rojnamegeriya kurdî tê qebûl û pîroz kirin.

Piştî şoreşa 1789an li Fransayê, raman û giyana netewayetî li seranserê welatên Ewropayê belav bû. Di nav demeke kin de, ev raman mîna lehiyekê li cîhanê belav bû û bêguman Împeratoriya Osmanî û gelên ku di bin desthilatdariya wan de dijiyan, mîna ereb, alban (arnawid), bulxar û tirk bi xwe jî ketine ber vê lehiyê.

Piştî têkçûna Serhildana Bedirxaniyan a sala 1847an, Dewleta Osmanî malbata Bedirxaniyan sirgûnî Qahîreya paytexta Misirê dike. Mîqdad Mîdhed Bedirxan beg li wir dest ji kar û xebatên netewayetî bernade û xebatên xwe yên rewşenbîrî didomîne. Rojnamegeriya kurdî jî cara yekem bi van xebatên Mîdhed Beg û weşandina rojanameya Kurdistan, dest pê dike.

Ev rojnameya yekeme di dîroka Kurdistanê de. Her wiha, gelê kurd wê demê hem ji aliyê fîzîkî, hem ji aliyê çandî û ramanî, hem jî di warê ziman û gelek aliyên din de li hemberî êrîş, zilm û zordariya desthilatdaran têkoşîna man û nemanê dida. Taybetî û girîngiyeke din a mezin a rojnameya Kurdistanê jî ev bû ku, di demeke wiha de hate weşandin. Lewre pêdiviyeke mezin a gelê kurd bi danûstendin, nûçe, ragihandin û bi çand û hunera xwe, bi zimanê xwe hebû. Rewşenbîr û mîrê mezin ê gelê kurd Mîqdad Mîdhad Bedirxan ev valahî dît û bi ked û kespeke bêhempa ev valahî bi weşandina rojnameya Kurdistanê dagirt û pê re jî bû destpêkek, bû dîrokeke giranbiha. 

Mîqdad Mîdhed Bedirxan, bi xwe sedema weşandina rojnameyê wiha tîne zimên:

Miqdad Midhet Bedirxan di sergotara yekem a rojnameya Kurdistanê de li ser rewşa aborî û civakî ya gelê kurd jî radiweste.

Piştî zexta Osmaniyan li ser Misirê, rojnameya Kurdistan ji neçarî gelek cih guherandin. Bedirxaniyan weşandina rojnameya Kurdistanê li hin welat û deverên Ewrûpayê, mîna Cenewre, London û Folkstonê domandin. 

Hejmarên 1ê ta 5an li Qahîreyê, ji ya 6an ta 9an li bajarê Cenewreya Swîsreyê, ji ya 20an ta 23yan li Qahîreyê, hejmara 24an li Londonê, ji 25an ta 29an li Folkistona Başûrê Îngilîstanê û ji hejmara 30yî ta 31ê dîsa li Cenewreyê hatine weşandin.

Piştî Midhet Bedirxan Beg, Evdirehman Bedirxan Beg xwe da bin barê derxistina rojnameyê, di 47 meh û 22 rojan de, li sirgûnê di rewşeke dijwar de 31 hejmar hatine weşandin. 

Di 13ê nîsana 1909an rojnameya Kurdistan ji aliyê Osmaniyan ve hate girtin.




#Article 11: Klasîkên kurdî (682 words)


Anjî dibê gerek bibin yek

Meqeleya Klasîkên me – an şahir û edîbên me ên kevin ya Celadet Alî Bedirxan di kovara Hawarê de.

Em dikin qala klasîkên xwe bikin. Lê berî ewilî divêt em li bêjeya klasîkê hûr bibin. Ji ber ko ev bêje bi me ne nas e. Di edebiyata miletên ewropayî de heyamek heye jê re heyama klasîkan dibêjin. Ew heyama ko tê de şahir û edîbên klasîk rabûne. Ji wan edîb û şahiran bi xwe re jî klasîk dibêjin. Ewan edîbên ha teqlîdî edîb û şahirên yewnan û latînî dikirin û li gora isûl û qeydeyên wan dinivîsandin; gelek bala xwe didan wan isûl û qeydan, yani gelek isûl û şikilperest bûn. Ji edebiyatê pê ve ji her tiştî re ko di wextê kevin de û bi islûleke bijarte hate çêkirin klasîk dibêjin. Di warê mûsîqiyê de jî klasîsm heye. Herçi bestekarên wê heyamê ne ji wan re jî klasîk dibêjin. Mîmariya klasîk jî heye. Xulase herçi fen û sinhetên ko bi wê rêzikê ve çûne ji wan re klasîk dibêjin. Gelo di edebiyatê de klasîkên kurdmancan kî ne? Ew kengê rabûne û bi paş xwe ve çi eser hiştine ?

Bersiva vê pirsiyariyê ne hêsanî ye û jê re xebateke zor divêtin. Ji xwe ji eserên beriya islamiyetê hesêb tiştek ne maye. Piştî islamiyetê ji nav kurdan gelek şahir, edîb û peyayên zana rabûne, lê eserên xwe bi piranî bi erebî, bi farisî an bi tirkî nivîsandine; û ji wan milet û edebiyata wan re xizmeteke mezin kirine. Herçî şahirên tirkan ên mezin yên ko serê tirkan bilind dikin Nabî û Nefî her du jî kurdmanc in. Yên ko bi kurdmancî nivîsandine gelek hindik in û wan jî bala xwe ne daye zmên û çêtir kêfa xwe ji pirsên erebî û farisî re anîne. 

Digel vê hindê ev çend eserên ko pêşiyan ji me re hiştine edebiyata me a klasîk ditînin pê û di nav wan de eserine kûr û hêja hene. Ji xwe herçî folklora me ye, yanî edebiyata xelkê, di nav folklorên dinyayê de bi bijarteyî dikeve rêza pêşîn. Di rohelatê nîzing de folklora tu miletî ne gihaştiye dereca folklora me. 

Herçî klasîkên me, herwekî me got ev behseke dirêj û zehmet e, û jê re wextekî fireh divêt. Ev ne îşê bendekê an du bendan e. Heke îro em vê bendê dinivîsînin mexseda me ne ew e ko em li vê behsê hûr bibin û klasîkên xwe bisenifînin. Bi tenê em dixwazin vê behsê vekin; bi hêviya ko hinên din pê mijûl bibin û tiştekî tekûz bi ser xin. 

Di vê bendê de emê bê awerteyî qala hemî şahir û edîbên kurdmanc bikin yên ko bi kurdmancî nivîsandine. Heye ko, hinekê wan bi tenê şahirê dîwanê ne û ne klasîk in. Bila misenifê klasîkan bi wan mijûl bibe û klasîkan ji neklasîkan bibijêre; û heqê herkesî li gora hêjabûna wî bidiyê. 

Di vê babetê de di destên me de tu wesîqe nînin. Tiştên ko ez pê dizanim, min pirê wan ji şêxê rehmetî, Evdirehmanê Garisî bihîstine. Ji milê din di kitêba kurdîzanê ûris Eleksandr Jaba de der heqê edebiyeta kurdî hin not hene. Jaba ji melakî kurdmanc re di heqê edebiyata me de bendek da bû nivîsandin. Melayê kurdmanc, ji xêra Xwedê re, benda xwe ne bi erebî, ne bi farisî û ne jî bi tirkî, lê bi kurdmancî nivîsandiye. [Mebest ji Melayê kurdmanc Mele Mehmûdê Bazîdî ye û di wê demê de Celadet-Alî Bedir-Xanî nedizanî ka navê wî melayî çi bû. Mele Mehmûdê Bazîdî gelek destnivîs û belgeyên dî jî dane Alexander Jabayî, ravekirina Arif Zêrevanî.] 

Ewî melayî di benda xwe de qala tarîxa bûn û wefata her şahirî jî kiriye. Lê wer dixuye ko mela di van tarîxan de şaş e. Melê ew bêî ko bi rastiya wan bizane, ji ber xwe de û bi texmîn gotine, û li hev siwar kirine. Digel vê hindê em gotinên melayê Jaba weke xwe diguhêzînin stûnên xwe. Di benda melê de tiştine xelet hebin jî ew bend di celebê xwe de esereke yekta ye. Herweki Xanî gotiye: »Kurdmancî ye ew qeder li kar e« . 




#Article 12: Kitêbeke Hisabî (230 words)


KITÊBEKE HISABÎ

Perçeyek ji meqele “Klasîkên me – an şahir û edîbên me ên kevin” ya Celadet Bedirxan:

Vê paşiyê kitêbeke kiçik ketiye destên min, Kitêbeke mewzûn. Tê de qala hisabî kirine. Ev in çend beytên wê: 

Neh caran neh bi xwe hesêb ke biltemam
Heştê û yek in, tu bizan ya ez xulam.
Heşt caran çar çend in eya şîrînbira
Ew sih û dû ne herçî zêde ji te re.
Heft caran pênc çend in eya tiflê piçûk
Ew sih û pênc in da ko pê nebî xudûk.
Şeş caran sê çend in eya sahib meqal
Ew deh û heşt in tu bizan ya pîrê kal.
Pênc caran pênc çend in ey mêrê çak
Ew bîst û pênc in tu bizan ey canê çak.
Çar caran heft çend in tu bêje vê demê
Ew bîst û heşt in da tu hilnegrî xemê. 
Sê caran neh bo te beyan kim ya delal
Ew bîst û heft in tu bizane ya heval.
Du caran çar çend in min bo te kirye xet
Ew heşt temam in der vê nezma pir xelet.
Êk caran êk êk e bizan ya nasiha
Bo feqîrê koyî bêjin fatiha. 

Di dawiya vê kitêbokê de bi erebî şerhek heye. Li gora vê şerhê xwedî kitêba xwe di sala 1345ê romî de nezim kiriye; berî hevdeh salan. Gelo li kû derê? Li Tirkiyê, Iraqê an Sûriyê? 

Klasîkên kurdî




#Article 13: Kurd (4408 words)


Kurd neteweyeke îranî ye ku li herêma erdnîgariya ji Rojhilata Navîn, Çiyayên Zagrosê ber bi rojhilatê ve heta Çiyayên Torosê, li rojava, ji Çiyayên Hemrînê li başûr ber bi qeraxên Qers-Erzurumê li bakur dimînin û dijîn, ku piraniya wan li ser axa Kurdistanê dijîn û bi zimanê kurdî ku di bin ziman-malbata hind û ewropî de ye xeber didin. Nifûsa Kurdan nêzîkê 20-25 û  20-30 mîlyon e.

Îro li Tirkiyê mezintirîn nifûsa Kurd (15-22 milyon kes) heye, Îran, li Iraq û Sûriyê jî gelheya girîng ya Kurdan heye. Di heman demê de diasporaya Kurd li navçeyên cografîk ên cihêreng ên wek Ewropaya Rojava, Amerîkaya Bakur û Asya Navîn jî heye, nemaze ji ber kaos û pirsgirêkên siyasî û civakî yên li herêmê û sedemên din, nemaze di nîvê duyemîn ê sedsala 20-an de. Gava ku çanda kurdî di heman demê de bi têkiliyên sedsalî-hûnerî re di heman demê de bi çandên din ên Rojhilata Navîn re wekhevî heye, baweriya olî ya Kurd bi rengek pir sincretîk pêşve çûye. Digel ku pirraniya wan misilmanên sunnî ne ku girêdayî mezheba Şafîî ne, endamên gelek ol û baweriyên cûda jî hene. Li gel vana, mezhebên cûda, tevger û baweriyên cûda hene ku di nav kurdan de wek Êzdîtî û Ehl-e heq  xuya dikin û bi çand û têgihiştina olî ya kurdî re têne xuya kirin.

Bêjenasî ya peyva Kurd (an jî Kurdî) mijarek pir nîqaş e û nayê zanîn ka wê bi çi awayî tête girtin. Hin zanyar peyva Kurd bi peyva Karda di tabloyên Sumeriya kevnar de vedigirin, ku di sedsala 24-an B.Z de vedigirin, ku ew jî ji bo danasîna gel bikar dihat, digel ku hinên din peyva Kurd di danasîna hin eşîrên di Anabasis Ksenofanes de, ku piranî Kurd lê dijîn bikar anîn. Gotina Kardukhoi (ku wekî peyva Kardu pirjimar tête hesibandin ji ber ku paşpirtika kh ji paşpirtika pirjimar a ermenî ye û Ksenofanes diyar dike ku wan navên van eşîrên ji ermenî fêr bûn). Dûvre, di xebatên Livy, Polibios û Strabon de, civatek bi navê Kyrtiae û bi wan re têkildar e. Lêbelê, peyva kurdî di çarçoweya hevdem de Îranî ye; Bi rastî, ev peyv di ebata Kârnâmag î Ardashîr î Babagân de, ku di dema Sasaniyan de hatî nivîsandin, tê dîtin. Di derbarê Emehrazedê Sasanî Ardeşir şirove dikin, ev dîdevan behsa şerê Ardeşir bi Kurdan û dijminahiya wî bi Sîltan Madig re dike. Di beşa yekemîn a çîrokê de jî wisa hatiye nivîsandin ku di dema serweriya xirab a Îskender de, nîgarên Dara neçar bûn ku berê xwe bidin çiyayan û di nav kurdan de bijîn. Bi taybetî lêkolînerên destpêkê bi Kurdan re têkiliya Kardukhoi ya ku ji hêla Ksenofanes ve hatî behs kirin re têkildar dike, lê van dîtinan têne nîqaş kirin û ji destpêka sedsala 20-an û vir ve giraniya xwe winda kirine. Sedemên ku mirovên bi navê Xenofon Kardukhoi bi Kurdan re têne nas kirin ev e ku herêma ku ew îro lê dijîn li Kurdistanê, adet û taybetmendiyên cuda yên derveyî ne. Lêbelê, ev encam li ser bingeha pirsgirêkên bingehîn bû mînaka ku Kurd her gav li Kurdistanê dijîn, ku Kurd bi piranî lê dijîn, û koçberiya li herêmê di dîrokê de nehatiye hesibandin. Di heman demê de, ew başbûnek e ku civakên ku li herêmek mayîn dijîn hêvî dikin ku awayên jiyanek wiha nîşan bidin, ji bilî taybetmendiyên wan ên mîna etnîsîteyê bi demê re. Her çend nîqaşên li ser mirovên Kardu, Kyrtiae hene, ku bi gelemperî di çavkaniyên kevn de têne behs kirin û bi demê re bi kurd re têkildar in, raya giştî ya dîrokzan û zimanzanan ev e ku van navan ji navê kurda cuda nine. Sedema herî mezin a vê dîtinê vokala kurt e, ku di dawiya van peyvan de ye û di heman demê de parçeyek ji koka gotinê ye. Bi taybetî, peyva Kardu pir bi nakokî ye; gengaz e ku tîpa yekem ê vê peyvê bi tîpa K be, ne ku tîpa K, ku nîşan dide, ya Semîtîk QRD (tê wateya wêrek an xurt), dê tîpa Q diyar dike. Zimanzan hene ku vê yekê parêz dikin, her weha rexne û red dikin. Wekî din, heke peyva kurdî ji peyva farisî Gord hatî wergirtin, mimkun e ku peyva Gord wekî rengek Îranîzandî ya navekî wek Kardu ya herêmî (an Qardu) were dîtin.

Em dikarin bibêjin ku zimanê kurdan, komziman in ku gelek ziman an jî zarava tên axiftin. Kurdî ji şêwezarên sereke yên Kurmancî, Soranî, Kurdí Xwarig, Zazakî û Goranî pêk tê. Roja îro Kurd xwedî alavên ragihandinê ye, bi taybetî li herêma Kurdistana Iraqa Federal; televîzyon, radyo, înternet, pirtûk, rojname û kovarên Kurdî gelek hene. Li Başûrê
Kurdistanê jî Kurdî bûye zimanê dibistanan.

Kurd neteweyeke kevnare ye. Li gorî hin pispor û dîrokzanan, kurd bi Med û mediyan ve girêdayî ne, lê bi temamî ne aşkira ye. Ji mêj ve xwedî xet, nivîsandin û çandê bûne û mil bi milê neteweyên din ji bo pêşxistina çand û zanista xwe pêngav avêtine. Lê, piraniya cih û warên wî yên dîrokî ji ber derbasbûna demê û guherînên li cîhanê nemaze piştî îslamiyetê bandora ereban û dûgelên wan ji holê rabûne û têk çûne. Ev nivîs û nivîskarên ku mane jî girîngtirîn belge ne ji bo pêşandana şanî û dirûvê çanda netewe û welatparêzên kurd.

Qala Axa Karda li ser tableteke kîl ya Sumerî ji hezarsala BZ 3yem hatiye kirin. Li vê axê mirovên Su yên li herêmên başûrê Gola Wanê rûniştî bûn dijîn: Têkîliya zimannasî di navbera kurd û karda de nediyarî ye lê belê tên fikirîn eleqayek di navbera wan de gengaz e. Tabletên din yên kîl bi Sûmerî gelên di axa karda de  jiyane wek Qarduçî û Qurtî bi nav kirine. Ji hêla etîmolojiyê têkîliya peyva Karda/Qardu bi têgiha Urartûyê ya bi suryankî û bi têgiha Araratê ya bi îbranî re heye.

Tên gumankirin Qartî an Qartas -yên di çiyayên bakûrê Mezopotamyayê de  niştecîh bûn- bi îhtîmalekê pêşiyên kurdan in. Akadî di dawiya hezarsala BZ 3yem de ji aliyê koçberên ji herêma Qartas ve hatine erîşkirin û ew wek Gutî bi nav kirine. Wan di BZ 2150an de Mezopotamya feth kiriye û bi 21 mîran re hikm kirin heta Utu-hengel -mîrê sumeriyan- ew têk birin.

Gelek kurd difikirin pêşiyên wan ji Medan -xelkeke îranî ya kevn- hatiye û herwiha salnameyeke ku digihîje sala 612an -di vê salê de payîtexta asûran ya Nînovayê ji aliyê Medan ve hatiye fethkirin-  ji aliye kurdan ve tê bikaranîn.
Îdiaya esla kurdan ya ji medan di merşa wan de derbas dibe: Em xortên Med û Keyxesrew in
 Lêbelê, MacKenzie û Asatrian li dijî têkîliya zimanê Medî û Kurdî derdikevin. Ji aliyê din ve kurdî wek zimanê Medî şaxeke zimanên farisî yên bakurê rojavayê pêk tîne.
 Hin lêkolîner Kardoxên serbixwe wek pêşiyên kurdan difikirin, ên din jî Kîrtiyan çêtir digirin. Lêbelê, herî ewîl rastî têgiha Kurd di sedsala 7an de di çavkaniyên erebî de tên. Destanên wek Şahname û Kar-Namag i Ardashir i Pabagan ya bi Farsiya Navîn, pirtûkên ji dema ewîliya Îslamê, û çavkaniyên din yên îslamê vesîkayên pêşîn yên navê Kurd dide. Esla kurdan ya etnîkî curbicur in.

Di Kar-Namag i Ardashir i Pabagan de -nesireke kurt ya bi farsiya navîn hatiye nivîsîn- hatiye vegotin li dema Împeratoriya Sasaniyan Erdeşîrê Yekê li dijî kurdan û seroka wan, Madîg, şer kiriye. Tevî ku di destpêkê de têk biriye jî, Erdeşîrê Yekê di serîtewandina kurdan de bi ser ketiye. Di nameyeke Erdeşîrê Yekê ji dijminê xwe yê 
Erdevan V ku di heman berhemê de hatiye vegotin  stendibû de ew jî wek kurdekî hatiye nîşandan.
   
Di vê demê de bikaranîna têgiha Kurd bi îhtimaleke gelek mezin têgiheke civakî bû ku ji dêla komeke etnîk ya eşkere ji bo koçberên Îraniya bakurê rojava dihat bikaranîn.

Herwiha di BZ 360an de mîrê sasaniyan Şepûrê Duyêm ji bo fethkirina bajarê Bezabde -Cizîra îro- êrişî parêzgeha romê ya Zawdexê kiriye. Bajar bi hêz hatibû xurtkirin û ji aliyê sê lejyonan û gelek tîrvanên kurd ve hatibû parastin. Piştî dorpêçeke dirêj û dijwar, Şepûrê Duyêm dîwaran hilweşandine, bajar feth kiriye û hemû parêzvanên wê qetil kiriye. Dûre wî, bajarê stratejîk tamîr kiriye, leşkerên xwe yên çêtirîn di bajêr de bi cih kiriye.

Îhtimal e ku Qadishaye, yên ji hêla Kavadê Yekem ve di Singarayê de hatine bicihkirin, Kurd bûn û wan Ebd el-Mesîhê şêhîd perestibû. Qadishaye li dijî Sasaniyan serhildan kir û hemû xakên Farisî talan kirin. Dûre ew bi Ereb û Ermeniyan re beşdarî şerê Sasaniyan li dijî Bîzansê bûn.

Nivîseke nivîskarekî meçhûl ya ji sedsala 7an jî heye, ku di derheqê Mar Qardax, şehîdê Xiristiyanan, de hatiye nivîsîn. Mar Qardagh di sedsala 4em de di dema serdestiya Şepûrê Duyem de jiyabû, û tên gotin ew rastî Mar Ebdişoyê metran û şêhîd hatiye. Piştî lêpirsîna Mar Qardagh û leşkerên wî di derheqê eslê Abdişoyî de, wî gotiye dê û bavên xwe di rastiya xwe de ji gundê asûran ê bi navê Hazzayê ne lê ew hatine biderkirin, û piştre li Tamanonê, gundekî li axa kurdan yê ku tên terîfkirin li derdora Çiyayê Cûdiyê ye, niştecîh bûn.

Çavkaniyên suryanî yên ewil ji bo kurdan Hurdanaye, Kurdanaye, Kurdaye bi kar anine. Li gorî Mîxaîlê Mezin, hurdanaye ji erebên tayaye veqetiyabû û hewara xwe bir bo Theofîlusê, împaratorê bîzansê. Ew herwiha qala leşkerên Parsî yên ku li hêrema Qardu li dijî Musayî, serokê Hurdanaye, di sala 841an de şer kiribû dike. Li gorî Bar hebreausê, mîrekî kurdanaye hebû û wî di sala 829an de li dijî ereban serî hilda. Mîxaîlê Mezin ew wek pagan, mirîdên mehdî û pisporên magî hesibandin. Mehdiyê wan xwe wek Îsa û Ruhê Pîroz bi nav kiriye.

Di destpêka Serdema Navîn de Kurd di çavkaniyên erebî de bi awayekî belawela xuya dikin, û ev têgih hingê jî ji bo xelkekî taybet nedihat bikaranîn; şûna wê, wê têgihê nişanî eşîretên koçer yên îraniyên rojavayî dida, ku ev eşîret ji Parsiyan cûda bûn. Lê dîsa jî di Serdema Navîn ya Bilind de  nasnameya Kurdan ya etnikî her ku diçû dihat holê. Digel ku têgih bi awayekî civakî jî dihat bikaranîn, mirov dikare delîlên eşkere yên nasname û hevkariya Kurdan ya etnikî di nivîsên ji sedsala 12em û 13em de bibîne. Ji sedsala 11an û pê ve têgiha Kurd bi eşkereyî wekî etnonîm tê diyarkirin û hevwatetiya wê bi kategoriya etnografîk ya koçber re nîn e. Teberiyî nivîsiye ku di sala 639an de Hormuzanî, generalekî Sasaniyan yê ji malbateke mîrzade, li dijî dagirkerên îslamê li Xûzistanê şer kiriye, û bang li kurdan kiribû ku di wî şerî de alîkariya wî bikin. Lêbelê, ew têk çûne û ketine bin serweriya îslamê.

Di sala 838an de serokekî kurd yê li Mûsilê, bi navê Mîr Ceferî, li dijî Xîlafetê El-Mutasimî serî hilda, yê ku li dijî serhildanê  fermandarê Îtex şandiye. Îtex di vî şerî de bi ser ket û piraniya kurdan îdam kirin. Li dawiyê ereban herêmên kurdan feth kirine û hêdî hêdî pirraniya kurdan anîne Îslamê, û pir caran kurd di nav leşkerên xwe de bi cih kirine, yek ji wan jî Hamdaniyan in, ku endamên malbata wan yên mîrzade bi gelemperî bi kurdan re zewicîne.

Di sala 934an de xanedana Daylamite Buyid hatiye damezrandin, û paşê jî wan piraniya Îran û Îraqê îroyîn feth kirine. Di dema serweriya vê xanedanê de Bedr ibn Hasanwaih, serokeşîr û serwerê kurd, xwe yek ji giringtirîn emîrên wê demê da qebulkirin.

Di sedsalên 10-12an de çend serwerî û xanedanên kurdan hatine damezrandin, ku li Kurdistanê û deverên cîran hukim kirine:

Ji ber dagirkeriya tirkan a Anatolyayê di sedsala 11an de xanedanên kurd hilweşiyane û beşdarî xanedana selçûkê bûne. Piştî vê demê kurd di nav artêşên Zengiyan de gelek cih girtine. Piştî Zengiyan, bi rêveberiya Selahedînî Dewleta Eyûbiyan di sala 1171an de hatiye damezrandin. Selahedînî ji bo fethkirina Qudisê ji destê xaçperestan di Şerê Hattinê de serokatiya misilmanan kiriye; herwiha gelek caran li dijî Heşhaşîyan jî şer kiriye. Dewleta Eyyubiyan heya sala 1341an dom kiriye û di dagirkirina mongoliyan de têk çûye.

Xanedana Sefewiyan, ya di sala 1501an de hatiye damezrandin, warê kurdan jî bi dest xistiye. Bi rastî eslê vê malbatê digihîje kurdekî bi navê Pîroz Şah Zêrînkuleh, esilzadeyekî ku di sedsala 11an de ji Kurdistanê bar kiriye Erdebîlê. Şerê Ebexê, ku di sala 1514an de li Parêzgeha Azerbaycana rojava ya Îranê bi dawî bûye, destpêka Şerên Osmanî-Farisî yên di navbera Sefewiya Îranê (û xanedanên Îranê yên peyhatî) û Osmaniyan de bûye. Ji bo 300 salên bê, piraniya kurdan xwe li heremên ku di dema Şerên Osmanî-Farisî de di navbera Turkiyeyê Osmanî û Îranê de gelek caran hatine dest guherandin dijîn dît.

Şahê Sefewiyan ê Îsmaîl I (s. 1501-1524) serhildaneke Ezîdiyan a ku ji sala 1506an heta 1510an dom kiriye, dawî anî. Piştî sedsalekê Şerê Dimdimê çêbû, ku Şahê Sefewiyan ê Ebas I (s. 1588-1629) serhildana ku bi serokê kurd ê Emîrxan Lepzerîn ve hatiye serokatîkirin bi serfirazî dawî aniye. Piştre gelek Kurd hatine sirgûnkirin Xorasanê, ne tenê ji bo qelskirina Kurdan, lê di heman demê de jî ji bo parastina sînorê rojhilatê ji dagirkirina eşîrên Afganî û Tirkmen. Xelkên din yên wek Ermenî, Gurcî û Çerkez jî bi darê zorê ji hêla Ebas I û xelefên wî ve hatine sirgûnkirin.

Kurdên Xorasanê, ku hêjmara wan nêzîkê 700,000 in, hîn jî zaravayê kurdiya kurmancî bi kar tînin. Çend kurdên esilzade xizmeta Sefewiyan kiriye û di nav wan de hayine asteke baş, yek ji wan jî Şêx Elîxanê Zengenê ye, ku ji sala 1669an heta 1689an wek wezîrê mezin ê şah Suleyman I (s. 1666–1694) xebitiye. Ji ber hewildanên wî yên ji bo reformkirina aboriya Îranê, di dîroknivîsa nûjen de jê re Sefewî Emîr Kebîr tê gotin. Herwiha kurê wî, Şahqulîxanê Zengenê, jî ji sala 1707an heta sala 1716an wek wezîrê mezin xizmet kiriye. Siyasetmedarê din ê Kurd, Genc Elîxan, hevalekî nêzîk ê Ebas I bû, û di parêzgehên têvel de walîtî kiriye û ji bo xizmeta wî ya dilsozi dihat zanîn.

Piştî hilweşîna Safewiyan, Îran ketiye bin destê Împeratoriya Efşarî ku di dema xwe ya zêrîn de ji aliyê Nadir Şah ve hatiye hukimkirin. Piştî mirina Nadîr Şah, Îran ketiye nav şerekî navxweyî, gelek serok hewl daye ku desthilata wî welatî bigirin. Di dawiyê de Kerîmxanê Zend, generalekî Lekî yê eşîra Zend, desthilatê bi dest xistiye. Hingê di serdema Kerîmxanî de welat dewlemend bûye; huner pêş ve çûye, û têkiliyên navneteweyî jî hatine xurtkirin.  Kerîmxan wekî serokekî ku bi xelkê xwe re eleqedar bûye hatiye vegotin û sernavê Wekilê Xelkê lê hatiye kirin. Piştî Şerê Osmanî-Îran (1775-76) Kerîmxan karibûye ji bo çend salan desthilatê Besreyê di Îraqê Osmaniyan de bigire.

Kurd neteweyeke îranî ne û dîroka wan diçe sê hezar sal berî zayînê. Li gorî belgeyên dîrokî yên ku di destên me de hene; kurd li quntara çiyayên Zagrosê bi navên Gûtî, Lolo, Kasî, Mîtanî, Sobar, Nayrî, Manayî, Kardox û Xaldî û bi piranî di koçberiyê de jiyane. Paşê di salên 700 heta 550yê berî zayînê de dewleteke bi hêz a bi navê Med damezirandine.

Li gorî hin ji dîroknasan, ariyayî di hezareya sêyem a berî zayînê de li başûrê Rûsyayê bi ser bakurê Qefqaz û Deryaya Reş re koçbernî rojavayê Asyayê bûne. Li wir jî ew bûna du beş. Beşek ji wan çûye Ewrûpayê û netewey; ên Ewropayî yên niha paşmaya wê beşê ne. Beşa din jî çûye Rojavaya Navîn û bi maweyeke hezar salî li wir mane. Paşê jî berê xwe dane bakurê Îranê. Piştî demekê ew beş jî bi xwe bû du deste. Desteyek çû Hindê û li Pencabê bi cih bû. Gelê Hindistanê paşmaya wê desteyê ye. Desteya din jî li Îranê belav bû. Wan bi navê îranî deng veda. Ew desteya ku li Îranê niştecih bûn û wekî pars deng dan. Yên din jî ku her bi awayekî koçber jiyan û li ser çiyayên Zagros û Ararat belav bûn jî, dewleteke bi navê Med damezirandin. Faris jî pêş ketin û wan jî dewleteke bi navê Hexamenişîn pêk anîn û wan Dewleta Medya di sala 550yê berî zayînê de têk birin û pûç kirin. Vêca koka farisan diçe ser hexamenişiyan û ya kurdan jî diçe ser medan.

Kurd xwedî kevneşopiyeke zargotinê ya dewlemend in, ku heta van demên dawiyê bi piranî bi axaftin an jî kilaman ji nifşekê derbasî yê din bûye. Her çend e ku hin çîrokên nivîskarên Kurd li seranserê Kurdistanê baş dihat zanîn; piraniya çîrokên hatine vegotin tenê di sedsala 20an û 21an de hatine nivîsîn. Tê bawerkirin piraniya wan ji sedsalan gihaştine heta îro.

Armanc û şêwaza wan cûr bi cûr in, di nav zargotina kurdan de mirov dikare çîrokên di derbarê xweza, ajalên antropomorfîk, evîn, leheng û Bekoyan, afirandiyên mîtolojîk û jiyana rojane de bibîne. Mirov dikare di çandên din de jî hin ji van lehengên mîtolojîk mîna Sîmir, Şahmaran û Kawayê Hesinker bibîne, nexasim di Mîtolojiya Îranî de. Her wiha hin çîrok tenê li ser şahiyê ye, û hinên din jî li ser perwerdeyî û dîn e.

Dibe ku hêmana herî tê dubarekirin rovî bibe, ew bi fêlbazî û jîrîtiya xwe bi ser hemû cûreyên kêm hişmend dikeve, her wiha bi gelemperî di dawiyê de têk diçe. Mijareke din a gelemper di zargotina kurdan de jî eslê eşîran e. Çîrokbêj li pêşberî temaşevanên ku carinan bi tevahiya gundekî pêk tê, çîrokên xwe pêşkêş dikin. Mirovên ji derveyî herêmê ji bo guhdarîkirina çîrokan rêwîtiyê dikin û çîrokbêj bixwe diçin gundên din da ku çîrokên xwe belav bikin. Ev çîrok bi taybetî di zivistanê de geş dibin ji ber ku bi evarî mirov di hindurê malê de dimînin û peydakirina şahiyê hingê dijwar e. Ev çirok bi komên kurd ên heterojen re li hev tên û digel ku hin çîrok û hêman bi gelemperî li seranserê Kurdistanê tên dîtin, yên din jî xweserî herêmekê ne û girêdayî bi herêm, dîn û zaravaya xwe ve ne. Dibe ku mînaka vê ya herî baş cihûyên kurd ên Zaxoyê bin; li hemberî çîrokbêjên wan ên jêhatî li hemû deveran ji ber  kevneşopiyeke devkî ya bêhempa rêz tê girtin.  Mînakên din jî mîtolojiya ezîdiyan, û çîrokên kurdên Dêrsimê ne, ku di bin bandora ermeniyan de mane.

Piştî derbeya 1980an di dema qedexekirina zimanê kurdî de dengê dengbêj û çîrokbêjan hatiye birîn, û gelek çîrok ketine talûkeya tunnebûnê. Di sala 1991an de qedexeya zimên hatiye rakirin, lê dîsa jî çîrokbêjiya kevneşopî tesîreke neyînî ji gelek televîzyon û radyoyan girtiye. Lêbelê, hin nivîskaran di parastina van çîrokan de gavên mezin avêtine.

Herçend Îslama Sunnî destûra deqên mayinde nede jî, xemilandina laşên bi deqan di nav kurdan de berbelav e ji ber vê hindê tê texmînkirin van deqên kevneşopî ji demên berî Îslamê mane.

Hibira deqan bi tevlîkirina şîrê jineke nû keçik aniye, kezeba ajalan, tenî, û hin tiştên din tê çekirin. Deq li ser çerm bi bikaranîna derziyan tê nexşandin û binê çerm tê qulkirin. Wate û armancên deqan cûr bi cûr in, mînak; parastina li dijî xirabî an nexweşiyê, nîşana bedewiyê û girêdana eşîrê... Sembolîzma dînî jî di nava deqên kurd yên kevneşopî û nûjen de berbelav e. Deq ji li ser laşê mêran zêdetir li ser laşê jinan tê dîtin, û bi gelemperî li ser ling, çene, enî û derên laş ên din tê nexşandin.

Populerbûna kevneşopiya deqên mayinde di nav nifşên kurdan yên nû de pir kêm bûye. Lêbelê deqên nûjen zêdetir dibin, û deqên demkî hê jî mîna rêzgiriya çandê di rojên giring (wekî şevê hinnê) de tên lêkirin.

Gundên kurdan ên kevneşopî xwedan xaniyên hêsan e, ji herriyê tê çêkirin. Bi gelemperî, banên malan rast û textîn in. Heke gund li ser çiyayê hatibe avakirin, banê xeniyekî dibe hewşa xaniyê bilindtir. Lêbelê xaniyên bi banên wek kewara mêşan mîna yên li Herranê jî hene.

Bi sedsalan gelek avahîsaziyên kurd yên nuwaze bi şêwazên cûrbicûr hatine avakirin. Kurdistan bi mînakên avahîsaziyê yên kevnar ji Îran, Roma, Grek û Semîtîk serbilind e, ku yên herî navdar Bêstûn û Taqe Bostan li Kirmaşanê, Textê Silêman li nêzîkê Tekabê, Çiyayê Nemrûdê li nêzî Semsûrê û Kelehên Hewlêr û Amedê ne.

Yekem nimûneyên avahîsaziyên kurd ên rastîn, yên ku heta niha gihaştine, di sedsala 11an de hatine avakirin. Nimûneyên herî kevn ji Pira Dehderî ya Merwaniyan li Amedê, Mizgefta Menûçêhr ya Şedadiyan li Aniyê, û Kelha Kurd ya li nêzîkê Himsê pêk tên.

Di sedsalên 12 û 13an de Dewleta Eyûbî di bandora pêşiyê wan ê Fatimî, û reqîbê wan ê Xaçparêzan de gelek avahî li seranserê Rojhilata Navîn ava kirine û her wiha teknîkên xwe jî pêş ve xistine. Jinên malbata Eyûbî di parastina avahiyên nû de roleke giring girtine. Berhemên herî navdar ên Eyûbî Mizgefta Xelîl el-Rehman, ya ku Gola el-Rehman a li Rihayê dorpêç dike, Kelha Qahîreyê û piraniya beşên Kelha Helebê ne. Beşa giring a din ji mîrasa avahîsaziyê ya kurd bi banê xwe yê konîk a orîjînal herêmê hecê yê ezîdiyan Lalîş e, ku ji dawiya sedsala 12an/destpêka 13an heta niha gihaştiye. Di serdemên li pey de jî, serokên kurd û dewlet û emîrîtiyên wan li dinyayê şopa xwe bi forma mizgeft, keleş û bircan hiştine. Hin ji wan xirab bûne, hinek din jî bi armanca mîrasa kurd a çandî ji holê rakirinê hatine hilweşandin wekî mînak Birca Belek ya Emîrîtiya Botan e. Mînakên navdar Kela Xoşabê ji sedsala 17-an, Kela Şerwanê ya ji destpêka sedsala 18an, û Pira Dêrîn a Elwen li Xaneqînê ji sedsala 19an.

Ya herî navdar Qesra Îshaq Paşa li Bazid e, ku ev avahî bi bandorên mezin ji her du kevneşopên mîmariya anatolî û îranî hatiye avakirin. Avakirina Qesrê di sala 1685an de bi serokatiya Çolak Ebdî Paşa, begekî împeratoriya Osmanî, dest pê kiribû û avahî di sala 1784an de ji hêla neviyê wî, Îsheq Paşa ve hatiye xilaskirin. Bi qasî 100 jûreyên di nav de mizgeft, odeyên xwaringehê û zîndanan pêk tê û bi şekirinên hêja hatine xemilandin, ev Qesr xwedî nasnameyekê  ye ku yek ji baştirîn mînaka avahîsaziya serdema Osmaniyan û ya Anatolyayê ye.

Di salên dawî de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê çend avahiyên dîrokî wek Kela Hewlêrê û Mînareya Mudhafaria nû kiriye.

Kurdistan ji ber ku cihekî çiyayî ye, daristanên wê pir in û heta ku dilê mirov bixwaze tavgeh, çem û rûbarên wê jî hene. Ligel van jî ji bo çandiniyê jî gelekî bikêr e. Ev gişt bûne sedema vê yekê ku kurd berê xwe bidin çandinî û ajeldariyê (sewaldariyê) û debara xwe bi vê yekê bikin.

Ya ku diyar e, ji ber ajeldariyê jiyaneke neteweya kurdan a koçber hebûye û her tim çûne zozanan. Jiyana wan li ser pişta çarsiman bûye û li ku cihekî xweş dîtine li wir danîne û maweyekê li wir mane. Ji sewalên xwe havilên qenc girtine û ji hiriya wan ji xwe re cil û ber, kepenek, gore û hwd çêkirine. 

Ji şîrê wan ji xwe re penîr, mas, rûn û hwd girtine. Her karê ku ji destê wan hatiye kirine û hêdî hêdî berhemên xwe ji bo nifşên piştî xwe bi cih hêlane.

Ji bo ku jiyaneke neteweya kurdan a ajeldarî hebûye, diyar e ku di destpêkê de li çiyayan jiyaye.

Ji bo xwedîkirina sewalên xwe li rastî gelek kend û kospan hatiye û ji bo parastina sewalên xwe canê xwe avêtiye xetereyê. Li dijî dijmin, neyar û ajalan şer kiriye. Ji ber van sedeman kurd di pile û payeya yekem de netirs (bi xêret), wêrek û dilêr bûye. Her wisa şerker e û di tu şert û mercan de natirse.

Piştî ku gelê kurd li deşt û çiyayan bi vî rengî jiyaye, hêdî hêdî li hin cihan stiriye ûniştecih bûye. ligel çandiniyê sewalvanî jî kiriye. Lewre mijûlî avedaniyê bûye û ligel vê yekê jî fêrî xet û nivîsînê bûye.

Hêdî hêdî mil bi milê neteweyên din ên ariyayî ji bo pêşxistina çand û wêjeya xwe hewl daye û têkoşiyaye û kemiliye.

Major Soane (Ely Bannister Soane) ku yek ji rojhilatnasan e, di geştnameya xwe de dibêje: Kurd zor camêr, wêrek û netirs in, pir ji nêçîr û yariyan hez dikin. Ew dixwazin li deşt û çiyan bijîn. Ji bindestî û koletiyê hez nakin û jê aciz in. Gotina wan yek e. Gelekî cesûr û jêrek in. Zû fêrî ziman, kar û pîşeyan dibin. Gelekî jiax û niştimana xwe hez dikin û xwe li serî didin kuştin. Kurd gelekî bexşende, dilovan, dilêr, camêr, lêbor, mêvandar û mêvanperwer in. dinav kurdan de jin xwedî payeyeke berz in û zilamê kurdan gelekî rêz û hurmetê dide jiyana xwe. Di pêkanîna karekî de jê dipirse,. Jin jî mil bi milê zilaman dixebitin. di cotkirin, ajeldarî, maldarî, zarokxwedîkirin û xermanê de mil bi milê zilamê xwe dixebite. Jina kurd gelek bi namûs û damenpak e ku dawa wê pîs bibe jî wê dikujin. Keç bi dilê xwe dizewice. Dildarî reşbelek (cergûbez: di govendê de destênhevgirtina jin û mêran) di nava kurdan de bi nav û deng e û hemû ji şahî, dawet û govendê hez dikin. Ew vê yekê nîşan didin ku kurd diltêr, rûxweş, bi hiş, zana û wêrek in.

Neteweya kurdan di her serdemê de li ser ayîn û baweriyekê bûne. Wekî hemû neteweyên din ên ariyayî di şefeqa dîrokê de baweriya kurdan jî bi Xwedê hebûye û ew perestine. Her wiha bi perestina heyv, roj, stêrk, agir, av, ba, birûsk û tiştên bi vî rengî mijûl kirine. Wan di destpêkê de laşên miriyên xwe binax nekirine. Wan laşên miriyên xwe danîne ser latekî lûtkeyan da ku laşxwir wan bixwin. Bi vî awayî wan xwestiye ku dîsa bikevin nava laşê giyaneweran. Lê paşê ev rêbaz ji holê rakirine û laşê miriyên xwe pêçane û li çiyayan di bin axê de veşartine.

Paşê ji malbata Espîtmanî ya Medyayê kesekî bi navê Zerdeşt peyda bûye û bangî gel kiriye ku Xwedayê tek û teniya biparêzin û baweriyê pê bînin. Gel jî bawerî bi wî aniye û ayîna wî qebûl kiriye. Rêz û rêçikên wî bi kar anîne.

Piştî ku ola Îslamê li Kurdistanê belav bû piraniya neteweya kurdan bawerî pê anî û bûne Misilman.

Ew şûn û warê ku kurd lê dijîn jê re dibêjin Kurdistan. Di pirtûka Dairetûl Mearifail Îslamî de tê gotin ku Kurdistan parçe-erdekî biçûk e ku ketiye başûrê Rojhilat. Ew ji Loristanê dest pê dike heta meletî dirêj dibe û diçe bakurê Rojava. Dr. Mihemed Muîn dibêje: Kurdistan parçe-erdek e ku ketiye Asyaya Rojava û di navbera dewletên Îran, Iraq, Tirkiye, Sûriye û Rûsyayê de hatiye parçekirin. Çiqas ku dilê te bixwaze dewlemend e. Xezîneyên wekî av, petrol, sifir (mis), hesin, cîwe (ciwa) zêde tê de heye. Gotina Kurdistan di zimanê selçûqiyan de bi nav û deng bûye. Hemdulah Mestûfî' ev bajar wekî bajarên Kurdistanê bi êv kirine: Alanî, Elîşter, Behar, Xeftiyan, Derbendî Tacxatûn, Derbendî Zengî, Dibîl, Dînewer, Sultan Avay, Şarezûr, Kengwer, Qirmîsîn, Kirind û Xoşan, Maydeşt, Hersîn û Westam.




#Article 14: Mafên mirovan (148 words)


Mafên Mirovan mafên gerdûnî ên mirovan in, bê liberçavgirtina sîstema dadwerî an hokarên dî ên mîna qewmiyet, netewe, ol an bawerî.

Hizra mafên mirovan ji têgeha felsefî a mafên xweriskî hatiye. Hindek bawerin ko ji xwe mafên mirovan û mafên xweriskî her yek in û çi cidadî di navbera wan da nîne, lê hidek jî bi awayekê eşkira cidatiyê diêxin nav wan da. Her wekî di Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan da hatî, têgeha mafan li ser kerameta gewherîn a mirovan hatiye avakirin.

Hebûn, rewayî û naveroka mafên mirovan hêşta jî cihê gengeşeyên gerim ên siyasî, felsefî û civakî ye. Bi awayekê qanûnî, mafên mirovan di qanûna navneteweyî û di peymanan da û paştir jî di qanûnên navxweyî a hatine diyarkirin. Bi ser vê ra jî, carina mafên mirovan ji astê qanûnî derbaz dibit û awayê têgeheka exlaqî werdigirit û dibit binaxeyê hemî têkhiliyên mirovan bi hevdu ra.




#Article 15: Melayê Cizîrî (1364 words)


Melayê Cizîrî an Mela Ehmedê Cizîrî (z. 1570, Cizîr – m. 1640, Cizîr) yek ji helbestvan û nivîskarekî mezin yên kurd e.

Melayê Cizîrî zanyarekî kurd e ku di sala 1570 an de ji dayîk bûye. Wekî ku tê gotin, di sala 1640 an de çûye li ser dilovanîya xwe. Ku mirov behsa Melayê Cizîrî bike, divêt hinekî mezin behsa wî bikê. Zîra ew, mirovekî mezin bû. Bi hizra xwe re di dema xwe de gelek kifşkirinên mezin dana çêkirin.

Bi hizir û ramana ji xwe re jî mezin bû. Dema xwe baş û qenc fêhm kiribû û têgihiştî bû. Tê gotin ku wî pir nivîsandiye, lê ji wan pirtûkên ku wî nivîsandine zêde nehatin dema me. Gelek hê jî winda ne.
Hizra Melayê Cizirî pir mezin û pir bi kifş e. Ji ber vê yekê, pêşî em ji hizra wî dest pê bikin û behsa wî û jiyana wî bikin. Wî bi hizra xwe gelek kifşkirinên mezin dana çêkirin û ji xwe re demek da vekirin. Di sedsala 16'an de, hizir bi nêzîkatiyeke bi pergal bidest pêşketinê dike. Ew jî di vê yekê de, li Kurdistanê pêşavaniyeke mezin ji gel re dike. Ji ber vê yekê, ew û hizra wî çiqas were fêhmkirin û têgihiştin, ewçend jî rastiya wî û pêşketinên ku wî bi hizra xwe pêşengitî ji wan re kiriye, wê bêne dîtin.

Meleyê Cizirî di dema xwe de bi hizra xwe temenê demekê diafirîne. Temenê hizra hemdem û nûjen bi wî re li Kurdistanê mezin tê afirandin. Ew bi hizra xwe pêşavaniya vê yekê dike. Piştî wî çend zanistvan werin, bandora wî li ser wan xuya dibe.

Di wê demê de, Li Anatoliya hinek pêşketin hene. Lê pêşketinên ku dibin jî, pêşavaniya wan herêmê Mezopotamya dike. Bi zêdeyî jî, naqabine Dijlê û Ferat, di vê pêşavaniyê mezin bidest kirinê dike. Di wê demê de, Wek Semerqendê, Bexdayê û Şamê, Cizîra Botan jî navendeke mezin e. Li hewbûneke mezin li wir dibe. Ne tenê mirovên Misilman, yên Fileh û Êzîdî jî li wir dicivin. Wê derê ji xwe re weke navendekê dibînin. Bi vê yekê re, divê mirov bêje ku Cizîre Botan, navendeke mezin e. Bi vê navenditiya xwe re di serê mirovan, di nav gel û di pêşketinan de cih û war digire. Bi vê yekê re, divê mirov navê wê bi rêz hilde û bîne ser ziman.

Melayê Cizîrî li Cizire Botan dimîn û mezin dibe. Malbata wî ji wir e. Ji derûdore wir e. Ne ji deştê lê ji torê ya. Ji ber vê yekê jî, ew zû bi pêşdikeve. Malbate wî bi ehlîtiya xwe ve jî digihe malbata mîr. Nêzîkî hevdû ne. Ya rastî ku mirov bêje, malbate wî jî bi navê heye û mezin e û mîrîtiyeke wan jî heye. Malbate wî ji ber rewş û waxtê wan xweş e, êdî ji bo xwandin û pêşketinê ji Melayê Cizirî re gelek derfet derdikevin holê. Ew wan derfetan baş bi kar tîne û xwe bi pêş dixe. Piştî ku zarokatiya xwe li malê li gunde Hasetê dibuhurîne, êdî bi pêşavaniya bavê xwe û xwedîderketina mîrê botan, tê Cizîra Botan û li wir dest bi xwebdina xwe dike. Di nav îlm (hizir) de kûr diçe û mezin dibe. Bi vê yekê re di demeke kin de bi hişmendiya xwe, derdikeve pêş di nav gelê de. Ji ber ku di xwendinê de jîr û bi fêhm e, êdî zû bi pêş dikeve.

Meleyê Cizirî, bi wê zû pêşketine xwe rê, di demeke kin de xwe digihinê asteke mezine, di zanebûnê de. Bi vê yekê re, ku ew jî digihê wê qinyatê ku di hizir de mezin bûye, êdî dike ku xwe bigihinê zanistên dema xwe û bi wan re bide û bistêne. Ji ber vê yekê ji, êdî ew bîryara xwe dide ku ji Cizîre Botan derkeve û herê herêmên din yên Kurdistanê. Di wê demê de, herêmên ku navê wan hen, Sêrt, Çemişgezeg, Amed, Xîzan, Îdir, Heskîf û hwd. Ev der, tenê derne ji wan derên ku navê wan hene. Ew jî dixweze ku xwe bigihinê wanderan.

Di mala xwe de, Meleyê Cizirî birayê mezin e. Ji ber vê yekê jî, piştî ku bavê wî diçê li ser dilovaniya xwe, êdî divêt ku ew werê dewsa wî. Lê ew vê yekê erê nakê û birayê xwe yê ku ji xwe biçûktir didêne dewsa xwe û ji wir diçê. Êdî ew tê wan herêmên Kurdistanê, yên ku navê wan hene û di wan de zanist jî hene. Piştî ku ji Cizirê Botan derdikeve, êdî tê û li gelek deverên Kurdistanê dimene û wanderên ku lê dimene, li wanderan, di nav civatên wan de dimene û diaxivê û xwe dide naskirin. Piştî ku diçê gelek deveran, êdî tê û xwe digihinê Heskîfê.

Li wir, li cem Şêx Hisên demeke dirêj li cem wî dimene. Li wir meleyê Cizirî xwe digihinê asteke mezin. Piştre ku demekê li wir dimene, êdî piştre tê Amede. Li Amedê, di wê demê de mele Taha heye. Mele Taha, bi zanebûn û alimtiye xwe mirovekî pir mezin û zane ya. Meleyê Cizirî tê cem wî û li cem wî jî weke demekê dimene. Li wir jî xwe bi pêş dixe. Pir dixwîne. Pir eşqî xwandina. Piştî ku demekê li wir dimenê, piştre, êdî ku ew di zanebûne xwe de û di îlmê xwe de hê ji mezin dibe, êdî Mele Taha qinyatê pê têne ku ew mirovekî ku alime, êdî wî dişene gundekî bi navê Sirba ku li wir seydetiyê bike û fêran bide feqîyan. Ew jî, ku Mele Taha jê re vê yekê dibêje û dixweze, êdî ew jî bi dilekî xwêş dibêje erê û piştre rê digirê û diçê wir û li wir demeke dirêj dimene û seydetiyê dikê.

Piştî ku demekê li wir dimene, êdî careke di tê Amedê û li wir hinekî di jî li civate mele Taha dimene û dirûnihê û piştre careke dî rêya xwe digirê û tê cem Şêx Hisên Heskîfê û li wir jî demekê dimene. Piştî ku demeke dimene, duvre rêya xwe digirê û tê Cizîre Botan. Piştre ku carek dî tê Cizîre Botan êdî li wir bidest seydetiyê dikê. Meleyê Cizîrî, li herême botana hema bêja hemûkî digerihê û wanderan dibînê. Bi mirovên herêmê yên zanist rê hemûnkan rê dirûnihê û li wan dihisenê û xwe li wan dide hisandin. Bi vê yekê qedr û qiymetê wî hê mezintir dibe.

Meleyê Cizîrî, piştî ku divegerihê, careke dî derdikeve geran û li herêman digerihê. Lê êdî ne weke berê derdikeve geran. Êdî ew demên xwe bêhtir li Cizîra Botan bi fêrdayina faqayên ji xwe re dibuhurêne. Di wê demê de jî dinivîsene. Biqasî ku em zanin, wî li ser gelek mijarên hizrî nivîsên mezin nivîsandina. Gelek ji wan nivîsên wî ne gihana roja ma. Lê gelek ji wan jî, yên ku gihana îro, bidev gihana. Haya dawiya umrê xwe li Cizîre Botan dimîne. Li wir, li Medresa Sor jî, demeke dirêj seydetiyê dikê. Gelek faqa jê fêran digirin. Gelek feqîyên wî jî, piştre dibine zanistvanên mezin. Piştî vêqasê, heya ku digihê dilovaniya xwe, li wir dimene. Piştî ku digihê dilovaniya xwe, wî ji wî cihê ku wî lê fêr didana feqiyan û şîret li mirovan dikirin, naveqetênin. Mezele wî li Medresa Sor tê çêkirin û ew li wir tê bicihkirin.

Hê jî, haya îroj mezele wî li wir e û haya îroj jî dimene.

Pirtûk ji aliyê nivîskar Celaleddin Yöyler ve bi navê Şîroveya Dîwana Melayê Cizîrî hatiye neşrkirin....[bi giştî çar cureyên helbesta kurdî hene: 1. helbesta QEHREMANÎ-NETEWÎ ku mînaka wê ya herî berceste di zimanê kurdî da Mem û Zîn e 2. helbesta AWAZÎ-STRANKÎ ku mînaka herî berçav, xezelên Cizîrî ne 3. Helbesta AMOJGARÎ-PERWERDEYÎ û 4. helbesta NIMAYIŞÎ...her yek ji van cureyên helbestan  hêman û girovên xwe ne...her wiha di wêjeya kurdî da pênc rêbazên sereke hene: 1. rêbaza kevin ku pêşengê wê Ebdusemmed Babek e 2. rêbaza Êzidiyan 3. Rêbaza Botanê ku her yek ji kenkeneyên wekî Feqî, Cizîrî û Xanî bavê çiqeke vê rêbazê ne 4. rêbaza wêjeya kurdên Xorasanê ku pêşengên wê Ibni Xerîb û Ce'fer Qulî Zengî ne 4.rêbaza nû ku ji 1900 vêvetir bi destê Ebdurrehîm Rehmiyê Hekarî wek yekemîn nûxwazê kurd di qada wêjeyê da tê hisabê, dest pê bûye..înstagram: usibe_bemal]




#Article 16: Mela Hesenê Bateyî (214 words)


Melayê Batê yan jî Mela Hesenê Bateyî (z. 1417,  Colemêrg  - m. 1491 Colemêrg) helbestvan, wêjevan û nivîskarekî klasîk ê kurd bû.

Navê Melayê Bateyî yê rastîn Hesen/Husên e. Lê belê di pirtûka Ensîklopediya Îslamê de hatiye nivîsandin ku navê wî Ehmed e. Her wisa nivîskar û lêkolîner doktor Belîc Şêrko, Mihemed Emîn Zekî û Eladîn Secadî jî vî navî dipejirînin û di berhemên xwe de jî nivîsandine.

Mewlûda ku Melayê Bateyî nivîsandiye, ji aliyê Zeynelabidin Zinar ve hatiye tîpguhastin û di sala 1992’yan de li Stenbolê ji aliyê Weşanxaneya Firatê ve hatiye çapandin. Li ser pişta wê çapê Mele Ehmedê Batê nivîsandî ye. Lê li ser Mewlûda Melayê Bateyî ku di dema osmaniyan (Rumî 1323, Mîladî 1907’an) de, li bajarê Stenbolê hatiye çapkirin, Hesenul Ertoşî (Hesenê Ertoşî) nivîsandî ye. Tê zanîn ku Bate navê gundê wî û Ertoş jî navê eşîra wî ye. Ji xwe Bate gundê ertoşiyan e. Ebdulreqîb Yûsif di Dîwana Kurmancî de dibêje ku navê wî Husên e. Dibêje: Carekê riya min bi herêma Hekariyê ket, min ji malbata Bateyî pirsî û bersiv Husên bû. Jixwe mela û gelê wê herêmê hemû jî dibêjin ku navê wî Husên e 
Dibe ku navê wî Hesen/Husên be û Ehmed jî leqeba wî be.

Bi qasî ku tê zanîn, berhemên wî ev in:




#Article 17: Mazlum Doğan (155 words)


Mazlum Doğan (z. 1955 li Depê gundê Temanê − m. 21'ê adarê 1982 li Amedê) ji kadroyên sereke yê PKKê bû ku di 1982an de xwe şewitandiye.

Mazlum Dogan, di sala 1955an de li gundê Teman navçeya Depa Xarpêtê hate dinê. Piştî ku dibistana mamosteyan ya Balikesirê qedand, di sala 1974ê de li Zanîngeha Hacettepeyê xwe di Beşa Aboriyê de qeyd kir. Di dawiya salên 197an de dibistanê terikand û di nava endamên sereke yên yekemîn ên PKKê de cîh girt. Di 30yê îlona sala 1979an de piştî ku hate binçavkirin hate girtin.

Mazlum Dogan di sala 1982ê de di roja Newrozê de li zîndana Amedê bi 3 darikên şixatê Newroz pîroz kir û ji bo protestokirina kirinên dewletê xwe feda kir. Li girtîgeha leşkerî ya Amedê, di 21ê adara sala 1982an de bi armanca protestokirina zext û zoriyan xwe bidarde kir. Piştî vê çalakiyê ew ji aliyê PKKyiyan ve wek Kawayê Hemdem hat binavkirin.




#Article 18: Munzur Çem (262 words)


Rojnamewan û nuştox Munzur Çem 1947 de dewa Kêxî (Cêxî) Qurze de ameyo dinya. Mektebo verên dewa Kêxî Seter de, mektebê mîyanên Qeza Dêrsimî Nazimiya de wend. 1969 de Kolejê Sihhetî yê Dîyarbekirî (Diyarbakır Sağlık Koleji), 1971 de kî Mektebê Îqdîsadî û Ticarî yo Berz yê Anqara qedêna.

Munzur Çem, 1970 ra bi nika yew het ra meqale, roman û hîkaye nusneno, heto bîn ra kî, sanikî û kilamê ke mîyanê şarî de vajîyênê, înan dano arê, ano pêser. Meqaleyê ey ekonomî, polîtîka û kulturî ser o yê. Heto bîn ra îmla û gramerê kirmanckî ser o kî xeylê xebetîyayo.

Tayê semedan ra mecbûr mendo ke nuşteyanê xo bi nameyanê cîya-cîyayan binuso. Tayê îmzayê ke hetanî nika pê nuşto nê yê: H. Toprak, A. Taş, M. Çem, B. Şilan, S. Dilan, Mirzali Çimen û ê bini. 

Cîya-ciya tayê meseleyan ser o broşurê Munzur Çemî kî estê. Meqaleyî, lawikî, şanikê arêkerdeyî û hîkayeyî, hetanî ewro xeylê kovar û rojnameyan de vejîyayê û hema kî vejînê. Grûba ke çend serrî yo îmla û gramerê kirmanckî ser o gureyena (xebetêna) û Swêd de kovara Vate weşanena, Munzur Çem înan ra yew o. Nuştox naye de temsîlkarê na kovare yê Almanya yo, rojnameya hewteyî Roja Teze de, 15 rojan ra reyê kirmanckî meqaleyan nusneno.

Heto bîn ra M. Çem xebatkarêde heqanê merdîman (mordeman) o. Kurdistan û Tirkiya de rewşa (halê) heqanê merdîman ser o xeylê xebetîyayo.

Munzur Çem, sazkerdoxanê Kurd-PEN ra yew o (ju yo).

Broşur û meqaleyan ra teber, kitabê Munzur Çemî yê ke hetanî ewro weşanîyayê nê yê:

(Bi destûr ji Antolojiya Hamdi Özyurt)




#Article 19: Partiya Karkerên Kurdistanê (1188 words)


Partiya Karkerên Kurdistanê, bi kurte PKK, partî û rêxistina siyasî ku di sala 27ê çiriya paşîn 1978an de li gundê Fîs, Lîce, Amedê bi beşdarbûna 23 kesî kongreya damezrandinê pêk anî.

PKK wekî partiyeke marksîst-lenînîst hat damezrandin. Navê PKKê ji aliyê Ferhat Kurtay ve hatibû pêşniyarkirin. Sekreterê giştî (piştre seroke giştî) yê PKKê Abdullah Öcalan bû. PKK hewl dide ku li rojhilat û başûrê Tirkiyeyê, bakurê Iraqê, bakurê Sûrîyê û li bakurê rojavayê Îranê bi armanca avakirina dewleteke li herêmên erdnîgariya kurdan de dike û ji bo vê armancê li welatê re got: li dijî armancên leşkerî ji bo mayina xwedî derketina xweseriyê jî di nava sînorên Tirkiyê, cerdevan û sivîl li dijî stratejîk û qanûna rêxistina çekdarên derveyî cudaxwaz ên ku çalakiya aliyekî sansasyoniyê ye.

Wek bi navên KADEK (Kongreya Azadî û Demokrasiya Kurdistanê, û Kongra-Gel bikaranîne. PKKê, bawerî û hedefa fikrê serxwebûna Kurdistanê re hîn dan daxuyandin; “Rizgarkirina Bakurê Kurdistanê, rizgarkirina parçeyên Kurdistanê yên din e”. Piştî di sala 1974an de PKK ji aliyê Abdullah Ocalan ve hate damezrandin, ku heta sala 1990an ve îdeolojiya PKKê Marksîzm-Lenînîzm bûye, lê li ser avakirina îdeolojiyeke nû ji aliyê Abdullah Ocalan ve Konfederalîzma Demokratîk ew hate barkirin.

PKK; Ji aliyê welatên Yekîtiya Ewropayê, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, NATO, Tirkiye, Sûrî, Iraq, Îran û bi Saziyên Navnetewîyê re wek rêxistineke terorîst tê naskirin. PKK; Ji aliyê Neteweyên Yekbûyî, Rûsya, Çîn, Hindistan, Swîsre hin rêxistineke terorîstî ve ne hate qebûl kirin.

Berî ku PKK were avakirin PKK'yî mîna Apocî dihatin naskirin. Abdullah Ocalan û hevalên xwe li 1ê gulanê sala 1973an li Bendava Çûbûk a Enqerê civînek çêkirin û biryara komê dan. Piştî vê civînê li 1ê kanûna paşîn sala 1977an de li Dîkmen û Tûzlûçayir 2 civînên din hatin lidarxistin û biryara vegera welêt hat dayin.

PKK di navbera salên 1977 û 1979an de li Curnê Reş û Sêwrekê li dijî axa û hevkarên dewletê (mîna Bûcak û Sulêmaniyan) şerê çekdarî meşand. Di tekoşîna Curnê Reş û Sêwrekê de gellek kadroyên PKKê mîna Cûma Tak, Salîh Kandal, Halîl Çavgûn, Mehmet Sevgat jiyana xwe ji dest dan.

Di Kongreya Yekem de PKK li gundê Fîsê hat damezrandin. Roja damezrandinê 27ê çiriya paşîn a 1978an e. Wekî komîteya navendi (MK) heft kes hatin hilbijartin: Abdullah Öcalan, Cemil Bayık, Şahîn Dönmez, Mehmet Karasungur, Bakî Karer, Mazlum Dogan û Mehmet Xeyrî Durmuş.

Berî Darbeya leşkerî ya 12ê îlonê PKKê biryara derketina ji welêt da û li Libnanê li Newala Beqayê bi cih bû. Li vir di kampeke leşkerî û siyasî de kadroyên xwe perwerde kir. Piştî ku Mahsum Korkmaz li 28 adara sala 1986an li çiyayê Gabarê jiyana xwe ji dest da navê vê kampê bû: Akademiya Mahsum Korkmaz.

PKK di kongreya xwe ya 2em de (1982) biryara vegera welat û şerê çekdarî da. 
Di 15ê tebaxa sala 1984ê de bi çalakiyên Dih û Şemzînanê PKKê dest bi têkoşîna çekdarî kir. Û bi van çalakiyan îlana rêxistina xwe ya çekdarî, Hêzên Rizgariya Kurdistan (HRK) kir. Fermandarê giştî ê HRKê Mahsum Korkmaz bû. Rêxistina PKKê a eniyê û siyasî Eniya Rizgariya Netewa Kurdistan, ERNK di Newroza sala 1985an de hat avakirin.

Di sala 1986an di 3emîn kongreya PKKê de li dewsa HRKê ARGK-Artêşa Rizgariya Gelê Kurdistan hat ava kirin. Armanca PKKê avakirina artêşek ji gerîlla bû.

Di sala 2001an de di konferansa 1emîn a HPGê de, dewsa ARGK de HPG hate ava kirin. Vêga fermandarê giştî yê HPGê Dr. Bahoz Erdal e.

Di navbera salên 1984 û 1994an de bi hezaran ciwanên kurd tevlî refên PKKê Û ARGKê bûn. Di destpêka salên 90î de êdî li her deverê bakurê Kurdistanê serhildanên gel dest pê kirin.

PKKê di kongreya xwe ya pêncem de (1995) ala xwe guhert.

PKKê di sala 1993an de cara yekem agirbesta yekalî îlan kir. Ji vê demê û pê de PKKê xwest pirsgirêka kurd bi awayekî siyasî û aşitiyê çareser bike. Bi vê armancê gellek caran agirbest îlan kirin. Serokê giştî yê PKKê Abdullah Ocalan di sala 1998an de ji Sûriyê derket. 12 çiriya paşîn 1998an de hate Romayê û 15 sibat 1999an de jî bi komployek navnetewî hate girtin û radestî Tirkiyê hate kirin. PKKê di kongreya xwe ya 8em de xwe fesih kir (4 nîsan 2002). Di vê kongreyê de KADEK Kongreya Azadî û Demokrasiya Kurdistanê, hat ava kirin. KADEK li çiriya pêşîn a 2003an hate feshkirin û di dewsa wê de KONGRA-GEL hate damezirandin.

Piştre Koma Komalên Kurdistan an KKK di 20ê adara 2005an de wekî sîstemeke konferderalîst hate îlankirin. Li 4 nîsana sala 2004an de ji nû ve damezirandina PKKê hate îlankirin.

PKK ji aliyê DYA û YE wekî rêxistineke terorîst hatiye lîstekirin.

Partiya Karkerên Kurdistan bi qasî derve, li zindanan jî tekoşînek mezin meşandiye û li ber xwe daye. Di van berxwedanan de gellek kadroyên grîng û endamên komîteya navendî jiyana xwe ji dest dane.

Agirbesta yekem a PKKê a yekalî di sala 1993an de hate îlan kirin. Ji wê rojê û pêve hetanî sala 2007an 5 cara agirbest hate îlankirin.

Di 19ê adara sala 1993an de serokê giştî ê PKKê li Bekaa civînek çapemeniyê li dar xist. Bi beşdarbûna Serokê YNKê Celal Talabanî, PKKê di dîroka xwe de ji bona cara yekemîn agirbestek yek alî îlan kir. Li ser daxwazên sergirtî ên rayedarên dewleta tirk PKKê biryarek wisa stend. Agirbest wê hetanî 15 nîsana 1993an dewam bikira. Piştre gorî hin daxuyanî û nûçeyên rojnameyan, li ser daxwaza kevneserokkomarê Tirkiyê Turgut Özal, Celal Talabanî ji bona vê agirbestê navbertiyê kiriye.

Roja 15 nîsana 2003an PKKê agirbestê ji bona meheke din drêj kir. Lê hê agirbest xilas nebûbû, Turgut Özal bi awakî nezelal jiyana xwe ji dest da. Ji aliyê PKKê jî êrîşek çêbû û di encamê de 33 leşker jiyana xwe ji dest dan. Piştî vê êrîşê agirbesta yekem a yekalî bidawî bû.

Di sala 1995an de hate îlankirin. Lê belê ji ber operasyonên leşkerî û sûîkasta ku di dema Tansu Çiller, Dogan Gureş û Mehmet Agar li dijî serokê PKKê Abdullah Ocalan hate kirin, ev agirbest bi dawî bû.

Di sala 1998an de hate îlankirin. Ev agirbest jî mîna yên berê bê encam ma. Li gorî daxuyaniyên PKKê daxwaza vê agirbestê ji aliyê serokwezîrê wê demê ê Tirkiyê Necmettin Erbekan hatiye kirin. Lê belê piştî ku li 1ê îlona 1998an agirbest hat îlankirin Tirkiyê û DYA'yê gef li Sûriyê xwarin û mecbûr kirin ku serokê giştiyê PKKê ji Sûriyê derkeve. Piştî vê bûyerê jî agirbest demekê dewam kir. Bi radestkirina Serokê PKKê a Tirkiyê ev agirbest bidawî bû.

Di sala 1999an de hate îlankirin. li 2 tebax 1999an de PKKê biryara derxistina hêzên xwe yên çekdarî a ji sînorên bakurê Kurdistanê (Tirkiye) da. Li 1ê meha îlonê jî cara çarem agirbesta yekalî îlan kir. Ev agirbest 5 sala ajot. Lê ji ber ku ji aliyê dewleta irk ve ti gavên erênî nehatin avêtin û operasyon hatin domandin, ev agirbest li 1 hezîran sala 2004an bi dawî bû.

Agirbesta 5em li ser daxwaza rewşenbîrên kurd û tirk ên Tirkiyê, DTP, DYE, YE, ji aliyê KKKê hate îlankirin. Agirbest li 1ê çiriya pêşîn a 2006an dest pê kir. Li gorî daxuyaniyên rêvebirên PKKê û KKKê heger ti gavên erênî neyên avêtin ev agirbest li gulana 2007an bidawî bû.




#Article 20: Rohat Alakom (127 words)


Rohat Alakom (z. 13'ê gulanê, 1955 Qebaqom, Kaxizman) nivîskarekî kurd e.

Di roja 13'ê gulana 1955'an de li gundê Qebekom ku  bi Qaxizmanê re girêdayî ye (qezayeke bajarê Qersê) ji dayik bûye. Dibistana pêşîn, navîn û lîse li wir xelas kir. Paşê wi li Ankarê, li serbajarê Tirkiyê xwendina bilind qedand (1974-1978). Du salan 1979-1980î li Bulgarîstanê û di salên 1980-1982an de li Almanyayê ma, li bajarê Frankfurtê. Di sala 1983ê de  koçberî Swêdê kir. Ji wê demê heta niha li Stockholmê dijî. Qasî 20 pirtûkên Rohat Alakom bi zimanê kurdî, tirkî û swêdî li ser dîrok û wêje hatine weşandin. Pirtûka wî ya yekem bi zimanê swêdî bi navê Di Hezar Salan de Pêwendiyên Swêdiyan û Kurdan derketiye. Hin lêkolînên wî bi zimanê din  der çûne.




#Article 21: Siyehpûş (607 words)


Siyehpûş an Siyahpoş yek ji nivîskarên klasîk yên kurd e.

Helbestvanê kurmancînivîs ê herî pêşî yê li navçeya Silîvan Siyehpûş e. Di nav gel de ji ber karakterê Kurmanciya Silîvkî jê re Siyapoş an Siyahpoş jî dibêjin ku bi Farisî bi maneya reşpêçayî, reşgirêdayî, reş li xwe kirî ye. Heye ku ew bi xwe jî ji bona lihevkirina beşavendan (qafiye) carina Siyehpûş û carina jî Siyahpoş bi kar anîbe.

Li gora agahdariyên ku muderis Mele Hadî efendî dide me, “Siyehpûş berî ku were Silîvan li gelek cîhan geriyaye; li ba aliman, li ba mîrekan û hwd. Pêşi tê Hekkariya, dû re dibihîze ku alim û mîrekên mezin li Farqînê hene, ew jî tê Farqînê. Li gor texmînan 20-25 saliya xwe da hatiye Silîvan. Demek dirêj li Kurbeytê dimîne û li wê derê meletiya gund dike. Di helbestên wî de, di wêjeya wî de, mirov dizane ku Siyehpûş alimekî mezin e.” Li gora ramana wî Siyehpûş 137 sal berê di 1868 de hatiye Silîvan.

Li Silîvan danûstandina wî bêtir bi Ferhoyê Izêr axa re çêdibe. Ferho (Ferhan) axa bi mêraniya xwe bi nav û deng bû. Qesra Ferho li Kevanê Kêrê (Qêre) ser pozê Kanîgulanê bû. Di şerê berxwedana xwe ya li dijî Osmaniyan a sefera ser Kurdistanê de têkçû, hate qefaltin û li qazox xistin. Ferho axa rojek ji Siyehpûş dipirse, dibêje “Siyapoş rast bêje ez yekî çawan im?” Siyehpûş di ber xwe de dibişire, bersîv nadê. Ferho axa cara dudiyan jê dipirse. Hingê Siyehpûş dibêjê “Axayê min xweş axa ye, lê qûna wî qûna qazoxa ye.” Mixabin ku paşiyê jî wek wî dertê. Ev gotina wî hê jî di nav zanyarên dînî yên Silîvan de digere. Di pey de Siyehpûş diçe Bexdayê.

Siyehpûş di nav mela û xwendayên medresê yên Silîvan de naskirî û hezkirî ye; xezel û perçe şi’rên wî ji ber tên zanîn û xwendin. Dastana wî ya bi navê Seyf ul-Mulûk di nav melayan de tê zanîn. Nusxeyek jê li ba meleyek ku dinasim hebû, lê ji bona dîtina wê mêrik doza zêran dikir. 

Bi qasî ji zimanê wî yê di Seyf ul-mulûk û hin helbestên wî têdigihêm; zaravayê wî ji kurmanciya Botan-Badînan-Hekarê bêtir li ser ya xeta Silîvan û Îranê, li gelek ciyan jî bi terkîb û telafuzê ji Kurdî bêtir li ser Farisî diçe. Kurmanciya wî fereh e, felsefeya wî ya tesewiya îslamî û kûr e, zanîna wî ya gelemper bilind e, hunermendiya wî ya şi’r û edebiyatê bi hêz e.

Çîroka Seyf ul-mulûk wek Leyla û Mecnûn an Ûsiv û Zuleyxa çîrokek erebî ye, li ser serpêhatiya çûyîna Seyf ul-mulûk a Serendîbê (adaka ku Adem cara pêşî ji bihiştê hatiye û lê danîye). Siyehpûş ew çîrok bi kurmancî û bi nezim nivîsiye ku li gelek ciyan meriv xwe di serpêhatiyên di çîrokên hezar û yek şevê de hîs dike. Bi teşeyê mesnewî û di navberan de jî bi xezelan xemilandî ye. Xezelê wî yên serbixwe jî hene

M. Reşît IRGAT pirtûkek piçûk ji “çend xezel û helbest”ên wî pêkhatî di nav weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê di 1999 de, Celîlê CELÎL jî “SEYFUMULUK” a wî li Wien (Viyana) di 2000'î de weşandine.

Perçeyek ji meqele “Klasîkên me – an şahir û edîbên me ên kevin” ya Celadet Bedirxan:

Dibêjin leqeba Siyehpûş pê ve bûye ji ber ko hewranikî reş bi xwe ve dikir, li hespekî boz siwar dibû û kolosekî spî li serê wî bû; û ew di nav hesp û kolosê spî de reş dikir. 
Ji şihra jorîn em dizanin ko Siyehpûş di pişt Xanî re ye. Jû pê ve Siyehpûş bi vê şihirê ji me re du şairên din dide nas kirin: »Mekî« û »Şêxê Babeşîrê«”

Klasîkên kurdî




#Article 22: Sahan Axa (1003 words)


Şahan pîlê aşîra Bextîyaran o û dewa xo Pakire ya. Pakire, girêdayîyê qeza Dêrsimî Xozatî ya.Eslê xo de bextîyarijî kirdaskî (kurmanckî) qesey kenê labelê înanra tayîne kirdaskî terk kerdo, ewro kirmanckî (zazakî) qesey kenê.

Keyeyê Şahanî nînan ra yew bîyo. Heto bîn ra no keye, keyeyêdewelatperwer bîyo. No sebeb ra kî demê Komara Tirkiya de çiqas kedest ra amo, dewlete ra durî vineto.

Şahan Axa, mordemêde zanayox, welatperwer û çêr bîyo. Ey Xarpêtde mekteb wendo. Goreyê vatişê tayê naskerdoxan mektebo mîyanên(ortaokul), ê tayîne ra gore kî lîse qedênaya. Şahanî polîtîkaya dewletatirkî rind nas kerda û o sebeb ra kî dêyme nêgino dama aye ro. Mîyanêxo û Sêy Rizay û welatperweranê bînan weş bîyo ke nînan ra yew kîAlîşer Efendî bîyo. Mabênê ey û Alîşêr Efendî hen zaf weş bîyo ke siroke debara xo rinde nêbiya û kewto tenge, Alîşêrî ci rê şîîre nuşta, yardimwasto.

Çiturî ke êno zanayene, hukmatê tirkî 1935 de Qanûnê Tuncelî(Tuncelî Kanunu) vet, îdareyo orfî îlan kerd. Aye ra dima kî generalAbdullah Alpdogan sey Muffetîşê Umûmî û qumandarê îdareyê orfîrusna Xarpêt. 1936 de dewlete ef îlan kerd û Dêrsim de çekî top kerdî.Çi esto ke sey tayê serekaşîran û pîlanê Dêrsimî, ahan Axayî kîbaweriya xo bi dewlete nêarde, teslîmkerdişê çeke qebûl nêkerd. Ey kîsey welatperweranê bînan vat ”Dewlete nika bi zono nerm qesey kena,çekan kena topî, o ra têpiya kuna ra werte, miletî qir kena.” Şahanî keniya kerd, Avdile Paşayî (Abdullah Alpdoganî) mordemî kerdî mabên,wesêna ey ser, berd Xarpêt ke tey qesey bikerone. Mordemê dewleteuca ci ra vanê ”Çiqasî erazîye, dukan û pere wazena dame to. Ekememûrênî wazena aye kî dame to, Dêrsim terk bike. Nê koyan ra vindena se kena?”

Labelê Şahan vatena înan qebul nêkeno. O şarê dormeyê xo ra vano“No plan, planê parçekerdişê Dêrsimî yo. Na damê ya, ma rê na ro.“Eke qebul nêkeno, orfî îdare nêverdano o peyser şêro Dêrsim, eymecbur keno ke Xarpêt de bimanone. Labelê demê ra têpiya ŞahanŞahan Axa remeno, peyser şono bi Dêrsim.

Têpiya 1937 de siro ke Alîşêr Efendî bi Zerîfa Xanime ra ameykîştene, Sêy Rizayî cayê xo vurrna şî Derê Birdû. Seke şî uca kî wesênaŞahan Axayî ser ke şêrone lewe. Çend rojî ra dime Şahan şî, ey bi SêyRizayî ra rewşê Dêrsimî ser o derga-derg qisey kerd. O ra têpiya ŞahanîSêy Rizayî ra musade wast, vat ”Karê mi esto, ez son karê xo qedênenû heftê ra têpiya peyser ên.”Heto bîn ra dewlete Şahan Axa raya xo ser o sey bendêde (engel)gird dîyêne û kistîşê eyî xo rê kerdîbî hedef. Qumandarê Alaya MuhafizeAlbay Îsmaîl Hakki Tekçe raporêde xo de niya vano:“... Mintiqa ma de bi taybetî îmhakerdişê çeteya Şahanî, noxtamuhîma verên a. Seba îmhakerdişê nê xayînî tayê tedbîrê mayê keamêguretene kî estê ...“Rastî kî o sire de dewlete hem bi ters hem kî bi pere şaro ke nêzdîyêŞahan Axayî yo ra di mordemî kerdîbî hetê xo. Nînan ra yew (ju), MemêPirçoyî (Pirçî) bî, yew kî Xidê Lilê Verojî. Nê her di mordeman qebulkerdîbî ke Şahan Axayî bikîşêne. Xidê Lilê Verojî, maye ra birayê ŞahanAxayî bî.Şahan o mabên de şî mintiqa aşîra Qocan (Qozan), înan de qeseykerd, wast ke herb kuyêne. Çike serrê o ra raver, tayê aşîran qirbanêXizirî ser o sond werdîbî, soz dabî Sêy Rizayî ke dest bidêne yewbînan,piya pêro dêne; înan ra yewe aşîra Qocan bîye.Şahanî ke înan de qesey kerd cêra ra (agêra), mintiqa xo de şî Mazra(Mazra Koyê Balkanî). Uca keyeyê (çêyê) Îvrayîmê Xidê Mistê Sate debî meyman. Xebera Xidî bîye ke tayê mordemî wazenê Şahanî bikîşêne,çi esto ke no plan ci ra eşkera nêvat. Hurendiya naye de tayê qeseyêsotraxkî estî ra ver hama Şahanî şik nêkerd.Çend rojî be ke Şahan Axa bêhewn bî. Naye ser o kî cêra ra hevalêxoyê raye Memê Hure ser, vat “Memed, hewnê mi êno, ez wazen tenêrakune.“Memê Hure îtîraz kerd, nêwast ke rakuyone hama Şahanî de halnêmendîbî; ust ra, bî teber, nêzdiyê banan de hênî ser o darêda qewaxebîye, şî binê aye de kewt ra (rakewt).Seke kewt ra kî Memê Pirçoyî bi Xidê Lilê Verojî ra piya hewn de napira kîşt. Tarîx 26ê tebaxe 1937 bî.Apê Şahanî Alîşanî o ra raver çend rey Şahan hesênabî pê, vatîbî“Memê Pirçoy bi Xidê Lilê Verojî ra xirabe dime r’ ê, bê ma nînanbikîşîme“ labelê Şahanî qebul nêkerdîbî. Ey apê xo ra vatîbî “Xidê LilêVerojî birayê min o, ez çiturî bikîşîne? şar mi rê xirave vano.“Kîştiflê Şahanî ra têpey, her di qatilan xebere dê Alîşan Axay ard,raye ra o kî kîşt. Eke o kî kîşt, qatilan na rey xebere dê qereqolêQerevlanî. Qumandaro tirk ame, sarê Şahanî û apê ey Alîşanî daybirnayene, kerdî çuwal, berdî.Şahan zewejîyaye bî hama ey ra domanî çînebî.Hata ewro, tarîxê mayaxorabîyayîşê Şahan Axayî ser o agahdarîyêdaraste ra mi dest nêkewta. Hama siro ke o amo kîştene, zaf ciwan bîyo.Qaremananê Dêrsimî ra Şahan Axayî ser o lawikê kî yena vatene.Varyantêde na lawike wina yo:SAHAN AXA (1)Wile (2) bîye leminê bîyeÎsanê na zemanî kêşî de nêmendo bextWax bîyeSahan Axayê min bezke (?) xaro leminSahan Axayê min vîyala tekeSahan vano:”Ez merdena xo ver nêkun leminTers gino ro mi keMi dima Koyê Dêrsimî deNêmano cênik û çêneke.”Sahan Axayê mi merdo nêmerdoşîkîyo tilsime KirmancîyeSahan Axayê mi qolê xo guretoşîyo geçê Koyê MûzirîSahan vano:”Qozanê (3) caro bêbextênî mekerêMa piya werdo qirvana Xizirî (4) lemin”Sahan vano:”Qozanê caro bêbextênî mekerêMa piya werdo qirvana Xizirî.”Xozatî persenaMi va Qerevlan (5) ra nat o wîy!Sahan vano:”La lawo Lazê Pirçoy mi de mizewirênî mekeMin û to cizikê Gulîzare piya lito”Heqo ti caro kêşî ra nêdê dîyayîneEwro biray sarê biray berdoXozat de wax rotoSahan Axayê mi ti caro merdena xo ver mekuyeHesen Axayî to ra ravêrî hêfê to gureto leminWile bîye leminê bîyeÎsanê na zemanî kêşî de nêmendo bextWax bîye1. Na kilame bandê Usên (Hüseyin) Doganay ra ama guretene.2. ”Wile” eve şêkilê ”wele”, ”ule” kî yêna vatene.3. Qozanan (Qozû): Aşîrê wa. Dewê na aşîre dormê Alî Boxazî der ê. Qozançiqaşî ke Sêy Rizay de sond werdo ke piya eskerî de pêro dê kî serra 1937inede tifang nêesto. Sahan nazay ser o vano ”Qozanê caro bêbextênî mekerê”.4. Qirvana Xizirî: Qirvano ke raya Xizirî de yêno kerdene.5. Qerevlan: Wertê Xozatî û Vacixe (Ovac›k) de mintiqê wa.




#Article 23: Ziman (1474 words)


Ziman awayê gotin û ragîhandina di navbera mirovan de ye.

Li gorî nivîskar Abdusamet Yigit, gotina ziman bixwe jî ji dema hûriyan maya û di dema hûriyan de bi rengê za-am-ma-an û zamni hebûya. Bi rengê za-am-ma-an-ti û zú-wa-i-ni jî hebûye.  

Ku ne zimanê mirovan bûya dê gelek cudatî di navber mirovan û lawiran de nebûya, ne tenê ji alî mejî ve, lê belê ji alîiyê fîzîkî ve jî. Ji ber ku bikaranîna mirovî ji zimanî re hiştitbû dev û rûyê wî bên guhartin, wek valatiya di ezmanê devê mirovan de, çenga mirovan kurt e, ne wekî çenga lawiran e. 

Ji ber ku jiyana mirovên destpêkê pêşket û di komên biçûk de jiyan kirin lewra neçar man ku gelek dengan derxin. Pêwîste ku mirov bizanibe ku ziman ne tenê li ser bingehî dengan derketêye, lê belê li rex deng, gelek hêman û nîşanên cuda hebûn. Girîngiya hereketan gelek hebû. Em vê yekêjî heya niha di hemû civak û zimanan de dibînin, ji ber ku arîkariya me ji bo danasîna tiştekî, peyvekî, navekî, pîvanekî û gelek wate û awayên ku em dixwazin bidin nasîn. Bi taybet jî hereketên destan, çavan û serî, ev hereketana li gel hemû gelan heye, û hemû kes dikarê bikar bîne, mînak: demê ku tu tiştekî naxwazî, tu serê xwe paşvadibî yanjî tu destê xwe didî pêş xwe.

Ji bu ku em çavkaniya derketina ziman nasbikin, pêwîste em di destpêkêde zimanên Meymonan û zarokên biçûk lêkolîn bikin. Her wiha pêwîste em zimanên kevin û zimanên vê demê bi hev re kêşe bikin. Cudatî û hevbeşiya di navber wan de nasbikin. Em dizanin ku em û Meymonan (bi taybet jî Şampazî) rebi çend gotinan par dikin, wek gotina ( KİX) ku ji bu tirsandina zarokan tê bi karanîn. Ev peyva di hemû zimanên cîhanêde heye. Her wiha peyva (Ba) û (Ma) ku zarokên yek Salî pê bangî bav û dayka xwe dike.

Gelek peyvên hevbeç di nav ber mirovên cîhanê de hene, tû dibînî ku gelek peyvên Îngilîzî di zimanê Misrî yê kevin de heye. Herusa gelek peyêv ku di gelek zimanan de yek wateyî didê heye wek ( na-no-nîst, nû-new-yeni, qut-cut- qet......û hwd). Ev tê wateya ku hemu ziman ji yek yan jî çend çavkaniyan çêbûne.

Tê gotin ku rolek mezin ya agir di pêşketina ziman de heye, bi taybet jî bandora vê yekê li ser jinan kiribû. Çawa rola agir ? Û çima bi taybet jî jin?
Wek tê zanîn ku bi karanîna mirovan ji agir re hîşt ku mirov bi şev li dora agir ronin. Lê ji ber tarîtiyê ku hêl nada ku hereketan û hêmanan bi karbînin, mirov neçar dibûn ku peyêv û dengan derxin. Ev yeka bi taybet jî jinan dikir, ji ber ku jin bi karên çandiniyê dikirin û bi şev li hev dicîvan û ji hevre dipeyêvîn.

Gelek peyêv bingehê xwe ji dengê ku derdixînê nav lê hatine kirin, wek: Ba, Qijok xirxirk, çirçirk, firok, Baq, xûçxûşa avê, himhima Aş........hwd.

Zorahiya herî mezin ku mirovan di afirandina zimande kêşeya navên hêjmara (reqem) ne. Di zimanê gelê daristanên Awûstralyayê de ji bilî hêjmara Yek (1) û Dû (2) tû hêjmarê dîtir nîne. Mînak : Ji bu ku hêjmara Sê (3) bînin ziman, wiha dibêjin “dû(2) û yek(1)”, û ku bixwazin bêjin deh (10), wê bêjin “ 2 û 2 û 2 û 2 û 2”. Ev yekajî dide xûyakirin ku çiqasî ziman pêşketiye û roj bi roj berfereh dibe. Li rex wêjî gelek ziman ji holê tên rakirin û wek zimanê gelên Amazon û gelek gelên ku bi komkûjiyan ji holê hatin rakirin, bi wan re jî ziman û hûnera wan hate kûştin. Her wiha gelek milet bi zimanê xwe yê zikmakî naxifin, di vî milî de zimanê Îngilîzî di pileya yekê daye ku bandora xwe li hemu cîhanê dike. Niha nêzikî 4000 zimanî zindî di cîhanê de hene.

Em dixwazin di despêkê de beş û şaxên zimanên Cîhanê bidin xuyakirin. Li gorî zimanzanên cîhanê ku zimanên zindî dabeşkirine û bingehê wan vekolandine, û li ser vî bingehî ku rêziman, koka ziman, devoka ziman û şêwayê pêşketina zimanan, hemu ziman hatine dabeşkirin.

Heta niha ji bo şarezayan nediyar e ku cara yekem mirov li ku dera cîhanê peyda bûne yan ji wir çûne ku û li ku niştecih bûne?
Ya ronî û eşkere ew e ku mirov di li cihekî jiyane û bi zimanekî axivîne. bi derbasbûna demê hêdî hêdî zêde bûne, bi neçarî ber bi vî alî û wî aliyê cîhanê ve çûne û berbelav bûne. Bi vî awayî wekî civak, kom û deste hatine dabeşkirin. Her komekê jî ji xwe re şêwe û zimanekî taybet peyda kiriye. Hemû zimanzan li ser vê li hev dikin ku ziman di destpêkê de sade bûye û dibêjin ku ziman ji dengê ba, baran, giyandar (jîndar) û kar û tevgera mirovan derketiye holê; paşê ku mirov bi pêş ketine û şaristanî bi dest xwe ve anîne, zimanê wan jî bi pêş ketiye.
Ew şareza li gorî bîr û baweriyên xwe dengên ku di zimanê kurdî de hene bi vî awayî rave dikin:
kalîna mîhê, lorîna gur, heftîn (hewtîna)a se, hêrîna bizinê, nirîna şêr, şêyîn-hîrîna hesp, waqîna rovî, qareqara mirîşkê, qebîna kewê, xuşîna avê, vizîna bayê, gurmîna topê, teqîna tifingê, çîkîna cûcikê, çîrîna derî, kilîna meşkê, xirçîna zebeş, zimîna pê, hirîna ewran, mewîna pîsîkê û hwd. ku di kurdî de mînakên bi vî awayî pir in.
Tê zanîn ku mirovan di destpêkê de nekariye binivîse û alfabeyek jî ji bo nivîsandinê tune bûye. Dîroka alfabe û nivîsînê nayê zanîn lê wisa tê xuyakirin ku yekem xet nivîs pir sade û zakokane bûye û ji wê xetê re Xeta Wêneyî hatiye gotin. mirovan bi xêzkirina wênayan helwesta xwe ji hev re diyar dikir.
Hêdî, hêdî di nava neteweyan de xet guheriye û jê re alfabe hatiye diyarkirin û navê Alfabeya bizmarî lê hatiye kirin. Bûyerên şerên xwe li ser kevir û zinaran bi vê xetê kolane. Xetên bizmarî yên îranî jî hemû xetên bizmarî yên babîl û Aşûrî sadetir û xweştir bûne û her wiha cudahiyeke mezin di nav vê xetê û xetên navborî de hebûne. Çima ku gelê îranê alfabeya bizmarî ya babîlan guherî û elfabeyeke bi rêk û pêk damezirand. Ew kevirên nivîsî ku li Textê Cemşîd, Bêstûn, Hemedan û hin cihên din ên Îran û Kurdistanê hatine dîtin, nimûneyên ji wan xetên bizmarî ne. Hemû kevirên nivîsandî yên dema Hexamenişiyan bi xetên bizmarî hatine nivîsîn ku alfabeya wan 36 tîp in.
Diyakonof di perawa Dîroka med de dibêje: Pêkanîn û şêwenivîsîna kevirên nivîsandî yên parsiya kevin bi taybetî dema ku mirov wan li çend beşan par dike derdikeve holê ku wan alfabeya xwe ji babîl û îlamiyan wernegirtiye, dibe ku wan ji ûrartûyan xwestibe. Ev yek jî nîşanî me dide ku parsiyan tîpên bizmarî ji medan wergirtine. Diyar e ku zimanê medan bandoreke mezin li ser zimanê parsî kiriye û bi vê yekê re mirov dikare bibêje ku û bi v3e yekê re mirov dikare bibêje ku wan alfabeya xwe jî ji medan wergirtiye. Lê heta niha kevirekî ku bi tîpên medî hatibe nivîsîn peyda nebûye ku vê rastiyê derxîne holê.

Zimanên Hind-Ewrupî ku ki Asiya navîn heya beravên Rojavayê urupa,ev beşa di hindirê xweda dibê dû perçe,

Malbata rojhilatî ku bi navê Zimanên hind û arî tên nasîn, ev perçeya di hindirê xwedajî dibe gelek zimanên bingehên, wek Mîtanî, Sinsikirêtî, Exmînî (Farisiya despêkê), Medî (Kurdî) ji zimanên herî kevin di Cîhanê da ye. Zimanê Kurdî beşeke ji malbata zimanên Ariye.

Malbata Rojavayî ku gelek caran bi navê kentum tê naskirin, ev perçeya di nav gelê Asiya, ên ji nejada hind û ewropî ne, li rex gelên Upupî ji bilî zimanê finlendî, macarî û zimanê baskî. Her wiha zimanê rojavayî di hindir xweda dibe gelek beş:

Beşê zimanê gelên ku di nav herdû çemande û Çola Erebistanê û Bakurê Afrikiya cîh digrin, dibêjin peyva “Samî” ji navê Sam kurê hesretî Nûh tê.

Gelek taybet mendêyên zimanên Samî ên cuda hene, mînak: gelek tîp ên taybet hene ku tenê di wan de heye wek (ح- ط ض) her wiha piranê zimanê Samî, demê nivîsandinêda ji rat berve çep diçê;dîsa jî gelek tîpên ku di zimanên Arî de hene , gelê Samî nikarê wan tîpana bikar bînin,wek “ P- V- Ç-J- G...hwd.

Di hindir zimanên Samî de gelek ziman û Zarayên cur bi cur hene wek:

Ev beşa di hindirê xweda dibe dû beş:

Tipîtî- zimanên Asiya dûrîn -“rojhilata dûr”( zimanên Tipîtî, Çînî, Taylandî û Bormayî....hwd.).

Heya niha bi sedan ziman hene, hîn baş nehatine lêkolîn kirin; lewra bi şewayekî rêkûpêk nahatine dabeşkirin, ne diyare ku ev zimanana dikevine kîjan beşî yan kîjan perçeyî. Nîmunê vê yekê jî li Cîhanê gelekin, wek zimanên gelek nejad û Qebîleyên Efrêqî û Ostiralî.

Rûpelên girêdayî:

Ew ziman bi mibesta pêwendî yên nav netevî ya gelên dinya yê bi destê mirov hatine çê kirin. Nimûneya bi navbanga wan zimanan Esperanto û Ido ne. 




#Article 24: Zanist (9243 words)


Zanist an jî zanyarî bi awayekî giştgir tevahiya wê zanîna îroyî yan ya demekê dî yê mirovî vedigire ko bi şêwazên weha bidest hatiye ko dikarin bihên selmandin û îspatkirin. 

Bi awayekê nemazeyî û bertesik, zanist ew dozen anko sîstema bidestanîna zanînê ye ko li ser bingehê ezmûnbaweriyê û empîrîzmê, ceribandinan û ezmûnan, û xweristbaweriyeka (naturalîzm) şêwaznasane bidest hatibe. Zanîn ku em bahse wê bikin, divê ku em ta destpêka mirovatiyê herin. Bi taybetî, zanîna me, em ji demên şariştaniyê û pêde, bi pergalî tênin ser ziman. Di demên ku weke dema aqil jî, ev tên hesibandin. Lê di dema ku bahse zanîn û têgihiştina di hundirê wê de tê kirin jî, pirr zêde, dîroke wê dihê dirêj kirin. Ev dîrok, di mejiyê mirov de, di dema ku mirov bidest aqil kirinê kir û êdî hizirkirina wî pêşket, dihêne ser ziman. Aqil ji dema sumeriyan destpêka wê pirr mazin pêşketiya, Di wê demê de, ku weke demeka şariştanî jî ya, aqilê bi pergal heya û di temen û rengê mitolojiyê de tê ser ziman. Lê di dema sumeriyan de, nivîsên bizmarî hena ku hatina nivîsandin. Bi wan nivîsên bizmarî, jiyane, bawerî, hizir û têgihiştinên xwe bi têgihiştinî nivîsandina. Dema sumeriyan, weke dema pêşî ku têde tîp hatina kifşkirin û bi wan nivîsandin pêşketiya. Dema sumeriyan, weke destpêka wê nivîsandina mirovatiya jî tê dîtin. Care pêşî, wan nivîsandiya. Wan bidest nivîsandînê kiriya. Piştî wan re, êdî demên weke demên şariştanî, wê zûtir pêş bikevin. Ji ber ku sumeriyan bi kifşkirina tîpan û bidestkirin, êdî ew nivîsandinên wan bûna temenê pêşketinên piştre. 

Li ber Diclê û Firatê şaristaniyên gutî, Hurî û mitaniyan pêşketin. Wan jî, gelek demên pêşketinê buhurandin. Aqilê wan mazin pêşketibû. Di nivîsandin. Gutî, hurrî û mîtaniyan, di demên xwe yên pêşketî de bidest bikarhanîna çerm jî kiribûn. Ev wê heta dema Medîya jî wusa were.

Dema zanistê, weke dema ku piştî dema ronasanê û barok ku destpêkiriya û dîroka wê ji sadsale sadsale 18'an û hwd tê dest pê kirin a. Di vê demê de, wê felsefe û ankp felseyefeya zanist êdî bi metodên xwe derkeve li holê. Minaq, felsefeya dîyelektikê yek ji wan felsefeya. Her wusa, êdî di vê demê de wê bi tememî zanist pêş keve. Zanista ku li ser esas û temenê cerîbandinê êdî pêş dikeve. Dema zanistê, weke dema aqilê ku ji di ancama ceribandinê de hatî bidest xistina jî. 

Piştre zanistên weke Kant, Hegel, Marks û hwd wê derkevin û wê hizrên xwe bênina ser ziman û wê bihizrên xwe re demekê bidina destpê kirin. Zanyarên weke Albert Einstain, Sigmond Freud, û hwd, wê demekê bidina destpê kirin. Einstein bi fizikê wê hizrên xwe bêne ser ziman Teorîya Dîtbarî û ankû 'rolatîvît' ya wî ya. Fureud jî psikanalizê pêş dikeve. Piştre Marks Blank, wê Kuantumê, teorîya wê bi ya fizikê çê bike. 

Ev dem, weke dema sadsale 19'an jî tê binavkirin. Sadsalên 18'an û ya 19'an weke sadsalên zanist û pêşketina wê na. Piştre jî, wê ev pêşketina van sadsalan wê heta sadsale 20'an jî bidomê. Di êdî di sadsalan de, wê felsefe bi rengê felsefeya zanist û ku bi tememî li ser esasê ceribandinê bi rê ve diçê û pêş dikeve wê bi pêşve biçe. Ceribandin, êdî weke rêbazeka giring ku di de kifşkirina. Di ancama wê de, fizîk, teknolojî, jiyannasî û hwd, weke beşên ku bi zanistî pêş dikevin in. Di ancama wê zanin û zanist û felsefe û û dîroka wê de ev pêşketin dibêt.

Rêbazên felsefekî, rêbazên fêr û cerbê bûn. Bi teybetî, weke rêbaza vacê û ankû mentiqê, wê di temenê dîtin û bi çavdîtinê re wê pêş bikeve. Li ser wê re jî, di temenê fahm kirina wê de, naskirin û bi wê re fêrbûn, wele rênbazê wê ya bû. 

Ev rêbaza cerbê û fêrê, wê piştre jî, pêş bikeve. Li ser wê re zaynarî wê pêş bikeve. Zanyarî, di temenê ceribandinê de û bi wê re weke ku di roja me de tê gotin deneyê re pêş bikeve. Bi wê re, bi zaynarîyê re di temenê ceribandin û deneyê re, care pêşî, gotina kûbay ketina jîyanê de. Kûbay, weke jînda û ankû mirov jî bê ku di nav de, tişta ku li ser wê bi ceribandinî rêzbaz tê pêşxistin a.

Teknoloji, divê ku mirov weke ancamake giring ku di ancama wê pêşketina serdem û dema zanistê de ya. Teknoloji, bi wê êdî serdestiya wê li jiyanê bûya. Înternet pêşketiya. Bi wê re gelek cûreyên din ên teknolojiyê pêşketina. 

Serdema pêşîya pêşketina teknolojiyê di sadsale 20'an de destpê dike. Lê serdema wê ya duyem ji sale 1950 û hwd, dest pê dikiriya û di vê demê de rengên teknolojuyê û awayên wê pêşketina. Înternet yek ji wan a. Telefonên berîkan yek ji wan in. Şandina peykan li azmana bi ragihandin û TV'yan û hwd jî bûya. 

Lê teknoliji, bûya temeneki giring bû pêşketina bilojiyê jî. Hemû amûr û tiştên ku bi wan lêkolîn tê kirin bi kifşkirinên teknolojiyê û teknikî re pêş dikeve. Minaq, amûşrên lêkolînî ên bo biolojikî û hwd jî ji wê na.

Endazyarên Kalîforniyayê dixwezin di hefteyên bê da, destbi çêkirina riyek azmayišî bi navê sîstema veguhestina Haypirlûp, bikin ku 150 milyon dolar jê ra pêwîst e, sîstema han dê jibo veguhestina misafiran di nava lûleyek ku hewa têda tune ye û bi leza dengê diçe, were bikaranîn. Dema di sala 2013'an da, jibo cara yekem Alvin Mask, behsa çêkirina Haypirlûpê kir, fikra wê wek ixtiraek ecêb û terhek ku nikare pêkwere û dê tu carî jî nexebite, hate dîtin. Lê aniha bûdceya çêkirina vê sîstema veguhestinê amade buye û emê di demeke pir kin da, mînaka azmayišiya wê bibînin. Yekem mesîra azmayišiya teknolojiya veguhestina Haypirlûpê (HTT) dê bi dirêjahiya 8 km'an li Kalîforniyayê û di dema çend hefteyan da, were çêkirin. Terrahên vê teknolojiyê dixwazin 10 milyon kesan ji riya HTT'yê ku li geliyê Quay'ê ye, istifade bikin. Ligor gotina Alvin Mask, di dawiyê da jî dê mesafeya 610 km'iya navbera Losancilis û Sanfiransîskoyê di dema 30 deqeyan da were qedandin û dê misafir bi leza 2 qasî ji balafirê zûtir ber bi meqseda xwe herin. Leza Haypirlûpê jibo veguhestina misafiran di navbera 2 cihan da, 1200 km di seetek da ye. Di vê sîstemê da lûleyek pir dirêj heye ku hewayê nava wê hatiye valakirin û rewša nava lûleyê xele' e(vacume). Lûle tehrek hatiye çêkirin ku di hewayê da daliqyayî be û ji erdhej yan jî rewšên nebaš yên hewayê, were parastin. Misafir, yek yek yan jî kom kom di cihek taybet da disekinin û pašê bi alîkariya megnitek mezin ber bi jor diçin û dikevine hindirê kepsûlan. Di nava her kepsûlek da, 6-8 kesan cî dibin û di dema 30 saniyan da, misafir peya û siyar dibin. Jibo her mesîrek jî, serê her merivî 20$ distînin.

Jiyannasî, di dewama wê de pêş dikeve. Lê Jiyannasî, ji wê pirr sûd digirê. Î ro, weke ku çawa gelek cûreyên teknolojiyê weke înternet û hwd pêşketina, her wusa, di qada jiyannasiyê de jî, pêşketinên weke genetikî ku weke şoreşê tên hasibandin di vê warê de bûna.

Îro, li ser pêşketinên jiyannasiyê re, di qada beşkirin û ankû şifakirinê de  û dermankirinê de jî, gavên mazin hatina avêtin. Bi wê re jî, ji nexweşîyên weke pênceşêrê û hwd re jî, li ser çareyên wan ku wê çawa derman were kirin û başkirin bibe, li ser lêkolîn tên kirin. Bi wê re jî, li ser dermanan jî, lêkolîn tên kirin. Pêşketinên weke genetik û hwd jî, ji van re derfeteka mazin diafirêne ku werina pêşxistin. Genetîk, di salên 1960'î hwd de, ji aliyê Creg û Biston ve hatina pêşxistin. temenê wê hat avêtin. Piştî wan re jî, li ser lêkolînên wan re lêkolîn hatina kirin û pêşketinên hê maztir bûn. Lê ew weke destpêkê bûn.

Civaknasî, dîroka wê bi dîroka şariştaniyê re dest pê dike. Di dema sumeriyan de, pêşketineka wê hin bi hin tê ser ziman. Bi teybetî, di dema gutî û hurrî û mîtaniyan de, divê ku em bahsê ve bikin. Heredot, di pirtûkaya xwe Dîrokê de, bahse civaknasiyê dike. Bi teybetî, di dema ku bahse Medya û keyê wê Diyaqos dike, dibêje ku Wî gotiya ku ezê xwe bidima civakasiyê û pêşxistina wê. Bi vê rengê pêşketina wê heya. Bi teorîkî, pêşketina wê, bi felsefê re êdî ji van deman û de, wê zêdetir bidest pêşketina xwe bike. 

Di demanên piştî zayinê de, bi teybetî, emê bibînin ku hê zêdetir, ev pêşketin heya û pêşketîya. Zanistên weke Ibn Rust. Ibnî sîna wê li ser civaknasiyê bisekin in. Bi teybetî Bawê Henifê Dînwerî, divê ku m bi teybetî bahse wî bikin. Lê berî wî jî di dema Xwe Mazdek, wê li ser têkiliya di nava mirov û civatê de bisekinê. Wê di temenê têgihiştinî çînî de wê li ser bisekinê. Di dema Mazdek de, wê mazdek bibêje ku xaniyên key tişî zêr in lê xalkê di bin destê desthilatdarîya wî bixizanî dijîn. Bi gotinên bi vî rengî wê balê bikişêne li ser civaknasiyê û pêşketin û jîyane civatê. Piştre jî, Zaneyên weke Îbnî Haldûn, wê di pirtûka xwe ya bi navê mûqaddîma de jî, em çerçoveyeka xort ya civaknasî dibînin.

Di sadsale 20'an de, wê zaneyên civaknasîyê wê derkevin. Bi teybetî, wê bi teorîkî li ser mijarê bisekin in. Civaknasin weke Gordin Cild, Max Weber û hwd çend ji wan civaknasan in. Wê dîroka wê civaknasiyê binivîsênin û wê temenê wê bi darêjkên wê yên civakî û civakî pêş bidixin.

Zanista ramyariyê (siyesetê), ku em bahse dîroka wê bikin, divê ku em dîroka wê herina heta dema sûmerîyan. Bi teybetî, emê bi hizirî û teorîkî pêşketina hizra wê, di demên berê zayinê de di sadsalê 5'min pêde, di temenekî hemdemîya dema me de em dibînin. Homeros, di pirtûkên xwe yên bi navê Îyada û Odeseus û hwd de, dimenekî têne ser ziman. Her wusa, Aristoteles, siyeseta demê dîmenekî wê di nivîsandinên xwe de daye der ziman. Platon, di pirtûka xwe ya mazin ku ji axiftinên sokrat pêktên, wê dîmenekî pirr mazin ê desthilatdarîyê di temenê nêzîkatî û têgihiştina wê de bide ser ziman. Di pirtûka Arîstofanes ya bi navê şerên peleponezê de, ku bahse şerên di navbera Athena û Îsparta de dike de, ku ev şer bi salan didom in, bahse rêveberî û gavavêtinên wan dike. 

Ji aliyê felsefe ve hanîna wê ya li ser ziman, wê bi vê yekê, di demên piştre zêdetir bibe. Îbnî haldûn bixwe jî, di pirtûka xwe ya bi navê mûqaddîma de di çerçoveya wê de hin gotinna xwe jî dihêne ser ziman. Her wusa Ahmedê Xanî, jî bahse wê dike û di temenê ku mazinbûna zaneyên mazin ê civatî ku pêşengîya civatê bikin de têne ser ziman. Gotina ku heba siltanekê meyê heba li ser serê me, .. di berhema wî ya Mem û Zîn'ê de di buhurê û ji dil dihêne ser ziman. 

BI teybetî, di dema sadsale 20'an û pê de, wê bi zanistê beşên zaniyarîya sîyesetê werina vekiirn û sîyesete were xwandin. Wê di derbarê felsefe siyesetê û ankû ramyarîyê de wê wê were pêşxistin. desthiatdarîya siyesî 20'an, bi zaninekê bi rê ve herê. 

Ramyarî, li ser esas û nirxên civatî ên pêşketî na tê kirin. Bi wê re tê meşandin. Ramyarî, bi teybetî, civate ku di nava wê de tê kirin, divê ku zimanê wê hilde cidiyetê û gotin û têgihiştina xwe bi wê bêne ser ziman, da qana ew ramyarî bibe ya wê û bi navê wê. Di temenê parastina ziman û dîrokê de û buhurandina li demên pêş de ramyarî bi pergalî û bidestê rêveberîyê karekî giring dike û roleka giring dileyizê. Zimanê ramyariyê, bi qasî gotinên bi navê têgihiştinê di wê de tên ser ziman û giringiya wan, her wusa, giirngiya bikarhanîna zimanê civatê jî weke wê heya û ji wê zêdetira jî.

Pêlên Mejiyê me

Pêlên Mejî, wek pêlên din, bi riya ferekans û berahiya wan, tên pîvandin. Pêlên Mejî dabeşbûne ser 4 desteyan: Beta, Alfa, Teta û Dilta’yê ku eger em karibin aliyê xwe yê qenc û çendalî, baş nas bikin, hingî emê karibin di demên pêwîst da, bigihîjin her yek ji pêlên navbirî.

Pêlên Beta:

Piraniya dema ku em hişyar in, em di rewşa Beta’yê da ne ku tê da pêlên Mejî bi ferekansa 13-39 Hertzan, dihejhejin. Di rewşa Beta’yê da, baldariya me zêdetir liser dinyaya derve, fikarên rojane û bi gotineke din liser karubarên mantiqî yên nîvbazineya aliyê çepê mejiyê me, disekine.

Pêlên Alfa:

Pêlên Alfa, wek pireyekê ne ku di navbera zaniyarî û derzaniyariyê(zanînê ku bêhemdî têne mejiyê merivan) da pêwendî çêdikin. Dema ku em bêhna xwe distînin, pêlên mejiyê me ji pêlên Beta ber bi pêlên Alfayê diguherin û di wê rewşê da, ferekansa wan di navbera 8-12 Hertzan e. Di rewşa Alfa’yê da tam berevajî haleta Beta’yê, em bi dem û cihan ra sînordar nînin. Ev pêl, me ji nîvbazineya mantiqiya aliyê çepê mejiyê, azad dike û dihêle ku em bigihîjine beşa nîvbazineya aliyê rastê mejiyê ku tê da berhemanîn û têderxistin bi awayeke bihêztir pêktê. Nîvbazineya aliyê rastê mejiyê, dikare wêne û dengên ku li derveyî tixûbên sînordarê mirovan e, werbigre. Lewma jî di vê haletê da, raman, hîs û kiryarên me, nû û ciyawaz in, tevlihevî û gêjbûn, kêmtir e û bihîstina dengên derve hêsantir e. Mejî di dema bêhnvedanê ya di haleta Alfa’yê da ye. Piraniya hunermend, zaniyar û sporvanên serkeftî jî, yan bi hemdê xwe yan jî bêhemdê xwe, xwe dixine haleta Alfa’yê ku karibin baştirîn berhem û kirinan pêkbînin. Pêlên Alfa’yê, jêder û çavkaniyên berhemdarî, bileztirkera fêrbûnê, baştirkera rewşa ruh û sebeba daxistina steresan in. Rewşenbîrî, nasîn bi riya ihsasan, îlham û hwd bi pêlên Alfa’yê tên şirovekirin.

Pêlên Teta:

Pêlên Teta, bi ferekansên 4-7 Hertzan, girêdayî kûrtirîn ceribandên Medîtêyşin û berhemdariyê ne. Pêlên Teta, ji pêlên Alfa û Beta’yê aramtir in û berahiya wan mezintir e. Gihîştin bi pêlên Teta’yê, zêdetir di dema razan û xewê da, mumkin dibe.

Pêlên Dilta:

Pêlên Dilta, pêlên derzaniyarî û pergala pêwendî bi zaniyariyên çendalî ne. Ew xwediyê bilindtirîn berahî û kêmtirîn Ferekansan(4-5 Hertzan) in. Ferekansa wan, tu car nabe sifir çimku ferekansa sifir, tê wateya mirinê. Pêlên mejiyê kesan di rewşa bêhişî û komayan da dişibe pêlên mejiyê yên Dilta. Yên ku Yogakerên profîşnal in, dikarin bi hemdê xwe, xwe têxine haleta pêlên Dilta’yê. Ew dikarin germahiya bedena xwe û hejmara lêdana dilê xwe, tenzîm bikin û xwe têxine haleta mirinê û cardin jinûva xwe vejînin. Pêlên Dilta, kûrtirîn haleta xewa giran û kûr in. Ev pêl, jêder û sedemên gelek kirinên sosret, ceribandinên nêzîkî mirinê, pêşbînî, têderxistinên balkêş, bi dinyayê ra yekbûn, kemilîna kesayetiyê, şifa û hwd in.

Deriyê mejiya xwe, tenê ji tiştên hûn hez dikin ku biqewimin ra vekirî bihêlin.

Bi Kontrolkirina Pêlên Mejî, mirov dikare çi bike? Dema ku em dixwazin razên, berê pêlên Beta, aktîv dibin, hêdî hêdî pêlên Alfa xuya dibin û paşê jî Teta û Dilta. Dema em ji xewê hişyar dibin, pêlên mejiyê me, berevajî dema paldanê, ji Dilta ber bi Teta û Alfa û di dawiyê da jî ber bi Beta’yê tên guhertin. Di dema hişyarbûnê da, hin şêwazên veguhertina pêlan ji haleta bilez û tevlihev ya Beta’yê ber bi rewşên aramtir yên wek Alfayê hene. Em dikarin bi riya kansantrêyşinê, xwe aram bikin, tirs û xofan, ji xwe dûr bikin û tevliheviya derûna xwe bi wê şêwazê aram bikin. Bikaranîna hevokên erênî û hwd dikare bibe sedema windabûn û derketina ramanên neyênî û wêranker. Bi gotineke din, gava ku em fikr û hîssên neyênî, çi ji hindir, çi ji derveyî xwe, werdigrin, emê karibin bi kontrolkirina pêlên mejiyê xwe, cardin aram bibin û vegerin rewşa hêsaybûn û rehetiyê. Wek mînak: Dema hûn ditirsin ku negihîjine hedef û armanca xwe, xeyala zêna we, wêneyek ji serketina we ye û dubarekirina vê hevokê dikare bibe sedema pêkhatina wê: Ezê bigihîjime armanca xwe. Fikrên we, enerjiya pêlên elektromegnetîk e ku pêlên wekhev yan hevalî, ber bi aliyê xwe va kaşdike. Jibo her fikreke taybet, ferekanseke taybet heye. Qanûn û yasaya kaşkirinê li ramanên we dinêre û ligor wan tevdigere, loma jî timotim liser daxwazên dilê xwe bisekinin, liser wan bifikirin, wisa bizanin ku hûn gihîştine armancên xwe û pê kêfxwaş jî bibin. Bi ramanên erênî, pêlên bihêz, erênî û avaker, ji gerdûnê ra bişînin heya tiştên ku hûn dixwazin pêkwerin. Ligor teoriyên nû yên zanistî û fîzîka kuwantomê, her tiştê ku li cîhanê heye, cureyek ji enerjiyê ye. Hemû kelmelên derdora me, di asta mûlûkûliya xwe da, enerjiyên hejhejok in. Fikr û raman jî cureyek ji enerjiyan e ku dihejheje. Ramanên cihê, xwediyê pêl û ferekansên cihê ne. Hejhejên fikran, ji bihêztirîn û rêkopêktirîn hejhejên gerdûnê ne. Her wisa ku hûn bi hilbijartina pêlên taybet, dikarin şaşe û şebekeyên cihê yên radiyo û televizyonan, werbigrin û bibînin, bi guhertina dirêjahiya pêl û ferekansên zên û ramanên xwe jî, hûnê karibin di jiyana xwe da, derfet û rewşên nû biafirînin. Ligor qanûna kaşkirin û cezbê, ramanên we dikarin hejhejên(irtiaşên) ku dişibin wan, werbigirin û veguherînin rastiyên jiyana we.

Tendurîstî, di destpêka jîyana mirov de pêşektina wê dibê. Di dema ku devereka me, birindar dibe, em hewl didin ku wê baş bikin. Dema ku ji deverkê xwûn di herikê, em pêşî dikin ku wê xwûnê bidin sekinandin. Di serdema dema sumeriyan de wê mirovên ku êdî başkirinê bikin, wê pêş bikevin. Bi teybetî, wê vê yekê êdî weke karekî bidina berxwe. Lê dem ku tê sadsale 6'an û hwd, êdî wê bi zanistî pêşketina wê bibe. Tendurîst, yê ku rêgezên nêzîkatiyê bi navê Sûnda Hîpokrat bû, fîlozofê dema antîkî ê Hîpokrates bû. Wî, ev pêşxist. Piştre jî, ev weke temenekî giring, di hemû beşê tendûrîstîyê de ên ku heta roja me afirîna de bicih bûya. 

Bi felsefîkî ji, wê zanyar li ser bisekin in. Herî zêde ku ne bin 22 berheman re nivîsandiya Bawê henîfê Dînwerî, wê bi teybetî çend berhemên wî tenê li ser dermankirin û şifakirinê bin. Weke wî, Ibn Rust û îmanê Xazalî jî çend gotin li ser wê gotina. Bi teybetî, ji dû aliyan ve li ser hatiya sekin. Aliyê pêşî başkirina laş û ankû fizîkî ya. Aliyê din jî başkirina gîyanî û ankû derûnî ya. Heta roja me jî, ku divê ku em genetikê jî weke pêşketineka di temenê tendûrîstî û pêşketina dermankirin û başkirina wê de bênina ser ziman, pêşketinên mazin bûna. Di roja me de, li ser pirr nexweşîyên weke pênceşêrê ku dihat gotin dermanê wan tûna ya êdî hin bi hin dermanê wan tê çê kirin. Yanî, êdî bi wê re jîyane mirov bi awayekî hê baştir bi tendûrîs bi rê ve diçê. Çend ku tndûrîst pêş dikeve, her wusa, êdî mirov jî ji nexweşîyên xwe re çareyan dibîne û bêhtirî bi başî êdî dijî.

Derûnî, û ankû bi navê ku tê naskiirn psikolojî, weke aliyekî giring ê mirov ku bu tendûrîstîya mirov ve tê ser ziman a. Di sadsale 20an de, mirovên weke Sigmond Freud, navê wan bi psikanaliz û danîna temenê wê re navê wan derket. Lê dîroka wê berî wî jî hebûya. Bi teybetî, gelek zaneyên weke Baweê henîfê dînwerî, Îbnî Sîna, Ibn Rust û hwd jî li ser wê sekinîna û jî aliyê gîyanî û ankû derûnî ve ew kirina ku bênina ser ziman. 

Nexweşîyên ku weke xweşiyên derûnî na, nexweşîyên depresyonê û hwd hena. Bi teybetî, di sadsale 20'an û pêde, derûnî, weke beşek giring a tendurîst di jiyane mirov de bicih bû. Mirovên ku derûnîya hinekî xirab bû, berê di nava kurdan de ji wan re dîn dihat gotin. Ji ber vê yekê û gotinên bi vî rengî, piştre jî, gelek mirovan, ji bo ku ev gotin ji wan re newê gotin, piştre ku pirsgirêkên wan hebûna jî, ne hiştin ku were li berçav. Bi wê yekê, her pirsgirêkênx we di nava xwe de dijîyan. Lê di sadsalêe dawiyê de hin bi hin di vê warê de jî pêşketineka giring di temenê başkirin û ankû li ser derûnîyê sekinîn pêşket. Mirovên weke Sigmund Freud, Erich Fromm û hwd, çend ji wan derûnvanên dema me na ku gelek berhem jî nivîsandina û li şûn xwe hiştina. Hê jî, di gelek warên derûnîyê de nîqaş tên meşandin ku werre hê pêşxistin. Civeteka ku hemdem û pêşketî, wê hertimî pirsgirêkên derûnî pirr zêde di nav de rûbidin. Ji ber vê yekê, weke pêwîstîya pirr giring êdî lê tê nerîn. 

Di temenê ceribandinên derûnî de, bi mirovan re gelek sawalên weke meymûn, sa û ankû kuçik û hwd jî dihên bikarhanîn, Bi teybetî, ji her aliyê ve dihê xwestin ku were fahm kirin. Derûnî nexweşîya jîyane mirovên jîyane dema hemdem a. Ji ber ku di dema hemdem de pirsgirêkên hizirkirinê gelek in. Ji ber vê yekê weke Depresyon, stress û hwd, çend ji wan nexweşîyên ku dikarin bibina temenê nexweşîyên fizîk jî diafirin. Hatîya kifşkirin ku stress dikarê bibe temenê wê ku xwûn herê ser mejî

Stêrzanî, weke beşeka giring ku di dema sumeriyan de jî pêşketîya. Di demên berê de û ankû di dema sûmerîyan de, li stêran dinerîn û roj û dema xwe kifş dikirin. Ev kevneşopî, heta roja me jî, di nava kurdan de pirr mazin hebûna xwe dide domandin. Di dema Sûmerîyan de, dihat bawer kirin ku dunya weke tepsîyekê rast a. Dihat gotinku stêr û dunya û ankp gêrverk hemû, bi azmanan ve dalaqandîna. Ev bawerî jî, hê jî, di nava kurdên botanê de mazin dijîya. Dihat zanîn. Stêr, weke amûrna û ankû tiştan ku baxtê mirov jî dihat kifşkirin bi wan, BI vî rengî dihat bawer kirin. Ji ber vê yekê, fal pêşketina. Yanî, bi wan pêşaroja xwe dîtin û hwd. Di dema Medîya de, Rêmildan hebûna. Rêmildar, mirovên ku li azmanan û stêran dinerîn û dizanîn ku wê sibaroja me çawa bê. 

Piştre ev zanînên bi stêrzanîyê re, wê pêşbikevin û wê fizîkê û zagonên wê pêş bixin. Mirovên weke Kopernik, Galileî û û hwd, wê ji wê rewşê gav biavêjin û hinekî bi pêş de herin û fahm bikin. Bi wê re, wê hewl bidin ku ka rewşa azmana çawa ya. Piştre di domana wan de, mirovên weke Einstein, wê werin û bi teybetî, destûrên fizîkî bi awayekî pirr mazin bidina kifşkirin. Nivîsandina wan, wê weke şoreşekê were dîtin. Di rastiyê de jî wusa bû. Piştre, ev rewş, wê di sadsale me de, bibe temenê ku heta ku mirov bi kiştên fezeyê herê serheyvê û li dunyên din ê dervî me rêwîtîyê li wan bike. Bi vê yekê re, êdî cihane di dervî me, zanîna me, di derbarê wê de mazin bû û pêşket. Î ro fîzîk, weke beşeka giring a aliyê pêşketina mirovatiyê ya.

Big Bang, Xwexwe avabûna Gerdûn û Teoriyên Stephen Hawking

Zanista mirovan, gihîştiye asteke wisa ku bikare şiroveyên grîng liser gerdûnê bike. a derveyî xeyalan, terikî û bêsînor. ên bêhejmar yên ku hûn li esmanê dibînin, tenê 3 hezar ji 300 milyar stêrkên kehkeşana Kadizê ne. Di gerdûnê da derdora 100 milyar kehkeşan hene. Mirovahî timotim jixwe pirs kiriye ku: Gelo ev gerdûn ji berê va jî wiha buye, yan jî her tişt ji cihekê û ji nişkava çêbuye. Têderxistin û keşfa vê yekê ku gerdûn bi derbasbûna demê ra berfireh dibe, di destpêka sedsala derbasbuyî da, bû sedema mitalan. Ligor keşfa fîzîkzanan, diviya ku gerdûn di dema berê da û ji mezinahiyeke pir biçûk va, jidayik bûba. Mijara ku behsa destpêka gerdûn û sosretbûna mezinahî û çawaniya avabûna wê dikir, mirovan xiste fikarên hûr û kûr, ku gelo destpêka gerdûnê çawa buye. Aniha piştî gelek  û fikarên kûr, em gihîştine bersivek ku Big Bang jê ra tê gotin.

Big Bang, çî ye?

Ligor teoriya Big Bangê, gerdûn ji teqîna rûxar yan hecmeke pir biçûk ku mezinahiya wê ji kunên ser postên mirov jî biçûktire, bi germahî û yeke pir pir mezin, destpê buye. Ligor vê teoriyê, pêkhatin û çêbûna fezayê, dişibe pifkirin û mezinkirina rûbara pifildankekê û madde jî di nav û a derveyî fezaya ku berebere vedibe û berfirehtir dibe ne, wek zerreyên tozê ku li ser rûbara pifildankê ne, ev teqîn ne wek teqîna fezayeke vala ye belke feza jî tevî vê teqînê jidayik buye û di dema berfirebûn û vebûnê da jî, ya han bi xwe ra vediguhezîne. Li gor baweriya fîzîkzanan, dem jî bi Big Bang’ê ra, destpê buye. Piraniya zaniyaran, teoriya Big Bang’ê, pejirîne. Şirove û mînakên î, pir pir zelal û eşkere bûn, loma jî di sala 1951’an, ofîsa dêra Katolîkan jî ragihand ku teoriya Big Bang’ê, li dijî pirtûka miqedes nîne. Heta despêka sedsala 19’an, xelk wisa dizanîn ku gerdûn, neguherbar û sabit e. Di sala 1915’an da dema ku Teoriya Nisbiya Einstein, behsa pêkhate û çawbûna , dem û cazibeyê kir, hingî dibêtiya haletên din jî, derket holê. Bi pêşkêşbûna teoriya nisbiyetê, îdî feza dikarî berfireh bibe yan jî were ser hev. Di sala 1917’an da, stêrnasek bi navê Willem de Sitter, teoriya nisbiyetê, esas girt û nîşan da ku gerdûn dikare berfireh bibe. Di sala 1922’an da jî matematîkzanek bi navê Aleksander Friedmann, ji riyên pir hêsantir, karî bigihîje heman encamê. Encama ku Georges Lemaitre’ê feleknas, di sala 1927’an gihîşte wê jî, wek ya berê bû. Ev pêngav, derbarê pejirandina dîtina gerdûna neguherbar da, wek guhertineke mezin dihate dîtin. Bi baweriya Georges Lemaitre, eger em vegerine dema rabirduya gerdûnê, divê maddeya gerdûnê di mezinahiyeke pir biçûk da, berhevî ser hev bûbe û tê da teqînek qewimîbe. Herçend ev dibêtî û îhtîmal, haleteke sosret ji gerdûnê radixiste ber çavan, lê ligor venêrîn û lêkolînên dema ku em têda ne, nibû. Sedemên ku em dibêjin, Big Bang, qewimiye, çi ne? Encamên 3 lêkolînên ku di sedsala derbasbuyî ji aliyê an va hatine gotin, bû sedema vê yekê ku em misoger bibin ku gerdûn bi Big Bangê despêbuye. Ya yekem ev e ku gerdûn, bi derbasbûna demê ra, berfireh dibe, ev jî tê vê wateyê ku fezaya navbera kehkeşanan, timotim mezin û mezintir dibe(ji despêkê heya niha û virha jî). Berfirehbûna gerdûnê jî bû sedem ku em qebûl bikin ku beriya berfirehbûnê, her tişt di derekê da li cem hev bûye. Ya duda jî ev e ku, teoriya Big Bangê, dikare zêdebûn û belavbûna Helium û Dotrium(îzotopa Hydrogenê) di gerdûnê da, pir baş şirove bike. , çigalî(bariste) û diyaspora berfirehbar ya gerdûna despêkê, jibo berhemhatina pir zêde ya dendikên ku aniha em dibînin, rewş û haleteke zef baş buye. Sedema sisyan jî ew e ku estêrnasan, karîne (şewqvedan yan tabişên) background’a gerdûnê û tîrêjên piştî a despêkê yên her aliyên gerdûnê, bibînin û resed bikin. Tîrêjên(tabişên) background’a gerdûnê yan jî şewqvedana (tabişên) background’a gerdûnê, sedema misoger ya pejirandina despêka gerdûnê bi qewimîna teqînekê va ye. Stephen Hawking, derbarê vê yekê da dibêje: Ev keşfa nuwaze, keşfa sedsalê ye.

Berfirehbûna Gerdûnê

Di heman dema ku teoriya berfirehbûna gerdûnê, hate ragihandin. Estêrnasek bi navê Vesto Slipher, da zanîn ku hejmara kehkeşanên ku ji me dûr dibin, pir zêdetir e ji yên ku nêzîkê me dibin. Feleknasan, dikarin ji wergirtina ronahiya ku ji kehkeşanekê difûre, têderxin ka ew ji me dûr dibe yan nêzîk. Eger têyfa() ronahiya kehkeşanek ber bi aliyê dirêjahiya pêlên kurtir, veguheze, veguhestina ber bi şîn, hingî kehkeşan nêzîkî me dibe, mînaka pir binavodeng jibo vê mijarê jî guhertina dirêjahiya pêla dengê Ambûlanseke ku nêzîkî me dibe. Eger spectrum ronahiya kehkeşanek ber bi dirêjahiya pêlên bilindtir, veguheze, veguhestina ber bi sor, hingî xuya ye ku kehkeşan vaye ji me dûr dibe, her wekî zêdebûna dirêjahiya pêla dengê Ambûlansek ku vaye ji me dûr dibe. Mezinahiya veguhestina ber bi sor yan şîn, girêdayî leza dûrbûn yan nêzîkbûna kehkeşanê ye. Loma jî Vesto Slipher, dît ku piraniya kehkeşanan xwedî veguhestina ber bi sor in, nek ber bi şîn. Di sala 1929’an da Edwin Hubble, keşf kir ku kehkeşanên ku pir ji me dûrtir in, leza dûrbûna wan ji me jî, zêdetire û leza han jî girêdayî mesafeya wan ji me ye. Bi gotineke din, kehkeşanên ku fasileya wan ji me dûrtir in, xwedî veguhestina ber bi sora mezintir in jî. Mesafeya Kehkeşanên pir ji me dûr, di mezinahiya milyon û milyar sala ronahiyê ye û ev jî tê vê wateyê ku em vaye li rabirduyeke bi mezinahiya milyon û milyar salan ronahiyê, mêze dikin. Di dema rêwîtiya ronahiya kehkeşanan ber bi me, spectruma ronahiya wan ji dirêjahiya pêlên kurtir, ber bi yên bilindtir, veguhestina ber bi sor, vediguheze. Ev veguhestina ber bi sor, jiber firehbûn yan vebûna pêkhateya fezayê ye. Eger dirêjahiya pêlê, 2 caran mezintir bibe, hingî divê gerdûn bi zerîbeya dudan, berfireh bibe. Keşfa Habel’ê ev bû ku digot: sebeba berfirehbûnê, girêdayî mesafeya ku ronahî pîvyaye ye û vedigere ser wê yekê, ka em çiqasî li dema derbasbuyî nihêrîne. Ev jî tê vê wateyê ku em her çiqasî di demê da, vedigerine paş û paşdatir, hingî gerdûn, biçûk û biçûktir e. Eger em rabirduya gerdûna berfirehbar, vekolin û lê hûr bibin, emê bibînin ku mesafeya navbera kehkeşanan, berebere kêmtir û baristeya gerdûnê, berebere zêdetir dibe. Ev proses heta derekê didome ku giş maddeya gerdûnê di rûxar yan hecmeke pir pir biçûk da, tê ser hev û berhevî ser hev dibe ku encama wê prosesê baristeyeke zev zef mezin jibo gerdûna despêkê di dema qewimîna Big Bangê ye ku mezinahiya wê naye fehmkirinê. Bi parvekirina mesafeya kehkeşanê li ser leza wê ya xwerû, emê karibin dirêjahiya temena gerdûnê, texmîn bikin. Bi vê yekê emê karibin texmîn bikin, ka di çi demekê da, mesafeya me ji kehkeşanên din, sifir buye. Muhasebeyên zaniyar û feleknasan nîşan dide ku Big Bang, derdora 10 heta 15 milyar salan beriya niha yanê 3 caran zêdetir ji ê, qewimiye. Jibo îsbatkirina texmîna han, divê em li pey kevintirîn cisma gerdûnê bibin çimku divê temena wê derdora 10 heta 15 milyar salan be, nek zêdetir. Metoda din jî lêkolîna kiryarên radioactive ya ên ê ye. Em zanin ku temena kevintirîn îzotopên pêkhatî ji kiryarên dendikî ya stêrkên nû û terikî, 10 milyar salan in. Temenên ku hesav kirine, tam ligor texmînên me ne.

Hebûna zêde ji  û Dotrium, li Gerdûnê

Jiber ku di despêka gerdûnê da dereceya germahiyê pir zêde buye, ev yek dikare sedemek baş be jibo ku Helium û Dotrium beriya pêkhatina her stêrkek, pêkhatine. Ev element di bihevzeliqîna dendikî(Nuclear Fusion) da, berhem tên. Bi bihevzeliqîna Protonek û ek, a Dotrium yan heman a Giran, berhem tê. Ev proses, tenê di dereceyên germahiyên pir zêde wek ya germahiya dendikên stêrkan da dikare pêkwere. Di sala 1946’an da George Gamow, şagirta Friedman, pêşniyar kir ku ’a dendikî, dive di gerdûna despêkê da dema ku germahî pir pir zêde bûbe, qewimî be. Navê vê prosesê jî senteza dendikî ye ku dibe sedema berhemhatina Helium û Dotrium( her wisa hinek Lithium û ) ji behra dagirtî ji gelek Proton û Notronên bi-enerjî gerdûna despêkê. Di despêka 1960’an da, spectruma stêrkên xwecih, nîşan da ku Helium, ji sedî 20 heta 30’ê baristeya stêrkan, pêktîne. Baristeya mayî jî, piranî ji Hydrogenê pêktê. Tenê 2 jêder di gerdûnê da dikarin Heliumê berhem bînin ku yek jê stêrkên li esmanê û ya din jî  ne. Di her 2 jêderan jî bi riya fusiona dendikî û bihevzeliqîna dendikên(kakilên) Hydrogenan, elementa heliumê berhem tînin ku germahiyeke zef zêde jê berhem tê. Baweriya stêrknasan ew e ku eger giş Heliuma heyî li gerdûnê, bi destê stêrkan berhem hatibe, hingî divê ronahiya esmanê ji ya aniha zêdetir be. Loma jî divê Heliuma heyî, beriya stêrkan berhem hatibe. Çiqasbûna Oxygena heyî di stêrkan, mezinahiya senteza dendikiya stêrkê nîşan dide, çimku stêrkan bi riya fusion dendikî ya Hydrogenê, elementên girantir wek Oxygen, Nitrogen, Carbon û Heliumê berhem tînin. Eger herwek Oxygenê, giş Heliuma heyî li gerdûnê, bi destê stêrkan berhem hatibe, hingî nabe ku em di kehkeşanên ku Oxygen tê da tine ne da, pey hebûna Heliumê bigerin, çimku kehkeşanan beriya berhemhatina elementên giran yên nava stêrkan, pêkhatine. Jibo pêkhatina kehkeşanek, pêwîstî bi jisedî 24 Heliumê heye ku ev yek jî rastbûn yan hebûna teoriya senteza dendikiya Big Bangê, erê dike. Ev jî tê wateya ku divê di gerdûna despêkê da, Helium berhem hatibe. Encamên ku heta niha hatine dîtin, nîşan didin ku di gerdûna despêkê da beşek ji çar beşa baristeya gerdûnê bi riya senteza dendikî va veguherîne Heliumê. Şahida din jibo erêkirina senteza dendikî di gerdûna despêkê, Dotrium e. Berevajî Helium, elementa Dotrium tu carî di navenda stêrkan da, berhem nehatiye. Dotriuma berhemhatî di stêrkan di germahiya pir zêde û pestoya zef zêde, di cîda yan jihev bela dibe – di germahiya zêdetir ji milyonek dereceya ê, Dotriumek û Notronek, tecziye dibin – yan jî vediguhere Heliumê. Stêrknasan di despêka 1970’an da, têderxistin ku sedemeke nexuya di gerdûna aniha, buye sebeba berhemhatina Dotriumê. Lêkolînên ku di sala 1973’an, li ser teyfa cezbî(Absorbtion Spectrum) ya stêrkên nêzîk da hatiye kirin, nîşan dan ku di maddeya ku di mesafeya navbera stêrkan da heye, têda pir kêm Dotrium heye. Jiber ku stêrkan, nikarin Dotriumê berhem bînin, loma jî Dotriuma heyî divê di despêka pêkhatin û çêbûna kehkeşanan yan beriya wê jî, berhem hatibin. Herçend di gerdûna despêkê da, germahî zef zef zêde buye, lê jiber berfirehbûn yan vebûna(expansion) gerdûnê, çigalî û pesto, pir bi lez daketiye û di dema han da jî Dotrium, firsetek jibo tecziyeyê peyda nekiriye. Mezinahiya hebûna Helium û Dotriuma heyî di gerdûnê da, nîşaneke din ji despêkek bi germahiya zêde, jibo gerdûnê ye û ev  jî tam ligor modela Big Bangê ye.

Ronahî yan şewqvedana ku ji Bekgranda gerdûnê ber bi me tê

Sedema sisyan û ya dawî jibo modela Big Bangê, Ronahiya ku ji Bekgranda gerdûnê ber bi me tê ye. Di sala 1948’an da Gamow, pêşbînî kir, ronahiya ku ji senteza dendikên gerdûna despêkê berhemhatine, hê jî dikare were dîtin û eşkerekirinê. Ew, germahiya pêwîst jibo pêkhatina Helium di gerdûna despêkê da, hesab kir û ligor wê, germahiyê ronahiyên bermayî ji wê prosesê ya di gerdûna îro da, 5 dereceya Kelvinê texmîn kir. Piraniya fîzîkzanan û Gamow bixwe jî, dizanin ku ev germahî jibo şopandinê pir pir kêm û lawaz e. Di sala 1964’an da 2 estêrnasên radiyoyî bi navên , hewl didan sîgnalên nebaş û mizahim yên bekgrandê ji sîgnalên wergirtî yên antena radiyoyiya xwe, jêbibin. Ew wisa dizanîn ku sedema wan noyzên bekgrandê, zîrça kevokan e ku di antena radiyoya wan da hêlûn çêkirine û ewê bi paqijkirina wan karibin wan noyzana jêbibin lê salek şûnda jî, ew noyz dihatin wergirtin û ew nedikarîn wan jêbibin. Ew têderxistin ku wan noyzana di hemû aliyan da bi şêweyeke wekhev tên wergirtin – çi antena radiyoyiya wan ber bi Rojê bûbe, çi ber bi aliyê navenda kehkeşanê yan ber bi aliyê cihên vala yên esmanê, tenzîm bûbin – ev yek jî nîşan dida ku jêdera sîgnalên han, ji pişt kehkeşanê ye, çimku eger wisa nebiya, wergirtina wekhev di hemû aliyên esmanê, ne mumkin bû. Hevgirtin û yekbûna pir bihêz ya van sîgnalan, nîşan dida ku jêdera wan sîgnalan, pir pir ji me dûr e yan bi gotineke din, di despêka temena gerdûnê, qewimiye. Jêdera van sîgnalan, divê pir bihêz bin ku em aniha jî dikarin wan eşkere bikin. Di dawiyê da, fîzîkzanan têderxistin ku jêdera ronahiyê, ji teqîna despêkê ya gerdûnê ye – tam wek pêşbîniya Gamow – Lê ewê çawa karibin dilniya bibin ku keşfa  û Wilson, heman ronahiya bekgranda gerdûnê ye? Eger jêdera ronahiya han ji Big Bangê bûbe, hingî divê tam ligor teyfa(spectrum) cismek binavkirî ku cisma reş jê ra tê gotin, tevbigere. Cisma reş, cismek wisa ye ku giş ronahiya ku werdigire, di nav xwe da xweyî dike(cezb dike). Ligor modela Big Bang, gerdûna despêkê gulokek givaştî ji zerre û ronahiyê buye û germahiya wê pir zêde buye. Di rewş û muhîteke wisa da, zerre timotim li ronahiyê, ketiye, wê cezb kiriye û cardin wê zivirandiye(). Ronahî di rewşeke wiha da, xwediyê teyfa cisma reş e û ev taybetmendiya ronahî di mesafeya rêwîtiya xwe di fezaya berfirehbar(expansion) da, neguher maye. Di teyfa cisma reş da her dirêjahiya pêl, xwediyê şiddeteke taybet e. Ev şiddet di dirêjahiyên ciyawaz da tenê girêdayî germahiya cismê ye û hew. Loma jî stêrknasan bi pîvandina şîddeta ronahî di dirêjahiya pêlên ciyawaz da dikarin bigihîjin encama ku têda behsa wekheviya vê ronahiyê û ronahiya cisma reş dibe. Di 1970’an grûpên cihê, şiddeta ronahiyê di pêlên Macrowave û İnfrared, pîvandin. Giş encaman, wekheviya ronahiya bekgranda gerdûn û cisma reş, erê kirin û ragihandin ku germahiya wê, 3 dereceya Kelvînê ye. Di 1991’an da resedxaneya COBE, pîvandineke misoger ji ronahiya bekgranda gerdûnê encamda û encameke pir ecêb derkete holê. Encama 43 resedan, tam ligor teyfa cisma reş bû. Ev zanyarî hiqqas dişibya teyfa cisma reş ku Table’a teyfa cisma reş, di pişt wan da veşartî dima. Ev yek jî mînaka dawî ji wekhevbûna fîzîka teorîk û encama testên piratîk ya feleknasan bû. Ligor pîvandina ’ê, germahiya ronahiya bekgranda gerdûnê divê 2,726+-0,010 be. Ev jimare jî, ji jimareya esliya ronahiyê, zev kêmtire û sedema vê yekê jî berfirehbûn yan vebûna gerdûnê ye – Gerdûna ku timotim berfirehtir dibe, dirêjahiya pêla ronahiyê bilindtir dike û enerjiya pêlê, dadixîne – ev pêl bi qasî temena gerdûnê di rê da buye heta bigihîje me. Niha îdî stêrknasan dizanin ku gerdûna berfirehbar, dirêjahiya pêla ronahiya bekgranda gerdûnê bi zerîbeya 1000, radike. Şewqvedana piştî Big Bangê, di demek da qewimiye ku temena gerdûnê, tenê 500,000 sal buye loma jî şewqvedana bekgranda gerdûnê, kevintirîn resede ku heta niha hatiye kirin. Rastî jî ew e ku em qewimînên Big Bangê, dibînin.

Di sedsala bîstan da, em şahidê pêşketineke mezin di warê nasîna gerdûnê bûn. Me di demên pir nêz da wisa dizanî ku gerdûn neguher e. Kehkeşanên pir ji me dûr ku rojbiroj jî, ji me dûrtir dibin jî, bi me dan zanîn ku gerdûn vaye berfirehtir dibe. Bi rêvîtiya ber bi rabirduya vê gerdûna berfirehbar, emê bigihîjine gerdûna despêkê ku zev zef givişî û germ e. Me di nîveka sedsala bîstan da têderxist ku reaction’ên dendikî ku di gerdûna despêkê qewimîne, nîşaneya zêdebûna Helium û Dotrium, nîsbet bi elementên din e. Bi pêşdetirçunê, em karîn, şewqvedana piştî Big Bangê ku milyar salan beriya niha qewimîne, eşkere bikin. Di dawiyê da jî, ev gerdûna ku bi Big Bangê despê buye, mumkine ku wek keşfên din, neguher bimîne. Herçend ku Big Bang, xeyala mirovan ji gerdûnê ye. Lê niha fîzîkzanên zerreyan di hewla pêşniyarkirina teoriyeke din liser dîrok û tarîxa gerdûnê di çend tirilyoniyoma saniyeyê, piştî Big Bangê ne. Ew dikarin teoriyên xwe bi riya Lezderên(accelerator) zerreyan, test bikin û qewimînan(yên bi enerjiyên mezin jî) wek ya gerdûna despêkê jî, sîmûlêyt bikin. Jibo fehmkirina vê yekê ku gerdûn çawa despê buye, divê ligor teoriya nisbiyeta gîştî( jiber cazibeya pir pir mezin ya gerdûna despêkê) û mekanîka kuwantomê( jiber çigalî û givişîna gerdûna despêkê) be. Hedefa fîzîka niha, pêşvebirina teoriya kuwantoma cazibeyê ye û divê me bigihîne derek wisa ku em qewimînên dema peydabûn, avabûn û çêbûna gerdûnê, fehm bikin.

Werza, û ankû bi navê wê yê dîn matamatîk, pêşketina wê, ku mirov lê dinerê, divê ku em herina ta dema sûmerîyan, bi teybetî, di temenê şekl û ankû awayan de, xîzkirin kirina. Li ser sêkoşa û ankû çarkoşayan de di rastkirina wê de di rastkiirinê de bûna xwediyê afrîner. Lê piştre, wê bi navkirina wan xîz û afirandinan wê bibe. Minaq, hijmartina hijmaran, gaomatri û hwd wê bibe. Bi teybetî, êdî piştre rengê gaomatrîyê pêşdikeve. Minaq, gaomatrîya Oklîd û ankû oklîda dahûrî û hwd pêş dikeve. Li Masopotamya, pêşketina matamatikê, weke aliyekî zanistî ê pirr giring ku pêş dikeve ya. Minaq, hasibandina bi stêran li di dema masopotamya de pêş dikeve. Piştre jî, di dema felsefe de di dema antikî de wê bi felsefe re pêş bikeve. Zaneyên weke Melayê Cizîrî û hwd li ser 'Cebir' sekinî na. Ev bi gotinî jî pirr tê gotin û li ser tê sekin in. 

Zaneyên weke Dînewerî, Îbn Sîna, Ibn Ruşd, Omer Xeyam û hwd, wê li ser bisekin dihizrên xwe de. Piştre jî, bi astronomiyê re pêş dikeve. Zaneyên ku bi kifşkirina asmanan re bi erk in wê pirr li ser matamatikê bisekin in. Descartes wê li ser wê bisekinê û 'kartezyanî' wê bi wî re were bi nav kirin. Galileo Galilei, Kopernik, Bruno û hwd, wê di hizrên xwe cih ji matamatiikê re vaqatênin. Aristoteles, bi dema xwe re li ser sekiniya. Galilaî wê hinekî dîn aristo û teoriya wî pêş ve bibe. Piştre wê di sadsale 20'an de zaneyên weke Einstein, wê matamatikê weke rêbazekê di gelek beşên zanistiyê de weke temen bicih bikin ku li ser wê re lêkolîn were kirin.  Ji aliyê teorîkî ve li hijmaran, gaf û geometriyê nerin û bi wê re têgihiştin hatiya afirandin. Minaq, Kepler, weke fîlosofekî li ser tevhgerîyên gêrverkan sekinîya û bi wê re kiriya ku bi hijmartinê re pêş bixe. Nawton wê prensibên Matamatika hemdem bi nivîskî bêne ser ziman. Bi wê re, heta roja me, wê gelek zanyar û zanist li ser matamatikê bisekin û her roj, roj bi roj aliyên wê ên din ên nû kifş dikin. 

Mezopotamya, li wê, matamatîk pirr pêşketiya. Minaq, rêmildarên Medî, bi astoromiyê pirr mijûl bûn. Bi wê re jî, karê hijmartinê û hwd pirr pêşxistin. Thales, bi salan di nava wan de li Mediya dimene. Tê gotin ku Thales bixwe jî matamatîk ji wan pirr baş fêrbûya.

Sîmya, weke beşeka zanistî ku heyîn û awayê ku lêdikolê ya. Berî jiyanê, ji bo bahse tişta bikin û wan bênina ser ziman hizrên bi rengê ku tê gotin ku weke av, agir, hewa ax hatîya ser ziman. Hatiya bawer kirin ku hertişt ji wê diafirê. Sumeriyan bawer dikir ku mirov ji axê ya. Bi wê re, piştre jî, di demên felsefe pêşket, hêdî hizrên ku li ser wê temenê jî lê bikolin pêşket. Minaq, Demokrîtos, tê gotin ku pêşî hizra atomê avêtiya li holê weke temenê wan jî. Ev, wê êdî bê temenê pêşketin û hizirkirinên din jî. Piştre, ev wê bê temenê hizirandin bi filosofan re. Piştre jî wê bê temenê lêkolînê jî. Di serdema navîn de, bi navî sîmya hatîya ser ziman. 

Bi wê re felsefe, hertimî hatîya niqaş kirin. Minaq, hatîya niqaş kirin ku jiyanê, ji kîjan nûqtayê destpê kiriya. Ev pirseka ku hatîya ser ziman. Hizra, ku hemû jîyayê ji nûqtayekê destpêkiriya, wê piştre jî, were pêşxistin. Di temenê fahmkirinê de, wê piştre kîmya pêş bikeve. Minaq, êdî weke beşên wê ên din jî, ên ku wê pêş bikevin hena. Sîmya fizîkê, Sîmya Biolojiyê, Sîmya benetan û hwd, wê pirr navên din wê derkevin. Di temenê lêkolinê de, ku ka 'tişt, ji çi diafirê' hewl didê ku wê fahm bike. Bi vê yekê, weke pirse herî giring ya sîmya, ew a ku tişt, ji çi diafirê ya. Bi vê yekê, hewldane fahm kirinê pêre pêşketîya.  Sîmya, weke  awayekî biolojikî ê felsefeya berîzayinê û hwd jî bûya. Minaq, Aristo, bi aqil û mentiqê ku meşandiya xwestîya ku fahm bike ku ka destpêka jîyane çawa bûya. Piştre wê ji çi pêşketîn bûya. Dawîya mirov çawa dibê û hwd, weke pirsan ku hertimî li bersivan hatiya lêgerin. Hizrên ku piştre temenê felsefeyên filosofan afirandin ên weke guharandin û ne guharandin û hwd jî ji wê nûqtê destpêkiriya. Biqasî fahm kirina ku 'tişt, ji çi diafirê' wilqasî giringa ku simya bersiva wê bibîne ku çawa pêş dikeve û di dawiyê de wê çi bibe jî ya.

Dîrok, weke beşeka giring divê ku mirov bibêje ku bi têgihiştinî heya. Di dema ku em gotina dîrokê hildina li dest, ji du aliayn ve wê wê hildan li dest, Aliyekê, ew a ku ji aliyê rûdawên dîrokî ve ya. Aliyê din ve jî, her wusa lis er metod û awayê nêzîkatîya bihizirî û felsefî ya li wan rûdawên di dîrokê de na. Ji vê aliyê ve, bi teybetî, di demên berê de, di dema ku dîrok hatiya hildan, di temenê weke dîrok weke bûyarna ku rûdaye hatîya ser ziman. Lê piştre, Zanyerên weke Platon, Aristo û heta ku tê dema Îbnî Rûst, Îbnî Sîna Îbnî Haldûn û hwd, hizrênx we li ser dîrokê û nêzîkatîya wê hanîna ser ziman. Îbnî haldûn, di pirtûka xwe ya bi nav  muqaddîma de dibêje ku dîrok bi hev ve girêdayî û li dûvhevdû tê divê ku were ser ziman. Bi vê rengê ew nêz dibê.

Piştre wê ev nêzîkatî, weke metod û nêzîkatîya giring wê pêş bikeve. weke metodaka zanistî wê pêş bikeve. Zanyarên ku piştre hizra xwe bi dîrokê re û di derbarê wê re hanîna ser ziman de jî, di vê temenê de hanîna ser ziman. Marks, bi heve girêdayî têne ser ziman û piştre wê di wê xate wî de ew awayê hanîna wî, wê temenê hemû zanyarên di wê de de ku tênina ser ziman. her wusa, beşên din ên zanistî û felsefîkî de jî, wusa tê ser ziman. Yê ku herî zêde ji vê aliyê ve temenê nêzkatîya dîrokê bi gotina dîyalektîkê de mazin bi teorîkî pêşxist l gorî dema hemdem ya sadsale 20'an, Hegel bû. Piştre jî, zanyar û zanistên ku felsefe hanîna ser ziman, bi wê nêzîkatiyê û di temenê de wê hanî ser ziman.

Çapemeni, piştre di demê de pirr zêde pêşket. Çapemeni, hem temenê ragihandinê û hem jî temenê serdestî û serwerîya desthilatdarî a hem li hundurê welêt û hem jî car bi car dervî welêt a. Di temenê afirandina nirxên civatî bi bi civatê dane herêkirin û pejirendin a rewş û tiştan, çapameni pirr tê bikarhanîn. Weke amûrên çapameniyê televîzyon, rojname, kovar, radyo, înternet, pirtûk û hwd bûna û pêşketina. 

Çapameni, bi ragihandinê re, çend ku dem tê ve diçê giring û bandûra wê zêdetir dibê. Ji ber vê yekê jî, weke beşake serdestîyê ku herkesek û ankû her civat di xweza xwe bigihêne pêşketina herî baş bi çapameniyê re. 

Îro, hin bi hin awa ş şeklên nû ên ragihandinê li ser teknolojiyê û pêşketina peykan û şandina wan a li azmana re pêş dikevin. Teknoloji, pêvajoyên peresendinê bi civate re dane çê kirin û dide çê kirin. Li ser wê re, civatên teknik û ankû teknolojikî pêş dikevin. Nifşên ku êdî li wê herî zêde serdestiyê çê dikin bi xwe re pêş dikevin. Bi wê re jî, pêvajoyên xwe yên pêşketinê ên nû dijîn.

Îro, tendûrîstî û hemû beşên din ên zanistiyê, pirr mazin pêşketina. Di tendûrîstiyê de, kifşkirina genetikê, û bikarhanîna, Kifşkirin di derbarê teknolojiya Molekulan de, û hwd hena û bandûra wan pirr mazin a. Teknoloji, pirr mazin pêşketîya. Kompîtûr, teleskop, mikroskopên elektronîkî û hwd, pêşketina û bi wan ceribandin û lêkolîn û kifş tên kirin. Kompîtûrên ku qaydên ceribandinan digrin, êdî xwediyê arşîveke mazin ku êdî di her demê de ji wan sûd tê girtin in. 

Di vê temenê de, îro, beşên din ên weke botanîkê, matematîkê û hwd jî, divê ku mirov bi teybetî bêne ser ziman ku ev beşna ku di temenê wê pêşketina zanistî ên dema me na. Matematîk û fizîk, bi hevdû re zewicendinaka mazin di roja me de kirîya. Bioljiyê û botanîkê û hwd, bi hev re lis er xwezayê lêkolînên mazin dikin. Bi genetikê, kifşên mazin tên kirin. Teknoloji û înternet, çend ji wan aliyên din ên ku dihên bikarhanîn in.

Çapa 3aliya(3D) damarên bedena mirovan

Şîrketeke Çînî ku di warê teknolojiya bayolojiyê da bi giranî dixebite, ragihandiye ku ew karîne yekemîn prîntera bayolociya 3alî ya regên bedena candaran çêbikin. Prîntera ku şîrketa Roteka Çînî çêkiriye, dikare endamên bikêr û taybet yên her kesekî/ê çêbike. Prîntera han ji 2 nozelan pêktê ku bi dor dixebitin, karê hevodin temam dikin û dikarin di dema 10 deqeyan da karê çêkirina damareke 10 santîmetriyê biqedînin. Çapger bi alîkariya teknolojiya sillûlên bingehîn hatiye çêkirinê. Armanca serekeya vê teknolojiyê, berhemanîna sillûlên bingehîn yên taybet bi her kesekî/ê ye ku bi vî avayî îmkana jinûvaberhemanîn û verastkirina endamên nivîşkan yên bedena candaran, pêktê. Kang Yûciyan, zaniyarê şîrketa Rotekê dibêje; Navend û beşa girînga vê prînterê, ji xiştek bayolojiyê pêktê ku di hindirê wê da sillûlên bingehîn hene. Ev sillûlên bingehîn, ligor pêwîstiyên me, di rewş û pergalek taybet da, tên guhertin û dibin sillûlên ku em dixwazin. Damar, beşa herî girîng û kompleksa prînterên bayolojiyê ne, çimku bi riya wan damaran e ku maddeyên girîng digihîjine endamên bedena candaran. Herçend ku zaniyaran hêvîdarin di demeke pir nêz da karibin bi riya van prînterên 3alî, destbi berhemanîna endamên bedena candaran bikin lêbelê divê ew di destpêkê da, damaran berhembînin çimku ew keresteyên herî girîng di çêkirina endamên bedenê ne. Pirsgirêka herî mezin di pêkanîna vê yekê da, zindîxweyîkirina sillûlên bingehîn di dema pêkhatina prosesa çapê da ye. Day Kirong, endamê Navenda Endazyariya Çînê dibêje; Ev destkeft, tenê di warê çapkirina damarên bedena candaran da sînordar nabe belke şêwazeke nûjen û girîng e jibo xweyîkirina sillûlên damaran û keresteyên bikêr û sereke. Ev şêwaz, di çapa damaran û çapa Fatreşk, Gurçik û endamên din yên bedena candaran jî tê bikaranîn. Ligor gotina endamê navenda endazyariya Çînê, ev guhertina mezin dê karibe tiştên pir pir girîng û bikêr bixulqîne lê dibe ku demeke dirêj jibo bikaranîna wê di zanista bijîşkî bi taybet ya girêdayî mirovan va, pêwîst be.

Lêkolînerên zanîngeha Illinois bi serpereştiya Scott White, karîne maddeyek pilastîkî ku ji polymera bi navê Resin Epoxy pêktê, berhem bînin ku dema diherişe, diqelişe yan jî beşek jê xera dibe, dikare xwexwe, xwe temîr û termîm bike. Ev madde polymerek taybet e ku wek hemû polymerên din ji zincîrên mulukûlên bihevzeliqyayî pêktê. Lê ciyawaziya vê polymerê, ew e ku dema di navbera zincîrên mulukûlên wê da qelş, herişîn yan jî birrînek(jêbûnek) çêdibe, hingî beşa xerabuyî û nuqsan vediguhere renga sor. Eger beşa xerabuyî demeke kin li ber tîrêjên Tavê bimîne, bi şêwazek pir ecêb, cardin ew zincîrên mulukûlan dizeliqin hev û beşa xerabuyî sedîsed jinûva termîm dibe. Ev keşfa balkêş û girîng, dikare bibe sedema guhertinên pir mezin bi taybet di warê berhemanîna berhemên senetî û bihdaştiyê da. Bînin ber çavê xwe ku Telefona destan, tu car neherişe û monitora wê timitim wek berê bimîne. Yan jî erebeya ku rengê wê sîs buye yan jî herişiye, xwexwe xwe termîm bike û hezaran mînakên din. Ev keşf dikare bibe bersiva çawaniya pêkanîna gelek xeyalan ku meriv herdem jibo hin tiştan dikir û dixwest ku bi wê maddeyê, alav û amûrên ku xwexwe xwe termîm dikin, çêbikin. Derbarê çawaniya pêkhatina vê prosesê jî, yek ji lêkolîneran yê bi navê Brett Krull, wiha dibêje: Ev yek di 2 merheleyan da pêktê di merheleya yekem da mixtura navbirî di dema 30 saniyan da vediguhere jêleyeka nerm ku karibe bi rehetî têkeve nava beşa herişî, qelişî yan jî xerabuyî û ev yek dibe sedema tijîbûna beşa qelişî ji maddeya bibandor. Di merheleya duyem jî ku tê da maddeyên kîmyayî nermiya xwe ya berê jidest didin û req dibin, ligor pêkhate û tîrbûn yan jî renbûna maddeya navbirî, karê bihevzeliqandin û jinûvaçêbûna polymerê pêktîne û ev yeka han dikare di jêr kontrola me da be. Maddeyên kîmiyawî yên ku jibo termîma polymera han tê hilbijartin jî divê taybetmendiyên wê ligor mezinahiya qelş, herişîn û xerabûna wê be, mînak eger mezinahiya qelşê ji 8mm mezintir be, hingî pilastîk diçeme(diteve) û xilloxwar dibe, yanê xwexwe xwe termîm dike lê forma wê îdî wek berê nabe û mehkembûn û xweragirtina wê ya lihember germa, serma, derb û pestoyan jî ligor pilastîka saqlem, hinek dadikeve. Lêkolînerên Amerîkî dibêjin ku hê riya me, pir dûr û dirêj e, çimku em dixwazin pilastîkek çêbikin ku piştî xerabûn û termîma xwebixwe ya wê, ew sedîsed wek beriya xerabûna xwe be û tu daketin di xweragirî û taybetmendiyên wê yên di dema berhemanîna wê da pêkneyê.

Bi teybetî, îro, weke beşên bioloji, teknoloji, fizîk, û hwd, beşên ku êdî bi serê xwe pêşd dikevin hena. Bi wê re jî, beşên Derûnîyê ên weke 'beşa derûnîya civaknas', 'beşa civaknasa derûnî' û hwd, hin bi hin pêşketinên xwe dikin. Beşa rewîstê û ankû ahlaqê pêşketîya û ji felefê û olê cuda xwediyê pêşketina xwe ya. Çînîkirina beşan û salixkirina wan, aliyekî din ê pêşketina zanistê ya ku di roja me de pirr pêşketîya. 

Ku em bahse olê bikindivê ku em biyetê, bahse dîrokeka pirr dem dirêj bikin. Ji dema Sûmerîyan û heta ku tê roja me, pêşketina wan bûya. Ola pêşî ya di temenê totem û animismê de ya. Piştre mîtoloji pêş dikeve- Wê piştî wê re jî olên yek xwûdayî pêş bikevin. Ola pêşî ya yek xwûdayî jî Zerdeştî. Ola duyemin ya yek-xwûdayî Cihûtî ya. Ola sêyem ya yek xwûdayî Xiristiyanî ya. Û ola çarem ya yek-xwûdayî jî Îslamiyet ye.

Felfeseya zanistê, divê ku mirov bibêje ku wê ji piştî ronsansê re temenê wê hin bi hin pêş bikeve. Lê ji sadsale 19'min û pêde, wê bi lezeke mazin êdî pêşbikeve. Mirovên weke Agust Cemte wê pirtûka ceribandin û metodên zanistê binivîsêne. Ev jî, wê bandûra wê mazin bibe. 

Her wusa felsefeya pozîtîvîzmê û felsefeya dahûrîyê û ankû felsefeya analîtîkîtiyê, çend ji wan felsefeyên dema zanistê û ankû ên felsefeya zanistê na. Weke beşna ku em bi navkin, vac û ankû mentiq, tiştayîtî, Rexnegirîtî, aqilmendî û ankû realisim, Sedemgerî, û ankû fesefelya ku tenê li ser sedema ava ya. û hwd, çend ji wan beşên ku li berçav tên girtin in di felsefeya zanistê de. Her wusa her yek ji wan felsefeyan, xwediyê metodên xwe yên bikardihênê jî ya. Di bin vê beşê em dikarin çend ji van beşan bênina ser ziman:

Felsfeya ku bi teybetî li ser nûqteykê mijul dibê ya. BI teybetî, di wê nûqtê de kûr dibê û hewl dide ku bi wê r bide fahm kirin. Her nûqta, di felsefê de xwediyê wateyekê ya.

Li ser çapameniyê re bi zanistî lêkolîn kirin û axiftin a. Minaq, di roja me de kovar sciense û hwd, yek ji wan komarên giring ê zanistiyê ya. Hertimî mijarên zanistî bi felsefê dihilde li dest û dihêne ser ziman. 

Ol, di dema ku lê tê nerin, weke mijarekê ji aliyê zanistê tê hildan li dest û lêkolîn. Ji dêla ku olekê hilde li dest û olzaniya wê fahm bike, hemû olan bi dîrokê re li dûv hevdû li gorî rêza wan dihilde li dest. Bi wê re dixwezê ku ji destpêkê heta roja me, hewl bide ku fahm bike Bi vê re jî, gotina ol û zanist weke gotinaka teybet û giring derketiya li holê. Î ro, zaniyar û beşên zanistê ên ku bi teybetî dîroka olan lêdikoln hena. Metoda wan jî, ew a ku hemû olan bi nirx û dîroka wan û awayê pêşketina wan re fahm bikin.

Jin, di dîrokê de jî, di pêşketina zanistê de bûya xwediyê roleka mazin. Herî zêde, di demên berê de, ji ber ku jin hîskirina wê xort bû, weke ya falvan hatîya û derketiya li pêş. Piştre jî, ev bûya. Di serdema navîn de, bi wê yekê, weke pîrabûk û hwd hatîna şîrovekirin û bi hezaran ji wan hatina qatil kirin. Ev jinên ku bi wusa hatina denezendin û kuştin hemû jî, jinên ku bi mejiyê xwe derdiketina li pêş bûn. Lê piştre jî jin rola xwe leyist. Bi teybetî, di sadsale 20an de, rola wê pirr mazin derdiketiya li pêş. Di hemû beşên zanistê de jin, weke mêr û biqasî wî û di hin beşna de ji mêr zêdetir jî derketiya li pêş bûya xwedi rol û û kar. 

Bi şoreşa kurdistanê re pirsgirêka jinê pirr mazin hat ser zima. Şoreşên berê ku tenê di temenê bidest xistina mafê xwe yê weke zilêm ku were hasibandin de dihat ser ziman, di vê şoreşê de rol erka wê jî hin bi hin hat kifşkiirn, ew jiyanê de ji wan hat xwestin ku rol û weyna xwe bileyizin.  Î ro, rewşenbîr, wêjavan, zanist û hwd, di hemû beşên ku tên zanîn û pêşketina de jin heya.  Li cihanê jî jin, pêşketina wê bi hizirkirina wê û bi xwe afirandina wê pêşketîya. Bi teybetî, di her beşên zanistê de cihgirtin. Li her welatê, zanist, rewşenbîr, wêjevan û hwd, weke mêr û biqasî wî, jin jî heya û xwedî rol û afirînerîyeka wê heya. Jin û zanîn, bi hevdû re êdî pêşketîya.




#Article 25: Kurmancî (517 words)


Kurmancî an Kurmanciya jorîn yek ji zaravayên zimanê kurdî ye, ku ji aliyê Kurdan ve tê bikaranîn, Diyalektîka Kurmancî li herçar parçeyên Kurdistanê tê axaftin û pirraniya Rûniştvanên Kurdan bi zaravayê kurmancî  diaxivin. Li Rojhilatê Kurdistanê ji kurmancî re dibêjin şikakî û li Başurê Kurdistanê jî jê re dibêjin badînî. Lê her sê nav yek tişt in û ferq tune ye.

Bi rengekî dinê jî, em dikarin bêjin ji ber ku piraniya cografiya kurdan ji zaravayê kurmancî pêk tê, bi heman reng jî kurmancî bandoreke mezin heye li ser hemu kurdan û piraniya ede u dîroka kurdî jî bi vê diyalêktê hatiye nivîsîn. Ya Şew Dîma Xew

Kurmancî = kur + man + cî. Wekî tê zanîn di dema Romayê da, gelê kurd  xeribî bûyî. Lê herkes neçûye xeribiyê, ji ber ku daxwaza gelê kurd bû ev axên me ne, em neherrin .
 	

Cilwe û Mishefa Reş kevintirîn pertûkên ewên bi kurmancî hatine nivîsandin.

Şerefxanê Bedlîsî yekem dîlok nivîsê kurd bu, bo yekmîn car li sala 1597an Şerefname nivîsandî ye, ko tê da behsa cografî û dîloka kurdan dike.

Eliyê Herîrî yekemîn kes bûye ko helbesta kurdî nivîsandî jiyan û mirine wî dikeve di navbera salên 1009-1079an de.

Ehemedê Xanî yekemîn helbestavan bû ku di helbestên xwe de li ser hesta kurdayetiyê û yekîtiya kurdan nivîsandiye, ji ber ku hemû helbestvanên berî wî kesî li ser netewatiyê nenivîsandiye, helebistvanên kurdan yên berî Xanî bi tinê behsa dîn û evînê kirin di helbestên xwe de, jiyan û mirna Xanî dikeve sala 1650-1707an.

Erebê Şemo nivîskarekî kurd bû û weke bavê romana kurdî tê binavkirin. Yekemîn romana kurdî ya ku bi kurdî hatiye weşandin, Şivanê Kurmanca nivîsiye. Erebê Şemo ji malbatek şêxên êzîdiya bû.

Mem û Zînê Ehmedê Xanî, Xec û Siyemend û Derwêşê Ebdî û Zembîlfiroş, ji wan dastanên kevin ên kurdî û kurmancî ne.

Med TV yekemîn kanala televîzyonê ya kurdî û kurmancî bû, ko li sala 1995an hatiye damzirandin, ji bilî kurmancî Med TV bi zaravayên din ên kurdî jî bexiş dikir wek zazakî û soranî u kalholî, herwisa yekemîn Radyoya kurdî ya kurmancî jî pişî Radyoya Êrîvanê bû.

Stranên folklorî bandoreke mezin hebûye li ser kurmancî û zaravayên di yên kurdî jî, bigire bandora xwe li ser stranên gelên din jî kiriye, wek ermen û tirk û faris û aşûriyan.

 Bijartin  

Di roja me de kurmancî di gelek welat û axan de ji alî gelê kurd ve tê axaftin. Belavbûyîna zarava, ji gola Urmiye dest pê dike, heta bajarên Şino sînorên Îran û Îraqê Helgurd, Rewandiz, Zeyî, Behdînan, Qers, Erzirom, Mûş, Bedlîs, sînorê Sêrtê Kozluk, Farqîn, Pasûr, Licê, Bismil, Amed, Erxenî, Çiyayê Qerej, Sêwreg, Semsûr, Meledî, Gurgum, herêma Hetayê Kirikhan û herêma Helebê Afrîn, ji herêma Dêrsimê li Pertekê, Mazgirt, bakurê Xarpêtê, Kanîreşa ku herêma Çepexçûrê (Çewlîg) ye û li gelek herêmên Sêwazê ev zarava tê bikaranîn.

Ergin Öpengin û Geoffrey Haig, du zimannasên Zanîngeha Bambergê (Almanya), li lêkolîneke (Öpengin  Haig 2014), pênc deverên kurmancîaxiv bi vî awayî dabeş dikin:

Amedî, şengalî, mêrdînî, batmanî, tatwanî, mûşî, bingolî, erzîromî, laçînî li Kurdistana Sor. Ardahan û Qers dikevin rojhilatê zimanê kurmancî li hema wek navndiye jî diaxivin

 




#Article 26: E-pirtûk (107 words)


e-Pirtûk: (eBook, eBooks, e-books, Ebooks...) dikare versiyona dîjîtal ya pirtûkeka liserkaxezêweşandî yan her pirtûkeka bi awayekê dîjîtal û multîmedîal amadekirî be. Herwiha ew dikare aparateka xwendina pirtûkên elektronîk be: wekî Rocket eBook yan Pocket PC.
 
Çend Formatên ji bo e-pirtûkan LIT, PDF û RB ne.

POD (Print on demand): Çapa li ser daxwazê, Print on demand, awayekê nû yê weşandina ePirtûkan e. Faylên dîjîtal yên ePirtûkan li nik çapxaneyan hene û gava ko mirov bixwaze mirov dibêje ka ji filan pirtûkê hewqes hejmaran ji min re çap bike. Yanî dibe ko mirov yekê tenê bixwaze û hingê ew yekê tenê ji mirovî re çap dikin.

Mijarên têkildar:




#Article 27: Sedam Huseyn (532 words)


Sedam Huseyn Ebdelmecîd el-Tikrîtî an bi kurdtasî Sedam Huseyn (bi erebî: صدام حسين عبد المجيد التكريتي, Ṣaddām Ḥusayn ʿAbd al-Majīd al-Tikrītī) di sala 1937'an de li bajarê Tikrîtê ji malbateke xizan hate dinê.

Piştî mirina bavê xwe, ji aliyê dayika xwe û hizmên xwe ve hate mezin kirin. Sedam di ciwaniya xwe de beşdarî nava refên Partiya Ba'sê bû. Ba's wê demê li hemberî emperyalizmê derdiket û azadî û serxwebûna netewî diparast . Sedam di sala 1956'an de li hemberî desthilatdariyê derbeyek kir lê ev derbe bi ser neket. Piştî vê yekê Sedam bi sûcdariya ku dê Serokwezir Abdul Kerîm Hassam bikûje ji Îraqê reviya. Di sala 1963'an de li Îraqê Partiya Ba'sê bi ser ket û ew jî wegeriya Iraqê. Wê demê bi xwarziya xwe Sacîdeyê re zevicî û jê sê 3 heb keç bû bavê 5 zarokan. Piştî demekê di navbera partiyê û Sedam de nakokî derketin û ew hate girtin. 1968'an de derbeyeke din hate kirin û bi vê derbeyê re ji girtîgehê derket. Pişt re kete nava Lijneya Konseya Şoreşê ya Ba'sê. Di sala 1979'an de bi darbeyekê desthilatdarî bi dest xist û muxalîfên xwe perçiqand. Sedam Huseyn pergaleke zordest afirand û ew bi îstihbaratê xwe xurt kir.

Sedam di 16'ê adara 1988'an de li hemberî kurdan, li bajarê Helebceyê komkujiyeke mezin pêk anî û bi bombeyên kîmyawî pênc hezar kurd kuştin.

Di sala 1980'yî de Îraqê bi Îranê re şer îlan kir û hêzên Sedam herema avî ya Şetelereb bi dest xistin. Şerê di navbera Îran û Îraqê de 8 salan dom kir û bi sedhezaran kesî di vî şerî de jiyana xwe ji dest da. Dema ku şer bi dawî bû herdu alî jî di cîhê xwe yên dest pêkê de bûn. Piştre Sedam di 2'yê gelawêja 1990'î de Kuweyt dagir kir. Li ser wê yekê gelek welatên cihanê bi pêşengiya DYA'yê li dijî Îraqê şer îlan kirin. Di 16'ê berfanbara 1990'î de li ser Îraqê bombe bariyan. Şer heya 27'ê reşemiya 1991'an domiya. Piştî bûyerên 11'ê Rêzberê dîsa çaw zivirîn ser Sedam Huseyn. Di dawiyê de DYA û Îngiltereê di avrêla 2003'an de, bi angaşta çekên nukleer careke din li dijî Îraqê dest bi şer kirin. Hêzên koalîsyonê, di 10 avrêlê de ketin paytexta Iraqê Bexdayê û peykerê Sedam Huseyn ê li navenda bajêr anîn xwar. Ev roj ji bo gelên li Îraqê wekî destpêkeke nû hate nirxandin. Di serî de gelê kurd, gelên Îraqî rabûn ser piyan û têkçûna pergala Sedam pîroz kirin.

Bi têkçûna dîktatore Sedam Huseyn re, berhemên desthilatdariya wî yek bi yek derketin holê; li çar hêlên Îraqê goristanên tomerî û wêneyên wahşetê yên desthilatdariya Sedam yek bi yek derketin holê.

Piştî şer êrîşên li hemberî hêzên DYA'yê zêde bibûn û hate îdîakirin ku êrîş ji aliyê Sedam ve têne organîze kirin.

Dadgeha ya Sedam Huseyn û heft mirovên din ji bo nijadkujîyên kurdên Helebce, kuştinên bajarê Dûceyl û paş raperandina şîyên 1991an re, li 19'ê kewçêrê 2005an de dest pê kir. Sedam 5'ê sermawezê 2006an de ji aliya dadgehê bi cezayê mirinê hat ceza kirin.

Cezaya Sedam Huseyn di 26'ê berfanbarê 2006an de hat pejirandin. Di 30'ê berfanbarê2006'an de jî, bi sibê re di saet şeşan de hat îdam kirin.




#Article 28: Mem û Zîn (290 words)


Mem û Zîn  an jî Memozîn pirtûka herî girîng ya Ehmedê Xanî ye. Tê de evîna mezin nav Mem û Zîn tê îfadekirin.

Destana kurd ya neteweyî Mem û Zîn, bi sedsalan di nav gelê kurd de bi devkî û bi destnivîskî jiyaye. Paşê gelek caran hatiye çapkirin. Cara pêşîn di sala 1919an de li Stembolê; paşê di sala 1947an de li Helebê, 1954 li Hewlêrê, 1957 li Şamê, 1960 li Bexdayê, 1962 li Moskowê, 1968 li Stembolê, 1988 li Ûrmiyeyê û di 1995an de li Swêdê li bajarê Uppsalayê û Şamê, û di sala 2006an de jî li Dihokê hatiye çapkirin.

Wezareta Çandî û Turîzmê ya Komara Tirkiyeyê berhema Ehmedê Xanî ya bi navê Mem û Zîn di sala 2010an de da weşandin. Di pirtûkê de, rûpelekî de nivîsa orjînal ya ku bi tîpên erebî ne heye û di rûpela din de beramberê wê bi tîpên latînî bi tirkî û kurdî heye. Ji vê pirtûkê 2.500 heb hate çapkirin. Ji van pirtûkan hinek wê li pirtûkxana bên belavkirin û hinek jî wê bên firotin. Ev cara yekemîn e ku wezareteke Komara Tirkiyeyê pirtûkekî bi zimanê kurdî amade dike û dide weşandin.

Her weha nivîskarê kurd Jan Dost jî bi eynî munasebetê ev berhema hêja wergerande ser zimanê erebî û bi şîroveyeke berfireh, ku ew sê caran li paytexta Sûriyê Şam û li Beyrûtê û li Dihokê jî hate çapkirin. Dîsa Jan Dost sala 2007an Mem û Zîn bi kurdiya îro û bi kêş û qafiye nivîsî û tefsîreke berfireh bi kurmancî jê re danî.
                
Kurdzanekî fransî Roger Lescot 25 sala zêdetir li Kurdistan dijiya seva zimanê kurdî rind hîm be û destanên û mitolojiyên kurd nas bike. Lescot dengbêjan digerand ji bo destana Memê Alan (di pirtûkekê) tijî ke.




#Article 29: Zimanê kurdî (3618 words)


Zimanê kurdî, zimanekê ji şaxa zimanên îranî yê bakûr rojavayê malbata zimanên hind û ewropî ye. Piraniya gelê li Kurdistanê bi vî zimanî diaxivin û zimanê sereke yê kurdan e. 

Çend zaravayên kurdî hene; kurmancî li bakur, başûr, rojhilat û rojavayê Kurdistanê, soranî li başûr û rojhilat tê bikaranîn. Kurmancî bi piranî bi tîpên latînî tê nivîstin û soranî bi tîpên erebî.

Koda ISO 639-1 ya kurdî KU ye. Koda ISO 639-2 ya kurdî KUR e. Koda DIN 2335 ya kurdî KU ye.

Li gorî belavbûna erdnîgarî, zimanê kurdî ji bilî welatên Ewropa û yên biyanî bi taybetî li hemû erdnîgariya xwe yanî li hemî herêmên Kurdistanê tê bikaranîn. Tev li navçeyîbûyînê ji nifşê mirovên vê navçeyê, gelek gel, ji rojava heta rojhilatê, li gelek welatan zêde û belav bûn. Lewra ye ku zimanê kurdî, yê ku li ser axeka fireh tê axaftin, ji gelek zaravayan pêk tê. 

Li gorî pirtûka Şerefxanê Bedlîsî a Şerefname, zaravayên kurdî, eşîret, komên kurd ji aliyê ziman, kevneşopî û rewşên civakî di nav çar beşan de ji hev cuda dibin:

Kurmanciya bakur (kurmancî) û kurmanciya başûr (soranî) du zaravayên sereke ne. Ev her du zarava wekî zaravayên ku xwediyê wêjeyeke nivîskî ne, têne pejirandin. Van demên dawîn, zaravayê kirmanckî (dimilkî-zazakî) jî hêdî hêdî ber bi nivîskîbûnê ve gavan diavêje. 

Di nav zaravayên kurdî de zaravayê ku herî zêde pê tê axaftin kurmancî ye. Kurmancî li hemû deverên ku kurd lê dijîn pê tê axaftin. Piraniya kurdên ku kurmancî û zazakî diaxivin li bakurê Kurdistanê dijîn. Her wiha li Qerejdaxa bakurê Kurdistanê û li çend deverên mîna Anatolîyaya Navîn şêxbizinî lê dijîn. Şêxbizinî devokeke kelhurî ye ku li bajarê Kirmaşan û Îlamê bi heman devokê diaxivin. Tevlihevîya di warê zaravayan de pirî caran jî, ji ber navlêkirinê tê. Bo nimûne, ji bo kurmanciya bakur, li başûr behdînî û li rojhilat jî şikakî tê gotin. Her wiha ji bo zaravayê kurmancîya jêrîn jî, kurmanciya xwarû, soranî tê gotin. Heman tevlihevî di warê dimilkî de jî balê dikişîne. Navên wekî kirdkî, kirmanckî, dimilî, dêrsimkî, sobê û hwd têne bikaranîn. Ji bo hewramî jî navê goranî jî heye. 

Kurmancî jî yek ji zaravayên kurdî ye. Ji bo kurmancî, kirdasî, Bahdînan,û şikakî û kurmanciya bakur jî tê gotin. Kurmancî li her çar parçeyên Kurdistanê jî tê axaftin. 

Zaravayê kurmancî ew zaravayê kurdî ye ku herî zêde pê tê axaftin. Lê herî zêde li bakur û rojavayê Kurdistanê pê tê axaftin. li başur jî li duhok û şingal û li rojhilat jî li bajêrê ûrmîye tê axeftin. Zaravayê kurmancî her wiha li Ermenistanê, li Xorasanê, li nav kurdên Qefqasyayê, li Anatoliya Navîn û li Diyasporayê yanî li (Ewropa û Amerîka)yê pê tê axaftin 

Ji ber ku zimanê kurdî zimanê gelekî bindesthîştî ye, îmkanên pêşdexistina sazî yên neteweyî nebûne û ji aliyê lêkolîn, lêgerîn, pêşxistina ziman û çandê, hebûnên civakî û dîrokî ve bêpar maye. Zimanê kurdî têra xwe nehatiye lêkolînkirin û dewlemendiya wî nehatiye eşkerekirin..  Sazî û dezgehên ku karibin vî zimanî pêş bixin, bi taybetî li hundurê welatî firsenda avabûnê nedîtine. Ji aliyê lêkolîn û lêgerînê ve zimannasên pispor yên bikêrhatî negihîştine. Hindek ronakbîrên ku bi îmkan û hewldanên xwe yên şexsî xwestine derkevin meydanê jî hergav rastî tehdîda dewletên serdest û zordar bûne.

Ji ber vê yekê, lêkolînên li ser zimanê kurdî, heke em rewşa îstisnaî ya Başûrê Kurdistanê negrin ber çavan, bi xebatên van çend ronakbîran hatiye kirin û jixwe wan jî lêkolînên xwe li derveyî welatî kirine. Li Kurdistana Îraqê, ji ber vê serbestiya nisbî ya çandî ko encama têkoşîna neteweyî ya bêwestan û bênavber bûye û piştre jî, ji ber wê îmkana otonomiya mehdûtkirî ya berhema şerê salên 1960'an, li vê perçe ya Kurdistanê, wisa lê hatiye ko hejmara ronakbîr û saziyên ko li ser zimanê kurdî xebat kirine, ta dereceyekê zêdetir bûne. Li vê perçeya welatî mirov dikare behsa hin xebatên hêja bike.

Ji bilî van tiştên ku li ser zimanê kurdî hatine nivîsîn, berhemên hin rojhilatnas, zimannas, gerrok û mîsyonerên biyanî hene. Ji xeynî vê, divê em xebatên wan dewletên ku Kurdistan bindest kirine û yên hin derûdorên ku hin hesabên wan li ser Kurdistanê hene jî nîşan bidin. Ev xebatên wiha yên li ser zimanê kurdî ne bi armanca zanistî, lê bi ya siyasî, hatine kirin. Ewan ne ku xwestine rastiyên zanistî derxin holê, lê xwestine îdîa û safseteyên ko xizmeta mexsedên wan ên siyasî dikin li nav gelî belav bikin. Dewleta Tirk ji ber ku heta îro hebûna gelê me înkar kiriye, muhawele kiriye ko kurdan wekî perçeyekê ji qewmên Tirk ên Asyaya Navîn bide nîşandan. Li ser zimanê kurdî jî îdîa kiriye ko ev ziman, zimanê civakeka tirknîjad (tirkên çiyayî) e û di netîceya asîmilasyonê da bûye zimanekî destkir (sunî) ku ji çend hezar peyvên erebî, farisî û tirkî pêkhatiye.

Misyonerên biyanî jî gelek caran ji ber mexsedên siyasî yên li gor berjewendiyên welatên xwe û hin caran jî ji ber çavdêrî û lêkolînên xwe yên gelek seran serî (sethi) bi şaşî nivîsîne ku kurdî ne zimanekê serbixwe ye û devokeka farisiya kevin an jî ya nû ye. Hijmara yên ku li ser zimanê kurdî tehlîl û şiroveyên şaş ên qestî kirine yan jî bi nezanîn şaş çûne ji yek, du kesan ne zêdetir e, lê ji aliyê devokên zimanê kurdî de hejmara kesên ku bîr û baweriyên cuda cuda nivîsîne û pêşkar kirine gelek zêde ne.

Li aliyê din, divê em rastiyekê jî qebûl bikin ku herçî lêkolînên niyetpak û zanistî bi hejmara xwe gelek kêm bin jî, ew bi xwe jî li ser zimanê Kurdî gihîştine bîr û baweriyên newek hev. Ji vî alî de jî nezelaliyek heye.

Tevî hemû dijwarî, nezelalî û kêmasiyên lêkolînên ko li ser dengzanî (fonolojî, peyvsazî (morfolojî) û hevoksaziya (sîntaksa) zimanê kurdî hatine kirin, nîşan dane ku zimanê Kurdî, zimanekê serbixwe yê xwedî dîrokeka taybetî ya pêşveçûnê ye û vê rastiyê di warê zimannasiyê de xwe daye pejirandin.

Soranî, kurdî an jî kurmanciya navendî, zaravayekî zimanê kurdî ye. Di rastiya xwe de ev navê devokekê ye ku li nêzîkî Hewlêrê tê axaftin, lê di pêvajoya dîrokî de navê xwe li hemû devokên zaravayê kurdiya navendî kiriye. Îro devokên mukrî, kurdî û yên din bi navê soranî têne nasîn. Bi giştî bi tîpên kurdî-erebî tê nivîsandin; herwiha, gotarên bi tîpên latînî jî hene. Soranî zêdetir li Kurdistana başûr û rojhilat tê bikaranîn.

Zazakî yanî kirmanckî yek ji zaravayên kurdî ye ku li bakurê Kurdistanê tê axaftin. Kirmanckî herî zêde li Dêrsim, Amed, Semsûr, Çewlig, Riha, Xarpêt, Erzerom, Mûş û Bilîsê tê axaftin. Ji nav van bajaran li navenda Dêrsim û Çewligê herî zêde kirmanckî tê qisekirin. Feqet li navenda bajarên din kurmancî tê qisekirin. Kirmanckî tenê li bakurê Kurdistanê cih digire 

Ji bo kirmanckî; kirdkî, dimilî û zazakî jî tê gotin.

Hewramî zaravayekî kurdî ye ku li başûr û rojhilatê Kurdistanê tê axaftin. Ligorî lêkolînên ku ta niha hatine kirin, hewramî yekemîn zaravayê kurdî ye ku pê nivîs hatîye nivîsîn. Zimanê edebîyata klasîk heta sedsala nozdehem li nav kurdên soranî-axêv, lekî-axêv, kelhurî-axêv û lorî-axêv bi giştî hewramî bûye. Ji vê hewramîyê re, ku ji bo edebîyatê hatîye bikaranîn, goranî hatîye gotin. Lewma jî ji hewramî re gelek caran goranî jî tê gotin. Feqet xelk ji bo vî zaravayî bi piranî hewramî dibêje 

Hewramî li başûr û rojhilatê Kurdistanê tê axaftin.

Kelhurî yek ji zaravayên kurdî ye. Çawa ku ji bo zaravayên din navên cuda cuda tên gotin, her heman tişt ji bo kelhurî jî heye. Ji bo kelhurî; feylî, kirmaşanî, û kurdiya başûr tê gotin; lê esasen hemû jî eynî zarava ne yanî kelhurî. Divê em di bin banê kelhurî de behsa şêxbizinî jî bikin. Şêxbizinî her çend li hin deverên bakurê Kurdistanê li hin gundan bê axaftin jî, zêdetir li Anatolya Navîn tê axaftin. Li gorî lêkolîneran şêxbizinî jî beşek ji kelhurî ye. Kelhurî her çend bi piranî li rojhilatê Kurdistanê bê axaftin jî, li başûrê Kurdistanê jî li Xaneqîn û Mendelî tê axaftin. Feqet kelhurî bi Kirmaşanê tê naskirin.

Li Kirmaşanê, her çend zaravayên soranî, lekî û hewramî hebin jî, li wir zaravayê hevpar li nav kurdan kelhurî ye

Zaravayekî din ê kurdî jî lekî ye. Lekî li rojhilatê Kurdistanê, bi giştî li Loristanê tê axaftin lê li hin navçeyên Kirmaşanê jî tê axaftin. Li Loristanê li navçeyên Kûdeşt, Nûrabad, Eleşter, Xoremabad, Birûcird, Endîmişk tê axaftin. Li Kirmaşanê li navçeyên Sehne, Kengawer û Hersînê tê axaftin. Navekî din bo lekî nîne. Lekî her lekî ye 

Lorî jî wekî lekî tenê li rojhilatê Kurdistanê li Loristanê tê axaftin. Di dîrokê de lor wek kurd hatine liqelemdan. Li gorî lêkolînan, Baba Tahirê Hemedanî bi lorî berhemên xwe dane 

Îro Kurd ji ber perçebûna erdnîgariya xwe Kurdistan di nav sînorên dugelên Sovyeta berê (Ermenistan, Azerbaycan, Nûhciwan û Gurcistan) Îran, Îraq, Tirkiye û Sûriyê de dijîn. Ji xeynî Îraqê, zimanê fermî yê tenê yê van dewletan tirkî (Tirkiye), erebî (Sûrî) û farisî (Îran) e. Li Îraqê jî hem erebî hem jî kurdî fermî ne.

Bi zimanê kurdî re; li rojava Tirkî, li bakur ermenîkî, li rojhilata bakur azerî, li rojhilat farisî û li başûr zimanê erebî cîrantî dike. Kurdî her wiusa li Ermenistan, Pakistan, Efxanistan, Hindistan, Urdun, Filistîn, Misir û Lubnanê jî tê axaftin. Li Xorasan, Taran, Bexda, Şam, Enqere, Stenbol, Konya û bajarên wek Îzmîrê jî ji ber ku gelheyek mezin dijîn, zimanê Kurdî li van herêman jî tê axaftin. Bê guman ji ber ku gelê Kurd li gellek cihan bi cih bûye, Kurdî li wir tê bikaranîn. 

Sedema jiyîna gelê Kurd a li derveyî erdnîgariya xwe, digihîje bi deh an sedsalan berê. Cihên wek Efxanistan, Pakistan, Hindistan û Misir ji bo cîhadê çûne û li wir mane. Li cihên din jî ji ber mişextîkirinê bi cih bûne. Li gor lêgerînan îro gellek Kurd ji ber van koçan li welatên Ewropa, Amerîka Awistralyayê jî dijîn.

Zimanê tirkî ji malbata zimanê ûral-altay, erebî ji ya semîtîk (samî) û farisî jî, ji ya hind-ewropî ye. Ji van zimanan tenê kurdî û farisî ji heman koma zimanî ne. Hem rêveberiya ereb û hem jî ya fars hebûna kurdan wek kurd û zimanê wan jî wek zimanekî serbixwe dipejirînin, lê nêrîna fermî ya rêveberiya Tirkiyeyê, vê yekê red dike û dibêje ku kurd bi binyada xwe ve tirk in. Ev raman bi taybetî piştî damezîrana komarê serdest bûye û wek bîrdoza fermî hatiye parastin. 

Hê di deme sûmeriyan de, zimanê kurdî xwediyê pêşketina xwe bi awayê civatî ye. Gotina Gilgamiş bixwe jî, ku mirov li ser difikirê, Ji ga û gir pêk tê. Bi wê re, mirovekî ku şibandina wî ya weke gayekî tê ser ziman. Girbûna wî, bi wê re tê ser ziman. Bo minak, ga pirr gir e. Bi wê girbûna xwe re lê tê şibandin. Di kêvalbarên tûfane Nûh de, ji mihê re gotina mî û ji guh re gû tê gotin. 

Kurd, gelekî dêrin ê herêma (Mezopotamyayê) ne û xwedî şaristaniyeke dewlemend in. Ji pêşiyên kurdan pir bermayî mane, ku hinek jê berhemên nivîskî ne. Ji belgeyên ku bi dest ketine, em pê dihesin ku kurdan ji berê de nivîs bi kar anîne. Belê, ev pirtûkçe ne li dû aşkerakirin û peyitandina wan tiştan e ku li cîhanê gelek pispor û mirovên sade jî pê dizanin. Lê ji ber ku di van demên dawîn de, li ser mijara zimanê kurdî û kurdan gelek gengeşî û hewlên berevajîkirina rastiyan pêk hatin û di van gengeşiyan de ne pisporên mijarê yên kurd û ne jî saziyên wek enstîtuyê hebûn, ji lewre me pêwîst dît ku em bi awayekî puxteyî ji mijarên li ser zimanê kurdî behs bikin. Em xwedî wê baweriyê ne ku, ev pirtûkçe dê bi kêr bê da ku gengeşî û nîqaş li ser zemîneke rast bên kirin. Alfabeyên ku kurdan bi kar anîne Palpişt û belgeyên di dest me de, bi me bidin zanîn ku kurdan bi dirêjiya dîrokê re gelek alfabe bi kar anîne. Lê belê em pê nizanin bê kurdan serê pêşîn kîjan alfabe bi kar aniye û kengê dest bi nivîsandina nivîsê kiriye. Ji bilî alfabeyên ku em dê li jêrê bidin, kurdan xet aramî, suryanî û grekî jî bi kar anîne.

Tê zanîn ku, beriya komarê, kurd wek qewmekî cihê û zimanê wan jî wek zimanekî serbixwe dihate dîtin. Ji bo nimûne, Ewliya Çelebî di berhema xwe ya navdar ‘Seyahatnameyê de behsa zimanê kurdî û zaravayê wê dike. Evliya Çelebi, dide xuyakirin ku zimanê kurdî zimanekî dêrin ango qedîm e û ji zimanên mîna farisî, dêrî û îbrî cuda ye. Her wiha, Şemsettin Sami, di pirtûka xwe ya bi navê Kamusu'l-Alâm de û Ziya Gökalp jî di gotar, daxuyanî û berhema xwe ya bi navê Kürt Aşiretleri Hakkında Sosyolojik Tetkikler de, amaje dikin ku kurdî bi tu awayî naşibe zimanên din û kurdî zimanekî dewlemend û serbixwe ye. Lê piştî avakirina komarê, nemaze bi qanûna bingehîn a sala 1924’an, hebûna kurdan tê redkirin, her kesê li Tirkiyeyê dijî mîna tirk tê pejirandin. Peyvên mîna kurd, kurdî û Kurdistan, ku di gelek belgeyên fermî yên osmanî û Tirkiyeyê de dihatin bikaranîn, têne qedexekirin. 

Hemû zanyarên ku li ser zimanê kurdî lêkolînên zanistî kirine didin xuyakirin ku, kurdî zimanekî serbixwe ye û tu têkilî û pêwendiya wê ne bi tirkî û ne jî bi erebî re heye. Li hêla din, kurd arî ne û ew farisan lêzimên hev in, zimanên wan jî, ji heman koma zimên e. Lê her yek jê zimanekî serbixwe ye. Ji mêj ve kurdan bi zimanê xwe perwerde û hîndekariyê dikirin. Li medreseyan li ser mijarên wekî matematîk, mentiq, gramer, fiqih û hwd perwerdehî bi zimanê kurdî û erebî dibû. Ev medrese piştî avakirina komarê hatin qedexekirin. Her wiha ligel vê yekê, weşan û nivîsandina bi kurdî jî hatin qedexekirin. Îro, rewş piçek guheriye, wekî berê bi tundî înkara kurdan û zimanê kurdî nayê kirin. Hejmara kesên ku vê yekê dikin, hindik e. Kesên statukoparêz, hebûna zimanê kurdî qebûl dikin, encax zimanê kurdî wek zimanekî paşvemayî û cîgehî (mehelî) bi nav dikin û hebûna zarava û devokên di zimanê kurdî de jî wek asteng li pêşiya perwerde, hîndekarî û weşanê didine nîşandan. Rast e ku di kurdî de zarava û devok hene, lêbelê ev rewş, ne tenê xweserî zimanê kurdî ye. Di hemû zimanan de zarava û devok hene.

Ji ber parçekirina erdnigariya xwe ku ji alî mêtingeran pêk hatiye û piştê vî parçebûnê, gelê kurd di bin serweriya dugelên ku ew parçê Kurdistanê kirine nav sînorên xwe de jiyane, ji gellek nirxên xwe mehrûm mane.

Bi taybetî pêşveçûna gelê kurd nehatiye xwestin û tu mafê saziyek ji alî sazûmanên damezrandî ve nehatiye dayîn. Tev li viya gellek mafê wî yê xwezayî hatiye qedexekirin û hemî saziyên van dugelan ku ji bo helandina ziman û pişaftinê hatine damezrandin, ji bo vî armanca xwe xebitîne. Digel van yên xwestine bi van nirxên xwe bijîn, ji bo wan hewl dane. Dawiya jiyanên xwe di zindan an jî di dardekirinê de dîtine. Ji ber vî yekê di warê ziman de em dikarin wisa bibêjin ku, pir hindik zimanzan xwe gihîştandine.
 
Lewra di van mercên dijwar de û tev li hemû qedexeyan mirov, derfetên fêrbûn û pêşvebirina zimanê xwe nedîtine. Zimanzanên xwe gihîştandine jî, bi derfetên xwe û bi hewlên xwe, xwe gihîştandine û berhem danîne. Pirê wan jî li Ewropa perwerdehî û lêgerînan hîn bûne. Her wiha, îro ji ber bêdugelbûna gelê kurd, her zimanzanê kurd rêzikên cuda didin an jî fikrên wan ên li ser rêzimanê kurdî diguherin. Ev jî ji ber bê dugelbûna gelê kurd û di warê zimanê kurdî de tunebûna saziyek zanistî ye.

Li ser lêgerîna zimanê kurdî hinek zimanzanên Ewropî jî xebitîne û di vî mijarê de berhem danîne holê. Piştê salê 1960an, li Başûr dû têkoşîna Mele Mistefa Barzanî bi damezrandina otonomiya gelê Kurd êdî rewşenbîr û zimanzan hinek be jî bi hêsanî lêgerînên xwe pêş ve birine. Dugela tirk jî jixwe biteşeyek pêkenî gelê kurd wek gelek ji qewmên tirk ên Asyaya Navîn dihesiband û bi vî awayê dida naskirin. Zimanê kurdî jî wek Ev, zimanek ji hezar peyvên wek tirkî, farisî û erebî pêk hatiye daye zanîn. Yanî li gor dugela tirk; kurd ji nijadê tirk in, lê ji ber mercên erdnîgariya dijîn, zaravayê wan guheriye û navên wan jî tirkên çiyayî ne… Bi vî awayê azîneyek li ser helandina zimanê kurdî pêk aniye. Lê tev li bi sînor, li ser lêkolîn û lêgerîna xebata zimanê kurdî, li gorî pisporên vî babetê; zimanê kurdî, zimanek serbixwe ye û bi serê xwe xwemalî ye. Lewra li gor nivîs, jêma û dîroka xwe encam ev e ku, di warê zimanasiyê de zimanê kurdî xwe daye pêjirandin.

Standardbûna zimanê kurdî tenê di zimanê nivîskî de heye, ne di yê devkî de. Kîjan gel an netewe dikare biangiştîne (îdea bike) ku hem zimanê wan ê devkî û hem jî yê nivîskî zimanekî hevgirtî û standard e. 

Ji bo standardkirina zimanê kurdî gelek hewldan hene. Hewldana herî fireh û nûjên Konferansa Zimanê Kurdî ye.

Konferansa Neteweyî ya Kurdî ji sala 2001an pê ve wê her sal pêk bê. Ji bo beşdariya konferansê bi sedan delege, zimannas û kurdolog li Amedê civiyan.

Di zimanê hemû gel û neteweyên misilman de serdestî û bandora zimanê erebî berbiçav e. Her wiha di zimanê gelên îsewî de jî mirov rastî hîkarî û bandora zimanê latînî tê. Ev rewşa hanê ji ber ol û dîn e. Ji ber ku zimanê mizgeftê û Quranê erebî û yê dêrê jî latînî ye. Ji bilî vê yekê, hemû gelên cîranên hev ji ber sedemên cihê, ji aliyê zimên ve jî bandor li hev kirine û peyv dane hev û ji hev stendine. Îro mirov bi awayekî zelal di zimanê tirkî, kurdî û farisî de rastî peyvên erebî tê, her wiha van her çar zimanan ji hev û din peyv standine û dane hev. Ji ber ku wêjeya farisî demekê gelên wekî kurd, ereb û tirk ji xwe re hijmetkar hiştiye lewma jî peyvên wî zimanî ketine nav zimanê van gelan. Ev jî tiştekî asayî û siruştî ye.

Alfabeyên ku heta niha kurdan bi kar anîne ev in:

Ji bilî van alfabeyan, li Herêma Zêwê ya Rojhilatê Kurdistanê, çav bi cureyeke nivîsê hatiye ketin ku li ser tepsiyeke zîvîn e. Li gor lêkolîneran, ev nivîs ji sedsala 8'an a berî zayînê maye û ev nivîs aîdê medan e . Ji bilî vê belgeyê, li cihekî din kes rastî heman cureyê nivîsê nehatiye. 

Gelek devok û zarava, li gor navên mezhep, dever, eşîret û ol hatiye danîn. Bi vî awayê ji ber ku hatiye tevlihevkirin, ji bo van zaravayan nêrîn diguherin. Van navên zaravayan him ji alî lêkolîneran, him jî ji alî gel hatine dayîn. Di encama viya de jî li zaravayekî carna çend nav bi hev re hatine danîn. Wek mînak; navê zaravaya Kurmanciya bakur, di Kurdistana Rojhilat de wek Şikakî, di Kurdistana Başûr de wek Bahdînî, di Kurdistana Bakur de wek Kurmancî, di nav dimiliyan de jî Kirdasî an Kirmoncî tê binavkirin. Navê Kurmanciya Başûr di Kurdistana Rojhilat de wek Mukrî, di Kurdistana Başûrê biçûk de, di ya Bakur de û li Behdînanê Soranî ye. Di nav zarayan de ya herî tê tev li hev kirin di derbarê Goranî, Lûrî û Dimilî de ye. Hinekan van zaravayan zimanên wek bi serê xwe, hinekan jî wek zarava dîtine. 

Kesên ku naxwazin zimanê kurdî wek zimanekî serbixwe bipejirînin, axaftina her bajarî, heta ya her gundî wekî devok, heta hin caran jî wekî zarava bi nav dikin. Çawa ku di hemû zimanan de zarava û devok hene, wisa di zimanê kurdî de jî hene. Em ji bîr nekin ku standardî di zimanê nivîskî de heye, lê di zimanê devkî de. Bêyî mudaxele û statûya siyasî, zimanê standard pêk nayê.
 
Ehmedê Xanî (sedsala 17’an), di berhema xwe ya navdar Mem û Zînê de zaravayê kurmancî li ser sê devokên bingehîn pareve kiriye. Em vê peyt û tespîta wî bi malikeke ji şahesera wî nîşan bidin:

Kemal Fuat ku li ser ziman û wêjeya kurdî xebatê wî hene, zimanê Kurdî bi devok û zaravayan wusa ji hev cuda dike.

Cihê zimanê kurdî di dabeşandina zimanên hind û ewropî de wiha ye:

Li gorî vê, zimanê kurdî zimanekî hind-ewropî ye, dikeve nav şaxê zimanên îranî û di vir de jî, ji desteka îraniya bakurê rojava dihêt hesabkirin. Her wekî tê zanîn, zimannasan di encama lêkolînên li ser zimanên dinyayê de, li gor nêzîkbûn an dûrbûna zimanan li ser esasê reh û rêçik û yên gelek aliyên din ev ziman ji hev veqetandine. Li goreyî hin zimanan, hin zimanên din nêzî hev dîtine û ew di malbateka zimanî de hesibandine.

Dema mirov bala xwe dide zimanên îndo-ewropî mirov rastî gelek peyvên nêzî hev tê. Ew rewşa hanê ji bo hemû zimanê ku di heman malbat û komê de ne, wisan e. 

Zimanê kurdî di dîroka nêzik de ji aliyê lêkolînerên biyanî ve cuda-cuda hatiye dabeşandin. Li ser vê mijarê Minorsky wiha dibêje: 

Di salên 1836-1837'an de G. Givrinli, di çend nivîsarên xwe de di babeta zimanê kurdî û etnografya wî de zimanê kurdî wek kurdiya xwarê û ya Jor ji hev cuda kiriye. Wî kurdiya jorîn wek; Mukrî, Hekarî, Şukakî û Bayezidî, kurdiya xwarê jî wek; Lûr, Kirmaşanî, Lekî û Goranî ji hev cuda kiriye. 

Mele Mehmûdê Bazîdî ku ji bo konsolosê Erziromê Rûsyayê Alexsander Jaba di sala 1858'an de, ferhenga di naveroka wî de zaravaya Hekarî û ya Rewendî heye, amade kir. Bayezidî di nav vî namilkeya amade kiribû de rêzikên rêziman û ya ewil jî di pirtûkê de li gor cihêbûna herêm û aşîretên xwedî zaravayên cuda nivîsiye.

Peter Lerch, zimanê kurdî wek Zaza, Kurmancî, Kirmaşanî, Goranî û Lor kiriye pênc beş.

Soane, di sala 1913'an de di berhema xwe de zimanê kurdî bi sê zaravayan ji hev cuda dike: Kurmanciya Jorîn - Kurdiya jêrîn - Lûrî, Dimilî, Hewramî û Goranî

Herwiha, Elaeddîn Secadî di berhema xweya destûr û ferhenga zimanê kurdî, erebî û farisî de wusa diyar dike: 




#Article 30: Zazakî (1614 words)


Zazakî (dimilî, kirdkî, kirmanckî, zonê ma) yek ji zaravayên kurdîMüller, Friedrich (1865)  (Aus dem November-Hefte des Jahrganges 1864 der Sitzungsberichte der phil.-hist. Classe der kais. Akademie der Wissenschaften, XLVIII. Bd., besonders abgedruckt) , cîld: 3 );Bonwick, James (1873),  ZAZA. KURDISH dialect of N.W. Persia, allied to BUKHAREE.);Jaba, Alexandre  Justi, Ferdinand (1879) Dictionnaire kurde-français, St.-Pétersbourg, Commissionaire de l'Académie impériale des sciences);Houtum-Schindler, A. (1884), Beiträge zum kurdischen Wortschatze, Zeitschrift der Deutschen Morgenländischen Gesellschaft, Bd. 38);Albert Socin, “Die Sprache der Kurden”, Grundriss der Iranischen Philologie, Editor: Wilhelm Geiger  E.Kuhn, Band: I, Strassburg 1898, p.250);Le Coq, Albert Von (1903), ;Soane, Ely Banister (1913), Grammar of the Kurmanjî or Kurdish Language, London 1913 / E. S. Soane (1909), Notes on Kurdish Dialects, A Classic Reference Tool On The Kurdish Dialects First Published In 1909, Asian Educational Services, 2003 - 98 sayfa, s.6);Fossum, Ludvig Olsen (1919),  As a conclusion, we seem to be justified in making the assertion, that for linguistic purposes, we may collect all the Kurdish dialects into three large groups, covering the three large districts of North, Central, and South Kurdistan. In North Kurdistan we have the Zaza group, in Central Kurdistan we have the Kermanji group, and in South Kurdistan we have the Lur and Kelhur group.);Bedirxan, Celadet (1933) “Zarê Dumilî û Mewlûda 'Usman Efendî” Hawar, Hejmar: 23, 25 tîrmeh (temmuz) 1933, r. 1-6 Zarê dumilî: Ev zar zimanê kurdên dumilî an zaza ne. Kurdên dumilî di welatê jorîn di rojavayê wî welatî de rûniştî ne.);Safrastian, Arshak (1948), Kurds and Kurdistan, Harvill Press, London .r.106 The tribes of Dersim speak the Zaza-Dialect of the Kurdish language);McCarus, Ernest N. (1958), A Kurdish Grammar, American Council of Learned Societies, s.1);Bedirxan, Celadet Ali  Lescot, Roger (1970), Grammaire kurde, Maisonneuve, Paris, s.V);Kurdoev, Kanat Kalashevich (1977), Ḥālatakānī jins u bīnāy barkār la zāzādā: On gender and number in the Zaza dialect of Kurdish, Translated by Azīz Ibrāhīm, Chāpkhānay Kōrī Zānyārī Kurd, Baghdad 1977, 32 p.);F. R. Akrawy (1982), Standard Kurdish grammar, s.19);Ayyoubi, Kerim Rakhmanovich   Smirnova, Iraida Anatolʹevna / Ed. Yusupova, Zare Aliyevna (1998),  ();Houston, Christopher (2001),  Zazaki (a Kurdish dialect);Kenstowicz, Michael J. (2004), Studies in Zazaki Grammar, MITWPL, s.1-2, 10 vd. Zaza dialect of kurdish);Walter, Mary Ann (2004),   Kurdish: Sorani, Kurmanji, Zazaki...);O'Neil, Mary Lou (2007), Linguistic Human Rights and the Rights of Kurds,  Zaza is actually a Kurdish dialect);Aygen, Gülşat (2010), ;D. Ridgeway (2010),  Zazaki Kurdish (Dimli);Watts, Nicole F. (2010),  Linguistically, there is no single Kurdish language, but two main language groups (Kurmanji and Sorani) and two other dialects (Zazaki and Gurani).;, Online: 29 Adare 2013); (li gora malpera Academic Dictionaries and Encyclopedias Zazakî zaraveyekî kurdî ye); (li gora bibloteka biblio-monde zazaki dîyalekta kurdî ye); (li gora Encyclopedia of the Middle East, zazakî zaraveya kurdî ye); (li gora rojnameya îranî la revue de Téhéran, zazakî zaraveya kurdî ye); - Onlîne: 29 Adar 2013 Zazakî, cureyeke taybet a zimanê kurdî ye زازائی . نوعی مخصوص از زبان کردی );T.C. Millî Eğitim Bakanlığı, Talim Ve Terbiye Kurulu Başkanlığı,  , Bu program ortaokul 5, 6, 7, ve 8. sınıflar seçmeli Kürtçe dersinin ve Kürtçe’nin iki lehçesi Kurmancca ve Zazaca için müşterek olarak hazırlanmıştır. Program metninde geçen “Kürtçe” kelimesi Kurmancca ve Zazaca lehçelerine birlikte işaret etmektedir.;Prof. Dr. Kadrî Yildirim  Yrd. Doç. Dr. Abdurrahman Adak  Yrd. Doç. Dr. Hayrullah Acar  Zülküf Ergün  Îbrahîm Bîngol  Ramazan Pertev,  ;J. G. Taylor, ; Chalatianz, Bagrat (1905), , p. 323: “Nach der Sprache unterscheidet man fünf Zweige der Kurden: 1- Kurmanc. 2. Lur, 3. Kelhur, 4. Guran, 5. Zaza.”;John G. Bordie, , Ed. Mohammad A Jazayery, TiLSM, Mouton De Gruyter, The Hague, Netherlands, 1978, p. 205-212);Riza Muradi Ghiyasabadi,  ;Sheikh A. Waheed, The Kurds and Their Country: A History of the Kurdish People, from Earliest Times to the Present, University Book Agency, Lahore, Pakistan, 1958, (First edition: Published by United LTD, 1955) p.12); Ayako Tatsumara, Music and Culture of the Kurds, ; Dımıli or Zaza Dialect, Map: Major Kurdish dialect groups shown in the Greater Kurdistan, Source: Hassanpour, 1992, p.22 (); Jaffer Sheyholislami, The language varieties of the Kurds, , p. 33-36 (Map: Kurdish Variety Groups (adapted from Hassanpour 1992  ÖPengin 2013) ye ku ji aliyê Kurdên zaza ve tê axaftin  

Li gorî fîlolognin rojavayî dimilkî ne zaravayê kurdîye, lê zimanekî kurdî ye. Ango li gorî wan zazakî jî mîna kurmancî zimanekî kurdan e.

Zazakî bi piranî li bakurê Kurdistanê tê axaftin, lê ji aliyê hejmareke biçûk ve li hinek herêmên başûrê Kurdistanê û Anatolyaya Navîn jî tê axaftin. Wekî din ji ber sedemên koçberiyê di van dehsalên bihurî de, hejmareke mezin ji zazakîaxêfan li gelek bajarên Tirkiyeyê û rojavayê Ewropayê belav bûne. Parêzgeh û bajarên ku li wan zazakî tê axaftin ev in: 

Li derdora sê-çar milyon kes hene ku xwe wek kird, kirmanc, dimilî yan jî zaza dibînin.

Kesên zazakîaxêv zimanê xwe bi hin navên cuda-cuda nav dikin.

Di encama xebata standardîzekirina vê lehçeyê de, ji van navan kirmanckî hatiye tercîhkirin û niha di warê nivîsînê de bi pirranî ev nav tê bikaranîn.

Zazakî yek ji zimanên kurdî ye ku ev jî zimanê îraniya bakurê rojavayî ye. 

Li ser cihê zazakî di nav zimanzanan de du nêrîn hene. Piraniya zimanzanan dibêjin ku zazakî yek ji zimanên kurdî ye. Li gor Peter Lerch (1856-57), Friedrich Müller (1864), Albert van Le Coq (1903), E. B. Soane (1913), K. R. Ayyoubi, I. A. Smirnova (1998), M. J. Kenstowicz  (2004), Gülşat Aygen (2010) zazakî yek ji zimanên kurdî ye. Her wiha li gorî piraniya kurdan zazakî yek ji zaravên zimanê kurdî ye. Li gor hin zimanzanan jî zazakî-goranî ne zimanên kurdî ne. Cara yekem Oskar Mann û şagirtê wî Karl Hadankî îdîa kirine ku zazakî ne zaraveyekî kurdî ye. Ji ber vê yekê heta îro jî hin zimanzan zazakî wekî zimanekî cihê qebûl dikin. 

Di sala 1985'an de Zanîngeha Michiganê (DYA) Terry Lynn Todd lêkolîna bi navê A Grammar of Dimli (Also known as Zaza) pêşkêş kir; Dr. Ludwig Paul ji Zanîngeha Giessenê (ew alman e û niha li Zanîngeha Hamburgê ye) û Dr. Zülfü Selcanî jî ji Zanîngeha Berlînê li ser zazakîya Dêrsimê pirtûk der anîne. Dîsa, zimannas û kurdolog K. R. Ayyoubi û I. A. Smirnova jî li ser zazakîya Dêrsimê kitêbek amade kirine. Zimannas Gülşat Aygen jî li ser zazakî pirtûkek amade kiriye û ji aliyê zimannasiyê ve zazakî analîz kiriye. Hinek zimanzanên mîna kurdzan Prof. Qanatê Kurdo ji zanîngeha Zanîngeha Lênîngradê (Saint Petersburg), Prof. Dr. D. MacKenzie ji zanîngeha Giessenê û Prof. Dr. Jost Gippert ji Zanîngeha Frankfurtê jî li ser zazakî meqale nivisandine û lêkolîn jî çêkirine.

Ji aliyê tarîxa zimên ve zazakî zêdetirîn bi zimanê partî nêzikî nişan dide. Ango, zazakiya wê demê bi partî re pirr nêzîk bûye, lêbelê partiya ku hat nivîsandin, bi xwe nebûye. Lê halê îro jî zazakî ji hêla gramer û peyvan, mînak sazkirina dema nihayîn û gelek jî guharina dengên îraniyên kevn xwe kefş dike. Di nav zimanên kurdî de zazakî û goranî gelek nêzikê hev in.

Di warê zanistî de jî nêzîkbûnên cihê hene. Mirov dikane bi pîvanên xwerû zimanzanî nêzîk bibe, an jî li gor pîvanên civakî û zimanzanî bi hev re. Kesên ku zimên ji civakê bi tevahî îzole dikin meyla wan ew e ku zazakî weke zimanekî serbixwe nîşan bidin. Kesên ku zimên weke endakî zînde yê civakî dinirxînin, meylan wan ew e ku divê civaka axaftvanên vî zimanî xwe çawa bi nav dike, nasnameya wê û zimanê wê jî weha be.

Ji bo standartkirina zazakî di sala 1996'an de li Stockholmê Grûba Xebate ya Vateyî hat avakirin. Di sala 2004'an de li Frankfurtê Enstîtuya Zazakî hat avakirin. Ji bo aktuelkirina zazakî di sala 2010'an de Ziwan-Kom hat avakirin.

Di zazakî de gelek devokên biçûk hene. Li gor zimannas û nivîskarên ku li ser zazakî dixebitin, meriv dikane bi giştî zazakî bike du devokên mezin: 

Li gor hin zimanzanan û nivîskaran jî di zazakî de sê devokên sereke hene.

Hemî peyvên zazakî di halê xweser de yan nêr û yan mê ne. Di rengdêr û lêkeran de jî ev taybetmendî wisa ye. Çend îstisna hene, lê peyvên mê bi giştî di dawiyê de dengê -e digrin, peyvên pirjimar jî di dawiyê de dengê “-î” digrin. Mînak:

Ev peyv li her sê halan jî di kurmancî de mîna “golik” tê nivîsîn. Yanî, di kurmancî de heta ku peyv di nav hevokê de neyê xebitandin, diyar nabe ku gelo ka peyv nêr, mê yan pirjimar e. Lê di zazakî de peyv bi tena serê xwe jî taybetiya xwe nîşan dide. Ev taybetmendî di zimanê kevnare de heye. Di rewşa tewandî de qertafa pirjimarîyê -an e.

Xebata standardîzekirina zazakî di sala 1996'an de li Swêdê bi avakirina Grûba Xebate ya Vateyî destpê kir. Vê koma xebatê serê pêşî encamên kombûnên xwe wekî broşur belav kir, lê dû re kovareke bi navê Vate derxist. Ev koma xebatê heta niha 22 caran bona standardîzekirina vê diyalektê kom bûye. Vê xebatê pêşî li nivîsîna vê dîyalektê û geşbûna edebiyata wê vekiriye. Ev xebat bi awayekî biîstîqrar her berdewam e. 

Di standardîzekirina kirmanckî (zazakî) de ji krîterên hilbijartin an jî tesbîtkirina forma peyvan yek jê ev e ku, divê diyalektên kurdî nêzî hev bibin.

Di çarçeweya xebata standardîzekirinan diyalekta zazakî de kovara Vateyê ku dengê Grûba Xebate ya Vateyî ye û xwerû bi kirmanckî (zazakî) diweşe, heta niha 39 hejmar weşiyaye. Ferhenga tirkî-kirmanckî (zazakî) ku ji peyvên standardkirî pêk tê û ferhenga kirmanckî (zazakî)-tirkî ku ji peyvên standardkirî û versiyonên wan pêk tê. Grûba Xebate ya Vateyî, Ferhengê Kirmanckî (Zazakî)-Tirkî/Kırmancca (Zazaca)-Türkçe Sözlük, Weşanxaneyê Vateyî, Îstanbul, 2009 cara sisêyan wekî çapa firehkirî hatin weşandin. Dîsa, pirtûka rastnivîsa zazakî ya bi navê Rastnuştişê kirmanckî (zazakî)) ji aliyê vê komê ve amade bû û hat weşandin. Ev xebatên hanê yên organîzekirî pêşî li geşedana nivîsîna zazakî vekirin ku bi dehan pirtûk li gor standardê Vateyî hatin weşandin.




#Article 31: Mehmûd Baksî (267 words)


Mehmûd Baksî () (z. 16'ê rezberê, 1944 - m. 19'ê berfanbarê, 2000) nivîskarekî kurd bû.

Mehmûd Baksî, di sala 1944an de li gundê Suphiyê ku bi ser Hezoya Batmanê () ve ye, hatiye dinyayê. Berî ku xwendina xwe ya li Dibistana Mamostetiye a Dicle xelas bike, wî dev ji karê xwendinê berda. Di sala 1967an de cara pêşî li Batmanê di rojnameya Batman Gazetesi (Rojnameya Batmanê) de dest bi karê rojnamegeriyê kir. Di sala 1968an de bû serokê TİPê (Partiya Karkeran a Tirkiyeyê) ya Batmanê. Di sala 1969an de bi navê Mezra Botan romana wî ya yekem li Stenbolê derket. Paşê di sala 1970yî de pirtûka xwe ya bi navê Sadi Akkiliç Davası (Doza Sadi Akkiliç) derxist. Sadi Akkiliç komunîstekî tirk bû û ji ber gotareke wî heft sal û nîv cezayê hepsê lê birîbûn.

Mehmûd Baksî di wan salan de sendîkavan bû û wî karê xwe yê sendîkavaniyê li DİSKê didomand. Karê wî ê sendîkavaniyê ji sala 1968an heta sala 1970yî dewam kir. Paşê bi hinceta ku ew kurdîtiyê dike û ji ber herdu pirtûkên wî ên ku hatin çapkirin, 15 sal cezayê hepsê lê hate birîn. Loma di 1970yî de ji bêmecaliyê mecbûr ma ku derbasî Almanyayê bibe. Ew di sala 1971ê de jî li Swêdê bi cih bû.

Mehmûd Baksî li Swêdê jî vala nesekinî û heta dawiya jiyana xwe nivîsand. Wî heta niha 22 pirtûk nivîsandine û pirtûkên wî wergeriyane gelek zimanan. Lê Baksî bi xwe bi sê zimanan; bi kurdî, tirkî û swêdî dinivîsand.

Mehmûd Baksî di 19ê meha 12an ya 2000î de li Stokholmê wefat kir û li Diyarbekirê hate veşartin.




#Article 32: Firat Cewerî (160 words)


Firat Cewerî  nivîskarekî kurd e.

Firat Cewerî li sala 1959ê li gundê Balfisê yê li ser bi Dêrika Çiyayê Mazî nêzîkî Mêrdînê hatiye dinyayê. Di salên heftêyan de digel malbata xwe li Nisêbînê bi cîh bû, li 80'an koçberî Swêdê kir û heta niha jî li Swêdê dimîne. Wî berî 80ê dest bi nivîsîna bi kurdî kir. Wî deh salan kovarek bi navê Nûdemê derdixist. Di şaxên cihê de nêzîkî deh pirtûkan nivîsîne û deh–donzdeh pirtûk jî wergerandine zimanê kurdî. Her wisa pirtûkên wî jî ji bo zimanên dî hatine wergerandin. Pirtûka bi navê Kevoka Spî bi farsî jî belav bûye. Payiza Dereng dê bi tirkî jî çap bibe.

Firat Cewerî li 24ê gulanê di kongreya PENa Swêdî de wekî endamê komîteya wê ya nû ya kargêr hat hilbijartin. Ew ji sala 1987ê endamê PENa swêdê ye.

Firat Cewerî amadekarê Antolojiya çîrokên kurdî e. Ji vê pirtûkê çend danasîna çîroknivîsan ji bo vê Wîkîpediyayê bi destûra Firat Cewerî hatin bikaranîn.




#Article 33: Adar Jiyan (130 words)


Adar Jiyan nivîskarekî kurd e.

Adar Jiyan di sala 1965'an de li gundê xwe Dengiza ku bi ser Stewra Mêrdînê ve ye, hatiye dinyayê. Dibistana Seretayî li gundê xwe xwend. Dibistana navîn li Stewrê, peyre jî Amadeyiya Îmam-Xetîbê a Mecanî li Mêrdînê, Enstîtuya Perwerdehiyê li Ruhayê kuta kir. Sê salan Li Beşa Zankoya ziman, dîrok û erdnîgariyê Beşa Zimanê Fransî û Wêjeyê xwend, belê ji ber sedemên ramyarî nivco hişt. Gelek caran hat girtin û darizandin. Wekî mamosteyê polê hate wezîfedarkirin. Li gelek bajaran geriya û hate mişextin. Vêga mamoste ye.  Heta niha di gelek kovar û rojnameyên Kurdî û Tirkî de nivîsên wî hatine weşandin. Wî di Azadiya Welat, Jiyana Rewşen, Tîroj, Vesta, Hîwa, Kevan, Bîrnebûn, Nûbihar, Zend, Kovara W,Güney Tûrik (pêveka Azadiya Welat), Gulistan û Rojevê de nivîsandiye.




#Article 34: Edîb Polat (172 words)


Edîb Polat li gundê Zengilo ku bi ser  Farqînê ve girêdayiye  hatiye dinyayê. Wî dibistana seretayî li gund û Batmanê xwendiye, pişt re li Diyarbekirê pêvajoya xwe ya perwerdehiyê dewam kir. Wî weke mamostayê Biyolojiyê dest bi karmendiyê kir. Lê ji bo xebatên xwe yên polîtîk, di sala 1988an de ji kar hat avêtin. Di vekirina Komeleya Nivîskarên Kurd Kurd Pen de wekî Serokê Lijneya Damezrîner hate hilbijartin û heta kongreya yekemîn a komeleyê ev peywira xwe domand. Di kongreya yekemîn a asayî û kongreya yekemîn a awarte de jî ji bo rêveberiya komeleyê hate hilbijartin.

Edîb Polat ji bo van pirtûkên xwe û çalakiyên ji bo ramana azad pênc sal û nîvan di zîndanê de ma.

Polat heta îro di gelek rojname û kovaran de çîrok, helbest û nirxandinên polîtîk nivîsîne. Hin ji wan ev in: Milliyet Sanat, Berfin Bahar, Yaba, Hêvî, Ronayî, Özgur Gündem, Tîroj, ÎHD Bülten, Çorba, Ütopya, Nûdem.
Edîb Polat niha li Diyarbekirê dijî û li ser zimanê Kurdî xwendina masterê didomîne.

Xelatên ku Polat heta niha wergirtine:




#Article 35: Kurdî (Mistefa Beg) (623 words)


Kurdî an jî Mistefa Beg (1808/1809 - 1848) helbestvanekî kurd e.
  
Kurdî yek ji helbestvanên pêşî yê Soranî li Silêmanî ji dayik bûye. Ji malbateke mezin û bi nav û deng e. Navê wî yê bi rastî Mistefa ye û li derdoreke ku gelekî li ser xwendin û gihandina zarokan radiwestîn mezin bûye. Ji vê derdorê (malbata mezin) gelek helbestvanên hêja derketine. Yên here bêhtir têne nasîn “Kurdî” û hemdem û pismamê wî “Salim” in. Perwerdeya Kurdî ya di warê wêjeyê (lîteratûrê) de gelekî bilind e, vê yekê meriv dikare li gor ku ew ketiye nav dîwana şahê Îranê û nav çînê helbestvanên Îranê, hezr bike. Wisa diyar e ku Kurdî zarokên şahê Îranê perwerde kirine.
Kurdî bi farisî jî nivîsîye lê piraniya helbestên wî bi vî zimanî negihiştine îro. Bandora helbestvaniya farisî li ser wî gelekî hebû. Li ser jiyana Kurdî em kêm tiştan dizanin. Em çîroka li ser Qadir dizanin ku di jiyan û berhemên Kurdî de cihekî mezin digre. Qadir xulamê malbata Kurdî li Silêmanî bû û Kurdî dil ketibûyê û evîna wî hiş û aqlê Kurdî ji serê wî biribû.
Em di derbarê vê tekiliya evîndarî gelek tiştan nizanin ji ber ku gelek wêjenas û şîrovegerên wêjeya kurdî nexwestine navê “Kurdî” bi lêv bikin. Hinek şîrove dibêjin ku Qadîr navekî xwedêye û Kurdî bi vî navî balê dikşîne ser evîna xwedê û sofîtiyê. Lê li gor nameyên ku di destê me de ne, ev yek ne rast e.

Sed mixabin ku îro hin berhemên kurdî bi temamî nayîne nasîn. Herdu diwanen çapkirî xwediye gelek kêmasiyan in. Li gor berhemên di destê me de Kurdî bi tenê xezal ango helbestên kurt yên evîndariyê nivîsîne.

Va ye helbesteke wî:
 
Çawekem zanî te bo çî xew le çawim nakewê
Çunke min pêşxizmet im peşxizmetan nanûn şewê 
Roj û şew daîm le ber dîdey xeyalim hazir î 
Sa çi ferqekî heye bo min îtir êre û ewê? 
Bes niye lêre dewêrim car be car basit bikem 
Nemdewêra qet le ber exyar nawit bem lewê 
Dil le taw zamî fîraqit daîma yarî deka 
Roj be roj mencî dekem baz derdî sext e û nasrewê
Aql û hoşim dawe pêt lêşî detorêy malwêran 
Dewletêkî mift û bê sahib e bo qî natewê? 
Ger muxeyyer bim le nêwanî beheşt û weslî to
Weslî to bo min cehennem pir le cennet namewê
Ey reqîb wêl im le destit lêre bo lêm nagerêy? 
Bawkekuştit nêm erê hey bedmezeb çît lêm dewê? 
Her wekû kêwî demawendê serim pir şoriş e 
Qet temî hîcran û xem satê le dewrî narewê 
Gerdenî “Kurdî” le kewî bêstûn mehkemtir e 
Çunke çend sal e le jêrbarî xemaye nanewê 
 
Bi Kurmancî:
 
Çavêm tu zanî ji ber çi xew bi çavêm nakevê 
Ji ber ku ez xulam im, xulam nanivin bi şevê 
Şev û roj tim li ber çavê xeyalên min amade yî 
Ka çi cihêtî heye êdî ji bo min ev der û ew der 
Qena livir diwêrim carina behsa te bikim 
Nediwêram li ber dijminan qet navê te bêjim li wir 
Dil ji ber taya birîna durîtiya te herdem dikule 
Roj bi roj menca wî dikim, derdê giran e dîsa nahewise 
Hiş û aqlê xwe min dane te laş diqehere malwêran 
Dewleteke belaş, bê xwedî ye ji bo çi navî?
Heger bivê ku di navbera bihuşt û evîna te de hilbijêrim 
Evîna te ji bo min cehennem, ji buhuştê pir navêm 
Ey raqîb winda me ji berte li vir çima ji min nagerî? 
Ne qatilê bavê te me herê hey deredîn tu çi ji min dixwazî? 
Her weke çiyayê demawend li serê min pir şoreş e 
Mija dûrîtiyê û xem qet seetekê ji dorê naçe 
Gerdenê “Kurdî” ji çiyayê bêsitûn stûrtir e 
Ji ber ku çend sal e ji ber barana xeman natewe




#Article 36: Mirovnasî (151 words)


Mirovnasî yan jî antropolojî (ji yewnanî: ἄνθρωπος, ánthropos: mirov; -λογία logía yan logos: zanist) zanista mirovan e. Antropolojî li ser çêbûn, pêşketin û qanûnên guhertinê yên fizîkî yên çandên mirovan û nijadên mirovan lêkolînan dike. Di navbera xwe de bi du beşan tê veqetandin.

Beşeke ji zanista civakî ye ko bi metodên xwe yên nîjadnasiyî, nîjadî, zimannasiyî, civakî û psîkolojîk lêkolînan li ser çandê dike. Di dîroka mirovnasiyê de, mirovnasên hêja û pêşeng Franz Boas, Bronislaw Malinowski, Claude Levî-Strauss, Alfred Kroeber, Margaret Mead, Edward Evan Evans-Pritchard, Fredrik Barth û yên dîtir in.

Her wiha pirsên mirovnasiyê yên sereke ev in:

Di mirovnasiyê de lêkolînên girîng ên ko li ser kurdan çêbûne ev in:

Beşeke zanistê ye, ya ku lêkolîna li ser peresana biyolojîk û irsîtî, lihevkirin û guheran, şêwezaniya prîmatan û peresana mirovan û tomarkirina fosîlan dike. Di sedsala nozdehan de avabûye. Tê pejirandin ku avakerê vê beşê Paul Broca ye.




#Article 37: Lawija Mesîh (2216 words)


 
Dema Eugen Prym û Albert Socin deqên devkî ji herêma Torê kom dikirin, pêhesiyan ku devoka aramiya nû ya heman herêmê gelekî dibin têsîra Kurdî de maye. Wan dît ku Suryaniyên Torê hemî li gel zimanê xweyî zikmakî, Kurmancî jî diaxivin. Rêzanê wan yê bi navê Cano jî xweş bi Kurdî zanîbû. Bi saya serê jîrbûna A. Socin û E. Prym û bi saya serê bîra kûr ya Cano wî wextî stran, şer û çîrokên Torê yên ji wêjeya devkî ya heman herêmê di sala 1869an de hatin nivîsîn (Prym  Socin 1887, I-VII). Di salên 30î de Celadet Ali Bedir-Xan variyanteke lawija mesîh di kovara Hawar ku ji sala 1932an û şûnda 57 caran li Sûriyê hate weşandin de nivîskî pêşkêşî xwendekarên zimanê Kurdî kir. Paşê Philipp Krejenbroek jî variyanteke lawija Mesîh ji nivîsa aramiya nûjen vergerande nivîsa latînî û bi çîroka peydabûna deqa lawijê re weşand .

Di kasêta ku tê de lawija mesîh hatiye gotin de, çîroka Nebî Ûsiv jî heye. Ev yek jî dihêle çend goman peyde bibin li cem kesên ku ji vê yekê haydar in. Ev goman jî ew e ku lawija mesîh ne deqeke nivîskî tenê ye lê ew herwiha bûye perçeyek ji wêjaya devkî ya herêmê. Gomana dî jî ew e ku li cem Suryaniyên herêmê gelek çîrok û stranên dîrokî û evîniyê jî hene. Sed mixabin heta îro gelek ji vanan peyde nebûne.

Ev agahdariyên di heqê lawija mesîh û herwiha kasêta ku tê de lawija mesîh tê gotin ji Besîm Bulutê 27 salî hatine girtin. Ew ji gundê Selhê (Seleh) yê Torê ye. Besîm jî ji zimanê xwe zikmakî pê ve gelekî baş bi Kurmancî jî dizane. Li gor wî Lawijbêjê vê kasêtê Qaşo Sefer e ku bi xwe keşeyê Selhê bû. Dema tomara vê kasêtê derdora berî niha bi deh sala ye (1992). Guhdêrê wî gelek caran dibêjinê de “yabo” ku dihêle were bawerkirin ku guhdêrên wî zaroyên wî û neviyên wî ne. Dema gotina vê lawijê de lawijbêj emirekî mezin kiribû û niha jî çûye ser dilovaniya xwedê. Piştî gotina lawijê, guhdêrên wî pirsên bi zimanê aramî jê dikin û ew jî bi aramî çend gotina li ser lawijê dibêje. Him li gorî agahiyên Besîm û him jî li gorî kasêtê mirov dikare bêje ku Mesihiyên li Torê “lawija mesîh” di nava civatên xwe de digotin û guhdariya wê dikirin. Ev variyanta li vir ji ber gotina Qaşo Sefer hatiye nivîsîn lê ew û variyanta nivîskî giş bi temametî li hev dikin.

Li gor tê gotin lawija mesîh ji aliyê “Mor Basîliôs Şimcûn Mefriyan” ve hatiye nivîsîn. Ew di sala 1740 ji aliyê axayekî Kurd bi navê Ebdul Axa ve hatiye kuştin. Li gor gotinên ku li herêmê têne gotin di navbera Mor Şimcûn û Ebdul Axa de meseleyek çêdibe. Ebdel Axa dixwaze wî bi fel û finasan bide kuştin û wî dişîne cem Mîrê Botan. Axa dibêje Mîr Mehmed Beg: “Şertên ku Şimcûn nikaribe pêk bîne bide ber û paşê jî wî bikuje. Mîr Mor Şimcûn vedixwîne cem xwe û du şertan dide ber wî. Ya pêşî xwarina xwoştî ye ku li Mor Şimcûn heram e û ya dî jî gotina stiranên dinyewî ye ku nabe bêje. Mor Şimcûn salîbekê li ser goştî çedike û goşt dibe heşinayî û dixwe, paşê jî lawija mesîh di cih de li hev tîne. Ji ber tirsa axretê Mîr dihêle ku Mor Şimcûn vegere û dîsa li gor gotinan gelek xelatan jî dide Mor Şimcun. 

Êdî va ye lawija mesih ji gotina Qaşo Sefer, kerem kin bixwînin:
 

Dengê nefîr we zurna we borîzana,
Hin dibêjin qiyamet e û hin dibêjin êxirzeman a.

cErd û cozman hejan we deng kete guhê miriya
Rih kete xunavê, qiyametê bi ser wa de bariya
We şîn bûna weke giyayê ku bihar lê hatiya

Sêr bike, li gerê vê felekê hemû stêrkêd rengîn a
Siphan bike ji xudanê keremê re ê go rehma xwe li ser we danîna 
Belê heyf û xebîneta minî tê bû li hisn û cemalê bal ê go balê bikevê halê go
em pê ketina 

Erd û cozman pev ketina
Dolabê felekê sist bûna
We stêrik hemû hejan û tidarekê xwe li ketinê kirina
Belê heyf û xebîneta minî tê bû li şînayî, rihan û gulçîçek û beybûn û sosina
Go xemlê xwe avêtin weke masiyê li bejê hişkbûn, lo mirina

Defterê xêr û gunê min bînê
We li ber calemê, dinyayê, milyaketa bixwînê
Wey li min bêmefelo tê li huzûra mezin bikşînê
Kî ciwaba rihê xwe bidê
Bi xwudê mêra dihebînê

Go bilezînin, mizgînî ji miriya re bibin, bera ji tirba rabin
Û xemlê xwe li xwe kirin, weke kulîlkêd rengîna
Lê buharê qiyametê hatiya, milyaketê xwe li qabil bi rê kirina

Go mirîno ji tirba rabin lê qiyamet hasil yeqîna
Xwe ji axa û risamê daweşînin û balgehê qiyametê wergirin û serê xwe herînin,
weke gul û giyayê buharî lê heşîna

We ji heybet felek hejiya
We stêrik rijehan
Yeqîn miqatê wa ye go çiyayê bilind bihelin, bîr û bahr bibin meydana
Go haşir û mahşûr bê, go hewzê li pê bikevin, yê ku hakim in nêta xwe bikin dîwana

Mîxaêl gilehçî bê, àlem bê hizûrê, Cibraêl şahde bê, cUzraîl dacwaçî bê
Û alîk jê herê buhiştê, alîk jê dojehî bê
Wey li min bê mefelo, gunehkaro, wê secetê gelo halê me wê çi bê

Bo dojeha xwe ji ba’m bibê û bihudimê û tu cara bi çavê xwe nebînim
Lê ne bes ez derdê dinê û e ji xemê mirinê go daîmen em bi çavê serê xwe dibînin
Lê têda xemê digrê dojeh go dayê dilê mi dixwînê

Û kî cewaba rihê xwe bidê bi xudê mêra dihebînê
Lo waweylika serê min bê go mi xweda li hizûra mezin bikşînê
Defterê xêr û gunehê min bînin 
Û li ber calemê, civatê û milyaketa bixwînin
Û min dest bi dest bikin û min bi zorê bişînin
Ji xêra xwudê re ez nebama, min ev secet nedîtaya go min serzemîna dojehê dahelînin

Destê xwe li ba dikê, dengê xwe hiltînê
Go lo insano bilez û tobe bike, milyaketa bi xezeb e li pey me dikudînê
Wî dibê ger heçî tobe nekê 
Xêr ji keda xwe nedî, roja paşî Barî Tecela wê îmanê jê bistînê

Lo deng li cozmana ketiya, dergeh li wa vebûna
Barî Tecela bi xwe ye, milyaketê wî nazil bûna
Û çiqas mirî hene ji tirba rabûna
Wey li me gunehkara, lo me tobe nekir, ha îro qewmî li me butûna

Barî Tecela hakim e, milyaketê wî dacweçî ne
Rih heta rehm li ba wî nebê, me xelas nekê, me mefel bi kesî dî nîne

E rûreş im, gunehkar im
Lo zikrê mirinê ne yê xêrê bê, go e xafil girtim nehişt tobedar bim

Weke peşkê baranê, hemû ji xemê mirinê û zêde cezabê dojehê
Û daîma tacm tahlîn e weke pelweşîn e

Go ez biçuwama keviya behra mezin, mi xwe bavêtayê
Mi xwe ji derdê dinê we ji guneha bi carekê xelas bikirayê
We zêda xofa mi ji mirinê go ezî xafil bim, bi ser me de bigrê, bihatayê

We ji xew rabin, lê êdî em nakevin pey guneha şuxlê me xirab e
Xwuzî ji xêra xwudê re mi ev rih nedîtaye 
Go rohniya wê ne bêna ye
Paşî ev rih roja paşî wê li me bikê wa decwa û hesabaye

Lê dinya pevketiye, lo hin dibêjin êxirzeman e, û wacdê qiyametê hatiye
De tobe bikin, tidarekê qiyametê bikin, lê ew berî mirina malxerab mirina me birriye

Tu daîm siwar î, sera dilezînê
Û tu nehêlê heta em pîr bibin, heta go Barî Tecela bi sebr e, emanetê xwe bistînê

De sebir bikin bi dilê xwe mirin dûr e, niha nayê
Ay dinê bêbavê te em xapandin, mirina malxerab em xafil girtin, ne hişt em têr sefa bikin li vê dinyayê, betalê

Û paşî ti dilê me tişi dikê ji jahr û tek û tahliya
Û veca zikrê mirinê ne yê xêrê bê 
Go daîma ew siwar e, li ser me dilezînê
Me tişt û malê xwe bi carekê me şemiland, me dest bi rihê xwe kiriya

Te mehbûbetê dilê me ji me stand xwudiyê hesp û zîn a
Lê dinê te nehişt em têr sefa bikin li vê dinyayê, betalê
Te axa ji me birin, te ji me re hiştin kor û ker û kala
Lo zikrê te ne yê xêrê bê go ji xema we cefa
Serserê me xistibûbû tevnikê reş û şala
Belê mi ti sipartî xwudê, hukmê xwudê, Barî Tecela

Çi hewce ye hûn pirsa dinê ji mi bikin li darî çava ya
Îro şahi ye, her der şîn e, wesfê wêna hêja ya
We heke ji min yeqîne go roja malxerab ew bi xwe ya
Lê ev dinê mînaya miha zivistanê go darê mirhovê pîs û xirab dikê kawana
Sibe go bû qiyamete mînaya mihê nîsana 
Go darê pir mirhovê diçê, qurmê xwe hilgirin û divê mihov qenc bizanin darê hişk û mirhovêt xerab roja paşî wê ji agirê dojehê re bibin xurdewana

Go lo bêhna dojehê ji vê dinyayê dibê
Dikim û nakim hawara xwe dikim, ji xwedê re dişînim go laşê ti însana tê de nemînê
Xwuzî bi mirhovî go jê birevê, xêr û xêrata bikê, pêşya xwe de bişînê

Go lo e jê direvim, dengê gurgurê agirê dojehê dikim dilê mi dikuwînê
Digo ne xwuzî bi cihê heramxwira
Ê go keda bi zilmê dixwê, ê go ji xebera dewbavê xwe bider a
Cihê wa azabekî dijwar a
Xwudê mede tukes nebînê

Her zivistan tu pişta xwe didê va çiya, va berfa, va pişta, va Sîpana
Tu berê xwe didê deşt û berî, xwe berdidê rawana
Dîsa go bû germ û havîna
Tu berê xwe didê çiyayê bilind, hînikayî zozana

Lê dinya xayîn e, e ji ber direvim û e dilezînim
Nahêlê go e li derekê biqerim û rûnim
Heta go ez cemrê xwe bi rehetî biqedînim
Daîma li ser we re gazî dikim û dengê xwe hiltînim
Divê lê hûn jê birevin lê daîma da em xayîntiya dinyayê bi çavê serê xwe bibînin

Çengê xwe bişidîne û bide xwe, çima tu qewî sist î
Da pirsa dojehê ji te bikim, me ji mêj nebihîstiya
Go lo saloxdanê wî e ji we re bidim, bera hûn jê birevin weke mirhovê mar geztî
Go lo alîk jê behreke agir e, kefrîta nift û qîr a
Bêhneke dijwar jê tê, reş e, tarî hawîr a
Go alyê dîtir behreke serma ye wek bapûka ji zemherî ra

Go ji dêvla xweşî û sefa te dilê me ji xema we cefa dagirtiya
Wekê ji me dihat em xêr û xêrata bikin îro te ji me re nehiştiya
Niha te em ji tişt û malêt pir em xîzan kirin û îro te em anîne parsekiya, te em anîne parsekiya

Tu erd û kurs û dinyayê bi çavê xwe dibînê
Da pirsa dojehê ji te bikim, tu xwudê mêra dihebînê
Go lo herê da go mizgîniya buhiştê ji me re bînê

Bajarekî bi qedr e, mezin e we bilind e we bi sûr e
Jê difûrê û diherikê bêhneke xweş û behreke nûr e
Belê hin jê sipî ye we heşîn e, hin jê kesk e we sor e
Lo heke behra me tê nebê, xwuzî ji xêra xwudê re ez nebana
Dojeh nedî mezin e,  derdekî kûr e

Wesfê wî daîma degma serê me bê
Tiştê go ne çava diye, ne guha bihîstiye û ne bi ser fikrê dila ketiye
Lo  heke we ji mi yeqîne mexelitin, yê ku buhişt diye Barî Tecela bi xwe ye

We buharekî xweş e, daîma heşîn e
Da em dica ji Barî Tecela re bikin bo me jê mehrûm nekê, lê dilê me ji guneha şikestiye, bi kul e we birîn e
Lo dojeh miqabilî me ye, me taqet cezabê wê nîne

Lê mirin hatiye, me mical bi rihê xwe nîna
Lê heke xwudê bi rehma xwe me xelas bikê, wê rojê de me mical bi tikesî dî nîna

Lo Barî Teela cadil e, ne rûmet li balê heye, ne muhib e 
Mîr û feqîr, xer û xîzan hemû li balê yek hesab e
Wê her yek wekalê bikê, gunehê wî bikê mîzêne û cizayê wî bidiyê, heke rihetî û sefa yan cifa û cezab e

Wer ji mecr veke, wê li ber me veketîne, we bi ser wa de bikevê dav û derê rê ne
Yek jê mirin e, yek jê huzûr e, we jî dojeh e
Go şanek û kul û derdê mezin in, lê pa ew jî xilasiya me ji wa nîne
Go qesas û cezayê me ne, cemrê xwudê ne

Wî dibêjin wê qiyamet bê, wê mirî ji tirba rabin, guh li do ciha ya
Da em dica ji Barî Tecela re bikin, bixwînin fatîhaya
Go ya Reb ti bi [...]sitralê bi xwe kê, e nizanim hêyecana buhiştê û ti meke dojehê, lê girê hisretê besî me ya

Dengê xwe hiltînim weke kewê ribab li suhrayê
E li hezara dixwînin, her yek navê wî hiltînim
We ji her hazarî yek li pey dengê mi nayê
Lê go e deynekim ji qewlê difir go tu biha pê nayê
Lê bavo çi bikim ji derdê axretê hedana mi nayê, hedana mi nayê

Ez girêdam, li va mêrga û li va guhera û li va diyara
Min jê çinî baqik rihan û gulçîçeka ji civata nadir a
Rehmel li dêwbavê qewlgot û dêwbavê guhdêr û hazira
 
 




#Article 38: Mezopotamya (1466 words)


Mezopotamya (an jî  Navçeman, Miyanduaw, Nêvduav, Mezra Botan), navê welatê nav çemên Ferat û Dicle ye. Mezopotamya bi zimanê yewnanî tê wateyê nav du çeman. Navê Mezopotamya bi zimanê farsî Miyanrudan û bi zimanê arami (suryanî) Beth Nahrin e. Kurdistan jî li bakûrê Mezopotamyayê ye.

Di dîrokê de li Mezopotamyayê ya kevn împeratoriyên Sumer, Akad, Babîl, Asûran û Îranan hebûn. Mezopotamya çavkaniya olên herî mezin di cîhanê de ye.

Îro Mezopotamya di nav sinorên dewletên Tirkiye, Sûrî û Îraqê ye.

Mezopotamya, di neqebîna Dicle û Firatê de, Kurdistanê bi sînorê wê hemûkî di nava xwe de. Navenda wê Amed e. Dema ku mirov li dîroke û li dokumentan jî dimeyîzêne, mirov vê yekê pir baş û qenc dibîne. Deme ku deme şaristaniyan dest pê kir pêde, li vê herême gelek şaristan û pêşketinên weha derketin. Navende wan hemûkan Kurdistan bû. Di dema Sumeriyan de jî û di dema Aqad û Babîlan de jî weke navenda wê Amed bû. Cizîra Botan, ku wê demê navê wê Gerzûbaqartan, ji dema Hurî - Mîtaniyan pêde mezin bi pêşket. Weke pirtûkxanaya Kurdistanê pêşket û weyne xwe di dîrokê de leyist.

Mezopotamya ji dîrokê ve gelek gelê jihev cûda, yên ku bi hevre jîn dibûn, cihê wan bû. Di dîrokê de pir koçber lê bûna. Ji ber wan koçberan her timî di rêveberiya wê û pêşketinê wê de asteng derketine. Wan koçber û hatinan, ne hiştiye ku ew xatakê rastûrast di xwe de berdewam bike. Ev ji aliyê çandî ve jî wilo ye. Lê çanda wê ya ku pêşketi jî, bi hizrê xwe re pêşkeşî ji dîrok û mirovahiyê re kiriye. Gelek şaristanên mezin û bi nav û deng lê jîn bûna. Bi vê yekê re jî dievêt ku mirov ji bîr neke û bêje ku di cihanê jî bi van xosletên xwe re cihê herî ku tê nasîna. Demên şaristaniyan yên weke yên sumeriyan, aqadan, babilan, Gûtîyan, hurî û mîtaniyan, asuran, naîriyan medan û hwd jîn bûna. Ji xaynî van hê hele gelê û şaristanan li mezopotamya li kok dana.

Di deme dawi ya qaşayê de, hê ku dinye wilo zêde cemidi û mirovan jî ji wê cemidîbunê di revîn û dihatin, xwe di sipartine wir. Ji bo vê yekê hinek cihê ku mirov weke cihên bi cih bûna demên neolotikê jî bi navkê, li Başûrê Kurdistanê li ber çav dikevin. Piştre hin bi hin ku zûwabûn di axê de dibe, êdî hin bi hin li vê herême Kurdistanê çandin û bi herême Botanê re bi pêşdikeve. Li Bakûrê Kurdistanê jî bi zêdeyî li derûdorê Amedê, li dora Rihayê weke cihên ku jê re Xirabreşkê li wan de, li Mezopotamya di demê neolotikê de bi cih bûn dibe. Bi vê yekê re, li başûrê Kurdistanê, li ber çiyê Çemalû hê li gelek deverên din şûnpê ji bo vê yekê têne xuyakirin.

Ta deme ku cotkirin pêşkeve, ahlkirin û çêrandin bibe, jiyana gundîtiyê pêşkeve û nivîs were kifşkirin û were bi karanîn li ber Dijlê, Firatê li ber keviyên Amede û li hin deverên başûrê Kurdistanê bi cîh bûn dibe. Di wan deman de jiyana bajartiyê bi pêşketina gunditiyê re bi pêşdikeve. Awayê bajaran derdikeve hole. Bajar hin bi hin şîn di bin. Bi pêşketina gundan re deme pêşketina bajaran dest pê dike. Pêşketina bajaran jî bi çêkirina xanî û malên weke ku li Govan têne çêkirin, derdikeve holê. Derketin û pêşketina bajaran li Kurdistanê, berî zayînê di naqabîna 6000 û 5500 wan de dibe. Di vê pêşketinê de bi qasî ku tê gotin to çanda bi awa derdikevin pêş çanda Abaîd û xalaf e.

Her weha piştî van pêşketinan, deme Urukiyan dest pê dike. Deme wan jî, deme şaristaniyê ya. Ev dem bi qasî ku tê fêhm kirin, di berî zayînê, di naqabîna 4500 û 3500 wan de xwe dide ber çavan. Ev dem, demeke di hizir û di deme şaristaniyê de demeke pêşketiya. Di wê demê de, li başûrê Kurdistanê mirov bigiştî bi pêşketiye. Pêşketina Urukiyan ne tenê di qada çandê de ye. Pêşketina teknolojiyê jî dinavde ye. Di deme Urukiyan de cotkariya avî û karên madanê û çandin û di qada tekonolojiyê de pir li pêşîn. Destana Gilgameş vê yekê radixe berçavan. Baziganî jî bi pêşketiya. Çûn û hatinaka mezin di wê de ji bo bazirganiyê li Mezopotamya pêşdikeve. Di wê demê de herweha nivîs jî pêşketiya û di qada rêveberî û dewlete de qeyd kirin jî dest pê kiriya. Ji kêvalbarên wê demê, mirov vê yekê fêhmdike. Başûr di vir de ji başûr zûtir û pêşketîtir e.

Li Mezopotamya, deme şaristaniyê ya pêşî, ku berî şaristaniyên din hemûkana û hîmê wan afirandinya Şaristaniya sumeriyana. Hem di nivîs, tendûrîstî, astronomî, matamatikê û hem olê, falê, afsûnê û di mîtolojiyê de yên derketina pêş û pergala civakê afirandina Sumerin. Li afirandin û tufanê pêşî mirov di wan de rastî wê têt. Di deme sûmeriyan de nêzikî 35 bajar hene. Ji wan nêzîkî 17an yên herî mezinin. Mînak; Kîş, Nîppur, kurda, Zabalam, Umma,Lagaş, Erîdû û Ur yên mezinin. Xwûdanan wan mezinin û bi navûdeng in.

Li Lagaşê, keyê hatî ser rêveberêyê Ur-nanşe bi çêkirina malan û xanîyan navda ye. Uruqagîna bi xwenûkirin (reformên) yên ku wî pêşî nivîsandina, derdikeve pêş. Lê di demên 2400 û 2350 ku hin bi hin bi ber ketinê ve diçê, êdî hin bi hin li Mezopotamya Aqadî derdikevine pêş û serwer dibin.

Tê gotin ku bi koka xwe re Samî ne. Çand û hizre sumeriyan di xwe de bicih kirin û rûnandin. Piştî sumeriyan re yên ku bûna serwerê mezopotamya Aqadî bûn. Ji deme hizre hemde girtin û bûna pêşavaniyê deme hemdem. Aqadiyan her weha xurt dibin û ku weke wan bi koka xwe tê gotin ku Samî ne, bingihê mazinbûna babiliyan û Asuriyan dikin. Hizre sumeriyan pêş xistin. Ji wan zêdetir wan hizre keyitiye GERDÛN û DINYÊ afirand û bicih kir. Rêveberiya navendî cara pêşî di deme wan de di bin destekî de digihê hevdû. Lê di berî zayînê di 2150 de ku careke dî sumerî bi hêz dibin û mazin di bin û serwer dibin, êdî dawiyê li dewlete wan tênin.

Damazranê xanadana Aqadiyan Sargon e. Sargon ketiya 34 şeran de, li gor qeydan. Peytaxta xwe ya bi navê Agade avakiriya. Zanebûnên di derbarê wî de bi mîtilojiyê re tevlîhevin. Ê di derbarê wî de, têgihiştinekê didine mirov. Neviyê wî Naram-Sîn dişopa wî de meşiya û wî gelek şer qizinc kirina. Şervanekî mezin bûya. Piştî deme Naram-Sîn re yên ku dawiyî aqadan jî tênin, Gûtî ne. Gûtî, weke cara sêyemîn rabûna sumeriyan jî mirov bêne ser ziman. Hizre wan pêşketi bû. Di hizre xwe de û têgihiştine xwe de ew xwediyê têgihiştineke ku Hegel bi navê diyelektikê bi pêşxistiya bûn. Pişt wan re yên ku ew hizir û şopa wan berdewam kir jî, Naîrî bûn.

Gutîyan li jiyana xwe ya civaknasî hizirîn û zêde di rêzaniyê de pêde neçûn, her ku serweri mezopotam gişti ji bûn. Lê di wê demê de xanadana Ur, ya deme sêyamîn di wê demê de jîn dibû. Wê ev fersend bikar anî û serweriya rêzani kire dest xwe de. Nêzîkî sad salî tê goin ku li ser rêveberiyê(b. z. 2100-2000)) man. Uran, bajarên xwe di wê demê de kirne yên ku ji aliyê rêzanî ve yên herî mezin û bi hêz. Di demên wan yên dawiyê de bi êrîşên hewirdorê kaldikevin. Dawiyê xanadana Uran, dibe dawiya sumeriyan jî li mezopotamya, ji aliyê rêzanî ve. Pişt wan re, êdî hêzên ku ne ji herêmê ne, serdestiyê digirine dest. Êdî serdestî ne keve destên wan de. Lê ji aliyê çandî û hizrî ve ew hertimî serdestin. Ew kifşdikin. Ji aliyê olî ve jî wilo ya.

Bi ketina xanadana Ur e sêyamîn re, êdî li bakûr Asur hêdî hêdî cih tişî dikin û li başûr babil derikevina pêş. Babil êdî li vir derdikeve pêş. Hûrî, di wê demê de, ew hêze wan ya ku zayîf bûyî, careke dî mazin dibe û serwer dibe. Bi derketina hûriyan re êdî her çend hêze babiliyan mazin hebe û serdest jî bin weke asuryan zêde wilo serwerî hemûkî nabin. Di wê demê de hê asur ne bi hêzên. Lê hin bi hin bi hêz di bin. Hurî û mîtanê hin bi hin mazin di bin ta sadsala 13. ji hêze xwe û serdestiya xwe ya li ser herême di domênin. Şer di van deman de pir çêdibin. Asur jî bi hêz dibin. Êdî di nav wan hêzan de şerê serdetiyê berdewam dike. Piştî sadsala 13 wan êdî hin bi hin naîri derdikevin. Ew ji serdestiya wan û weke wan berdewam dikin. Ta deme 800 wan ew ji serdestin. Pêşketina mazin bi çandi û teknolojikî bi wan re heya. Piştre Asurî dawiyê li serdestiya wan tênin. Lê ew dise li berxwe didin. Ew li berxwedan, nêzîkî di sadsalî ta deme Medan berdewam dikê. Medan bi şerkirina bi asuran re û têkbirina wan re serdesti bidest xistin.




#Article 39: Suryanî (1441 words)


Suryanî ango aramî (bi zimanê aramî: suroye, suryoye) gelê suryanî gelekî Rojhilata navînê ye.

Anegorî texmînan di navbera milyonek ta çend milyon suryanî li rûerdê belavbûyî dijîn. Welatê wan Mezopotamya ye ku ew jê re dibêjin Bethnahrîn. Îro di navbera dewletên Tirkî, Iraq, Sûrî û Îranê de li hev hatiye parkirin.

Piştî Şerê cîhanî yê duyem suryanî bi çar aliyên cîhanê ve belav bûn .

Bi teybetî piştî ku bi awayekî girseyî kesên ji gelê suryanî ji welatê xwe dûr ketin û diyasporayeke bi hêz li derveyî welatê xwe avakirin, bi xurtî hewl dan ku li binyada xwe bigerin. Sedêmên vê yekê di serî de gihiştina bîreke neteweyî bû ku bêhtir bi derfetên li derveyî welat bi hêz bûbû. Ev hewldan ji ber lêgera gotinek nû ya îdeolojîk bû. Îro gelek îdiayên dîroknasên suryanî û yên din li ser vê xalê hene.

Anegorî dîtina herî belav bûyi ku ji aliyê piraniya dîroknasên  suryanî tê pejirandin, suryanî (yên berî zayînê împeratoriyeke mezin ava kiribûn û xwediyê şaristaniyeke gelekî dewlemend bûn) ne. Kesên vê dîtinê dipejirînin û lê xwedî derdikevin di wê baweriyê de ne ku hemû gelên kevnar ên Mezopotamyayê wekî Babîlî, Kenanî, Fenîkî, Aramî û hwd. Ji yek binyadê ne û samî ne. Ji ber vê sedemê ew gel bi hesanî tevlihev dibûn û di nav hevdu de diheliyan. Zimanê wan nêzîkî hev bûn, ev jî dibû sedema ku wan zimanê hevdu zû bipejiranda an jî bi hêsaniya tevlihevbûna zimanên wan zimanekî nû yê Samî diafirandin. Piştî belavbûna ola mesîhî li nav van gelên Mezopotamyayê ev gel bêhtir di nav hev de heliyan û bûn yek. Di serî de suryanî dûv re akadî, babîlî û aramî bi xêra zimanê hevbeş, rabûn û rûniştina hevbeş û êdî ola hevbeş gelekî nû anîn holê ku ev jî gelê suryanî ye.

Dîtina din dibêje ku suryanî aramî ne. Ev dîtin pişta xwe dide rastiyeke dîrokî. Em îro dizanin ku piştî sedsala 8an û 7an a berî zayînê zimanê aramî li Mezopotamyayê belav dibe û dibe zimanê bazirganiyê. Dîsa dema ku axamenî (pers, fars) aramî weke zimanê fermî dipejirînin (sedsala 6an a berî zayînê) ev ziman di nav hemû gelên samî yên Mezopotamya de tê bi karanîn .

Dîrokvanê suryanî Hanna Dolaponu dibêje ku meriv nikare di mijara binyad û daheçûya suryaniyan de li gor krîtera nîjadê lêbigere. Dolaponu dîsa davêje holê ku suryanî ji tevlûhevbûna gelên kevnar wek Arami, fenîkî, kenanî û hind û îraniyan pêk hatine. Li gor vê dîtinê navên kesên ku dêra suryaniyan dihebînin bi giştî suryani ne. Gotina suryanî bi taybetî piştî belavbûna ola mesîhî hêdî hêdî bêhtir hate bikaranîn.

Êdî li gor ku ev çend gotin li ser mijara aramî-suryanî ji ku hatine me bihîstin em dikarin hindekî bahsa dîroka Mezopotamya jorîn bikin.

Dîroka nivîskî (dema nivîsê) ya Mezopotamyaya jorîn bi Akadan dest pêdike. Di salên berî zayînê 3 hezaran de li bakûrê Sumeran Akadan gelek dewletên serbixwe, yek bajarî avakiribûn. Ew ne dişibana Sumeran û zimanê wan jî cihe bû. Zimanê wan zimanekî Samî bû. Ew ji rojava (ji çolên Surî) ve hatibûn û nasên gelê (klanên) li rojava bûn. Cihê Akadan di navbera Dicle û Ferat de cihekî navendî bû. Seba vê jî Akadan fethên mezin di demeke kurt de karîbûn bikin.

Suryani (yên kevnar) ji herêmên Akadan ber bi bakûr ve belav bûn û gelek bajar avakirin ku yek ji wan jî bajarê Aram bû. Aram herwiha navê xwedayê vî bajarî bû û navê aşîra ku dema paşê navê xwe li hemû herêmê kir û hemû gelên herêmê di bin bandora xwe de hiştibû bû. Bê gûman çand û şaristaniya Arami nêzîkî ya Akadan û Babîliyan bû.Sedema vê yekê ev e ku Arami ji ber ku Akad û Babîl jî samî bûn hesanî xwedî li çand û şaristaniya wan xwedî derketin û şaristaniya xwe li ser vê bingehê ava kirin.

Sedsala 15an a berî zayînê qurnê ku êdî Aram li temamê Mezopotamya jorîn belav dibe ye. Vê demê Arami pir bajarên wek Nînova, Koloh û hwd. Ava kirin. Lê li bakûrê Mezopotamya jorîn tim bi hêzên eskerî dikarîbûn bimînin. Bi vî awayî Aram bû navenda bazirganiya bi Mezopotamya jêrîn (navend û başûrê Iraqê), Kapadokya (Anadol) û Mezopotamya jorîn (Kurdistan û Ermenîstan) re.

Sedsalên 8an û 7an a berî zayînê Aram bi serdegirtinên eskerî ber bi Bakûr û Bakûrêrojava ve fereh bûn û bi riya Koloniyên xwe ev der dagîr kirin. Berî zayîne di sedsala 8an de kralê Aram Salamansarê I bi artêşeke mezin bi ser gelên ku li Bakûrê Aram dijîn de diçe û heya bi keviya gola Vanê dixe bin destê xwe.

Divê navberê de di destpêka sedsala 12an a berî zayînê êdî Aramî tên Mezopotamyayê û carcaran bi ser bajarên Aram de digirin û talan dikin. Lê di sedsala X. de êdî winda bûn ji ber ku wan jî êdî dest bi jiyana şaristanî kirin û tevlî Aramiyan bûn. Û divê navberê de ji xwe Aram gelek seferên Eskerî biribûn bi ser Aramiyan de û ew kole kiribûn û di avakirina avahiyên mezin yên Aram de  bi kar anîbûn. Pey vê yekê re êdî Arami bêhtir bi bazirganiyê mijul bûn. Ev bû sedema ku di demeke kurt de Aramî bibe zimanê bazirganiyê.

Piştî ku emperetoriyan Aram şikest  û herwiha ya Babîliyan  jî êdî hemû gelên samî ketin bin destê Axameniyan ku bi xwe Pers bûn lê zimanê xwe yê fermî weke Aramî pejirandibûn. Ev yek bû sedema ku gelên samî vê demê yên Mezopotamya jorîn zimanê Aramî bi kar bînin.

Çaxê ku mesîhîtî li Rojhilatanavîn belav bû gelên Mezopotamyaya jorîn yên  Aramî ev ol zû pejirandin. Bi vê re gelên ku mesîhîtî pejirandin di nav hev de çêtir heliyan û bûn yek lê yên ku mesîhîtî ne pejirandin li derveyî vê yekîtiyê man. Bandora mesîhîtiyê herwiha jiyan da çanda herêmî . Êdî mîrasa kevnar û dewlemend ya Mezopotamyayê dîsa xwedî ji xwe re dîtin û gavên mezin avêtin.

Navenda dêra Suryanî  li bajarê Riha bû. Ji vir tevgera misyonê ya mezin destpêkir û mesîhîtî di nav piraniya Aramî de belav kir. Lê gelên ne samî yên Mezopotamya jorîn mesîhîtî ne pejirandin . Di vê navberê de Bîzans hêza herêmê ya mezin bû lê navbera wê û dêra Suryanî hedî hêdî vedibû. Ev yek bi cihe bûna dêra Bîzans û dêra Suryanî bi encam bû (sedsala 5an û 6an a piştî zayînê).

Çaxê ku Erebên misilman hatin Mezopotamyayê dêreke yekgirtî ya Suryaniyan ditîn. Herçi ku Suryaniyan bawerdikir ku bi hatina artêşên îslamê ew dê ji zilma Bîzans rizgar bin jî di demeke kin de dîtin ku ew bûne dîlên dewleta Erebên misilman. Merivên ne misilman divabûn bêyî bac û xeraca ku misilman didin bac û xeracên zêde bidin.

Êdî ji ber ku Îslam bû ola herî mezîn ya herêmê û ji bo ku ji barê bacê yî giran rizgar bibin gelek endamên dêra Suryanî yên ku li bajaran dijîn misilman bûn. Van kesên ku ola xwe diguhertin nikarîbûn netewayetiya xwe biparêzin û di demeke kurt de di nav gelê ereb de winda dibûn.

Piştî ku bandora Ereban kêm bû û Selçukiyan hikmê xwe li ser Rojhilatanavîn danîn rewşa  Suryaniyan hinî anegora berê baştir bû. Selçukiyan memurên xwe yên herêmê ji  Suryaniyan hildibijartin.  Ev bû sedema ku zimanê Suryanî dîsa xwedî hêz bibe û were bi karanîn. Gelek bend û cild pirtûk hatin nivîsandin. Mixabin vê tevgera çandî ya pozîtîv zêde nedomand. Bi serdegirtina Moxolan re gelên herêmê hatin qirkirin û çand û şaristaniyên wan hatin talan kirin. Ji sedsala XIV. heya XV.  gelek  Suryaniyên ku li başûrê Mezopotamyaya jorîn dijîn çûn çiyayan.

Hatina Osmaniyan ne weke ya Ereban olî bû. Her çiqas mafê  Suryaniyan û gelên misilman di bin hikmê Osmaniyan de ne wek hev bû jî bi hatina Osmaniyan talaneke mezin çênebû anku Osmaniyan hêzên avaker yên herêmê talan ne kirin .

Danûstandinê gundên (li başûr „aşîrên“)  Suryaniyan li gor bercewendiyên xwe bi gelên cîran yên weke Kurdan re jî hebûn. Lê belê piştî ku Abdulhemîdê II hate ser hikim (1876 – 1909) bi planên xweyî panîslamîst herêmên Kurd û  Suryaniyan xiste nav gelacê. Kurd û  Suryanî êdî pev diçûn. Herwiha pir cara  Suryaniyan serî li hember Osmaniyan jî hildan û hatin qir kirin.

Qirkirina yekemîn ya demên nêzîk di sala 1843 an de hate holê. Di vê salê de Osmaniyan bi hezaran  Suryanî qir kirin.  Qirkirina duwem di sala 1914an de rû da.  Suryanî vê salê weke sala şûr bi nav dikin. Di vê qirkirinê de bêhtirî sedhezar  Suryanî ji aliyê Osmanî û aşîrên Kurd (di serî de alayên Hamîdiye) ve hatin kuştin .

Em hevî dikin ku bivê nivîsa kurt xwendevan bûbin xwediyê çend agahiyan li ser   Suryaniyan ku perçek ji jiyana Kurdistanê ne.

Ji bonî kesên ku dixwazin bigihêjine bêhtir agahiyan:




#Article 40: Linux (566 words)


Linux (wekî Lînuks tê gotin) pergala xebatê ya kompûterê ye. Sembola Linuxê pengûenek bi navê Tux e.
 

Linux (an jî GNU/Linux) pergaleke xebitandina kompûterê ya bê xwedî û bê pere ye. Xwediyekî Lînuxê tune ye. Ev bername ji bo her kesî vekirî ye. Cara yekem xwendekarekî fînlendî bi navê Linus Torvalds di sala 1990î de sûde ji Minixê wergirt û bi pêş xist. Ji dendika vê pergala xebatê û guhertoyên wê yên hatine belavkirin re bi tevahî linux tê gotin. Torvalds, ji bo dersa xwe ya mastirê sêwirandiye û li ser vê malperê xebitiye û pişt re xwestiye ku vê bernameyê mezin bike. Bi vê baweriyê bernameya xwe ji her kesê ku xwestiye re şandiye û alîkarî xwestiye. Di demek kin de bi alîkariya gelek kesan bûye bernameyek ku îro hevrikiya Windowsê dike.

Pergaleke ji her kesî re vekirî ye, ango her kes dikare ji bo mezinkirina wê beşdarî xebatan bibe. Ji ber vê yekê jî wekî bernameyeke azad û bê sînor tê binavkirin. Kesên ku di hêla teknîka kompûterê de jêhatî bin, dikarin hin tiştan lê zêde bikin û wê bi pêşdetir bixin. Ev pergal bi awayekî kolektîf derketiye holê. Bi lîsansa GPL tê belavkirin. Guhertoya wê ya herî dawî 2.6e.

Gelek belavkirinên ku dendika GNU/Linux (GNU + Linux) wekî bingeh girtine hene. Yên herî girîng:

Niha, gelek xebatên ku nivîsbariyên GNU û nivîsbariyên din ên azad tînin cem hev û van bi dendikeke Linuxê, biawayekî sererastbûyî belav dikin hene.
Debian, Fedora, Gentoo, Mandriva, Pardus, Redhat, Slackware, SuSE û Ubuntu, tenê çend hebek ji wan in ku zêde tên nasîn in. Hemû bi awayekî ku hemû bikarhênerên komputeran dikarin bi awayekî hêsan saz bikin, tên belavkirin. Ev nivîsbarî, arşîvên nivîsbariyê yên endezyariyên komputeran û ji malperên ku belavkirina van nivîsbariyan dikin, peyda dibin

Hişyarî:  Nivîsbariya azad nayê wateya nivîsbariya “bêpere/belaş”. Nivîsbariya azad, li gorî pêşdebiran wateya xwe ava dike. Ango, nivîsbariyeke azad pêkan e ku bi pere were firotin. Çavkaniya vê pirsgirêkê peyva free ya îngilîzî ye him tê wateya “belaş” û  him jî “azad”.

Hişyarî: Nivîsbariyeke azad di heman demê de çavkaniyeke vekirî ye.

Hişyarî: Piştî derxistina CDyaJîndî, çalakiyên ku li ser wê hatine kirin (pelên çêkirî, wêneyên daxistî, hemû mîheng û hwd.) winda dibe.

Mînak: Bi nivîsbariya A-yê re pelê x.dll li pergalê tê sazkirin. Nivîsbariya B jî bi xwe re guhertoya kevn an jî nû ya x.dll-yê li pergalê saz dike. Wiha, pir caran nepixandina Windowsê pêk tê. Belkî di pergalê de 50 heb pelên x.dll-yê hene û x.dll-yê ku bi nivîsbariya A-yê hatibû sazkirin heke bê rakirin dê nivîsbariya A-yê nexebite.

Mînak:

Avahiya pel û pelrêçên pergalên GNU/Linux-ê ji pergalên xebatê yên din gelek cuda ne. Wekî mînak di Windowsê de li bin ajokarê C:/-yê pelên pergalê, pelrêça Windowsê, daneyên takekesî, pelrêça Documents and Settings hene; pelrêça sepanan jî li bin Program Files-ê ne. Lê di GNU/Linux-ê pel û pelrêçan li bin pelrêça “/”yê ne. Pelên pêwîst ên pêşbarkirinê -yên ku ji bo vekirina pergalê ne- li bin /boot/-ê ne, daneyên takekesî li bin /home/-ê ne. 

Niha, nêzî tevahiya navendên agahî û kiryariyan ên zanîngehan û dezgehên wekî NASA, IBM, HP, Boeing, HSBC, SonyEricsson, Nokia, Siemens, Samsung, General Motors, Hyundai, Oracle, EToys Linuxê bi kar tînin û bi awayekî piştgiriyê didinê.

Ji bo Ubuntu GNU/Linux a kurdî jî Komeleya Karger piştgiriyê di warê werger û danasînê de dike.

Çend projeyên ji bo wergerandina Linuxê bi kurdî heye. Binêre: Linux a kurdî




#Article 41: Wîkîpediya (818 words)


Wîkîpediya (), ensîklopediyeke azad bi rengê wîkî ye. Projeyeke vekirî ye, her kes dikare tevlê bibe. Wikipedia lasher dasti Wikimedia ya. 

Wîkîpediya projeyeke navneteweyî û bi 304 zimanan ye. Taybetiya vê ensîklopediyê ev e ku her kes dikare her gotarê biguherîne û tiştekî lê zêde bike. Xweqeydkirin ne pêwîst e. Bi tevkariyên kesan ji hemû dinyayê komkirina zanîna mirovahiyê pêk tê.

Wîkîpediyaya herî mezin ya îngilîzî ye, tê de ji î zêdetir gotar hene. Di hemû zimanên ku di Wîkîpediyayê de xwedî malper in, ji 17.000.000î zêdetir gotar hene.

ya Wîkîpediyayê dinyayek e ku ji tîpên alfabeyên cûr bi cûr pêk hatiye. Wekî Wîkîpediya ev dinya jî vekirî ye.

العربية • Deutsch • English • Español • Français • Polski • Italiano • Nederlands • ガンからジョー • Português • Русский • Sinugboanong Binisaya • Svenska • Українська • Việt / 越南語 • Winaray • 中文

Acèh / بهسا اچيه • Alemannisch • አማርኛ • Aragonés • Kreyòl Ayisyen • বাংলা • Banyumasan • Башҡортса • Беларуская (Тарашкевіца) • भोजपुरी • Bikol Central • Boarisch • Bosanski • Brezhoneg • Буряад • Чӑвашла • Chavacano de Zamboanga • Corsu • Diné Bizaad • Emigliàn–Rumagnòl • Fiji Hindi / फ़िजी बात • Føroyskt • Frysk • Gaeilge • Gàidhlig • ગુજરાતી • Hak-kâ-fa / 客家話 • Hmoob • Hornjoserbsce • Ido • Ilokano • ইমার ঠার/বিষ্ণুপ্রিয়া মণিপুরী • Interlingua • Иронау • Íslenska • Jawa / ꦧꦱꦗꦮ • Kapampangan • ಕನ್ನಡ • Kurdî / كوردی •  • کوردیی ناوەندی Кыргызча / qırğızça / اوزبیکچه • Мары • Kotava • Lëtzebuergesch • Limburgs • Malti • मैथिली • 古文 / 文言文 • മലയാളം • मराठी • مصرى • / Mäzeruni مازِرونی • მარგალური • Mìng-dĕ̤ng-ngṳ̄ / 閩東語 • Монгол • Молдовеняскэ • Nāhuatlahtōlli • नेपाल भाषा • नेपाली • Nordfriisk • Марий • ଓଡି଼ଆ • ਪੰਜਾਬੀ (ਗੁਰਮੁਖੀ) • پښتو • Piemontèis • Plattdüütsch • Ripoarisch • Runa Simi • संस्कृतम् • Саха Тыла • شاہ مکھی پنجابی (شاہ مکھی) • Scots • Sesotho sa Leboa • Сибирской говор • Sicilianu • سنڌي / सिनधि • Melayu sareng Buku / ᮘᮞ ᮞᮥᮔ᮪ᮓ • Kiswahili • Tarandíne • བོད་ཡིག • తెలుగు • Türkmençe / түркмен / تۆرکمنچه‎ • ᨅᨔ ᨕᨙᨁᨗ / Basa Ugi • Vèneto • Walon • 吳語 • ייִדיש • Yorùbá • Žemaitėška • 粵語 / 粤语 • ភាសាខ្មែរ • සිංහල

Адыгэбзэ • Аҧсуа • արեւմտահայերէն • अंगिका • Arpitan • ܐܬܘܪܝܐ • asụsụ bekee maọbụ asụsụ oyibo • Atikamekw • Avañe’ẽ • Авар • अवधी • Aymar • Ænglisc • Bali / ᬩᬲᬩᬮᬶ • Banjar • Bislama • црногорски / crnogorski • Vahcuengh / Vaƅcueŋƅ / 話僮 • Deitsch • Dolnoserbski • डोटेली • Эрзянь • Estremeñu • Ἑλληνική ἀρχαία • Eʋegbe • Furlan • Viti • Gaelg • Gagauz • Gĩkũyũ • گیلکی • 贛語 • ГӀалгӀай мотт • गोंयची कोंकणी / Gõychi Konknni • gwiyannen • Хальмг • Hausa / هَوُسَا • ʻŌlelo Hawaiʻi • Hulontalo • Interlingue • Iñupiak • Kalaallisut • كشميري • Kaszëbsczi • Kabɩyɛ • Kernuack / Kernewek / Kernewek / Kernowek • کهووار • Kinyarwanda • Kinaray-a • K’iche’ • Koyraboro Senni • Коми • Kongo • Krio • Dzhudezmo / לאדינו • Лакку • لکی • Ladin • Latgaļu • ພາສາລາວ • Лезги • Líguru • Lingála • līvõ kēļ • Livvinkarjala • Lingua franca nova • lojban • لۊری شومالی • Luganda • Saro Mandailing • Maaya t'aan • Reo Mā’ohi • Māori • ꯃꯩꯇꯩꯂꯣꯟ • Mirandés • Мокшень • Naoero • isiNdebele saseNyakatho • Nedersaksisch • Normaund / Nouormand / Normand • Novial • Oromoo • অসমীযা় • पाऴि • Pangasinán • Pangcah / 阿美族 • Papiamentu • Patois • Перем Коми • Pfälzisch • Picard • Къарачай–Малкъар • Qaraqalpaqsha • Qırımtatarca • Rumantsch • Runyankore • Русиньскый Язык • سرائیکی • Sakizaya / 撒奇莱雅 • Sámegiella • Sāmoa • ᱥᱟᱱᱛᱟᱲᱤ • Sardu • Seeltersk • ChiShona • Soomaaliga • Sranantongo • kerol seselwa • ၵႂၢမ်းတႆးယႂ် • Taqbaylit • Tayal / 泰雅 • Толыши • Tetun • Tok Pisin • faka Tonga • ತುಳು • chiTumbuka • Tsėhesenėstsestotse • ᏣᎳᎩ • Тыва дыл • Удмурт • Uyghur / ئۇيغۇرچه • Võro • Vepsän • West-Vlams • Wolof • Хакас • isiXhosa • Zeêuws • isiZulu • ދިވެހި

Taybetiyeke girîng ya Wîkîpediyaya kurdî ev e ku bi zimanê kurdî heta îro ensîklopediyek tune. Carê yekemîn di înternet de ensîklopediyeke kurdî pêk tê.
Beşa kurdî ya Wîkîpediya di 07.01.2004an de ji aliyê Erdal Ronahî ve hat dan destpêkirin. Di Wîkîpediyaya kurdî de niha  gotar heye.

Wîkîpediya di 15.01.2001 de ji aliye  (Vaqfa Wikimedia) hat dan destpê kirin.

Naveroka Wîkîpediyayê di bin Lîsansa Belgekirina Azada GNU (GNU Free Documentation License)de tê weşandin. Ev tê wateyê azad e û wê her dem azad bibe. Her kes dikare naveroka Wîkîpediyayê gora keyfa xwe belav bike. Kes nikare Wîkîpediyayê bifroşe an bikire. Naveroka Wîkîpediyayê naveroka azad e. Nivîsbariya Wîkîpediya bi navê MediaWiki jî nivîsbariya azad e.




#Article 42: Midyad (357 words)


	
Midyad (,  Mëḏyaḏ; bi suryanîya Midyadê: Miḏyôyo) navçekî û bajarekî biçûk li Bakûrê Kurdistanê ye. li herêma mehelmiyan ne . Midyad ser bi Parezgeha Mêrdînê ye. Li rojavayê Midyadê bajarokê Hezexê heye, li başûrê wê Nisêbîn, li rojava Mehsertê heye û li bakûrê wê Kercews û Kerboran hene. Midyad navenda herêma Torê ye, ku bi taybetî di dîroka Xiristiyaniyê de cihekî girîng digire.  . Ji Midyadê re ji ber zêdebûna dêrên bajêr Bajarê heft dêran  jî tê gotin.

Li navenda bajêr û gundên derûdorê bi piranî Kurd dijîn, lê hejmarek biçûk Suryanî û Ereb jî dijîn. Li vî bajerî ji alîyekî ve dengê naqosên dêra, ji alîyê din ve bangên melayan di heman demê de tên bihîstin. Îro Midyad ji du beşan pêk tê. Yek jê Êstil e ku piranîya şêniyên wê Mehelmî ne, ya din jî Midyada kevn e ku piranîya şêniyên wê Kurdên Sunî û Aramî – Suryanîyên Xirîstiyanî ne. Li gundên derdora Midyadê heta berîya çend salan gelek gundên Kurdên Êzdî jî hebûn, lê niştecihên wan gundên ji ber tahde dewleta tirk û cahşên herême neçar man û di salên heşteyî û nodî de warê xwe terikandin û koçberî Ewropa kirin. Ji ber heman sedeme piraniyê rûniştvanên Xirîstiyanî jî Midyad û gundên derûdorê terikandin û wan jî koçberî Rojavaya Tirkiyê - bi taybetî Stembolê - Ewropa û welatên din kirin. Îro hejmarek kem Xirîstiyanî û Kurd]]ên - Êzdî li Midyadê û gundên derdorê wê mane. Li gor serjimartinên şênîyan di sala 1997'a de 61.378 kes li Midyadê dijîyan.

Belgenameyên nivîskî yên pêşî derbarê Midyadê de digihêjin sedsala 13'an B.Z. ev der herêmek e ku divê ji bo keyayên Asûrê were talankirin. Aşûrnasîpalê Duyemîn bi gewzî di 879'an de dibêje wî ev herêm xistiye bin desthilatdariya xwe. Midyad di serdema Hz. Omer de dikeve bin darazê Îslamê de (640).

Li Midyadê wekî hemî deverên Kurdistan ê, xwedî hinek taybetmendiyên ajalên cude ne.

Li herêmê Ajalên kedî û yên berî bi du beşa ne

Li Midyadê cûrbecûr kar û pîşeyên herêmê yên bi nav û deng hene: 

Xirbê Ilto, Dêrhadet, Kûndelê, Xerabê Fêro, Qêsra Jêrî, Qêsra Jorî, Qûzre, Xirbê Koçek, Xirbê Diza, Bamered, Mamûsiva û Qiryasa.




#Article 43: Wêje (1955 words)


Wêje , edebiyat an jî lîteratûr sê peyvên hemwate ne. Peyva edebiyatê bi Erebî ye, ya „wêje“ bi Kurdî ye, ya „lîteratûr“ jî bi Latînî ye. Edebiyat ji peyva „edeb“ê tê û wateya vê ya ferhengî „zerafet, nezaket û xweșikî“ ye. Ereb bi xwe di wateya peyva edebiyatê de mîna disîplîn peyva edebê bikar tînin. Wekî ku dibêjin „el-edeb’ul Kurdî, ango edebiyata Kurdî. Pirhijmara peyva edebê edebiyat e û ji aliyê Kurd, Faris û Tirkan ve tê bikaranîn. Wekî „Edebiyata Kurdî“, „Edebiyatî Farisî“ û „Türk Edebiyatı“. Wêje ji peyva „wutin“ê tê. „Wutin“ di Kurdiya Soranî, Goranî û Zazakî de bi fonetikek nêzî hev beramberî wateya peyva „gotin“ê tê bikaranîn.[1]  Peyva lîteratûr di hemû zimanên ewropî de bi wateya edebiyatê ye.

Cûre bi cûre bê tarîfkirin jî, edebiyat ji berhemên nivîskî û devkî re tê gotin û ew jî bi ziman re zexm girêdayi ye. Edebiyat hêza xwe bikaranîna ziman digire û bi berhemên xwe jî ziman dikemilîne. Ji berhemên ku nivîskî û devkî yên bi hunerî bûyer, raman, hest û xeyalan bi șêweyekî bedew/estetîk pêșkeșî guhdar û xwendevanan dike re tê gotin. Ew berhem mîna helbest, çîrok, roman, destan, zargotin, zêmar, stran, șano û hwd derdikevin holê û cîhana nîgașî ya guhdar û xwendevanan dixemilînin.[2]

Di derheqê edebiyatê de pir tișt hatine gotin û hîn jî ewê bên gotin. Edebiyat tê maneya/wateya hewldana nêrînek berfireh û gerdûnî, bilindkirina merhamet û hezkirinê.  Di vê dema nûjen de êdî nivîsandin pir hêsan e. Loma ji bo parastina berhemek edebî nivîsandin pêwîst e. Nivîskar bi herfan nêrîn, hest û xeyalên xwe bi awayek hunerî dineqişîne û digihîne xwendevanan. Lê ev nayê maneya ku edebiyat bi tenê ji berhemên nivîskî pêk tê. Edebiyata Kurdî li ber sedemên așîkar hîn jî zêdetir edebiyata devkî ye. Lazime ku edebiyata nivîskî li ser hîmê edebiyata devkî were avakirin. Wê demê dewlemend û xurt û bedevtir dibe. Li gor edebiyatvanê kurd Mehmed Uzun edebiyata kurdî pêwist e ku li ser rîçikên stran û kilamên dengbêjan were avakirin. Ji ber ku kevneșopa dengbêjtîyê hetan niha digel hemû tehdît û șîddet, asîmîlasyon û tunekirina hember zimanê kurdî ji bona zindîmayina edebiyat, huner û muzîka kurdî rolek herî girîng lihistiye.[3]
  
Hinek beșên edebiyatê zêdetir bi devkî tesîr dikin. Wê demê ji xwendevanan zêdetir guhdar derdikevin li pêș. Mînak stranên dengbêjên kurdan in. Stranên dengbêjan bi deng û peyîvên xwe tên pêșkeșkirin, alavên muzîkê û tinîya wan pir jî hewce nîne. Kilamên dengbêjan ne tênê muzik e. Ew bi peyîv û mijarên xwe çavkaniyên ziman û edebiyata kurdî ne. Ji ber astengiyên li ser zimanê kurdî li Kurdistanê dengbêjî û çîrokbejî hetan van demên dawî pir pêșketî bûn. Birêz Mehmet Uzun di deheqê dengbêj û çîrokbêjan de wusa dibêje:[4]

Muzîk jî tiștekî li derî edebiyatê nîne. Tekiliya muzîkê zêdetir bi helbestan re heye. Her gotinên muzîkê helbestek e jî. Ji ber vê têkiliya xurt di navbera edebiyat û muzîkê ye ku di sala 2016’an de muzîkvanekî amerikî bi xelata Nobelê ya edebiyatê hat xelatkirin. Ango muzîk bi șêweyek xurt girêdayî edebiyatê ye.

Têkiliya edebiyatê bi her tişt û her bûyerê re heye. Mijara edebiyatê mirov û jiyan e. Edebiyat her dem dixwaze ku tenêtiya însan, tengasî, evîn, keder, nefret, hemû hest û xeyalên wî; ango însan ji însan re salix bide û pê bide nasîn. Tu cudahiyê nake di navbera gel û mirovan. Dixweze aliyên wan ên baş û nebaş, rind û xirab, rast û şaş; her alî van dixweze ku derxe holê û pêșkeș bike. Armanca edebiyatê îzahkirina hevpariya qedra ruhên însanan e. Bi hev nasîn û biberhevkirinê ji wan re bibe neynik. Bi van xisletên xwe edebiyat hûnereke gerdûnî ye.[5]
 
Di berhemên edebî de behsa însan, qilqiliya/tedirginiya wî, șașwazîya wî, hebûna wî, mirina wî, hêz û neçaretiya wî, șewqet û dilovaniya wî, hêrs û bêmerhemetiya wî, bêçaretiya wî, piçûkxistina wî, kul û keserên wî yên derûnî tên kirin. Herçiqas leheng û mirovên berhema edebî kesên dewerek belû bin jî, bi alîyên van ên însanî ve temsîlên hemu însanan in. Lewma birêz Mehmet Uzun dibêje ku: “Edebiyat xwedî hêzek jîndar e. Jiyanê watedar dike, nemabûnê dizivirîne geșbûnê, ji berxwedanê re dibe çavkanî. Tirsê dizivirîne cesaretê, yên ketî ra dike, tunebûnê dizivirîne hêviyê .” [6]

Huner û edebiyat divê ji armanca xwe dûrnekevin. Ango tu car nekevin bin bandora doz, bîrdoz, raman û ramyariya kesan û koman. Ew ji bona însaniyetê amada ne. Kengê edebiyat bûye navgîna doz, bîrdoz, raman û ramyariya mirov, ew hatiye dorpeçkirin ku edî ji edebiyatê derketiye. Edebiyatvan ger gora kêfa dilê xwe tevbigere ku bi șêweyek serbixweyî berheman ava bike. Ji bo edebiyatê sinordayin edebiyatê difetisîne. Edebiyat bi kurtayî ji bo mirovahiyê ye û malê mirovahiyê ye.

Edebiyatê heta ji kêfxweșî û dilfiraziya dil, ji hêvîya daxwezan hêz girt jîndar dike. Di vê wateyê de di dema herî zor û tengasîyê de dibe mekanê stara mirovan. Bi jîndariya xwe mirov ji bêhêvîtiyê, keserê û fikra tunebûnê azad dike, ruhê wî diarimîne. Lehenga “Çîrșîrokên Hezarûșevekê” ya bi navê Șehrazat bi çîrçîrokên xwe (bi edebiyatê) karîbû hêrs, kîn û dilșikestiya padîșah bizivirîne șewqet, merhemetê û hestên bedew.[7]

Adar Jîyan ji bona edebiyatê wusa dibêje: „Wêje tenê ne derbirîna hunera ku hest û nîgașên mirov bi gotin û nivisandinê dide neqișandin e. Wêje, wekî dîn jî çand, huner, ziman û șaristaniya qirnên dîrokî û rê û rêbazên jiyana civakî jî bi mirov dide nasandin.“  [8]

Edebiyatvan ew kesên ku kilîta xezneya ziman di destê wan de ye. Ew bi nivîs û gotinan peyîvên di xeyalên xwe de difirin bi rêkûpêk û nîzamî didin berhev, dixemilînin, dinivîsînin, dibêjin û vedibêjin. Bi wan xeyal, raman, derd, kul û keserên xwe tînin ziman. Di vê hewldanê de derûdora xwe îstîfade dikin, tûrê xwe berdidin bin bîra dilên xwe, wan bi tecrûbe, raman, hest, xeyal û hêvîyên xwe cûrecûr dixemilînin û pêşkeş dikin. Edebiyatvan bi uslûbek xweşik behsa mirovan dikin, bi awayekî hunerî mirov ji mirovan re tarîf dikin.

Dema mijar li ser însan û însaniyetê be edebiyatvan xwe, civaka xwe, herema xwe jî vebibêje; ev vegotin gerdûnî û ji bo herkesî ne. Edebiyatvan pirsgirêkên hemu kesên li rûyê erdê mîna pirsgirêkên xwe dibînin û ji bo çareseriya wan hewldidin. Ev hewldana gerdûnî sînor û tuxûbên di dil û mêjoyên mirovan de hatine danîn serûbin dikin, nêrîn û dîtinên berfireh didin ber wan. Ew êș û jana mirov û mirovatiyê ji xwe re dikin êș û jan, ji bona çareseriya wan tevdigerin. Bi duristkirin û têkuzkirina gotin û vegotinê niyet û mexsedên mirovan zelaltir dibin, baștir û duristir tên fêmkirin. Ev jî bi bêjinga edebiyatê mumkîn in.

Edebiyatvan bi hestyarî û pênkariyeke xurt û hêvîdar dikare pêșt ve biçe û bigihê miradê xwe. Ew bi nêrînek berfireh jiyana civakan dinêre û șirove dike. Di berhemên wî de hestyariyek û dilsoziyek mirovhezî û gerdûnî heye. Ew ji xwendewanên xwe re dibe pêșeng û hișmendar.

Edebiyat him nivîskar û edebiyatvanên dunê digihîne hev, him jî civak û neteweya wan. Piștdayîn û ragihandina edebiyatvanên gerdûnî dikarin așitî, azadî û hevaltiya gelan xurt bikin. Edebiyatvan bi feraset û hișmendiyê ve girêdayî ye. Ew bi pênûsa xwe dikare civaka xwe û hemû civakên dunê ji xirabî û gemariyên demê haydar bike û ji wan re rêya însaniyetê salix bide. [9] 

Mîna hemû beşên hunerê, edebiyat jî di nav civakê de derdikeve holê û bi civakê re xwe dikemilîne. Di navbera civakê û edebiyatê de her dem têkiliyek dualî heye. Edebiyatvan ji nav civakê de derdikeve û berhemên xwe mîna konekî li ser sînga civakê ava dike. Berhemên edebiyatvan, ango edebiyat ruh dide civaka ku tê de dijî, hişê/bîra wê teze û zelal dike, tamir û tedavî dike. Ji bona fêmkirin û lihevkirinê zemîn peyda dike, amade û sererast dike. Li gor hewceyên ciwakê pêşîya wan ronî dike, ji wan re dibe rêber. Edebiyat ziman û çanda wan berfireh dike.[10]

Dema mirov bala xwe dide nișêtên edebiyatê dibîne ku ew ji bona lêkirina bîra/hișê hevpar a gel pêwist e/zerûri ye. Her ku berhemên edebî gor însan û vegotinên însan hatên pêşkeşkirin ew zindî û hewceyek e. Mirov çiqas zimanê xwe pêștve bibe weqas xwe pêștve dibe; çiqas xwe pêștve bibe weqas bîra xwe pêșt ve dibe û ev dîsa pêștvebirina ziman ji xwe re tîne. Ji ber ku mirov hebûnek civakî ye di bin bandora civakê de ye, kêm be jî bi kirinên xwe li ser civakê xwedî bandor e. Gelê kurd bi salan zimanê xwe ên hat qedexe kirin, kêm hat dîtîn, biçûk hat xistin û pê henek hat kirin bi saya edebiyata devkî (dengbêj û çîrokbêjan) parast û bi wan hestên xwe derman kir. Ew hêza gotinên devkî ji birîn, hêrs, bêçaretî û tengasîyên wan re bûn merhem.[11]

Edebiyat nebe, hedî hedî hestên civakê vedimire, mirovên di nav civakê de bê xem û bê hîs dibin, her yek ji alîyê xwe yê nebaş re dikeve bezê. Edebiyat qirş û qalên jiyanê ku mirov dorpeç kirine, dide aliyekî û eslê însan nîşanî mirov dide. Edebiyatvan deng li mirovahiyê dike û ji bona têkûziyên mirovahî berhemên xweșik û bedew pêșkeș dike. 
Civak û gel ji gor xwedîderketina edebiyat û edebiyatvanên xwe dikare bigihê qadek bilind û payedar. Xwedî derketin jî herî pêștve girêdayê xwendina berhemên edebî ne. Ew çiqas zêde werin xwendin û di cîh de werin rexnekirin, ewqas zêde ji wan îstifadekirin peyda dibe. Gor jê îstifadekirinê edebiyat ruh û can dide xwendevan û civaka wan.
 
Tiștên ku neteweyekê li ser piyan dihêlin edebiyat û berhemên wê yên edebî ne. Ew jî bi zimanê wî gelî va zexm girêdayî ne. Lewma hemu dewletên dagirkerên nûjen êrișên xwe yên ewil li dijî zimanên gelên bindest dikin. Kurdan bîrên/hișên xwe demek dirêj  bi stran, kilam, çîrok û destanên dengbêjan zindî girtin.

Rexnegiriya wêjeyê ji bona pêșveçûn û serkeftina wê girîng û bingehîn e. Bi saya rexnegiriyê xurtî û kêmasîyên berheman derdikevin holê. Bi vê avayê berhemên baș û nebaș hêsantir ji hev cûda dibin û bi wî awayî tên nasîn. Cûdayetiya di navbera berhemên bedew û nebedew kișf û diyar dibe.

Rexnegiriya di cîh de û rastîn dibe sedema pêșveçûna edebiyatvan û berhemên wî. Bi saya rexnegir edebiyatvan bi kêmasîyên xwe dihese, ji bona sererastkirina wan hildide û di ser rêça edebiyatê de pêștve diçe. Rexnegirên edebiyatê ger ji bona pêșveçûna edebiyatê, ne ji bona qelskirina wî rexneyên xwe pêșkeș bikin.

Divê rexnegir ne bi hestyarî û ramyarî, bêtir bi hișmendi, kêrdarî, hêwidarî û zanistî berheman binirxîne. Tu heqê rexnegir piçûkxistin, darizandin, qewirandin û dehfandina berhemê tune ye. Lewma dema rexne hat kirin divê rexne ne li raman û hișmendiya edebiyatvan, li berhema wî bête kirin.[12] 

Têbinî: Va nivîsa di malpera Çandname da hatiye wesandin.Binêre: 

Wêje an edebiyat an jî lîteratûr bi wateya xwe ya berteng navê hevparê yê helbestvaniyê û pexşanê ye. Di wateya berfireh de wêje têt maneya her tiştê ku hatiye nivîsîn.

Wêje dikare li ser du beşan bêt parvekirin:

Ev nivîsar li ser wêjeya spehî ye. Bo wêjeya zanistî, binêre nivîsara li ser Wêjeya zanistî.

Deqa xweşik, xweş, xwediyê taybetiyeke hunerî û bi armanca têrkirina xwendevan a bi vî rengî nivîsîn, an jî ku ne xwediyê armanceke wisa be jî ji alî teşe û naverokê ve xwediyê van taybetiyan, wekî wêje tê binavkirin. Wêje awayekî vegotinê ye. Wekî hunerê vegotina dilîniyan a xweşik û bi bandor jî tê binavkirin. Ji bo deqek (tekst) wekî berhemeke wêjeyî bête pejirandin, divê xwediyê nirxekî hunerî be.

Wêje bi giştî dibe du cure.

Ji berhemên nivîskî û devkî yên mîna helbest, çîrok, roman, destan, zargotin, zêmar, stran, şano û hwd. yên ku bi mebesta çêjeke gewzîn bide guhdar û xwendevên û cîhana wî/ê ya nîgaşî bixemilîne, hatibe nivîsandin re “wêje” tê gotin. Wêje, şêweya vegotinê ya herî manîdar bedew û çêjdar e. 

Peyva wêje formek devokî ya bi wateya [bi]bêje ye.

Edebiyat ji erebî û lîteratûr ji latînî ye.

Wêjevan, nivîskar, fîlozof, alim û zanistvanên Kurd




#Article 44: Wêjeya Kurdî (3698 words)


Wêjeya Kurdî  an jî edebiyata kurdî ew wêje ye ku bi zaravayên hewramî, zazakî, kurmancî û soranî hatiye berhemandin. Di kurdî de du beşên bingehîn a wêjeya kurdî ên bi navê devkî û nivîskî hene. Wêjeya devkî berî nivîsê derketiye, hîn jî berdewam e û di navenda wê de helbest heye. Çîrok, stran, destan û hwd. hemû bi devkî ji nifşekî derbasî nifşê din dibûn. Wêjeya nivîskî jî li ser vê wêjeya devkî bilind bûye. Wêjeya kurdî a nivîskî di zaravayan de li demên cuda dest pê kiriye; li gorî zanyariyên destketî berî zaravayê hewramî, piştî kurmancî û dawiyê soranî û herî dawî jî dimilî bûne xwediyê wêjeya nivîskî. Niha di her çar zaravayan de wêje tê berhemandin.

Wêjeya gelêrî, wêjeya devkî, zargotina kurdî an jî folklor ku wek taybetmendiyên xwe yên anonîm û kolektîf di nav civakê de tê afirandin û dîsa di nav şert û mercên civakê de bi nifşên nû re tê veguhastin, di çanda civakekê an jî heremekê de roleke gelekî bingehîn dilîze. Wêjeya gelêrî an jî devkî yek ji beşên folklorê ye ku folklor bi xwe beşeke zanistê ye. Mela Mehmûdê Bazîdî yekem kes e ku li ser folklora kurdî xebatan kiriye. Wî ev karên xwe bi hevkarî û alikariya Alexandere Jaba (1803-1894) kiriye. Xebatên folklora kurdî, dikare were gotin ku, her çiqasî di asta berhevkirinê de bin jî xebatên analîz, şirove û berawirdiyê jî hêdî hêdî derdikevin pêş. Berhevkarên girîng yên folklora devkî ya kurdî, nivîskarên wekî Zeynelabidin Zinar, Ordîxanê Celîl, Celîlê Celîl, Celîla Celîl, Heciyê Cindî, Eskerê Boyîk, Hilmi Akyol, Rohat Alakom û hinek kesên din in.

Ji bo edebiyata devkî Celîlê Celîl wiha dibêje

Çîrok (bi zazakî çîroke~hikaye), cureyek ji folklora kurdî ya devkî ye. Çîrok ji aliyekî de hînkar in, ji aliyekî de mirovan difikirîne, ji aliyekî jî şîretkar in. Di çîrokan de bi piranî kes/leheng (carcaran lehengên çîrokan ajel in) derasayî ne, xwedî hêzên derîaqil in. Herçiqas mijara çîrokên kurdî xeyalî be jî cardin bingeha xwe ji jiyana civaka kurd girtiye. Çîrok, di şevên zivistanan de li ser lêvên çîrokbêjan bi sedan sala ne ji nifşekî digihêje nifşekî din û bi vî awayî hetanî îro hatine. 

Motîfên curbicur û efsûnî derdikevin pêşberî me. Qesrên li ser ewran, bajarên heft tebeqan di binê erdê de, hûtên wekî çiyayan bilind, keçikên pêriyan, postên efsûnî, hewzên nemiriyê, beranên qemer yên dûvên wan wekî zinaran mezin, qehremanên birim, kevirên biefsûn, ajelên rê û rêberiyê nîşanî mirovan didin û her wekî din tiştên ecêb di çîrokan de cihê xwe yên taybet digirin. Di çîrokên gelêrî de, zimanekî, heta sade, fesîh, xwerû û zimanê rojane a axaftin û jihevfamkirinê hatiye bikaranîn

Şengê û Pengê. Lêkolînên Law Reşîd û Hîlmîyê Siwêregî yên di rojnameya Jînê (1918-1919) de weşiyane, ya ku bi navê Kürdlerde Durûb-ı Emsâl xebatên pêşîn ên li ser gotinên pêşiyan in.

Çend mînakên gotinên pêşiyan ên kurdan ev in:

Kemal Fewzî  di Kurd Masallariya xwe a Jînê de di 1919an de weşandiye wiha dibêje: 

Li Kurdistanê beriya hatina şanoya ewrûpî yek ji mînakên kevneşopiya kurdî ya performansê Mîr Mîran an Mihrîcana Mîrê Şaş e. Lî başûr û rojhilatê Kurdistanê di destpêka biharê, Newrozê de dihate îcrakirin. Ji bo vê mihrîcanê qonaxên qraliyetê dihatin avakirin û kolanên Silêmaniyê dihatin xemilandin û xelk li ser kolanan disekinîn ku keyê xwe yî nû bibînin. Waliyê fermî ya bajêr, ji xeynî azadkirina xulaman û kuştina mirovan desthilatdariya wî tesdîq dikir û bi vê tesdîqê gelek cûre lîstik dihatin lidarxistin. Lê di 1922an de ev mihrîcan ji aliyê Brîtanyayê ya mêtinger hat qedexekirin.

Jixeynî Mîr Mîran, Kosegelî (Gaxand), Bûka Baranê, Bûkella (Kûkla), Sersal, lîstik û temsîlên Newrozê jî di nav gel de dihat/tê dîtin. Her wiha şanoya kurdî bi “dengbêjî û çîrokbêjiyê” ve jî dîsa xwedî formên netewî ye.

Li gor fikrên ekseriyetê li serê erdê destpêka wêjeyê bi helbestê bûye; ango berhema wêjeyê ya yekem helbest e. Ji kevin de, li kurdî helbest heye û li ser zarên dengbêjan, ji nifşekî bo yê din hatiye veguhestin, di rêka beyt, sebeqe, qesîde, heyranok, payîzok û hwd, gihaye îro. Him bi formên epîk û lîrîk mijarên dinyewî û him jî bi formên ayînî û mezhebî ên mîna elewî, êzidî û ehlê heqan bi kar anîne, helbest hatine xwendin. Gelek ji wan anonîm in û hinek helbest hene ku helbestvanê wan tê zanînn lê ji aliyê dengbêjan wekî stran hatine gotin û di folklora kurdî de bi varyasyonên cuda be jî cih girtîne. Wekî mînak hin helbestên Feqiyê Teyran bi vê awayî di hişê gelê kurd de cih girtine.

Di helbestên gelêrî de destan, stran~kilam, zêmar (kilamên şînê) û hwd. hene.

Destan (bi zazakî destane), berhemên ku kirinên awarte yên lehengan bi coş, şêweyekî dêlindêz tîne zimên û bi piranî ji gelek beşan pêk tên û gelek caran helbestî ne. Wekî cureyekî herî kevin ê wêjeyî tê zanîn. Gelek caran mijarên xwe ji bûyerên rastî digirin û di nav sedsalan de di zimanê gel de wekî destan tê afirandin.  Di destanên (beyt, serpêhatî) kurdî de gelek realîteyên jîyînê hene. Çend mînak ji destanên kurdî ev in: Memê Alan, Derwêşê Evdî 
, Siyabendê û Xecê, Cembeliyê kurê Mîrê Hekariyan û hwd. Ev destanên kurdî, îroj li gellek deveran û bi gellek varyantan ve tên gotin û hin ji wan hatine çapkirinyê de ye ketine kurdî. 

Di wêjeya kurdî ya devkî de di beşa nezmê de cûreya ji hemîyan dewlementir stran (kilam) e (bi soranî goranî, bi zazakî lawike~deyire~kilame). Peyva “stran” ji gotina “stirîn”ê têt. Stirîn ji bo gotinên bi rîtm û selîqe têne gotin. Lawje, lawik, şeşbendî, narînk, serê zava, miqam, kilam, peste, heyranok, payîzok, berîte, dîlok, dûrik, zêmar, laylayê, serîlêk, delêl, medîhe, qewlêrk û hemû cureyên din têdikevin nav stranê. Di strana kurdî de kêş (wezn) û serwa (qafiye) heye. Kêş, sîstema birîtimkirin û hemahengkirina rêz û malikan e. Heta niha strana Kurdî bi awayekî rêkûpêk nehatîye vekolîn.

Ji karên sibê heta êvarê, ji biharê heta zivistanê, jîyana gundan ya rojane, çûn û hatina zozanan, çûna karwanan û têkilîyên bazirganî, xwendin û medrese, mîratî û rêveberî, şer û lêkdanên di jîyana kurdawerî ya klasîk hemî cihê xwe di stranê de girtîne.

Zûgotinok (çîvanok), ji deng û gotinên şaşker ên biserwa pêk tên û ji aliyê ahenga hundirîn ve helbest, ji aliyê teşeya derveyî ve jî di dîmena pêxşanê de ye. Zûgotinok, ji aliyê naverokê ve bi gelemperî ji ramanên hevnegirtî pêk tê û her wiha bêhtir weke cureyeke edebiyata zarokan jî tê pejirandin. Di bîngeha zûgotinan da carinan meselokên biwate carinan jî ên bêwatê têne vegotin. Hinek kin hinek dirêj in. Ji ber vê yekê, dengbêj arşîva devkî ya kurdan in. Bi alîkariya kilaman haya kurdên ji herêmên cihê, ji hev çêbûye. Ji vî aliyî ve kilama kurdî, peywira medyayê jî bi cih aniye. Di rewşeke weha de bi giştî folklora kurdî û çanda devkî, bi taybetî jî muzîka kurdî, di sazkirina nasnameya çanda kurdî de xwediyê roleke sereke ye. Destpêka vê hunerê gelekî kevin e. Çanda dengbêjiyê; ji bo dîrokê, wêjeyê, erdnîgariyê, civaknasiyê, kevneşopiyê, derûnnasiyê û mûzîkê xîmeke pirqewi ye. Bi saya dengbêjan, çanda kurdan gihiştiye hetenê nifşên îro. Yekemîn dengbêj Evdalê Zeynikê ye. Evdalê Zeynikê, hunermendê bi nav û deng ê wêjeya devkî yê kurd û Kurdistanê û dengbêjê dîwana Surmelî Mehmet Paşa bû. Kilamên li ser Filîtê Quto, Lawikê Metînî, Memê Alan, Evdalê Zeynikê, Derwêşê Evdî, Bavê Feqrîyo, Bavê Bexçet, Xalê Cemîl, Geliyê Zîlan, Şerê Ûriz, Xezalê, Têlî nav kurdan gelek bi nav û deng in.

Çanda nivîskî ya kurdan, li gor çandên cîranan, ji ber ku jiyana nivîskî dereng ketiye nava rojeva kurdan, bandora xwe zêde li ser çanda devkî ya kurdan nekiriye. Berhemên kurdî yên bi çar zaravayan hatine nivîsandin piştî îslamiyetê hatine berhemandin. Herçiqas xanedaniyên kurd ên mîna Rewadî (845 - 1222), Hesnewî (942 – 1015), Şeddadî (952 – 1072), Merwanî (983 – 1085), Fedlewî (1156 – 1424) û Eyyûbî (1172 – 1287) hatibe avakirin û di dîroka îslamê de navdar bûne jî berhemên kurdî ji serdemên wan nemaye yan jî hîç nebûye Destpêka wêjeya modern a kurdî bi Hecî Qadirê Koyî (1815 – 1897) dest pê dikê. Di heman demê de nivîsên yekemîn ên kurmanciyê ya ji diayeke kin a xiristiyaniyê pêk tê, ne mijarê vê gotarê ye. Bi gelemperî pehlewanî û bi taybetî jî hewramî di demekê da xwediyê statuyek gelek bilind û gewre bûn. Di eslê xwe da goranî û diyalekta wê hewramî heta demên modern jî zimanê wêjeyi û civaka bilind bû. Xanedaniya kurd a Erdalan (1168-1867) heta ku hatiye rûxandin jî bi zaravayê hewramî diaxiviya. Ji ber wê hindê tekstên herî kevn ên gihiştiye îro bi zaravayê pehlewanî hatine nivîsîn. ji nîveka duyemîn ya sedsala XIV tê û bergirtina wê jî ji sala 1313h./1846ê ye ), farisî û lurî. Li gor kevneşopa yarsanan, kelamên pîroz bi Behlûl (ss. 8emîn) dest pê kiriye, bi Baba Serheng (ss. IXemîn?), Şah Xoşîn (ss. XIemîn?) û Baba Nawis (ss. XIemîn?) dewam kiriye û di serdema Siltan Sehak de bi emrê Siltan ev kelam ji aliyê Pîr Mûsî ve hatine tomarkirin. Pîr Mûsî, wekî katibê Siltan tê nasîn û kelamên wê serdemê û serdemên berê xwe, hemû ji aliyê wî ve hatine qeydkirin ango tomarkirin. Li gorî Mohammad Mokri, sedema qeydnekirina van kelaman ew e ku pîroziya xwe wenda nekin.  

Bingehên wêjeya klasîk a rojhilatê li erdnîgariya Hîcazê bi zimanê erebî hatiye avêtin, lêbelê pêşketin û tekamula wê li welatê Îranê bi zimanê farisî rû daye. Wêjeya farisî bi awayekî siruştî bandor li miletên cîranê xwe kiriye û wejeyên van miletan di bin serdestiya edebiyata farisî de derketine meydanê ku hinek cudahî di navbera wê û ya farisî de hene.

Li gorî gelek lêkolînerên kurd lê îro çend helbest û menzûmeya bi navê Borê Qer tê zanîn û her wiha ew bi helbestê xwe ya “Têt”, di nav gel de navdar e û Ehmedê Xanî di Mem û Zîn a xwe de wî wekî şaîrekî kurd nîşan kiriye.   

Di  de ku di sala 1514an de di navbera tirk û îraniyan de pêk hat, kurd, di Kurdistana navendî de hemû bûn yek û di nav çarçeva Dewleta Osmanî de texlîtek ji mafê netewî wergirtin. Eva han jî tesîr kir li ser hin zana û alimên kurdan ên wek Elî Herîrî, Melaye Cizîrî, Feqiyê Teyran û heta gihîşte Ehmede Xanî û Bateyî, ku heta bi kurmancî helbest û çîrok binivîsin.    

Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran di sedsala 17an de jiyane û gelek hellbesta wan a bi navê Feqê û Mela heye ku pevre di 1621ê de gotine. Melayê Cizîrî herçend yekemîn helbestvanê edebiyata kurdî nebe jî damezirînerê edebiyata klasîk a kurdî ya bi zaravayê kurmancî ye. Lewra Melayê Cizîrî yekemîn helbestvanê kurd e ku kêşa erûzê û yekîtiya qafiyeya helbesta klasîk a erebî aniye nava wêjeya kurdî û kêşên mîna remel, hezec, recez, besît, serî’, muzarî’ û xefîf bi kar aniye. Feqiyê Teyran di warê şîretên ayînî (dînî), pesnê pexêmber, evîn û xezel de, di ware axaftin (munacat) li gel av û aş de, li ser tabîet, biharê û ji bo hicwê jî helbest gotine. Gelek destanên wî navdar bûne mîna Şêx Sen'an. Li gorî Maruf Xeznedar di edebiyata kurdî de Zembîlfiroşa Feqiyê Teyran yekemîn berhema edebî ya bajarî ye. Kurmanciya mesnewiya Usiv û Zelîxe ya di wêjeyên klasîk ên miletên misilmanan de navdar e yekem car ji aliyê Selîm Silêman ve hatiye nivîsandin. Mela Huseynê Bateyî, bi navê Mewlûda Kurmancî yekem car mewlûdnameyek menzûm nivîsandiye û kevneşopîyekî ava kiriye û îro jî di nav xelkê de gelek belav e. Her wiha destana navdar Zembîlfiroş ji aliyê wî ve wekî çîroka menzûm hatiye nivîsandin. Xelwetî (Şêx Şemseddînê Qutbê Exlatî yê Birîfkanî), mutesewifekî bû û bi gelemperî di helbestên xwe de li ser mijarên dînê bû.

Di dora sedsala 16-17an de gelek helbestvanên kurmancî derketiye wekî mînak Mele Mensûr Girgaşî, Mîna, Sadiq, Macin, Bekir Begê Erzî û hwd. Lê ji van helbestvanan tenê yek du helbestên dirêj gihiştiye îro. Lê helbestvanê vê sedsalê û  li wêjeya kurdî ya klasîk yê herî nav û deng bêguman Ehmedê Xanî (1651-1707) ye. Ehmedê Xanî ji destana Memê AIan îlhama xwe girtîye û bi wê îlhamê di 1692a de Mem û Zînê li gorî jiyana dema xwe honandiye . Ev mesnewiya yekemîn a kurdî ji 2256 beytan pêk hatiye, gelek caran hatiye istinsahkirin, her wiha gelek caran hatiye çapkirin jî.

Wêjeya kurdî ya kurmancî ber bi sedsala 18emîn û 19emîn ve mezintirîn bûye û ne tenê li Kurdistanê di heman demê de li Xorasanê jî hatiye berhemandin. Xaris Bedlîsî di 1758-59ê de Leyla û Mecnûna kurmancî a yekemîn; Miradxanê Bazîdî jî di 1776an de wekî malikan destana Zembîlfiroşê nivîsandiye ku berî wî Feqiyê Teyran û Mela Bateyî jî vê destanê gotibû. Nehcu'l-enama Mele Xelîlê Sêrtî manzûmeyeke li ser aqaîdê bû. Dîwana Pertew Begê Hekarî di 1806~1808an de hatiye nivîsandin û hêla rêzgirtinê dişibe ya Melayê Cizîrî. Li Xorasanê gelek helbestvanên kurd derketine ku kurmancî nivîsîne, di nav wan de yê herî navdar Caferqûliyê Zengêlî.

Rêvebirî û desthilata mîrektîyên kurdan li kêleka Dewleta Osmanî û Dewleta Îranê heta sedsala 19emîn dewam kir. Lê di nava vê sedsalê de ji bo hikûmeteke navendî ava bikin, hemû mîrektîyên Kurdan hêdî hêdî hatin rûxandin. Encamên van guhertinan heta serê sedsala 20emîn hat hîskirin û wêjeya kurdî a klasîk ji serayên mîran derket û hêdî hêdî ket li nav tekye û dergehên wekî neqşîbendî û xalidiyan. Malbata Şêx Hesenê Nûranî ku yek ji şêxên neqşîbendî bû, gelek navdar e: kurê wî Şêx Evdirehmanê Axtepî (1850-1910) li ser navê Rûhî Dîwana xwe nivîsandiye lê Rewdneîma wî ya li ser rîwayetên kevnare ye, navûdengtir e. Kurê din ê Şêx Hesenê Nûranî, Şêx Mihemed Can jî xwediyê medhiyeyekî 40 beytî ye. Kurê Evdirehmanê Axtepî, Şêx Mihemed Kerbela (1885-1939) xwediyê Dîwanekî (1914) û ferhengokekî kurdî - farisî a menzûm a bi navê Mirşâdü’l-etfâl (1912) e. Şêx Mihemed Eskerî (1898-1952), birayê Şêx Mihemed Kerbela ye, xwediyê Dîwanekî û berhemekî bi navê Iqdê Durfam e ku li vî kitêbê çîrokên kurdî wekî helbestî nivîsandiye. Mela Mihemedê Licêyî (1860-1912) Dîwana xwe bi navê Hadi nivisandiye; Di Dîwana Şêx Mihemed Hadîyê Qewmanî (1884-1956) de piranî qesîde hene; ji ber ku zimanê Dîwana Seyid Elîyê Findikî (1890-1967) sivik e, li nav xelkê belav bûye; Mela Nezîrê Bedewî (1933-1982) yek kurmancî yek erebî xwediyê du Dîwan in.  

Piştî qedexekirina bikaranîn û weşangeriya kurdî û girtina/qedexekirina tekye û dergehan li Tirkiyeyê wêjevanên kurdî dinivîsînin hunerên xwe bi veşartî berdewam kirin lê nêrîna giştî ev e ku ji ber polîtîkayên qedexekirin û asîmîlasyonkirina kurdan di nav sînorên Tirkiyeyê de berhemandina kurdî heta salên 1990an pir paş ve çûye. Wêjeya klasîk, îro jî li cem wêjeya nûjen piranî di tekye û medreseyên kurdan de berdewam e. 

Derketina holê û avabûna wêjeya kurdî a nûjen bi çapemeniya kurdî re girêdayî ye. Ji ber ku kurdiyên çeşnên wêjeyî yên rojavayî yekem car bi riya rojname û kovaran belav bû. Her wiha di nav çapemenî û rêxistên kurdî de cih û bandorên malbata Bedirxaniyan gelek mezin e. Yekem  rojnameya kurdî a bi navê Kurdistan li Qahîreyê di sala 1898an de ji aliyê Mîqdad Mîdhed Bedirxan ve hat weşandin. Lê geşbûna wêjeya kurdî piranî bi saya komeleyên polîtîk û rojname û kovarên wan bû ên ku piştî Meşrûtiyeta Duyem (1908) derbasî qonake nû bû, heta destpêka salên 1940î jî bandora xwe dewam kirin. Di van salan de Hawara Celadet Elî Bedirxan jî derket  ku avakirin bikaranîna alfabeya kurdî a latînî navdar e, ekolekî ava kir. Aliyê din di Qefqasyayê de, li Sowyetistanê kurmancên êzîdî bi riyekî din ekolekî kurmancî anîn holê ku qasî xebatên wêjeyî, bi zanistî ve jî navdar in. Her wiha piştî qedexekirina kurdî ji aliyê dewletên li ser Kurdistanê wêjeyekî sirgûnê (xeribiyê) jî derket holê. Her wiha piranîya helbestên Osman Sebrî (1905-1993) yên welatperwerîyê ne û yek ji nûnerê girîng a veqetîna ji helbesta klasîk e.   

Yekem çîroka nûjen a kurdiya kurmancî Çîroka (Şiş) Fûad Temo tê hesibandin ku di 1913an de di Rojî Kurd de hatiye weşandin. Piştî wê Celadet Elî Bedirxan di Hawarê (1932-1943) de Ber Tevna Mehfûrê xwe weşandibe jî di rastiyê de di sala 1927an de wê nivîsandiye û di çîroka xwe de trajediya gelê xwe sêwirandiye. Di van çîrokan de bûyerên nû qewimîne (Serhildana Şêx Seîd, Serhildan Agirî û hwd.) û encamên wan jî di çîrokan de gelek hatine şixulandinê ye. Piştî Hawarê di kovarên Ronahî (1942-1944) û Roja Nû (1943-1946) de bingeha kevneşopîyeke hat avakirin. C. E. Bedirxan ji bo Nûredîn Zaza gotiye Çexovê kurdan.

Destpêkirina romana kurdî ji hêla kurdên Qefqasyayê ve bûye. Yekem romana kurmancî (di heman demê de ya kurdî) a ku hatiye çapkirin di sala 1931an de, ji aliyê Erebê Şemo ve bi navê Şivanê Kurmanca hatiye nivîsandin. E. Şemo ev romana xwe piştî sererastkirinê bi navê Berbang di 1959an de carekî din weşandiye. Roman, weke otobiyografiyekê hatiye nivîsandinê de romanên xwe weşandine. Lehengên romanên kurdên wir kesên îdeal bûn û başî û nebaşî li gora pîvanên bîr û baweriyên nivîskêr dihatin diyarkirin. Herçiqas di navbera salên 1940 û 1970an de romanên kurmancî nehatibe nivîsandinê de hatiye weşandin. Lê şanoya kurdî li Sowyetistanê bi awayekî giştî bingeha xwe xurt kir. Di sala 1928an de li Tiblîsê şanoya Hakob Xazaryan a bi navê Qelen hat lîstin. Di navbera 1934-1935an de Heciyê Cindî Qutiya Dû-Dermana; Ehmedê Mirazî Zimanê Çîya; Wezîrê Nadirî Reva Jinê çap kirin. Li bin desthilatdariya Stalin  gelek rewşenbîrên kurd hat girtin û sirgûnkirin lê “Tiyatroya Kurdî ya Elegezê” karên xwe berdewam kir. Di vê tiyatroyê de piyesa berpirsiyarê tiyatroyê Celatê Koto ya bi navê Lûr de Lûr, ya Heciyê Cindî ya bi navê “Miraz” û ya Cerdoyê Genco ya bi navê Xûşka Doxtirîyê û Bira hatin lîstîn. Piştî girtina vê tiyatroyê, cihê şanoyan Radyoya Êrîvanê bû.

Ji ber qedexebûna kurdî li Tirkiyê xebatên lîstînê heta 1991ê tune ye. Lê wekî îstîsna, Birîna Reş (1965) a Musa Anter û Dawiya Dehaq (1978) a Kemal Burkay bi wergerên tirkî re hatin weşandinBi avabûna Navenda Çanda Mezopotamyayê ya navenda wê Stembol e, lîstina şanoyan jî dest pê kir û her wiha gelek komên şanoyê jî ava bûn.

Çeşnên wêjeyî yên mîna ceriban, rexne, bîranîn û hwd. di gelek kovarên wêjeyî de mîna Hawar, Ronahî, Roja Nû û Riya Teze hatin weşandin û nemaze bîranîn û ceribanên nivîskaran dawiyê wek, pirtûk hatin berhevkirin. Kurdolog Thomas Bois di pirtûka xweye The Kurds de, ku di sala 1966an Libnanê de bi zimanê îngilîzî çap bûye, dibêje ku, li Sovyetê Emerîkê Serdar û Ordîxanê Celîl nivîskarên ewil in, ku dest bi rexnekirina wêjeya kurdî kirine. Di bîst salên dawî de di qada ceribanê de gelek berhem hat dayîn: Kulîlkên Hinaran a Mehmed Uzun, ´´Şahmaran´´ a Abdusamet Yigit, Kultur, Huner û Edebiyat a Firat Cewerî, Rewşa Romana Kurdî ya Medenî Ferho yek ji wan in. Her wiha gelek bîranînên nivîskar û helbestvanan jî hatin weşandin wekî mînak Bîranînên Min a Osman Sebrî û Mikurî ya Emerîkê Serdarî.

Dema di nîveka sedsala 19an de di serdema mîrektiya Baban de wêjeya soranî derket holê (dîsa li Kurdistana sahaya Osmaniyan).  

Hecî Qadir Koyî (1816-1894) ye ku xasîtiya afirandinên wî hakimiyeteke mezin a teknîkên helbestî, naverokeke civakî û bikaranîna zimanekî sade ye û ew wekî damêzrênera wêjeya/helbesta nûjen a hemû zaravayên kurdî tê naskirin. Helbestên Hecî Qadir Koyî cara yekem gelê kurd romantîze kiriye û wateyên weten, milet, dewlet guherandiye. Pîremêrd (1867-1950), yek ji pêşengên helbesta modern e û helbestên klasîk ji rastiyê dûr dîtiye û rexne kiriye.  

Çîroka yekemîn a soranî di sala 1920an de bi saya pêşbirkekî rojnameya Pêşkewtin (1920-1922) hatiye weşandin a ku di vê pêşbirkê de xelata çîroka yekemîn girt Cûr û Ga Şitêkî Çak e ya Şêx Nûrî Şêx Salih e. Lê kesên ku Le Xewma ya Cemîl Saîb wekî çîroka yekemîn dibînin jî hene ku ev çîrok di sala 1925 û 1926an de di rojnameyên Jiyanewe û Jiyanê de wek 23 beş hatiye weşandin. Saîb bi realîzma rexnegir kelepûra dîrokê wergirtiye. 

Yekemîn romana soranî, Meseley Wîjdan, ji aliyê Ehmed Muxtar Caf ve di salên 1927-28an de hayiye nivîsandin û di 1970ê de ji aliyê  Îhsan Fuad ve li Bexdayê tê çapkirin. Ev berhem, dikare weke çîrokeke dirêj bê hesibandin. Çîrok û destanên kurdî ên weke Şahmaran, çîrokên keçekelok û hwd wê çîrokna civakî ên kurdistanî ên gelirî û pirr kevn bin.

Komeley Zanistî Kurdan a ku di 1926an de li Silêmanî hat avakirin, ji bo avakirin û pêşketina şanoya kurdiya soranî roleke girîng lîst. Yekem lîstika soranî a bi navê Îlm û Cehlê di 1920an de ji aliyê Fuad Reşîd Bekir ve hat nivîsandin û ew bi xwe derxist li ser dîkê. Lîstik li ser du birayan e ku yekî jîr û ê din tiral e. Zulmî Qeyser Nêron lîstikekî din a Bekir e ku adebte kiriye. Lîstika yekemîn a çapkirî Mem û Zîn a Pîremêrd e û di 1934an de hatiye weşandin û di eyda Remezanê de çar rojan li ser dîkê maye. Di 1957an de bi pêşengiya Nermîn Nakam, jin weke lîstikvan di şanogeriya kurdî de cih girtibû. Koma yekem a fermî a şanoya kurdî bi navê Tîpî Nwandin û Mosîqay Silêmanî di sala 1969an de dest bi xebatê kiriye. Di 1985an de cara ewil şanonameyên nîvîskareke jin Leylan Şefîqe Elî Hiseyn bi navên Şaciwanî Derbend Feqerew û Keyxan du şanoname li Silêmanî tê çapkirin. Li gorî berhema Yasîn Qadir Berzincî a bi navê Şanoy Kurdî (2007) hin ji şanonamenûsên herî berhemdar ev in: Heme Kerîm Remezan Hewramî, Emînê Mîrza Kerîm, Pîremêrd, E. B. Hewrî, Fetah Kerîm Kawe, Mistefa Nerîman, Zekî Ehmed Henarî, Ebdulrezaq Bîmar, Şêrko Bêkes, Mehdî Omêd, Ehmed Salar, Mihemed Ebdulrehman Zengine…

Zimanê zazakî, ji zaravayên kurdî yên din pirtir nêzî hewramî be jî destpêk û geşedana wêjeyên wan ji hev cuda ne û di nav kurdî de wêjeya herî dawî dest pê kiriye ya zazakî ye. Wekî mînak helbestên nûjen a yekemîn Etnik û Kıtabê Ramıtey û çîroka nûjen a yekemîn Engıştê Kejê (bi navlêka M. Birîndarî) di vê kovarê de hatine weşandin. Di heman demê de Malmîsanij wekî damêzrenerê wêjeya nûjen a zazakî tê qebilandin, ji ber ku yekemîn pirtûka helbestan a nûjen Herakleîtos (1988) û yekemîn ferhenga Zazakî - Tirkî (1987) ên wî ne û xebatên xwe yên folklorî jî di Folklorê Ma ra Çend Numûney (1991) de hev daye.

Îro di wêjeya zazakî de gelek nivîskar û helbestvanên serkeftî hene. Hunermendên zazakî-nivîs di gelek şaxên wêjeyê de berhaman didin. Di warê çîrokê de Roşan Lezgîn, J. Îhsan Espar, Murad Canşad, Hüseyin Karakaş, Ömer Faruk Ersöz navûdeng in.




#Article 45: Mehmed Uzun (306 words)


Mehmed Uzun (z. 1ê kanûna paşîn a 1953li Siwêrekê (Riha) – m. 11ê çiriya pêşîn a 2007 li Amedê, Bakurê Kurdistanê), nivîskarekî kurd bû.

Heft roman û gelek ceribandin, lêkolîn û helbest nivîsîne û weşandine. Helbesteka wî ya dirêj bi navê Destana Egîdekî ji layê hunermend Ciwan Hacoyî ve hatiye strandin. Mehmet Uzun tenê bi kurdî nanivîse, gelek berhemên bi zimanên tirkî û swêdî jî nivîsîne.

Îro hinek kes wî wekî serkêşê romana kurdî ya modern dipejirînin, her çiqas ev cihê nîqaşê be jî, lê rastî ew e ku ew ji wan kesan e ku berhemên wî herî zêde tên xwendin û hezkirin. Bi taybetî hêjayiya romana Siya evînê û Ronî mîna evînê tarî mîna mirinê gelek berçavtir e. Ji xwe ev herdû berhem bo zimanên biyanî jî hatine wergerandin.

Mehmed Uzun li sala 1953ê li gundê Siwêreka ser bi Rihayê (Urfayê) hat dinyayê. Ji ber xebata wî ya nivîsîna bi zimanê dayikê çend caran ji aliyê desthelata tirkan ve hat zîndankirin. Her ji ber wan gefên li ser jiyana xwe, li havîna sala 1977ê ji Tirkiyê derket û heyameke dirêj li Swêdê ma.

Ew endamekî çeleng ê PENê û Yekîtiya Nivîskarên Swêdê ye. Wî li sala 2001ê xelata Torgny Segerstedt wergirt.

Ew li sala 2005ê vegeriya Tirkiyê û li Stembolê ma. Li dawiya wê salê (2005ê) ji aliyê wezareta rewşenbîriyê a hukmeta Herêma Kurdistanê ve li Hewlêra paytext hat xelatkirin.

Lê mixabin ko li 29ê meha gulana 2006ê hat zanîn ko tûşî nesaxiya giran a şêrpenceyê bûye. Li destpêkê, ew li nexweşxaneya zanîngeha Karolînskayê li Stokholma Swêdê hat nivandin. Ew ji bo çareserê ber bi Amerîkayê jî hat şandin.

Berî nesaxkevtinê, Mehmed Uzun mijûlî nivîsîna romaneke nû bi navê Hêviya Auerbauchî bû.

Mehmed Uzun di 11ê çiriya pêşîn a sala 2007an di saet dora 11.00an li Amedê ji ber nexweşiya xwe çû ser dilovaniya xwe.




#Article 46: Jîr Dilovan (151 words)


Jîr Dilovan nivîskar û wergêrekî kurd e.

Sala 1956'an li gundê Hêştireka Midyadê hatiye cîhanê. Dibistana seretayî li gund, ya navîn li Midyadê û dibistana mamostetiyê jî li Kirşehir bajarê Tirkiyeyê, sala 1975an qedandiye. Dû re jî xwendina xwe ya bilind li Zanîngeha Anatolî ya Eskîşehirê kuta kiriye. Di gelek kovar û rojnameyan de nivîs û helbestên wî hatine weşandin. (Welat, Welatê me, Rewşen, Jiyana Rewşen, Nûdem, Huner, Amara, Kovara W) Di kovarên Huner û Amara de di desteya weşanê de cîh girtiye. Leyîstika wî ya bi navê Qolinc (15 beş) û gelek skeçên wî di Med Tv de hatine weşandin. Di Televizyona Mezopotamya de, di bernameya Rojbaş Kurdistan de, dersên zimanê Kurdî dane û demekê bernameya Destpêka Rojê amade û pêşkêş kiriye. Di Radyoya Dengê Mezopotamya de, sê bernameyên wêjeyî yên bi navê Ji Kaniya Wêjeyê, Şana Helbestê û Li Benda Rojê amade û pêşkêş dike. Niha li Almanya dijî. 




#Article 47: Nivîskar (267 words)


Nivîskar, an jî bi zazakî û goranî: nûsker, di zimanê kurdî de, bi zaravayê kurmancî nivîskar ji wan kesana re tê gotin ku nivîsandin ji wan re bûye pîşe, herweha nivîsên wan çap bûne û hatine weşandin, yan jî meqale û gotar di kovar û rojnameyanm de dane weşandin. Di kurdî de ji van kesan re nivîsevan, nivîser û nûser jî tê gotin. Kesê kû berhemên xwe yên nivîskî, wekî pirtûkekê, gotar û nivîsên xwe her wek dirêj an jî bi kurtasî bi awayî wêjeyî an teknîkî, ava dike.gorî zagona mafên berhemên nivîskaran û her wekî din wênesaz, peykervan û hunermendên din parastî ye.

Nivîskar dikarin çîroknivîs, helbestvan, romannivîs yan şanonivîs bin. Hin kes jî nivîskarên zanistî ne anku berhemên zanistî anku agader dinivîsin.

Nivîskarî, di roja me de bi beşî pêk tê. Yanî, minaq, nivîskarîya wêjeyî, Nivîskarîya Felsefî, Nivîskarîya zanistî û hwd, beş bi beş pêşketîya. Mirovên ku pirtûkan di nivîsênin in. Nivîskarî, bi gotinî bingihê xwe ji nivîsînê dihilde. Yanî, li Pênûs dan û hwd. Gotina nivîskarîyê bi serê bi tenê nin a. di temenê wê de gotina rewşenbîr weke kirdeyeka veşartî heya. rewşenbîrî, mirovê bizane û bi zanebûna xwe re li pêş a, ku karê bi zanebûn û gotinên xwe re rê şanî mirov bide na. Nivîskarî, ku mirov di qadakê de xwe birewşên kir yanî bibîr û zanebûn kir, hingî, li ser wê re nivîsandin a.

Li gorî zagona mafên berhemên nivîskaran û her wekî din wênesaz, peykervan û hunermendên din parastî ye.

Nivîskar dikarin çîroknivîs, helbestvan, romannivîs yan şanonivîs bin.

Hin kes jî nivîskarên zanistî ne anku berhemên zanistî anku agader dinivîsin.




#Article 48: Helîm Yûsiv (171 words)


Helîm Yûsiv nivîskarekî kurd e ku di sala 1967an de li Amûdê (biniya xetê) hatiye dinyayê. Wî li Zanîngeha Helebê xwendina hiqûqê qedandiye û ji sala 2000î û vir ve li Almanyayê dijî.

Bi dehan gotarên wêjeyî di kovar û rojnameyên erebî û kurdî de weşandine.
Heta niha berhemên wî bi Kurdî, Erebî, Tirkî û Elmanî hatine weşandin. Hemû berhemên wî yên bi Kurdî ji hêla weşanxaneya Avesta yê ve li Stembolê hatine weşandin.

Heta niha ev berhemên Helîm Yûsiv çap bûne: Mêrê avis, çîrok, 1991 bi erebî, 1997 bi kurdî. / Jinên qatê bilind, çîrok, 1995 bi erebî, 1998 bi kurdî. / Mirî ranazin, çîrok, 1996 bi kurdî, 1998 bi tirkî. / Sobarto, roman, 1999 bi kurdî û erebî.

Wekî din çend çîrokên Helîm Yûsiv bûne şano û wî herweha li Sûriyê di antolojiyeke çîrokên Sûriyê de jî cih girtiye.

Ji 11ê çiriya paşîn sala 2000an, bernameyeke wêjeyî, bi navê Gava Sêyemîn, heftane, di Medya TV û Mezopotamya TV û niha jî di Roj TV de amade û pêşkêş dike.




#Article 49: Sumer (1154 words)


Sumer navê dewleteke dîrokî ya Mezopotamyaya başûr e û navê gelê wê ye. Li gorî dîrokzanan, Sumer, kevintirîn şaristaniya cîhanê ye . Şaristaniya sumeriyan ya pêşî tê dîtin. Li welatê sumeran carê yekê bûyerên civakî wek bajar, koletî, çînên civakî, şer û her wekî din pêk hatin. Bi taybetî civaka çînan li Sumerê pêk hat. 

Kurdî dîroke wan bi deme Sumeran re dest pê dike. Em dizanim kû gelê Kurd û Sûmer 6.000 salan berê zayîn xwe nasdikin Temenê şaristaniya wan di wê demê de dest pê dike. Ji ber ku gelekî herêmî bûn. Li herêmê dîroke wan, dîroke pêşketine şaristantiye herêmê ya. Çend ku ew gelekî herêmê ji bûn, li herêmê serdestiya wan ji aliyê rêzani ve kêm bû. Lê ji aliyê felsefe û çandê ve, hertimê herêm têr kirin. Ji deme sumeriyan haya deme xuruxandina Împeratoriya Med serdestiye wan heya û di pêşketin û deman de xwedi weyn in. Lê piştî ku Împeratoriye Medan ye kurdan têk diçê li ber êrîşa aşîrên persan, êdî ji wan re demeke nû dest pê dike. Persî ji wê demê pêde, nirzên wan dike dike yê xwe û pêşdikeve. Serdestiye persan bi vê yekê, dibe weke berdewamiye pêşketine wan û berdewam dibe, êdî .

Cihê derketina sumeran nayê zanîn. Nêzîka 5000 sal berî zayînê li başûrê Mezopotamiyayê di nav çemên Dicle û Ferat li başûrê Iraqê îro de dîroka sumeriyan dest pê dike. Dîroka Hizrê ya kurdan ji deme sumeriyan dest pê dike. Di vê herêmê de sumerî şaristaniyeke pir pêşketî û bi nav deng ava kiribûn. Di hezarsala şeşemîn berî zayînê bajarên xwe damezrandin. Navên çend bajaran Erîdu, Ur, Kurda, Nippur, Uruk û Larsa bûn. Sala 2370 bz, sumer hat dagirkirin ji aliyê miletên samî ve bi seroktiya Sergonê Agadî (akadî) ku bav û kalên aşûrî û babilî ne. Sala 2000 bz dewleta sumeriyan hat rûxandin bi destê Amoriyan (samî). Dîroka hizir e kurdanji van deman û bi wan deman re mazin bi pêşdikeve .

Hêjaye gotinê ye ku sumerî çêkerên yekemîn tîpên nivîsandinê di dîroka mirovatiyê dene ku bi tîpên mîxî tên naskirin. Tîpên sumeriyan yên mîxî bingeha komunîkasiyonê (ragihandin) li seran sera Rojhilata Navîn serdirêjye ya 2000 sal bûn.

Ku mirov behsa zimanê wan bike, divêt ku mirov bêje ku gelek bêje û tilbandinên wê di kurdiya kevne de û di ya iro de ji heye. Awayê nivîsên wan şekl bûn. Ji paş ve pêve kirin di zimanê wan de li pêşe weke di kurdiya kevn û ya iro de .

Zimanê sumerî nêzik e li zimanên kurdan

Mîtolojiya sumeran ji bo mirovatiyê pir girîng e. Xwedawend û xwedeyên girîng ên sumeran Înanna, Nînhursag, En, Enlîl, û Enkî ne.

Gilgameş keyekî sumeran bû.

Sumeri ji mîtolojiyê dubuhurina hizre olî. Ew di xwe de hizre olî bi pêşdixin. Di parastgehan de hizir bi pêşdikeve. Hizir dibe û bi pêşdikeve. Parastgehên wan ji ber ku wan zêde di avakirina wan de av bikar anî ji dêla kevir, êdî ji ber êrîş û talankirinên li ser wan ji, ta deme me ne mana. Wan digote perestgehên xwe Ziggurat. Wan, bi xwe re gelek destpêk dana dest pê kirin.

Felsefe hîmê wê di deme wan de tê avêtin. Wan hizre olê bi pêşxist û bi pargal kirin. Dagariyên olî û yên din yên di jiyanê de bi hizir anîna ser ziman. Bi hizir formulkirin wan bi pêşxist. Li ser wan formulkirinên xwe re hizre dadî û olî bi pêş xistin. Formulên xwe li ser kêvarbaran naqş ji kirin. Bi vê yekê re şaristaniya wa pêşket. Felsefe, ji xwe, di pêvajoyên pêşketina hizir de ya deme şaristaniyê ya. Bi vê yekê re mirov karê kifş bike û bêje ku ew xwediyê felsefeyeke pir mazinin. Deme şaristaniyê, demeke di hizre de deme felsefê ya. Di hizir de deme felsefê ji, deme şaristaniyê ya.

Deme ku bicih bûn zanibûn ku sênîkan û çomlekan çêkin. Li Mezopotamya xwere li ber Diclê û Firatê dewletên weke Uruk, lagaş, Erîdu, Ur û Kîş hatina damazirandin. Teknolojiyeke pir pêşketi bi kar dianîn. Li cihê ku lê bi cih bûn, lê pergaleke avkirinê avakirin û rê bend û bendavên wê çêkirin. Cihên biav zuwakirin. Cotyari bi pêşxistin. Tekelek kifş kirin û di cotyariyê de ga û sawalên wilo bikar anîn. Seksajimale ku xwe dipahand hijmarar 60 pergala wê kifşkirin. Ev pergala hijmartinê ku navê wê sos bû û navê birîme hijmara 60 bû kifşkirin û di hijmartina dem û mekanê de bikar anîn. Heyv 30 roj hijmartin. Sal 365 hijmartin. Şev û roj li 12an beş kirin. Sal bi 12 heyvan hijmartin. Heyv û roj, girtina wan hijmartin.

Sumeriyan hîmê matematîkê û geomatriyê avêtin. Çar cîn dîtin. Aqarê cergê hijmartin. Rasteka çavî û hingavtin amede kirin. Sumeriyan Astronomî jî pêşxistin. Birc ji cara pêşî wan kifş kir û ta rojeme hatiya. Rojmêr kifşkirin û rast bikaranîn. Heyv 30 û sal ji 365 hijmartin. Seate rojê ji kifş kirin. Cara pêş rojmêre ku heyv salê wan dît û bikaranî .

Sumeriyan hîmê matematîkê û astronomiyê avêtin. Çar cîn dîtin. Aqarê cergê hijmartin. Rasteka çavî û hingavtin amede kirin û bi kar anîn.

Astronomî bi pêşxistin. Birc wan dîtin û bikar anîn. Ew bikar anîna bircan ta rojeme tê bikaranîn. Heyv 30 û sal 365 hijmartin. Seate rojê wan kifş kir. Cara pêşî wan rojmêre bi heyv û sal wan dît û bikar anî.

Awayê civakê ji bajar-dewletan pêk dihat û dore wan ji bi suran re dorpêçkirî bû. Li bajêr, li cihekî ku bilind parastgah dihata avakirin.V e yekê ji awayekî civaknasiya wan diafirand.

Di serî de awayê civaka wan Li ser hîmê dayiktiyê ava bû. Karê hevbeş bi wan re pir li pêş bû û pêşketî bû. Piştre hin bi hin komên çinî derketin. Koma Rahiban, komên serdest yên leşker û kolan derkete hole. Vê yekê di dewlete wan de hiyayerşyeke damizrand.Di 3000 û 2500 wan de ew komên çinî yên serdest weke rêveberan di demeke de bûne komên ku xwediyê hebûneke oldarî ji bûn û derketine hole. Key û rahip di dewletê de karê olî û rêzanî dimeşand. Hebûne xwûde di wê demê de hata bireserkirin û hebûne nemir hata têgihiştin.

Di destana deme sumeriya ya Gilgameş de hin xwedan ev in :

Di dîrokê de cara pêşî dadiya nivîsî ji aliyê sumeriyan ve hata çêkirin. Bi vê xoslete xwe sumerî dibine dewlete pêşî ya dadê. Ji bo parastina desthiatdarî û serweriyê xalên dadê hatina kifşkirin. Keyê lagaşê Uruqagîna zagonên wî yên pêşî nivîsî xwe di sipartina Sere û berdêlê. Li ser Pêşketine hizre dadê li Kurdistanê van pêşketinan dike hîmê xwe de.

Berhemên wan yên wêjeyî yên herî herî girîng Destana  Gilgamêş ,Efsana Dahênin û Efsana tufanê ya. Sumeriyan ji welatê xwe re kENGîR û zimanê ku diaxiftin ji jê re digotin EMEGîR û ji xwe re ji SAG-GIGA digotin .

Bandora wê şaristaniyê li ser hemû aliyên jiyana rojavayê Asya yên olî, civakî, zanistî, çandî, kultûrî û cotyarî hebû. Li gor sumerologê Samuel Noah Kramer, dîrok di Sumerê de dest pê dike.




#Article 50: Yaşar Kemal (419 words)


Yaşar Kemal (z. 6ê çiriya pêşîn a 1923,  Osmaniye – m. 28ê sibata 2015, Stembol), nivîskareke bi eslê kurd ê ku bi zimanê tirkî nivîsand.

Yaşar Kemal li navçeya Osmaniyeya Edeneyê, li gundê Hemiteyê ji dayîk bûye. Navê wî yê di nasnameyê de, Sadik Kemal Göğçeli ye. Bi eslê xwe kurdê gundekî Bêgiriya Wanê ye, nexasim di romannûsiya bi tirkî de, zimanê tirkî gihandiye asteke gelekî bilind. Piştî Şerê cîhanî yê yekem malbata wî tev koçî Edeneyê, Osmaniyeyê kiriye. Di biçûkiya xwe de, çavekî xwe winda kiriye.

Di dema dibistana navîn de, têkiliya wî ya bi nivîsê re ew ber bi berhevkirina berhemên folklorê ve tê veda. Wê heyamê, helbestên wî di kovara Mala Gel a Edeneyê ya bi navê Kovara Nihêrînan de hatin weşandin. Di dibistana navîn, pola dawî de, dev ji  dibistanê berda û karmendiya pirtûkxaneyan de xebitî. Di vê navê de, helbestên  wî di kovarên wekî Ülke, Kovan, Millet û Beşpınarê de derçûn.

Di sala 1951ê de hate Stembolê, di rojnameya Cumhuriyetê de, nivîskariya hevpeyvîn û pêkenokan kir. Bi hevpeyvîna bi navê Di Mezintirîn Çewlîga Dinyayê De Heft Roj ve Perrûya Taybet a Komelaya Rojnamevanan a Serkeftinê wergirt. Di sala 1952yan de, pirtûka wî ya bi navê Keleka Havînê hate weşandin. Romana wî ya pêşîn, Memedê Zirav di sala 1955an de  derket. Di navbera salên 1955-1984an de 33 pirtûkên wî yên ku ji çîrok, roman, hevpeyvîn û bend û gotaran pêk hatine derketin. Di hevdeh saliya xwe de, cara pêşîn hate girtin. Di temenekê biçûk de, dest pê kir li tembûrê xist, dengbêjî kir, bû stranbêj. Bi dengbêjên herêmê re kete lecê.

Yaşar Kemal bi roman xwe ya pêşîn Memedê Zirav ve Perrûya Romanê a Varlıkê wergirt. Ev roman wergeriyaye zêdetirî çil zimanên dinyayê. Berhemên wî yên din ji bo zimanên biyanî hatine wergerandin. Sala 1974an, bi pirtûka xwe ya bi navê Qetla Sûka Hedadan ve Perrûya Madaralı ya Romanê wergirt. Di sala 1977an de, bi berhema xwe ya bi navê Erd Hesin Esman Sifir ve ji aliyê Sendîkaya Rexnegirên Wêjeyê ve wekî baştirîn romana salê ya biyanî hate hilbijartin. Di berhemên xwe de êş, çewisandin, kedxwarî, xwînîtî, axatî û pirsa axa Torosan, Çuqurovayê û mirovên Çuqurovayê bi awayekî karîger, bi teswîrên bêhevta li tevnê dixe, ku ev yek girîngtirîn taybetiya nivîskariya wî ye.

Ji roman û çîrokên Yaşar Kemal gelek deqên şanoyê jî derketine; Erd Hesin Esman Sifir (1965) bi navê Uzundere, Teneke (1965) û Efsaneya Çiyayê Girîdaxê ji aliyê gelek şanoyan ve hatine sehnekirin. Berhemê wî yên ku bûne filîmên sînemayê jî ev in:




#Article 51: Alaya Kurdistanê (911 words)


Alaya Kurdistanê ji jor ber bi jêr ve, ser hev ji sê zemînan pêk tê. Dirêjî û firehiya her sê zemînan weke hev mezin in. Zemîna li jor bi rengê xwe sor e, ya navîn spî ye û ya jêr jî kesk e. Firehiya alayê 2/3 cara dirêjiya wê ye.
Dîametra cerga rojê bi tevî tîrêjên xwe re 1.0 e û bê tîrêjan 0.5 e.  Hawirdorê cerga rojê, bi 21 tîrejên wekhev hatiye xemilandin. Dawiya tîrêjan tûj e û tîrêj ji herdu aliyên xwe ve bi xêzeke rast pêk tên. Bingehê tîrêjên rojê bê navber li ser zemîna cerga rojê digihin hev du. Roj bi awayekê geometrîk cihê xwe di nîvê alayê de digire. Roj bi awayê emûde, ku vektor di nava tîrêja jorîn de derbas dibe, hatiye bicihkirin.

Ev belgenama ala fermî a hikûmeta herêma Kurdistana Îraqê, bi eslê xwe ji aliyê Mehrdad Izady (bi nêrîna  dîrokî û estetîkî) û Dr. Bijhan Eliasi (ji aliyê teknîkî) ve, di sala 1998 de hatiye amedekirin.

Alaya Bakurê Sûriyê an jî Alaya Tevgera Civaka Dêmoqrasiya Rojavaya Kurdistanê alya ku li Rojavaya Kurdistanê tê bikarandin.

Ew ala jî alayek sêreng e, ser zer nav sor û bin kesk.

Taybetiya alê a bingehîn nîşana roja zêrîn e. Nîşana rojê di dîroka kurdan de wateya xwe ya olî û çandî heye. Nîşana rojê bi 21 tîrêjên xwe, vejîn/nûjînê nîşan didî, hejmara 21 di Dînên kurdan, wek Yezdaniyê de, çevenga vejînê ye. Roj û agir sembola azadî û ronahiyê ne. Herwiha Newroz bi xwe re demsala biharê jî têne. Rengê sor, xwîna Şehîd/Pakrewanên Kurdistanê nîşan dide. Rengê kesk siruşt û xwezaya Kurdistanê sembole dikê. Rengê spî aştîxwazî û aramîya gelê kurd sembole dike.

Ev nivîsa li ser alayê ya Mahmûd Lewendî ye ku di salên 1991an de nivîsiye û di gelek kovar û rojnameyên wê demê de belav bûye. Gelo çima navê wî nehatiye nivîsîn?

Alaya Kurdistanê yekem ji aliyê Teşkilat-ı İçtimaiye Cemiyeti, kîjan di sala 1920ê de hatî avakirin, bi reng û şiklê xwe ve, wek Alaya Netewî qebûl kirin.
Di pirtûka Doza Kurdistanê de Zinnar Silopî dibêje: Teşkilat-ı Ictimaiye Cemiyeti Alaya kurdî yê bi dirêjiyê û sê rengî, wek jorê de sor di navê de spî û tê de Roj û jêr da jî kesk, qebûl û belav kirû.

Ala neteweyî cara pêşî ji hêla rêberên Tevgera Xoybûnê ve, ji bo temsîla kurdên li hemberî împeratoriya Osmanî ya li ber têkçûnê têkoşîna serxwebûnê didin, hatiye diyarkirin.

Di Kovara Hawarê de li ser alayê gelek nivîs û helbest hatine nivîsandin. Celadet Alî Bedirxan di gotareke xwe de wiha ala kurdan dide nasîn û dibêje:

Alaya kurdî di 1932 -an de li ser herdu bergên kovara Hawarê, hejmara 11 (10 çiriya paşîn a 1932an), bi rengîn hatiye çapkirin. Rengên alayê ji jor ber bi jêr ve, ser hev, sor, sipî û kesk bû, û rojeke zêrîn bi 18 tîrejên xwe hebû.

Zinar Sîlopî (Qedrî Cemîl Paşa) derheqê Alaya Kurdî ya Cumhurîyeta Mehabadê de weha dibêje: Hikûmeta Komara Mehabadê Alaya Kurdistanê ya ku di 1919-an de ji alî Teşkîlatî Îctîmaîye Cemîyetiyê ve hatibû tesbîtkirin wek ala ji xwe re pejirand, lê li kêleka roja wê, rismê du simbilên genim û li pişt wê jî çiyayek û dareke çamê lê zêde kirin û bi guloverî jî li ser wê Dewletî Cumhurîyetî Kurdistan nivîsîn û ew wek ala Komara Mehabadê qebûl kirin(4).

Dîsa di hejmara 9. a rojnama Kurdistan a Komara Mehabadê de axaftina keçeke Kurd, Îşret Azmî ya li ser ala kurdî hatiye belavkirin. Ji bo tarîfa ala kurdî çend rêzên ji wê axaftinê:

William Aegleton jî derheqê Ala Kurdî ya Mehabadê de weha nivîsîye: Di Gulana 1944-an de rêxistina Komele, bi alîkarî û hevkariya hevalbendên xwe yên li Iraqê, ala Kurdî ya netewî amade kirin. Ev al ku ji sê xetan pêkhatî bû, her xeteke wê rengek bû. Li jorê sor, li navê sipî, li jêr jî rengê kesk cih digirt. Bi vî awayî bi vajî qulubandineke rengên ala Îranê, ala Kurdî hatibû çêkirin. Li ser alê roj -ku sembola Kurda ye- û li kêleka rojê du simbilên genim, li pişt wan jî çiyayek û pênûsek hebû(5)

Musa Anter di bîranînên xwe de qala rêxistineke îllegal ku di salên 1948-an de li gel Yusif Azizoglu û çend Kurdên din danîne, dike. Di rêxistinê de sondek jî dixwarin. Ji bo sondê destê xwe datianîn ser Ala Kurdî û çekekê û sonda xwe dixwarin. Musa Anter ji bo vê alê weha dibêje: Wezîfa çêkirina alê li ser min bû. Ez çûm Kapaliçarşiyê min her yek nîv mîtro, min çar reng qûmaş kirîn. Al îro jî tê zanîn. Sor, sipî û kesk, li navê jî rojek zer. Sembola reng û roja li ser alê jî weha ye; Sipî, aşîtî ye, sor, xwîn û şoreş e, kesk bereketa Kurdistanê û Mezopotamyayê ye. Roj jî sembola dînê netewî yê Kurdan Zerdûştî ye....(7)

Bulletin Du Centre D-Etudes Kurdes, di bin berpirsiyariya Dr. Kamûran Alî Bedirxan de li Parîsê di navbera salên 1948-1950yî de li ser hev 13 hejmarên wê derketine. Nivîsên wê bi Fransî ne, carna cih daye hin nivîsên Îngilîzî jî. Li ser bergê her hejmara wê ala kurdî heye ku bi rengîn e. Sor li jor, sipî li navê, kesk li jêr û li navê jî roja zer (8).

Di sala 1992an de di dema îlankirina Kurdistana Sor de li Laçînê heman alaya ku ji aliyê Teşkilat-ı İçtimaiye Cemiyeti ve hatibû qebûlkirin hatiye bikaranîn.

Di Kurdistanê de alayên curbecur hatin bikaranîn û tên bikaranîn lê biryareke li ser bikaranîna aleke neteweyî tune ye.




#Article 52: Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (1862 words)


Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê - YNK (bi îngilîzî: PUK) partiyeke kurdistanî ya çepgir e. YNK di sala 1975 li Berlînê hat damezrandin. Serokê YNK Celal Talabanî ye. YNK di Îraqê de kar dike.

şorşî eylul le salî (1961) le bardoxêkî nawçeyî u nêwdewletî diyarî kiraw u le encamî zulm u stem u çewsanewey neteweyî ‏u komelayetîda helgîrsa u zorbey kurd lejêr balî ew şorşeda kobibowe , ziyatir le (100) hezar pêşmergey hebû le ruwî madî u ‏me'newî dewletî iêran piştwanî dekird , iêran bo labela kirdinewey nakokiyekanî xoy legel 'êraq hawkarî şorşî kurdî dekird .‏ duway rêkewtinnamey (11 î/ adarî / 1970 u çwar sal gftugo kirdin , le encamî razî nebûnî hikumetî 'êraq bo dan nan be ‏mafekanî gelî kurd, le nîsanî (1974) şer be germî destî pêkirdewe u hikumetî 'êraq le rêgay çendîn dewletî wek (rusiya – ‏iurdin- misir – emrîka ) hewlîda bo gftugo kirdin legel (şay îran ) ke eme dwa kartî 'êraq bû bo le barbirdinî şorşî kurd.‏ le rêkewtî 6/3/1975 rêkewtinnamey cezayr le nêwan (êdam hsên ) u(şay îran) le cezayr morkira u rêkewtineke be akam geyşt ‏biriyardra kewa çîtir dest le karubarî yektir werneden u îran dergay hawkarî kirdin dabixat le şorş. ‏ rojî 12/3/1975 wefdêkî partî be serokayetî barzanî çuwe îran duway hewldanêkî zor twaniyan (şay îran ) bibînin u (şa) pêyîanî ‏rageyand ke mawey (42) sale nakokîman heye legel 'êraqda iêsta rêkewtin be akam geyştuwe u iêweş (3) rêgatan le pêşe :- ‏ ‏-‏ dên bo iêran wek hawlatî îran hsabtan bo dekirê ‏ ‏-‏ degerênewe 'êraq arezuwî xotane ‏ ‏-‏ drêje be xebat deden iême snûr dadexeyn u be pê î îtfaqiyey cezayr her kesêk le snûr bigîrê teslîm be 'êraq ‏dekirêtewe . ‏ welamî barzanî : îmeş berjewendî îraniman belawe giringe . ‏ wefdeke gerayewe bo kurdistan le 14/3/1975 kobunewey serkirdayetî partî destî pêkird bo mawey (6) roj berdewam bû , şewî ‏‏18/19/3/1975 sercem serkirdayetî u mektebî siyasî u fermandekan kobunewe u dawa kira kewa drêje be xebat bidrê belam bê sûd ‏bû , dwacar le rojî 19/3/1975 biriyarî şer rawestan dra u aş betal kira . ‏ cge le partî (komelew hzbî şîu'î ) hebû belam bçuk bûn twanay maneweyan nebû , (komeley marksî lînînî kurdistan ) le ‏‏10/6/1970 damezrabû be nhênî le naw rîzekanî partî karî rêkxiraweyî xoyan dekird be serperştî (mam celal) . ‏

Bo ewey xelk le dewrî ew rêkxirawe kobibêtewe kesanî roşnbîrî helbijard le wane (newşêrwan mstefa – şazad êayb – mehmudî ‏mela 'zet – rf'et mela mehmud ) ewaneş be nhênî le naw ( balî mektebî siyasî ) kariyan dekird . ‏ diyare pêş heftakanîş partî tuşî kêşey gendelî siyasî bibû le nawxo , twanay drêjedan be xebatî nemabû (mam celal ) le ‏hewlî drust kirdinî rêkxirawêkî nîştmanî şorşgêrdabû .‏ endamanî serkirdayetî (komele) le salî 1970 le mane pêkhatbûn (şhabî şêx nurî skirtêrî komîtey serkirdayetî le nawewey ‏wilat – mhemed se'îd mîrza/ l. lîjney bixda ‏ ‏-‏ ce'fer 'ebidulwahd/ l. lêjney hewlêr ‏ ‏-‏ awat 'ebidulxefur / l. lîjney slîmanî ‏ ‏-‏ frîdun 'ebidulqadr / l. lîjney kerkuk .‏ lew serdeme gencêkî zor peywendiyan be komelewe dekird heval (şazad êayb ) seferî derewey kird bo lay ( mam celal ) ‏bemebestî birdinî name u agadarbûnî le wez'î kurdistan herwea namey (mam celal ) î hêna bo kurdistan ke helumerceke le bare ‏bo drust kirdinî rêkxirawêkî nîştmanî frawan . ‏ ‏ (( destey damezrênerî / YNK  ))‏ ‏ le (22/5/1975) le (dîmşq ) le rîsturanî (glîgle) le gerekî (abu rmane) î suriya yekem kobunewey destey damezrêner be 'emelî ‏destî be cêbecê kirdinî kareganî xoy kird em hevalane beşdarbûn :- ‏ ‏1-‏ mam celal 2- newşêrwan mstefa 3- d. fwad m'êwm 4- d. kmal fwad 5- 'adl mrad 6- 'ebidulrezaq feylî 7- 'mr şêx ‏mûs neytwanî beşdar bê çunke kurdî suriya bû . ‏ kobunewey duwem le berlîn bestira le 27/5/1975 be serperştî (mam celal) hendêk goran le pirojeke kira u be resmî le rojî ‏‏1/6/1975 bilawkirawe . ‏ ezmunî naw yekêtî î nîştmanî î kurdistan ezmunêkî nuwê bû le kurdayetîda ke (3) rêkxirawî ciyawaz (3) serkirdayetî ciyawaz ke ‏her sêkiyan serbexoy rêkxiraweyî tewawiyan hebû .‏ ‏- komeley marksî lînînî kurdistan le 10/6/1970 be nhênî damezrabû ‏ ‏- bzutinewey sosiyalîstî kurdistan ‏ ‏- hêlî giştî . ‏ le biraderanî destey damezrênerî (YNK ) pêkhatbû + ew kesaney ke ne bzutinewey sosiyalîst bûn ne komele bûn , nawiyan ‏lênan (xetî giştî ) .‏ ‏ (( aşkirabûnî rêkxstinekanî komele )) ‏ komele dostayetî legel rêkxirawêkî 'erebî hebû be nawî (hreke al'rbiye aştirakiye ) ke be nhênî karî dekird le naw 'êraq ‏lêpirsrawekey nawî ('bidalle alnêrawî ) bû .‏ bo peywendî kirdin be yektirewe le layen komele (anur zorab ) lelayen hreke (ulîd jnun) diyarîkirabûn herdûkiyan le m'ml karton ‏birîn îşiyan dekird le bexda , duway tawto kirdinî wez'î kurdistan (frîdun 'ebidulqadr ) raspêrdra ke bçête derewe bemebestî ‏agadar kirdinewey (mam celal ) le wez'î kurdistan pêş çûnî kak (fereydun – mam celal ) nameyek rewan dekat le rêgay (hreke ‏‏) nameke degate destî (ulîd) ke danîştuî bexdaye kurêk be nawî (star ş'lan) le rêkxstinekanî (hreke) legel (ulîd ) debê le ‏gerek debête şeriyan ke polîs dêt bo girtinî (star) rojnameyekî (hreke ) le malekey degîrê le emnî bexda dan be bûnî ‏rêkxstin dekat le naw 'êraq u herwea basî (ulîd) dekat ke deçne malî (ulîd) komelêk belgenamey (hreke) yan dest dekewê le ‏wane namekey ( mam celal ) ke bo kurdistan hatbû paş lêdanî (ulîd) nawî ( anur zorab ) dênî u şew kat jmêr (2) deyben le ‏malekey bernamey komele u demançeyek dedoznewe , bo beyanî mew'îdî kobunewe debê le malî ( anur zorab ) ke biraderan dên dezanin ‏gîrawe herçî belgenamey ke hebuwe lewê legel xoyan dîben berew snûrî îran deron bemebestî xorizgarkirdiniyan newek ‏aşkirabibn , le ser snûr hemuwiyan degîrên le rojî 24/9/1975 ke jimareyan (40) kesew le rojî 1/1/1976 be pê î atfaqiyey ‏cezayr îran hemuwiyan teslîm be hikumetî 'êraq dekatewe 0‏ ‏ ((helgîrsanewey şorş ))‏

le 1/6/1976 yekem mefrezey çekdarî le layen berêz (mam celal ) le suriya be rêkira ke jimareyan (37) pêşmerge bûn neqîbî ‏mhndis (îbirahîm 'ezo) lêpirsrawiyan bû ,em (37) pêşmergeye kira be (4) mefrezey bçuk , duway geyştiniyan le snûrî suriya – ‏turkiya – bo kurdistan .‏ her çwar mefrezeke lelayen qiyadey mweqetey ew katey partî destgîr kiran u şehîd kiran lenawçekan.‏

em hêze lefermande u kadîrekanî suriya pêk hatbû, karn be sê retl be serperştî kak newşêrwan mstefa le 21/11/1976 ‏rewaney kurdistan kiran. belam hêşta mam celal betêçûnî mefrezey yekemî nedezanî dû namey danê bo 'elî 'ebidulla, îdrîs ‏barzanî u mes'ud barzanî. paş geyştinî duwem mefreze le sê snûr baregayan dana. ‏

iyekem wecbey çek lesuriyawe hat paş îtfaq kirdin legel qiyadey mweqete. le1/3/1977 çekekan birîtî bûn le: 60 klaşînkof ‏ke lelayen newşîrwanewe wergîran.‏ geranewey mam celal le salî 1977 bo kurdistan duway geranewey lebeyrut bo kurdistan yekem kobûnewey komîtey serkirdayetî ‏leser xakî kurdistan le 31/8/1977 best, ke 12 rojî xayand.‏ lekobûneweke mam celal be skirtêrî giştî danra.‏ komele: aram - salar 'ezîz.‏ bzûtinewe: resul mame - 'elî 'eskerî.‏ xetî giştî: endamanî destey damezrênerî (î. n. k)‏ duway labirdinî serkirdayetî le sê snûr bo nokan. lemangî 3/1978 duwem kobûnewey serkirdayetî bestira bo rêkxstinî pêşmerge – ‏darayî – dananî nexşe u plan – drust kirdinî heşt herêm. ‏ duway çend mangêk biriyar dra bigerênewe bo sê snûr. leber nzîkî lesuriya – turkiya – iêran – kurdistan.‏ ew kate ziyatir le hezar pêşmerge le serkirdayetî bûn, kiran be sê retl u jimareyekî zorî bê çek bûn. paş wergirtinî zaniyarî ‏leser sê snûr ke hêzekanî qiyade mweqete lewê bûn jimareyan 300 kes bûn. ‏ duway berê kewtinî retlî yekem u duwem le hekarî tûşî şer bûn legel qiyade mweqete u caşekanî turkiya. ziyatir le 750 ‏pêşmerge lew serdeme tiyaçûn.‏ baqî hêzekey serkirdayetî geranewe qendîl le20/9/1978 duway xorêkxstinewey serkirdayetî u drêjedan beşorş u helgîrsanî ‏şerî nêwan 'êraq u iêran le salî 1980 peywendî nêwan komarî îslamî iêran legel yekêtî baş bû.‏ lemaweyekî kem yekêtî twanî xo rêk bixatewe u zor lesnûrekan lerjêm azad bikat u ta salî 1988.‏ duway şerî nêwan 'êraq u kuwêt yekêtî bernamey azad kirdinî kurdistanî dana u ew kate zorbey hêzekanî yekêtî wek partîzan ‏mabûnewe ta raperînî 1991. ‏ ‏nuwê bûnewe‏

hemû rêkxirawêkî siyasî seretay drust bûnî beqonaxekanî mindalî u gencî u pîrîda têdeperê u hewlî geyştin be amanc ‏dedat. ‏ şorşî nuwê lemawey xebatî siyasî u çekdarî leşax komelêk goranî têda rûdawe. herweha berengarî hemû roje sextekan ‏bwetewe u twanay helsanewey hebuwe sereray bûnî komelê bîrî ciyawaz lenaw yekêtî.‏ bestinî çendîn konfrans leşax, lesalanî 80 kan wek konfransî komele lesalî 83 u 84 herweha konfransî herdû balî naw ‏iyekêtî – xetî giştî u bzûtinewey sosiyalîst paş ciyabûnewey beşêkî bzûtinewey sosiyalîst lenaw yekêtî lew konfranse ‏her dû baleke yekiyan girt u nawiyan na yekêtî şorşgêran. lewe bedwawe yekêtî buwe dû bal. yekêtî şurşgêran u komeley ‏rencderan.‏ bestinî kongirey yek le 28/1/1992 leslêmanî duway dû roj gwastirawe bo hewlêr ke mawey 17 rojî xayand. ziyatir le 750 kadîr lew ‏serdeme beşdarî kongireke bûn, her dû balî komele u yekêtî şorşgêran twanewe u biriyarî yekxstinî herdû baleke dra u tebenî ‏fîkirey sosiyal dîmukirat kira ke fre mînberî u cêgay hemû takêkî kurdistanî têda debêtewe u detwanin lenaw em rêkxirawe xebatî ‏siyasî xoyan biken u sereray bûnî bîr u ray ciyawazîş. ‏ we leduway salî 1996 yekêtî bo mawey çendîn roj kobûnewey serkirdayetî best le slêmanî be mebestî gorankarî lebernamey ‏karî xoy wek:‏ dananî wezaretî mafî mirov u kirdinewey nûsîngey mafî mirov le sercem dam u dezgakan. drust kirdinî çendîn rêkxirawî medenî u ‏kirdinewey kenalî ciyaciyaî azad u derkirdinî çendîn rojname u giringî dan berêkxirawe pîşeiyekan u kirdinewey çendîn senter u ‏komeley roşnbîrî be mebestî goran u kiranewe.‏ leruwî xizmetewe hewlê başî da bo bujanewey wez'î danîştwanî snûrî hikumetekey u ziyad kirdinî mûçey sercem fermanberan ‏pêş rûxanî hikumetî 'êraq. le 4/4/1999 konfransî nawxo bestira bo rêkxstinekan le sercem melbendekan, le 2001 kongirey ‏duwemî yekêtî le slêmanî bestira, tebenî fîkirey sosiyalîst u dîmukirat kira u serkirdayetî nuwê helbjêrdra u berêz mam celal be ‏skirtêrî giştî yekêtî helbjêrdra. ‏ sereray ew barudoxey ke kurdistanî pêda têdeperî bûnî şer lenêwan yekêtî u partî herweha lenêwan hikumetî 'êraq be ‏hawkarî p. k. k u anêar walaslam leser snûrî iêran u hêrşekanî salî 1997î partî behawkarî dewletî turkiya bo ser ‏hêzekanî yekêtî. ‏ beşdarî kirdinî yekêtî lekonfransî rêkxirawî ‏SI‏ lerojanî 31/5 u 1/6/2001 lemerakîş u wergîranî yekêtî beendamî çawdêr lew ‏rêkxirawe ke beduwem rêkxiraw dê leduway ‏UN‏ u nuwênerî 172 part u rêkxirawî têda endame.‏ mêjuwî 31 saley yekêtî behemû qonax u berzî u nzmî u germî u sardiye heme coriyekaniyewe, demanbatewe ser rastî twanay ‏iyekêtî lexo guncandin u rew kirdin legel ew waqî'e tazey ke heye. ‏ leserdemî şax u rûberû bûnewey çekdarane legel dagîr keranda u leduniyaî qurbanîdan da dijî sê kuçkey te'rîb – teb'îz – ‏tehcîr. yekêtî xawenî mezntirîn sermaiyeye. ‏ leraperênî helumercî şar u awedan kirdinewe damezrandinî berdî binaxey dîmukirasî u medeniyet u azadîş da yekêtî lerîzî ‏pêşewey parte siyasiyekanî kurdistan buwe. ‏ qonaxî duway rizgar kirdinî beşekey tirî jêr deselatî rjêm lesalî 2003 we erkî parastin u çespandiyan amajey behêzn u twanay ‏iyekêtî.‏ paş 2003 meseley bexoda çûnewe u xo nuwê kirdinewe lenaw yekêtî xstine ruwî kêşekan u beşdarî pê kirdinî xelk lekêşekan ‏ştêkî tazeye lerojeelatî nawerast begiştî u lekurdistan be taybetî.‏




#Article 53: Karsaz (518 words)


KARSAZ saziya karderên kurd li Ewropayê ye.

Karsazên Kurd ji hev bela bela ne. Armanca vê xebatê ew e ku van kesan bên cem hev, di nav xwe de reqabeteke prensîpî bidin mesandin, hember derveyî xwe jî, zemîna tevgera saziyek yekîtî û hevkariya erka kar biafirînin. Li Ewropayê ji hev bela û xwedî curbecur kar, bi hezaran mutesebîs û karbidestên Kurd hene. Ji ber ku bê rêxistinin, bi aloziyên di nav xwe de, dem bi dem hevudu ber bi tinekirinê ve dibin. Tu kesek ji wan tenê bi serê xwe nikane pêdiviyên gelê me pêswazî bike. Bona vê sedemê gelê me jî, pêdiviyên xwe ji derve, ji derdorên ku hebûna wê napejirînin temîn dike. Heger bê xwestin, bi rêxistin û hevkariyeke bas, ev pêwîstî bi hêsanî ji holê radibe. Bersîv dayîna pêdiviyan, di heman demê de pêsdeçûyînê jî bi xwe re tîne.

Divê ku wek karbidestên Kurd sîara me; “Bi zimanê xwe, bi rengê xwe û bi nasnama xwe, em jî hene” be! Bi kurtasî divê ku pêdiviyên kurdan, dîsa Kurd hilbirînin. Armanca bingehîn ya sermaya ji vê tê bi dest xistin, di bazirganiya navnetevî de wekî erkekî reqabetê bikaranîn e.

Ji bo vê yekê:

Daxwaza KARSAZ ew e ku di navbera kurdên di sektoreke de kar dikin û li her derê cîhanê belav bûne de têkilî bidin çêkirin, di her welatî de ji bo lebata karên wan alîkarî bikin, di têkilî û sazkirina karên nû de destek bidin, di curbecur sektoran de projeyên nû amade bikin, lêkolîn bikin û ji bo realîzekirinê encamên wana rabigihînin karsazan, ji bo pêsdebirina kurdistanê, lêkolîna projeyên alternatîf çêbikin û çavkaniyên bidest xistî jî, di van projeyan de bikarbînin, di navbera karsazên Kurd û sermaya cîhanê de têkilî bidin danîn, li ser sektorên di karê xwe de serketî ne, lêkolîn çêkin û encamê têxin xizmeta karbidestên Kurd, di teknolojî û zanistiyê de tistên nû komê ser hev kin û bona bikaranînê bigihînin karsazên Kurd, hevkariya kurdên akademîsyen ên pispor-serketî û karsazên kurdan bi cîh bînin, zanistî û sermayeyê bi hev re bikarbînin, di avakirinên nû de, teserûfên serfkaran jî tevê kin û wana ji tebatiyê xilas bikin, herwiha ji wana re amadekirina ciyên kar û tesfîqa derxistina malên bi motîfên netewî, mîsyona me yê bingehîn e. 

Bi tevlêbûna 165 delegan, di 31 Çile-02 Sibat 200. li Elmanyê bajarê Frankfûrtê Kongra 3. ya Aboriya Kurd hate lidarxistin. Biryarên di vê Kongrê de hatin standin, ji alî hemû delegan ve hatin pejirandin.

Di daxuyaniya encamê de vana cîh girtin:

Navenda KARSAZê ji pênc besên bingehîn Pêk tê.

Di navenda gistî de, 3 kesên navendî, 4 kes jî ji Komîta Navendî, bi tevahî 7 kes wek grup kar dikin. Ev kom di heman demê de bi komîsyona ku ji curbecur sektoran hatine hilbijartin û 3 kes in re xebateke hevbes dikin.

Xebatên navendiya gistî, di radeyek wisa de ye ku dikane bi zimanê kurdî, îngilîzî,elmanî û tirkî xizmetê bike. Bi alîkariya endaman di pêseroj de navenda me yê gistî, bi hîn kesên pispor, ku hakimên karê xwe ne, wê êdî xebatên bi qalîte û bi îdîayên encam standinê, wê ji endamên xwe re xizmetê bikin. 




#Article 54: Navenda PEN a Kurd (205 words)


Navenda PEN a Kurd, ango PENa Kurd yekîtiyeke nivîskar û rewşenbîrên kurd e ku ji bo bihêzkirina wêje û zimanê kurdî dixebite. Beşeke ji PENa Navneteweyî ye û ji sala 2013an û vir de di komîteya nûhilbijartî de nûneriya xwe ya her çar perçeyên welêt û zaravayên zimanê kurdî tê de reng girtine û sê jin di komîteya birêveber a giştî de cih girtine. Di 2013an de serokê PENa Kurd a Amedê Şêxmûs Sefer e.

Navenda PEN a Kurd ji aliyê Hüseyin Erdem hat damezrandin. Endamen ewil Hüseyn Erdem, Yayla Mönch-Bucak, Abdurrahman Nakshabandy, Hüseyn Kartal, Emine Erdem, Haydar Işik û Mehmet Uzun bûn. Serokê navenda PEN a kurd  Dr. Zerdeşt Haco bû.

PENa Kurd a Amedê di sala 2004an de, li Amedê hate avakirin, lê ev avakirin her çiqas bi daxwaza Navenda PENa Kurd pêk hatibe jî, ne bi destûra PENa Navnetewî pêk hatiye û endamiya wan hêj jî nehatiye pejirandin. Daxwaznameyên serîlêdana endamiya PENa Kurd a Amedê dê di sala 2006an de ji aliyê PENa Navnetewî ve were nirxandin. Di sala 2006an da ev daxwaz nehate pejirandin. Ji lewre, vê rêxistina li Amedê navê PEN ji ser xwe rakir û tenê wek Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Amedê û paşê Komeleya Nivîskarên Kurd hat binavkirin.




#Article 55: Selim Silêman (193 words)


Selîm Silêman  (1586, Bedlîs/Hîzan) - ?) helbestvan, wêjevan û nivîskarê kurd bû.

Heya ku Rojhilatnasa sovyetî Margarita Borissowna Rudenko behsa destnivîsên kurdî kir, eşkere bû ku Selim Silêman jî helbestvanekî Kurd e û Yûsif û Zuleyxa bi Kurmancî nivîsiye. Ji xwe Aleksandr Jaba, rojhilatnas û dîplomatê rûs behsa Selim Silêman kiriye. Ew dibêje ku Selim Silêman hevdemê Şerefxanê Bedlîsî bûye (sedsala XVI-XVII) û bixwe helbestvan û dengbêjê Mîr Şeref (Mîrê Xizanê) bûye. Ji bilî van agahdariyan, em di derbarê Selîm Silêman de xwediyê zanîneke kêm in.

Aleksandr Jaba yê ku guman dikir ku Selîm Silêman dîwana xwe ji dîwana Camî helbestvanê farisî girtiye, Hewl nedabû lêbipirsê ka gelo şaxên Yûsif û Zuleyxayê di zargotina Kurdan de heye an na? Kurdnasa Sowyetî M.B. Rûdênko di dîsertasyona xwe de tîne holê û îsbat dike ku Yûsif û Zuleyxaya Selîm Silêman koka xwe ji zargotina Kurdan girtiye . Rûdênko dide nîşan ku çend şaxên naveroka destana Selîm Silêman û yên Firdewsî û Camî hevûdin digrin, Lê wekîdin çend şaxên naveroka destana Selîm Silêman di yên Firdewsî û Camî de tunene. Ji ber vê yekê Rudenko bawerdike ku Yûsif û Zuleyxaya Selîm Silêman, destaneke Kurdîyî serbixwe ye.




#Article 56: Yûsif û Zuleyxa (599 words)


Yûsif û Zuleyxa berhemeke bi nav û deng a wêjeya Rojhilata Navîn e. Bi Dîwana helbestvanê farisî Camî ev serpêhatiya evînî yekcar li nav gelên herêmê hatiye nasîn. Helbestvanê kurd Selîm Silêman jî ev serpêhatî bi kurmancî nivîsiye û xelkeyekî zêrîn tevlî wêjeya kurdî kiriye.

Aleksandr Jaba yê ku goman dikir ku Selîm Silêman dîwana xwe ji dîwana Camî helbestvanê faris girtiye, hewl nedabû lêbipirsê ka gelo şaxên Yûsif û Zuleyxayê di zargotina kurdan de heye yan na? Kurdnasa sovyetî M.B. Rûdênko di dîsertasyona xwe de tîne holê û îsbat dike ku Yûsif û Zuleyxaya Selîm Silêman koka xwe ji zargotina kurdan girtiye. Rûdênko dide nîşan ku çend şaxên naveroka destana Selîm Silêman û yên Firdewsî û Camî hevûdin digrin, lê wekîdin çend şaxên naveroka destana Selîm Silêman di yên Firdewsî û Camî de tune ne. Ji ber vê yekê Rudenko bawer dike ku Yûsif û Zuleyxaya Selîm Silêman, destaneke kurdî yî serbixwe ye.

....
Tecdît bikim ji nû rîwayet
Tehrîr bikim ji nû hîkayet

Emma bi seadet û bi înwan
Behsê bikin em pîrê Kenan

Yaqûp hebû ji burca refet
Çend ixterî mutlea nibowet

....
Rahil ku dibû dema weladet
Du kur dibûn we pir seadet

Emma herdu jî ziyade seng in
Yek Yûsif û yê dî binê Yamîn

Ew herdu jîne ziyade nadîr
Ismê wan bikin ji bo we zahîr

Ew reng dikir ji wî me kulfet
Yek Zulf û bi namê Lehfet

Ew herdu emma bi îz û înwan
Tewlîd dibûn bi erdê Kenan
Ewladê dîwan bi namê zakîr
Dano Yexsaî Wecado asîr

Ew reng e ji exterê di mezbor
Yûsif bi cemalê husnê meshûr

Barî weha dabû wî cemalek
Mudrîk ne dibû li wî xiyalek

Telet qemer û munîr û mehrû
Qamet elîf û siyah û ebrû

Tesbîhê meh û nezîr û xursîd
Sedarê nicûm û necm û nahîd
....

Perde me kisa ji boyê potan
Ez serm dikim ji wan mutleqan

Karî tu bibînî talib im ez
Da zen nebin ew ku raxib im ez

Lew perde me kir ji bo xwe haîl
Ew jî ku bibin ziyade xafil

Pasî bi vî dengî mahê Kenan
Ev renge dikir ji bo xwe efxan

Sermê tu dikî ji bê sifatan
Bê izz û keramet û hevatan

Aya me nehin heya ji barî
Ev reng kiriye cîhan diyarî

Qeyyom û qedîm û bê niyaz e
Rehman û rehîm û karesaz e

Min be'du çisan bidim cewabê
Bandî ku biket li min îtabê

Pasî perî bi hîlesazî
Teqrîru kiru bi dilnewazî

Gotê tu çira dikî buhane
Ev renge çi ye dikî fîxane

Hindî ku me kir ji bo te izzet
Carek me nedîtî ji te çu sefqet

Yûsif ku bihîstin ev deqaîq
Goya geriya li wê muwafiq 

Weqtê ku gihaye wê nigarê
Destê xwe bire serê izarê

....

Lazim ew e em bikin teessuf
Behsê bikin em ji halê Yûsif

Rojek wehe reng bi izz û inwan
Rabû ku biçite gest û seyran

Sahdano bi behecet û û surorê
Hespî wî kisandiye huzorê

Lingê xwe gihandine nêv rakabî
Da seî biket ji wî meabî

Qelbê wî vebûbi vî mealî
Cebrîlê emîn gihaye balî

Ey peyxemberê mezherê heqaîq
Ey mursîdê kamilê deqaîq

Izna te neda xwudaê ekber
Lingê xwe meke rikabî dîger

Dunya di fena ye bê meal e
Baqî tu bizan ku zulcelal e

....

Weqtî ku bihîstu ev Zuleyxa
Sed ahu kiru du sed dureyxa

Emma kete me'reda girînê
Nalîn kiru digel enînê

Xayet hezinî wekî hezînan
Emma digirî ji des birînan

Ew jî wehê reng ji darî dunya
Rihlet kiru çû seraê uqba

Dunya ye fena ye bê beqa ye
Baqî ebed e ebed xuda ye




#Article 57: Asteyax (222 words)


Asteyax, (593-559 berî zayînê) padişayê dawî yê Împeratoriya Medan bû.Herodot di dîroknameya xwe de bas wî dike û dibêje ku Astiyages rojekê di xewna xwe de dîtiye ku tiştekî ji xwîşka wî peyde bûyî her deverê împeretoriya wî pêçaye. Diçe cem Koçekan û ew dibêjin ku dê xwarziyê wî li şûna wî dê bibe kralê împeretoriyê. Ji ber vê yekê ew wezîre xwe Harpages vedixwîne cem xwe û wî ji meselê agahdar dike. Dema kurekî xwîşka wî tê dinê, dîsa fermanê dide Harpages ku xwarziyê wî bikuje. Ew vî zarokî nakuje û dide malbatekê. Dema zarok mezin dibe piştî dehsalan êdî xuyaye ku ew dê bibe key rojekê. Astiyages pê agahdar dibe ku xwarziyê wî zindî ye. Ji ber vê yekê kurê Harpages dikuje û ji goştê wî xwarinekê dide Harpages. Paşê jî ji bo ku bizanibe serê kurê wî datînine pêşiya wî. Di encamê de Harpages sûnd dixwe ku heyfa xwe hilîne! Ew heyfa xwe wisa dihilîne ku di şerê girîngî di navbera Astiyages û Kyrosê xwarziyê wî de ku êdî bûbû keyê Farisan de xiyanetê li Astiyages dike û dihêle têk biçe. Di encamê de desthilatdariya Medan bi dawî dibe û Astiyages dibe dîlê Kyros (b.z. 550). Astiyagesê ku 35 salan Keyê Medan bû heya dawiya jiyana xwe li cem Kyros ma lê Kyros tu xirabiyên din li wî nekirin.




#Article 58: Harpagos (129 words)


Harpagos navê wezîrê padişahê dawiyê yê Împaratoriya Medan Astiyages e. Wî piştî ku padişah ji bo ku wî neviyê padişah Kyros, Persian: کوروش بزرگ, Romanization of Persian|), li gor fermana padişahî nekuşt ciza kir û li gor hin riwayetan, goştê kurê wî pê da xwarin. Harpagos jî di şerê di navbera Kyros û Astiyages de xiyanet li Astiyages kir. Ew bi vê xiyaneta xwe di dîrokê de bi nav û deng e. Her wiha Herodot jî bahsê kiriye û dibêje ku piştî ku Astiyages di şer de têk diçe gotiye Harpages Te dixwest tu tola xwe ji min hilînî, te ji bo çi kesekî ji Medan ne anî ser desthilatdariyê? Paşê jî dibêje ku êdî piştî vê xiyanetê farisên ku berê di desthilata Medan de bûn, bûne fermandarên wan.




#Article 59: Kûruşê Mezin (378 words)


Kûruşê II, ango Kûruşê duwem yan Kûruşê Mezin (bi zimanê farsiya kevin: کوروش Kûruş, bi zimanê Babîloniyan: Kuraş, bi zimanê yewnanî: Kyros), keyê pêşî yê Hexamenişî‎ e (558 b.z.- 530 b.z.). Jê hatîbûna wîyî siyasî û leşkerî hişt ku ew desthilatiya împeratoriya farisan bihêz bike û li hemû rojhilata navîn desthiladariya farisan (Axamenî) qewîn bike. Gelek agahdariyê cihê di derbarê wî de hene. Lê em dizanin ku ew ji binemala Axameniya bû, ku keyên farisan bûn.

Ew heman demê li gor Herodot xwarziyê Astiyagesê keyê Medan yê dawiyê bû. Astiyages xwestibû piştî ku Koçekan jê re gotibûn ku dê xwarziyê wî desthilatiya wî ji bistîne, Kûruş bikuje.lewre vî destur da wezîrê xwe Harpagos ko wî bikuje û Harpagos ew kar da şiwanek bi nawê Mehrdad Lê mehrdad vî nekuşt. Herodot dibêje ku Kûruş di deh saliya xwe de êdî mîna Keyekî ye, ew ji zarokan re dibêje ezê bibime kralê we. Kûruş jê agahdar dibe ku xwarziyê Astiyages e û Astiyages jî êdî dizane ku ew dijî. Li ser vê yekê Astiyages wî ji seraya xwe dûrdixe û wî dike Mîrê farisan. Lê Kûruş dixwaze bi xwe bibe keyê împeratoriyê hemûyî. Piştî ku Harpages jî bi xiyaneta xwe alîkariya wî dike li dijî Astiyages bi ser dikeve û dibe keyê împeratoriya farisan yê pêşî.

Dûv derbaza textê bû di 550 b.z. de şahê Madyan Astiyag (bi zimanê farsiya kevin: Rişti Vaiga) bin xist, paytexta Medyan Ekbatana dest xwe xist û Împeratoriya Persanê mezin ava kir.

Paş Kûruş Împeratorî ava kir Lîdyan pêşengiya Krösus de bi Babîlan Misir û Spartan va piştgirtî kir. Lê Kûros di 546 b.z. de Lîdyan bin xist û Krösus dîlgirt. Paş re Asya Biçûk, ango Anatolî, jî dest xwe xist.

Dûv di 29'ê kewçêrê 539 b.z. de Babil vegirt şunda hem Împeratorî bitûnî serwer kir, hem jî cihû li Sirgûnê Babîl filîtandin. 

Di 530 b.z. de 71 salan de cenga bi Masaget re de birin bû û 3 rojan din şunda jî mir.

Kênga Kûruş Babil vegirt li ser balorakê danezanêk nivisand. ew di 1879an de li Babil hat veditîn û îroj li Perûkxane British tê veşartin. Gorî hin Dîrokzanan ew Danazena Mafên Mirovana herî pêş de ye.

Şahê Pars, Şahê Enşan, Şahê Mad, Şahê Babil, Şahê Sûmer û Ekked, Şahê çar aliyên cîhanê.




#Article 60: Nivîsbarî (184 words)


Nivîsbarî ji bo amûrên elektronîk ên ku ji bo cur bi cur peywiran hatine afirandin bikaribin bi hev re têkevin têkiliyê û li hev bikin û bi hev re bixebitin hatiye amadekirin. Ferman e ji bo ku ew amûr bêhtir bikaribin peywira xwe bi cih bînin.

Nivîsbarî ji bo hemû bernameyên ku nîşan dide dê amûrên elektronîk çawa xebata xwe pêk bîne, tê gotin.

Bernameyên kompûterê jî mînakek e. Nivîsbarî bi zimanekî bernamekirinê tê nivîsandin.

Du kategoriyên mezin ên nivîsbariyê hene: nivîsbariya pergalê (bi îngilîzî: system software) û nivîsbariya sepanê (application software).

Mînakên ji bo nivîsbariya pergalê Linux û Microsoft Windows in; mînakên ji bo nivîsbariya sepanê Microsoft Word an jî bi kurdî Abiword in.

Wikipedia li ser nivîsbariyeke bi navê MediaWiki dimeşe.

Ji nivîsbariya ku bêmize ye re nivîsbariya bêmize (freeware) tê gotin. Ji nivîsbariya azad re nivîsbariya azad (free software) tê gotin. Linux û MediaWiki mînakên ji bo nivîsbariya azad in, Winamp û Microsoft Explorer jî mînakên ji bo nivîsvariya bêmize ne.

Gelek bernameyên nivîsbariya azad li kurdî jî hatine wergerandin. Ji bo vê yekê li nivîsbariya azad û nivîsbariya kurdî binihêre.




#Article 61: Nermalava azad (183 words)


Nermalav an nivîsbariya Azad ew e ku bernameyên bi rengekî hesan bigihîne hemû gelan, her bername bi her zimanî hebe, kodên wan ji aliyê herkesî ve were dîtin, da ku her kes bikaribe tiştekî lê zêde bike. Ji lew ra jî bernameyên nivîsbariya azad ji her alî ve azad in.

Her kes dikare Nivîsbariyên azad bifiroşe jî, lê ji ber ku jibergirtina wê serbest e, kes zêde pereyan tê nade.

Heta niha çend bernameyên Nivîsbariya Azad li kurdî jî hatine wergerandin û di vî warî de komek bi navê Koma PCKurd di sala 2005'an de bi armanca ku van xebatan wergerîne kurdî hate avakirin.

Ji bo Nivîsbariya Azad (en:free software) çend krîter hene:

Nivîsbariya azad bi piranî belaş e, lê ne her car.

Yek ji avantajên nivîsbariya azad ew e ku bi hêsanî li zimanên din tê wergerandin. Bi zimanên wekî zimanê kurdî bikarhêner dikarin nivîsbariya azad serbixwe wergerînin û ne girêdayî şirketekê ne.

Sîstema Microsoft Windows bi xwe ne azad e, lê ji bo Microsoft Windows jî gelek nivîsbariyên azad hene. 

Azadiya nivîsbariya azad bi lîsansan weki Lîsansa giştiya GNU tê parastin. 




#Article 62: Zuwanê zazakî (1461 words)


Nerazîbûnên hemberê vê gotarê hene.

Zazaki - kop da ziwanan dê Îranî da pîl ra yew ziwan

Ziwanê Zazayan, xelq ko zêdeyêri werte dê Mezrabotana Corin di, gilorek (çember) da Xoresan-Mutki Diyarbakır-Sêwreg-Gerger-Zara-Beyburti miyan di kopende runişyaye wo, ziwanê înan... cêvetiş dê çendan gore, no xelq ko kî eslê ci Dimlî (yan zî Dumilî) yo, no name wo Zaza bı fekan dê xelqan dê embıryanan a (!), zuwan dê cı dı zêde biyayen da herf da z sera deyawo ci. Rastayi ya na cêvetış mineqeşe wazena. Ze kı ninan rê vanê Zazay, ne ya piya, nê vêşêri xwo name dê Dımli ya anê ver. (Dersımıji xwo rê vanê Kırmanc, Piranızi zi xwo rê vanê Kird.) 

Dımıli hım zew xelqi hım zuwanê cı ifade kena. Fıkro pêt o yo kı dawelatê Dımıliyan Dêlam o (yan zi Deylam / Daylam). Texminan ser, namewo Dımıli zi Dêlam ra yeno. Dêlam, veraroz dê Dengız dê Azeri dı zu mıntiqeyê da koyına kı tede Dêlami -zew zuwanê do zey Dımli- qısey bena, wuza wo. Texmina, zew koço kı wuza ra werısto ver dawo rozaway, şiyo u çend cayan dê Mezrabotana Corın dı komi rona wo. Nê komi Dımliyê ê dê na roz ê. Naqor, êyê kı nê koçi pey dı mendê ê zi Goran-Hewrami u zewbina komên zuwanan dê bıni yê. 

Age Meyer Benedictsen, eserê xwo Les Dilects D'Awraman et de Pawa, Qopınhaq 1971, rıper 3-6 dı, mıntiqe da Hewramani dı tetqiq kerden u geyrayen da xwo sera vano kı; gore dê fonoloji, morfoloji (vırastenzanayi) u zuwanrêznayi da cı, Hewrami u Zazaki pê ra nêzdi dudu zuwani yê. Dabeste dê berrızyayen da mıletperwerin nêzdi ameyena zuwanan ewro rasti ya nê fıkıri arda werte. Nay sera, zew şeno mantıq po bero kı, Zazaki u Gorani dudu zuwani yê rêçe ra pê gırêdeyayeyê. 

Coxrafiyeyê Zazayan dê ewroyıni dı xelqo tewr kıhano kı zaneyeno na dawelat dı ronışyaye biyo Hurri yê. Hurri cana ra ameyê dawelat dê Zazayan, Mezrabotana Corın. Cawo tewr verêno kı nê Hurriyan cı ra vıziyayê, nay sera zêde vinaway estê. Nê vinaway pêro kı arêdeyenê pêser, na rastani yena werte; nê Hurriyên kı rêçe ra zu qewmê da İrani yê, dawelatê ninan Koyan dê Qafi dı rozawa dê Gol da Areli, miyabên dê Dêlami u Agıri dı ca yê dı biyo. Vera peyni da serran dê III hezaran V.İ dı, wexto kı rastê çax dê vılabiyayen da Eqadan yeno, no çax dı Hurriyan ray berda Mezrabotan da Cori ser, zor da wo xetan dê xelqan dê Hititan, Mituniyan, Eqadan, Asuriyan u Babilan kerdê, wext bı wext zi kewtê bındestê cı; rıziyayen da sukduwel da Katmuxi (suka Semsuri u çoşmeyê cı), dıma zi, serr da 713 V.İ dı, rıziyayen da Meliddu (Meletiya Kıhan) sera sahnewo siyasi dê terixi ra abıryayê. No terix ra tepiya, Hurriyan, duwelên kı Mezrabotana Corın dı roneyayê, inan miyan dı zuwanê xwo, mitolojiyê xwo, ew eddet u vinayiya xwo po berdo. 

Vanê kı, Hurri nêresaybiyê kultur (kare) dê nusten; qandê coy, terix dê medeniyeti dê nê xelqn dê embıryanan; zey Hititan, Eqadan, Babilan, Asuriyan u Mitaniyan miyan dı, din dê cı, ew zuwan, mitoloji, eddet u vinayi da cı sero serpoşên muhimi ameyê werte. 

Zewna xelqo kıhano kı welat dê Zazayan, Mezrabotana Corın dı rona wo Sıkitiyê. Nı Sıkitiyên kı suwari biyayen da xwo ya yenê zanayen, kultur u huneri ser zêde po şibiyê ew xelqê do zêde cengawer biyê. Sıkiti rêçe ra qewmê da Hınd-Ewropa yê, ew ninan miyabên dê serran dê III u II hezaran V.İ. dı, çoşme dê Gol dê Erali dı emmır kerdo; pey dê serran dê III hezaran V.İ dı, nê wuza ra vıziyayê, şiyê u deştan dê Urısiyeyê verarozi u koyan dê Qafan dı ca da wo xwo.No coxrafiye, na roz da ma dı Osetiya ya. Xwora, Oseti zi kokê cı Sıkiti yê.Dıma Sıkitiyan welatê xwo kerdo hera, sevcêr biyê, şiyê Mezrabotana Corın, wuza dı rona wo, ew pıra, pıra duwela xwo heta Yehuda po berda. 

Gorê dê vinayi da çendan, Zazaki him ra, çıhar şiveyan dê Kurdi ra zew zuwan o; Zazaki, Kurmanci, Sorani, Gorani. Çendna kesi vanê kı, kom da zuwanan dê İraniya pil miyan dı Zazaki zew zuwanê do ca wo. Axıri, seni kı bıbo u pobıberiyo, ew çiyo nêzanayewo kı cıya esto pêro bıvıziyo werte. 

Kom biyayen da zuwanan sera, a koma zuwanana kı Zazaki bıxwo zi ilaqedar kena, ay sera qenêbo çend vinaway bıdeyê fayde keno. 

Çıme wo tewr kıhano kı abırnayen da şiweyan dê Kurdi ser zaneyeno Şerefnameyê Şerefxani yo. Şerefxan komanê Kurdan u zuwananê cı wuna rêzayneno; Kurmanc, Kelhor, Lor, u Gor. Şerefname dı bahsê Zazayan u ê dê cı Zazaki qet nêkeno. 

Oskar Mann, Zuwan dê Kurdi sera têgeyrayen da xwo gore, Kurdi, ze Kurmanciya rojxilati, ê peyaroji ew ê veraroji cê ra abırneno, ew Zazaki zi ze şiweyên dê Gorani gêno desta. 

Dr. Mac Kenzie, meqale da xwo ya Kürt dilinin kökeni ya kı serr da 1961 i dı Pêserok da Zuwani dı çap biya, ay dı Kurdi dudu hetan ser abırneno; kurmanciya Corın, Kurmanciya Cêrın. Ey Gorani ze zuwanê do xwoseri qebul kerdo. Ey eser dê xwo yo The Dialect of Awraman (Hawramani-Luhan) dı Gorani ze qolê do Farısiya kıhan gurota dest. 

Eserê xwo yo Grammar of Kurmandji, or Kurdish Language, 1913 dı E.B.Soane, şiweyên Zuwan dê Kurdi, him ser, xe Kurmanci ya Corın, Kurmanci ya Cêrın gurotê dest, ew Zazaki u Gorani ninan ra abırnayê. Dr.Tewfıq Wehbi zi zey Soane, eyni vinayi sero yo. 

Sosyolox (komzanyar) Ziya Gökalp, o yo kı esslê xwo Kurdo labırê Tırkperwerin kerdena ame wo zanayen, ey tetqiq dê xwo yo Kürt Aşiretleri Hakkında Sosyolojik Tetkikler, Komal Yayınları, 1975 dı Kurmanc, Zaza, Soran ew Lor pêro ze zuwnên Kurdi gurotê desta, ew Zazaki u Gorani ra zi ze zuwanên pê nêzdi bahs kerdo. 

Aleaddin Seccadi, esrê xwo yo destur u Ferhengi Zuwan ê Kurdi, Erbi u Farısi dı Kurdi him da dudu şiweyan ser abırneno; Şiweyê Bahdinani (Botan) u şiweyê Sorani (Mukri). 

Dr. Kemal Fuad, şiweyanê Kurdi him ser wuna rêzayneno; Kurdiya Rozxeleti ê Rozaway, ê Verarozi, ew ê dê Goran-Zazayan. 

Eserê xwo Zımanê Kurdi, Dabestbuni Coqrafyayiy Dialektakaniy dı, Fuad Hemmê Xurşid, zuwanê Kurdi ze Kurmanciya peyarozi, Kurmanciya Werteyın, Kurmanciya Verarozi ew Sorani rêzayneno, ew Zazaki zi ze şiweyê do bıniyo ê dê Gorani gêno dest.

Mehmed Emin Hewremani, esrê xwo yo Zari Zıman ê Kurdi ve Terazu yi Beravis da dı, Kurdi ze Kurmanciya Corın (Bahdini), Kurmanciya Werteyın (Sorani), ew kurmanciya Cêrın (Gorani) gêno desta, ew Zazaki, Hewramani, Lori u Bacelani zi Gorani Miyan dı vineno.

Zuwanzanyar-nuskar Malmisanıj, Kurdi panz şiweyan dê essli sera Abırneno; Zazaki, Kurmanci Sorani Gorani (Hewrami), ew zewbin şiweyên bıniyen kı Kurdistanê Verarozi dı Qısey benê, ê. 

Ebubekir Pamukçu, Têgeyrayox u Zuwanzanyarê Zuwan dê Zazaki, nuskar; o yo kı vêşêri Zazaki sero xebıtyayen da xwo ya vıziyawo ver (zaneyeno), ey Zazaki u Kurmanci cê ra ca gurotê desta, ew diqet anto pêmaneyen da Zazaki u Gorani / Hewrami ser. Ebubekir Pamukçu wekerden da Zuwanzanyani da (lingwistik) Zazaki sero teniya nê, ê rêçan dê terix dê cı sero zi gurweya wo. Ey tetqiq u têgeyrayena xwo na mesıla ser, zêdeyêri Stoqholm dı; veror pêserok da Ayre dı, dıma zi heta Heziran 1992 kı vetê, ay dı dêbı mıneqeşi ver. 

Têgeyrayox-Nuskar Minorsky, Kurdan miyand dı hehsê zew unsurê do İrani keno kı, na qewmêda Kurdi niya (Koma Goran-Zaza).

Têgeyrayoxo Êrmeni Garo Sasuni, kıtabê xwo yo Kürt Ulusal Hareketleri ve Ermeni-Kürt İlişkileri dı vano kı, çendı kı rêçê Kurdan u Zazayan qewma İrani da pil ra emewo zi, nê Zazayên kı xwo Kurdi hesıbınenê, esslê ninan çaxan dê tewr veri ra zuna qewmê ra yeno. 

Anci, na roz da ma dı, zêde têgeyrayaxi, nuskari u zuwanzanyarên kı kare (kultur) u zuwan dê Zazayan sero xebıtiyenê, na mesıla da ca biyayen u pê dı biyayen da Zazaki sero xwo vısto mıneqeşi miyan. Rastiya cı, na mesıla sero hendlıxe qeyam qılaynayen zi icab nêkena. Hele kı, no deme dê zanyani (ilim) u teknoloji dı, wuni aseno kı, zu mıneqeşeyê da ewnayın hendlıxe mahnedêr (mahndayır) niya. Ma kı vazım Zazaki xwo ser zew zuwan o, ew Zazay xwo ser zu mılet a na peyniya dınyay nêbena. O yo kı, wa merdım bışo çıman dê aqıli ya bewniyo ew hewlin sero bıfıkıriyo...Peyniya xwo, veranverê terixi nê xelqi piya ameyê ew ninan zew coxrefiye dı emmır kerdo; mucedeleyê ninan amewo pêser; nê xelqan pêrın zi eyni derdi antê u zey pê eyni kêf a şabiyê; kılmane, ninan miyan dı bırabestiyê da rasti peyda biya. Essas, çi yo kı lazım o bıvırazyo o yo kı hırg zuwan zemın dê serbesti sero xwo miyan dı qimet bıdeyo cı u pobıberyo. Serbest nêbiyayena cı asimilasyon a. Rasti a ya kı, Zazaki zi zuwanê do ê zew xelq dê gırdi yo; zey hırg zuwan dê dınyay layıqê hurmeti yo ew cı ser têgeyrayen u xebıtiyayen heq keno.

Binêre: Xanepel




#Article 63: Ey Reqîb (143 words)


Ey Reqîb helbestek e ku ji aliyê helbestvan Dildar (1918-1948) di sala 1946 de hat nivîsandin, wextê Dildar li zîndana bû. Ey Reqîb bi soranî ye, lê piştre hat wergerandin bi Kurmancî re. Ev helbest di sala 1946an dema Komara Mahabadê tê saz kirin, dibe sirûda (marşa) vê dewletê û heta niha jî wek marşa kurdan ya neteweyî tê bang kirin.

Di sala 1938an de di zindanê de ji hêla helbestvan û çalakvanê siyasî Dildar ve hatî nivîsandin. Strana bi eslê xwe bi kurdîya soranî hatibû nivîsandin, lê niha bi her du zaravayên soranî û kurmancî tê gotîn. Ev helbest di sala 1946an dema Komara Mahabadê tê saz kirin, dibe sirûda (marşa) vê dewletê. Strana li ser sosyalîzma şoreşger û dîroka cewherî ya Kurd e û gelek caran bi şêwazek kevneşopî tête çêkirin. Ey Reqîb  ji hêla Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hat pejirandin. 




#Article 64: Dildar (362 words)


Dildar bi tevahî Yûnis Mele Re'ûf (jdb. 20ê sibatê, 1918 Koye − m. 12ê tîrmehê, 1947 an jî 20ê çiriya pêşîn, 1948 Hewlêr) yek ji wan helbestvanê navdar e li Kurdistana Başûr. Navê wî yê rastîn Yunis Re'ûf e, wek gelek nivîskarên kurd wî jî, ji xwe re naznavek dîtiye: Dildar, bi salan bi vî navî ve hatiye naskirin.

Dildar di sala 1918'an de li bajarê Koyeyê hatiye dinê.Dibistana pêşîn li Ranyeyê, dibistana navîn jî li bajarê Hewlêrê di sala 1935'an de qedandiye. Piştî xwendina navîn ew diçe bajarê Bexdayê li wira zanîngeha dadimendiyê diqedîne, çend salan wek Parêzer kar dike.

Di van salan de dest pê dike doza xizan û belengazan diparêze, li dijî neheî û zordestiyên li welêt û li derveyî welêt dengê xwe bilind dike. Ji aliyê din mijûliya wî ya li ser edebitata cîhanê û rojhilatê zêdetir dibe, dîroka Yunan, Fransayê, Tirkiyeyê û wêjeya van welatan gelek bala wî dikşîne.

Li şûna parêzeriyê, ew wek warê xebatê ji xwe re helbestvaniyê hildibjêre. Di helbesivaniya Dildar de tema here balkêş, bêguman tema welatparêzî û janên mirovatiyê ne.

Kurdistan bûye kakilê tema efirandinên wî, bi taybetî helbestên wî yên bi navê
Ey Reqîb û Kurdistan ji helbestiyê derketine, li ser zar-zimanê gel wek kilam-stran jîndar mane. Bi taybetî helbesta wî ya bi navê Ey Raqîb di nav gel de gelek belav bûye, wek straneke popûler hatiye nas kirin. Di dawiyê de, ev helbesta di sala 1946-an dema Komara Mehabadê tê saz kirin, dibe marşa vê dewletê û heta niha jî wek marşa kurdan ya neteweyî tê bang kirin.

Di salên şerê cîhanî yê duyem de helbestên Dildar li ser bingehekî gelek demokrat û mirovhez tên nivîsîn. Dildar ji aliyê din di bin bandûra wêjeya fransî de jî maye, ji helbestên La Fontaine, La Martine wergerandiye zimanê kurdî.

Çend kurteçîrok jî nivîsîne û di kovara Gelawêj de hatine weşandin, ji wana çend heb jî wek destnivîsar mane. Dildar di sala 1948'an de, dema ku dikaribû gelek berhemên mayîn pêşkêşî gel bike, di dawiya mirineke bêwext diçe rehmetê. Lê belê berhemên wî wek Ey Reqîb îro ji sînoran derbas bûne û wek efrandinên nemir di nav gel de belav bûne û dijîn.




#Article 65: Dêrsim (herêm) (515 words)


Dêrsim herêmeke bakurê Kurdistanê ye. Hemû gelê Dêrsimê kurd e. Li bakurê û nava Dêrsimê kirmanckî tê axaftin, li başûrê Dêrsimê kurmancî tê axaftin.  Di navînê vê herêmê de bajarê Mamekî (bi tirkî: Tunceli) heye. Di dîrokê de Dêrsim ji başûrê Erzinganê dest pê dike, li rojava digihijê Sêwasê, li rojhilat cîranê Mûş û Bîngolê ye, li başûrê Dêrsîmê sînorên Amed û Elezîzê dest pê dikin. Li Dêrsimê bi piranî kirmanckî (zazakî, dimilî) tê axaftin, lê ji bilî dimilî, kurmancî jî tê bikaranîn. Piraniya gelê Dêrsimê elewî ye.

Ji ber madenên herêmê navê Dêrsimê ji gotina (Der- sîm: Dera Sîmê yan jî zîv) tê. Di serhildana Dêrsimê de, tevgera leşkeri ya Tirkan bi navê  Tunceli  li dijî Kurdan dest bi şêr kirin. Navê bajar jî wek Tunceli ji alî Tirkan ve wê demê hatiye guhertin. Hinek kes ji bajarê heremê rê Kalan jî dibêjin.

Berî Îsa(zayîn)

Piştî Îsa (zayîn)

Li herêmê av û hewayeke reşayî heye. Havînan kin û hênik lê zivistanan sar û dirêj derbas dibe.

Mûnzir (3.071 m), Kirklar (2.033 m), Topatan (2.234 m), Karaoğlan (2.422 m) û Yilandax (2.950 m)

Deşta Zerenik:  1.350 m ji behrê di navbera çiyayê Munzir û Çemê munzirê de ye li Zerenikê bilind e.

Gelyê Mizûr/Mûnzir: Ji Çiyayê Mizûr/Mûnzir dest pê dike heta Gola Kebanê dirêj dibe. Geliye Pilemorî û Perê jî geliyên din ên herêmê ne.

Çemê Pêrê; şaxek çemê Miradê ye ji Çiyayên Şeytên li Çewligê dest pê dike diherike gola bendava Kebanê.

Çemê Mizûr/Mûnzir; Ji çiyayên Mizûr/Mûnzûr dest pê dike û diherike gola Kebanê. Çemê Pilemorî jî şaxê çemê Munzûrê ye.

Gola bendava Kebanê dikeve hundirê sînorên Dêrsimê jî. Li ser çiyayan hinek golên biçûk jî peyde dibin. Gola Kebanê heta binê pira Mêzgirê tê.

Herêm ji alî ajalên kovî û çiyayî pir dewlemend e. Kûze, darbir (semasî), ruvî, keroşk, bizin û pez kovî, qertel, gur, baz, kew yên herî pirin ku peyde dibin. Li herêmê nêçira ajalan bi zagonan tê kirin.

Li hêla Zerenikê, sifir, asbest, xwê û mangenez hatiye dîtên. Li Pilemorî jî krom, manganez, ji bin erdê dertê.

Germavên herêmê: Haçik (Mamekiye), Mêzgir, Harik (Qisle)

Geliya Mûnzûr ji bo gerê û Seyranan ji alî xwezayê ve pir guncaw e. Kela Pêrtagê jî ji alî gel ve tê ziyaret kirin

Hemû gelê Dêrsimê kurd e. Piranî kirmanckî (dimilî/zazakî) qise dikin. Lê jî pir kurmancî qise dikin. Dêrsim bajarekî Elewî ye.

Piraniya nifûsa herêmê ji kurdên zaza pêk tê. Ji aliyê olî ve piraniya gelê herêmê ji elewiyan pêk tê, lê muslumanên sunnî jî li herêmê hene.

Jinên herêmê etegek ku jê re dibêjin  Pêshî  û bi serde ji îşligek li xwe dikin. Li pişta xwe kêfiyek û bi li ser kêfiyê de jî şerîdek rengîn ku jê re dibêjin  Kejik  girê didin. Di nigan de qonderên Qapik bilind û gorên hirî tê li xwe kirin. Keçên ciwan şarpe yên tul, jinên pîr jî yên hevreşim û rengtarî didin serê xwe.

Şalwar, îşlik û çakêt kincên herêmî yên zilaman e. Sê newên goran yên zilaman heye  galik (bi çarox tê li xwe kirin)  , dîzleme (heta li ser çongê dirêj e)  û  konçî 




#Article 66: Şivan Perwer (791 words)


Şivan Perwer (z. 23ê kanûna paşîn 1955 li navçeya Wêranşar), hunermendekî kurd e.

Şivan Perwer, 23ê kanûna paşîn sala 1955ê li Wêranşarê ye xwedê daye.

Ciyê lê xwedêdayî herêmeke xwedî giyaneke (rûh) felsefî ya pir kûr e, mîna dirûvê erdnîgariya xwe. Ev dorhêl bi muzîkê tije ya û vê kûrahiya felsefi kabiliyeteke mezin ya mûzikê jî daye mirovan. Bapîrê Şivan Perwer, bîlûrvan û dengbêjeki mezin bû. Eywaneke aidê (xweserê) wî li gund hebû. Bê dost, bê mêvan, bê heval nedikariya bimîne. Li wan derhêlên nîzik kesên xwedi kabîliyetên çandeyî (mîna mûzîk, destan, çîrok û cûr be cûrên wêjeyê) mûheqeq dibûn mêvanê wi. Sohbetên wanên civakiyên bi muzîkê heya derengiya şevê domdikir. Dengbêj rûdiniştin bi saetan klasikên gelêriyên diroki bi dengên bilind dixwendin û dijiyandin. Mesela; Siyabend û Xecê, Evdalê Zeynikê, Eyşana Îbê, Evdî, Erebê, Bêmal, Delalê Qerejdaxi, Lawkê Metînî, Şêxa Delal, stranên govend û dîlan. Bi vî awayî ji êvarî heya derengiya şevê ji aliyekê bilûr, ji aliyê din keman, an jî dengê dengbêjan li kûrahiya rûhê insanan tesîr dikir, bi sedsalan ew paş de dibirin û ew mirovên bi van guhdarkirinan radizan gelek caran di xewnên xwe de jî ev bûyêr diditan. Ji aliyê din ve zordariya li Kurdistanê, zulma li ser ziman, çande û şexsiyeta mirovan hêj bêhtir jan (êş) dida mirovan û di pêşberê van tehdayiyan de kîn û nefreta di hûndirê wan de berhev dibû, hest (hiş) û evîna di hûndirê wan de veşartî digeriya ev qêrîn ji dikir kû bi ruhî, bi mirovînî xwe bi tayê jiyanê ve girêbide û dirûvekê muzîkî distand, dibû muzîk. Va ye di vî atmosferî de gelek caran di her bergehi de lehengên (qehreman) bênav digiheştin. Ango di têkoşîna li hemberê zordariyê de, di bûyerên çandeyiyên ji vê dirûvê jiyanê derdayî kes (şexis) derketine nêvengê (holê).

Şivan Perwer di vî atmosferi de giheştiye. Tû kesî xisûsî ew perwerde nekiriye, dijê vê ew bûyereke kû dirûvê jiyanê derxistî nêvengê ye. Wî di biçûkatiyê de dest bi stran gotinê kir. Di tim bûyerên jiyayî û bîhîstî de ew dijiyan û bi stran ji hundirê xwe derdixist. Mirovên guhdarî Şivan dikirin, ji vî zarokê weha biçûk kû buyerên mezin dijî mat (şaş) dibûn. Buyerên dijiya, an ji xeyal dikir. dikire stran û carinan bi seatan digot. Vêca li dorhêlên xwe caran ne bi çavê zarokan lê dinêrîn. Di civatê de giraniya wi hebû. Lewra, weko hêviyek ya civatê ji wi hebe pê re muamele dikirin her demî. Şivanê biçûk li dora xwe de şexsiyeteke fîlozofîk yê muzîkal dihate naskirin û jê heskirin. Lêbelê li gor Şivan, ev civata, paşdemayî, berteng lê xwediyê xususiyetinê rind bû, ji aliyê civakî û ccedil;andeyî ve gerek bihata guhartin. Bi wi ser û dinya xwe ya bicûk evên he dê çawa pêk banîna. Van tiştên he gişan riyek ya çareyê bi wi didan lêgerinê. Ji nêv vê civatê derketin, ango bi der ve çûyîn fîkra li hinek tiştên teorîk geran, hin bûn û dûv re jî li civata xwe vegerîn di temenên biçûk de ew kûr kûr diamand. Ji ber kû gelê kurd ji her ali ve hatibû rapêçan û di bin tehdê (tûndiyê) de bû, di ser de polîtîkaya bihûjtin (asimilasyon) ê ya tîr hebû, riya wî ya dî hûndirê, çandiya xwe de bi civakî, teorîk, teknîk û kirdarî (pratîk) pêşveçûna wi hatibû birîn (girtin).

Ew civata weha ne azada kû bi vî awayî nedikarî biser bikeve helbet, bêhtir di bergehê çande û hunerî de kariye serfiraz bibe. Derktina Şivan jî mînakek ya vê yekê ye. Weke li jor hati gotin, hunermendên kurdên bi kurdi digotin di jiyaneke berteng, zehmetiyên wê pir, şexsiayata hatî êxisitn, bi deng remanên xweş çiqas hîkarî (tesîr) li civatê bikiran jî, ji ber êxistina xwe ya şexsî nexwdiyê tû biryarê bûn. Hunermendên kurdan yên li gor fermanên (emrên) dewletê hereket dikirin jî, ji rûmerên netewî dihatin dûrxistin, vê carê jî çiqas xwediyê derfetên (imkan) mezin jî bin, diketin derecek ya bê şexsiyetiyeke din (ya dûwem). Ango an bi kurdî bibêje, li rûmetên xwe xwedî derkeve di bin emrê axayê kurd de bimîne, bibe mirîdê şêx, bibe dengbêjek basit, an jî dest ji rûmetên netewî tevan berde, bibe xwediyê derfetên maddî, lêbelê mina qaşmerê zordestan hereket bike. Va ye weha bû rewşa çandê, hunermend, muzîsyen, hozan û nivîskarên kurd. Şivan Perwer li van tevan îsyan kir û çi bigre (çi bibe bila bibe) bi armanca çêkirina herî rind pêkbîne tembûra xwe hilda, hestên xwe yên di kurahiyên giyanê (ruh) wi de kombûyîn, bûyerên di mejiyê wî de çêbûyîn bi stranên xwe dan gelê xwe.

Şivan Perwer bi profesyonelî 1975ê dest bi hunermendiyê kiriye, li gor bûyerên li dinyayê hatin guhartin her sal berhem afirandine, bi klasîkên gelêrî mijûl bûye, di vî bergehî de rê şanî gelek hunermendan kiriye û bûye mînak ji wan re.




#Article 67: Abdullah Öcalan (1758 words)


Abdullah Ocalan () (Apo, 4ê nîsana 1949an, li gundê Xelfêtiyê bi navê Amara) siyasetmedarekî kurd e. Ocalan damezrînerê PKKê ye. Di 15ê sibata 1999an de, sixûrên DYAyê, Ocalan bi komployek revand û radestî dewleta Tirkiyê kir. Niha li girava Îmraliyê girtî ye.

Abdullah Ocalan, di 1949an de li gundê Amara yê bi ser navçeya Xelfetiyê ya girêdayî Rihayê çêbûye. Dibistana seretayî li Cîbînê xwendiye. Dibistana navîn li Nizipê dibistana navîn jî li Enqerê li dibistana navîna Tapu Kadastro qedandiye. Di 1969an de li Amedê dest bi karmendiyê kiriye. Di karmendiya salekê de têkiliya dewlet û civakê û ya sazî û man feodal û dewletê ji nêz ve dîtiye. Di 1971ê de vebuhandina xwe deranîye Stenbolê û li wir di ber karmendiyê de xwe amade kiriye ku bikeve zanîngehê jî. Heman sal qeydiya xwe li zanîngeha dadê çêkiriye û dev ji karmendiyê berdaye.

Di wan salan de Stenbol di bin bandora bayê 1968an de bû. Ocalan jî kete bin bandora vî bayî û Marksîzm - Lenînîzm nas kir. Ew salana weke salên werçerxa jiyana wî ne û her wiha ew Sosyalîzm, yeksanî û azadî pir nêzîkî xewnayên xwe yên zarokatiyê dîtin. Ocalan bîryar dabû ku Sosyalîzm û pirsgirêka Kurd li hev biguncîne. Bi vê armancê biryar da ku dest bi siyaseta çalak bike û qeydiya xwe li zanîngeha zanîngên ramyarî ya Enqerê çêkir. Li vê derê xwe di nav atmosfereke tund a guftûgoyan de dît û şeklek da ramanên xwe. Di 30yê adara 1972an de pêşengên şoreşê Mahir Çayan û hevalên wî li Qizildereyê hatin kuştin û vê bûyerê şopên kûr di jiyan û ramanên wî de de hiştin. Di 7ê nîsanê de di çalakiya şermezarkirina bûyera komkujiyê de hat binçavkirin û wî şandin girtîgeha Mamakê. 7 meh di girtîgehê de ma û di wê pêvajoyê de xwe gihand ramana avakirina rêxistinekê û ji bo vê yekê gav avêt nav pêvajoyeke din a lêgerîn û lêkolînê. Piştî 1972an pirsgirêka kurd bi gelek derûdoran re guftûgo dike û di heman demê de komeleya perwerdahiyê bilind a demokratîk a Enqerê ava dike. Di heman demê de ew xebatên xwe yên bîrdoziyê yên ku di nava komekê de dimeşîne, digihîne gihaneka dawî. Koma di bin pêşengiya Ocalan de di dawiya sala 1975an de civînekê li dar dixe û biryar dide ku li Kurdistanê xebatê bimeşîne.

Di 27ê çiriya paşîn a 1978an de jî Ocalan û hevalên wî li Diyarbekirê li gundê Fîsê yê Lîceyê careke din li hev kom dibin û biryara avakirina Partiya Karkerên Kurdistanê didin. Xebatên rêxistinê yên Ocalan û partiya wî PKK yên li Kurdistanê di demeke kin de bala dewleta tirk dikişîne. Li ser vê şêweya nû ya Ocalan a li hemberî pirsgirêka kurd ku zikê nerm ê Tirkiyê ye, dewleta tirk zextên xwe zêde dike. Dewletê bi awayekî eşkere li hemberî koma Ocalan şer dide destpêkirin û ji ber vê yekê Ocalan sala 1979an derdikeve derve û diçe Libnanê. Bi vî awayî meşa ku dê 20 salan li rojhilata navîn berdewam bikira, dest pê kir. PKKê li Libnanê di 1982an de kongra xwe ya duyem pêk anî û biryara vegera nava axa welêt girt. Milîtanên PKKê di bin pêşengiya Öcalan de perwerdehiya xwe ya îdeolojîk û leşkerî jî qedandibûn. Di encamê de di 15ê tebaxa 1984an de li Bakurê Kurdistanê şerê çekdarî destpê kir.

Di encama şerê çekdarî de li ser daxwazên ku ji Tirkiyê tên, ji 1993an û şûn ve PKKê 3 caran agirbestê ragihand. Ev gavên ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd hatin avêtin, rastî pênûs û astengiyên derûdorên rentxwir hatibûn. Di 9ê çiriya pêşîn a 1998an de di encama hevanîyeke ku bi hevkariya hêzên navnetewî hat amadekirin, Ocalan neçar ma ku ji Suriyê derkeve. 9ê çiriya pêşînê de Ocalan dema dest bi rêwîtiya ber bi Ewrûpayê ve kir wê wiha bigota: Ez ji niha û şûn ve dixwazim rola xwe di kanala siyasî de bilîzim. Ocalan dema li Îtalya bû gelek caran bangên ji bo aştiyê kirin lê belê ji Yekîtiya Ewropayê hêviya ku dikir bidest nexist. Ocalan di 2ê sibata 1999an de bi zordayîna Yewnanîstanê heta Kenyayê diçe. Di 15ê sibata heman salê de jî li paytextê Kenya Nayrobiyê li pêşiya avahiya sefaretxaneya Yûnanîstanê ber bi Tirkiyê ve tê revandin. Serokê giştî yê PKKê Abdullah Ocalan li girava Îmralî ya li nav deryaya Marmarayê bi tenê li serê xwe di girtîgehê de hat bicîhkirin. Ocalan li Îmraliyê bi parêznameya xwe ya pêşî de daxwaz kir ku pirsgirêka kurd li ser bingeha aştiyê were çareserkirin.

Serlêdana Xelata Nobelê ya Aşitiyê ya 2014an ji aliyê Parlamenterê parlamentoya Başûrê Kurdistanê ya Tevgera Goran, Heval Kwêstanî ve li Norwêcê serlêdan namzetiya Xelata Aştiyê ya Nobelê li enstîtuya Xelata Aştiyê ya Nobelê re hat lêdan.

Serdema serlêdana xelatê jibo ku Abdullah Öcalan li ser bingeha peyama Newroza sala 2013an de û Kovara Time Abdullah Ocalan wekî yek ji 100 mirovên herî bibandor li cîhanê nîşan da.

Di nivîsa serlêdana xelatê de damezrandina PKK û xebata Abdullah Ocalan yên siyasî jî hatiye nivîsandin.

Xelata Aşitiyê ya Nobelê her sal ji li ser vîna Alfred Nobel, ji aliyê Komîteya Nobelê ya

ve li bajarOsloyê tê dayîn. Xelat,  ji kesên an jî rêxistinên ku herî zêde hewl didin ku kongreyên aştiyê û biratiya netewe û gelan, kêmkirina çek û artêşan saz bikin, ji aliyê Komîteya Xelata Aştiyê ya Nobelê ve tê dayîn.

Heta niha bi gelek caran, bi awayekî bêqanûnî ji aliyê dewleta tirk ve bi gelek caran tecrîd li ser Ocalan hatiye kirin. Bi van astengiyan hevdîtinên Ocalan û parêzerên wî û malbata wî hatiye astengkirin. Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) li parlamentoya tirk gelek caran di derbarê tecrîdê û rewşa Ocalan de pirs li Wezareta Dadê ya dewleta tirk pirsî.

Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) jibo Ocalan bangawaziya Komîsyona Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT)yê kir

Partiya Demokratîk ya (HDP) di bangawaziya xwe de deng li saziyên mafên mirovan ya Ewrûpayê û li CPTyê kir ku derbarê rewşa tenduristiya Ocalan û rewşa wî rojek zûtir dest bi hevdîtinan bike.

Ji 50 xelatgirên Nobelê jibo tecrîda li ser Abdullah Ocalan bang li ser saziyên navnetewî kirin.

Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê ya sala 1980an Adolfo Pérez nameya bi navê Esquivel di ji aliyê 50 xwediyê Xelata Nobelê ve bi biryarek hevbeş hatiye îmzekirin.

Name ji hêla Sekreterê Giştî yê Konseya Ewrûpayê Thorbjørn Jagland, Nûnera Bilind a Yekîtiya Ewropî ya Polîtîkaya Derve Federica Mogherini, Seroka niha ya Rêxistina Ewlehî û Hevkariya Ewropa (OSCE) Miroslav Lajčák, û Sekreterê Birêvebir ê Komîteya Pêşîgirtina ortşkenceyê (CPT) ve hatiye nivîsandin.

Nameya bi navê Esquivel di nameyê de bangên hevpar ên 50 xwedan xelatan destnîşan kir.  Encûmena Ewropî, EU, OSCE û CPT ji înkara Tirkiyê ya mafên mirovan ên gewre ji wan xwest ku hemî tedbîrên guncan bigirin da ku dawî lê were.

Hikûmeta Tirkiyê, wekî hukûmetên din, yên ku ji jiyana her kes û rûmeta girtiyan jî tê de dijwar e ku ewledar bibe.

Em, yên ku ji deverên cûda yên xwedan xelata Nobelê, hukûmeta tirkî û civaka navneteweyî bi tevahî hatine, ew di dema Abdullah Ocalan û hemî girtiyên siyasî yên di hucreyên tecrîdê yên li Tirkiyê de girîng e, em ji we tika dikin ku hûn gavên bilez bavêjin da ku bi dawî bibin.  Bi kirina vê yekê, em bi sedan grevên birçîbûnê yên ku heman daxwazê ​​diparêzin re hevkar in. Parlamentera kurd Leyla Guven, ku li zindanê li Diyarbekirê girtî ye û di bin xetereyê de ye. 

Adolfo Pérez Esquivel, Arjantîn. Xwediyê Xelata Aşitiyê ya Nobelê 1980 - Betty Williams, Irelandrlandaya Bakur. Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê 1976 - Desmond Tutu, Afrîkaya Başûr. Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê 1984 - FW De Klerk, Afrîkaya Başûr. Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê 1993 -  Jody Williams, Dewletên Yekbûyî. Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê 1997 - José Ramos-Horta, Tîmora Rojhilat. Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê 1996 - Leymah Roberta Gbowee, Lîberya. Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê 2011 - Mairead Corrigan Maguire, Irelandrlandaya Bakur. Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê 1976  - Oscar Arias, Costa Rica. Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê 1987 - irinîrîn Ebadî, Iranran. Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê 2003.

Dudley R. Herschbach, Dewletên Yekbûyî.  Xwediyê Xelata Nobelê ya Kîmyayê 1986 - Elias James Corey, Dewletên Yekbûyî, Xwediyê Xelata Nobelê ya Kîmyayê 1990 - Gerhard Ertl, Almanya.  Xwediyê Nobelê ya Kîmyayê 2007 - Joachim Frank, Almanya / DY  Xwediyê Xelata Nobelê ya Kîmyayê 2017 - John C. Polanyi, Kanada.  Xwediyê Nobelê ya Kîmyayê1986 - Kary B. Mullis,
Dewletên Yekbûyî.  Xwediyê Xelata Nobelê ya Kîmyayê 1993 - Richard Henderson, Brîtanya Mezin.  Xwediyê Xelata Nobelê ya Kîmyayê 2017 - Robert H. Grubbs, Dewletên Yekbûyî.  Xwediyê Xelata Nobelê ya Kîmyayê 2005 - Roger D. Kornberg, Dewletên Yekbûyî.  Xwediyê Xelata Nobelê ya Kîmyayê 2006 - Thomas R. Cech, Dewletên Yekbûyî.  Xwediyê Xelata Nobelê ya Kîmyayê1989 - Walter Gilbert, Dewletên Yekbûyî.

Xwediyê Xelata Nobelê ya Kîmyayê1980 - Yuan T. Lee, Taywan.  Xwediyê Nobelê ya Kîmyayê 1986.

Edward C. Prescott, Dewletên Yekbûyî.  Xwediyê Nobelê ya Aboriyê 2004 - Eric S. Maskin, Dewletên Yekbûyî.  Xwediyê Nobelê ya Aboriyê 2007 - Finn E. Kydland, Norwêc.  Xwediyê Nobelê ya Aboriyê 2004 - Oliver Hart, Brîtanya Mezin.  Di Aboriyê de Xwediyê Nobelê 2016.

Alice Munro, Kanada.  Xwediyê Nobelê ya Wêjeyê 2013 - Elfriede Jelinek, Avusturya.  Xwediyê Nobelê ya Wêjeyê 2004 - J. M. Coetzee, Afrîkaya Başûr.  Xwediyê Nobelê ya Wêjeyê 2003 - Mario Vargas Llosa, Perû.  Xwediyê Nobelê ya Wêjeyê 2010 - Wole Soyinka, Nîjerya.  Xwediyê Nobelê di Wêjeyê de 1986

Carol W. Greider, Dewletên Yekbûyî.  Xwediyê Nobelê ya Tibê 2009 - Edmond H. Fischer, Swîsre / DY  Xwediyê Xelata Nobelê ya Tibê 1992 - Eric R. Kandel, Avusturya.  Xwediyê Xelata Nobelê ya Tibê 2000 - Erwin Neher, Almanya.  Xwediyê Xelata Nobelê ya Tibê1991 - J. Robin Warren, Avusturalya.  Xwediyê Nobelê ya Tibê 2005 - Jack W. Szostak, Brîtanya Mezin.  Xwediyê Xelata Nobelê ya Tibê 2009 - Leland H. Hartwell, Dewletên Yekbûyî.  Xwediyê Xelata Nobelê ya Tibê 2001 - Louis J. Ignarro, Dewletên Yekbûyî.  Xwediyê Nobelê ya Tibê 1998 - Sir Richard J. Roberts, Brîtanya Mezin.  Xwediyê Nobelê ya Tibê 1993 - Sydney Brenner, Afrîkaya Başûr.  Xwediyê Xelata Nobelê ya Tibê 2002 - Thomas C. Sudhof, Almanya / DY  Xwediyê Xelata Nobelê ya Tibê 2013 - Tim Hunt, Brîtanya Mezin.  Xwediyê Nobelê ya Tibê 2001 - Torsten N. Wiesel, Swêd.  Xwediyê Nobelê ya Tibê 1981.

Anthony J. Leggett, Brîtanya Mezin.  Xwediyê Nobelê ya Fîzîkê 2003 –Gerard Morou, Fransa.  Xwediyê Nobelê ya Fîzîkê 2018 - Kip Stephen Thorne, Dewletên Yekbûyî.  Xwediyê Xelata Nobelê ya Fîzîkê 2017 - Sheldon Glashow, Dewletên Yekbûyî.  Xwediyê Nobelê ya Fîzîkê1979 - Steven Weinberg, Dewletên Yekbûyî.  Xwediyê Nobelê ya Fîzîkê 1979 ji hêla William D. Phillips, Dewletên Yekbûyî.  Xwediyê Nobelê ya Fîzîkê 1997.




#Article 68: Mistefa Barzanî (264 words)


Mela Mistefa Barzanî (z. 14 adara 1903 li gundê Barzan (Mêrgesor) − m. 1 adara 1979 li Washington D.C), general û rêberê mezin ê kurd e û damezrînerê Partiya Demokrat a Kurdistanê'ê ye.

Barzanî, di 14ê adara sala 1903'yan de li gundê Barzan ji dayik bûye. Di 1905an de bi dayika xwe re, ji aliyê osmaniyan ve tê zîndankirin. Di 1914'an de birayê wî tê kuştin. Barzanî di 1931ê de, bi çalakiyên xwe yên li hemberî dijmin derket pêş dema beşdarî kirî di gel brayê xwe yê mezin Şêx Ehmedê Barzanî di rêberiya şoreşa kurdî da dijî rejîma badşahê Îraqê ji bo bidestveanîna mafên milletê kurd. Şoreşa ko li sala 1935an hatiye vemirandin û Barzanî hatiye nefî kirin bû bajarê Silêmaniyê. Li sala 1942an Barzanî ji cihê nefiya xwe refiya û ji nû ve dest bi xebatê kir. Di 1943an de li mentîqeya Barzan li hemberî dijmin şer bilind kir. Piştî 1945an, diçe Mehabadê û beşdarî di damezrandina Komara Kurdî ya Mehabadê diket û wek wezîrê çenkê tê destnîşankirin. Bi ketina Komara Mehabadê derbasî Sovyetê dibe. Mistefa Barzanî di sala 1958an de vedigere Başûrê Kurdistanê. Di sala 1961an de heta xudmuxtariya 1970'yî, şerê wî yê li hemberî rejîma Îraqê berdewam kir.

Di 1975an de, bi peymana Cezayîrê, tevgera kurd a li wir têk çû. Barzanî, ji ber nexweşiya xwe derbasî Amerîkayê dibe û li wir di 1ê adara sala 1979an de diçe rehmetê.

Mela Mistefayê Barzanî li Barzanê hat veşartin.

Mela Mistefayê Barzanî bavê 10 kuran e. Sabîr, Luqman, Ubêdullah, Îdrîs, Mesûd, Sîdad, Nîhad, Dilşad, Sîhad û Wecîh navê kurê Mela Mistefayê Barzanî ne.




#Article 69: Mesûd Barzanî (1170 words)


Mesûd Barzanî (jdb. 16ê tebaxa 1946an, li Mehabadê, Rojhilatê Kurdistanê) ramyarê kurd û serokê PDKê ye.

Mesûdê kurê Mela Mistefa Barzanî di 16ê tebaxa 1946'an de li bajarê Mehabadê li Kurdistana Îranê, li jêr alaya Kurdistanê û li roja damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê ji dayik bûye. Li serdema temena kurt ya Komara Kurdistanê li Mehabadê ku yekemîn giyana serbixwe ya kurdî bûye.

Piştî rûxana Komara Kurdistanê di sala 1947'an de, binemaleya Mesud Barzanî li gel komek li pêşmergeyan û binemala wan naçar bûn vegerin Kurdistana Iraqê û paşê li aliyê rejîma Iraqê ve hemû bo bajarên xwarê Iraq hatin dûrxistin, bi taybetî Bexda û Besre, lê belê Mela Mistefa Barzanî bavê Mesud Barzanî rêberê şoreşa kurd li gel hevalên xwe berev Yêkîtiya Sovyetê bi rêketin û heta sala 1958'an li wir man.

Mesûd Barzanî bi sedema hokara siyasî û peywendiya bi şoreşa îlonê xwendina navendî temam nekir û Bexdayê bi cîh hişt û li temena 16 sal di sala 1962'an de çek hilgirtiye û çûye rêzê pêşmergeyê Kurdistanê û roleke berbiçavî hebûye li şoreşa kurd ku di 11'a îlona 1961ê de bi rêberiya Mela Mistefa Barzanî destpêkir û heta sala 1975'an berdewam bû. Li jêr rênimayî û piştgîriya bavê xwe têkilî xebata siyasî bûye.

Barzanî jiyana xortaniya xwe terxan kiriye ji bo wan armancên ku Partiya Demokrat a Kurdistanê bilind kiriye, di sala 1961ê de, demokrasî ji bo Iraqê û otonomî û paşê federalîzm ji bo Kurdistanê li çarçêweya Iraqeke demokratîk da, rêzdar xebatekî mezin ji bo vê çareseriya rasteqîne kiriye.

Barzanî li temena bîst salî da bi awayekî rêk û pêk têkilî karûbarê siyasî bûye û di sala 1970'î de beşdarî wê tîma kurdî bûye ku gûftûgoyê li gel Hikûmeta Iraqê, li ser rêkeftina otonomî kiriye. Di sala 1971ê de li dema sazkirina kongreya heşta Partiya Demokrat a Kurdistanê bi sîfeta endamê komîteya navendî ya partiyê hatiye hilbijartin û paşê bûye endamê yedegê mekteba siyasî û erkê berpirsiya dezgeha emnî girtiye stûyê xwe.

Piştî ruxandina şoreşa îlonê li encama rêkkeftinnameya Cezayirê li navbera Şahê Îranê û Hikûmeta Iraqê li sala (1975), bi rênimayiya cenabê Mela Mistefayê bavê, Mesûd Barzanî li gel Îdrîs Barzanî birayê wî û jimareyek li hevalên xwe pêkve helsan bi rêxistina rêzên pêşmerge û damezrandina serkirdayetiya demkî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê ji bo dakokîkirina li kurd û Kurdistan û di 26ê gulana 1976'an şoreşa gulan dest pê kiriye.

Di sala 1976'an heta 1979'an de Mesûd Barzanî li gel bavê xwe li Amerîkayê jiyaye û piştî rûxana rejîma Şahê Îranê, vegeriyaye Îran û heta tertîbata hatina bavê xwe, bo Îran bike lê belê wê roja ku Barzanî 1ê adara 1979'an gihişte Îran, bavê wî li Washington koça dawî kir. Li meha çiriya paşîn a 1979'an, li kongreya nehem a Partiya Demokrat a Kurdistanê bi awayekî demokrasiyane Barzanî Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê hate hilbijartin.

Rola her yek li Mesûd Barzanî û Îdrîs Barzanî yê birayê wî, gelek berbiçav bûye di salên 1980'î heta wekî 1987'an de li damezrandina çendîn bereyên siyasî li Iraq û bi taybetî ku bereyên kurdistanî li çendîn rêxistin û hizbên kurdistanî damezrand.

Barzanî û ji malbata xwe gelek qurbanî li ser kêşeya kurd daye û li dawiya li dayik bûnê heta 12 sal bavê xwe nedîtiye, ku ew li dûrî welat li Yekêtiya Sovyetê dijiya. Sîxurên rejîm sê birayê Barzanî teror kirine 32 kes le endamên malbata wî li gel wan 8000 barzanî bûn ku ji aliyê rejîma Bees ve di sala 1983'an de hatin enfalkirin. Mesûd Barzanî xwedî çendîn hewldanên terorê bûye bi taybetî hewlên terorkirina li Viyana paytexta Nemsayê di 8ê çileya 1979'an. Rejîmê Iraq yek li dawiya yekê (16) çar gundê barzaniyan xera kiriye ku gundê birêze, Barzanî pirtûkekî li ser rola dîroka Mistefa Barzanî bavê xwe li Tevgera Neteweya Kurd li jêr navê Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaziya Kurd ku li sê bergan pêk hatiye nivîsandiye, li gel çendîn gotar û babetên siyasî ku li rojname û kovarên Kurdistanê hatine belav kirin.

Piştî şerê hevpeymaniyan dijî bi Iraq, Barzanî hem ahengî bereya kurdistanî kir û serkirdayetiya raperîna adara 1991ê kurdan kir ku bûye hoya azad kirina beşekî mezinê Kurdistana Iraqê ji deste rejîma Bexdayê.

Di meha nîsana 1991ê de gûftûgo li gel Bexdayê dest pê kir û Barzanî ji bo çendîn mehan serokayetiya şanda kurdî kir ku li hemû hizbên bereya kurdistanî pêk hatibûn. Li gûftugoyan bi hîç encamek negihiştin bi sedema redkirina daxwaziyên kurd ku birîtî bûn li otonomî herêmayetî û demokratîzekirina ji aliyên Iraqê ve.

Her wiha li kongreya 12ê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê di sala 1999'an de Mesûd Barzanî serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê careke din hatiye hilbijartin.

Mesûd Barzanî li salên nohtan û heta weku ji navçûna rejîma Bees, beşdarî çendîn kongre û civînên navdewletî kiriye. Wekî civînên Washington li sala 1992'an û paşê li 1993'an û li kongreya Selahedîn a 1992'an û kongreya Londonê ya îlona 2002'an û kongreya Selahedîn a şubata 2003'an.

Barzanî roleke xwe yê serekî li sercem pêşhatiyên siyasiyê Iraqa nû da hebûye, paşê li damezrandina Encûmena hukimrana Iraqê di 31ê tîrmeha 2003'an, ku têda bûye endam û dawiyê jî bûye serokê encûmenê.

Di 12ê hezîrana 2005'an de Mesûd Barzanî wekî yekemîn serokê herêma Kurdistanê ji aliyê Encûmena Nîştimanî ya Kurdistana Iraqê ve hate hilbijartin.

Mesûd Barzanî li hilbijartinên roja 25ê tîrmaha 2009'an bi rêjeya 70% ê dengan bi destxist û bi awayekî raste rast ji aliyê gelê Kurdistanê ve duyemîn car wekî serokê herêma Kurdistanê hate hilbijartin û li roja 20ê tebaxa 2009'an li beramber Parlemena Kurdistanê sonda yasayî xwar.

Wekî serokê herêmê, li çendîn welatan bi seredanên fermî kiriye û çendîn serokê welat û serokwezîrê van welatan dîtiye, li encama van hevdîtinan de li gel serok George W. Bush serokê Amerîkayê di 25ê cotmeha 2005'an de û Tony Blair serokwezîrê Britanya di 31ê cotmeha 2005'an de û papayê Vatîkanê di 14ê çiriya paşîn a 2005'an de û Silvio Berlusconi serokwezîrê Îtalyayê di 13ê çiriya paşîn a 2005'an de û Abdullah keyê Erebistana Siyûdî di 13ê adara 2007'an de û Abdullah keyê Urdunê di 19ê adara 2007'an de.

Wekî serokê herêmê ji bo geşkirina hevpeymanî li nav hêzên siyasiyên Kurdistanê çend organekî damezrandiye û li herêmê proseya biryardanê baştir kiriye:

A- Li roja 22ê kanûna 2007'an Encûmena Serokayetiya Kurdistanê hate damezrandin ku têda serokê herêmê serpereştiya civînan dike, û cîgirê serokê herêmê Kosret Resul li gel serokê Parlemena Kurdistanê û serokê Hikûmeta Kurdistanê û cîgirên wan û serokê Dîwana Serokayetiya Herêmê.

B - Encûmena bilinda Partiyên siyasiyan, ku kesayetiya yekem a partiyên siyasiyan têda endam in, ku ji van hizbên xwarê ve pêk dihêt: Partiya Demokrat a Kurdistanê, Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê, Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê, Yekgirtiya Îslamî ya Kurdistanê, Komeleya Îslamî ya Kurdistanê.

Serok Barzanî şeydayê xwêndinêye bi taybetî jî hez bi xwêndina pirtûkên dîrokî û siyasî û serbazî dike û her wiha gelek hez ji werzîşê dike.

Mesûd Barzanî sala 1965'an dest bi jiyana hevjîniyê kiriye û xwedî heşt zarokane.

Barzanî şarezayî bi temamiya zimanê kurdî û erebî û farisî ye, her wiha şarezayî zimanê îngilîzî ye û dikare pê biaxive.




#Article 70: Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (125 words)


Kongra Netewî ya Kurdistan KNK di 24'ê Gulana sala 1999an de di civîneke giştîde bi amadebûna 700 nûner û mêvanên Kurd û biyanî li bajarê Amisterdamê Paytexta Holenda, bi navê KNK, Kongra Neteweyiya Kurdistan sazûmanek hatiye avakirin. KNK berpirsiyariya gelê Kurdistanê û hêzên wî yên şoreşger li her Çar aliyê cîhanê dike. KNK, bawer dike ku gelê Kurdistanê bi tevayiyê bavikê wî olî û civakî weke her gelekî dîtirî cîhanê  mafê wî heye ku xwe bi xwe çareser bike. KNK, bawerdike bi rêçên Demokrasî her wekî  ku bername wî diyardike her weha paraztina stiratîciya kar bi riyên aştiyê û hevalîkariya hêz û rêxistinên Kurd ku dixwazin bighine çareke demokrasî jibo pirsa Kurdî di navbera sînorên: Tirkiyê, Îran, Îraq û Sûriyê li gora mercên wî welatî 




#Article 71: Îsmet Şerîf Wanlî (538 words)


Îsmet Şerîf Wanlî (bi nivîsguhêriya fransî, Ismet Cheriff Vanly, 21'ê sermawezê, 1924 - 9'ê sermawezê, 2011 Lozan profesor û siyasetmedarekî kurd bû. Wek Mustafa Nazdar jî tê zanîn .

Profesor Îsmet Şerîf Wanlî, di 21.11.1924'an de li taxa kurdan a bajarê Şamê hatiye dinê. Dê û bavê wî kurd bûn û ew jî li Şamê hatine dinê. Bav û kalên Wanlî, di dawiya sedsala 19'an de ji Bakûrê Kurdistana koçberê Şamê bûne û li wir jiyana xwe domandine. Wî li taxa Kurdan dibistana destpêkê xwendiye. Li ser deriyê vê dibistanê bi nivîsa erebî nivîsiye ku ev dibistan ji aliyê Adîle Xatûn xwîşka Selahedînê Eyûbî daye çêkirin. Wanlî di xortaniya xwe de ji dîrokzaniyê hez kiriye, bi taybetî dîroka kurd. Wî ji werzişê jî hez dikir. Li taxa kurdan, li Şamê tevî çend hevalên xwe yên xort nadiya xortan ya werzişê bi navê Nadî Kurdistan ya Futbolê damezrandiye. Xwandina xwe li Şamê û Lûbnanê pêk anî û dîploma xwe li Suryeyê wergirt. Bekaloriya bi zanînên siyasî, li zanîngeha dadmendî a Frensî wergirtiye û dîsan li Zanîngeha Amerîkî a li Lûbnanê xwendiye. Zimanê feransî, erebî û îngilîzî baş dizanî bû.

Wanlî di salên 1940'an de têkiliyên wî serkirdeyên Komeleya Xoybûn re çêbû. Wî Mîr Celadet Bedirxan-Memduh Selîm, Qedrî Cemîl Paşa û Ekrem Cemîl Paşa, dîsa li Şamê wî Doktor Nûredîn Zaza û Qedrîcan naskirin. Li Beyrût wî Dr. Kamiran Alî Bedirxan naskir û têkilyên xwe pê re xurt kir.

Di 29.11.1948'an de ji bo xwendinê hat Swîsreyê. Li zanîngeha Lozanê huqûq xwend û bawernama doktorayê bi zanîna siyasî anî û li zanîngeha Cenewrê wî bawernama master li ser dîrokzaniyê wergirt. Dû re li zanîngeha Sorbonne li Parisê ew bû mamostayê dîroka Kurdistan û ders dane.

Di destpêka şoreşa Îlonê ya başurê Kurdistanê de bû nûnerê Mela Mistefa Barzanî û ket nav siyasetê. Wanlî komîtek ji bo mafên gelê kurd li derveyê welat sazkir.

Di sala 1956'an de tevî 18 hevalên xwe Komela Xwendekarên Kurd li Ewropa damezrand û ji sala 1958 heta 1962 Wanlî serokatiya vê komeleyê kir. Di sala 1960'an de beşdarê kongreya Xwendekarên Cîhanî bû li Bexdayê ew wek nûnerê xwendekarên Kurd bû.
Wê demê wî Barzanî naskir. Ji bo karên siyasî ew pir caran çû başûr û rojhilatê Kurdistan û têkilî bi şoreşê re danî.

Profesor Wanlî di sala 1970'an de bawernameya xwe ya doktoriyê wergirt, bawernama wî lêkolînek li ser şoreşa başurê Kurdistan bû. Di sala 1985'an bi hin hevalên xwe ve (Yekîtiya Huqûqzanên Kurd li Ewropa) damezrand û serokatiya vê saziyê kir. Wan belavok an jî çara gerdûnî ya mafên gelê Kurd derxist û li Parisê bi zimanê frensî çapkir.

Ji aliyê desthilatdariya leşkerî ya Sûriyê hukmê îdamê ya xeyabî ji bo Mamoste Wanlî derçû.

Piştî şikestina şoreşa başûr di sala 1975'an de, rejima beas ew dewetî Iraqê kir. Lê dema vegere Ewropayê di 7.10.1976'an de hêzên Iraqê hewl dan ku wî bikujin.

Di sala 1995'an bû Serokê Înstîtûta kurdî ji bo Lêkolîn û Zanist li Berlînê. Dîsa wî salî bû endamê Parlemanê Kurdistan li derveyî welat (PKDW). Di sala 1999'an de bû serokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK).

Îsmet Şerîf Wanlî di 9'ê sermaweza 2011'an de li Lozana Swîsreyê çû ser dilovaniya xwe.

Îsmet Șerîf Wanlî zêdetir bi zimanên wek firansizî û îngilizî nivîsandiye. 




#Article 72: Mehname (kovar) (309 words)


Kovara Mehname yekem kovara kurdî ye ku xwerû ango bi tenê li ser Internetê derdikeve. 

Ta niha berhemên bi sedan nivîskarên kurd û biyanî tê de cih girtiye. Kovara Mehname ji sala 1999 ve bi berdewamî her meh derdikeve. 

Kovara Mehname cudahiyê naxe navbera nivîskarên baweriyên wan yên siyasî yan civakî ji hev dûr.

Ya ji Mehnameyê re giring naveroka nivîsên wê ye.

Di Mehnameyê de herî zêde wêjeya spehî tê nivîsîn anku helbest û pexşan di Mehnameyê de serdest in. Lê herwiha nivîsarên li ser mijarên aktuel tê de cih digirin.

Di pişka Weşan de pirtûk û berhemên din yên nû yên bi kurdî tên nasandin û nirxandin. Nûçeyên giring yên çandeyî di bin navê Nûçe de belav dibin.

Mehname di her jimareya xwe de bi kêmî kurteçîrokekê pêşkêşî zarokan dike. Ta niha di gel gelek çîrokên kurdî û yên biyanî, bi dehan kurteçîrokên şîretder yên Aysoposê yewnanî di kovarê de derketine.

Di bin sernavê Gelêrî de Mehname mehane çîrok û stiranên gelêrî yên kurdî diyariyî xwendevanên xwe dike.

Mehname tê dikoşe di her hejmara xwe de cih bide yek yan du-sê e-pirtûkan. Ev pirtûkên elektronîkî berhemên pirr berfire ne û di gelek ji wan de bi sedan rûpel hene.

Kovara Mehname herdem ji weşanên din yên kurdî zêdetir cih daye berhemên wergerrandî. Ta niha berhemên bi dehan - ger ne bi sedan - nivîskarên cîhanî yekem car di Mehnameyê de bi kurdî hatine weşandin.

Di nav van berheman de mirov dikare sê pirtûkên Xelîl Cibranî, dîwanek Hafizê Şîrazî, dîwanek Mewlana Celaledînê Rûmî, pendnameyek Se'diyê Şîrazî, romanek Anton Çexov û şanoyek William Shakespeare jî bibîne.

Sernivîserê Mehnameyê Husein Muhammed e.

Ji bilî sernivîser Husein Muhammedî, gelek kesên din jî bi berdewamî di Mehnameyê de nivisîn.

Ji van kesan Şahînê Bekirê Soreklî ji destpêkê ve tê de nivîsiye. Lokman Polat jî bi salan e bi berdewamî tê de dinivîse.




#Article 73: Înternet (351 words)


Înternet an jî tora toran, toreke kompûteran e. Bi înternetê mera kane têkev nav World Wide Web (kurtenav:www) (kurdî: tora giştî a cihan)

Di cîhanê de, di sala 1995'an de bi awayekî giştî înternet hat bikaranîn û di wê demê de nêzî 11.000 malper hebûn. Niha bi milyonan malper hene.

Niha ji rojnamegeriyê heta teknolojiyê, ji danûstandinan bigirin heta li ser perwerdehiyê, der barê dezgeyên Hikumeta Kurdistana Başûr de bigirin heta li ser turîzma Kurdistanê jî bi hezaran malperên kurdî hene û roj bi roj ev hejmar pirtir dibe û naveroka wan jî dewlemendtir û rengîntir dibe. Înternet belkî di cîhanê de herî pir li feydeya gelê kurd bû. Ger rêjeya bikaranîna înternetê di nav Kurdan de pirtir bibe, ev sûdwergirtin jî dê pirtir bibe. Lewre înternet cihêkî azad e, erzan e û sînoran nas nake. Niştimana kurdan bûye 4 parçe, lê bi saya înternetê ev sînor hinekî be jî radibin. Kurd dikarin kêmasiya ku di rojnamegeriya kurdî de heye bi înternetê ji holê rakin, lê di heman demê de pêwist e ku pêwendiya gelê kurd ji bo bikaranîna înternetê bêhtir be û ji hêsaniya înternetê sûdê werbigirin. Di malperên hin dewletan de jî beşên kurdî vebûne, wekî malpera VOA. Motora lêgerînê ya navdar GOOGLE û DMOZ û di MUSICMOZ de jî beşên kurdî hene. Û berî niha bi demekê Pergala Xebatê Ubuntu bu kirdî derket Windows'ê jî biryar da ku guhartoyên xwe bi kurdî belav bike. Malperên wekî Kerkûk Kurdistan e, ku di demekê pir kurt de ev portal bû serkaniyeke xurt a nûçe û enformasyonê ji bo xwendevanên kurd û biyanî ku her roj (li gora statîstikên Alexa.Com ji 2 hezaran pirtir tîraja wan çêdibe, ango bi hesabekî din her roj li dora 1500 û 2000'an serîlêderên vê malperê xweser hene, ev hejmar jî piraniya tîraja rojname û kovarên kurdî zêdetir e. Tîrajên Malperên Kurdî wekî Pukmedia.com, Peyamner.com, efrin.net.com, amude.com, welateme.com û roj.tv jî li dor vê hejmarê ne. Ji ber ku reklam tune ye organên mediaya kurdî jî nikarin weşana xwe bidomînin. Divê karsazên Kurd edî dev ji cebaniyê berdin û ji bo pêşxistina medyaya kurdî pêşeng bin.




#Article 74: Dadwerî (558 words)


Dad an hiqûq peyvîname nav dû mirov an mirov û dewlet an nav devletê de ya. Bi gelemperî ev gotin, salixkirina wê bi vî rengî tê kirin. Dad, peyname di nav mirov û mirov û an jî mirov û dewlet de, ku bi wê têkilî û hewldan û tevgerên mirov li gor wê têna rastkirin a. Di kurdî de gotina dadê, li ser mafê mirov re tê salixkirin. Cihên ku lê dadgehkirin têkirin jî Qasre Dadê na. Lê gotina dad, bi teybetî di kurdî de, di temenê xwe de, kevneşopîyekê jî ku bi wê re tê ziman dihêne ziman. Kevneşopî, di nava kurdan de, weke rêgezên civatî ên ku li gor wan bi birastî were jîyinê têne ziman. Bi kevneşopiyê re, wateyeka din jî li vê gotinê kirina, ew jî li rastiyê lêgerîn a. Ev gotin kevneşopîk in. 

Di dewletê de, dad, li gelek beşan tê beşkirin. Bi teybetî, di roja me, bi pêşketinên ku dibin û bûna, ev beşkirin, bi awayekî vekirî têna ziman. Minaq, Dada Bazirganiyê, Dada Teybet, Dada Hemdemî an dada Şariştanî Dada Destûrî ku weke dada temenê destûrên bingihên an dewletê ya, Dada Rêvebirinê, Dada teybet a Dewletê Dada Cezakirinê û hwd, ku hê bi gelek qadên din re were ser ziman, dad tê ziman. Lê hemû jî bi hev re, di çerçova dewletê û rêvebbirina wê de di ahangekê de dbin û têne ser ziman. Hevdû tememkirina wan ya di kirinê de, weke xala herî giring ya dadî jî tê dîtin. 

Rêgez û xalên destûrî ên ku bi wan tê cezakirin û rêvebirin, bi destûrî, afirîna wan, bi Felsefe Dadê re xwediyê dîroka xwe ya teybet in. Dad, rêgezên wê wê li ser çi werina afirandin û bilind bibin. Bi teybetî, şeklê jîyane civatê, çand, kevneşopî, dîrok û hwd, weke xalên ku di wê de li berçav têna girtin in. Dad, bi têgihiştin û bîra wê, bi zanîna wê re tê ziman. Di kirinê de bi rêvebirinê re tê dîtin. 

Li gotara Têgehên Hiqûqê‎ meyzêne.

Bi teybetî, sê pergalên dadî ên ku mirov di vir de li ser wan bisekinê hene. Yek, ku jê re Continental-law jî tê gotin û destpêka ji ji dema Roma kevn tê destpêkirin û jê re dada roma jî tê gotin a. bi teybetî, têkiliyên di nava mirovan re rastkirina wan û hwd, li berçav digirê. Li rojava û hwd di meriyetê de ya. Pergala dadî ya duyemin jî ku jê re Dada hevbeş tê gotin ku bi Common-law jî tê nasîn a. Bi teybetî li qitaya Emarîka û li Emarîka ev pergale dadî di pergalê dadî ya dewletê de ya. Pergalê sêyemin jî weke pergalê dadî ya olî û hwd a. Minaq, Dada Şerîatê, ya Îslamê, mirov karê ji vê re weke minaq bide. Lê bi vê re, mirov karê hê pirr pergalên dadî ên civatî bêne ziman. Minaq, dada deronîyê, dada civaknasî û hwd. Hemû pergalên wê jî, li gorî pêşketina xwe rêzgez û xal û destûrên xwe kifş dike. 

Di sadsale me de, pergalaka din ya dadî hat ziman. Ew jî, weke pergale dadî ya Sosyalîst tê zanîn ku di dema yekîtîya sovyet de hebû bû. Di vê pergalê dadî de jî de mirov û mafê wî, di nava mafên civatê ên hevbeş de tê hasibandin. Mafên hevbeş ku herkesek, wekehev tê dîtin û şîrovekirin, di wê de tê ziman.

Li gotara Hiqûqa navneteweyî‎ meyzêne.




#Article 75: Husein Muhammed (464 words)


Husein Muhammed (z. 1ê kanûna pêşîn 1980 li Zaxo, Başûrê Kurdistanê), wergêr, dadnas û nivîskarekî kurd e. Husein Muhammed sala 1980ê li gundekî nêzî Zaxoyê li Başûrê Kurdistanê hatiye dinyayê. Ew ji sala 1994ê ve li Fînlendayê dimîne û niha parêzer e.

Husein Muhammedî berî karê xwe yê dadweriyê ji gelek dezgehên kargêrî (îdarî) yên Fînlendayê re tercimaniya zimanê kurdî (kurmancî û soranî) û zimanê tirkî kiriye. Di wan daîreyan de ew herwiha wek şêwirmendê zimanên Rojhilata Navîn jî (kurdî, tirkî, erebî û farisî) bû.

Husein sala 1995an dest bi nivîsîna bi kurdî kiriye. Ta niha berhemên wî di çendîn kovar û rojnameyan de belav bûne. Ew ji 1999an ve yekemîn kovara kurdî ya xwerû-elektronîkî, Mehnameyê, bi rêya Internetê diweşîne. Tevî ku Husein hem helbest, hem kurteçîrok û hem jî gelek gotar nivîsîne jî, ew herî zêde wek wergêr tê nasîn. Wî berhemine Xelîl Cibran, Anton Çexov, William Shakespeare û gelek ji nivîskarên din ên li hemî cîhanê navdar bi zimanê kurdî arasteyî xwendevanan kirine. Husein herwiha ferhengokek peyvên dadwerî ya kurdî-inglîzî amade kiriye. Niha ew li ser ferhengokek soranî-kurmancî dixebite.

Husein Muhammed ji salan 1999ê ve sernivîserê Kovara Mehname ye. Ji bilî Mehnameyê, ew di heman demê de li ser gelek projeyên çandeyî, wêjeyî û zimannasî dixebite.

H. Muhammed yek ji çalaktirîn avakerê Wîkîferhengê ye ku yekem ferhenga kurmancî - kurmancî ya berdest e. Ferhenga din ya ku Husein Muhammed amade dike ferhengek soranî - kurmancî ye ku ta niha ji tîpa A ta ya P hazir e.

Yek ji xebatên wî yên giring jî amadekirina rêzimanek hevbeş ya kurmancî - soranî ye wek pêşniyar bo danîna bingehekî bo zimanek yekgirtî yê kurdî.

Husein Muhammed bi berdewamî klasîkên cîhanî li zimanê kurdî werdigerîne.

Kanîzar kovareke zimanî û zimannasiyê bû. Nivîskarên kovarê hem lêkolînên zanistî yên li ser zimanê kurdî û zimannasiya giştî bi kurdî belav kirin û hem jî dîtin û nêrînên kurttir li ser awayê rastnivîsîna kurdî weşandin. Gelek gotarên zimannasiyê yên Husein Muhammed tê de hatine weşandin.

Li gorî nivîskarên redaksyona kovarê armanca wan ev bû: Armanca kovara me ne tenê zimannasên gihiştî û pîşedar in lê hemû bikaranînerên zimanê kurdî ne: nivîskar, rojnamevan, xwandekarên zimanê kurdî, xwandevanên berhemên kurdî û hwd. Mijara Kanîzarê ziman û zimannasî ye lê sîngê me vekirî û berê me li dûr e: em ê lêkolînên zimannasî belav bikin lê em ê herwiha xwandevanên xwe bigihîn devok û zaravayên cuda, em ê wan ji berhemên hêjayî yên bi kurdî yan li ser kurdî nivîsandî agadar bikin.

Bloga Husein Muhammed a bi navê Zimannas ji sala 2015an pê de berdewam e.

Ji bilî wergerên xwe, Husein Muhammed belkî herî baş bi pendên anku aforîzmayên xwe têt nasîn. Wî ev pend di rojnivîskên xwe de nivîsîne û paşî ew di Kovara Mehname û derin din de belav kirine.




#Article 76: Zaxo (1769 words)


Zaxo (bi suryanî: ܙܟܘ ) qeza û bajarekî Başûrê Kurdistanê ye û bi bernavên xwe Zaxoka Delal an Zaxoka Rengîn an jî Bûka Behdînan navdar e, Zaxo Bajarekî Mezine lê Bi Hinjeta Kû Dikeve Ser Sinorê Dewlet Heya Niha Ne Bûye Parêzgeh

Du teorî li ser peydabûna navê Zaxoyê hene:

Zaxoyî devoka xwe wek şêweyek ji şêweyên devoka behdînî dihesibînin ku li Duhokê û bajarrên din jî yên behdînîaxêv yên Başûrê Kurdistanê têt axiftin. Lê di rastiyê de devoka Zaxoyê zêdetir nêzîkî devoka botî ye ku li Cizîrê û derdorên wê serdest e.

Zaxo, yek ji qezayên Herêma Kurdistanê ye û dihête hijmartin yek ji dergehên welatî. Navenda qezayê bajêrê Zaxo ye, ku dikeve başur-xoravayê deşta Sindiya ya navdar bi axa xwe ya bi bereket. Zaxo bajêrekî cuwan e, bi ava xwe ya zelal û hewayê xweş dihêt nas kirin. Ava Xabûrî di nîva bajêrî de diburit, di nav bajarî de dibite du çek, û bajêrî dikit du qet û hinek ji bajêrî weke giravekê di nav xwe de digire. Li ser rûbarê Xabîrî, ji aliyê xorhelatê ve pirek ji keviran hatiye avakirin, ku dibêjinê Pira Delal, tê texmînkirin ku li ser demê Mîrgeha Behdînan hatiye nijinandin, welê dîrokzan dîroka avakirina wê pirê vedigerînin bû serdemên kevnar.

Mêjûvan pêk ne hatîne li ser dîroka navê bajarî, gelek gotin li ser vê meselê hene, di hindek pirtûkên aramiyan de navê bajarî hatiye gotin û dibêjin ya qetbiye ji tîpa Zaxota ew a ramana serkevtin didît, ew hizir dikin ko ev nave ji şerek navbera romî û farisan li dorên vê deverê çêbibû û  bi serkeftina Roma bi dawî hatibû, ji ber vê çende navê vê deverê bûye Zaxota yan Serkeftin.

Di gotinekî din de, dibêjin navê Zaxo ji tipa kurdî Zê-XûN yan Xabûrê Xûnê hatiye, dibêjin ko ev nave jî, ji şerek li deverê qewmî bû û di wî şerî de gelek xûn hatbû riştin. Ev gotine nîzîktir e bû gotina yekem û çêdibe ew şerê di navbera romî û farisan de bit. Gotina siyê dibêjit, ko navê Zaxo ji vê tîpê hatiye Zê yan Xabîr û Xowek yan ew devera wek nihala ne û av lê disekine. Herçewa bit navê Zaxo li gelek stiran û qesîdên kevin de hatîye vegotin, bû nimûne Zaxoka Delal.

Dîroka bajêrî bi duristî ne hatîye danan, belê Mîr Celadet Bedirxan dibêje, ku bajêrê Zaxo bajêrkekî giring bû li ser demê kutiyan, ya giring ew e ko sabitekî yewnanî Zînfon li sala 104 berî zayìnê di bajêrî re buriye wekî ew zivirî bû welatê xwe û wî behsê Xelkê deverê kiriye.
 
Bajarê Zaxo hatîye berfireh kirin li wî cihî ew cihê bajêrê Hisêniya lê, ew a behsê wê li gelek pirtûkan de hatiye kirin û ereban navê Xabîrî kirbûn Xabîrê Hisêniya û heta nihe taxek bi navê Hisênîkê heye.

Dîrokzanê kurd Bedirxanê Bidlîsî gotîye, ku bajêrê Zaxo digehite Mîrgeha Behdînan li ser demê Mîr Hesen Beg Korê Mîr Seyfedîn û yekemîn mîr li ser hatîye danan ji layê wan ve li sala 98h. Yek ji wan kinîseyekî cihûyan li Zaxoyê ava kiribû û niha şûnwarên wê diyar in.

Karê xelkê bajarî li ser çandinê ye bi taybetî jî çandina zivistanê wekî ceh, genim, noka, baqil û fêqiyên rengareng. Herwesa çandina havînê wek bacan, birinc û tûtin û hemî curên keskatiyê. Devera Zaxo bi nav û deng e bi darên spîndaran, gûzan û hinaran. Egera vê çendê ew e, ku Zaxo avekî zelal, û axekî ter û bi bereket heye.

Wek me gotî ku Zaxo dergehekî giring e bû derveyî cîhanê, ji ber vê çendê bûye melbendenkî giring yê bazirganî, gelek gencên bajarî bûne tacir herwesa gelek kompaniyên tîcarî lê hatine danan.

Li Zaxoyê gelek şûnwarên dîrokî hene, rêveberiya şûnwaran li Duhokê dorê 51 cihên şûnwarî li Zaxoyê nivîsîne, yên giring ev in:

Kelha Zaxoyê dikevit li nîva bajarî li layê xoravayê Xabûrî û heta niha ya li ber çav e. Li ser demê Mîrxaneya Behdînan, di demê Mîr Elî Xan de, ev kelhe hate nû kirin û berfireh kirin. Ev kelhe li ser kel û pelên kelhek ji wê kevintir hatiye avakirin û bi berên mezin hatiye avakirin û heta nihe li ber çav e.

Kelha Qubad Paşa, ew qube dikevit di Mezarxaneya Zaxoyê de, ew qube şeş kojî ye û şeş pencer hene û dergehek ji fixarî hatiye avakirin û çend nexşek li ser dîwarên wê hene.

Şûnwarên Kêste bajêrek gelek kevin e, mêjûya wê diçe ser demê aşûriyan û gelek kel û pelên aşûrî û yewnanî û îslamî têde hatine dîtin. Herwesa rehmetî Şemdîn li ser şûnwarên Kêste nivîsîye li govara al-Exaa li nîsana sala 1933'an. Bajêrê Zaxoyê dorê 58 km ji melbendê parêzgehê dûr dikevit û pehnatiya wê 8731 km û sê deverên giring hene:

Devera Rizgarî navenda wê Îbrahîm Xelîl e, wekî dergehê bajêrî dihête hijmartin bû derveyî cîhanê. Li wê derê rêka navneteweyî ya cîhanî bo Tirkiye diburit. Navenda wê dikevit wî cihî ku Xabûr û Hîzil digehin yek û li wê derê Pira Cihanî navbera Kurdistan û Tirkiyeyê de heyî.

Navê wê ji mezarê wê hatiye ew a tirba Îbrahîm Xelîl Pêxember û herwesa dihête hijmartin yek ji havîngehên bajarê Zaxo taybetî û parêzgeha Duhokê bi giştî.

Karê xelkê wê deverê li ser çandinê ye, bi taybetî çandina zivistanê wekî ceh, genim, nok, nîsk û hwd. Herwesa çandina havînê wek bacan û birinc û hemî corên sebzî. Ev devere bi nav û deng e bi bîstanan bi taybetî li gunde Lêhfê bîstanên xox, sêv û zeytûnan yên heyîn. Herwesa bîstanên hinar û hirmîkan yên lê heyîn.

Çîyayên giring li deverê ev in:

Çiyayê Spî yê ji başurê devera Doskiya dihêt û berev rojava diçit û dikevite li başurê deverê. Herweha cada cîhanî di wir de diburit bû Zaxo li Geliyê Spî yan jî geliyê Zaxo. Ew zincîreya dikevit li xoravayê cadê dibêjinê; Dijwar heta Zûrên dikevin hindavî Pêşabîrî li sinorê sê kojî yê sinoran. 

Li vê deverê gelek şûnwarên kevin lê hene û heta niha dorê cihên lê nivîsîn, yên giring eve ne: Kelha Ermiştê, şûnwarên Dêrebînê, Pêşabîrê, şûnwarên Bêtasê, şûnwarên Dornexê û şûnwarên Brahîm Xelîl.

Çiyayê Xamtûr dikeve bakurê deşta Sindiya û bajêrê Zaxo. Ev çiyaye dikeve nêzîk hêla tuxûbê bakur û yek ji bilindtirîn çiyayên vê deverê ye.

Geliyê Hefttenînê ku dikeve xorhelatê zincîreya çiyayê Xamtûrî û her beşeke ji wî çiyayî. 
  
Pehnatiya wê dorê 59 km û hijmara gundên wê dorê 34 gunda ne, hemî hatine xirabkirin. Belê ji layê Hikûmeta Kurdistanê ve careke dî gundên deverê hatine avakirin.

Devera Sindiya dikevit bakur-rojhelata bajêrî, berî niha ev devere li gel devera Guliya yek bû û navê wê devera Sindî-Guliya bû û navenda wê gundê Bêrsivê bû. Belê li sala 1934'an de hatine ji hev vekirin û melbendê wê bû gundê Şeranişê, ya dikevit di nîva devera Sindiya û piştî hîngê melbendê wê bû gundê Derkarê.

Psaxa ji Bakurê Kurdistanê, ji Eruh hatin e. Eslê xwe Garisan in. Silêman Axa Sindi seroke eşira sindiye.

Em di şên erdê deverê bikin du qet û çiyayê Şikêrr e, ku dikeve di nevbera herdu qetan. Ew qeta dikevit aliyê bakur gelek çiya, zûr û nihal lê hene herwesa gele kanî û rûbarok wên lê heyîn wekî:
Şeraniş, Stevlan, Bihêrê, Perex, Behnûne, Qesrok û Hîzil, Kelok, Marsîs û Sindî.

Qetê duwê jî devera deşta Sindiyan, ya bajêrê Zaxo ji aliyê başur ve dikevitê û cadeyek ber bi xorhelatê ve di nav deştê re ji Zaxo diçe bo bajêrokê Batûfa û hevraztir diçe bo nav Berwariya.  

Deşta Sindiya bi bîstanên xwe yên xox, sêv, hirmîk û hinar bi nav û deng e. Herwesa bi genimê xwe û heywanên xwe namdar e. Li aliyên bakurê deverê gelek havîngehên xweş hene taybetî li Şeranişê û çiyayên deverê Nixamtîne ji dar û dirextî, bi taybetî li Şeranişê û geliyê Pisaxa û rêkên Sindiyan. Giringtirîn çiyayên wê, Şikêrre, Hefttenîn, Deriyê Dawetiyan, Hişkal, Serkê Reşûnê, Siwara Stewrê û Xamtûr in. 

Gelek şûnwarên kevin li deverê hene û heta nihe dorê 84 ciha li rêveberiya şûnwara li Duhokê yên nivîsîne û yêt giring eve ne:

Pira Rebenka Bîşok, pira Şêx Ûsiv, kelhên Sinahtê, kelhên geliyê Perexê, kelha Selmanê Sindî û şikefta Stevlanê, Bihêrê û hwd.
  
Pehnatiya wê dorê 135 km û hijmara gundên wê dorê 111 gunda ne, hemî hatine xirabkirin. Li devera Sindiya gelek komelgehên Qesrî hatine avakirin weki Derkar, Bandro, Hîzava, Bêrsivê û gundê Darhozanê.

Navenda wê Batûfa yan Batîfa ye, dikevit aliyê Bakur- Rojhelata Zaxo. Yekemîn car, li sal a 1924 melbendê wê deverê gundê Dêmka bû, dûv de bû gundê Behnûna Guliya, û li vê dawiyê jî bû gundê Batûfa, ya dikevit ser cada navbera melbendê bajêrê Zaxo û devera Berwarî Bala. Navê Batûfan raman a hindê didit, ku pir bi ba û barovên zivistanê li serde dihên.

Em dişên vê deverê jî bikin du qet, qetek di kevit ser sinorê devera Sindiya heta Xabûrî, qetê Dûwê û yê bakur ji vê deverê çîyayî ye, gelek çîyayên bilind û gelek zûr û nihal yên lê 
heyîn û dîsa gelek Kahnî û rûbarok wên heyîn. Ev devere zengîne bi derametê xwe yê zivistanê û havînê û herwesa bi hewayê xwe yê xweşik bi nav û deng e.
                  
Giringtirîn çîyayên wê deverê ev in: çîyayê Nizor ê, Rûs ê, Keşan, Serkê şînî, Behnûne û şabanî.

Giringtirîn rûbarokên wê ev in: royê Zirêzê û Banikê. 

Şûnwarên Kevin yêd heyîn û heta nihe dorê 51 cihan yêd hatîn nivîsîn, yên girin ev in: Kelha şabaniyê, Kelha Keşanê, Kelha Bicwanî, Pira Nizdorê û şûnwarên Krît û Bêgova. Pehnatiya wê dorê 80 km û hijmara gundên wê dorê 47 gundane, hemî hatine xirabkirin.

Devera Zêbarya dikevite alîyê rojavayê bajêrê Zaxo ser bi nahiya Ibrahim Xelîl ve, gelek nêzîkî sinorê Tikiyê ye. 3 gundên zêbariyan li Zaxo hene wekî Tiyan, Hêtiyan, Şinava hene. herweha ev hersê gund di çandinê de şarezane û xodan-şiyanin. berhemên van gundên zêbariyan wekî { hinar , tirî, xiyar , hêjîr } binavûdengin, gundê { şinava } weki cihekê guzarî û cihên seyranan hatiyê naskirin.

Zaxo di warê çandeyî û kulturî û Siyasetê de bajarekî giring e di Kurdistanê de.

Stranbêjên navdar yên Zaxoyê:

Wekî din Mihemed Arif Cizîrî û Tehsîn Taha û Eyşe Şan ji gelek ji jiyana xwe li Zaxoyê borandine.

Helbestvanê navdar yê Zaxoyê Bedirxan Sindî ye. Helbesta wî Ey Felek  hunermendên Kurd Mihemed Şêxoyî û Şivan Perwer kirine stran.

Helbestvanê navdar yê Zaxoyê Naîf Boselî ye. Helbesta wî  Çrîska şureşê geşbî Ji kumatê îru derket û sitrana Wenekin lawê kurd dujmin hêlîna çêkin hunermendên kurd Erdewan Zaxoyî û  şakir akreyî, Kirin stran û hindekên din Navê Pertûka wî ya helbestan jiderdên Awarebonê ye.

Helbestvanê zaxoyê yê herî navdar bi rexneyê mamoste mistefa hisên e

Abdulwahid Zaxoyi== Çend navdarên zaxoye ==

Ali neho Mireki




#Article 77: Kovar (209 words)


Kovar weşana nivîskî ya li gorî demeke diyarkirî ye. Kovarên hefteyî û mehane hene. Kovarên kurdî yên bi nav û deng Hawar, Gelawêj, Nûdem, Nûbûn, Peyv, Kovara W û gelekî din in.

Di warê rûpel û mezinahiyê de her çi qas pîvanek ji bo kovarê tune be jî, li gor armanc û daxwaza rêveçûnê cureyê kovaran diguherin. Kovar her çi qas bi piranî mehane derkevin jî, kovarên heftane, du mehane, sê mehane, şeş mehane û salane jî hene.

Di warê naverokê de kovarên cur bi cur hene: kovarên zanistî, kovarên çand, huner û wêjeyî, kovarên zimanzanî, kovarên civaknasî û hwd gelek in. Tevî ku gelek kovar ji bo teşvîka pêşxistina ziman, wêje, zanist û şaxekî zanistî naveroka xwe amade dikin jî, gelek kovar jî hene ku tu caran ji bo teşvîkê tu nivîsan naweşînin û dema ku nivîsa mirovekî/ê weşandin, ew kes êdî pisporê wê mijarê tê dîtin.

Niha nav welat û derveya welat gelek kovar derdikevin, piraniya wan li Kurdistana Başur. Li Kurdistana Başur zêdeyî 400 kovar hene. Ger Kurdistana Başur derbasî elfebeya latinî be hemû gelê Kurd dikarê ji wan kovarên hêja sûdverbigre. Ên ku li Kurdistana Bakur derdikevin kêşeya wan a aborî û bêxwendewanî heye. Hin beşên wek sînema, şano, teknolojî û hwd de kovar dernakeve.




#Article 78: Antolojiya çîrokên kurdî (pirtûk) (494 words)


Antolojiya çîrokên kurdî berfiretirîn projeya hevgihandina çîrokên hunerî yên kurdî ye. Antolojî du berg e û nêzî 1100 rûpelî ye û tê de çîrokek ji her nêzî 100 çîroknivîsî heye. Çîroka yekem ya vê antolojiyê li nîva sedsala 19ê û yên dawîn jî piştî 2000ê hatine nivîsîn. Ji her çar parçeyên Kurdistanê û ji derveyî welat jî bi pirralî çîroknivîsan cihê xwe di vê şaheserê de girtiye. Ji bilî çîrokan, li ser her nivîskarê/î kurtenasandinek jî heye. Hemî çîrokên antolojiyê bi kurmancî (alfabeya latînî) ne lê gelek ji wan ji alfabeya kurdî-erebî yan kurdî-kirîlî hatine guhastin û herwiha hin jî ji soranî hatine wergerandin.

Çîrokên berhevokê her yek serbixwe ye û belkî qet ti têkiliya wan bi hev re nîne - ji bilî ku ew hemî bi kurdî hatine nivîsîn. Li vir min ne armanc e yek bi yek çîrokên antolojiyê binirxînim lê dixwazim wê bi kurtî û bi giştî binasînim û di hin xalan de binirxînim. 

Antolojî bi pêşgotinek 30-rûpelî dest pê dike. Di vê pêşgotinê de amadekar birêz Firat Cewerî li ser ramana berhevkirina kurteçîrokên kurdî radiweste. Paşî ew yek bi yek basa parçeyên Kurdistanê û rewşa nivîskariya kurdî li wan bi kurtî dike. 

Antolojiya çîrokên kurdî bi çîroka Mele Mehmûdê Beyazîdî Çîroka Mem û Zînê dest pê dike. Ew çîrok li sala 1856ê hatiye nivîsîn. Berhevkerê antolojiyê tê koşiye ku cih bide hemî nivîskarên ji hingê ta niha yek yan pitir çîrok bi kurdî nivîsîne. Di encam de nêzî sed nivîskar û ji her yekî ji wan çîrokek dikeve dest me. 

Armanc ew bûye ku çîrok ji hemî nivîskarên bi kurdî dinivîsin di vê antolojiyê de hebin. Bi taybetî çîroknivîsên Bakurê Kurdistanê baş cihê xwe di vê berhevokê de girtiye. Lê beşên din jî yên Kurdistanê jê bêpar nemane. 20 çîroknivîs ji Başûrê Kurdistanê ne, 12 ji Başûr-Rojavayê welat, 12 ji kurdên Sovyeta berê. Lê çîroknivîsiya Rojhilata Kurdistanê di vê antolojiyê de kêmnasandî dimîne. Herwiha mixabin çîroknivîsên bi dimilî (zazakî) dinivîsin tê de nînin. (Tenê Roşan Lezgîn heye lê jixwe camêr bi kurmancî jî dinivîse.) 

Berhevkirina çîrokên neteweyek xwedî wêjeyek pirralî karek derî hêz û şiyana takekesekî ye. Di rewşa kurdî de ev kar hê jî dijwartir e. Sedemên vê dijwariyê gelek in lê çend ji wan: kurdî bi çendîn zarava û jêrzaravayan hatiye û tê nivîsîn; herî kêm sê alfabe hatine bikaranîn; wêjeya kurdî li çendîn navendên cuda pişkiviye bêyî ku haya wan navendan baş ji hev hebe; ti arşîvxaneyên neteweyî nînin ku hemî, pirranî yan hema beşek mezin ji berhemên wêjeyî yên kurdî di xwe de bihewînin... 

Amadekarê vê antolojiyê birêz Firat Cewerî ji van astengên li pêşiya xwe agadar e. Lê dîsan jî wî xwestiye xwe li vê rêyê biceribîne. Wî nêzî sed çîroknivîsên kurd di nav du bergan de gihandine hev û bi kurmanciyek nûjen ew hemî berdestî xwendevanên niha yên kurmancî kirine. Guman tê de nabînim ku encam dîrokî ye û serbilindiyek mezin e bo wêjeya kurdî û nîşanek geş e ji hêz û hinêra wê. 




#Article 79: PHP-Nuke (671 words)


PHP-Nuke nivîsbariyeke azad ji bo cêkirina siteyên înternetê ye.

Îro di internet da sîstema PHP-Nuke zûtirîn di nav malperan da tê bikaranîn.  Ev sîstem bixwe serbest tê belavkirin. Bi yek pakêtek hatiye pêşkêşkirin.
Xwediyê sîstema PHP-Nuke malpera phpnuke.org e. Ji wir ew tê belavkirin û nûkirin. Versîyonên nû dem bi dem têne belavkirin.

PHP-Nuke bixwe sîstemek serbixwe ye. Ew bi MySQL dixebite û bi PHP-MyAdmin tê amadekirin. MySQL bixwe tenê li serverê tê bicîhkirin, jixwe  amadekarê serverê MySQL ewil otomatîk bicîhdike. PHP-MyAdmin bo kontrolkirina naveroka sîstema malperê ye. PHP-Nuke tenê bixwe sîstem e, têda nivîs û pel nayne parastin. Naveroka malperê ango sîstemê di pela SQL da li ser PHP-MyAdmin tê parastin û nivîsandin.  Emê zêdetir li cîhek din li ser MySQL û PHP-MyAdmin bisekinin.

PHP-Nuke bixwe bi pakêtek yekgirt tê belavkirin, lê belê, pakêtên din jî hene. Ew jî li ser bîngeha zimanê PHP’ê hatine nivîsandin, lê xweser in û tiştên cûda pêşkêş dikin. Li aliyek din jî, bo PHP-Nuke, tu çi bixwazî pêvebike, dîsa tu dikarî bidestbixe. Me ewil got, PHP-Nuke bixwe sîstema bingehîn e, lê bo wê sîstemê zêdetir “pakêtên” din hene.
Bo mînak, di PHP-Nuke da forumek bîngehîn heye, lê eKart têda tune. Lê tu dikarî eKart pêvebike.

Ne derew e, ez bibêjim, tu çi bixwazî, pêşkêş dike. Tenê tu bizanibe lê bigere û bibîne. Îro PHP-Nuke zêdetir bo forum, panel, portal û malperên nûçeyan tê xebitandin. Di PHP-Nuke da xwe “Register-kirin” heye. Tu dikarî bibe endamê malperê û tu dibî xwediyê beşek xwe.

Çend mînak li ser hebûn û nebûnên PHP-Nuke:
Nûçeşandin, Nûçenivîsandin, Beşa Nivîskaran, Beşa Dokûmentan, Beşa Endaman, Arşîv, Beşa Grêdanan, Beşa Programan, Lêgerîn hwd...

SQL INJECTIONS: Ve nivisê bi diqat bixwine!
Di PHPNuke da gelek sql injections hate ditin, hackers bi hawi gelek caran siteyen Kurd hackirin, hatina probeleme ji mainfile.php û ji modula WebLink ê derketiye, ji bo we ku hun bi PHPNuke dixebitin û malpera we bi PHPNuke hatiye çekirin, ji bir mekin! herdem versiyona xwe PHPNuke nû bikin ji bo we hun dikarin bi dakişinin sêr  ê.

PHP-Nuke servîsek bo endamtî heye. Her kesek dikare xwe bi e-maila xwe têda qeyd bike. Tu dibî endamek qeydkirî û tu dikarî malperê ra aktîf kar bike. Wek bikarhênerek, tu dikarî di foruman da bi navê xwe binivîsî, li ser nûçeyan nêrîna xwe binivîse û dengê xwe bide. Li aliyek din jî, tu dikarî bi endamên din ra serbest mijûl bibe, mesajan binivîse û pê ra “Chat” jî bike.

Xwediyê malperê dikare sîsteme her roj nû bike, nûçeşandin jixwe ji ser malperê dibe. Wênepêvekirin dîsa ji FTP jî dibe û li ser malperê jî rê bo şandinê heye, tenê, li vir hinek “Script” pêwist in, ew jî jixwe serbest di internet da têne belavkirin. Xwediyê malperê dikare malpera xwe bêtirs ji êrîşkaran jî biparêze, her roj û her hefte “BackUp” ava bike û naveroka malpera xwe veşêre. Birêvebirina malperê di destê “te” da ye, lê tu dikarî hevalan jî tevlî karê xwe bike.

Sîstema pakêta PHP-Nuke ji du aliyên taybet hatiye avakirin. Yek modûl in ango servîsên malperê ne û yek jî blok, ev jî li ser malperê wan servîsan rava dike. Modûl bixwe nayne dîtin, lê blok li aliyê çep û rast têne xuyakirin. Modûlên malperê jixwe sîstema malperê ne, lê belê, blok tenê jixwe grêdayê modûlan in, tenê pêşkêşkarê modûlan in.

Bo mînak: /modules/Your_Account
Ev modûlek e û bo beşa endaman e. Jixwe cîhê bikarhênerê ye jî.

Bo mînak: blocks/block-Login.php
Ev dibe blokek. Ev bixwe li ser malperê cîhek rava dike, ji wir tu dikarî xwe di malperê da qeyd bike yan jî bi navê xwe têkeve ser malperê.

PHP-Nuke bixwe bi zimanê “English” hatiye pêşkêşkirin. Lê têda niha wek zimanên din “Kurdish” jî heye. Pakêta zimanê kurdî tenê bo sîstema bingehîn hatiye amadekirin. Jixwe, ev sîstema ewil e, zêdetir tu modûl û blokan pêvebike, jixwe ji bo wan cûda pela ziman tê avakirin. Niha pakêta zimanê kurdî bo sîstema PHP-Nuke heye û têda bo foruma phpBB2 jî heye. Her du bi hev ra hatine grêdan.

E-pirtûkek ser PHP-Nuke bi kurdî heye.




#Article 80: Şahînê Bekirê Soreklî (337 words)


Şahînê Bekirê Soreklî, nivîskar û rojnamevanek kurd e ku niha li Sydney, Awistralya dijî. Ew di sala 1946 an de li gundê Mezrê li devera Kobaniyê li welatê Sûrya (Kurdistana binxetê) hate dinê. Di sala 1968 ê li welatê Australya yê bi cih bû, û li Zanîngeha Maquireyê wane xwend.  Ji sala 1978 vir de, li wezareta perwerdeya dewleta New South Wales (Walesa Başûrê Nû) dixebte. Di sala 1979 de, bû be serokê yekemîn rêkxistiya Kurd li Awistralya û ji bo şeş salan ew rêkxistiyê bi rêve bir. Di nav salên 1982-1983 an de, bernameyek radyoyî ya hefteyî bi zimanê kurdî li ser radyoya 2SER FM diweşand. Ji sala 1985 vir de, birêveberê pişka Kurdiya Radyo ya SBS (Servîsa Weşanên Taybet) ya Awistralya ye. Heta niha gelek Kurte çîrok, gotar û helbestên wî li rojname û govarên kurdî de hatine weşandin.

Nivîskariya Şahîn di salên 1970yan de li Sydney dest pê kir. Yekemîn nivîsar û gotarên wî bi zimanê înglizî bûn. Dû re çend berhemên bi E’rebî û Almanî jî nivîsandin. Dawiya salên 70yan rojname, kovar û pirtûkine bi zimanê kurdî ji Ewropayê gihîştin wî. Bi encama xwendina wan û bandora wêjeya almanî li wî, dil xwazt bi kurdî binivîsîne (wek ew dibêje), bi taybetî dema wî çîrokên ligor asta demê û zimanên din di nav yên Kurmancî de nedîtin, lê kêşeya li pêş ew bû ku wî bi zimanê makî perwerde nedîtibû wek her kurdekî; divabû xwe fêrî rêzimaniya Kurmancî bike. Şahîn çend berhemên gramera Kurmancî ji dostan bi dest xistin, yek ji wan ji hinek jimarên HAWARê pêk dihat, ji birêz  Hemreş Reşo li Almanya. Şahîn xwe bi dirêjiya mehan, her ku fersend hebû, da ber xwefêrkirina rêzimaniya Kurmancî û xwendina berhemên di dest de hebûn. Zanibûna bi rêzimaniyên Înglizî, Almanî û E’rebî meraqa li rêzimaniya Kurmancî û rastnivîsê li nik wî zêdetir kir.

Berhemên wî yên destpêkê helbest, gotar û kurtechîrok bûn. Ji berhemên çîrokî wî di nav hefteyên dawîn yên sala 2018 de beşên ji naveroka 39an danîn ser malpera xwe ya  Facebookê. 




#Article 81: Cibran Xelîl Cibran (200 words)


Cibran Xelîl Cibran an Khalil Gibran an jî Kahlil Gibran (z. 6ê kanûna paşîn, 1883 - m . 10ê nîsanê, 1931) nivîskarekî libnanî-amerîkî yê bi nav û deng e.

Cibran li nav darên selwiyê li Bişarêya Libnanê hat cîhanê. Wî li wir dest bi xwendekariya xwe kir lê di 12-saliya xwe de - sala 1895an - koçî Bostona Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê kir.

Di 14-saliya xwe de ew bi tenê vegerî Libnanê daku xwendekariya xwe li Medreset el-Hikmetê kuta bike. Li wir zimanê spehî yê helbestên wî, ku tê de çanda erebî û bandora rojavayî digihin hev, teşe da. Wî du caran li Parîsê nîgarkêşî xwend, dû re vegerî Bostonê û paşî çû New Yorkê û ta mirina xwe li wir ma.

Cibran ji aliyê bi mîlyonan kesên bi erebî diaxivin, tê naskirin û navûdengê wî ji Rojhilatê Nêz heta deverên dûr belavbûye. Helbestên wî zêdetirî 20 zimanan hatiye wergerandin û tabloyên wî li bajarên herî mezin yê cîhanê hatine nîşandan.

Li dema jîna xwe ew herî zêde wek nîgarkêşek portreyan dihat nasîn û ecibandin û gelek pêşangeh ji bo nîgarên wî li çar hêlên cîhanê hatine lidarxistin. Cibran herwiha gelek ji pirtûkên xwe yên helbestane bi nîgarên xwe neqişandine.




#Article 82: Partiya Demokrat a Kurdistanê (118 words)


Partiya Demokrat a Kurdistanê di 16ê tebaxa 1946an de ji aliyê Mele Mistefa Barzanî ve hat damezrandin. Cîgirê partiyê Şêx Letîf Şêx Mehmûd bû. Sekretere giştî Hemze Ebdula bû. Li destpêka sala 1947ê Îbrahîm Ehmed jî tevlî partiyê bû.

Di hilbijartina sala 1954ê li gel Partiya Komûnîst ya Iraqê xebitîn.

Îro serokê  PDKê kurê Mele Mistefa Barzanî Mesûd Barzanî ye. Mesûd Barzanî ji bilî serokatiya PDKê serokê Herêma Kurdistanê ye. PDK li Kurdistana başûr û Îraqê jî kar dike. Bingehên serekî yên PDKê li Hewlêr û Dihokê ne. PDK yek ji mezintirîn partiyên Kurdistana başûr e û bi pevgihaniya (hevgirtina) YNKê di parlemana başûrê Kurdistanê de hikûmeta herêmê birêve dibe. PDK ji aliyê îdeolojî ve rexistineke sosyal-demokrat e.




#Article 83: Leyla Zana (554 words)


Leyla Zana, di 3ê gulana 1961ê de ji dayika xwe bûye, siyasetmedareka kurd e ku piştî sonda qanûnî li parlamena Tirkiyeyê, bi kurdî axivî û ji ber wê û ji ber bizavên wê siyasî ji bo doza kurdî li Tirkiyeyê ket girtîgehê. Ew sembola berxwedana aştîxwaz ya kurdan li Tirkiyeyê ye. Li sala 1995ê, Parlamena Ewropayê xelata navdar a Saxarov da Leylayê, lê heta sala 2004ê ew ji ber zîndanîbûna xwe neşiya wê xelatê werbigirit.sa

Leyla sala 1961ê, li Farqîna li ser bi Amedê ji dayika xwe bûye. Hêşta 14 salî bûkê li Mehdiyê Zana re hat mehîr kirin. Mehdî serokê şaredariya Amedê bû û bîst salan ji Leylayê kaltir bû. Piştî ku Mehdî li sala 1980ê de ji aliyê dewleta Tirkan ve hat zindanî kirin, Leyla bi awayekî çalak tevlî siyasetê bû. Ew li sala 1988ê ji aliyê dewletê ve hat binçav kirin û êşkencedan.

Di hilbijartinên sala 1991ê da, ji lîsta SHPê wekî parlamenter ket Meclîsa Mezin a Newengeran a Tirkiyeyê. Li dema sondxwarinê da, li civakê, rengê kesk, sor û zêr li pora xwe girê dabûn û bi kurdî got ku: Dê ji bo bi hev re jiyana demokratîka gelên tirk û kurd bixebitit. Ji ber vê yekê di civaka Tirkiyeyê de tevlîhevî derket û parlementerên neteweperest bi gotinên wekî  cudatîxwaz ,  terorîst ,  wê bavêjin zindanê   êrîş bîrin li ser Leyla Zanayê.

Leyla Zana, Selîm Sadak, Orhan Dogan û Hatip Dicle li sala 1994an Partiya Demokrasiyê, DEP saz kir. Ev partî li 2ê adara 1994ê hat berbend kirin û bêritiya parlementerên DEPê ji ser wan hat rakirin. Meclîsa Mezin a Newengeran a Tirkiyeyê
ev bîryara xwe bi şahiyekê pîroz kir.

Dozger ji ber sondxwarina wê û mafparêziya wê ji bo gelê kurd berdarî jê re xwest. Li dawiya dozê, ji ber îxaneta li welêt, 15 salan cizayê zindanê xwar. Paşê 2 salên dî ciza tevilî vî cizayî hatin kirin.

Li xêve ango hezîrana sala 2002ê Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê Tirkiye ji ber doza nedadwer bi 50.000 Euroyan ciza kir.

Li 21ê nîsana 2004ê, DGM ya bi hejmara 1ê ya Ankarayê, di doza jinûve darizandina parlamenterên DEPê yên berê Leyla Zana, Hatîb Dîcle, Orhan Dogan û Selîm Sadak da, cardin 15 salan cezayê giran yê hepsê da parlamenteran. Ango, dadgehê biryara sala 1994ê careka dî erê kir.

Rêkxistiya Lêbihurîna Navneteweyî anku Amnesty International navê Zindaniya Wîjdanê li wê kir. Li xêve anku hezîrana 2004ê ji hepsê hat berdan, lê doza wê xelas nebû.

Li sala 2002ê, filmek bi navê Back to the world anko Vegeriyana li Cîhanê li ser rewşa Leyla Zanayê hat çêkirin.

Li çiriya pêşîn a 2004ê li Brukselê xelata Saxarof wergirt û li parlamentê Ewropayî axaftineka bi zimanê kurdî kir. Xelata ros li Danîmarka sitend. Li 1995ê, Xelata Rafto li Norwêcê wergirt. Li Tirkiyê jî ji aliyê derneka mafen mirova ji xelata aştiye girtiye.

Li sala 2005ê, Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê, 9.000 Euro li ser hisaba dewleta Tirkan dan Leylayê û her yek ji parlamenterên girtî yên dî. Ev biryar ji ber mandelkirina mafên azadiya axivtinê bû.

Leylayê û hevalên wê Bizava Civaka Demokratîk (DTH) damezrand. Li 17ê tebaxa 2005ê Bizava Civaka Demokratîk (DTH) û Partiya Gel a Demokratîk (DEHAP) bûn yek û Partiya Civaka Demokratîk (DTP) damezirand. Anha wî Hilbijartinên giştî yên Tirkiyeyê yên 7ê hezîrana 2015an parlamentera HDP ya Agirî dema 25. çê bûn




#Article 84: Weşanên Aram (201 words)


Weşanxaneya Aramê di sala 1998an de li Stembolê hate damezirandin. Weşanxaneya Aramê ya ku bi du zimanan, bi kurdî û tirkî dest bi weşanê kir heta niha devîdevî 400 pirtûk weşandine. Salên pêşîn ên weşanê, wê kovara dîrok û wêjeyê ya bi navê Vesta weşand. Aramê ji nivîskarên her wekî Noam Chomsky, Immanuel Wallerstein, Michel Albert, Moliere, ku di serdema xwe de çawa hatin xwendin û îro jî bi eleqeyeke zêde têne xwendin, gelek pirtûk bo tirkî û kurdî dane wergerandin û weşandin. Di demên dameziranê de, ji neamadebûnê û kêmasiyên tora çap, belavkarî û pirtûkfiroşiyê, qedexeyên li ser weşanên muxalif û cezayên hepsê, Aramê navbirrîyeke kurt da qonaxa weşangeriyê. Lê îro Aram xwediyê arşîveke dewlemend e ku di nava xwe de pirtûkên lêkolîn, dîrok, wêje, helbest, bîrhatî, roman û şanoyê dihewîne. Serekîtirîn damezirînerên Weşanxaneya Aramê yên ku taybetî jî bi pirtûkên xwe yên li ser bîrhatiyan, dîrokê û lêkolînan eleqeyeke mezin dîtine yên li bendîxaneyan in.

Weşanxaneya Aramê sê şaxên xwe yên pirtûkxaneyî li Wan, Amed û Stembolê hene. Aram bi hewildana bo nûnerîya bîra civakî, polîtîk, kolektîf û rewşenbîrî, bi şîara “Aram ronahî ye!”, li cîhana weşangerîyê bi weşangeriya xwe berdewam e.

Bnr: Listeya weşanên ku bi kurdî diweşînin




#Article 85: SQL (270 words)


SQL (bi îngilîzî Structured Query Language) tê maneya Zimanê Pirsa Binyadkirî, bi îngilîzî bi piranî wek Sequel dixwînin, lê bilêvkirina bi kurdî wek ess-ku-ell an jî se-ku-le ye. Dîroka SQL'ê di sala 1967'an de bi IBM Research we destpê bûye, di sala 1979'an de ji Oracle Corporation ji bo pêşvebirina taybetî berfireh kiriye.

Komiteyeke ANSI'yê (American National Standards Institute) SQL wek standarda ji bo zimane RDBMS'ê (Relational Database Management Systems) qebûl kiriye.

Niha SQL çar aliye dinyayê têpekanin û bûye standarda ji bo komputerên mezin, komputerên biçûk û PC'yan, di paşerojê de databasa bi dBase dihat meşandin, lê îroj cihê xwe bi piranî li Ms.Access hiştîye.

Databas, agahî û înformasyonên bi rezanî di tabela de hevre girêdayî. Databas înformasyona ku meriv lê digere peyde bike. Herçawa hemî înformasyon di nav databasê de ji be nebese. Çawa meriv dikaribe van înformasyonan peyde bike, li vir SQL derdikeve holê. Bikaranîna SQL'ê meriv dikare înformasyonê di databasê de paqij û vala bike (delete), nû bike (update) û serrast bike (insert). hammel

Bo mînak, malperek heye û mirov li ser e-froşê (e-business) vekiriye, gelek nimûne hene. Mirov bi çi şiklî rêzaneke sîstematîk ava biki? Xebateke gelek mezin bendî bikarhêner ye, divê mirov van nimûneyên xwe li gor kategoriyan veqetîne û divê vana bi hevre girê bide, wekî nimûne: Muzîka Kurdî -- Şivan Perwer -- Kî ne em -- Biha. Ji bo vê xebatê meriv SQL'ê bikar tîne.

Her çawa bikaranîna MySQL'ê ne hêsan be jî, bikarhêner dikare pratîkan li ser bike, wekî din MySQL databaseke xurt e. Bi piranî bo PHP tê pêkanîn. Wekî din, malpera Kurdmcse bi alikariya PHP û MySQL'ê hatiye damezerandin.




#Article 86: PHP (834 words)


PHP, an jî bi navê xwe yê fermî PHP: Hypertext Preprocessor (PHP: Pêşxebatkarê Hipernivîs), di nav HTML'ê de dikare were nixumandin. Mirov dikare bi alîkariya wê kod ên ku ji aliyê pêşkêşker ve tên xebitantin binivîse. Zimanekî bi tevahî kod ên eşkere bi kar tîne ye. Wate, ji bo çêkirina naverokeke çalak mirov dikare vî zimanê bernamekariyê bi kar bîne.

PHP zimanek ji zimanên bernamekirina webê ye. Her wiha, cihê ku herî pir lê tê bikaranîn jî web a herî mezin, ango înternet e. Di înternetê de daneyên rûpelan, bi bikaranîna protokolên belî ji deriyekî komputerê dihere yê din.
 
Ev çûn, an jî ev birin, li ser bingeha TCP/IP pêk tê. HTTP (Hyper Text Transfer Protokol) jî dibe pûl a li ser vê nameyê. 

Dema tu dixwazî www.malperamin.com vekî, komputera te ji pêşkêşkera ku wê rûpelê pêşkêş dike re nameyekê dişîne, wekî daxwaz. Ev daxwaz ji aliyê pêşkêşker ve tê bersivandin. Ji danûstandinê re bi kinasî wiha tê gotin daxwaz-bersiv. 
 
PHP wekî Linuxê xwedî zagonên Pergala Vekirî ye. Ango bi van zagonan ve girêdayî ye. Her kesê ku dixwaze, dikare guhertinan li gor zanebûna xwe lê zêde bike. Lê nikare ji vê guhertinê pereyan qezenc bike. Divê guhertinên xwe ji her kesê ku dixwaze re eşkere jî bike.

Rasmus Lerdorf, di destpêka dîroka înternetê de, wate di wan salên 1990'î de ku hîn înternet nû belav dibû de, ji xwe re li karekî digeriya. Fikirî ku kurtejiyana xwe di rûpelekê de binivîse û dema çû ji bo kar serî li derekê da, vê navnîşanê bide wan. Lê wan deman, bi taybetî jî di tora Unix a zanîngehan de ku pêşkêşkerên web hatibûn sazkirin, çêkirina rûpeleke şexsî ne karekîhêsan bû.

Kî rûpelekê ji xwe re çêke û têxe pêşkêşker, heke roja yekem lê hay nebe jî, roja duyem dê meraq bike bê çend kes ketine malpera wî, çi fikirine û xwestine jê re çi bibêjin. Lerdorf kurtejiyana xwe xist pêşkêşker û wî jî meraq dikir ku çend kes vê kurtejiyana wî dixwînin. Wan salan di hindurê wê de motoreke berhevkar hebû ku yek-du makro fêm dikir. Çend amûrên ku di piraniya malperên şexsî de hene; lênûska mêvanan, hejmarok û hwd tê de cih digirt. Lerdorf di sala 1994an de li ser vê meraqa xwe PHP (Personel Home Page) bi pêş xist.. 
 
Beşeke mezin a vê nivîsbariyê ji zimanê Perl hatibû standin. Navê Personel Home Page (Serûpela Şexsî) lê kiribû. Vê nivîsbariyê gelekî bal kişand û hate bikaranîn.
 
Lerdorf pêvekên ku wekî form daneyên ji serîlêderan hatine berhev dike nivîsî. Navê vê bernameyê bû PHP/FI (Form Interpreter / Şîrovekarê Formê). Hinekan navê PHP2 li vê guhertoya bernameyê kir. Ev nav, tevî ku bername gelekî guherî û bi pêş ket jî demeke dirêj neguherî.
 
Lerdorf di 1993an de motora berhevkar ji nû ve nivîsand. Navê wê bû PHP/FI V2 Vê guhertoyê formên agahiyan ên HTML bi kar dianî. Dema desteka mySQL jî li vê yekê zêde bû, PHP/FI êdî ji dayika xwe bû.
 
Pêşî ji gel re ne vekirî bû. R.Lerdorf fikirî ku ev nivîsbariya ku ji bo xwe amade kiriye ji aliyê kesên zêde webê nasnakin ve jî dikare bi hêsanî were bikaranîn. Di sala 1995an de bi navê Personel Home Page Tools li gel hate vekirin. êdî gelek kesan destek dayê û kod ên wê bi hevkarî bi pêş xistin. Ji lew re bi lez bi pêş de çû.
 
Rasmus Lerdorf di nîvê sala 1995'an de komek ava kir. Di vê komêde Zeev Suraski, Stig bakken, Shane Caraveo û Jim Winstead hebûn. Heta wêdemê PHPê ji Perlê deyndariyeke dewamî dikir. Vê komê PHP ji vî awayî rizgar kir. PHP kirin (Object-Oriented) Berêveyî Bireser. Ew êdî zimanekî bernamekirinê yê bi vî rengî bû. Ev kom ji bo kêrhatinên dîtir li PHPê zêde bike, hey xebitî.
 
Di 1997an de Zeev Suraski û Andi Gutmans motorê berhevkar bi tevahî ji serî de nivîsandin û ji bo PHP V3 bingehek çêbû. Dû re jî PHP V4 ji serî ve hate nivîsandin. PHP Hypertext Processor ji bo serkeftinan amade bû.

Ji bernameyên CGI yên ku bi C û PERL hatine nivîsîn cuda ye. Ji bo jêgirekê ji HTML çêke, di şûna ku komek rêzik were nivîsîn, mirov dikare di navenda kod ên HTML de bi kar bîne. Zimanekî wisa ye ku mirov dikare daneyan di her derê de bixebitîne.

Di navbera wê û JavaScript'ê de (ku zimanek ji zimanên aliyê daxwazker e) cudahiya ku heye, ew e ku xebat di pêşkêşker de pêk tên û ji daxwazkar re tê şandin.

Standina daneyên formê, çêkirina rûpeleke naveroka wê çalak an jî di pêkanîna bicihanîna nasyaran de, her tiştê ku bernameyeke wekî CGI pêk tîne, dikare bîne cih. Di PHP'ê de tişta ku herî pir bal dikişîne jî desteka fireh a ku ji bo karên danegirê dike ye. Çêkirina dokumaneke têkildarî danegirê, bi PHP'ê pir hêsan e. Niha hemû danegirên ku navên wan li jêr hatine nivîsîn tên destekirin:

Digel van jî, PHP bi servîsên din re protokolên wekî IMAP, SNMP, NNTP, POP3 û HTTP bi kar tîne û têkiliyê ava dike.




#Article 87: Kemal Burkay (1027 words)


Kemal Burkay helbestvan û siyasetmedarekî kurd e. Di sala 1937an da li Dêrsimê, qeza Mêzgirê, gundê Dirban ji dayîk bûye.

Bavê wî li dibistanê dersdar bû. Dibistana pêşîn a pênc salî li gundên dorê û li gundê xwe xwend û xilas kir. Piştî wê, di sala 1949an da çû dibistana mamostetiyê bi navê enstîtûyê li Akçedaxê, bajarê Meletiyê. Li wir û li Enstîtûya Dîclê (li Erxenî) xwand û di sala 1955an da xilas kir.

Di sala 1956an da îmtihanên lîsê jî da û li fakulta Huqûqê, li Enqerê qeyd bû. Him li gundan mamostetî kir (du sal li Kurdistanê, gundekî Wanê, salekî jî li gundekî Enqerê) him jî kete îmtihanên huqûqê. Huqûq jî di sala 1960 da xilas kir.

Di sala 1964an da li Xarpêtê (Elezîz) dest bi awûqatiyê kir. Li wir, her usa jî bi navê Çira û bi zimanê tirkî kovareke çandeyî derxist. Ev kovar şeş hejmar derket.

Du sal şûnda buroya xwe bir Dêrsimê. Li wir jî bi navê Ezilenler (Kesên Bindest) rojnameyeke piçûk ya panzdeh rojî derxist. Ew jî 25 hejmar derket.

Di sala 1965an da bû endamê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TİP). Bo avakirina rêxistinên TİP ê li hin bajarên Kurdistanê -Elezîz, Bîngol, Dêrsim û Erzingan- gelek xebat nîşan da. Di sala 1968 bû endamê Komîta Rêvebirinê a Giştî.

Ji ber nivêseke wî li ser pirsa kurdî, ku di sala 1966an da li Kovara Yeni Akış derket, di sala 1966 da hate girtin û çar mehe di hepsê da ma.

Dîsa ji ber kar û barên sîyasî di derheqa wî da gelek dawe vebûn û di navbera salên 1969an û 1971ê da sê caran hat girtin, salekî zêdetir di hepsê da ma. Pişt ra, mecbûr ma ji welat derket; berê çû Libnanê, piştî wê jî çû Ewrûpa. Li der welat du sal ma.

Di sala 1974an da li Tirkiyeyê hikûmat guharî û efû derket, Burkay vegeriya Tirkiyeyê. Tevî hin hevalên xwe Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) sazkir û bû sekriterê partiyê. Partî veşartî bû.

Partiyê di Hezirana sala 1975an de bi navê Özgürlük Yolu (Riya Azadî) dest bi weşana kovareke mehane kir. Ew bi mezinahî di navbera 80-100 rûpel bû. Di destpêkê da her hejmarê wê 5000 heb dihate çapkirin. Piştra zêde bû, giha 10-12 hezarî. Tê da bi xurtî li ser pirsa kurdî dihate sekinandin. Berê tenê tirkî bû. Piştî hejmara 6an tê da kurdî jî cî girt. Burkay di vê kovarê da bi navê xwe û bi navên din ê nivêsand. Riya Azadî li welat 44 hejmar derket.

Di sala 1977an da Partiyê Roja Welat derxist. Rojnameyeke panzdeh rojî bû, nîv nîvê bi kurdî û tirkî bû. Hejmara pêşîn 20 hezar çap bû. Yên din ê her yek 30 hezar bûn. Yek - du hejmarên wê jî 40 hezar çap bûn. Roja Welat, heya ku bi destê hikma leşkerî hate girtin 12 hejmar derket.

Partiyê di van salan da, her usa jî, Weşanxana Riya Azadî vekir û dest bi weşanên pirtûkan kir. Ew pirtûk hinek bi kurdî, hinek bi tirkî bûn; lê li ser dîrok, ziman, çande û civaka kurd bûn.

Lê zilm û zordariyeke giran li ser kovar, rojname û kitêban hebû. Hemû dihatine komkirin û di derheqa nivêskar û berpirsiyarên weşanan da dawe vedibûn. Li dawiyê jî, di sala 1979an da hikma leşkerî (gerandina awarte) ew weşan bi temamî sekinandin. Ji ber êrîşên giran, Burkay û hin hevalên xwe, di sala 1980'yî da mecbûr man derketin der welat. Piştî wê jî partiya wan li welat kar û xebata xwe ajot. Lê ji bo wî êdî rê venebû ku cardin vegere welat. Wî jî karê xwe yê sîyasî û çandeyî li der welat bi rêva bir.

Partiyê li derveyî welat Riya Azadî bi kurdî û tirkî cardin derxist. Riya Azadî, tevî yên berê û tevî sê hejmarên taybet, giha 142 hejmarî.

Burkay, ta ji 17-18 salê xwe dest bi nivêsandinê kirîye. Berê tenê bi tirkî dinivêsand. Wê wextê kovar, rojname û pirtûkên kurdî di dest da tinebûn û wî jî xwandin û nivêsandina kurdî ne dizanibû. Di salên 1960 da li Tirkiyeyê di hin kovaran da -ew jî gelek kêm- nivêsên kurdî xwe nîşan dan û çend pirtûkên kurdî derketin. Burkay piştî sala 1972, ku derkete Ewrûpa dest bi nivêsandina kurdî kir û cara pêşîn di kovara Ronahî da nivêsand. Ew kovar li Almanya bi destê rêxistina Hevra derdiket. Ew jî bû endamê vê komelê.

Dema 1974an da ku vegeriya welat û wî û hevalên xwe Riya Azadî û Roja Welat derxistin, wî jî di van weşanan da bi kurdî jî nivêsand.

Heta niha ji 30 zêdetir pirtûkên wî û bi dehan jî brûşûrên (pirtûkik, yan jî pirtûkên piçûk, bin sed rûpelî) wî çap bûne. Beşek ji wan sîyasî ne, teorîk in, li ser civaka kurd, li ser sosyalîzmê û li ser karê Partiyê ne. Beşekî wan jî (ji bîstî zêdetir) berhemên çandeyî ne.

Di 2003an de ji serokatiya PSK îstîfa kir.

Berhemên Burkay ên çandeyî ku heta niha çap bûne ev in:

Wek Werger:

Hin pirtûkên ku Burkay ji kurdî wergerandine tirkî; yan jî ji zimanên din kirine kurdî ev in:

Hin siêrên wî hatin wergerandin û bi zimanê Îngîlîzî, Almankî, Îtalyanî, Bulgarî, Yewnanî, Erebî û Farisî di kovarên beyanî da yan jî di berhevokan da çap bûn. Berhevokek ji siêrên wî bi navê Helîn bi zimanê Almankî di nav Weşanên KOMKAR da derket.

Kemal Burkay di 30-40 salê derbasbûyî da di gelek kovar û rojnamên tirkî (wek Warlik, Dost, Papîrüs Yarina DoÎru, Yenî Toplum, Sesîmîz) û yên Kurdan derxistine (wek Çira, Yenî Akis, Ezîlenler, Ronahî, Riya Azadî, Roja Nu, Dengê Komkar, ôzgür Gelecek, Deng, Azadî, Ronahî, Hêvî, Roja Teze) yên edebî û sîyasî da û bi gelek navan nivêsandin. Yên heyî da hîn jî dinivêse. Bona vê yekê, bi zimanê kurdî sê - çar kitêben wî ên din jî hene ku bi navên din hatine nivêsandin û niha naxwaze wan aşkere bike...

Çend berhemên wî jî, di demên rev û veşartinan da wenda bûn. Di nav wan da berhevoka sairên Tirk û gelek siêrên Lafonten hebûn, ku wî ew wergerandibûn kurdî û ji bo çapê hazirkiribûn, her usa jî, du pîyesên wî...

Hin pirtûkên wî ên teorîk û yên ku ji nivêsên sîyasî pêk tên jî ev in:




#Article 88: Hozan Serhad (572 words)


Hozan Serhad (navê rastî Süleyman Alpdoğan) (jdb. 24ê tîrmeha 1970 Zêtka, Agirî – m. 22ê tîrmeha 1999 Faraşîn) hunermendekî bi nav û deng û şehîde tekoşîna azadiyê ye.

Silêman Alpdoxan ji du xwîşk û sê birayan ê herî biçûke. Serhad, zarokatî û civanitî xwe li Patnosê derbaz dike; heya dibistana navîn li vir dixwîne. Hîn di 7 saliya xweda bala wî diçe li ser tembûrê.

Di salên 1985-1986an da ku du sal di li ser dest pêk kirina şerê çekdarî ya têkoşîne neteweyî ya Kurdistanê re derbaz dibe, têkoşîn germ û berfireh dibe. Li hemberî vê, şaxa şerê taybet ê Tirkiyê jî vala nasekine û taktîkan diafirîne. Di encama vê yekêda li Tirkiyêyê û Kurdistanê furyaya hozanên zarok dest pêk dike. Bi vî awayî ciwanên dikişînin ber bi vî alîda. Silêman jî wî çaxî ne di zanîna neteweyîdaye û dikeve nav vê bazarê. Ew ji bo ku kasêta xwe ya yekemîn çêdeke û diçe Stembolê û li wir bi navê Murat Esen kasêta bi navê Gulo derdixe. Di heman demêda yek ji wan hozanên biçûk jî Emrahe. Silêman demekê bi Emrah rê li malekê dimîne lê paşê vedigere Patnosê. Ew di sala 1988an da dikeve azmûnê û Konservatuvara Dewletê ya Zanîngeha Ege beşa Muzîka Tirkî qezenc dike. Salên konserwatuwarê ji bo wî dibin salên xwe pirsiyarkirin û li xwe vegerînê. Ew li vir giraniyê dide nîqaşên li ser di rastiya Kurdistanê de divê rasta huner û hunermend çi be .

Li zanîngehê ew û jineke bi navê Yıldız hev û du nas dikin û di 91-êda dizewicîn. Di tîrmeha heman salêda jî her du beşdarî nav refan dibin. Yıldız, ku niha li Girtîgeha Amasyayê ye li Cizîrê tê girtin û 12 sal û 6 mehan cizayê zîndanê lê tê birîn. Silêman jî pêşî diçe Heftanînê ji wir jî derbasî  Akademiya Mahsum Korkmaz  dibe. Ji wir ji ber mamostad bûna wî ya di warê muzîkê da wî dişînin Hunerkomê. Li vir di nav Koma Berxwedan da dixebite.

Li Ewropayê ji bo xebata muzîkê her çiqas derfet hebûn jî wî di got şoreşgerek divê vegere welatê xwe, ev ji bo şoreşger peywireke û wiha di got:  Çavkanîyeke me ya hêja heye. Vegera li ser wê çavkaniyê bi taybetî derxistina çanda Kurdî, peywireke meye. 

Hozan Serhad dixwezên xwe pêk tîne û di sala 1996-anda vedigere ser çavkaniyê. Piştî ku çend mehan li Zapê dimîne, diçe Navenda Çanda Mezopotamyayê ya Hewlêrê. Li vir hema li her deverê Başûrê Kurdistanê beşdarî dawet û şahiyan dibe.

Hozan Serhad ji sala 1998 an pê va bi nerîtîkî di nav şerda cih digire. Di sibata 1999an da beşdarî Konmcivînê 6.emîn a PKK ê dibe. Ew di komcivînê da, ji bo karên Ewropayê tê peywirdarkirin, lê ji ber ku hevanî ku di 9ê Keçêrê dest pêk kirî bû rû dide û Serokê Giştî yê PKK ê wekî dîl tê girtin, dixweze ku çûyîna wî bê li peş xistin. Di komcivînêda her wiha bîryar tê dayîn ku koma Hüseyin Kaytan û kameraman û derhêner Halil Uysal jî herine herêma Botanê. Hozan Serhad jî ji bo kişandina klîban, dixweze bi wan re here.

Hozan Serhad tevahî yekîneya xwe di tîrmeha 1999an da li Elkê, Colemêrgê dikeve kemîna artêşa Tirk. Ew ji komê vediqete lê bi birîndarî dikeve destê dijmin; di vê pêvajoyê da li hemberî zordariya ji bo taybetî li serî radike. Ew Hozan Serhad di roja 10.emîn a dîlketinê da li Faraşînê derdixin operasyonê û Serhed, li wir dikeve nav karwanê pakrewanan.




#Article 89: Cewadê Merwanî (683 words)


Cewad Merwanî hunermendekî kurd e.

Cewad Merwanî di sala 1964an de li gundê Boşat yê girêdayî herêma Farqînê(Silîva) di nava malbateke hunerhez û Kurdperwer de hat dinê. Cewad xwîndina xwe ya destpêk û navemdî li xwîndingehên bajarê Farqînê bi dawî anîn. Piştre ji bo demeke kurt di Zanîngeha Dîclê de fakûlteya perwedeyê ji bo mamostatiyê xwînd. Lê ji ber sedemên siyasî û pirsgirêka Kurdî neçar ma ku dev ji xwîndinê berde. Ji ber ku ew zû pêhesiya ku bi riya zimanê serdest siyaseta asîmîlasiyônê yê di Kurdistanê de bêtir bê meşandin. 

Evîna Cewad ya ji bo muzîka Kurdî di temenê zarokatiyê de bi rêya guhdarkirina radyoyên Êrîvan û Bexdayê zedetir bû. Deng û awazên hunermendên mîna M. Arifê Cizîrî, Meryem Xan, Kawîs Axa, Husêyinê Faro, Hesenê Cizîrî, Nesrîn Şêrwan, Karapêtê Xaço û ...hwd bandorek mezin li ser bilindkirina hestên wî yên hunerî hiştin. Cewad ji bona ku di nava deriya hunera Kurdistanê de xwe hînî melevaniyê bike, bi dilekî xweş beşdariyê di dewat û şahiyên gel de dike. Bavê Cewad (nemir Hecî Mihemed Elî) ku mîna heykeltiraşekî mêimariyê di herêmê de mirovekî hosta û navdar bû, bi çêkirina neqş û heykelên hunerî li ser kevirên kanî, avahiyên olî û der û dîwarên mizgeft û xaniyên taybetî, bi hunera xwe ya neqşnîgariyê ji zarokên xwe dawa dikir ku di qada hunerê de bibin xwediyên hunerekê ku di xizmeta gelê Kurd de be. Cewad di bin teisîra şîretên bavê xwe de hertim xwest ku di qada huner de ber bi pêşve bimeşe. Lê carna desthilatdariya adet û orfên civaka feodalîzimê li ser rêya wan kelem derdixistin û nedihişt ku di vê rê de li gor xwestekên dilê xwe pêş bikevin. Bihara sala 1984an Cewad di pêşbirkîyekê ya ji bo dengxweşên herêmê ku ji aliyê radyoya Diyarbekirê hatibû lidarxistin, bi yekemîn pile hat xelat kirin û demekê jî di radyôya Amedê de xebitî. Piştre bi hevkariya karbidestên radyôyê di konservatora bajarê Izmîrê de mijûlî xwîndinê dibe. Lê ji ber ku ew hertim dixwaze bi zimanê Kurdî bistire, vê siyasetê wek bişavtina hunera gelê xwe dibîne û dev ji dersa konservator û xebata di radyôyê de berdide. Bi vî awayî ji bona ku ji gel û çalakiyên xwe yên hunerî dûr nekeve bi pêkanîna komeke muzîkê( Koma Zembîlfiroş) dest bi xebata xwe ya hunerî kir. Di wan salan de ji ber ku agirê şoreşê li Kurdistanê sal bi sal gortir dibû û zimanê Kurdî jî qedexe bû, Cewad bi cesareteke mezin bi Kurdî distirî. Herwiha ji hunermendên ku bi esla xwe Kurd bûn û bi Kurdî nedistirîn dawa dikir ku bi zimanê xwe yê zikmakî bistirin. Ew li hemberî hemû yasayên înkar û qedexekirinê berdewam bû li ser livbaziyên xwe yên hunerî. Ji bona wê jî sala 1987an sê mehan hat girtin ji wir û pêde gelek caran hat girtin û bi îşkenceyên giran rû bi rû ma. Di sala 1989´an Cewad ji aliyê gel ve wek endamê yekemîn yê encûmena şaredariya Farqînê hat hilbijartin. Cewad careke din sala 1990an bi qasî salekê ji ber çalakiyên siyasî li girtîgeha Amedê hat girtin. Piştî ku ji girtîgehê derket ji ber ku di berdewamkirina kar û xebetê xwe yê Kurdayetiyê de bi îsrar bû; du caran ji aliyê Kontorgerîla ve rastî hêrişên çekdarî hat, lê her du caran jî Cewad ji destê wan filitî û birînên wî zêde xedar nebûn. Di havîna sala 1992an ji ber ku ji aliyê dewletê zêdetir ji heşt salan ceza zindanê jêre hatibû diyarkirin, neçarma ku ji Kurdistanê derkeve. Piştî ku demekê li welatê Sûriyê ma di dawiya sala 1992an de hat Ewropa û ji wê demê heya roja îro di akademiya çand û hunera Kurdî de xebatên xwe yên çandî-siyasî didomîne. 

Cewad Merwanî heya niha albûmeke xwe ya bi navê “Penaber” ku ji kilamên siyasî û gelêrî pêk tê, çêkirîye. Herwiha di Orkêstra Senfoniya Kurdî de jî bi xwîndina strana Derwêşê Evdî beşdarî kiriye. 

Cewad di pêşerojê de yê li ser çend berhemên folklorîk(kasêt û CD) û komîserhev kirina stranên Kurdî yên resen(pirtûk) jî bixebeite. Em tev bi dilxweşî li benda xebat û berhemên hozanê xwe yê dengxweş Cewad Merwanî ne. 

Mîr Muzîk




#Article 90: Bangîn (171 words)


Bangîn (Hikmet Cemîl) hunermendekî kurd e.

Di dilê çiyayê Kurmênc de, gundê Mabata ku mîna morîkeke şîne li ser sînga Efrîna xweşik tê xuya kirin. Li wî cihê ku hunera xweristê û spehîbûna wê digihê asta herî bilind, dengê Bengîn bi zelalî bilind dibû. Weke pêwîstiyekê   ku xweristê reng dida xwe, xwe xweşiktir dikir.

Bi derxistina kasêta yekem (çi bêjim welat Kurdistan e) sala 1978’an Bengîn cihê xwe di hunera Kurdî de nîşan da. Herweha kasêta duyem (şoreş – 1979) û ya sêyem (Welato Kurdistan - 1982) taybetiya deng û muzîka wî bû sedema  vekirina deriyê dilê gel. Bengîn ev dilsozî bi êşa gelê xwe yê bindest û têkoşer re bi kasêta çarem (zinara Erebî – 1984) da çenspandin. Çiqasî ev dilsozî bûbe sedema koçberiya Bengîn û derbederiya wî jî, bîstûpênc (25) salin ku neçar bûye ji hundurê welat derketiye, lê tucarî welat ji hundurê wî derneketiye. Ev hevde (17) sale ku Bengîn tu kasêtên nû dernexistine, lewra (vegera Bengîn) piştî van salan bi stîleke nû wateyeke din distîne.

Helîm Yûsiv




#Article 91: Hozan Dilgeş (355 words)


Hozan Dilgeş (z. 1952 - m. 11 adar 2017) hunermendekî kurd bû ku di sala 1952an de ji malbateke êzidî li gundê Fisqîna Nisêbînê (parêzgeha Merdînê) hatiye dinê.  Di 11ê adara 2017an de çû ber dilovaniya Xwedê.

Kaseta xwe a yekê di sala 1978an de çêkir. Di vê kaseta xweda rewşa bindestiya gelê Kurdistan tîne ziman û dibêje: ma qey bindestî para meye.

Kaseta xwe a duyan di sala 1979an de derdixe. Di vê kaseta xwe de banga şer li dijî bindestiyê dike û dibêje “here şoreşê here kurê min / li te helal be şîrê berê min.”

Kaseta xwe ya siyan di sala 1980 de çêdike û di vir de bala gel dikşîne ser Kurdistana Rojhilat ku di bindestê Xumeynî de dinale û dibêje: “xum xum xumeynî, tu xwîna kurda dimijî.”

Di kaseta xwe a çaran de ku sala 1981ê de derxistiye, terora cuntaya 12 Elunê li Kurdistana Bakur şermezar dike û banga xwe bi agirê Newrozê dike “Newroze Newroze cejna kurdane / Brano cejna we pîroz be.”Hozan Dilgeş şerê Gelê kurd li dijî zordestiyê wek doza Proleterya li dijî Kapîtalîzmê dinirxîne.

Di kaseta xwe a pençan de (1983) banga Karkeran dike: “Ey Karker û Proleter tu dixebitî şev û roj / dunya li pişta teye tu çima birçiye lo şev û roj.” Bi destpêkirina şerê çekdarî li kurdistana Bakur bandora xwe dide ser hunera Dilgeş jî .

Dilgeş kaseta xwe a şeşan heftan û heştan (1986-1990) bi alîkariya HUNERKOM çêdike û dîsa banga xebatê dike û bîranîna şehîdan tîne ziman.

Li Merdînê li Bagokê 
Xwîn herîkê wekê cokê 
şer devam kir şev û rokê 
bijî şerê me li Bagokê.

Her wuha hozan Dilgeş di helbestên xwe da bala Gel dikşîne ser îdeolojî û Felsefeya nuh ku Gelê kurd tide dimeşe û li ser seokê netewî wuha dibêje: “Serokê gelemperî / Xweş rêzan û rêberî / qehremanê Kurdistan tu çira find û fenerî.” Di vê Kaseta xweyî nuh de Hozan Dilgeş dîsa bîranîna şehîdan û buyerên dawî tîne ziman. Em dêbêjin her bijî Hozan Dilgeş em hevîdarin û em dizanên Dilgeş bi helbestên xwe û bi xebata xwe dilê gelê me da cî girtiye.




#Article 92: DMOZ (123 words)


Open Directory Project (ODP) projeyek ji bo çêkirina rêza înternetê ye. Navê din ê ODP Komara WEB e. Wateya navê vî bi kurdî Projeya Rêza Vekirî ye.

Di sala 1998 da Rich Skrenta û Bob Truel bi têv navê Gnuhoo hat çekirin. Xebata muhendîsî jî bi şîrketa Sun Microsystems bû. Gnuhoo, pir mezin bû, paşî hat guherandin bi navê Newhoo, 1999 dîsa hat guhartin û bû Open Directory Project. Naveke din a ODP jî Dmoz e.

Armanca vê proje, tevêkirin û rêzkirina hemû malperên ku bi qalîte ne. Çavkaniya daneyên hemû rêzên cîhan pê danî ji bo malperên lêgerîn. Bi vê rengê wek Google, Yahoo, Altavista û malperên lêgerînên din, daneyên ODP bikartînin, niha ODP çavkaniyeke herî girîng ji bo malperên lêgerînê ye.




#Article 93: Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (207 words)


Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) di êvara sersala 1974an de li Bakûrê Kurdistanê hat damezirandin. Hingî navê partiyê Partiya Sosyalîst a Kurdistana Tirkiyeyê (PSKT) bû, lê di kongreya partiyê ya 3an de, ku di sala 1993an de hat lidarxistin, partiyê navê Tirkîyê rakir û tenê PSK hişt. Ji destpêka damezirandina xwe heta vê gavê PSKê her tim ji bo çareseriyeke li ser bingeha dewletike federal ji bo Gelê Kurd kar û xebat kiriye. Herwiha PSK terefdarê serxwebûna Gelê Kurd e jî. Bes di nav şert û mercên, ku îro Kurdistan tê de ye, îro ji bo çareseriya pirsgirêka kurdî federesyonê maqultir dibînê. Heta kongreya 4an, ku di dawiya sala 2003an de hat çêkirin, sekretêrê PSKê Kemal Burkay bû, lê di vê kongrê de Burkay xwe bi paş de kişand û cîh bi dev hevalên xwe ve berda. Ev gava ku Burkay avêt hê li ti derê Rojhilata Navîn nehatibû kirin, ne li Kurdistanê û ne jî li imûmê coxrafya Rojhilata Navîn de. Navê sekretêrê giştî yê PSKê yê niha Mesut Tek e. PSKê di 20.11.2004an de 30 saliya damezirandina xwe li Almanyayê bi şahîyeke bi beşdarbûna bi hezaran kurd pîrozkir.

Endamên PSK û çend partiyên din ên biçûk di sala 2002an de di Tirkiyê de HAK-PAR damezrand.




#Article 94: Şêrdal (2330 words)


Şêrdal an grîfon  afirindeyekî mîtolojîk e.

Aferîdeya Efsanewî şêrdal Bz. 8000î şûn de aferîdeyên tevlîhev (kompoze) di hunerên Mezopotamya, misir, sûrî derketine holê. Ev aferîde ji ber ku mirovên wê demê xwedayên xwe di sifetê mirovan de dîtine, derketine holê. Ji ajalên herî bihêz ên erd esmanan pêk hatine.  Bi armanca xwedayîbûna van aferideyan bên diyar kirin, bi awayeke serxwezayî hatine nîşan dan. Şêrdal, di dîroka hunerê de, navê aferîdeyeke tevlîhev e. Di “Dîroka Heredot” û di “Prometheûs”a Esxîlos de qala şêrdalê tê kirin û yewnanî jê re dibên “gryps”. Di berhema Esxîlos de tê gotin ku, li welatê Hyberboreyê de ev aferîde rastê êrîşa Arîmaspes hatiye.  Esxîlos gotiye ku ev aferîde “kûçikên bi bask in, nikildirêj in lê naewtin. Şopdarê Apollon û xwedayên din e”.  Li gorî Kteîas jî ev aferîde “Singsor û pûrtreş in. Li çiyayên Hindistanê xezîneya veşartî diparêzin”. Her wiha li Yewnanistanê “Tasika şeravê ya Dîonysos diparêze û bi Nemesîsê re hatiye yek kirin. Şêrdal aferîdeyeke xeyalî û tevlîhev e. Carina bi bask e, carina jî bêbask e, lê gewdeya wê ya gewdeya wê ya şêr e.  Bi piranî di şiklê qertelê de ye û guhên wê jî ya guhên hesp an jî yên keran e. Ev aferîde, her çiqas aferîdeyên biesl, bihêz, lezgîn û dilsoz bin jî taybetmendiyên wan ên xirab jî hene. Di heman demê de aferîdeyên gunehkar, dirinde, wehşî û xedar in. Ev aferîde wekî aferîdeyên tevlîhev ên din jiyana xwe berdewam dikirin, xwedîzarok bûn û her wiha mîna zindîyên din dimirin. Bi baskên xwe dikaribûn bifirin û bi lingan jî bimeşin. Cureyeke din ya grîfonan jî heye. Ji vê cureyê grîfon-demon dihate gotin. Serê van aferîdeyên bibask serê çûkan bû, lê laşê wan yên mirovan bû.

Şêrdal cara yekem li ser axa Mezopotamya derketiye holê.  Lê ne tenê li Mezopotamya, di hunera misir, mîken, gîrît, yewnan, îran, anatoliya û sûriyê de jî hatiye bikaranîn. Di encamên lêkolînan de tê zanîn ku motîfên çûkan bz. di salên 4000î de hatiye bi kar anîn.  Di serdemên Ûrûk û Cemdet Nasrê de, li ser mohrekî gilover ya ku li bajarê Sûsayê hatiye dîtin motîfa grîfonê heye. Di vê motîfê de serê şêrdalê serê çûkê ye lê pirça stiyê wê pirça şêr e. Ev cure şêrdal paşê winda biye. Li dereke din nehatiye dîtin. Di serdema Ûran de mohreke din ya ku aferîdeyekî hatiye teswîr kirin.  Ev aferîdeya bibask û bidûv ya ku ji devê wê agir derdikeve, heta dawiya serdema Akadan her tim bi xwedayê hewayê re hatiye teswîr kirin. Di vê derê tê xuyan ku grîfon erebeya şer dikişîne lê wekî aferîdeyeke şerûd nehatiye teswîr kirin. Di hunera navîn ya asûrê de şêrdal-demon gelek hatiye bi kar anîn. Beriya zayînê di navbera salên 883 û 859an de li beşên taybet yên seraya Asûrnasîrpalê de rolyefên şêrdal- demonê hene.  Li bajarê nîmrûdê jî rolyefeke kevirîn heye. Di vê rolyefê de di destê grîfon-demonê de ji bo paqijiyê satil û gûzik heye. Di nivîsekê qala şerên key tê kirin. Di serdema Asûriyan de şêrdal-demon bi parastina hêza jiyanê ya ku li dara pîroz e peywirdar e. Carina ev peywira xwe dewrê şah dike li pişt key disekine (mohra key Tûkîltî-nînûrta). Piştî ku Tîglatpleserê 3. Li sûriyê seray dide çêkirin di bandora hunera sûrî li ser hunera asûran çê dibe. Di wêneyên wê demê aferîdeyên parastvan dihate teswîr kirin. Her çiqas şêrdal hatine bikaranîn jî wekî hêmanên xemlê bûne û zêde grîngî nehatiye dayîn. Li ser mohra ku di serdema asûriyan de hatiye çêkirin pênc motîvên şêrdalê hene. Yek ji van grîfonan eyloyê duserî ye û yek jî şêrdal-demon e.  

Şêrdal piştî wêneyên dîwarê, yên dema key Tûkîltî-nînûrta di hunera asûriyan de hatiye pejirandin û bz. di sedsala 8an de bi berhemên nîmrûdê ên ku ji diranê fîl hatine çêkirin berdewam kiriye. Li ser mobîlyaya ku di serdema Asûra Nû de hatiye çêkirin grîfoneke ku serê wê ber bi jor ve ye hatiye çêkirin. Devê wê şêrdalê vekiriye û lingekî wê bilindkirî ye. Li dora şêrdalê jî xemlên riwekî hene. Hunera Mîtaniyan bandora xwe li ser Hunera Asûriyan kiriye. Hunera Mîtaniyan li gelek erdnîgariyeke fireh de, xwedîbandor biye. Ev huner ji bakûrê mezopotamyayê bigre heta rêzeçiyayên Torosan, ji Amedê bigre ta bajarê Humsê fireh e.  

Di hunera Mîtanî û Sûriyan de, grîfon an jî şêrdalên-demonên ku li ser mohran hatine neqişandin bi gelenperî serqertel û ser bi kumik in. Nikilên wan vekirî û tûj in. Rûniştî hatine teswîr kirin û baskên wan hene. Berhemên ku ji diranfîlan li Megîddoyê hatine çêkirin şêrdal vezelandî hatine teswîr kirin. Serê wan ber bi jor ve ye û baskên dirêjtir hatine neqişandin. Li Sûriyê şêrdal weke hêmaneke xemlê hatine bi kar anîn û tenê li Sûriyê li serê wan kumik heye.

Li Misirê şêrdal cara yekem di serdema Xanedaniyên pêşîn de li ser kevirekî hatiye neqişandin û di dema Xanedaniya 5an de jî peywireke pîroz bi cîh tîne. Di îkonografiya misirê de wekî parastvanê key tê nasîn û li hemberî dijminê key şer dike. Di şerê ku li Benî Hassanê qewimiye alikariya keyê misirê kiriye. Ji ber vê yekê ye, ji bo grîfonê, di wateya şkestok de navê “tsts” hatiye bi kar anîn. Li ser stelekî bi sêr de, grîfonê bi navê “hh” êrîşê erabeya Xwedayê Şad kiriye. Di berhemekî ku di serdema keyaniya kevn hatiye çêkirin de şêrdal laş-şêr, bidûv û bibask hatiye teswîr kirin. Dîsa li Benî Hassanê  di wêneyekî gorî de dûvê şêrdalê bi lotûsê ve zeliqî hatiye nîşan dan. Her çiqas li misirê di cihana baweriyên misiriyan de şêrdal tune be jî, bi peywir û taybetmendiyên xwe, weke semboleke fermî dihate pejirandin. Ji ber ku xwedayê şer ê bajarê Tebê	re biye	yek, di hunera misiriyan de serê wê serê baz e hatiye nîşan dan. Li ser gerdeniya zêr ya Sesostrîsê 3.  de şêrdal hatiye teswîr kirin. Di ve teswîrê de şêrdal du mirovên çokdayî dipelixîne. Her wiha li Tel Beît Mîrsîmê, di dema Hîksosê de li ser niviştekî de bi awayeke dekoratîf hatiye neqişandin. Li ser vê niviştê navê şêrdalê bi nivîsa hiyeroglîfê hatiye nivîsandin.

Beriya zayînê di salên 1600î de peywira şêrdalê parastvaniya goran e.  Şampiyonê Fîrewn û parastvanê key e. Li ser bivirekî şer ya ku Bz. di sala 1550 de hatiye çêkirin grîfon bikumik hatiye nîşan dan. Şêrdala ku bi vê taybetmendiya xwe dişibe şêrdalên sûriyê. Di vê berhemê de baskên şêrdalê ber bi paş ve bi awayeke dekoratîf vekiriye.

Şêrdal li Anatoliyayê cara yekem di serdema koloniyên Asûriyan de derketiye holê (Bz. 1900-1800). Ev aferîde ji Mezopotamyayê derbasê Anatoliyayê biye. Li ser mohrên ku di vê serdemê hatine çêkirin, motîfên grîfonê hene. Di van mohrên ku di stîla Sûriyê de hatine teswîr kirin de grîfon ji çûk û şêr pêk tê. Porê şêrdalê wekî şêrdalên dema mîkenê ber bi paş ve şehkirî ye. Di hin motîfên şêrdalê de li serê şêrdalê kumika sêtîş heye. Di mohrên Hîtîtiyan de carina du şêrdal li hemberê hev sekinandî ne û bi gelemperî jî heraldîkin. Li Kargamişa ku yek ji bajarên girîng ê bajarê serdema Keyaniyên Hîtîtiyan e (Bz. 1180-700),  grîngiya şêrdal an jî şêrdal-demonên ku Bz. di sedsala 8an de hatine çêkirin, di asta duwemînde ne. Li ser orthostata ku di vê serdemê de hatiye çêkirin du grîfon-demonên hevbîn(sîmetrîk) hene.  Di vê berhemê de grîfon-demon baskên xwe vekirine, lê serê baskên wan ber bi jêr de ne.  

Her wiha li ser orthostateke din ya li bajarê Zîncîrliyê teswîreke din şêrdal-demonê heye. Di vê teswîra şêrdal-demonê gewde û stû ji yên cihên din dirêjtir e.  Ev yek taybetiya bajarê Zîncîrliyê ye. Baskên wê yên yekpare ber bi jor ve vekirî ne û ji hev re paralel in.  Li ser orthostata ku Bz. di sedsala 8an de, li seraya bajarê Sakçagozu şêrdal-demon hatiye neqişandin. Di vê berhemê de, çeneya şêrdalê ne wekî nikilê ye. Ev şêrdal dişibe çûkmirovên Hîtîtî û Asûriyan. Di vê berhemê de, di destekî şêrdal-demonê satil di destê din de jî gûzik heye. Devê wê vekirî ye û diranê wê ya tûj û zimanê wê ya ku dişibe zimanê mar derketiye der ve. Guh û porên wê dişibin ên hespan. Serê vê şêrdal-demonê yê eylo ye. Lê gewdeya wê him dişibe ya şêr him jî dişibe ya hespê. Mirov tê der naxe. Li bajarê Zîncîrliyê berhemeke din heye.  Di vê orthostatê de grîfon û sfenks bi hev re hatine neqişandin. Her dû jî bi baskên û her wekî bimeşin hatine teswîr kirin.  Serê dûvê her duya jî dişibê serê werdekê. Ji ber van taybetmendiyên xwe berhemeke cuda ye.

Li Keleha Axînê(Toprak Kale) li ser orthostateke ku di sedsala 8. ya serdema Hîtîtan ya Dereng de hatiye çêkirin de motîfa şêrdal-demonê heye. Di vê berhemê de şêrdal bicilûberg, bibask û devvekirî hatiye teswîr kirin. Desteke wê ber bi jor ve bilindkirî ye. Di desteke wê de bloka kevir, di destê din de jî satilekî heye.  Dîsa li bajarê Zîncîrliyê şêrdaleke cuda heye. Li ser deriyê derve ya bajêr li ser rolyefekî şêrdal hatiye neqişandin. Ji ber ku di vê rolyefê de erebeya şer dişibe erebeyên Kargamîşê bi îhtîmaleke mezin ev berhem ya serdema Hîtîtan ya paşîn e. Di hunera Asûriyan de her çiqas erebeyên şer ên bi zincîr hebin jî protomên şêrdal tune ne. (3)

Teswîrên şêrdalan di hunera Persiyan de cihekî grîng digirin. Li seraya Daryûs ya li bajarê Sûsayê, fîgurên mezin ên ku ji tuxleyê hatiye çêkirin hene. Ev berhem di bin bandora hunera Babîla Nû de ne. Ji bilî leşkeran figurên ajal û şêrdalan hatine rêz kirin di van berheman de. Şêrdala biqiloç, di van rolyefên rengîn de her wekî bimeşe hatiye teswîr kirin. Devvekirî ye û bi bask e. Dûvê şêrdalê ber bi hundir ve badayî ye. Di mînakekî din de du şêrdalên ku li hemberî hev in tê dîtin. Di navbera wan de kulîlk heye û lingekî her dû şêrdalan li ser vê kulîlkê ye. Şêrdal di hunera Persan de bi gelek awayan hatiye bikaranîn. Rîtona ku di gencîneya Oksûsê hatiye dîtin dişibe rolyefa ku li seraya Darîûs bi tuxleyan hatiye çêkirin. Her wiha li ser tasa araqê de motîfa şêrdalê heye. Tenê pêşiya laşê şêrdalê xwiya dike di vê berhemê de. Lingên pêşîn ên şêrdalê ber bi pêşiyê ve razandî ye. Di vê berhemê de jî wekî berhemên din ên persan şêrdal biqiloç hatiye teswîr kirin.  Devê şêrdalê dîsa vekirî ye û ev yek grîfonê bêtir tirsnak dike.     

Di karên zêrîngeriya persan de gelek mînakên şêrdalê hene. Berhemeke din ya gencîneya Oksûsê jî bazinekî ye. Her dû seriyên bazinê de du teswîrên şêrdalê hene. Lingên pêşîn ên van şêrdalan ber bi pêş ve dirêjkirî ne lê nagihîjin hev. Di nav van her dû şêrdalan sîmetrî heye û mîna rîtonê dişibin şêrdalên seraya Sûsayê. Baskên wan ber bi stuyên wan de badayî ne. Ev şêrdal bi awayeke stîlîze bi bazinê ve zeliqandî ye.  Di van mucevheran de şêrdal bi awayeke dekoratîf hatiye bi kar anîn. Li ser mohra persiyan de jî teswîrên bazê û Grîfona biqiloç hene. Lingên pêşîn li hewayê ne û ber bi pêş ve ne. Lê lingên paşîn li erdê ne. Berê baskên wan ber bi hundir ve ne. Li ser mohra ku li Sardesê hatiyê dîtin de jî şêrdal biqiloç, stûbipirç, nikila wê vekirî û tirsnak hatiye teswîr kirin. 
  
Şêrdal di hunera Gîrîtiyan de cara yekem beriya mîladê di salên 1700î de hatiye dîtin. Li ser mohr û freskên mînyatur de hatiye neqişandin di wê serdemê de. Di van mohran de ajal û nebat bi awayeke tevlîhev hatine teswîr kirin. Li Gîrîtê bandora hunera sûrî li ser şêrdalê heye. Lê bi misir û mezopotamyayê di heman demê de derketiye holê. Li ser mohrên Zakroyê şêrdal, sfenksa mê û şêrdal-demon bi hev re hatine neqişandin. Li Knossosê, grîfon li ser mohrên sûrî bi gelek aferîdeyên din re hatiye teswîr kirin. Di van berheman de grîfon devvekirî û bi bask e. Her wekî xwe ber bi jêr ve dirêj kiribe, hatiye neqişandin. Grîfonên ku li salona text ya seraya Knossosê li ser dîwar hatiye neqişandin wekî parastvan dihate dîtin. Bandora hunera misirê tê dîtin. Li hemberî hev in û runiştî ne. Baskên wan tune ne lê stuyên wan bipirç hatiye teswîr kirin.  

Her wiha li Knossosê li ser gustîlka Nestor de teswîra şêrdalê heye. Li gor Arthur Evans wekî fîgureke cîhana binerdan dihate pejirandin di wê serdemê de. Ev gustîlk, qala jiyana piştî mirinê dike. Şêrdal li ser textekî rûniştî ye û wekî ruhstîn(ezraîl) hatiye teswîr kirin. Li pêşiya wê du heb grîfon-demon heye. Şêrdal jî wekî sfenks, şêr û parastvanê xwedayan, cih, gencîne an jî tiştan di parastin. Grîfona Gîrîtê jî tevî van peywiran di heman demê de mirî û xwezayan diparêzin her wiha xizmetkarên xwedayan in. Li ser mohra ku li şkefta Dîktayê hatiye dîtin de, grîfon wekî parastvanê xwedawendê hatiye teswîr kirin. Li ser lahîdeke axîn ya ku li Palaîkastroyê hatiye dîtin miriyan diparêze. Li Gîrîtê şêrdal ji profîlê dihate teswîr kirin.  Serê şêrdalê bi gelemperî serê eyloyê ye, nikila wê girtî, bi bask û laşê wê jî laşê şêran e.      

Şêrdala Mîkenê wekî şêrdala Girîtê ye. Di navbera wan de tu cudahî tune ye. Li mîkenê jî wekî mohrên Zakroyê şêrdaleke êrîşkar hatiye teswîr kirin. Di beriya mîladê di sedsala 14an de li ser qutîya mucevheran ya ku ji diranfîlê hatiye çêkirin de, êrîşkariya şêrdalê ya bi ser xezalê de, hatiye teswîr kirin. Beriya mîladê di sedsala 15an de jî li pylosê li ser mohreke zêrîn de şêrdal vezelandî hatiye neqişandin. Berê dûvê wê ber bi hundir ve ye û baskên wê ber bi jor ve berzkirî ye. Serê wê jî ber bi baksan ve zivirandî ye. Ev berhem dekoratîf û xwedî hostehiyek e mezin e. Li mîkenê mînakên şêrdalê ya li ser wazoyan jî hene. Li ser wazoya ku li Euboeayê hatiye dîtin şêrdal hatiye bi kar anîn. Li ser wazoya alabastron de li ser foneke reş bi xêzên spî du heb şêrdal hatine neqişandin. Ev her dû şêrdal têjika xwe têr dikin. Fîgurên wazoyê stîlîze  ne û bi xêzên tîkane hatine teswîr kirin. Baskên wan tune ne lê li ser serê wan zêdehî xwiya dike.    

Nîşe:

Werger: Qedrî Nêçîrvan

Nivîskar: Nalan YILMAZ




#Article 95: Gilgamêş (destan) (416 words)


Gilgameş Serhatiya miriniyê ya di Mîtolojiya Mezopotamya kevin de ye. Ev mîta Sumerî, ji aliyê şahristaniyên Akad, Babîl û Asûriyan ve jî hatiye nivîsîn û bawer kirin.

Destana Gilgamêş destaneke navdar a Rojhilata Navîn e ku berî Îsa pêxember hatiye nivîsîn. Destan li ser çermê Xezalan hatiye nivîsîn. Faris îdia dikin Destana Gilgamêş bi di bingeha xwe de bi farisî ye, lê kurd jî îdia dikin ku di bingeha xwe de bi kurdî ye. Ji ber ku farisî û kurdî du zimanên Hint Ewropî ne û nêzî hev in, ev nîqaş jî bi salan e naqede.

Şeweyekî berfereh ya vê serhatiyê (mîtê) di nivîseke Akadî de heye, ku ev nivîs ji pirtûkxaneya Assûrbanipal li Nînovayê ye. Gilgameş ku ji sê para didu xweda ye û ji sê para yek mirov e, li ser welatiyê xwe li Urûkê desthilat e. Ji ber xwesteka mirovan, xwedayan weke hêza ku li dijî wî be Enkîdû afirand. Enkîdû dehbeyek e ku laşê wî bi pirç e û bi lawiran re dijî. Piştî têkiliyên wî bi rahbikekê re, nêzîkî şêweyên jiyana şahristanî dibe, „dibe mirov“. Paşê Gilgameş wî vedixwîne şerekî, di vê pevçûnê de herdu jî bi ser nakevin û dibine hevalên hev û din. Paşê herdu bi hev re karên mêranî dikin. Herdu diçin Humbaba dikujin. Humbaba dehbeyekî çiyayên Zagrosê ye. Piştî ku herdu heval vedigerin Urûkê, Îştar xwedaya jin (di nivîsên beriya Akadê de navê wê weke „Înanna“ hatiye nivîsîn) ji Gilgameş dixwaze ku bibe mêrê wê, lê Gilgameş ev xwesteka wê bi pozbilindî bi paş ve vegerand. Îştara hêrs bûyî, „gayê ezmanan“ dişîne şerê wî, lê Gilgameş bi alîkariya Enkîdû wî gayî dikuje.

Xweda biryara kuştina Enkîdû didin ji ber ku tevil kuştina Humbaba û gayê ezmanan“ dibe. Qedera Enkîdû dihêle ku Gilgameş ji rastiya mirinê haydar bibe û êdî dikeve ser gera li pey sirra jiyana bê dawî. Ew ji ava mirinê dibore, ji bo ku „Utnapîştîm bibîne. Wî bi tenê heta hingî bêmirinî peyda kiribû. Ew jê re behsa giyayê bêmiriniyê di binê deryayê de dike. Gilgameş bi kelekvanê Utnapîştîm re diçe û wî giyayî dibîne, lê beriya ku karibe ji giyê bixwe marek tê û giyayî direvîne (ji ber vê yekê mar dikare xwe ciwan bike, dema kirasê xwe diguhere). Paşê Gilgameş vedigere Urûkê û bajarê xweyî gelekî xweş nişanî kelekvanî dike.

Helbestvan Kawa Nemir ev kevintirîn dastana cîhanê wergerandiye zimanê kurdî.
Ji aliyê din ve rojnamevan û nivîskar Rêşad Sorgul jî şanoya bi navê Gilgameş (ji aliyê Orhan Asena ve hatiye nivîsîn) wergerandiye Kurmancî.




#Article 96: Împeratoriya Osmanî (251 words)


Împeratoriya Osmanî an jî bi fermî: Dûgela Berz a Osmanî, dewleteke dîrokî ye.

Osmanî bavikekî tirk ji Oxizan e, navê bavê ku navê xwe dayê vî bavikî Osman bû. Di sedsala 13em û 14em de wekî mîrîtiyeke biçûk li sînorên Bîzansa ku êdî lawaz bû de bi cîh bû. Di demeke kurt de li hemberî Bîzans xwe birêxistin kir û serkeftinên leşkerî bi dest xistin. Dîsa bi riya siyaseta xweyî bi bavikên cîran re erdê xwe mezin kirin. Di nîşana 1453an de Stembol (Konstantînopolîs) bi dest xistin û kirin paytexta xwe.

Bi giştî 36 siltanên osmaniyan çêbûn. Osmanî di sedsala 16em û şûn de êdî bi pêş neketin. Di sedsala 18em û 19em êdî gelekî lawaz bûn, herçend di sedsala 19em de hewl ji bo guhertinan hate dayîn û reform jî hate kirin êdî di dawiya sedsala 19em û di serê sedsala 20em de Osmanî bi navê Zilamê Nexweş ê Ewropayê dihate nasîn. Ew di şerê cîhanê yê yekem de di aliyê Elmanyayê de cîh digirin. Di dema şer de qirkirineke herî mezin ya cîhanê li dijî ermenî û mesîhiyên din tê pêk anîn. Piştî şer bi dawî dibe osmanî têk diçin û qedera wan dikeve destê hezên serketî yên mîna Fransa û Îngilîstanê. Piştî şerê azadîxwaz yên tirkan komara Tirkiyeyê yê hate damezirandin û bi awayekî fermî împeratoriya osmaniyan di sala 1923an de bi dawî bû.

Bi vê derbeyê desthilata Osmaniyan kete bin destê Îtihad û Teraqîyê

Endamên Îtihad û Teraqiyê Enwer, Talat û Cemal desthilatê dixin bin destê xwe




#Article 97: Bidlîs (2051 words)


Bidlîs an Bilîs (carina weke Bedlîs jî tê nivîsandin) bajarekî li Bakurê Kurdistanê ye. Bidlîs bajarek ji erdnîgara Kurdistanê ye. Li rojavayê Gola Wanê cih digre û di sînorê Agiriyê de ye.

Navê bajêr yê kevn ji alî Îskenderê Zulqerneyîn ve wek bad- lis hatiye danîn. Piştre nav wek Bit-lîz û Bitlîs hatiye guhartin. Di çavkaniyên ermeniyan de navê bajar wek Paxiş derbas dibe .

Li gorî hin jêderkên din jî, navê Bidlîsê ewil 'Bêtirs' bûye . Bi kurdî tê wateya lehengî û bêtirsî. Lê di pêvajoyê de guheriye û bûye Bidlîs.

Di dever de herî pirr titûn şîn dibe. Ji bilî viya Bidlîs bi bexçê meyweyan û ji alî dexl (zad) de gellek dewlemend e. Avhewa wî gellek hişk e.

Dîroka dever, bi dîroka Aryan destpê dike. Li gor lêkolînan hebûna wî digihîje beriya zayinê, salên 5000ê. 
Xerakirina mezin a li ser navçe, li gor hin çavkaniyan ji alî Asûriyan pêk hatiye. Ew dem jî dema desthiladariya Mîtaniyan e. Ji ber ku Mîtanî, zimanê Xurrîkî bikar dianiyan, ji vê kargeriyê re Împeratoriya “Xurrî-Mîtanî” tê gotin. Beriya zayinê di sedsala 13an de piştê helweşîna Mîtaniyan, di sedsala 12an de ya Hîtîtiyan, li rojhilatê, di nêvendên çiyayî de gelê Aryan bicih bûne. Di sedsala 9an de gelê Aryan federasyonekî ku navenda wî Tûşpa ye, desthiladariya Urartû saz kirine. Bi talanên Asûran Urartû gellek hêz wenda dike. Ji ber ku van êrîşan bidawî bikin Aryan, di sedsala 7an de li Îrana Rojava, bi Medan re digihîjin hev. Keyê Med Keyaksares, welat ji hemî talankeran paqij dike û heta Behra Sor Aryan di bin alekî de digihîjîne hev.

Di sedsala 6an de Persiyan wek derb, tên ser artêşa Med. Her çiqas bikevin nêvenda rêvebirina wan a ramyariyê jî pirr bihêz nîn in, ji ber vî yekê beriya zayinê, di sala 333an de artêşên Persan bi cenga Îssas ji alî Keyê Makedonyayê Skender têk diçin. Ji vir û pê ve navçe di nav sînorên Gordyene de dimîne. Ji sedsala 1.’ê pê ve her çiqas artêşên Romayê du car êrîşê van axan bikin jî, pirr nikaribûne li vir bisekinin û vegeriyane.

Zanînên li ser dîroka Bidlîsê, bi taybetî di pirtûka Şerefname de jî hatiye komkirin û hatiye weşandin. Li gor vê pirtûkê jî di wê demê de, di vî herêmê de 25 eşîrên Kurd ku ji hev cuda dijîn, tên ba hev û biryara bihevrebûnê digrin. Wê demê hukumdarê Gurcî, Tadît li herêmê serwer e. Eşîr êrîşê artêşên vî hukumdarî dikin û kelê û bajar bidest dixin. Van 25 eşîrên ku eşîra Rojkan pêk tînin û bi navê Rojkan hatine binavkirin, navên wan ev in: Qeysan, Baykan, Modkan, Zoqeysî, Zeydî, Keleçeri, Xirbelan, Balkan, Xiyartan, Geuwri-Gewrek, Bireşan, Sekran, Garisî, Bêdoran, Belakurdan, Zerdûsan, Endakiyan, Pirtayan, Qewalisî, Girdîkan, Suhrewerdiyan, Kaşaxiyan, Xaldan, Istûkan û Ezîzan.

Li dûv vê hevgirtinê, Bîzans û Sasanî tên herêmê, lê pirr na mînin. Di sedsala 11ê de dagera tirkmenên bi navê Selcûqiyan tên zanîn pêk tê. Navçe ku di nav sînorên Dugela Merwanî ya Kurd de ye, di sedsala 13an de rûqalê dagira Moxolan tê. Piştê van dageriyan Bidlîs di nav Împeratoriya Eyûban de dimîne. Bidlîs piştê dagera Tîmûr jî derbas dike êdî di bin birêvebirina Şerefxaniyan de bi sedsalan dimîne.

Di dema Hz. Umer de Bidlîs mislimaniyê nas dike û di vê demê de gel dibe misliman. Bidlîs di bin birêvebirina Emewiyan, Ebasiyan, Merwaniyan de jî maye û di sala 1537an de bûye bajarê Osmaniyan. Di sedsala 16ê de Bidlîs bi tevahî girêdayê Osmaniyan e. Heta sala 1894an ji alî Şerefxaniyan tê birêvebirin. Di sala 1915an de bi dagîriya Rûsan rû bi rû tê. Ev dagîrî di Bidlîsê de hilweşînekî mezin pêk tîne. Di sala 1916an de bi saya axa, beg û hemî gelê Kurd, Bidlîs ji dagîriya Rûsan xelas dibe. Lê her çiqas ji dagîriyan xelas bibe jî herêm li gor demên berê nîn e. Lewra rûqalê gelek dagîriyan hatiye û gelek wendabûnên wê hene. Berê gelhê Bidlîsê qasê 60 hezaran e, piştê van talanan, bi taybetî piştê dagirkeriya Rûsan hejmara gelhe dikeve hejmarên hezarê. Di sala 1929an de Bidlîs dibe navçeya Mûşê, lê di sala 1936an de dîsa dibe bajar.

Bi taybetî jî Bidlîs; ji alî hunermendiyê gelek pêş ve çûye. Di sedsalên 17, 18, û 19an de bûye navenda çand û hunermendiyê. Her çiqas ji gelek talanan derbas bibe jî, ji vê taybetiya xwe tiştek wenda nekiriye. Bi sedsalan avahiyên Bidlîsê; mizgeft, tirbe, serşok, mescîd, xan û bi gelek avahiyên xwe bal kişandiye.

Navçeyên Bidlîsê: Elcewaz, Xelat, Çuxûr (Norşîn), Xîzan, Motkî û Tetwan in.

Mizgeftên li Bidlîsê ev in: Mizgefta Mezin, Mizgefta Gokmeydan, Mizgefta Kizil, Mizgefta Şerefiye berhemên girîng ên mirov divê bibînin in. Mizgeftên dinên jî vana ne: Dortsandik, Ayne'l Bedrîd, Şêx Hesen, Alemdar, Kûreyşî, Taş, Xatûniye û Mizgefta Kalealti.

Li navend û dora Bedlîsê gelek avgerm hene û vana li ser xêza fay in. Ji vana hinek navê wan wusa nin: Guroymak , Ilicak , Çiyayê Nemrûd, Alemdar, Koprualti , Çîm Colmugu , Pira Ereb, Yilan Dîrîlten , Aci Sû .

Asin, krom, asbest, fosfat, perlît û kevirê ponz li herêmê ji bin erdê dertên.

Wek tê zanîn di dema Ariyan de ev kelhe hatiye çêkirin.

Di nav her du avên Bidlîsê de ku di cihekî de digihîjin hev, li ser zinaran ev kelhe hatiye avakirin. Kelhe, çargoşe ye. 670 berkazên wê hene. Di alî rojhilat û rojavaya wê de cihê du bircê ji bo raçaviyê hatiye çêkirin.

Dora kelhê 2800 m ye, bilindiya wê 56 m û firehiya wê jî 7 m ye. Di nav kelhê de 800 mal, xanek mezin, qesr, depoyên qût (erzaq) û embarê çekan hene. Wek tê zanîn di sedsala 10an de di nav rojekî de wan eşîrên ku ji bo yekîtiyê hatibûn ba hev, li vê Kelhê hevdîtinên xwe pêk anîne û biryara yekbûnê di vê Kelhê de dane. Medrese, mizgeft, xan, kerwanseray, serşok, qesr, mal, pirtûkxane û gellek hunerî ji van deman maye.

Nava kelhê bi axê tije ye. Ji ber vê yekê mirov nikare di nav de bigere, lê li lûtkeya kelê dema bê nêrîn dîmenek di xweşiyek derasayî de tê dîtin.

Kelhe ji ber ku li ser lûtkeyek ku hilkişandina wî dijwar hatiye çêkirin, li dora wê çala parastinê tuneye. Di dema me de, tenê kelhe heye û bi restore kirinan rewneqdariya xwe nîşan nade. Ji bilî kelha Bedlîsê, lûtkeya Dîdeban jî hebûye, lê niha tenê jêmayên wî hene.

Navên medreseyên wê wusa ne: 

Tevlî guhartina erdnîgara me, digel parçekirina erdnîgarê, pişt re ji bo jibîrkirina dîrokê jî sazûmanê hewlên herî mezin danî, sazûman bi viya jî nema. Îro ne ji bo zanîna hemî van bûyerên dîrokê xebatek, ne jî ji bo restorasyon û nûkirina van avahiyên hêja tu hewlekariyek tuneye. Ev ji xwe sekna sazûman a hemberê gelê Kurd nîşan dide. Lê divê em Kurd li van nirxên xwe heta dawiyê xwedî derkevin û kirinên ji bo me qet ji bîr nekin. 
Di vê navberê de ger hûn herin Bedlîsê;

Berî Îsa (zayîn)

Piştî Îsa (zayîn)

Bajar di nav parelelên 37° 54´ û 38° 58´ bakûr û merîdyenên 41° 33´ û 43° 11´ rojhilat de ye. Sînorên bajêr li bakûr bi Agirî, li rojava bi Mûşê, li başur bi Sêrtê, û li rojhilat jî bi Gola Wanê tê girêdan.
 

Pîvana erda herêmê qismek (1.874 km²) ji Gola Wanê 8.551 km² pêk tê. Ji kismê reşahiyê ji %71 çiya, ji %10 deşt, ji %3 zozan û ji  %16 jî plato ye. Ji vê erdê ji %80 ji bo çandiniyê kêrhatî ye. Tûtin, gûz, genim û çewder ên herî pir li herêmê tên çandin in.

Li herêmê avhewayeke di navbera reşahî û Behra Sipî de serdest e. Zivistanan pir sar, havînan jî hênik derbas dibe.

Sîpan (4.058 m), Ziyaret (3.002 m), Nemrûda Bidlîsê (2.935 m) û Turşik (2.828 m) çiyayên herî bilind ên herêmê ne.

Axên bajarê Bidlîsê pirê wî, ji çiyayên dijwar û ji yê bilind hatiye pêkanîn. Li bakûrê bajêrî, Çiyayê Nemrûd ku bilindiya wî 2935 m ye û di nav sînorê navçeya Tetwanê de ye çiyayek bi agirpij e. Ji ber teqandina agirpijan gelek golên kraterîn di nav çiyayî de peyda bûne. Ya balkêş ew e, ku Gola Sar (şîn) û Gola Germ (kesk) her çiqas nêzikê hev bin jî, di Gola Sar de, zebeş di avê de diperçive û di Gola Germ de jî hêk di demekî kurt de ji kela avê dipije.

Gola Nemrûd ku di nav nêvenda çiyayê kratera Nemrûd de ye, ji alî meziniyê de di dinê de ya duyemîn e. Çiyayê Nemrûd ku di nav xweza de rewneqdar e, her sal bi taybetî di mehên havînê de ji alî pir mirov û mirovên biyanî de tê gerîn.

Dema keyê Nemrûd ê zordest ku di heyama xwe de dijiya, çiyayê ku li nêzê Tetwanê ye wek zozan bikar aniye. Dema teqîna agirpija çiyayê destpê dike, agir ber bi ser gundên nêzê çiyayê Nemrûdê ne tê. Di vî navberê de zordestiya Nemrûd ku ji Pêxember Îbrahîm re kiriye, tê hişê gel û ji alî gel ve li hember ziyana Nemrûd ku vî çiyayê wek zozan bikar dianiya wusa hat gotin: “Bû wek zilma Nemrûd.” Li ser vî bûyerê, navên çiya wek Nemrûd dimîne.

Ji van çiyayan yek jî çiyayê Sîpan e, Li bakûrê Gola Wanê ye û bilindiya wî 4058 m ye. Lûtkeya wî bi qeşayiyan hatiye rûkişandin.

Di sînorên Bidlîsê de navenda temaşekirina çivîkan a Gola Nemrûdê, navenda çivîka Gola bi Soda (Sodaligol) û nêvenda çivîka Gola Wanê hene.

Ji ber çiyabûna herêmê deşt û zozan li herêmê kêm in. Deşta Revha, Ahlat, Arîn û Elcewaz deştên biçûk ên herêmê ne

Bilindbûna zozanên herêmê jî digîhîjin 1.900 m yî.

Li herêmê gola herî mezin Gola Wanê ye. Wekî din li herêmê golên krater jî hene. Wek Nemrûd, bilindbûna wî ji behrê 2400 m ye. Mezinbûna golê jî 10 km² ye. Mezinbûna Gola Nazlûk 3,5 km² û ya Arînê jî 13,5 km².

Çemên ku li herêmê diherikin Botan, Xerzan, Bidlîs û Oranz in.

Herêm ji bo nêçira berazên kovî, gur, hirç, werdek, kew û bizinên çiyayî musaîd e. Di çem û golên herêmê de mehsî jî tên girtin.

Tevahî ya sermijar herêmê (tevî gundan) 337.156 e.

Hesin, krom, asbest, fosfat, perlît û kevirê ponz li herêmê ji bin erdê dertên.

Herêm ji alî dîrok û xwezayê ve pir dewlemend e. Tetwan, li ber gola wanê ciyek turîstîk e. Xelat jî ji alî tarixa xwe ve pir kevn e. Kela Bidlîsê, tirba Şerefxan, Mizgefta Mezin û ya Kureysh, medresên herêmê (wek Ihlasiye, Hatibiye û Nuhiye ) cihên herî pir tên ziyaret kirin.

Heta hûn vana nekin venegerin:

Mislimantî li herêmê pir xurt e. Li herêmê bandora terîqetan li ser gel pir e. Piraniya nifûsa herêmê kurd in. Tirk û ermenî jî li heremê hene. Herêm bi tirbe û medreseyên xwe tê naskirin, wek: Seyîd Brahîm, Ziyattin Xan, Şemsî Bidlîs û hwd.

Şekalok: nîsk û nok di beroshê de tê kelandin. Qaşilkên hişk (zuha) yê xiyaran di beroşek din de tê kelandin. Kiftên ji qîme û bulxur çêkirî dikeve nav beroşa ku nîsk û nok tide dikele. Hinek av û xiyarên hişk dikeve navê û piştre rûnê sorkirî bi ser tê reşandin û tê serwîs kirin.

Kifta Bidlîsê, Tutmanc, Çortî û Biryanî xwarinên din yê herî naskirî yê herêmê ne.

Xwarinên Wê Yên Navdar:
Li devera Bedlîsê kebaba Buryan xwarinekî gelek navdar e. EV xwarin e,ku ji goştê karikê tê çêkirin, di mehên hezîran, tebax û tîrmehê de tê xwarin. Yên karibin ji xewna xwe fedakarî bikin, dikarin serê sibê seet 05:00an de ji xwarina “avşor” tam bikin. 
Şekalok, Kifta Bedlîs, Tutmanc û Çortî xwarinên din yê herî naskirî yên herêmê ne.

Zilam şal û şapik (ku ji mû yê bizinan çêdibe) li xwe dikin. Bi ser şal û şapik de kefiyek li pişta xwe girê didin. Kefî yan jî egal didin serê xwe. Pêlava ku dikin nigê xwe li herêmê ji re dibijin xarik. Gorên ku dikin nigê xwe ji hirî tên çêkirin.

Jinên Bidlîsî piranî fîstan û entarî li xwe dikin. Jinên malên dewlemend carna çend fîstan bi ser hevde li xwe dikin. Êlegek ku ji mû tê çêkirin jî bi ser fistan re li xwe dikin. Di bin fîstan de jî derpiyek ku ji re dibêjin direl tê li xwe kirin. Di niga de çarox û gorên ji hirî çêkirî hene. Şarpeyek ku ji re dibêjin laçik bi kefî re li serê xwe girê didin. Kefî bi perê hesin yan jî zêr tê xemlandin.




#Article 98: Celal Talebanî (255 words)


Celal Talebanî (, Celal Tallebanî; , Jalāl Tālabānī) (z. 12ê çiriya paşîn 1933 li gundê Kelkanê, Silêmanî – m. 3ê çiriya pêşîn 2017 li Berlînê, Almanya), siyasetmedar kurd û serokkomarê Îraqê ye.

Talebanî di sala 1933an de li Başûrê Kurdistanê li gundekî girêdayî Dokanê ji dayîk bûye. Xwendina xwe ya destpêkê û navîn li Koysinceq û ya lîseyê li Hewlêr û Kerkûkê qedand. Li sala 1945ê hêj danzdeh salî di Newrozê de axiftineke bicoş dike

Di ciwaniya xwe de Talebanî beşdarî xebata siyasî bû ye, ew di sala 1951ê de weke endamê Komîteya Navendî ya PDKê hate hilbijartin. Di 1953an de wî li zanîngeha Bexdayê dest bi xwendina hiqûqê kir û ligel hinek hevalên xwe yên xwendekar bi awayekî dizî Yekîtiya xwendekarên Kurdistanê damezirand. Di sala 1956an de ji ber xebata xwe ya siyasî dest ji xwendinê berda.

Sala 1961ê ligel Mele Mistefa Barzanî dest bi şerê çekdarî kir. Piştre ji ber cudabûna bîr û baweriyên siyasî di navbera wî û Mele Mistefa Barzanî de di 1964an de ji PDK cuda bû û Partiya Şoreşgerî ya Kurdistanê damezirand.

Di sala 1970î de piştî peymana 11ê adarê careke din li Mele Mistefa Barzanî vegeriya. Piştî têkçûna peymana 11ê adarê di navbera kurdan û hikûmeta Îraqê de di sala 1975an de, Talebanî Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ava kir.

Celal Talebanî bi keça nivîskarê navdar Îbrahîm Ehmed a Hêro Xanim re zewicî ye.

Di 6ê nîsana 2005an de Talebanî bi hilbijartinê bû serokkomarê Îraqê.

Di 20ê kanûna paşîn a 2012an de ji ber tedawîbûna Talebanî, ew birine Almanyayê.




#Article 99: Qers (1384 words)


Qers, bajarekî Bakurê Kurdistanê ye. Qers di nav sînorên komara Tirkiye de dimîne.

Li gorî çavkaniyên dîrokî, di dema Hîtîtiyan de navê herêmê Ermania bû. Navên kevn ên bajar jî araks û Karask bûn. Navê ku niha tê bikaranîn jî ji gotina qasrak tê. Tê texmînkirin ku ev nav ji êlekê tê ku beriya zayînê, li vê deverê bi cih bûbû. Li gorî hin baweriyên din, navê bajêr, ji gotineke zimanê gurcî tê ku ew jî tê wateya bajarê bi derî. Kurd jî ji bajêr re dibêjin Qers û ji herêmê re jî dibêjin Serhed. Ji ber ku bajarê Qersê wekî deriyek e ku Kurdistanê bi Qafqasan û bi deryaya reş ve girê dide, xwediyê şûnwariyeke kûr e. 

Gelek gund ji rojên pir sar û hişk re Qers dibejin.

Pivana erda bajêr 18.557 km² ye. Erda herêmê % 38,2 wî ji çiyan, % 111 ji deştan û % 50,7 wî jî ji platoyan pêk tê. Li erda herêmê tene, kartol, kixsên şekir, pembo, genim,ceh û goringe tên çandin.

Bajarek sartîrîn ji yên Kurdistanê ye. Li herêmê îklîmek reşayî û zozanî heye. Îklîma Sibîryayê jî bandora xwe li herêmê dike. Zivistan li herêmê dirêj û sar, havîn jî hênik û kin derbas dibin.

Çiyayê Sîpanê bilindahiya wî 2909 metre ye. Çiyayê Pîvaza 2808 metre, çiyayê Ziyaretê 2838 metre ye. Li dora van çiyan bi deşt û platoyên fireh hatine dorpêçan. Dîsa çiyayên din; Çiyayê Ala, Çiyayê Demê Avê, Çiyayê Dohnî, Çiyayê Hecî Xelîl û Çiyayê Allah û Ekber. Di rêza Agirî de jî çiyayê Zorê û çiyayên Xurê hene ku billindiya wan zêdetirî 3 hezar mêtroyî ne. Kismek ji Çiyayê Agirî (5.123 m) jî dikeve hundirê sînorên herêmê. 

Çiyayên din:
Çiyayê Zor (3.196 m), Kisir (3.197 m), Kopîl (3.120 m) û Sibhan (Sîpan) (2.909 m)

Herêma Qersê bi deşt û mêrgên xwe ve warê xwedîkirina sewal û geriyên pez e. Ji ber mêrg û kaniyên xwe, ji ber zozan û geliyên xwe di Kurdistanê de qada hilberîna şîr e. Şîr di mehên havînê de, bi tesîsên gundan ve tê bikaranîn. Li bajêr karxaneya  pênîr û şîr hatin avakirin, lê ev têr nake. Serma Qersê pir zêde ye û zivistanê wê dirêj

Geliyê Aras: Ji zozanên Tekmanê û Pasinê dest pê dike. Deşta Îdirê jî ji vê geliyê dest pê dike. Deşt di navbera çiyayê Agirî ya biçûk û mezin de ye. Mezinbûna wî 650 km² ye.

Deşta Qersê: Deşta herî fireh di erdnîgariya bajêr de deşta Qersê ye û jî nêzî navçeya Sêlîmê dest pê dike, ji başûr ve heta Erdexan ji rojhilat ve jî heta Qamîşan û sînorê Ermenistanê ve dirêj dibe. Ji çend deştan (Zarûşad, Qers, Xançerî, Aqçaqele) pêk tê. Mezinbûna deştê 2500 km² ye.

Deşta Erdêxanê: di nav geliya Kura de ye. Mezinbûna deştê 180 km² ye.

Çemê Aras: Ji çiyayê Bingolê dertê û ji Erziromê dikeve tixûbên Qersê. Çem diherikeBehra Hezarê. Çemê Arpa jî şaxek çemê Arasê ye. Çemê din yê herêmê jî Qers û Kur e.

Li herêmê çend golên tabîî jî hene. Wek Çildir (120 km²), Aygir (3 km²) û Xozapîn (27 km²)

Li herêmê ji bin erdê lînyît, asbest, perlît, xwê û malzemên tûxla û kiremîdan dertên.

Li gorî lêkolînên arkeolojîk, ên li derdorên Geliyê Kêrê û Erezê hatine kirin, jiyana mirovahiyê di dema paleolotîk ango 10 hezar sal berî zayînê dest pê dike. Beriya Îsa 9000-8000 û şundê mirovan li vir dest bi kedîkirina wesalan kirine. Her wiha dest bi çandiniyê kirine. Beriya zayînê di navbera salên 5000-4000'an de Horî hatine li vir bi cih û war bûne. 

Tê gotin ku Ûrartû 3 hezar sal berê li vir bi cih û war bûne. Piştî Ûrartuyan ew di bin êrşên Îskît û Tîmeran de têk diçin, demeke kin, Medî û Piştî wan jî Persî herêmê digirin bin erka xwe. Împaratoriya Persiyan wekî Mîrantiyan ji hev veqetiya bû.

Piştî Îskenderê mezin di sala 331’ê de Artêşa Pers, li Hewlêrê belav kir, Qers jî ket destê artêşa Mekedonî. Piştre Roma Bîzans, Ereb, Selçûkî yek bi yek hatin ketin herêmê û piştî demekê bar kirin. Ligel van dagirkeriyan Qers her tim di destê eşîr û mîrên kurdan de hate birêvebirin. Piştî desthilatdariya Osmaniyan, herêm heta salên 1800'î di destê Osmanî û Îraniyan de hate guhertin. Di sala 1767'an de leşkerên Osmanî li herêmê li kurdan zilm kirin û bûn sedemên serhildanên gel. Li gorî çavkaniyên Rûsan, 110 sal berê nifûsa bajêr, 224 hezar kes bû. Ji vê nifûsê 12 hezar kes misilman, 30 hezar kes Êzidî, yanî kurd, 50 hezar kes ermenî û yên din jî ortodoks bûn.

Qaqizman, Oltu û Erdexan jî wekî xopanên Qersê bûn. Di şerê cîhanê yê yekemîn de jî Qers di nava Artêşa Rûs û Osmanî de bû peyekî girîng. Di encama vî şerî de Enver Paşayê Osmanî 90 hezar leşkerên xwe ku piraniya wan kurd bûn, di seqema Qamûşan de da kuştin. Di dema şerê cîhanê yê yekem de, osmaniyan berê xwe dabûn ermenî û kurdên êzidî. Di encama qirkirin û êrîşan de bi hezaran ermenî û kurd hatin kuştin û bi deh hezaran jî koçî pişt xetê rûsan ango Qafqasan kirin.

Li golên herêmê mahsî hene. Li çiyan gur, rûvî, semasî, darbir, hirç û teyrên kovî wek werdek, kev û qaz jî hene.

Piraniya nifûsê ji Misilmanan pêk tê. Li herêmê  Êzdî (Şerfedin) jî hene. Wana cî û warê xwe terk kirine, dewleta Tirkan ewana ji gundê wan derxistine. Gundên wan  giredayî navçeya Qulpê ne. 7 ji wan gundan ev in: Saribilax, Tendurek, Qeranix, Badilî, Qazîqopran, Civanî û Heşerî.  Xiristiyan jî li gundên Posofê malakan hene. Ciwaka herêmê ji Kurd, Azeriyan pêk tê.

Dolmên Sêvan: Sêv tên perçekirin û hundirê sêvan bi şekirê pûdra û gûz tên tijekirin û devê wan tên girtin. Di siniyek de tên rêz kirin, rûnê nivîşk, av bi ser tê reşandin û tê kelandin.

Daşkifte: Kîloyek goştê hêtê çar perçe tê jêkirin û tê kutandin. Çar serî pîvaz bi goşt re tê lihevxistin. Qedexek lepa birincê yan jî nok, xwê û îsota reş dikeve navê. Malzeme dibe çar perçe, her perçeyek di hundirê kulmê de tê giroverkirin û hêkek kelandî dikeve navê û bi încasên hişk (mişmişên reş) dora goşt tê girêdan. Di avê de tê kelandin û dema servîs dibe kifte tê perçe kirin.

Jinên herêmê leçek , vala yan jî qalax didin serê xwe. Keçên ciwan yê herêmê, fîstanên kin (dayra) heta ser çongê û berdilek ji li ser fîstan li xwe dikin. Îşlik (pîlatî) bê qumçe û yek perçe ne. Di bin fîstanan de, şalwarek (tûman) tê li xwe kirin. Gorên kin, çarox yan jî galoş jî di lingan de tên bikaranîn.

Di serê zilaman de şewqe, papak yan jî qabalak heye. Îşlik (koynek) milê wan dirêj û bi yaxe ne. Êlekên zilaman bi çil qumçukan ve tê girêdan. Gazekî çakêtên dirêj yên zilaman e. þalwar (zikwa), jêra wan teng jora wan jî fireh e. Di nigan de gorên ji hirî û pêlavên ji çermên zirav (civekî) yan jî cîzmên dirêj hene.

Herêm bi zozan, gol û hewa ya xwe yê paqij bi nav û deng e. Herêm ji bo werziş û çalakiyên zivistanê ji musaîd e. Germav jî li herêmê wek ciyên vehêsanê ne. Kela Qersê, Xerebê Anê dêr û mizgeftên herêmê ji wek ciyên tarîxî, ji alî gel ve tên ziyaret kirin.

Kela Qersê ji 5 qat dîwar hatiye ristin. Ji kela navîn û kela derve pêk tê. Kela navîn hêj li ser piya ye. Di serê sedsala 18. de di nava kelayê de 47 mizgeft û mescîd û gelek xanî û dikan hebûn. Plana avahiyê çar koşe ye.

Bermayiyên bajarê Aniyê 48 kîlomêtro dûrî Qersê, di nav sînorê navçeyên Zarûşadê de ye. Navê vî bajarê kevnare, ji mabeteke ku ji Îraniyan maye tê. Di demên kevin de ev der, bi navê Anahîta dihate naskirin.

Berhemên ku di bajarê Anî de cih digirin jî navdar in. Dêra Ezîz Patrîk; ev dêr nêzî deriyê bajêr ê navîn e. Dêr di salên 1035’an de hatiye avakirin. Her wiha, dêreke din jî, li Rojhilatê bajêr, li ser zinaran hatiye çêkirin. Ev dêr di sala 1215an de, ji aliyê keyê Ermeniyan Tîgran ve hatiye avakirin. Berhemeke ku li bajarê Aniyê cih digire jî Qatagiral e. Di sala 1110’an de, ji aliyê Sambat ve hatiye çêkirin. Avahiyê di sala 1319’an de xisar dîtiye û careke din, ji aliyê mîmar Tirîdît ve hatiye avakirin.

Tevayiya nifûsa herêmê (tevli gundan) 468.357




#Article 100: Buxarî (171 words)


Ebû Ebdullah Muhemmed ibn Îsmaîl el-Cûfî el-Buxarî an bi navê kurtî Buxarî 21ê Temûza sala 810an wek neviyê farisekî ji Buxarayê hate dinê. Hîn yanzdeh salî bû dest bi xwendina zanistiya hedîsan kir û şanzdeh salî çû Mekeyê û Medîneyê heca xwe kir. Li wê derê li zanistên herî bi nav û deng yên hedîsan guhdarî kir. Paşê çû Misirê û şanzdeh salan li Asyayê geriya, ji van şanzdeh salan pênc li Besrayê borandin. Ew vegeriya axa bav û kalê xwe û li wir 31ê Tebaxa sala 870î mir. Ew bi pirtûka xwe ya hedîsan bi navê Camî us-sehîh bi nav û deng bûye. Di vê pirtûkê de wî ji hezaran hedîsên ku di dema gera xwe da naskiribûn tenê yên ku rastiya wan li gor îsnadê isbatbûyî bûn kom kirin. Ango eger ev hedîs li gor rêza kesên gotî bigihişta heta dema Muhemmed pêxember, wî hingî ev hedîs wekî rast dipejirand û kom dikir. Ev berhem yek ji şeş pirtûkên hedîsan e ku ji aliyê Îslam a sunnî tên pejirandin.




#Article 101: Celaledînê Rûmî (175 words)


Celaledînê Rûmî an Mewlana Celaledînê Rumî an jî Mewlana Celaledînê Belxî (bi farisî مولانا جلال الدین محمد رومی‎, Mowlānā Jalāl ad-Dīn Muḥammad Rūmī) di 30ê îlonê 1207an da li bajarê Belxa Afxanistanê ji dayik bûye. Rûmî, ligel Senayî û Etar yek ji helbestvanên sofî yên mezin ên faris e. Malbata wî bi malbata mîrê Xarizmê mirovântî danî bû. Hî di temenekî biçûk de Rûmî bi bavê xwe re li dinyayê geriyaye û çûye Bexda, Meke û Şamê. Tê gotin ku di van geran de wî sê salî (di sala 1210an de) Etarê kal dîtiye û wî jî bo Rûmî gotiye ku ew dê bibe mirovekî gelekî bi nav û deng û mezin. Dîsa tê gotin ku wî berhemeke xwe diyariyî Rûmî kiriye. Bavê Rûmî Behaedîn Weled sala 1227an li Qonyeya Anatolyayê niştecî dibe. Siltanê selçûqiyan bavê wî kire profesor, piştî mirina bavê xwe di sala 1230an de Rûmî cîhê wî girt û heta mirina xwe di 17ê kanûna pêşîn 1273an de li Qonyayê jiya. Berhema wî ya here bi nav û den mesnewiya wî ye.




#Article 102: Manî (pêxember) (1182 words)


Manî (216-276), pêxemberekî kurd ê  sedsala 3'ya ye. Ola ku Manî saz kiribû, her çiqas îro ji holê rabûbe jî, di wê demê de alîgirên wê zaf bûn. Ola Manî li rojhilata Navîn derkete holê û bi rojava ve heta Atlantîkê, bi rojhilat ve jî heta Pasîfîkê belav bûbû û ji hezar salan zêdetir dom kiribû.

Ola ku Manî saz kiribû, sentezeke balkêş a olên din e. Manî Zerdeşt, Bûda û Îsa Pêxember wekî pêxemberên rasteqîn dibîne lê li gorî angaşta wî, piştî wan, wî wehiyeke hevgirtîtir standiye.

Di ola Manî de her çiqas hêmanên Bûdayî û Îsewî hebin jî (qene ji bo rojavayiyan) doktrîna herî balkêş ji dualîzma Zerdeştî hatiye standin. Manî daye hînkirin ku cîhan, ne ji aliyê xwedayekî ve tê birêvebirin, zaftir qada têkoşîna di navbera du hêzan de ye. Yek ji van “hêmana bed ku Manî ew bi tarî û daringê re wekehevî kiriye; ya dî hêmana baş ku bi ronahî û ruhê re wekehevî kiriye. Ji ber vê yekê ramanên xweda û şeytên ên di ola îsewî de tîne bîrê; lê di ola Maniyî de hêmanên baş û bed wekî xwediyên hêzên wekhev têne zanîn. Di encama vê baweriyê de bedbûna felsefeyî ya ku fîlozofên Îsewî û Cihû dixe nakokiyan, di felsefa Manî de nabe pirsgirêk.

Li vê, ji bo bi kitekit ravekirina ola Manî cî tune. Lê divê bê xuyakirin ku di ola Manî de, ji ber ku ruhê mirov bi hêmana baş û laşê mirov jî bi hêmana bed re wekehev bûye, alîgirên ola Manî bawer dikin ku divê ew xwe ji bihevrebûna cinsî eger ji bo zêdebûnê be jî- dûr bigirin. Wekî din goştxwarin û şerabvexwarin jî hatibû qedexekirin.

Dema mirov ji dûr ve li vê doktrînê dinêre, mirov dibêje ku divê alîgirên vê olê ne pirr bin. Lê ev qedexe ji bo endamên ji rêzê yên Dêra Maniyî derbas nedibûn. Ev qedexe tenê ji bo mirovên navê bijartî li wan hatibû danîn û hejmara wan hindik bû, hatibûn danîn. Endamên ji rêzê banghinêr dikarin bizewicin (ji xwe re dostik bigirin), bibin xwedî malbat, goşt bixwin û şerabê vexwin. Hinek peywirên ku diviyabû banghinêr bi cih bînin hebûn, divêt wan piştgirî dabûya bijarteyan, lê tevgera ehlaqî ya ku ji wan dihate xwestin bi qasî bêmantiqiyê ne dijwar bû. Ruhên bijarteyan li dû mirinê rasterast diçûn bihuştê; lê ev yek ji bo banghinêran demek digirt. Lê hinek rêolên Maniyî yên wekî Katharî bawer dikirin ku wê banghinêr jî wekî bijarteyan bi hêsanî herin bihuştê.

Manî di sala 216'an de li Mezopotamyayê, ku ev der di wê demê de parçeyeke Keyîtiya Persan bû, hate dinê. Manî kurd bû û xizmê Arsacît an jî xizmê malbata serdest a Part bû. Her çiqas piraniya persiyan girêdayî ola Zerdeştî bin jî malbata Manî di bin bandora rêola Îsewî de bû. Di duwanzdeh saliya xwe de xeyalên olî dîtin û di bîst û çar saliya xwe de ola xwe ya nuh derxist. Dema di destpêkê de li welatê xwe bi ser neket çû bakurê rojavaya Sindê (Hind), li wê derê fermandarekî cîgayî hatiye ser ola wî. Manî sala 242'an vegeriya Kurdistanê û Key Şapûrê I. ew qebûlî hizûra xwe kir. Şapûrî ola wî qebûl nekiribe jî di bin bandora Manî de maye û hiştiye ku ola xwe ya nû li Keyîtiya Persan belav bike. Manî, piştî vê destûrê sî salan, di dema Şapûrê I. û Hurmizê

I. de, ola xwe da hînkirin û belav kir. Di wê demê de alîgirên ola Manî zêde bûn û Manî mîsyoner şandin welatên der û dor lê ji ber vê yekê dijminahiya rahîbên Zerdeştî zêde bû. (Di wê demê de, li Îranê ola fermî Zerdeştî bû.) Di sala 276'an de, gava Behramê I. bû key, Manî hate girtin û ew avêtin zindanê. Piştî bîst û şeş rojan, Manî di îşkencê de mir.

Manî, bi zimanê persî pirtûkek û bi zimanê syriac (zimanekî nêzî zimanê aramaîk a di dema Hz Îsade ye.) jî gelek pirtûk nivîsandine. Ev ji bo ola Manîyî bûne pirtûkên zagonî. Her çiqas bi jiholêrabûna olê re ev pirtûk winda bûbin jî, hinek ji wan di sedsala 20. de hatine dîtin. Maniyî, ji rojên pêşî ve tevgereke mîsyonerî bû. Gava Pêxember Manî li heyatê bû, ola wî ji Hindê heta Ewropayê alîgir dîtin. Ola wî, piştî mirina wî jî gelekî belav bû. Li rojava heta Îspanyayê, li rojhilat heta Çînê belav bû. Di sedsala 4. de gate dema xwe ya herî xweş û li rojavayê ji bo Îsewîtiyê bû reqîbeke giran. (Ezîz Augustînus Çar salan bûye endamê Maniyiyê.) piştî ku Îsewî bû ola fermî ya Romayê, Maniyiyan gelek tadayî dîtin û ola Manî di sala şeş sedan de, li rojava, hema bêje ji holê rabû.

Lê li Mezopotamya û li Îranê hêza xwe domand. Ji wê ber bi Asya Navîn, Tirkistan û Çînê ve belav bû. Di sedsala 8. De bû ola fermî ya Ûyxuran. (Di wê demê de aliyeke mezin ya rojavaya Çînê û Moxolistan di destê Ûyxuran de bû.) Ji wê, li çî nê û Tayvanê belav bû. Lê di Sedsala 7'an de, dema misilmanî bi pêş ket Mniyî jî bi paş ve çû. Di Sedsala 8'an de, dema xelîfeyên Ebasiyan li Bexdayê, bi zixtî li hember Maniyiyan derketin, Maniyî bandora xwe li Mezopotamya û li Îranê winda kir. di Sedsala 9'an de li Asya Navîn jî bi paş ket û di sedsala 13'an de, bi dagirkirina Moxolan bi temamê ji holê rabû. Lê Marco Polo, di sala 1300'î de, li rojhilatê Çînê laqî komên Maniyiyan bûye.

Li Ewropayê jî hinek rêolên ku ji Maniyiyê qetiyane xuya dibin. Di sedsala 7. de li Keyîtiya Bîzansê Paulusî xuya kirin. Di Sedsala 10'an de Bogomîlî ku gelek bihêz bûn, li balkanan derketin holê. Lê di nava wan rêolên ewropayî de ya herî girîng Kathasarî bû. Ji ber ku ew ji bajarê Albiyê bûn (Albî, li Fransayê kela wan a herî girîng bû.) ji wan re Albiyî jî tê gotin. Katharosiyan, di sedsala 12. de li Ewropayê, bi taybetî li başurê Frensayê, xwe wekî Îsewî didîtin lê desthilatdarên dêra Îsewiyan, ew wekî bêol didîtin. Papayê herî bihêz û nexweşbîn a serdema navîn, Papa Înnocentîusê III. li hemberî wan banga sefereke xaçparêz kir. sefer di sala 1209'î de dest pê kir; di sala 1244'î de bi mirina gelek Albiyan û wêranbûna başurê Frensayê, Albî têk çûn. Lê Katharosî heta sedsala 15. li Îtalyayê dom kiriye. Bandora her olê li ser jiyana alîgirên xwe heye. Ji ber vê yekê sazendeyê oleke piçûk jî, bi pirranî xwedî bandoreke mezin e.

Dilqa kesayetiya Manî, di afirandina vê ola nû de gelek mezin e; olê saz kiriye, teolojiya wê bi pêş xistiye û zagonên ehlaqî bicî kirine. Raste ku zafê ramanên xwe ji ramanên kevn standiye; lê kesê ku ev raman veguhestine ramaneke nû û cuda, Manî ye. Bi şorindan gelek alîşgir dane hev. Rêxistina dêrê afirandiye. Pirtûka pîroz a olê nivîsandiye.

Mirov, mirovekî wekî Manî ku tevgereke wisa li dû xwe hiştiye, zaf kêm dibîne. Heke Manî tune bûya, oleke wisa jî wê tune bûya. Ji ber vê yekê Manî ji gelek zana û daneran girîngtir e.

Michalel H. Hart (En etkin 100)
Raguhestin: Siya Zerdeşt Pencinarî




#Article 103: Mîrektiya Botan (5595 words)


Mîrektiya Botan yek ji mezintirîn mîrên kurd e ku di navbera salên 1338-1855 de mîrîtî kirine û di nav axa Bakurê Kurdistanê de hatiye naskirin. Navçeya îdarî ku navçeya Dihê, navçeyên Cizîr, Şirnex û Sêrtê digire navê wê herêmê Botan e. Kurdên bûhtî, ku navê wî mîrektiyê ne, di navbera parêzgeha Hekarî ya nûjen û Dihokê de dijîn. Jî Bûhtî Kurdan, li ber çavên hin dîrokzanên ku bi eslê xwe Merwanî damezrînerê ji xanedana kurdên Humeydî bi têkildarî dîbinîn. Di xebata xwe ya bi navê Şerefname ku ji hêla dîrokzanê Kurd Şerefxanê Bedlîsî ve ku di sedsala 16an de jiyaye nivîsandiye; Ew diyar dike ku mîrektiya Botan navê xwe ji eşîra Bûhtî girtiye, ku ew eşîr bi cesaret û şerê xwe tê zanîn. Lê Mîrektiya Botan tenê ne li ser eşîra Bûhtiyan bû. Digel eşîra Bohtî, eşîretên Dumbilî, Nûkî, Mehmûdî, Şêx Taranî, Masakî, Raşkî, Pînkan, Dalam, Bîasturaî, Şîruyan, Dûdêran di nav êlên eşîrên Botan de bûn. Herêma Botan li 14 deveran hate dabeşkirin, ku her yek ji navenda xwe û qesra xwe ve girêdayî bû. Fermanên Botan, bi navê mîrê Azîzan an begîtiya Azîziye jî tête zanîn, dibe ku xwe li bingeha Xalid bin Welîd binasin da ku di serdemên xwe yên klasîk de ji eşîrên di nav herêmê de sererast bibin. Di heman demê de, sedemên fermanên Botanê ku bi navê Mîrê Azîzan têne zanîn ji ber navê Îzedînê Bûhtî, damezrênerê vê mîrîtiyê ye. Di dema Şerê Çardiran de di navbera hêzên Osmanî û Safewî di 1514 de, Mîrektîya Botan li tenişta Osmanî bû. Mîrektîya Botanê ji vê dîrokê heya niha hebûna xwe wekî banek hukumeta  Împeratoriya Osmanî domand. Mîrektîya Botan, ku di heyama Bedirxan Beg de serdema herî geş bû, paşê 19. ss Reformên navendîparêz û siyasetên çewt ên ku di sedsala 18-an de di Î Împeratoriya Osmanî de pêk hatin, di 1855-an de jî di dema serhildana Bedirxan Beg de serhildana dijî  Împeratoriya Osmanî di serdema Êzdînşêr Beg de hate qewirandin.

Navçeya Botan navê ji bo dabeşîna îdarî re ye ku li herêma Eruh a Sêrt, Şirnex û herêma Cizîrê ya Şirnexê digire .  Alimê navdar İbn Vâzıh el-Yakubî  ji bo Bûhtîya dibêje ku , Bûhtî Kurdên ku li navenda Cizîrê, di pênasekirina Cezîretu'l-Ekrad ku  Cîzîra Kurda  de pêşkêş bikaranîn bû. Dema ku Îzeddîn İbn Şeddâd ev agahdariya ku Yakubî bi dest xistin vegot, wî diyar kir ku bajarokê pirsê Cezîretu'l İbni Ömer e û ji ber gellek zêde ya nifûsa Kurd li wir, bajar bi vî navî tête navandin.  Yâkût al-Hamevî diyar kir ku wan têkiliyên baş bi Ermeniyan re di derheqê gelê herêmê de hebû û ew dîwarên xurt hebûn, û ku hin ji wan ji Beşnevî û hin jî ji Kurdên Bûhtî re bûn. Dîwarên ku ji hêla Yâkût el-Hamevî ve di derbarê Bûhtîyan de hatine gotin ev in; Curzakil, Atil, Allos, Baz el-Hamra, Elki, Ervah, Bahuha, Berho, Kinkiver, Nirve û Hoseb.  Dema ku li ser herêmên ku Mîrên Azîzan  xwedan behs dike, Şerefxan behsa girav û bajarên girîng ên stratejîk ên serdemên wekî Gurgîl, Berke, Eruh / Ervah, Piroz, Tanza, Fınık, Tur, Heysem, Şah, Etil, Ermişat, Kiver, Dirde dike.  

Mîrektîya Botan ji hêla dadrêsê Fınık Îzeddîn el-Bohtî ve hat damezrandin.  Di dema Îzeddîn el-Bohtî de, herêma Cizîrê ji alîyê walîyên ku Îlhaniyan şandine herêmê bi rêve çû. Piştî mirina parêzgarê eyaleta Cizîrê, ku di sala 1330-an de mir, Taceddîn Bedil, kurê wî ji bo parêzgarê Mîr Beklemîş hate tayîn kirin. Wî di ser mirina bavê xwe re diyariyên Îlhaniyan re bi balyozên xwe re şand û diyar kir ku wî dixwest ku herêma Cizîrê îdare bike. Piştre, ew li ser bingeha diyariyên xweş û rêzgirtina Beklemiş, ji herêma Cizîrê re hat wezîfedarkirin.  Di vê navberê de, di sala 1336 an de Mîrektîya Artukîyan  biryar da ku rêwîtiyek li ser Mîrektîya  Heskîf Eyûbi li dar bixe . Li ser vê yekê, Mîrê Hesankeyfê, Melîk Adîl, ji dadwerê Kela Fınık, Îzeddîn el-Bohtî, ku di nav xwe de artêşek xurt heye, ji we re alîkariyê dipirse. Ev şer ji bo Îzeddîn el-Bohtî xalek xuyang e. Ji ber ku piştî vî şerî, Îzeddîn el-Bohtî bi wergirtina piştevaniya Mîrê Heskîfê, Melîk Adîl, dê hêza xwe zêde bike. Di şerê ku li Mîrektîya Artukîyan û  Heskîfê qewimî , Îzeddîn el-Bohtî banga alîkariyê ya Melîk Adil red nekir û di destê şer de li alî  Heskîf bû. Piştî vî şerî, Melîk Adîl piştgirî û hevalbendê herî mezin ê Îzeddîn el-Bohtî bû, yê ku dadwerê kelehê Fınık bû.  Waliyê Cizîrê, li benda qelskirina Îlhaniyan dema ku dîrok bi vî rengî dixebite, baca hikûmeta navendî nade û dest bi zextê li gelê Cizîrê kir . Li Cizîrê, ku fermana îdarî hati bû tengas kirin, xelkên deverê çûn cem Îzeddîn el-Bohtî, dadrêsê kela Fınık, ku di vê heyamê de zû dest bi wergirtina hêzê kir, gazî alîkariyê kir û gilîyên xwe ragihand. Îzeddîn el-Bohtî di derheqê gilîkirina xelkên Cizîrê de çi li herêmê qewimî lêpirsîn kir, dûv re ji alîyê alîgirê wî Mîrê Heskîfê alîkarî xwest û ragihand ku ew plan dike ku rêwîtiyek li ser Cizîrê bide . Bi piştgîriya Fermandariya  Heskîf re, Îzeddîn el-Bohtî agahdarî belav kir ku ew ê organîze kiryaran bişîne deverên derdorê li ser Kurdên Sindî wekî tevgerek stratejîk bû. Lê paşê Bûhtî artêşê xwe zivirand ser Cizîrê û leşkerên xwe girtin cerdevaniyê bi Mîr Beklemîş re, yê ku ew ji balefirê li ser Cizîrê nezan bû. Cizîrê bihîst Bûhtî bi hebûna artêşê de, li nêzîkî Cizîrê hatiye bi Waliyê Îzeddîn el-Bohtî diyariyên û dilsoziya xwe de sond ji wî re hevdîtin pêk anî. Qeymeqam Mîr Beklemîş, piştî ragihandina Îzeddîn el-Bohtî, wî avêt Cizîrê . Artêşa Bûhtî, ku ket nav bajêr, dest danî ser Cizîrê û pişt re Mîr Beklemîş, hate kuştin û Bohtî bi tevahî bajêr serwer kir in. Bajarê Cizîrê, ku di sala 1338-an de hat desteser kirin, bû navenda Bohtîya û ji hêla Mîrektiya Botan Îzeddîn el-Bohtî ve bi fermî hate damezrandin. Îzeddîn el-Bohtî bû hedefa Mîrê Mûsilê Hacî Turgay, yê ku Cizîr hilda û Mîrektîya Botanê damezrand û fikir kir ku axên Cizîrê li axa xwe zêde bike. Hacî Turgay Cizîrê, li ser dem û organîze Cizîrê di bin dorpêçkirina bû. Piştî sê rojan ji pevçûnê, kavilkar Hacî Turgay ber bi herêma nêzîkî Cizîrê bi navê Zelaka vekişiya, piştre artêşê Bûhtî li pey wî, di encamê şerekî ku di encama têk çû bûna Mîrê Mûsilê de li herêma Zelaka têk çû.  

Şerê di navbera eşîra Bûhtî û Zırkîs de di sala 1342 de tê gotin Şerê Mîrîtî yê ye. Ev şer ji bingeha bingehîn a siyasî ya serdemê pêk tê. Ew li vê deverê ku her du eşîr xwedî hêz in, şerekî bi hêz e. Di şerê Mîrîtî yê di navbera eşîra Bûhtî û Zırkîs de, hindikahiya Ereban li Sêrtê tevî hemî hêzên xwe bi Zırkîsê re li dijî Bohtîyan tevlî bûn. Ev şer, ku di Bâdî de çêbû, lêçûnê xortên Begê Botan û gelek leşkerên Bohtî, di nav de jî bavê Îzeddîn el-Bohtî, Seyfeddîn el-Bohtî jî mir. Li ser mirina Seyfeddîn El-Bohtî Sêrtê ji serê wî hat jê hilkirin û li Sêrtê serê wî re Çevgan  lîst in. Wekî encamek van bûyeran, Îzeddîn el-Bohtî daxwaza piştgiriyê ji hevalbendê wî Mîrê Heskîfê, Melîk Adîl û eşîrên Kurd kir, û Artêşa xwe berhev kir û seferek li ser Sêrtê organîze kir. Bi piştgiriya Muad bin Kadilla li Sêrtê, Îzeddîn al- Bohtî bi artêşek elalet re Sêrt girtin û talan kirin. Dûv re Alî Şirvân Al-Bohtî wek qeyûmê Sêrtê tayîn kir û vegeriya Cizîrê . Piştî hukûmetek deh mehî ya Bohtîyan li Sêrtê, notirvanên bajêr serhildan, Muad bin Kadilla û kurê xwe Muhammed û birayê wî kuştin. Di encama serhildanê de, Mîr Alî vanîrvan al-Bohtî bi zilamên xwe re bajêr hişt û vegeriya Cizîrê .  

Kurê Îzeddîn el-Bohtî Seyfeddîn, 1346 an de, bû sedemê krîza di navbera Mîrektîya Heskîfê û Mîrektîya Botan. Seyfeddîn El-Bohtî û mirovên  Heskîf gel zirar kiriye û li ser vê yekê Malik Adil artêşek berhev kir da ku dorpêçkirina herêma Cizîrê bi pêk anî . 1346-an de li Cizîrê ket nav daristanên Dêrik û ku têkbirina artêşê li dijî Bohtî li Cizîrê. Diviya bû wan li çiyayên ku der û dora xwe dorpêç dikirin. Di vê navberê de, Melîk Adîl li gel leşkerê xwe li Cizîrê de ma ku li benda Begşên Kurd û hêzên eşîrê ku piştgiriya wî xwest. Xirabî piştî hatina begên Kurd, Seyfeddîn El-Bohtî çû wargeha Melîk Adîl û pêşkêşiyek aştiyê kir. Li ser pêşkêşkirina aramiya Seyfeddîn El-Bohtî, Melîk Adîl bi erênî bersiv da vê pêşniyarê da ku êdî wenda nebe, û aştî di navbera her du aliyan de bêyî ku zirarên din çênebe. Lê belê, di navbera 1351-1352-an de, di navbera Seyfeddîn el-Bohtî û dîsa di navbera  Heskîf û Mîrîtîya Botan de qeyranek çêbû. Ji bo sedema vê krîza bû ku artêşa Bohtî, ku dît ku Mîrektîya Heskîf di şerê navbera têk hate Heskîfê û Mîrektîya Xerza, derbasî Mîrektîya Xerza bûn. Lê belê, wekî encama şer di Koşaniye de, Dadrêya Xerzan têk çû û  Mîrê Heskîfê Melîk Adîl, yê ku xayîn Bohtîya bihîst, carek din Bohtîya rêxistin kir. Bi wergirtina nûçeyên ku Melîk Adîl bi ser keti bû, dadrêsê Mîr Seyfeddîn Vestan ji Mîr İmadeddîn El-Hekkari piştgirî xwest û ji artêşê re tevger da ber dadmendiya Mîr Îmadeddînê Mîrê Hekarîya. Lê belê, dadrêsê Vestan Mîr İmadeddîn piştre destek da Bohtîyan û vegeriya. Wekî encamek vê bûyerê, Mîr Seyfeddînê Bohtî artêşê xwe hilda û berê xwe da Tanza û navenda xwe li wir damezrand. Melîk Adîl li Bohtîya ê nêzîkê Tanza çalakî li dar xist û dû re jî aştî careke din di navbera her du malbatên malbata Begtu'l-Evseli de pêk hat.  Têkildarî van bûyeran, Mîr Îzeddîn el-Bohtî, ku ji ber seferberiyên ku Melîk Adîl li ser alîyê Botan kirî, xemgîn bû, çû Rûkenê Colemêrg Melik Esedê Mîrê Hekarîya da ku ewlehiya Mîrektîya Botan biparêz e û ji wî piştgirî xwest. Piştî ku fêr bû ku Îzeddîn el-Bohtî çû ba hukumdarê Colemêrgê, Melîk Adîl ji derdorê Mîr piştgirî xwest û xwest bi leşkerê xwe ber bi Sêrtê ve here da ku here Sêrtê . Dûv re, bi hev re bi artêşê dadrêsê Vestan Mîr İmadeddîn û Îzeddîn el-Bohtî,  berbi Sêrtê ve çûn . Melîk Adîl, yê ku fêr bû ku Îzeddîn el-Bohtî ji Arteşa Colemêrgê ber bi Sêrtê ve bi rê ketibû, bi yekîneya kavilkar re hat Sêrtê . Piştî hatina Melîk Adîl li Sêrtê, kurê Mîrê Xerzan, Melik Muhammed, Ziyaeddîn er-Rojkî, Nasreddin ez-Zırki, Bahaeddin es-Süleymani,Îzeddîn ez-Zirki, Mîrê Silvan, Mîrê Erkanin. Li gel fermanên Kurdî yên wekî bin Kemal al-Şavûri, artêşbûna 12 hezar kesan li Sêrtê dest pê kir ku li bendê bin. Melik İmadeddin El-Hekkarî şandek ji Melîk Adîl re şand da ku şer bê winda derbas bibe û xwest muzakereyên aştiyê di navbera her du aliyan de. Li ser vê daxwazê, Melik Muhammed, kurê Mîrê Mêrdînê, ji Melik İmadeddîn re hat şandin, û ji bo danûstandinên aştiyê careke din di navbera her du aliyan de pêk hat.  Di Kanûn 1362-an de, Mîrê Botan Îzeddîn el-Bohtî mir û cihê wî kurê wî Seyfeddîn El-Bohtî hat.  Seyfeddîn El-Bohtî li şûna birayê wî, Îzeddîn Ahmedê Botan, piştî mirina wî di îlonê sala 1383-an de piştî padîşahê 20 salan bû. Ew li bajarokê Fınık, kurê Seyfeddîn El-Bohtî, û kurê wî Abdullah wekî rêveber hate wezîfedarkirin. Di şerê ku di heman salê de di navbera  Heskîf û Zırkîs de çêbû, Mîrê Botan yê nû Îzeddîn Ehmed pişta xwe da alîya  Heskîf.  Lê belê, di sala 1386-an de, Mîrektîya Hesankeyf û Mîrektîya Botan dîsa rû dan, û Mîrê Heskîfê êrîşî hêzên serhildayên Abdullah El-Bohtî kirin. Hêzên Abdullah El-Bohtî de têk Heskîfê artêşê , tevî ku Farqîn û Mîrê Xerza  piştgirî Heskîfê aliyê şer di şerê ku li dar ket. 

Dema ku Timur de hatin herêmê, Mîr Îzeddîn Ahmedê Botan , wî ziyaret kir û got li Timura bibin. Salên hatina Timur li herêmê tevlihev e. Di hin çavkaniyan de, 1401 paşeroj e, di çavkaniyên din de ew 1394 e.  Mîr Îzeddîn, ku di destpêkê de ji Tîmûr re ragihand û dilsoziya xwe agahdar kir, paşê ji viyana xwe ya dilsoz şaş ma û bû sedem ku Timur rêxistin bi artêşek berbiçav li ser herêma Botan rêwîtiyek organîze bike. Di encama pêşangeha Tîmûr de li ser herêmê, Cizîr bê dorpêçkirin, û li ser vê rewşê rêveberiya artêşê  Botanê li Cizîrê bi dawî bû. Paşê Mîrê Botan Îzeddîn, ku ji hêla Tîmûr ve têk çû, reviya û neçar ma ku jiyana xwe di nav eşîrên Dih de veşartî.  Hejmarek çavkaniyên Tîmûr piştî wergirtina nivîsandinê ew ji rêveberiya kurên xwe hiştin  hin çavkanî, Mamlûk û ew hiştin ji ber ku ne peydakirina rêveberiyê ne û tê vê wateyê ku niha serê Botan ferman dide.  Lê belê, di nav sempozyûmê li dar Şirnexê, hat gotin ku, Timur di bin kontrolê de hinek dem piştî ku ji wê herêmê dîsa ji aliyê Botan hate binçavkirin .  

Di 1429-1430-an de, Abdullah bin Abdullah, bi navê Mîr Zeyneddîn an Abdal Beg jî tête nasîn, dîsa herêma Botan hildibijêre û Mîrektîya Botan desteser dike.  Abdal Beg serwerê bavê Zînê ye ku di navdar Mem u Zin de ji hêla Ahmed-i Hani ve hatî navkirin .  Di serdema Abdal Beg de,  Mîrektiya Bedlîsê û  Mîrektiya Botan rû bi rû bûn. Mîr Şerafeddîn bi Şaxım Hatun re zewicandî ye û kurê wan jî heye bi navê Şemseddîn. Imahîm Hatun keça Mîrê Heskîf e . Lê piştre Mîr Şerafeddîn ji Şaxım Hat dabeş kir û Şaxım Hatun jî bi zilamek bi navê Seydi Ahmed zewicî. Bi mirina Mîr Şerafeddîn re, Şaxım  Hatun û Seydi Ahmed Bitlîs ketin bin rêveberiya Mîrîtî û ji vê yekê sûd wergirtin ku kurê wî Şemseddîn biçûk bû. Piştre, serokên Dinka Rojkî, ku serokê Mîrektîya Bitlîsê bû, ji vê rewşê aciz bûn û ji navendê serbixwe tevgeriyan, piştevaniya xwe ji Mîrektîyê re vekişandin. Piştî ku di vî warî de ji bo demekê berdewam kir, Mîr Şemseddîn, ku temenê wî pêşket, bi serokên eşîra Baykî re civiya û ji bo tasfiyekirina Seydi Ahmed serî hilda. Vê bihîstin, Seydi Ahmed alîyê Bedlîsê hişt û ravî ba Mîrê Botan Abdal Beg. Paşê Mîr Şemseddîn pêşî dayika xwe Şaxım Hatun kuşt, piştre artêşê xwe civandin û biryar dan ku rêwîtiyek li ser Mîrektîya Botanê saz bikin. Mîr Şemseddîn û artêşê wî, ku hatina pêşiya Cizîrê, piştre bi danûstandina girtiyan Seydî Ahmed girtin û kuştin. Dûv re Mîr Şemseddîn bi artêşên xwe vegeriya Bedlîsê û ji Mîrê Botan  re ragihand ku ti pirsgirêka wî bi Bohtîya re tune û ku mirovên her du hereman heval bûn.  Abdal Beg bi Mîspî re li dijî Mîreşan li şer di navbera Mîspîyan û Mîreşan de di sala 1437 de pêk hat.  Di sala 1451 koçî Botan de, Mîspî êriş kir, Artêşa Mîspî Cizîr gelek bajaran bi talan kirina bajar kuşt.  1452-an de artêş bi serokatiya Hasenê Dirêj êrişî Sêrtê bi serokatiya Abdal Beg û di vê êrîşê de arteşa Mîspî bajar û derdora wê talan kir.  Di vê heyamê de dîsa, serhildana li 1456 li Cizîrê dest pê kir û gelek xiristiyan û misilman jiyana xwe ji dest dan. Abdal Beg di sala 1456-an de derbas bû û li şûna wî II. Izeddîn Beg bû. Abdal Beg yek ji fermanberên kurd e ku zirara herî mezin gihand Mîspîyan . Ji bo vê yekê, dijminahiya Mîspîyan û Mîrektîya Botan  heya ku ew mir. Serdema Îzeddîn Begê, ya ku li pey wî hatî, serdemek hevbeş dubare kir. Lê rêveberiya wî pir dirêj nekir. Kurê wî yê rûmetdar, Mîr I. Şeref, tenê du salan bû ku wek Mîr xebitî. Piştî Heşda bî, ew bû serokê Mîrektîya Botan, di bin rêveberiya birayê xwe I. Bedir de. 

Di dema Bedir Beg, Mîspîyan hat rûxandin Şah Îsmaîl û Dewleta Sefewî hate damezrandin. Di vê qonaxê de,  Şah Îsmaîl  hem ji bo Mîrên Kurdan hem jî ji Osmaniyan xetereyek mezin bû.  Şah Îsmaîl , bi karanîna bandora Tirkmenan li Anatolia, bû sedema serhildanên di  Împeratoriya Osmanî de û xwest ku Sunîtî Kurdên Sunnî werin qewirandin û zilamên xwe bêne wezîfedarkirin. Piştre gelek Begên Kurd li kêleka Osmaniyan li hember Safavîyan cîwar bûn . Yek ji wan dadwerê Cizîrê Bedir Beg e. Hewldana Yavuz Sultan Selim agahdar nekir, Bedir Beg paşê paşde çap kir û ji alîyê Yavuz Sultan Selim ve hînkirina şahidan hîn kir. Dûv re, Bedir Beg li Mûsilê de kampanyayek li ser hêzên Sefewiyan  li darxist û ew têk birin.  Mîrektîya Botan  di fermana îdarî ya Osmanî de wekî hukûmetek sanjakê parêzgeha Amedê hate destnîşankirin. Begên Kurd domand ku di erdnişînên hukumetê de piştî qewimandina Osmanî serweriya axên xwe domandin, û wan salê yekcar baca xezîna navendî dida.  Ji Artêşxanê re nameyek ji hev xistî hatîye dayîn ku ew xwedan taybetmendiyên dewarên xwe ne. Di van peymanan de, şertên di binê wan da ku van banneran biparêze dê yek bi yek were rave kirin. Van rêzikên, ku di dema serdestiya Yavuz Sultan Selim de ji bo cara yekê hatine dayîn, paşê ji hêla her sultan ve nû hatine nûve kirin. Even dewletên navendî yên wek Selçûkî, Tîmûrleng, Mîspîyan û Safewiyan li ser kurdan, ku bihêz avakirin û eşîrên, Mîrên cuda de li herêmên xwe bi xwe bi serî, karî ji bo bidestxistina serdestîya mutleq ya di herêmê de, û rakirina van Mîra ne. Ordîxanên Kurd, ku wek kelehek navendî qebûl kirine, hebûna xwe bi pejirandina serweriya dewletên bi hêz ên ku serdestî li ser herêmê dikin dema ku mercên sîyasî hewce dikin, hebûna xwe domandin.  Dewleta Osmanî hîna jî di nav erdnigariya Kurdî de dikare hewil bide ku hukumeta navendî damezrîne, lê ew hewil neda. Berî her tiştî, berjewendiya Osmaniyan li herêmên ku Kurd lê dijiyan ne ji ber ku wan dixwest ku wan bixin bin kontrola xwe û asîmîle bibin, lê ji ber hewcedariya parastina sînorên rojhilatê yên dewletê ne. Wekî encamek vê rewşê, nermîniyên li çiyayên hişk ne tenê di karûbarên navxweyî de hin destkeftiyên îdarî hatin dayîn, di heman demê de rêziknameyek hate dayîn ji ber ku ew ewlehiya herêmên sînorî peyda dikin. Mîrektîya  Osmanî tercîh kir ku bi danûstendina bi pirsgirêkên hindikahî re, bi taybetî bi welatên cîran re, aramî çêbike. Di dema serweriya Sultan Süleyman Mîrê Mezin de, bêjeya wekî sembola çarenûsa wî di emr-i sheriff de hate şandin ji miletên ku li vê deverê dijîn nîv-serbixwe beriya Mîrektîya Iraqeyn (1535). Li vir bi kurtahî wiha hate kurtkirin: 

Wekî ku em ji vê yekê fêm dikin, Kanunî maf û mafên nû ji Fermandarên Kurd li Herêmê re neda, tenê bavê wî daxuyand ku destûrnameyên ku di demê de hatine dayîn dê rast bin. Ji ber vê rewşê, Ordîxanên  Kurd, ku hin taybetmendiyên wan hebûn, bi gelemperî ji dewletê dilsoz bûn û bi Artêşa Osmanî re ketin nav kampanyaya dijî Safewîyan . Ji ber vê yekê, statûya wan taybetmendî bê navber dom kir.  

Ordîxaneyên Botanê di karanîna rêveberiya Osmanî de gelek kar anîn. Piştî Alî Beg (1524), kurê wî II. Bedir Beg (1524-1573) bi karanîna rêveberiya Osmaniyan axa Beglik ji nû ve ava kir.  Di serdema xwe de, li Cizîrê, zanyarî û çanda gelek pêşkeftî û Cizîr bû navenda serdema di vî warî de.  Lêbelê, ji ber nerazîbûna caran ligel rêveberiya Osmanî, di sala 1549-an de, Vizier-i amzam Rüstem Paşa , kurê Suleiman Mîrê Mezin, lêkolînek li ser Cizîrê Beg Bedir Beg çêkir û Begannameyek da birayê xwe Nasır Beg. Dema ku Nasır Beg hat ser desthilatê, Bedir Beg neçar ma ku berê xwe bide herêma Şeccar. Lêbelê, Bedir Beg du sal şûnda bajêr desteser kir. Bedir Beg di destpêka Emirmperatoriya Botanê de 49 salan serwerî kir û di 95 saliya xwe de li Cizîrê mir.  Piştî mirina Bedir Beg, kurê wî Mîr Muhammed Beg ew serfiraz kir. Mîr Muhammed, ku beşdarî serdana Lala Mistafa Paşa yê digel serdanên Gurcistan û Qefqasan bû, di şer di sala 1573 de mir, û ji ber ku kurê wî pir biçûk bû, jina wî zewicî bi keçên xwe re Mîr Nasır û Mîr Şeref, kurên Abdal Han. Van xwişk û birayan ji bo demekê bi hevra serwerî îdare kirin. II. Her çendî Mihemed di sala 1578-an de bûye Cizîrê Beg, serweriya wî pir dirêj nekir û di 1583-an de mir.  Li ser vê yekê, Mîr Azîz (1583-1591) ji şaxên din ên malbatê Cizîr Beg bi ferman û daxwazên Dewleta Osmanî bû . Mîr Azîz, ku di sala 1585 an de beşdarî kampanya Tabrîzê ya of Împeratoriya Osmanî bû, di dawiya şer de venegeriya Cizîrê û li Sinjaringalê dimîne. 1586 bimêr re Mîr Saîd , 1593 Mîr Azizj i Cizîrê û Sîlopiyê bigire ser tevahiya erdê, xwe di destên xwe de bi tenê Cizîr li ser bermahiyên ku ji kelê, li Stenbolê ji bo alîkariyê li dijî ordênên namûsê û birayê wî ji hikûmetê pirsî bazda. Di vê navberê de, Mîr Şeref bi serfirazî û têkbirina keleha Cizîrê, piştî serpêhatiyek dirêj û li ser vê nûçeyê, rêveberiya Osmanî, ligel Mûsilê Begê began Hüseyin Paşa , Mîrê Xerza Mehmet Beg, tevî Karakuyu, Cemalkendi, Dilfeşme, Abu Saaîd Kefri Zaman, Habur û Silopi li ser Cizîrê rêve çû. Li ser vê yekê Mîr Şeref bi birayên xwe re reviya. Mîr Aziz bû xwediyê erdên kevnar. Huseyîn Paşa jî vegeriya Mûsilê .  Mîr Şeref piştî demekê dîsa hat qonaxê, pişta xwe da axên Cizîr û Silopî û Mîr Aziz kuşt. Mîr Şeref bixwe li Cizîrê bicîh bû û di qezayên digel xwe de birayên xwe şandin girave. Di nav van kastan de Kela Basurin ya li Silopî ye . Diyarbekirê Begê began Mehmet Paşa, ji ber qezayên Mîr Mehmet Şah hat herêmê Cizîrê û cihên din dane. Lêbelê, III. Şeref û Di navbera III. Mehmet de têkoşînek daye. Ev têkoşîn, Ew di dema  III. Murad û I. Ahmed  de jî berdewam kir.  Di 1626 de, Her çendî Cizîr ji hêla IV.  Murat (1623-1640) ji Mîr re hatibe dayîn, Mîr Şeref, ku rêveberek pir bandor bû li herêmê, hîn sax bû, di heman demê de Mîr Mehmet nexwest ku here wir û dest bi karûbarên xwe yên bingehîn bike.  

Piştî ku Mîrê Botan Abdullah Beg mir, biraziyê wî Seyfeddîn Beg bû mîr. Di dema serweriya Mîr Seyfeddîn Beg de, rêveberiya Mîrektîya Botan tengav bû û eşîrên di bin fermana Botan de ji derveyî welat bûn. Li ser vê yekê, Seyfeddîn Beg bi dilxwazî ji vekişiya û rêveberê radestî Salih Beg, kurê Abdullah Beg kir. Lêbelê, Salih Beg nekarî pêşî li astengiyên îdarî bigire û nekarî rêveberiya Mîrektîya Botan têk bibe. Dema ku Salih Beg pişti fermanê Naqshbandi ket û bi Sufîzma re mijûl bû, wî dev ji rêveberiyê berda û Mîrektî yê berda birayê xwe Bedirhan Beg . Bedirhan Beg, ku di sala 1802-an de li Cizîrê hat dinê,  19 salî bû Mîr gava ku ew di sala 1821 de bû serekê Mîrektîyê Botan.  Bedirhan Beg bê guman yek ji serkêşên herî nakokî yê dema xwe bûye. Ew rola wê di dîroka wê heyamê de, û her weha hêz û bandora wê li herêmê ku wê ew qas balkêş dayê. Her çend ev serdem serdema herî geş a Mîrektîya Botan be jî, dê strukturên îdarî yê Osmanî werin guheztin û desthilatdariya navendî jî zêde bibe . Gava ku ew bi serdema Mehmût re hevberî dike, ew di heman demê de qonaxên paşîn ê Mîrê Botan e. Ji ber ku, di serdema Bedirhan Beg de, Dewleta Osmanî bi astî kêmkirina asta şexsiyetên ku ji Mîrektîya Kurd re hatine dayîn kêm kir; Dûvre, ew bi tevahî xweseriya wan rakirin û yekser wê bi rêveberiya navendî ve girê da.  II. Mehmût Ji sala 1808-an pê ve bi reformên ku ew pêk anîn, ew vedigere polîtîkayên îdarî yên Mîrektîya  Osmanî yên li parêzgehan û şêwazek navendîparêztir bikar anî. Pêşîn, wî bi mîhengên nîv-xweser ên ku wî dît wekî astengiya herî dijwar a dewletê. Ew bi piranî ev pêk aniye. Di navbera salên 1812-1817-an de, mezinên mezin ên Anatolîayê hatin rêz kirin, û heman tişt li Balkanan di navbera 1814-1820 de qewimî.  Dûvre, ji bo ku rêxistina li Anatoliya Rojhilat fêm bike û ji bo pêkanîna mîheng û rêzanên li vê herêmê, II. Mehmût di sala 1833-an de Reşit Mehmed Paşa ji bo parêzgar Sivas tayîn kir.  Di vê pêvajoyê de, Bedirhan Beg bû serekê Mîrektîya Botan . Bedirhan Beg yekemcar eşîretên Botan ên belavbûyî di bin desthilatdariya xwe de yek kir û fermannameya îdarî di nav Mîrektîya Botan  de peyda kir. Wî di salên yekem ên Mîrektî de di warê îdarî de gelek reform kir.  Bi vî rengî, wî dest bi birêvebirina xwe xurt kir û Mîrektîya Botanê bi rengek otorîter îdare kir.  Dûv re, Bedirhan Beg ji bo ku ewlehiya jiyanê û malên kesên li axa di bin fermana wî de dijîn, hecî û talan bidawî kir, û bi vî rengî kar kir ku berhevkirina bacê sererast bike.  Van performansan di herêma herî tund a Cizîrê û Mîrektîya Botan  de jî aramî peyda kir û dilsoziya xwe di nav gel de zêde kir.  Lêkolînvanê Rûs V. Dittel Bedirhan Beg di nivîsên xwe de li ser xaka xwe dinivîse: 

Bedirhan Beg li ser ewlehiya giştî ji bo baştirkirina jiyana civakî û aborî xebitî: rizgarkirina nişteciyan ji tirs û gumanan, parastina mal û milkên ji diz û dizan û avakirina pergalek bacê ya dadperwer. Bi vî rengî, Bedirhan Beg wisa difikirî ku çareseriya van pirsgirêkan wê desthilatiya xwe di nav gel de zêde bike. Ji bo vê armancê, hin gav hatin avêtin ji bo ewlehiya civakî; Vê yekê baca bacê li ser mirovên ku di bin baca giran û baca giran de hilweşand kêm kir. Avakirina rêveberiya keştiyê li Gola Wanê bûyerek girîng bû. Bedirhan Beg ji bo çêkirina projeyê gelek xebitî. Pêngavên ku di vî warî de hatin avêtin bi eleqeyek germ nîşanî gel dan û piştgirên serokên eşîrê yên Bega jî stendin. Operasyona keştiya li golê, ji aliyekî ve, bazirganiya li herêmê baştir kir, ji aliyekî din ve, di veguhestina nav herêmî de rehetiyek mezin peyda kir. Ji bo vê yekê, Bedirhan Beg xwendekar şandin Ewrûpayê da ku di derbarê çêkirina keştiyê de fêr bibin. Bedirhan Beg  dest bi çêkirina kargehan kir, ku bingeha mayînên dewlemend ên li herêmê ne û bi alîkariya esnafên ku wî vexwendin Cizîrê, wî du kargeh saz kir, yek ji bo çekan û ya din jî ji bo hilberîna çekan. Vê yekê jî dilsoziya wî di nav bezên Kurdan de zêde kir. Wî xwendekar şand Ewrûpa ku di warê leşkerî de pisporên pêbawer hene. Di dema Bedirhan Beg  de, wî têkiliyên xwe bi dewletê re baş domand û siyasetek têkiliyên baş ên hukûmetê re şopand. Lêbelê, di dema Ottomanerê Osmanî-Rûsyayê yê 1828-1829-an de, wî pişta leşkerî neda Dewleta Osmanî, û ji bo cara yekê helwestek nerazî li dijî Dewlet girt. Lêbelê, piştî ku vê helwesta xwe dayê, II. Wî di dema kampanyaya Rojhilatî ya di navbera 1833 û 1839 de, dema ku Mehmût ji bo rîtmên li herêmê bi rêve bibe ji bo ku rasthatina navendîbûnê li Anatoliya Rojhilat bi rêve çû, ew alîyê arteşa Osmanî bi leşkerên xwe re girt. Bi vê sîyasetê re, Bedirhan Beg  ji tunekirinê mîna bezên din ên Kurd reviya û di vê pêvajoyê de hêzek girîng wergirt. Ew ji hêla siyaseta wî ya pro-dewletê ve ji hêla Stateerîeta wî ya leşkerî Redif ve hate xelat kirin. Bi vî rengî, bi zêdekirina piştgiriya dewletê ji bo hêza xwe, wî hêz û bandorek girîng li herêmê bidest xist. Serweriya siyasî û hêza Dewleta Osmanî ya li herêmê piştî ku têkçûyîna Warerê Nizip di sala 1839-an de, dişoxiliyek mezin hat qefilandin, dema ku Bedirhan Beg  digel hêzên eşîran de di bin fermana wî de bû. Rewşa heyî ji bo Bedirhan Beg  destpêka serdemek nû bû. Bedirhan Beg , ku heta wê demê siyasetek aşitî bi dewletê re dimeşand, dest bi siyasetên ku dê bandora xwe li deverê zêde bikin bikarbîne ji hêla sûdwerbendiya hukumeta heyî. Ji bo vê armancê, wî eşîrên xurt ên ku di dema kampanyaya rojhilatî ya Sublime Porte ya sala 1838-an de perçebûyî civandin, û her weha hewil da ku dijminan di nav eşîrên de qewitîne.Her çend Bedirhan Beg  di têkiliyên xwe yên bi dewletê de siyasetek pro-dewletê dimeşand, carinan jî lêgerîna dewletê ya li dijî polîtîkayên li gorî rewşa wî ya îroyîn dibe sedem ku hukûmet ji wî guman bike. Pêkanîna polîtîkaya navendparêziyê ya ku piştî Tanzimat ji hêla themparatoriya Osmanî ve hatî destpêkirin û guhertinên di qada îdarî de li vê deverê hatine kirin rûbirûyî Bedirhan Beg  û rêveberiya Osmanî bûn, û hikûmet xwest ku bandora xwe li herêma Cizîrê bişkîne. Bi rêkeftina îdarî ya nû, hin qezayên Cizîrê bi parêzgeha Mûsilê re hatin girêdan. Bedirhan Beg , ku bandora xwe û bandora xwe ya siyasî li navçeyê zêde kir û têkiliyên xwe bi dewletê re baş dom kir, nexwest ku rewşa xwe ya heyî winda bike. Ji bo vê armancê, her çend wî bi hukûmetê re hin hewildan jî kiribû, lê ew nekaribû encamek bi dest xwe bixe. Piştra, wî têkilî bi Vanlı Han Mahmut û İmadiyeli İsmail Paşa re, ku di serhildanê de bûn dijî dewletê, û ket nav siyasetek dijberî ya dijî hukûmetê. Piştî guhertina rewşa îdarî ya Cizîrê, Bedirhan Beg  di sala 1259 (1843) de li ser Nasturiyan, ku bi eslê xwe xiristiyanî bûn, ku li herêma çiyayî ya Colemêrgê dijiyan ji bo ku balê bikişînin ser hukumetê, dest bi operasyonekê kir. Di dema vê operasyonê de, bi hezaran Nastûrî ji aliyê hêzên wî ve hatin komkuj kirin û hinek jî dîl girtin. Ev rewş di heman demê de bû sedema zêdebûna gumanên ku di derheqê Bedirhan Beg  de berî Hikûmeta Osmanî hebûn. Bûyer di sala 1843-an de Porte di rewşek dijwar a di siyaseta derve de da û bû sedem ku dewletên rojavayî mudaxeleyî pirsgirêkê bikin, zextê li ser hukûmetê kir da ku bi rêya balyozên wan ve li Stenbolê. Reaksiyona nêzîk a Bedirhan Beg  bi Han Mehmût û hin melayên kurd re ku di serhildanê de bûn bi wî re piştî ku operasyona Nastûrî di sala 1843-an de hate kirin, û encama vê hevalbendê (1846), ji bo girtina hin gavên radîkal rêgir kiriye. Li ser viya, Bedirhan Beg , II. Wî operasyona Nastûrî pêk anî û bi ser zêdetirî 10 hezar çekdarên xwe ve êrîşî Tuhuba Nasturi li herêma Colemêrgê kir û komkujî pêk anî. Rewş û tevgerên Bedirhan Beg ê di siyaseta navxwe û derve de Dewleta Osmanî dijwar kir. Porte, II. Piştî operasyona Nasturi, tevî hemû hişyar û encaman, wî dest bi xebatan kir ji bo rakirina Bedirhan Beg , ku helwesta wî ya dewletê berdewam dike. Fermandarê Artêşa Anatolî, Musir Osman Paşa, dema ku amadekariyên xwe ji bo operasyona leşkerî li ser Bedirhan Beg  derbas kir, di heman demê de çalakiyên ji bo veqetandina hevalbendiya di navbera wî û bezên Kurdan de jî pêk anî. Rêbaza hevbeş a ku di vê pêvajoyê de hatiye bikar anîn ev e ku eşîrên Kurd û Beg ên Kurd, yên ku bi wê re têkildar in an jî nêzî wê ne, bi diyariyan û sernavan bidin, da ku wan bavêjin aliyê Osmanîyan û ji hevûdu bigirin.Gelek rahêjên Kurd ên ji bo vê armancê têkilî dan, ji hevalbendiya Bedirhan Beg  veqetiyan û piştrast kirin ku li paş dewletê bisekinin. Hat ragihandin ku hikûmet li dijî wî operasyonek leşkerî dimeşîne, û kî ji ber vê yekê dilgiran bû, Bedirhan Beg , bi rêya konsulê Brîtanî li Mûsilê, ji hukûmetê xwest ku bi nameyek ku tê de mercên ku ew qebûl bike, radestî hukumetê bike. Piştî operasyona leşkerî ya ku ji hêla hêzên Osmanî ve li ser serhildana Bedirhan Beg  û aliyên wî yên Kurd ve hatî destpêkirin de, Müşir Osman Pasha li Bedirhan Beg  û leşkerên wî li Cizîrê têkçûnek giran çêbû.  Bunun üzerine Bedirhan Beg  ailesi ve yanındaki kuvvetleriyle ile birlikte kendisi açısından güvenli bir yer olarak gördüğü Orak Kalesi’ne çekilmiş Bir ara İran nezdinde girişimlerde bulunarak sığınma talebinde bulunduysa da bu isteği, İran tarafından reddedilmiştir. Osmanlı birliklerinin kaleyi kuşatma altına alması üzerine zor durumda kalan Bedirhan Beg , kuşatmanın üçüncü günü (30 Haziran 1847) Anadolu Ordusu’na gelerek teslim olmuştur. Bedirhan Beg  piştî teslîmgirtinê hate Stenbolê û pişt re berbi girava Crete hate derxistin. Bedirhan Beg , ku gelek salan ligel malbata xwe (15 salan) li Kretayê dimîne, bi destûra Sultan Abdülaziz re vegeriya Stenbolê; Ji wir, ew bi daxwaziya xwe ve hate veguheztin Damascusamê û di sala 1868 de li Şamê mir.

Êzdînşêr Beg  kurê Mîr Seyfeddîn, birazê Bedirhan Beg  e. Apê wî Bedirhan Beg  di serhildanê de di destê Osmanî de derbas bû û yek ji wan sedeman belavkirina atemparatoriya Botanê ava kir. 'Szzeddîn Şîr Beg  yê apê Bedirhan Beg  bi aliye Osmanî re bû sedema eşîrên Botan û fikra hevalbendiya Kurdan belav bû. Di sala 1847-an de, Bedirhan Beg  hate girtin û sirgûnkirin û prosesa belavkirina atemparatoriya Botan gav bi gav mezin bû. Zzzeddîn Şîr Beg  fikir kir ku serî hilda Emiratiya Botan ku li ber piyê xwe sekinî. Lêbelê, fermana îdarî ku bi tevgerên reformê di hundirê Osmanî de di vê heyamê de guherî ev asteng kir. Êzdînşêr Beg  li sermiyandarên Kurd ên li herêmê dimeşiya û hewl da ku wan di bin çavdêriya xwe de hilde da ku di çavê rêveberiya Osmanî de be û desthilata Botan bigire. Êzdînşêr Beg , yê ku dest bi herêma Botan kir, dûv re ket nav Garzan ji Telan (gundê Oyacık), pêşî zaxoyên Beg kent ên serdemê dîl girt û piştre berbi Kela Zok ve çû. Bi vî rengî, wî astengên li ber siyaseta herêmî ya Osmanî derxist û di avakirina avahiya nû ya îdarî de rolek mezin da. Lêbelê, li şûna İzzeddîn Şîr Beg  ji hêla Hikûmetê ve bawermendek cûda hate destnîşan kirin. Li ser vê yekê, Êzdînşêr Beg  ji nûve Emîraya xwe serhildan kir û paşê jî ji hêla Hêzên Osmanî ve hate têkbirin. Piştre, Emirmparatoriya Botanê di sala 1855-an de hate veqetandin û dest bi birêvebirina bawermendên ji Navenda Cizîrê hate kirin, dest pê kirin.




#Article 104: Roj TV (468 words)


Televîzyona kurdî Roj TV di sala 2004an de hat saz kirin. Bi kurdî, tirkî, erebî û farsî weşanê dike. Bi riya satelitê Roj TV li tevayê Kurdistanê, li Rojhilata Navîn, li Ewrûpayê û li Bakûrê Efrîkayê dikare were temaşe kirin.

Bingeha ROJ TV li bajarê Kopenhag a Danmarkayê hatiye danîn. Kompaniyeka mediya ye û li ser bingeha pêdiviyên netewa kurd, li Kurdistan û Mêzopotamyayê hatiye damezirandin. Ev televîzyon li ser bingeha objêktîvbûn û serxwebûnê kar û xebata xwe pêş de dibe. Bernameyên ROJ TV li gor pîvanên weşana Danîmark û pîvanên Ewropayê tên çêkirin. 

ROJ TV di 21ê Sibatê de dest bi weşana testê û di 1ê Adara 2004an de bi resepsiyoneke vekirinê bi fermî dest bi weşanên asayî kir. Ji gulana 2004an û şûnda Roj TV di înternetê de zindî tê temaşe kirin ().

Prodîksiyona ROJ TV li bajarê Belçîka Denderleuw e. 

ROJ TV rojane rêze bernameyan pêşkêş dike. Ji nûçeyan bigir ta bernameyên dokumanter, fîlm , şahî, çandî û yên zarokan. Ev bername bi sê zaravayên sereke yên Kurdî; Kurmancî, Soranî û Dimilkî û bi zimanên Suryanî, 'Erebî û Tirkî tên pêşkêşkirin. Mebesta sereke ya naveroka hemû bernameyan baldayîna ser pêşketina civakî ye. 

Profîla Temaşevanên Kurd ên ROJ TV, 40 mîlyon e ku tenê Kurdin. Ev kanal bi rêya satelaytê digehêje Kurdên li 77 welatan. 

ROJ TV, di heman demê de ji reklam û peyamên bazirganî re vekiriye. Her wiha di warê tenduristî, tevgera mirovanî, dîrok, şêwaza jiyanê, zanist û teknolojî, xoza, perwerde û wekî din de derfeta rêklam kirinê maqûl dibîne. Wekî din di warê sponsor kirinê jî de derfet û mecal hene.

ROJ TV, di 22´ê Çile de, weşanên wê ji ser seteleyte Eutelsat´ê û Eurobird´ê hat birrîn. Balyozê giştî yên DYA'yê li Enqereyê Francis Ricciardone, Got ku Me ji dostên xwe yên ewropî rica kir ku weşanên Roj tv were girtin. Lê ROJ TV, dîsa weşanên xwe da domandin. ROJ TV, televizyona kurd, ya netewî ya. Lê li gorî hemû komên civakê ûcudahîyên civakê ên ku li Kurdistanê hene weşanê dike. ROj TV, qadaxaya li ser zimanê kurdî şikand. Ji ber vê yekê jî, hertimî herîşên dewletê lê bûn. Roj tv, piştî wê birrîna weşanên wê ji ser Eutelsat û Eurobird, piştre bi hefteyekê li ser peyka Intelsatê bidest weşanên kir. Lê çend ku weşanên wê ji ser pyekê hatin birrîn jî, bênavber roj tv weşanên xwe li ser Internettê domand, heta ku carek din çû ser peykê û weşanên xwe domand. 

Li Kurdistanê, televizyona ku herî zêde tê temaşa kirin a. Ji ber ku dîrok, çand, komelgerîya kurdistanê diihê berçav, ji bo kurdan bû televizyona yekem, Lê bi heman sedemê ji ber ku çand û dîroka kurdistanê weşana wê kir, bi hedefa hêrîşên dewletê ku lê dibin jî. Ji ber ku pêşî li pêşketina kurdan û çanda were girtin, herîş lê bûn. 




#Article 105: Şirnex (569 words)


Şirnex bajarekî li bakurê Kurdistanê li Botanê û herweha navenda parêzgeha bi heman navî parêzgeha Şirnexê ye. Wate ya wî navê Bajarê Nûh e . Bajarê Şirnexê di şerê sala 2016an de bi destê hêzên leşkerî yên dewleta tirkî bi temamî wêran bûye.

Berî Zayînê:

Piştî Zayînê:

Bajar di nav parelelên 42° 54´ û 40° 59´ bakûr û merîdyenên 38° 34´ û 37° 22´ rojhilat de ye. Li rojhilat bi Colemêrgê ve, li bakur bi Sêrtê ve, li başûr bi Dêrika bin xetê û Zaxo ve li rojava jî bi Mêrdînê ve tê girêdan.

Erda herêmê ji %75,7 ji çiyayan pêk tê. Pîvana zozan û deştan jî ji % 24,3 e. Li herêmê, deşta Silopî û Cizira Botan genim, kuncî, genimê şamî û pambû te çandin. Li Şirnex bi xwe nîsk û tûtin cihê giring in. Her wusa fêkiyên wek sêv, hinar, hêjîr, gûz, tirî, hirmî, qeysî û xox qasi têra hêremê tê çandin û li gundên ser qonaxa çîyayê Cûdî zeytûn jî tê çandin.

Li heremê avhewayeke reşahiyê heye. Havînan germ û zuha, zivistanan jî pir sar û şil û şilope derbas dibe.

Gabar (2.838 m), Cûdî (2.114 m), Mirgomar (1.807.m), 
Deşt, gelî û zozan: Li herêmê deşt û zozan ji ber çiyayîbûna heremê kêm in, lê ji ber ku li heremê pir çiya hene, gelîyên mezin li herêmê hene. Wekî; geliyê Dicle, gelîyê Botan û hwd.,kelê mêmo(qilaban,1924

Di navbera Silopî, Cizîr û Dêrika bin xetê de, di geliyê çemê Dîcle de ye. Dirêjbûna deştê 40 km û firehbûna wê jî 10 km ye.

Botan, Dîcle û Xabûr çemên herî mezin ên ku li herêmê diherêkin. Gol li herêmê tune ne.

Li herêmê babetên teyrên kovî yên li çiya dijîn pir in: pezê kovî, qertel, kew, baz û qajik hinek ji wan in.

Tevahiya sermijarî herêmê (tevî gundan) 475.255 e.

Li herêmê sereke dewlemendiya bin erd Komure. Wusa kû, komura ji derdora sêrgirê li başûrê Şirnex der tê, têri enerjiya hereme giş diki. Weke din nişanen neft, (petrol) hebi ji, ji aloziya li Kurdistan hêzên ser dest naxwazin û nahêlin lêgerin u derxistina dewlemendiyên bin erdiyen heremê çê bibe.

Li Cizîra Botan tirba Mem û Zînê, Medresa Sor taybetî ji alî gelê Kurd û turîtan ve tê ziyaretkirin

Muslumantî piraniya nifûsê pêk tîne. Li gundên Elkê û Qilava hinek Xirîstiyan jî hene. Piraniya civakê ji kurdan pêk tê. Û li Elkê (Beytüşebap), Tirba Sê Birayan jî ji aliyê gel ve tê ziyaret kirin. 

Keşkek, penîr û Sîrik xwarênên naskirî yên herêmê ne. Lazime meriv xwarinên germ ên tam xweş jî ji bîr neke. Ser u pê, gutilk, serbidew, suryaz xwarnen herêmê ye cihegiringin.

Şal û şapik cilên herî naskirî ne ku li herêmê ji alî zilaman ve tên lixwekirin. Bi ser de jî îşligekî ku milên wî dirêj û nexşkirî (celehu) tê lixwekirin. Di lingan de goreyên ji hiriyê çêkirî û pêlavên ku jê re dibijin reşik tên lixwekirin.

Jinên herêmê fîstanên hevrişim ê rengîn ku dibiriqin li xwe dikin. Şalwarekî fireh û goreyên ji hiriyê li xwe dikin. Kefî an jî pûşiyê didin serê xwe. Pêlavên lastîk an jî çaroxê jî li werdigirin.

Li heremê cilên modern jî, bi taybetî van salên dawî tê lixwekirin.

Di 13ê adara 2016an de li Şirnaxê qedexeya derketina kolanan hat ragihandin û dorpêç û êrîşên li dijî Şirnexê dest pê kirin. Hêzên leşkerî yên dewleta tirkî piştî 246 rojan taxên Gazîpaşa, Yeşîlyurt, Îsmetpaşa, Dîcle, Cumhuriyet û Bahçelîevler bi temamî wêran dikin.




#Article 106: Mûş (686 words)


Mûş, () bajarekî herêma Bakûrê Kurdistanê ye û bajar, li başûrê rojavayê Deşta Mûşê de hatiye avakirin.

Mûş bajarekî zehf kevn e. Li çavkaniyên asûriyan de tê behskirin ku navê herêmê ji Şaristaniya Mûşkiyan tê. Îbraniyan navê herêmê Mûşa (erdên avî) danîne. Navê herêmê dema Îslamê de wek Tarûn hatiye bikaranîn. Mûş niha li Tirkiyeye li herêma Rojhilatê ye.

Berî Îsa (zayîn):

Piştî Îsa (zayîn):

Bajar di nav parelelên 39° 29' û 38° 29' bakûr û meridyenên 41° 06' û 41° 47' rojhilat de ye. Hudûdên bajêr li bakûr bi Erziromê ve, li rojava bi Bîngolê ve, li başûr bi Diyarbekir, Sêrt û Bidlîsê ve û li rojhilat jî bi Agiriyê ve tê girêden.

Pîvana erda bajar 8.196 km² ye. Çiyayê herêmê 34,9% , deşt 27,2% û platoyên herêmê jî 37,9% teshkil dike. Li Mûşê tene, nok, tutûn û kixsên şekir tê çandin.

Li herêmê îklîmek reshayî û sar derbas dibe. Zivistanan sar u bi berf, havînan jî hênik derbas dibe. carna çemên herêmê zivistanan diqerisin.

Çiyayê kurtîk bilindtir yê herêmê ye (2.950 m), Avnî (2.754 m), Xamurpet (2.500 m) û Otluk (2.155 m) jî çiyayên din yê herêmê ne.

Deşta Mûşê, deşta mezintir ji yên Kurdistanê ye. Dirêjbûna wî 80 km û firehbûna wî jî 30 km ye. Mezinbûna deştê 1.650 km² ye. Deşt di navbera çiyayên Nemrûd (Bidlîs), Şerefdîn, Qereçawûş û çemê Muradê de ye.

Deşta Kopê (525 km²),  deşta Lîz (160 km²) û deşta Milazgirê (450 km²) mezin in.

Çemê Mûradê ji bakûrê dikeve herêmê. Mûrad şaxek çemê Firatê ye. Çemê Reş, Lîz, Çolboxir, Heronek û Memanlî ji çemên din yê herêmê ne.

Li herêmê hinek golên siruştî û biçûk jî hene. Wek Gola Bûlanix (10 km²), Sekî (Xamurpet) 83 km²).

Li herêmê ruvî, gur, semasî, kewroşk û kew hene. Li gol û çemên herêmê masî jî peyde dibin.

Tevahiya serjimara herêmê (tevlî gundan) 412.553 e.

Herêm ji alî madenan ne dewlemend e. Li herêmê tenê çîmento, barît û xwê ji bin erdê dertê.

Piştî zivistanek dirêj û sar li Mûşê tabîat xwe duguhere û her der şîn dibe. Ji Kela Mûşê her derê deşta Mûşê tê xwuyakirin. Rezên Mangok bi ava xwe yê sar û şinahiya xwe bi nav û deng e li herêmê.

Germavên herêmê wek Gola Şor, bazikan jî ji alî gel ve tên ziyaret kirin.

Elewî û Sunni ciwakê teşkîl dikin. Ciwak ji kurdan û hinek azerî, Çeçen ên ku dewletê anîne bicihkirine pêk tê. Li navçeya Kopê hinde Terekeme hene.

Li herêmê zuhakirina sebze û fîkiyên havinê ji bo zivistanê di nav gel de pir tê çêkirin. Jê vê zuhakirinê re gel dibêje kak, jax jî ji zuhakirina şînahiyên kovî, wek kereng re tê gotin. Mirov dikarin jaxê û kerengan ji bo zivistanê tekin ava şor jî.

Qirçik: qaşilkên zuha yên xiyaran di nav rûn de bi pîvaz û îsotan re tê sorkirin. Îşkene bi ser tê reşandin û bi sosa ji mast, sîr û rûn çêkirî tê xwarin.

Li herêmê tirşî jî ji alî gel ve pir tê çêkirin. Qavûrme, çavbelek, mirtoxe û herse xwarinên din yên herêmê ne ku ji alî gel ve tên xwarin.

Heftadirek: bulxur bi hêk tê li hevxistin. Di siniyek din de kifteyên ji qîme, pîvaz, ava hinaran û birinca kelandi hatiye çêkirin tê sorkirin. Bulxur wek perçên biçûk hundirên wan tê wekirin û kiftên sorkirî dikeve hundirê van û di avê de tê kelandin. Rûnê sorkirî bi ser tê reshandin û serwîs dibe.

Fîstanên jinan dirêj û qedîfe ne. Îşlikên hundir (melekof) li gundan tê li xwe kirin. li bajaran carna çend fîstan bi ser hevde jî tê li xwe kirin. Fîstanê ser, ber wê vekirî ye. Ji kefiya pishtê re dibêjin şehre. di serî de şalek (kirap) tê girêdan. Di serê keçên ciwan de leçek yên pîr de jî kofî hene. Carna pere yan jî zêr li serî tê girêdan.

Zilamên herêmê şal (pantolonê fireh) bi îşlig li xwe dikin. Êleg û çakêt li ser şal de li xwe dikin. Cîzme, karox, pilava lastîk ya reş jî di nigan de heye. Di bêrîka êlegên zilamên pîr de saet heye. Li hinek gundan şal û şapik jî tê li xwe kirin.




#Article 107: Gimgim (619 words)


Gimgim navê navenda Varto ye. Tirkan ev nav neguherîne. Varto li bakurrojhilatê Mûşê dikeve û navçeyeke Mûşê ye. Li bakurê Gimgimê Erzîrom, li rojava Çewlîg (Bîngol), li rojhilat Kop (Bûlanik) û li başûr jî Çiyayên Şerevdînê (Şerefdîn) hene. 

Rûbera axa wê 1.418 km² ye û bilindahî li bakur, aliyê Çiyayê Bîngolê 3.000 m û li hêla Çiyayê Şerevdînê jî 2.300 m ye.

Li ser bingeha navê Gimgimê zelalî nîne. Pir kes di wê bawerîyê de ne ku, ev nav ji Urartûyan tê. Berîya Terteleya Ermeniyan 1914-1915 çend gundên Filehan jî li herêmê hebûne.

Bi navê Vartan êlek, eşîrek Kurd heye li Gimgimê. Hin ji malbatên wan li gundê Qeremêşê dijîn. Guman e ku navê xwe dave Gimgimê.

Angaşta dûyemîn navê Gimgimê ji bêjeya Urartû derketiye lê Urartûyan bo xwe ev nav ne bikaranîne. Piranîya zanistan viya napejirînin.

Angaşta sêyemîn ji şibandina peyvan tê. Hin dîroknasên Ermeniyan li erdnîgariya Kurdistanê, li şibandina navan digerin. Peyvên Kurdî heger bişibin Ermenîkî Herdu ziman jî ji heman malbatê ne dibêjin ev berê cihê Ermeniyan bûye. Ev ne rêbazeke zanistî ye. Gorî angaştayê Gimgim ji bêjeya vart a Ermenîkî tê, wateya wê jî gul e. Ango cihê gulan. Lê em dizanin avhewaya Serhedê çiyayî ye. Sar û ziwa ye û ti carê Gimgim nebûye wargehê gulan. Bêjeya Vart herwiha di Pehlewiya kevn de jî cîh digire û bi wateya gul e. 

Bi texmînî koka navê Gimgimeê ji bêjeya War=Wargeh=Zozanê tê. Çanda devkî ya herêmê de behsa du birayên bi navê Îno û Tato tê dikirin. Dibêjin ev bira bûne û ji parêzgeha Dêrsimê hatine. Mêrxas bûne. Guman e Gimgimê bingeha xwe ji Warê Tato girtibe. Berîya sedsala 16. gelê nedigotiye Gimgim, tenê Gimgim di bikaraniye.

Êla Vartan jî dibe ku ji neviyên Tato bin an wextekê li navenda Gimgimê dijiyabûne û Gimgime di destê wan de bûye.
 
Dîsa navê Gimgim gorî hin angaştayên, ji ber erdhejan derketiye. li 31.05.1946´de bi hêza 5,7 erdhejek mezin li Gimgimê pêkhatiye û 839 kes mirine. 19.08.1966´de bi hêza 6,9 erdhej çêbûye û 2.394 kes jiyana xwe ji dest dane.

Dîroka Gimgimê heya Mediyan aşkera bûye. li Gimgimê bermahiyên serdema Urartûyan hene. Pers, Rom, Bîzansî, desthilatdarî kirine. Di navbera Keyaniya Îranê û Osmanîyan de gelek caran Gimgim cih guhêstiye. 

li Şerê Çaldiran a 1514 de, maye di destê Osmaniyan de. Mîrîtiyên Kurdistanê di karên xwe yên navxweyî de azad bûne di dema Osmaniyan de. li Serhildana Şêx Seîd de, Gimgim xwedî roleke dîrokî ye. Bi qasî demeke kurt be jî Varto azadî tehm kiriye. Dîsa Gimgime di şerê netewî de bûye şahîdê lehengî û îxanetê. li ser pira Evdirehmanpaşa ya di navbera Mûş û Vartoyê de Şêx Seîdê nemir dîl ketiye destê Dugela Tirk.

Hejmara niştecihên navenda Gimgimê niha zêde bûye. Aborî li ser xwedîkirina pez û dewar, firotina berhemên şîr e. Niştecihên Gimgimê bi zaraveyên Kurmanc û Kirdkî Kirmançkî, Dimilkî an Zazakî diaxivin. ji aliyê olî de Sunnî û Elewî ne. li Gimgimê radeya perwerdehiyê bilind e. Niştecihên herêmê jiyaneke nûjen dijîn. Wextekê Gimgimeyan xwestin wekî kolxozên YKSSê hin fîrmayên herêmî ava bikin û tevahîya karê hilberîna berhemên şîr bi xwe bikin. Lewra fîrmayên Tirkan şîr bi erzanî dikirrîn û nedihîştin reqabet jî hebe. Dewletê nehîşt fîrmayên herêmî bikeve karê şîr. Bi gotineke din bi zanebûn gel xizan hîştin.

Van salên dawîyê bi mîkrokredîtan hinekan ji xwe re kewarên mozhinguvê kirîn lê qedexeya zozazan, operasyonên leşkerî, şewitandina daristanan rê nade di wê de jî serketin hebe.

Gimgimiyan gelek koçber dane. li Îzmîr, Stenbol, Almanya (bi giranî Berlin), Fransa bi giranî Marsêy gelek Gimgimê dijîn. Ew ji Gimgimê re pere dişînin, an heger derfet bibînin bi havînan tên herêmê.

Her sal li Girê Kox festîvalek tê lidarxistin. Herêma Gimgimê kanîya sitran û govendên Serhedê ye. Leyîstika Çepkî navdar e.




#Article 108: Colemêrg, Hekarî (1111 words)


Colemêrg (1928: جوله مرك / Tcheulémérque; 1946: Hakkâri;  ) navê navçe û bajarekî, di parêzgeha Hekariyê de ye. Colemêrg di nav sînorên Komara Tirkiyêyê de ye.

Bi Colemêrgê gelek cara Çolemêrg jî tê gotin. Hem Çolemêrg û hem jî Hekarî navên gelek dîrokî ne. Çolemêrg navê bajar û navenda Hekariyê bûye, lê belê Hekarî navê mîrgehê bûye ku li gelek herêman diçêbe. Herêm û bajarên girêdayê bi wê mîrgehê re ewe ne: Şikeftan, Şîwelan, Masero, Siwartan, Kemerburc, Şîno (Colemêrg), Çal,Sindî,Ertoşî, Teyara Jêr û Teyara Jor, Hemîdiye (Xoşab), Gever (Bajêrgeh-Duz), Oramar, Şemsdînan,  Elkê (Beytuşebab), Şatax, Mikis, Wan, Karçîkan, Norduz, Ebaxa, Mehmûdiye (Saray), Xavasor, Arçak, Tîmar û Esporkan Erdîş, Bergîrî, Duzespî, Eleşgirt, Menapert, Selmas (Selemast) û Surmelî. Sînorên Hekariyê carcar li wan herêmêe bas lê hatiye kirî kêmtir bûn.

Navê Hekariyê ji gotina hekkar tê ya ku di sedsala dehan de navê eşîrek bû ku li herêmê dijiyan. Navê Colemêrg navê bajarê herêma Hekariyê ye û di dema memlûkiyan de ev nav hatiye gotin. Nav, bi zimanê ermeniyan Ilmar û bi zimanê suryaniyan jî Gularmak e.

Şerefname dibêje damezrêner û bav û bapirê mîrên Hekariyê Şemsedîn bûye. Hekarî li bin destê mîrê mezin ê kurdan Selahedîn Eyubî de bûye. Paşî Melik Kamilê Eyubî, li sala 1218an a zayînî, Hekarî ketiye bin destê Melik Adili. 
 
Yekmîn mîrê wê binemalê ku Şerfname bas lê dike Yezdan Şêre (ku bi erebî Izedîn Şêr tê gotin), ku kelata Wanê li hember Teymuri Lengî li sala 1387an a zayînî yê girtin.
     
Di navbenda sala 1460 û 1465an a zayînî de Qere Qoyûnliyan Hekarî dagîr kirin û mîrên Hekariyê li hikum êxistên û mîretî dane malbata kurdên donbulî. Bi gotina Ensîklopediya îslamê, dombuliyan, bi harîkariya Aqqoyûnliyan, keleha Bayê li Şemsdînan li gel beşek Hekariyê girtine bin destê xwe.  

Hinek têcirên asuriyên Hekariyê ciwab dane yek li zelamên binemala mîrên Hekariyê bi navê Mîr Esededînê Çengzêrîn, ku hêzek ji kurdan berhev kiribû û çûbû xizmeta hakimê Misrê. Mîr Esededîn vegeriya Hekariyê û mîretî bi şer li Donbuliyan wergirt û carek dî mîretiya bav û bapîra bi dest îna. Ewê binemalê paşî hingî navê Şembo girte xwe. 

Li dewrê Têymur Lengî Diyarbekir girtî, ewî kesek bi navê Qere Osman kire mîrê Hekariyê. Nikitine li wê baweriyê ye ku ewî Qere Osmanî li gel kiçe kurdekê li binamala mîrên Hekariyê dawet kir û bû sebeba serkevta wê binemalê. 

Li dewrê Şah Ismaîlê I (yêkê), serokên Şembo (mîrê Hekariyê) li keleha Bayê li Şemsdînan, dijîn û hikum dikirin. 
  
Ewê binemalê heta nîva sedsalên 19an zayînî li Hekarî û Elbakê hikum yê kirî. Mîrê herê dawiyê wê binemalê Nûrula Beg bûye, ku paşî zortir basa wî tê kirin. Nûrula Beg paşî birayê xwe dibe Mîrê Hekariyê û paytextê xwe li Colemêrgê diguhere Elbakê.
  
Nûrula Beg yêk li bihêztirîn hevkar û yêkgirtiyên Mîr Bedirxan Begê Botanê bûye. Bi gotina misiyonerên emrîkî, li wî dewrî, pêşî Mîr Bedirxan Begê Botanê mîrên Hekariyê gelek li mîrên Botanê bi hêztir bûne.  

BZ (Berî zayînê)

PZ (Piştî zayînê)

Bajar di nav parelelên 36° 57´ û 37° 48´ bakûr û merîdyenên 42° 10´ û 44° 50´ rojhilat de ye. Sînorên bajêr li bakûr bi Wanê, li rojava bi Şernex û Sêrtê ve, li başûr bi Dihokê ve û li rojhilat jî bi Wirmê ve tê girêdan.

Pîvana erda herêmê 9.521 km² ye . Piraniya erda herêmê ji çiyayan pêk tê. (87,6%), deşt (2,1%), plato jî (10,3%) ne. Ji ber çiyabûna herêmê çandinî kêm tê çandin. Tene û gûz ên herî pir in ku li herêmê tên çandin. Li geliyên herêmê, birinc, kuncî û fêkî jî tê çandin.

Li herêmê du cureyên avhewayê hene. Ber bi aliyê çiya ve avhewayeke sar, reşahî û li deverên geliyan jî avhewayeke Behra Spî serdest e. Herêm zivistanan pir sar û dirêj , havînan jî hênik derbas dibe.

Reşko (Geliyê Şîn 4.135 m), Durek (4.060 m), Maunsel (3.850 m), Gelyano (3.650 m), Garê (3.460 m, Geverokê (3.356 m), Termo (3.275 m), Barêdalo  (3.250 m) û Çiyayê Reş (3.630 m).

Deşta Gewerê (li dora Çemê Nihêlê ye (175 km²), deşt 1.900 m ji behrê bilind e. Geliyê Xabûr (di navbera çiyayê Termo û Tanîn de ye.), Geliyê Avarobaşîn (di navbera çiyayê Cîlo û Sat de ye). Geliyê Zabê li dora çemê Zabê ye.rexê çelê ve gelekî zomêt heyî.ew zomada êk jî zomêt li ser gûndê dizê kanîkil û şivîşk in..Geliya Şemzînan jî li rojhilata bajêrê Çolemergê ye. Zozana Kanimahan'e li dora gunde Çarqela ye.

Li ser çiyayên Cîlo, Sat û Reşko, golên krater hene. Gola Gelyana li çiyayê Reşko, di 2.950 m bilindbûnê de ye. Dirêjbûn û firehbûna golê 300m û 250 m ye. Gola Şîn, Seyidxan û Golan jî li ser çiyayê reş in. Hinek gol jî li ser çiyayên Satê ne.

Ji çemên Avarobaşîn, Şemzdînan û Hacibegê Çemê Zêyê Mezin pêk tê. Çemê Xabûrê jî şaxek Çemê Dîcleyê ye.
Small textSmall text

Ji ber ku herêm pir bi çiya ye, heywanên ku li ser çiya dijên li herêmê pirtir peyde dibin. Wek bizin û miyên çiya, hirç (li hêla Şemizdîna û Çelê), rûvî, gur, keroşk, kew û werdek yên herî pirin ku li herêmê peyde dibin.

Li heremê madenên bin erdê heta nuha jî peyde nebûne. Tene asbest li hinek deweran hatiye dîtên lê hîn ne hatine bikar anîn.

Li heremê îsal madene çînko,sifir hatin dîtin.Li gorî gotinan ev madenen madenen heri mezinin nav Tırkiyê da.

Hekkarî ji alî tabîat û çiyayan ve pir dewlemend e. Loma jî kesên ku hildikshin ser çiya û spora çiyatî yê dikin, her sal tên herêmê û vê sporê dikin. Herêm ji bo nêçira heywanên kovî jî musaîd e.

Nifûsa herêmê piranî misliman in, ji mezhebên şafî ne. Kêm xiristiyan jî li heremê hene. Tirbên ku ji aliyê gel ve tên ziyaretkirin jî hene. Wek Tirba Gulareş, Ibedullah Nehrî (li Şemizdînan)

Zilamên herêmê şal û şapik li xwe dikin. Du babetên şal û şapikan li herêmê hene (diyaryane yan jî şirnexyane). Bi ser û şal şapik de kefiyek li piştê tê girêdan. Êlegek ku jê re dibêjin kerik bi ser de tê li xwe kirin. Di bin şal de derpiyek dirêj kiras derpê tê li xwe kirin. Milên îşlikan bi nexşe û jê re dibêjin lewendî. Li serî bi kefî re desmalekê ku ji re dibêjin cemedanî (çefî) tê pêçandin. Di nigê zilaman de gorên ji hirî û rengîn û pêlavên ku jê re dibêjin reşik hene.

Jinên colemêrgî fîstanên heta nigan dirêj û carna jî çend fîstan bi ser hevde li xwe dikin. Bi ser fîstan de êlegek (bi mil yan jî bê mil) ku jê re dibêjên qutik li xwe dikin. Di serî de şarpeyek hewreşim yan jî kefiyên reş tê pêçandin. Carna çarşefek ku jê re dibêjin xîzar jî ji aliyê jinan ve tê lixwekirin.




#Article 109: Zana Farqînî (440 words)


Zana Farqînî civaknas, rojnamenivîs û ferhengdanerekî kurd e.

Zana Farqînî, di sala 1967'an de li gundê Baqûzê ya li ser Farqîna Amedê hatiye dinê. Dibistana seretayî û ya navîn li Farqînê, dibistana amadehiyê û zanîngeh jî li Stembolê qedandine. Li Zanîngeha Stembolê Beşa Civaknasiyê  xwendiye. Yek ji avakarê Koma Çiya ye û digel komê kaseta pêşîn a bi navê Rozerîn derxistiye. Di kovara Rewşenê ya Navenda Çanda Mezopotamyayê de di desteya karê nivîsaran de cih girtiye. Paşê dev ji xebatên muzîkê berdaye û paşê bi dorê di rojnameyên hefteyî yên bi navê Welat, Welatê Me û Azadiya Welat de xebitiye. Di rojnameya Welat de bi giranî karê redaksiyonê kiriye. Di derxistina Welatê Me de cih girtiye û bûye berpirsê karê nivîsaran ê pêşîn ê Welatê Me. Paşê bûye gerînendeyê giştî yê heman rojnameyê. Ji ber nivîs û nûçeyên ku di vê rojnameyê de hatine weşandin, li Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) ya Stenbolê  hatiye darizandin û ceza xwariye. Her wiha li heman dadgehê parêziya xwe jî bi zimanê Kurdî kiriye û ji ber vê helwesta xwe hatiye girtin û demekê li Girtîgeha Bayrampaşayê ya Stembolê razaye.

Farqînî piştî girtina Welatê Me digel hevalên xwe lê xebitiye rojnameya hefteyî ya bi navê Azadiya Welat derxistiye û gerînendeyê pêşîn ê weşanê jî dîsan ew e. Piştî ku ji ber neçariyê dev ji karê rojnamegeriyê berdaye, li Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê berdewamî bi karên xwe yên li ser zimanê kurdî daye ku heman xebat û lêkolînên xwe yên der barê ziman de jixwe didomandin. Piştî ku dev ji karê rojnamegeriyê berdide, hemû giraniya xwe dide ser xebat û vekolînên li ser zimanê kurdî.  

Sê dewr di Desteya Rêveberiyê ya Enstîtuya Kurdî ya Stembolê de cih girtiye. Zana Farqînî xelatgirê pêşîn ê Xelata Zimanê Kurdî ya Feqî Huseyn Sagniç e, ku ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya stenbolê ve cara pêşîn di sala 2005'an de hat lidarxistin. Di sala 2015an de li Zanîngeha Mardîn Artukluyê di warê zimanê kurdî dest bi xwendina masterê kir.

Niha Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stembolê ye. Gotarên wî di weşanên wekî rojnameyên Welat, Welatê Me, Azadiya Welat, Tûrik (ku vesera Azadiya Welat e), kovarên Rewşen, Jiyana Rewşen, Zend, Zembîlfiroş, Tîroj, Avaşîn û malperên li ser înternetê Rojev, Gerdûn, Amidakurd, Amude.comê de hatine weşandin. Niha jî di rojnameya rojane ya bi tirkî Ozgur Gundemê de nivîskarê quncikê ye û hefteyê carekê dinivîse.

Zana Farqînî xelatgirê pêşîn ê Xelata Zimanê Kurdî ya Feqî Huseyn Sagniç e, ku ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ve cara pêşîn di sala 2005an de hatibû lidarxistin.

Zana Farqînî redaktorî û nivîskariya malpera Amidakurd kir û gelek salan bi vîr rengî ji pêşvebirina zimanê kurdî re xizmet kir.




#Article 110: Cil û bergên jinên kurd ên êzdî yên Qefqasyayê (919 words)


Li cîhanê her gel, bi çand, tore û kevneşopiyên xwe tên naskirin. Nasnameya gelekî; bi çand, kevneşopî û kelepora wî xwe dide der. Bi taybetî jî, di warê çanda xwekirinê de, her gelek xwedî cil û bergên bi şêwazên cihê cihê ye. Wekî hemû gelan gelê êzidî jî, bi çand, tore û kevneşopiyên xwe yên cihêreng balê dikişîne û wek xezîneyeke dewlemend ya dîroka civakî ye. Lê wekî hemû qadên jiyanê nebûna welatekî yekpare, di warê cil û bergan de jî di nava kurdan de cihêtiyek derxistiye holê. Ji ber vê yekê jî her parçeyek Kurdistanê, her herem û her hawirdorek, di warê modelê de xwedî hin xweseriyên taybet e. Ligel parçeyên Kurdistanê jinên êzidî yên li derveyî welêt, bi taybetî jî yên ku li Kafkasan dijîn jî, bi cil û bergên xwe yên xweser û cihêreng balê dikişînin. Heya roja îro jî, keleporê lixwekirinê hîn tê parastin, bi taybetî jî di nava jinên temen-mezin de. Lê çi mexabin ku bayê guherînê yê demê êdî hêdî- hêdî berê xwe daye wan jî...

Bê guman wekî gelek warên jiyanê, di warê cil bergan de jî xaka ku mirov li ser dijî diyarker e. Ango cil û bergên ku em li xwe dikin raste rast bi dîroka me û xaka ku em li ser dijîn re girêdayî ne. Yanî girêdaneke mezin di nava xaknîgariyê û kelupora civakekê de heye. Dîsa di warê cil û bergan de; ol û aborî jî diyarker in. Lê ev hemû hêman bi hev bandor dibin û bandorê li hevdikin; tu caran ji hev cuda nabin.

Êzîdiyên li Qafqasya (Ermenistan û Gurcîstan) jî bi pirahî ji ola Êziditî ne. Êzidî ku ji heremên Kurdistanê yên wek (Qers, Sînek, Şerfedîn, Mûş, Îxdir û Wan ê) koç kirine ji ber qetliamen dewleta tirk û hevlabendiyen kurd a ye hemidiye hatine van deran; hîn jî bi çand û kevneşipiyên cîhên ku lê hatî bi xwere anîbûn dijîn. Di warê cil û bergan de jî ew yek wisa ye û hema- hema di vî warî de jî hîn tişteke wan neguheriye. Ev yek bi taybetî ji bona jinê derbas dibe; jiber ku cil û bergên mêran(zilam) hatine guhertin, lê jin hîn li ser kevneşopiyên xwe yên dimeşe.

Êzîdî yên ku li Qafqasya dijîn; bi pirahî li bajarên wekî Qers, Wan Bitlîs û bajarên din hatine. Wan çand û cil û bergên xwe jî li sînoran derbaskirine û bi xwe re anîne. Ew hîn jî cil û bergên wekî kesên li aliyê sînor ên din, ên ku qet nedîtine lixwe dikin. Ew li pişt sînoran dengê dohol, zirne, dawet, stran û çekan guhdarî dikin û xeyalên rabirdû û pêşerojê dikin. Ji ber ku bi dîtina wan, ew deng û rengê kal û bavên wan in. Çendî ku cudatiyeke olî di nava Kurdên herdu aliyên sînor de hebe jî, lê mirov dikare bêje ku kelopor û awayê jiyana wan ya civakî wek hevin. Ev jî derdixe holê ku cilên jina Êzîdî ya Qafqasya, ne hêmaneke olî ye. Yanî ne cilên olî ne, lê ewna cilên netewî yên herema Serhede nin. Di heman dem de, dema ku mirov mêze dike, dibîne ku cilên jina Êzîdî ya Elegezê, ne weke ya jineke Êzîdî ya çiyayên Şengalê ye! Ev yek jî dide nîşan ku cil, berg, kultur û şemala jinekê, ji hêmanên olî bêhetir, bi hêmanên aborî, xaknîgar3i û şêwazê jiyanê re girêdayîye.

Di warê model û şêwazê de, di kincan de hin guherîn pêk hatine. Her wiha hin modelên nû jî hatine bipêşxistin. Li Qafqasya, bi taybetî jî li Ermenistanê, êzidîyen li herêma Elegez, Oktonberya û Şamîramê cil û bergên xwe yên kevneşopî berdikin. Belkî ku yên ji wan diçin komarên Rusyayê, an jî Ewropaya rojhilat, dev ji lixwekirina cilên netewî berdidin. Lê yên ku li qafqasya di nava gundan û heremên çiyayî de dijîn, hîn; serê xwe bi “hirbî”, pêşiya xwe bi “pêşmalê”, pişta xwe “kefiye” girêdidin û “elêk” li ber dikin.

Me der barê mijarê pirsên xwe yên wekî, Jinên ciwan yên li Qafqasya û bergên çawa ber dikin, yên pîr cil û bergên çawa ber dikin? aresteyî dayîkeke temen-mezin a ku li herema Elegezê dijî kir. Dayîkê wiha bersîva me da: 

Ji hin cil û bergên ku jinên êzidîyen yên li Qafqasya li xwe dikin:

Di jiyana rojane ya jinan de jî, cilên bermalê tên liberkirin, her wiha jî jina Êzîdî ya Qafqasya, serê xwe bi awakî xweser û cuda girêdide. 

Li nava Kurdên Qafqasya, bi taybetî jî Ermenîstanê de, tişta herî girîng ewe ku jinên temen-mezin hîn jî cil û bergên ku netewî temsîl dikin ber dikin. Lê di nava ciwanan de, di warê çanda berkirinê de gelek tişt diguherin. 

Dema ku mirov bi giştî li cil û bergên jinên êzidî yên li Qafqasya dijîn mêze dike, ji ber ernîgariyê her çiqas hin guherîn pêk tên jî, dîsa dişibin cil û bergên jinên kurd ên misilman ên li Wan, Qers û bajarên din. Jixwe demê ku mirov di mehên buharê de diçe zozanên Elegezê û jina kurd li wir dibîne, mirov yekser xwe li Kurdsitanê hîs dike. Birastî jî tiştekî pir balkêşe ku piştî 90 salî ji koçkirina ji welat û jiyankirina li xerîbiyê hîn jî jina Êzîdî rastiya xwe ya resen diparêze û nirxên netewî nake qurbana moderinîzmê. Hîn jî ew kincên ku li cih û warên bav û kalan bi xwe re anîne vedişêrin û diparêzin, ji dê derbasî keçê an jî bûkê dibe. Hîn jî jina Êzîdî bi serbilindî eşker dike ku parazvana kelopora netewî ya sereke ku tu caran binkeftin nepejrandiye ew jina Kurd bi xwe ye!




#Article 111: Ûsiv û Zelîxe (715 words)


Ûsiv û Zelîxe pirtûkeke Heciye Cindî ye.

Pirtûka “Ûsiv û Zelîxe” ya pofesorê Kurd yê Ermenîstanê Heciyê Cindî, di salên 1965-an de ji bona çapkirinê hatiye amadekirin. Lê ji ber gelek sedeman, e pirtûk nehatiye çapkirin û weşandin. Encax berî demekê Keça Heciyê Cindî, Firîda Cewarî, ev pirtûk ji nûva ji nava arşîvê derxist, sererast kir û da çapkirinê. Berî du rojan jî, ev pirtûk ji çapxaneya “Zengil-97” hat çapkirin û gihîşte xwendevanên xwe.

Ev pirtûk ji aliyê Çerkezê Reş ve hatiye wergernadina ser zimanê Kurdî –latînî û ji aliyê weşanên Mezopotamiya ve jî ji bon açapkirinê hatiye amadekirin. Mirov dikare bêje ku bi kedek û xebateke hevbeş ya çend kesan ve hatiye amadekirin û ev nirxê Kurdî gihîştiye ber destên xwendevanên Kurd yên Qafqasyayê.

Ûsiv û Zelîxe, berhemeke wêjeyî, pexşanî ya taybete. Li ser serpêhatiya peyxember Ûsiv û jina padîşahê Misrê Zelîxê hatiye amadekirin. Ev serpêhatî di gelek pirtûkên pîroz(wek Qur’an) de jî bi giştî derbas dibe. Di nava vê pirtûkê de jî, him bi awakî wêjeyî û him bi helbest û him jî biklamî ev serhatî tê vegotin û vebêjandin. Li rex ku profesor Heciyê Cindî, meteryalên bingehîn yên vê pirtûkê ji gelek çavkanî û pirtûkên dîrokî û yên olî girtibe jî, lê wî beşekî pir mezin ji pirtûkê ji devê zarbêj û zargotinzanin Kurd yên Qafqasya girtine. Her wiha jî ev serpêhatî li gorî ku dengbêjên Kurdan anîne zimane jî, Heciyê Cindî ji vî aliyî jî sûd wergirtiye û pirtûka xwe hîn dewlemendtir kiriye.

Pirtûk ji 230 rûpelan pêk tê, her wiha jî ji bilî pêşgotina bi Ermenî, Îngîlîzî û Kurdî ya ku Firîda Cewarî amadekiriye, pirtûk ji 3 beşan bi kartê. Beşê yekê, bi navê “Pêşxeber”e, ev jî ji pêşgotin û vekirina ku Heciyê Cindî bi xwe nivîsandiye pêktê. Di pêşxeberê de gelek çavkanî û meteryalên dîrokî û yên Rusî û Ermenî hatine bikarhanînin. Beşê duduyan jî bi navê “Tekst” ev beş jî ji 10 babetan pêktê. Di babetan de jî, çîroka Ûsiv û Zelîxa tê vegotin. Hin bi awayekî pexşanî û him jî bi helbest û kilaman tê gotin. Naverok û bûyerên serpêhatiyê jî di vê beşê de ne. Çendî ku nivîskar xwestibe ku bi şêwazekî resen vê pirtûkê binivsînê jî, lê dîsa jî şêwazê vegotina klasîk desthilatdariya xwe ji ser pirtûkê ranekiriye. Ango bi şêwazê çîrokana, carne mirov dibîne ku bi awakî goftûgoyan derbas dibe, yekser goftugo qut dibin û dest bi helbestê tê kirin, an jî klam tê gotin. Gelek caran jî bi şêwazê vegotina nivîskar derbas dibe. Beşê sisiyan jî, li ser kesên ku Heciyê Cindî ji wan ev serhatiy devokî berhevkiriye ye. Ev beş jî ji 10 babetan pêktê, di her babetekê de, zarbêjek diaxive ka çawa ev serpêhatî jiberkiriye û ji kê girtiye. Hêjaye ku mirov navê van zarbêj û û çîrokvanên gelêrî yên Kurdan diyar bike, taybetî jî ku heman kesek ji wan niha zindî nemaye. Xudê Ozman(pîr), Eliyê Fetî Kotîkî, Rostemê Emer, Evdalê Keleş Evdoyî, Evdoyê Sedo Bro, Xeloyê Lalê(pîr), Şêx Mîrzoyê Ewilo(şêx), Egîdê Elo, Qaso Baba(pîr) û Şamilê Eskerov. Ev kesana hemû jî çîrokvanên devokîne.

Li rexekî din de jî, jiçend zarbêj û dengbêjan jî klam hatine girtin û teva nota wê hatine danînin. Ew zarbêj û dengbêj jî, ev in: Morofê Mehmûd, Baba Keleş, Aviyê Elî, Eliyê Fetî, Beyaza Sefo.

Ev pirtûk ne tenê berhemeke wêjeyî ye, lê belê ew wek berhevokeke binirx û giranbûhaye ku zargotin û zarbêjiya devokî ya Kurdên Êzîdî parastiye û weke berhemeke hevgirtî û ziman xweş dikeve ber destê her xwendevanekî Kurd û dibe yek ji xelatên girîng yên pirtûkxaneya Kurdî.

Heciyê Cindî ku mirovekî binav û bange, ji bona çand û rewşenbîrtiya Kurdî kar û xizmetên bêhempa kirine, bi dehan pirtûk û berhevok afirandine. Zargotin û floklora Kurdan ji mirinê parastiye û bi serê xwe bûye alek ji alanê rewşenbîrtiya Kurdî. Piştî mirina wî, du pirtûkên wî ji aliya keça wî Firîda Cewarî hatine çapkirin. Pirtûka berî vê ji aliyê weşanxaneya Mezopotamiya ve hatiye çapkirin û weşandin, ev pirtûk jî dîsa ji aliyê Mezopotamiya ve ji bona çapkirinê hat amadekirin, lê ji aliyê çapxaneya Zengil-97 ve li Êrîvanê hate weşandin.

Le hemberî hemû zor û zehmetiyên ku Kurdên Qafqasya tê de dijîn jî, dîsa jî wan serê xwe li hemberî mercên zehmet netewandin û bi îsrar dixwazin ku berhem û afrandinênxwe yên Kurdî derxin ronahiyê.




#Article 112: Heciyê Cindî (364 words)


Heciye Cindî (z. 1908 – m. 1'ê gulanê 1990) fîlolog, wergêr zargotinzan û nivîskarê ezidi e. Cindî nivîskarê pirtûka Ûsiv û Zelîxe ye.

Dildar Mîtanî

Heciyê Cindî di sala 1908'a li gundê Emançayîra girêdayî Dîxora Qersê, li Bakurê Kurdistanê ji malbateke êzîdî jidayîkbûye. Zarokatiya wî li gund derbasbûye. Lê di salên 1918'a de, ji ber komkujî û êrîşên leşkerên tirkan, ew direvin derbasî aliyê Sovyetê dibin. Li wir Hecî bê xwedî dimîne, lewra jî dikeve Sêwîxaneyê û di wir de jiyana xwe destpêdike. Her wiha jî di sêwîxaneyê de bi sedan zarokên Kurd yên bê xwedî hebûn, di sêwîxanê de perwerdeyên sereke û yên navîn dibînin. Heya sala 1929'a, ew derbasî qursa amadekirina mamostayetiyê dibe. Di sala 1930'a de, dikeve Fakulteya Êrîvanê ya Fîlologiyê. Wisa jî dibe xwendevanê Kurd yê yekemîn ku li Ermenîstanê di fakultê de tê qebulkirin. Di sala 1932'a de, dest bi berhevkirina meteryalên zargotin û folklora kurdî dike. Her wiha jî ji sala 1930'î de, di Riya Teze de dixebite. Her wiha jî di radyoyê kurdî (ku tenê nûçe diweşandin) de xebitî. Serokê akademiya pedagojiya Kurdî ya li Ermenistanê bû. Di sala 1938'a de, ji aliyê rêvebirtiya Stalîn ve li gel gelek rewşenbîrên kurd yên dinê, bi tewana ku ajanên dewletên Împeryalîstin, tê girtin û davêjin zindanê. Piştî ku azad bû, dîsa dest bi afrandin û xebata xwe kir. Gelek pirtûkên dersan ji bona dibistana nivîsandin, çend pirtûkên ji zimanên din wergerandin zimanê kurdî, gelek pirtûkên berhevkariyê çapkirin. Di aliyê din de jî, di Yekîtiya Rewşenbîrên Kurd, di Yekîtiya Nivîskarên Kurd, di Akademiya Kurdzaniyê, di rojname û komîsonên ziman de roleke xwe ya pêşengî leystiye. Ew di aliyê raman û jiyana xwe de jî mirovekî zana û pêşkeftî bû. Yekemîn Kurd li Qafqasya ku keçên xwe dişîne dibistanên bilind ewe bû, yekemîn kurdê Qafqasya ku keçên xwe bêyî qelen û li gorî daxwaza wan dizewicîne dîsa ew bû, di nava hemû Kurdên Sovyetê de yê ku herî zêde afrandin û xwedan berheme dîsa ew bû. Heciyê Cindî, di 1'ê gulana sala 1990'î, çavên xwe ji cîhanê girt û çû ser dilovaniya xwe.

Li pey xwe zêdetirî 110 pirtûk, berhevok û lêkolîn hîştin. Hîn jî gelek berhemênwî hene ku nehatine çapkirin.




#Article 113: Nalî (313 words)


Nalî an jî Nalî Şehrezûrî (b. 1791, Şehrezûr - m. 1855 Stembol, Tirkiye) matematîkzan, helbestvan, û zimannasekî kurd e.

Navê wî yê resen Xidir e. Nalî Şarezûrî, lawê Ehmedê Şaweysê Mîkayîlî ye.ser sala jidayîkbûna Nalî dîtinên cihêreng hene. Dîroknasê kurd Mihemed Emîn Zekî di pirtûka xwe ya bi navê “Kurtey Mêjûyî Kurd û Kurdistan” rûpelê 358'an de, wiha dinivîse: “Nalî di sala 1801'ê de li gundê Xakxolê ji dayîk bûye û sala 1857'an koça dawî kiriye. Mamoste Eladîn Secadî, di pirtûka xwe ya bi navê “Mêjûya Edebî Kurdî” de wiha dibêje: “Nalî di sala 1802'an de ji dayîk bûye û di sala 1859'an de çûye ser dilovaniya xwe.” Mamoste Dr. Marûf Xeznedar jî di destpêka Dîwana Nalî de wiha dinivîse: “Nalî di sala 1805'an de hatiye cîhanê û di sala 1859'an de, koça dawî kiriye.”
Mamoste Muhemmed Mele Kerîm di pirtûka bi navê “Le Pênawî Nalî” de, dibêje: “Ewên ku serpêhatiya Nalî nivîsîne, ti çavkanî ji bo dîrokê diyar nekirine. Kesek tine ku bibêje Nalî di vê salê de hatiye cîhanê. Tenê tişta diyar ev e ku Nalî, Mîkayîlî bûye û lawê çandînerekî Şarezûrî bûye. Ji ber ku li Şarezûrê kesekî xwende tinebûye, êdî kê dê rojbûna Nalî binivîsanda? Her wiha roja mirina wî jî.”
Mamoste Mesûd Mihemed di gotareke bi navê “Çepkêyek Le Gulzarî Nalî” de  wiha dibêje: “Hacî  Mele Evdileyê Celîzade vegotiye ku wî di sala 1871'an de Nalî li Mekeyê dîtiye û gelekî pîr bûye. Xuya bû ku wî çaxî heştê salî hebû.”

Li gor belgeyeke din ku ketî destê me, Nalî sala 1798'an jidayîk bûye û sala 1878'an koça xwe ya dawî kiriye. Li gor vê belgeyê Nalî di heştê saliya xwe de çûye ser dilovaniya xwe. Di gelek helbestên wî de jî xuya dike ku ew gelekî pîr bûye, her wiha ev salên dawî ku me li jor anîn zimên nêzîktirî rastiyê ne.

Çend malik ji dîwana Nalî:




#Article 114: Girtiyên siyasî (168 words)


Girtiyên siyasî, ev kesên in ku ji sedemên siyasî hatin girtin. Girtiyên siyasî, ji bo girtiyan nasnameyeke girîng e.

Girtiyên Siyasî di sala 1980'î de bêhtir ketin rojeva kurdan û bi taybetî jî kurdên bakura Kurdistanê. Lewre di sala 1980'ê jî de artêşa tirk li Tirkiyeyê darbeyeke leşkerî pêk anîbû û kurdên muhalîf hemû hatibûn girtin. Bi taybetî di girtîgeha Amedê ya leşkerî de bi hezaran girtiyên siyasî hebûn ku ji gelek partiyên kurdan bûn. Di nav wan girtiyan de koma herî mezin ji girtiyên PKK'yî pêk dihat.

Girtiyên Siyasî di dema îşkenceyên mezin ê girtîgeha leşkerî ya Amedê de bi navê Hawar kovarek diweşandin ku bi desta dihate nivîsîn.
 
Li Kurdistanê tevî ew qas şoreş û têkoşînan jî, hemû girtiyên ku ji vê dozê hatin girtin, li Sûriye, Tirkiye, Îran û Iraqê wekî girtiyên siyasî nehatin dîtin û pejirandin. Cara yekem di 14'ê tîrhema 1995'an de girtiyên siyasî dest bi gireva birçîbûnê kirin ku nasnameya girtiyên siyasî bigirin. Ev çalakiya herî mezin a Girtiyên salên 1990-2000'an bû.




#Article 115: Mêrdîn (bajar) (1020 words)


Mêrdîn () bajarekî Bakurê Kurdistanê ku îro dikeve Komara Tirkiyeyê. Bajarê Mêrdînê ji başûrê xwe ve bi Rojavayê Kurdistanê, ji rojhilatê xwe ve bi Sêrt û Şirnexê, ji bakurê xwe ve bi Amedê û ji rojavayê xwe ve jî bi Rihayê hatiye pêçan. Hejmara niştecihên wê 796.591 kese. Qezayê bi ser ve ev in: Qoser, Artuklu, Nisêbîn, Midyad, Mehsert, Dêrika Çiyayê Mazî, Şemrex, Kerboran, Stewr û Rişmil.

Di dema persan de navê bajêr Marde bû. Di dema Bîzansiyan de jî Mardîa bû. Ereban jî navê herêmê kiriye Mardîn . Suryanîiyan (aramîyan) ji bajêr re gotiye Marde (kela). Nav bi kurdî Mêrdîn e.

Mêrdînê, Mardon, Mirde an ku Marde yek ji navdartirîn û kevintirîn bajarê Mezopotamyayê ye. Bajar li ser çiyakî ava bûye. Keleha wê ya kevn, hemû rêyên bajêr bi xwe ve girê dide. Mîrê Kelahan hatiye gotin ji Keleha Mêrdînê re. Di dîrokê de gelek qralan xwestiye wê têxe destê xwe, lê Keleha Mêrdînê rê nedaye wan. Bajar li başûrê kelehê ava bûye. Xanî li du yên din, bi hevûdu ve hatine girêdan. Kevirên wan yê sipî û zer ji bo avakirinê hatine peyde kirin. Bajar, bi ava xwe ya hênik û xwezaya xwe ya balkêş bi navdar e. Bakurê wê cihê bexçe û bostana ye. 

Di dîrokê de ji bo bidestxistina bajêr şerên giran çêbûne. Berî çêbûna Mesîh, aramiyan û farisan şerên giran kirine. Demekê Romê li vir mane. Bi hatina îslamiyetê, di dema Omerê kurê Xettap de, hatine bi ser bajêr ve, bajar kontrol kirine. Kurdan di dema Merwaniyan de bajar bi baştirîn şêwe îdare kiriye. Piştre Artukî li vir bi cî bûne. Bajar, bi aqilmendiya Idrîsê Bedlîsî, di dema Selîmxanê kurê Sultan Beyazit de ketiye kontrola Osmanliyan.

Berî Zayînê:

Piştî Zayînê:

Bajar di nav parelelên 36° 54´ û 37° 47´ bakûr û merîdyenên 39° 55´ û 42° 41´ rojhilat de ye. Sînorên bajêr li bakûr bi Amedê û Êlihê ve, li rojava bi Rihayê ve, li başûr bi Qamişloyê û Amûdê ve û li rojhilat jî bi Culemêrg  û Şirnexê ve tê girêdan.

Erda herêmê % 52,6 ji çiyan, % 24,6 ji deştan û % 22,8 jî ji platoyan pêk tê. Erda wê  177.200 metre kare ye. Li herêmê genim, ceh, nîsk, nok, pembo, garis û tirî tên çandin 

Li başûrê herêmê avhewayeke çolî heye, ji lew re jî havînan pir germ û zuha, zivistanan jî sar û li hinek deveran jî hênik derbas dibe.  Dîmenek ji Midyadê. 

Çiyayê bilind yê herêmê Cûdî ye (2.114 m). Alam (1.041 m), Ziyaret (1.160 m) û Dibek(1.231 m), Tûrcel û Pozê Bîra. 

Deştên Tilermen Qoser, Merdîn û Nisêbînê. Her sê deşt bi hevre girêdayî û di geliya çemê Xabûrê de ne. Dirêjbûna deştan 35 km û firehbûna wan jî 20 km ye.

Çemê herî mezin ku di nav sînorên bajêr de diherike Çemê Dîcle ye. Buxur, Zergan,Ava Spî, Reşan, Çaçan û Gumuş jî çemên din yên herêmê ne. Gol li herêmê tune ne. Tenê li ser çemê Buxurê ji ber bendava Buxurê golek sûnî çêbûye.

Herêm ji alî heywanan ve ne dewlemend e, rovî, kîvroşk û balindeyên kovî kewokê teqle ê Mêrdîn di cîhanêde deng dane.Jî sedî pêncî mirovê Mêrdîn Kewoka xwedi dike.Kewêgozel u kevêsusik cihekî girîng digrin di zinarê Mêrdînde.Her cureyê şahlil û bilbila li ser kelaya Mêrdin hene.Di sala 1998 de keftarik ji alyê neçîrwanên Merdinde hate dîtin û kuştin.Li Dêrka cayêmazî cureyekê teyrêbaz heye ku li cîhanêde tenê li cîyayê Dêrikê turcelê pêde dibi.

Tevahî hejmare herêmê (tevî gundan)796.591.

Li herêmê fosfat, çîmento û malzemên ji bo tûxla û kiremîdan ji bin erdê dertên.

Bajar ji ali xwezayê ve ne pir dewlemend e. Tenê şelala çaxçax ji alî gel ve wek ciyêk seyranê tê bikaranîn. Kela Mêrdînê, mizgeftên bajêr, dêr û dêrên herêmê jî ji alî gel û turîstan ve tên serîlêdan kirin. 

Germavên Kerboranê, germav (gurmî av) carna 40° germ dibe û ji bo nexweşiyên çerm û romatizma yê baş e.

Mêrdîn ji alî ol û civakê ve bajarekî mozaîk e. Piraniya gelheyê ji misilmanan pêk tê, lê li herêmê xiristiyan û êzidî jî hene. Misilman ji mezhebên henêfî û şafiyan pêk tê. Civaka herêmê jî ji kurdan, ereban, suryaniyan û ermeniyan pêk tê.
Bajarê Mêrdîn bi pirçandîbûna xwe tê nasîn. Li wir ereb, kurd, suryanî û ermenî hene. Dêra Zehferanê di sedsala 11. pêve navendî ji petrikên suryaniyan re kiriye. Ji bilî wê, dêrek din bi navê Şehîde Şimûnî heye. Li başurê bajêr dêra Mar Mîxayêl Nasik, û ya Mar Bitris hatine avakirin. Li taxa Şemsiye, dêra Meryema ji Erdemê, pir bedew hatiye lêkirin. Dêrên din ev in: Mar Banham, Mar Tuma, Meryem, Mar Afram, Mar Osyo, Şehit Hurmiz...

Bajarê ziman û ol û çandên cewaz Mêrdînê, ji bo ku cihê xwe di programa Unescoyê ya Mîrasa Cîhanê de bigire, serî li Unescoyê hatibû dayîn. Unescoyê, piştî lêkolînên xwe serîlêdan pejirand. Mêrdînê wek berendam kete rêza cihên parastinê. Piştî ku berendamtî hate pejirandin, belediya bajêr ji bo rêlêgirtina avahiyên bê plan programek ji xwe re çêkir.

Li herêmê savar û xwarinên ji savarê bêhtir tên xwarin, wekî savara bi darçîn û bacanreşkê. Seleteya hinaran, şorbeya mast, ecîn û kutilkên dagirtî (basmavat, li herêmê ji yên di nav rûn û hêkan de sorkirî re dibêjin irok). Rişte û kibe (hûr û rodîiyên dagirtî) jî ji alî gel ve tê xwarin. Wekî din mirîşka bi gijnîjê birajtî, sembîsek (lehmacunê sergirtî), beloh (xwarineke weke qisirê ye), serûpê û hûrê hîşandî jî di nav xwarinên deverê de ne. Li ber xwarinan, dew tê vexwarin. Li herêmê qehweya tal (mirra) jî xwedî cihekî taybet e.

Keçên ciwan kefiyên rengîn, yên pîr jî yê spî didin serê xwe. Li hinek deveran wekî li Dêrikê jin kitanên dirêj didin serê xwe. Fîstan herî pir li herêmê tê li xwe kirin. Goreyên ji hirî û lastîkên reş di lingan de hene. Xemilandineke taybetî jî li herêmê deq e. Jin deqên şîn li ser rû yan jî destê xwe dikin. 
Şalwar û entariyên spî û dirêj cilên zilaman yên herêmî ne. Îşlik û êlegên bê yaxe di ser şalwar de tê li xwe kirin. Di serê zilaman de egal an jî çefî heye. Şewqe jî carinan tê bikaranîn. Qondere di lingan de heye.  




#Article 116: Folklor (358 words)


Folklor (peyv ji îngilîzî folklore tê) an jî zargotin (peyveke hevdûdanî ye; ji zar (ziman) û gotin (peyv) ê pêk tê), wêjeya gelêrî û zanista gel e. Roja îro ji aliyê zargotinzan û zanyarên gelêrî ve tê berhevkirin, nivîsandin û belavkirin. Berhevkarên giring ên zargotina devkî ya kurdî nivîskarên wekî Ordîxanê Celîl, Celîlê Celîl, Zeynelabidîn Zinar, Hîlmî Akyol û gelekî kesên din in. 

Li welatekî, di nava gelekî/neteweyekî de, yan jî li herêmekê, ew çalakiyên taybet ên ku xasê bi xelkê ve lê ji aliyê xelkê ve bi nêvekarî têne bikaranîn, bi piranî jî di nava xelkê de ji tiştên mîna çîrok, meselok, stran, leyztik, dîroka devkî, evsane, serpêhatî, destan, henek û laqirdî, gotinên pêşiyan, tore u hwd re tê gotin. 

Lê belê peyvika ”folklor” bi vî hawayê li jorê ku di nava xelkê ku tenê ji van tiştan re tê gotin, ne rast e. Lewra folklor bi wateya xwe ya ferhengî, gelek fireh e û ji hemû tiştên ku têkiliya xelkê bi wan tiştan re heye re tê gotin. 

Peyvika ”folk” wateya xwe bi kurdî ango gel/xelk, peyvika ”lor” jî bi wateya ”zanîn/zanist”. Îcar dema ev herdu peyvik gihane hev, wateya ”zanistiya gel” dide û di kurdî/kurmancî de jî ”gelêrî” tê gotin. 

Peyvika ”folklor” cara pêşî li Londrayê sal 1846, ji aliyê William Thomasî (1803-1885) ve di kovara ”Athenaeum”ê de hatiye bikaranîn. Vî camêrî wek “Folk-lore” bi kar aniye. Piştre jî Elmaniyan peyvika “folklore/volklore”yê bi kar aniye. Hin bi hin ev peyv li dinyayê (xasma jî li nava neteweyên ku zimanê wan Hinoewrûpî ye) belav bûye u ketiye nêv zimanê kurdî jî. 

Zargotina Kurdî pir dewlemend e. Zargotin cureyekî wêjeya devkî ye. Ji çîrçîrok (mesel), gotinên pêşiyan, biwêj, tiştanok, efsane, çîrok, meselok, klam, stran , xwezgînî, zugotinok ê  pêk tê. 

Di nava 40 milyon kurd de pir kêm rewşenbîr hene ku xebata wan li ser Zargotina Kurdî çêbûye. 

Li Yekîtiya Sovyetan Eskerê Boyîk û çend kesén din, xasma jî malbata Calîl (Prf. Ordîxanê Celîl, Prf. Celîlê Celîl, Celîla Celîl) xebateke héja kirine, her yekê çend berhemên folklorî amade kirne. 

Li Swêdê jî Zeynelabidîn Zinar 1.710 perçeyên folklorî berhev kirine û di deh cildên XWENÇEyê   de dane weşandin. 




#Article 117: Kerem Tahar Gerdenzerî (207 words)


Kerem Tahar Gerdenzerî muzîsyenekî kurd ê ezdî ye ku di 6ê adara 1952an de li bajarê Tiblîsê (Gurcistan) hatiye dunayê. Bavê wî Taharê Hacî Gerdenzerî, dayîka wî Redîfa Nacîvbeg Reşî bû.

Basgîtarîst Kerem Gerdenzerî li dibistana mûzîkê hîn bûye. Ew yek ji dahênerên koma muzîka nûjen a bi navê Koma Wetan e.

Ew di 1974an de  çêdike koma kurdî ya muzîka modern. Sazbendê komê hev dahatin guhastin heta tîva 1976. Navê komê danîn Koma Wetan.

Koma Wetan hertim derdket konkûrsa her wisa ji festîvala, kîjan derbas dibûn di Gurcistanê.

Tîva 1977 “Wetan” bû lauryatê konkûrsa “Stranên modêrn”.

Repertuara Koma Wetan da xêncî arence strasnên kurdî yên gelerî cî girtibûn stranên K. Gerdenzerî.

Tîva 1990 li fabrîka Aprêlêvskî Ordêna Lênîn hate çapkir albûma Koma Wetan, lê fonograma wê albûmê hatibû nivîsandin sala 1979 bi fîrma “Mêlodîya” di bajarê Tibîlîsî.

Tîva 1991 Koma Wetan hev belabû. K. Gerdenzerî sala 1992 de derbasî Moskvayê bû.

Sala 1996 - 1998 K. Gerdenzerî dixebite ser albûma nû - Azadî, bi alîkariya Lêonîd Atabêkov, Nîkolay Şêstov û Alêksandir Vorobyov.

Sala 1999 - 2001 K. Gerdenzerî çêdike alboma nuh Hewar. Her wisa jî di wê salê derdkive alboma Sitranên Kerem T. Gerdenzerî bi Orkestor.

Sitranên hilbijartî ji albûmên Kerem T. Gerdenzerî derket sala 2002.




#Article 118: Gurgum (512 words)


Gurgum () bajarekî Bakurê Kurdistanê ye.

Di çavkaniyên asuriyan de navê herêmê wek Gurgum derbas dibe, navê bajar jî markasî bû. Di dema Romayiyan de nav wek Gemanike ji hatiye bikar anîn. Dema Îslamiyetê de nav wek Marash hat guhertin. Nav ji alî tirkan ve di sala 1973 an de jî wek  Kahramanmarash hatiye guhertin.

Berî Îsa (zayîn)

Piştî Îsa (zayîn)

Bajar di nav parelelên 27° 11´ û 38° 36´ bakûr û merîdyenên 36° 15´ û 37° 42´ rojhilat de ye. Hudûdên bajar li bakûr bi Sêwasê û Meletye yê ve , li rojava bi Edenê (Tirkiye) ve, li bashûr bi Entapê ve û li rojhilat jî bi Semsûrê ve tê girêden. Tevayiya bajarê Maraşê dikeve hundirê hudûdên Kurdistanê.

Pivana erda bajar 14327 km² ye. Ji vî erdî % 59,7 ji çiyan, %16,3 ji deshtan û % 24,0 5 jî ji platoyan pêk tê. Li herêmê tene, ceh, nok, fasûlye, pembo, îsota sor, kixsên shekir û fêkî tên çandin.

Îklîmek, nîv reshayî û Behrasipî li herêmê heye. Havînan germ û zuha li zivistanan jî sar derbas dibe.

Çiyayê bilindtir yê herêmê Nûrhaq e (3081m). Berit (3014m), Engizek (2815m) û Axir(2301m) çiyayên din yê herêmê ne.

Li çiyarêzên Torosan bilindbûna platoyan digihîjin heta 2000 m yî.

Deshta Elbîstanê; Dirêjbûna wî 50 km û firehbûna wî jî 20 km ye. Desht di navbera çiyayên Nurhaq, Engîzek û Binboxa de ye.

Deshta Merashê; Dirêjbûna wî 40 km û firehbûna wî jî 20 km ye. Desht li bashûrê bajar e.

Geliya Ceyhan û Aksû yê ; gelî yên herî mazinên li herêmê.

.

Li çiyayên Nûrhaqê qertel û baz hene. Ruvî, gur, kew û kewroshk jî li herêmê hene.

Navend 574.571

Navçeyên Navend

Tevahiya gelhê herêmê (tevli gundan) 1.463.291e.

Tevahiya gelhê harêmê 1.075.706(2013)

Li herêmê ji bin erdê hesin, lînyît, boksît û manganez dertê.

Herêm ji alî tebîatê ve dewlemend e. Pir ciyên seyranan hene, wek Çinar, Kapiçam, şikeftên Dongele û Firniz. Germavên wek Cela, Zeytûn û Dongele ji ciyên vehêsanê ne ji bo gel.

Zimanê kurdan gelek dewlemend e, û herweha gelek zarav û devok hene. Devoka Gurgumê endamê zaravê kurmancî ye.

Nifûsa herêmê muslumin û ji mezhebên elevî û sunnî pêk tê. Kurd û tirk nifûsa herêmê teshkîl dikin.

Xwarinên herêmî yên pirtir tên xwarin, kutilkên dagirtî, qawûrma di sêlêde û Çemen e.

SHorba legen; Hevîr bi gosht û pîvazên sorkirî tê lihevxistin. pishtre di siniyek de tên rêz kirin. Saca sorkirî tê serê û tê çêkirin.

Marash bi Dondirma xwe yê taybetî li dinyayê bi nav û deng e.

Zilam palto yên kin ku ji re dibêjin  sako li xwe dikin. Di bin de shalwar tê li xwe kirin. Di serî de kefî tê girêdan. Di nigan de jî qondere yan jî cîzme heye.

Jinên pîr du kefiyan bi tacek re li serê xwe girê didin. Keçên ciwan porê xwe girê nadin û kefî yê jî wek sherîdek li serê xwe girê didin. Fîstanek ku ji re dibêjin fermene ( cepken) li xwe dikin.Derpiyek ku ji re dibêjin konçek (don) li xwe dikin. Di nigan de jî, qonderên rengîn û pêlavên lastîk hene.




#Article 119: Dîlok (bajar) (578 words)


Dîlok (wekî Dilok, Diluk, Duluk û Dûluk jî tê nivîsandin; bi tirkî Gaziantep) bajarekî li Bakurê Kurdistanê ye.

Li bakurê Qeleya Dîlokê girek heye. Taxa derûdora wî girî heta demeke nêzik bi navê Kurdepe, anko Girê Kurdan (Kürdtepe), dihat zanîn lê dewleta tirkan ew nav guhart û kir Türktepe.

Li Dîlokê hewşa heywanet a herî mezin a Tirkiyê heye û Parka Yeşilvadi heye. Parka Yeşilvadi parka tewr mezın a Tirkiyê ye.

Niha (2015) şaredarê Bajarê Mezin a Dîlokê Fatma Şahin e.

Li herêmê çiyayên bilind tunene. Çiyayê Sof yê herî bilind e (1.496 m) li herêmê. Çiyayê Duluk (1.250 m), Gureniz (1.069 m), Ganîbaba (1.100 m)

Çemê Reş ji Gola Reş dertê. Deşta Îslahiyê bi ava Çemê Reş tê avdan. Çemê Efrînê ji çiyayê sofê dertê. Bi Çemê Reş re dibe yek û xwe valadikin Gola Amikê. Çemê Merzîmên jî ji çiyayê Duluk û Sam dertê. Çavkaniya çemê Nîzîpê li çiyayê Sofê li gundê Dulukê ye. Çem şaxek çemê Firatê ye.

Hesin, krom, fosfat, Kalkar û dolomît madenên herî pirin ku li herêmê ji bin erdê dertên.

Herêm ji alî babetên teyrên kovî pir dewlemend e. Wekî din gur, hirç, xezal, berazên kovî, çeqel, keroshk û bizinên ser çiyan jî li herêmê peyde dibin.

Civaka bajarê Dîlokê  75 % Tirk, 22 % Kurd û 3 % jî Ereb û etnîkê dinin.

Îslam li herêmê xurt e. Henefîtî û Elevîtî zavên teşkîl dikin.

Li herêmê ciyên zewî û tirbeyan jî hene. Hinek ciyên zewîyên ev in: Şurahbil bin Hesen (Kilîs), Şêx Mansûr û Duluk Baba.

Herêm ji alî çanda xwarinê pir dewlemend e.

Şorba şêrîn: birinc bi avê tê kelandin û piştre bi dims (doşab) rê hinek din tê kelandin û tê serwîs kirin.

Şiveydiz: goşt bi nokan re di beroşê de tê kelandin. Pîvaz û sîrên hurkirî dikeve navê û heta nerm bibe tê kelandin. Piştre hêkek dikeve navê û hinek din jî tê kelandin. Rûnê sorkirî û nane bi ser tê reşandin û tê xwarin.

Kutilkên dagirtî beqlewe kebab babaqenûç. Babetên boregan û patatêsên dagirtî hinek ji xwarênên herêmê ne.

Jinên herêmê şalwarekî ku jê re dibêjin Çintiyan li xwe dikin. Bi ser şalwar de çakêtekî milfireh û yaxevekirî ku jê re dibêjin Fermane li xwe dikin. Entarî yên wan ji sê etegan pêk tê. Li pişta xwe kefiyeke sîm an jî qedîfe girêdidin. Keçên ciwan xavikên sipî, yên zewcandî jî tacek ku bi serde jî kefiyekê girêdidin, didin serê xwe. Jinên gundî çarşefek ku jê re dibêjin meshele didin serê xwe. Kesên çarşefa reş jî li xwe dikin hene.

Zilam şalwar li xwe dikin. Li ser şalwar jî Eba li xwe dikin. Bi ser ebayê de jî çakêtekî ku jê re dibêjin sako li xwe dikin. Li serê xwe jî kefiyên kesk dipêçin. Lapşîn û qondere pêlavên herêmê yên zilaman e.

Navê bajêr yê kevn Dolike (Doliçe) . Piştre ji alî ereban ve navê Eyntab li bajêr hatiye danîn. Navê bajêr ji alî Tirkên ve jî sala 1928'an de wek Xazî Eyntab (Ghazi-Ayntab)  / Gaziantap hatiye guhertin.

Berî Îsa(zayîn)

Piştî Îsa (zayîn)

Bajar ji alî şînahî û Daristanên ve belengaz e. Lê ji alî dîrok ve pir dewlemend e. Kela Entabê, kela Tilbişar û Revanda ji alî gel û gerokên ve tên ser lêdan. Li herêmê mizgeftên kevn jî pir in: Şirvanî, Teke û Tehtanî hinek ji wan in.

Dû NKF hene li Dîlok'ê. Vana;

Ev balafirgeha başur-rojhilatê bajarê Dîlok'ê ye. Li hinda Tilbişar'ê ye.

Li bajarê Dîlok'ê zanîngeheke dewletê û 2 zanîngehên jî weqfa hene.




#Article 120: Êlih (413 words)


Êlih anku  Êliḧ () bajarekî Bakûrê Kurdistanê ye.

Navê bajêr ê kevn Êlih e. Di sala 1957an de navê bajar bûye Batman.

Bajar di nav parelelên 42° 54´ û 40° 59´ bakûr û merîdiyenên 38° 34´ û 37° 22´ rojhilat de ye. Bajar li bakûr bi Bidlîs û Mûşê, li rojhilat bi Sêrtê, li başûr bi Mêrdînê û li rojava jî bi Amedê hatiye dorpêçkirin.

Erda herêmê ji 75,7% ji çiyayan pêk tê. Zozan û deşt ji 24,3% e. Ji wî erdî ji 91,7% ê wî ji bo çandiniyê tê bikaranîn. Li herêmê bi tenê nîsk, genim, tûtin, pembo, tirî û zebeş, pîvaz tên çandin. Gwîz, berrû, incaz, beîv, hîjîr û wez jî li wêre tên şitlandin.

Li herêmê avhewaya reşahiyê serdest e. Havînan germ û zuha, zivistanan jî sar û berf û payîz  baranî derbas dibe.

Sason (2.973 m), Zupser (2.044 m), Raman (1.263 m)

Deşta Batmanê (10.000 ha), Deşta Qubînê (dirêjahî 15-20 km, firehî 2-3 km ye).

Geliyê Çemê Batmanê û qismek ji geliyê Çemê Dîcle, geliyên herî mezinên li herêmê ne.

Gol li herêmê tune ne. Çemê Batmanê û Dicleyê yên herî mezin in ên ku li herêmê diherikin. Çemê Xerzan jî dikeve nav sînorên bajêr.

Xwedîkirina heywanên kedî mijûliyeteke mezin e li herêmê. Li herêmê heywanên kovî, wekî rovî, kew, kîvroşk û gur jî peyde dibin.

Li Qubînê, li Çiyayê Ramanê petrol derdikeve. Wekî din li herêmê xwê, krom, asfalt û sifir jî ji bin erdê derdikeve.

Kela Hezoyê û bajarê berê yê Heskîfê ciyên gerê yên ji bo turîstan e.

Piranîya serjimarê ji misilmanan pêk tê. Li gundên li derûdora Qubînê êzîdî gelheyeke mezin dinimînin. Xiristiyan pir kêm li herêmê peyde dibin. Piranîya gelheyê ji kurdan pêk tê. Van salên dawî bi saya Rafînera Petrolê tirk jî li herêmê bi cih bûne. Ereb û suryanî jî civakên din ên herêmê ne.

Keşkek, biryan, kifta bi mast û Kitel xwarinên herî naskirîne ku li herêmê tên xwarin.

Şelwar ji alî zilaman ve tê li xwe kirin. Bi ser de îşligek ku milê wî dirêj û nexş kirî (celehu) tê li xwe kirin. Di nigan de gorên ji hirî çêkirî û pêlavên ku jê re dibêjin reşik hene.

Jinên herêmê fîstanên hevreşim yên rengîn ku dibiriqîn li xwe dikin. Şelwarek fireh û gorên ji hirî li xwe dikin. Kefî yan jî puşî jî didin serê xwe. Pêlavên lastîk yan jî çarox ji li nigên xwe dikin.

Li heremê kincên modern ji, bi taybetî wan salên dawî tên li xwe kirin.




#Article 121: Riha (1155 words)


Riha () parêzgeh, navçe û bajarrekî bakurê Kurdistanê (digel Tirkiye) ye.

Riha yek ji bajarên herî qedîm û kevnare yên cîhanê ye. Her wiha di dîrokê de Riha wekî hêlîna mirovahiyê û qada şaristaniyê tê zanîn. Heta niha gelek şaristanî hatine li ser vê axê serwer bûne. Li ser axa Rihayê gelek şerên dijwar pêk hatine. Dema ku navê Rihayê tê lêvkirin warê Nemrûd û Îbrahîm pêxember tê bîra mirovan. Dema ku navê Rihayê tê lêvkirin şerê Îbrahîman ê li hemberî Nemrûdan tê bîra mirovan.

Çîroka navê Rihayê wek dîroka bajêr tevlihev û kûr e. Navê herî kevin yê bajêr Edessa ye. Ev nav heta salê 300 berî zayinê dirêj dibe û ji dema Makodoniyan maye. Navê Edessa ji aliyê Seleukos ve li bajêr hatiye danîn. Di salên 200 de, keyê Bîzans Antiochos navê xwe li bajêr kirîbe jî, demeke şun ve navê wî hatiye jibîrkirin. 

Li ser navê îro, yanî li ser peyva Rihayê gelek îddaa hene. Li gorî nezariyekî peyva Rihayê ji zimanê Suryanî ji peyva Orha/Orihaî tê, bi erebî jî ji peyva Vurihaî (Ava Pir) tê. Herwiha, hin kes navê Rihayê bi peyva yewnanî Osruan, hin kes jî bi peyva latînî Urfayva girêdidin. 

Piştre nav wek Riha, Urfa hatiye guhertin. Nav ji alî tirkan ve wek Şanliurfa hatiye guhertin, lê bajar ji aliyê Kurdan ve Riha tê zanîn.

Berî Îsa (zayîn) b.z. 

Piştî Îsa (zayîn) p.z.

Eyûbiyan jî gelek sala hukimdarî li Rihayê kir.

Herêm ji alî dîrok ve pir dewlemend e. Kela bajêr li navenda bajêr e. Mizgeft û gola Halîl ul-Rehman jî ji alî gel û turîstan ve tên ziyaret kirin. Navça Xaranê bi xaniyên xwe yên taybetî ji bo turistan ciyek gerê ye. Bendava Ataturk jî ji bo gerê û werzişên ser avê ciyek mûsaîd e.

Ji xeynî hêjayiyên xwe yên dîrokî, xwezaya Rihayê him li cîhanê him jî li welatê me cihekî girîng digire û di hundirê xwe de ajalên gelek nadîr xwedî dike.

Bajar di nav parelelên 36° 40´ û 38° 02´ bakur û merîdyenên 37° 50´ û 40° 12´ rojhilat de ne. Sînorên bajêr li bakur   Semsûr û Diyarbekirê ve, li rojava bi Dîlok ve, li başûr bi Sûrî ve û li rojhilat jî bi Mêrdînê ve tê girêdan.

Pîvana erdêer bajêr 18.584 km² ye. Erdê herêmê % 22,0 ji çiyan, % 16,3 ji deshtan û % 61,7 jî ji platoyan pêk tê. Li herêmê genim, ceh, nîsk, pembo, tirî û bi taybetî jî van salên dawî sebze û mewê jî li herêmê tên çandin.

Li herêmê îklîmek reshayî heye. Havînan germ û zuha, zivistanan jî sar e, lê rojên bi berf li herêmê hindik in. Li herêmê ferqa navbera di germbûna şev û rojê pir e.

Kismek ji çiyayê Qerejdaxê (1919 m) dikeve hundurê hudûdên herêmê. Çiyayê bilind li herêmê tunene. Navên çiyayên herî girîng wiha ne:

Derê ku em jê re dibêjin deşt li vir peyda ye. Di deştan de dar tune ne, bi tenê riweyên giyayî yên ku wek firkên yeksalî mezin dibin hene. Dema ku meriv ji dûr ve lê dinêre, tu ajal nayên xuyane û ev der wek col xuya dike û mixabin ajalên ku tê de dijîn nayin zanîn. 

Di deştan de gelek ajalên cûda yên ku cinsên xwe pir kêm bûne tê de dijîn. Wekî gumgumokên mezin ên 1.5 metreyî, keftarên ku tenê di belgefîlman de serê xwe li hemberî şêran radikin û kergezên ku bejnê wan digihêje 2 metreyan. 
 
Sedemên ku ev ajalan nayin zanîn ev e ku ewan, ji ber ku di deştan de dijîn, xwe baş vedişêrin û hinek ji wan tenê di şevan de aktîf dibin e. Lê belê heger meriv hinek baldartir i vê deştê dinêre wê meriv karibe ev ajalên cûda û zindî yên ku xwe veşar dikin bibîne. Ev yek jî ferqa di nava nêrîn û dîtinê de ye. 

Navên deştên Rihayê wiha ne:

Ajalên herî balkêş ên ku xwe di deştan de vedişêrin ev in:

Herwiha, navên ajalên din ên taybet:

Herêm ji alî madenan ve ne dewlemend e. Li Rihayê tenê fosfat û malzemên ji bo tûxla û kiremîdan ji bin erdê dertên.

Bajerê Riha yê wek  Bajarê Pêxamberan  tê naskirin. Li gor rîvayetê gava Adem û Hewa ji bihûştê ên qewrandin, tên li Xaranê bi cih dibin. Îbrahîm pêxember, Eyûb pêxember û Îsa pêxember jî li herêmê mane. Li herêmê Misilmantî ji elewî û sunnî yan pêk tê. Kurd, Ereb û Tirk piranî ya serjimarê diafirandin. Gelê Rihayê zêdetir bi çandinî û ajalkariyê ve mijûl e. Têkiliyeke mezin nîşanî bezirganiyê nedaye û jiyana wan bi piranî li gundan domiya ye. Ji ber wê yekê ku çanda feodaltiyê û axatiyê serdest maye. Jiyan ji bajarvaniyê û şaristaniyê wêdetir di çanda gundan de girtî maye. Loma jî ji bilî vîn û biryara kes zêdetir bîryara civak û eşîrtiyê li ser dest maye. Her wiha li hemberî gotina mezinên civakê an jî eşîrê zêdetir bervêdan pêk nehatiye.

Herêm ji alî xwarinan pir dewlemend e. Xwarinin herî pir li herêmê tên xwarin kutilkên dagirtî, Acîn(çîkifte), beqlewe, kunefe (qedayif), kebeb û lehmecun nin. Taybetiyek herêmê jî xwarina îsotên tûj yên sor in

Reçela îsotê Rihayê an jî bi devoka Rihayiyan Aqît navê berekê ji pêjgeha kurdî ye û bi heqîqî ji îsotên tûj ên Rihayê tê çêkirin. 

Parêzgeha Rihayê bi îsotên xwe yên sor û tûj bi nav û deng e, lewra tê gotin ku gelê Rihayî ji tûjbûna xwarinan pir hez dikin. Ewqas ku, gotineke pêşiyinan dibêje 'Li Rihayê îsot êmzika bebikan e'! Ji ber vê yekê îsot beşeke girîng a xwarin û pêjgeha Rihayê ye. Herwiha, aqît jî, ji bo tûjkirinê weke sos an jî baharata gelek xwarinan tê bikaranîn.

Ji bo aqîta îsotan divê ev malzeme hebin: 1kg ji îsotên tûj ên sor, 1 kefçiya çayê ji darçîn, nîv bardaxek ji rûna zeytûnê û nîv kefçiya çayê ji îsota reş.

Berî her tiştî îsotên sor divê bên şuştin, birrîn û ji dendikan pakkirin. Piştre îsot ji makîneya goştan tê derbaskirin û di amanekê de tê komkirin. Ji bo ku ava xwe kêmtir be xwê dixin nav, tev didin û li ber rojê rêdixin. Paşê îsota reş, darçîn û rûna zeytûne li ser ve tal dikin û baş tev didin. Êdî reçela îsota sor - an bi navê xwe yê otantîk 'aqît' - ji bo pêjgehê amade ye û kare wek 'etûr an jî sos bê xwarin.

Di serê jinan de sharpeyek (yamshak) hene. Keçên ciwan kofiyek bi sharpeyek sipî (neçek) li serê xwe dikin. Li ser fîstanên dirêj, çakêtek dirêj tê li xwe kirin. Îshlik bê yaxe nê. SHalwarên ku jêra wan teng di bin fîstan de tê li xwe kirin. Di nigan de gorên hirî û pêlavên lastîk yê resh hene.

Zilamên herêmê entariyên ber wan girtî li xwe dikin. Çakêt, shalwar û îshlik jî li hinek deveran li xwe dikin. Di serê zilaman de egalên sipî hene. Di nigan de qondere yan jî  lastîkên resh tê li xwe kirin.

Li Riha balafirgehek heye û navê wê Balafirgeha GAP'ê ye.

 




#Article 122: Sêrt (1039 words)


Sêrt () parêzgeh, navçe û bajarekî Bakûrê Kurdistanê ye.

Navê bajar yê kevn Keert e ( bi zimanê keldanî). Di çavkaniyên îslamê de nav wek Esard, Saîrd û Siirt derbas dibe. Bi kurdî jê re Sêrt tê gotin.

Wate u mauaya navê bajarê Sêrt/Sîrt/Esard erdê avîn u warê avîn-e. Si u su peîvên kurdîne, u ne tirkî ne. Mînak pirin: Mesîn = me/mekan + sî/av + in/tê,     masî = ma/jîn u ruh + sî/av,     sêlav,   sulav,   sîpan=(ava pan, berferhe u berîn),    Suberî = av berî u melavan,     Sumêr = avdel u yên ku cutyarî bi avê dikin,     misugir = cihê av gir u bend av....

Sêrt beriya zayînê ji bo demeke kurt di bin serweriya hîtîtan de ma. Piştre beriya zayinê di salên 2000’ê de samiyan, babîliyan û asuriyan serwerî lê kiriye. Ji bo demekê jî qralên hurî-mîtaniyan jî serwerî lê kiriye. Piştî hurî-mîtaniyan şahên urartuyan lê serwer bûne paşê careke din Sêrt ketiye bin destê asuran. Di sedsala 7’an a beriya zayînê de medan, di sedsala 6’an de persan jî serwerî lê kiriye. 
Di sedsala 4’an a beriya zayînê de şahê Makedonyayê Îskender farsî têk birin û piştî împeratoriya Îskender di nava fermandarên wî de parve bû Sêrt di nav sînorên dewleta selevkosan de ma.

Partên ku wekî dewama farsan têne zanîn Sêrt careke din ji destê selevkosan girtiye. Derebegên ermenî yên ku girêdayî Îranê bûn car caran hatine heta vir û ev herêm jî girtiye bin serweriya xwe.

Di sedsala 1’ê û 2’yan a piştî zayînê de di navbera Împeratoriya Romayê û partan de li herêmê şer pêk hatine, lê dîsa jî partan serweriya xwe ya herêmê domandiye. Di sedsala 3’yan de sasanî hatine herêmê. Di sala 395’an de piştî ku Împeratoriya Romayê bûye du parçe bakurê Kurdistanê di bin serweriya Bîzansan de ma. 

Ji sedsala 11’an û pê ve ji bo demekê bîzansiyan careke din herêm zept û rept kiriye lê vê yekê zêde dem negirtiye. Sêrt di dema osmaniyan de ji bo demekê bi ser derebegên Amedê bûye. Wê demê li Bakurê Kurdistanê 24 derebeg hebûne û li gorî daneyên dîrokzan didin ev derebeg di karên navxweyî de serbixwe wekî din girêdayî Împeratoriya Osmaniyan bûne.

Bajar di nav parelelên 42° 54´ û 40° 59´ bakûr û merîdyenên 38° 34´ û 37° 22´ rojhilat te ye. Bilindahî ya Sêrtê ji deryayê 930m ye.

Li rojhilat bi Çolemêrg û Wanê ve, li bakûr bi Wan, Bîdlîsê ve, li bashûr bi Mêrdînê ve û li rojava jî bi Batmanê ve tê girêdan.

Erda herêmê 75,7% wî ji çiyan pêk tê, pîvana zozan û deshtan jî 24,3% e. Ji vî erdî 91,7% wî ji bo zîraetê bikar tê. Li herêmê tene, nîsk, tutûn, fisteq, bitim û hinar tên çandin.

Li herêmê seqayeke reşayî hukum dike. Havînan germ û zuha, zivistanan jî sar û bi şilî û şilopî derbas dibe.

Çend çiyayên herêma Sêrtê ew in: Herekol (2838 m), Cûdî (2114 m), Xerzan (1530 m), Mirgomar (1807 m), Çirav (2280 m).

Li herêmê deşt û zozan ji ber çiyabûna heremê kêm in, wek zozanên Berwarî, Sindî Şêrvan, Meleto, bilindbûna wan digihêjin heta 2000 m'yî. Lê ji bela ku li herêmê pir çiya hene, geliyên mezin li herêmê hene. Wekî geliya Dîcle, geliya Xerza, geliya Botan û hwd.

Botan, Xerzan, Dîcle, Kêzer, Başur û Behranca çemên herî girîng in ku li herêmê diherikin. Gol li herêmê tune ne.

Li herêmê babetên teyrên kovî yên li çiya dijên pirin; qertel, baz û qajik hinek ji wan in. Kew û kewroşk jî li heremê peyde dibin.

Tevayiya serjimariya herêmê (tevî gundan) 314.153 e.

Sêrt di dema komarê de bûye bajar. Heta Êlih ji Sêrtê hatiye veqetandin petrola çiyayê Ramanê bandoreke erênî li ser jiyana aborî ya bajêr dikir. 

Wekî din ji bo aboriya bajar mirov dikare bêje çandinî, ajalkarî û hunerên destan û demên dawî hindik jî be senayiya biçûk derdikevin pêş. Li gorî daneyên Saziya Statîstîkan a Dewletê (bi tirkî DİE) yên sala 2001ê serê kesî hezar 111 dolar dahatuya salî heye û Sêrt di nav bajarên Tirkiyeyê de di rêza 61ê de bûye. Lê li gorî daneyên îroyîn ev rewş hê xirabtir bûye. Nifûsa bêkariyê di statîstîkên fermî de wekî ji sedî 10,7 derbas dibe. Lê li gorî daneyên ku neketine fermiyetê ev rêje ji sedî 20an zêdetir e. 

Li herêmê sifir, krom, asfalt, rijiya kevir û malzemên ji bo tuxla û kiremîdan ji bin erdê derdikevin.

Nifûsa herêmê ji alî dîn û civakê ve parwekirî ye. Musluman piranî ya nifûsê teşkîl dikin; xiristiyan û êzdî ji li herêmê hene. Civak ji kurd, ereb, suryanî û ji ermeniyan ve pêk tê. 

Derbarê misilmana de  li herêmê terîqeta neqşebendiyan ya xurt e. Tirbeya Weysel Qaranî ku li Hewêlê li gundê Bayîkan e, ne tenê ji alî mislimanên herêmê ve, lê ji pir deverên Kurdistanê jî tê ziyaretkirin.

Keşkek û penêrê sîrîk xwarênên naskirî yên herêmê ne. Li herêmê li ber her xwarinê dew û şorbe tê xwarin û wexwarin. Şîraniya Rayoş meketip li herêmê di nav gel de pir tê xwarin.

Xwarinên din parîv, kutilk, girara perde, aside û îmçerket in.

Şal û şapik cilên herî naskirî ne ku li herêmê ji alî zilaman ve tên lixwekirin. Bi ser de jî îşligek ku milê vî dirêj û nexşkirî (celehu) tê li xwe kirin. Di nigan de gorên ji hirî çêkirî û pêlavên ku ji re dibijin reşik tê lixwekirin.

Jinên herêmê fîstanên hevrişim yê bi rengîn ku dibiriqînên li xwe dikin. Şalwarek fireh û gorên hirî li xwe dikin. Kefî yan jî puşî jî didin serê xwe. Pêlavên lastîk yan jî çarox ji li nigê xwe dikin.

Li heremê cilên modern ji, bi taybetî wan salên dawî tê lixwekirin.

Li heremê şeyxani , govent û reşkıştanî tên dilîzîn. Ev lîstikên herêmê ji nava xwe de bilav dibin: miranî-şeyhanî, giranî, botanî, garzanî, çaçanî, hirpanî, roşkî û hwd.

Ismaîl Feqîrullah, Birahîm Heqî, Weysel Qaranî, Şêx Mûsa, Şêx Ebu-l Wefa, Şêx ut-Turkî, Şêx Halef, Şêx ul-Horanî, Şêx Îlyas, Şêx ul-Sibre, Şêx ul-Hazin, Şêx Saad, Şêx Cerrah, Şêx Mihemed Tarmilî, Şêx Micahîd, Şêx Hemza, Xevs ul-Memduh, Şêx Şerafedîn, Mela Xelîl, Şêx Hattap, Şêx Celaledîn û hwd.

Tirbeya Weysel Qaranî, Keleha Derzîn a Hewêlê, Mizgefta Mezin, Asakir, Pira Nasredîn, Germava Bilolsê, Germava Xista û Germava Lîfê ciyên herî naskirî ne ku ji aliyê gel ve tên ziyaretkirin.




#Article 123: Agirî (parêzgeh) (928 words)


Agirî ()  navê parêzgeheke bakurê Kurdistanê ye. Navenda navçeyê Qerekose ango Agirî ye

Parêzgeh navê xwe ji Çiyayê Agirî digre. Navê çiya, yê herî kevn bi farisî Kuhî Nûr yanî çiyayê Nûr bû. Ararat jî navek wî yê herî kevn e. Bi zimanê Ermenî  Masîs, bi zimanê erebî jî jê re Cebel el Haris (Agirî ya mezin) û Cebel el Havayrîs (Agirî ya biçûk) dihat gotin. Kurd ji vî çiyayî re Grîdax jî dibêjin. Navê bajêr bi kurdî Agirî ye (ji ber ku çiyayê Agirî berê volkanek bû Kurdan jê re Agirî digotin). Nav ji alî tirkan ve wek Ağrı hatiye guhertin.

Bajarê Agirî li ser Deşta Elajgirê, li rex çemên Mûrad û Sînegê, li jêra Girê Qijik Tabo ava bûye. Agirî ji çend bajaran yek e ku bi destê gelê kurd ve hatiye avakirin.
navê vî bajarî yê herî kevn jî mîna navê Agirî kurdî ye.
navê Agiriyê yê herî kevn Şarbilax e. wateya şarbilax ê ev e:
Şar (bajar) bilax (cîhê avî, an jî çavkaniya avê) dema şar û bilax têne ba hev, dibe dibe çavkaniya ava bajêr. Hin kal û pîrên herêmê ji vî bajarî re Çolereş jî dibêjin.

Berî Îsa (Zayîn)

     
Pishtî Îsa(Zayîn)

Bajar di nav paralelên 39° - 05´ û 40°- 07´ bakûr û merîdyenên 42°-20´ û 44°- 30´ rojhilat de ye. Bajar li bakûr bi Qersê, li rojava bi Erziromê, li bakûrê rojava bi Bîtlîs û Wan û li rojhilat jî bi hudûdê bajarê Mako ve tê girêdan.

Pîvana erdê bajar 11.066 km2 ye. Şiklê erda bajêr % 46 wê ji mêrg û merayan,% 3 ji golan, % 25 deşt û zozanan û %25 wê jî ji çiya û zinaran pêk tê. Li heremê genim, ceh, kixsên şekir û keten tên çandin.

Li heremê klîmek reshayî hukum dike. Bajarek herî sar ji yên Kurdistanê ye. Salê şeş mehan berf li erdê ye. Dawiya meha nîsanê berf destpêdike dihele. Havînan jî herêm hênik derbas dibe.

Deşta Zêdkan û Qerekose yên herî mezin in li herêmê (341 m2), deştek din jî  Deşta Patnos û Giyadînê  ye. Bilind bûna zozanên herêmê digîhîjên heta 2000 m yî. Li wan zozanan  kanî  yên ku ava wan cemîdî û mêrgên şîn jî hene. Ji zozanên Agirîyê yên herî bi nav û deng jî zozana Sînegê ye. Devîdevî sê sed û çar sed êl lê datînin. Hewa vê zozanê pir xweş e. Li vê zozanê herî zehf pez tên xweyî kirin, lê belê ligel wê dewarjî tên xwedî kirin. Gola sînegê jî gelekî mezin e û gel jê giha diçine.

Çiyayê herî bilind ê Kurdistanê li Agirî yê ye. Çiyayê Hama (3243 m), Çiyayê Kosedax (3433 m), Tendûrek (3542 m), Agiriya biçûk (3925 m), Agiriya Mezin (5137 m). Çiyayê zore(3573 m) Çiyayê Agiriya mezin, çiyayê herî bilind yê Kurdistanê ye.

Çemê herî mezin ê herêmê, çemê Mûradê ye. Wekî din çemê biçûk jî li heremê peyde dibin. Hinek ji wan ev in; Şêriyan, Zêdkan, Gelûtan. Li herêmê du golên biçuk jî hene.Gola Masiyan (Balixgol) û Saz.

Gola Masiyan (bi tirkî: Balık Gölü), gelê herêmê Gola Kuştiyan jî dibêje. Gol, 60 kîlometre li aliyê Bakurê Rojavayê navçeya Bazîdê a ku li Agiriyê ve ye. Bilindahiya wê ya ji deryayê 2.245 metre ye, qada wê 34 kîlometrekare û yek ji cureyên golê ku ji benda lawê çê bûye ye.[1]

Gola Masiyan yek ji cihên turîstîk û seyranê ye. mirov dikare du rêyan xwe bighîne golê. Riya herî kurt a diçe golê riya Avkevirê a 27 km ye. Ev riya 27 km ye bi rêya Bazîdê a 60 km temam dibe. Li dora Golê saziyên mêvanxaneyan ên ku di sala 1985'an de hatiye avakirin û xizmetê didin gel hene. Ava vexwarinê ya navçeya Bazîdê ji vê golê tê.

Li Agirî nifûsek pir bilind bi xwedîkirina heywanan mijûl dibin. Ji bilî heywanên kedî li heremê li çayir û golan ordekên kovî, qaz, kew û li alî çiya jî gur û rûvî peyde dibin.

Tevahiya ya serjimara herêmê (tevli gundan) 549.435 e. Pir serjimarekî giran ji bajarên din koçberî kirin hatin. (neziki 500.000 mirov bajaren din dijî)

Ji welatên cuda cuda her sal pir turîst tên herêmê ji bo ku hilkishin ser Çiyayê Agirî. Qesra Îsaq Paşa jî ciyek e ku ji alî turîstan ve tê zêwî kirin. Tirbê Ahmedê Xanî jî li navça Bazîdê ye û ji alî kurdan ve tê zêwî kirin. Germavên Giyadîn û Dambat jî ciyên vehêsanê ne.

Li Giyadîn kukurt, li Bazîdê kevirê ponz, li Tûtaxê xwê, li Avkevirê ava maden û li Zêdkanê jî lînyît ji bin erdê derdikeve.

Serjimara bajar tevahiya Misilman in, hejmara Xiristiyanan pir kêm in. Piraniya serjimarê ji kurdan pêk tê, Azerî jî wek ciwaka duyemîn li herêmê hene.

Xwarina herî meşhûr qelî ye. Kufteya Evdîgor, xîngel, mertoxe, xaşîl, savara bigoşt, helîse, karêberg, keşk û girar xwarinên mehelî ne ku li herêmê tên xwarin.

Zilam kefî (pûşî) didin serê xwe. îşlig û êleg (oyma) li xwe dikin, di binî de jî şalwar (qadi) li xwe dikin. Li ser şalwar kefiyek li pişta xwe girê didin. Pêlavek ku li heremê ji re dibêjin, yemenî û gorên bi desta çêkirî ku heta çongê dirêjin li nigê xwe dikin. Jinên Agirî fîstanek ku ji re dibêjin entarî li xwe dikin. Carna jî çarşefa reş li xwe dikin. Di nigan de gorên ji hirî çêkirî hene.

Rastî li navenda Agiriyê û navçeyên mîna Bazîd û Dutaxê zêde eşîrtî tune ye. Gelek kes nizanin ku ji kîjan êlê ne jî. Lê navçeyên mîna Panos, Giyadîn, Avkevir û Hewaran (Xamûr) eşîrtî gelekî zêde ye û gelek caran şer di navbera êlan de jî dertên.

navên rastî (Kurdî) û navên Tirkî




#Article 124: Meletî (406 words)


Meletî yan jî Meledî (1928: ملاطيه / Melatiye; bi tirkî, Malatya) bajarekî Bakurê Kurdistanê ye ku dikeve tixûbên Tirkiyeyê.

Navê bajar di çavkaniyên asurî û urartiyan de wek Maldiye, Melite, Melid, Melide û di dema romayiyan de jî wek Melita û Melidena hatiye gotin. Nav piştre wek Meletî, Meladya û Malatya hatiye guhertin.

Li herêmê îklîmek reşhayî heye. Zivistanan sar, havînan jî germ û zuha derbas dibe. Li hrla deşta Melediyê seqayeke wek Behra Spî (zivistanan hênik) jî hikum dike.

Çiyayên bilind yê herêmê li ser çiyarêzên Melediyê, çiyayê Şîlan e (2.545 m). Bilindbûna Çiyayê Derbendê jî 2.428 m ye ku çiya li ser çiyarêzên Nûrhaq ê ye. Kepez (2.140 m), Gayrik (2.306 m )

Çemê Firatê û piraniya şaxên Firatê di nav sinorên herêmê de diherêkin.

Li herêmê gol tunene, tenê li serê çiya, ciyên ku çavkaniyên çeman jê dertên hinek golên biçûk ava bûne.

Li herêmê pir babetên teyrên kovî dijên. Wek werdek, qaz, kew, leglek, qertel û baz. Li herêmê gur, rûvî, keroşk û berazên kovî jî hene. Li herêmê gel bi kedîkirina heywanan ji mijûl dibe.

Tevahî sermijarî herêmê (tevlî gundan) 504.965 e.

Li herêmê alûmîniyûm, sifir, hesin, krom, asbest û lînyît ji bin erdê dertên.

Li herêmê şînahî pir zêde tuneye. Lê hinek deveran wek baxçeyên Tacde, Gunduzbeyî û Xorata ji bo seyranan musaîd in. Germavên herêmê (wek Rotûkan û Îspendere) jî ji alî gel ve tên ziyaret kirin. Ciyên dîrokî wek girên Cafer, Degirmentepe, Pîrot û kela Melediyê û mizgeftên kevn yê herêmê jî ji alî gel ve tên ziyaret kirin.

Sermijar Misilman in û ji Zerdeştîtî/Êzdîtî ango Elewî û Sûnnîyan pêk tê. Di nav gel de li cem Sûnnîyan şêxîtî û li cem Elewîyan ango Zerdeştîtî/Êzdîtî jî pîrîtî rolek mezin dilîze. Sermijar herêmê ji Kurd û Tirkan pêk tê.

Kaxiz kebab bi balîcan: di siniyek de balîcan tên rêz kirin. Bi serde goştê ku di nav kaxiz de pêçayî tê danîn. Di firnê de 2 saet tê kelandin û bi nanê loş tê xwarin.

Jinên herêmê li hinek deveran çarşeve reş li xwe dikin. Carna jî pêştemalek ku jê re dibêjin bervanik li serê xwe girê didin. Ji şarpa keçên ciwan re dibêjin çinko. Di hundirê çarşefê de kincek ku jê re dibêjin zibûn û di binî de jî şalwar li xwe dikin. Pêlavên lastîk û gorên ji hirî di nigan de hene.

Zilam kum didin serê xwe. Di ser şalwar de jî îşlik û êlek li xwe dikin.




#Article 125: Erzîrom (1016 words)


Erzîrom  an Erzirom (carina wekî  Erzirum an Erzurim jî tê bilêvkirin, romî: Erzurum) an jî Erzêrom bajarekî bakurê Kurdistanê di tixûbên Tirkiyê de ye.

Navê bajêr yê kevn wek Arze di çavkaniyên asûriyan de derbas dibe. Dema romayiyan de kela herêmê wek Karin, Karama, Karnoi, Karantis derbas dibû. Dema osmaniyan de nav wek Erzê Rom û Erzen Rum û Erzen ur-Rum û Erzn-i Rum hatiye guhertin û ew tê maneya Axa Roman, Arz bi erebî Axa Kurdî yê. Bi Kurdî navê Erzêrom ji tê wateya Sinorê Roman, erz(Binêre: Merz) + rom.

Bajarê Erziromê li ser riya karwan û koçberan hatiye avakirin. Di dîrokê de ji gelek şaristaniyan re şûnwarî kiriye û bûye hêlîn. Gelek şer û ceng li ser vê axê hatine kirin. Ji destpêka dîrokê heta niha ûrartû, kîmer, îskît, med, pers, part, roman, bîzans, sasanî, ereb, selçûqî, mogol, sefawî, osmanî û ûris (rûs) li vir bi cih û war bûne. 

Li gorî çavkaniyên dîrokê yên Misrê berî zayînê di navbera 2000 û 1200 salan de li Erziromê û derdorê Erziromê horî û muşkî hatine bicihbûn. Piştre, ûrartû, berî zayînê di sedsala 7'an de hatine li Erzirome bi cih bûn. Piştre asûrî hatine li derdorê çemê Arasê bi cih bûn û Erzirom dagirkirin. Ûrartuyên ku li hemberî asûriyan têkoşînek dijwar dan, li hemerî îskîtan têk çûn. Serdemekê ermenî hatine li vir bi cih bûn. Berî zayînê di sedsala 5'an med hatin li vir bi cih bûn. Med demek dirêj li vir man û Erzirom dagir kir. Piştî medan li dijî îskîtan şerekî dijwar meşand û îskît li ser vê axê paqij kirin, li dijî persan têk çûn. 

Paşayê persan 2'emîn Kîros berî zayînê di 555'an de hat herêma Erziromê û dawî li serdestiya medan anî. Piştî Kîros ermenî hatin li vir bi cih bû war bûn. Her wiha serdemekê Roma, Bîzans û piştre jî sasanî hatine vir. Sasaniyên ku ji herema Îranê hatin demekê Erzirom ji destê bîzansiyan derxistin, lê dîsa neçar man paşve vegerin. Di sala 572'yan de artêşa sasaniyan dîsa êrîşî vir kir û Keleha Erziromê dagir kir. Sasaniyan piştî şerê dijwar ê 10 salan Erzirom dagir kir. Di sala 651'an de artêşa îslamê ku ji 6 hezar leşkerî pêk dihat di bin fermandariya Habîb ibn Mesleme bi ser bajar de girt, lê têk çû. Bajarê Erziromê piştî 753'yan ket destê ermeniyan. 

Berî Îsa (zayîn)

Piştî Îsa (zayîn)

Bajarê Erziromê, li rojhilata Tirkiyeyê bajarê kurdan yê herî mezin e. Her wiha bajarê kurdan ê herî sar e. 

Pîvana erda bajêr 25.066 km² ye. Ji vî erdî % 63,7 ji çiyan, % 4 ji deştan, % 12,2 ji zozanan û % 20,1 jî ji platoyan pêk tê. Li van erdan patatês, genim, ceh, çewdar û kixsên şekir tên çandin.

Bajar di nav parelelên 40° 57´ û 39 10´ bakûr û merîdyenên 40° 15´ û 42° 35´ rojhilat de ye. Hûdûdên bajar li bakûr bi Artvîn û Rize ve (Tirkiye), li rojava bi Gümüşhane (Tirkiye) û Erzîngane ve, li bakur bi Bîngolê û Mûşê ve û li rojhilat jî bi Agiriyê û Qersê ve tê girêden.

Paltokan 3125 m, Çiya Gewrik 2053 m.

Deşta Erziromê li cî yê ku bajêr lê ava bûye ye. Mezinbûna wî 520 km² ye. Dirêjahî nêzîkî 50 km û firehiya deshtê jî digêhîje 13 km yî. Ji behrê 1900 m bilind e.

Deşta Pasînê li Pasînê (Hesenqele) ye. Mezinbûna wî 420 km² ye. Dirêjbûna deştê 35 km û firehbûna wî ji 5 km ye. Bilindbûna vî yê ji behrê 1700 m ye.

Zozana Tatos (Tekmanê), bilindbûna zozanê ji 1800 m dest pê dike heta 2500 m yî.

Gelî yên herêmê li dora çemên herêmê ne. Çorix, Tortim, Oltû û Erez hinek ji wan in.

Çemê Reş milekî robarê Feratê ye. Ji çiyayê Gawir dizê. Çemê Çorix ji çiyayê Mescîdê dizê. Çemê Erez ji çiyayê Bîngolê dizê û di hundirê hudûdê Gurcistanê de bi çemê Kurus dibe yek û diherike behra Hezarê. Çemên din yê herêmê Xinûs, Tortim û Oltû ne. Gola herî mezin ya herêmê jî Gola Tortim e.

Hirç, beraz, kêvrûşk, rovî, gur û wordekên kovî heywanên pirtirin ku li herêmê peyde dibin.

Madenên ku li herêmê ji bin erdê dertên ew in; sifir, pirît, hesin, krom, manganez, çîmento, alçi, manyezît, perlît, malzeme yên ji bo tuxla û kiremîdan û lînyît.

Ji alî tabîat û tarix ve herêm pir dewlemend e. Şelala Tortimê 108 km dûrî bajêr e. Ava şelalê ji 50 m jor de dikeve xwarê. Çiyarêzên Palandoken ku nêzî bajar e ji bo aktîvîtet û sporên zivistanê musaid e.

Hesenqela, Kela Îspîr, Mizgeft û tirbên herêmê jî ji alî turîst û gel ve tên ziyaret kirin.

Hinik avahîhê yên dîrokî Mizgefta Mezin, Kela Erziromê, Medresa Yaqûtîye, Mizgefta Du Minare

Nifûsa herêmê ji misilmanan (elewî û sunî) pêk tê. Civak ji kurd (zaza û kurmanc), azerî û tirkan (dadaş) pêk tê.

Nanê lawaş; Bi arvan xwê û hevîrtirş tê çêkirin. bi tîrê tê vekirin û di tendûrên bin erdê de tê sorkirin.

Lor dolme; Hundirê dolman ji bulxur, lorik, pîvaz û ji îsota sor tê çêkirin. Bi pelên rezan tê pêçandin û tê kelandin.

Dîzik; Goşt, xwê (sol), mast û îsot bi hevre rojekê tên terbiye kirin. Roja din di dîzikê (beroşên ji axê) de tê kelandin.

Girara Birî; Nîskên reş, kifte û şehriye (rişte) bi hevre tên kelandin. Tahîn û rûnê bi îsota sor sorkirî bi ser tê reşandin û tê xwarin.

Entariyên ku ji sê perçeyan pêk tê, li heremê jin pirtir li xwe dikin. Şalwar jî carna bi sako û êlegan li xwe dikin. Carna jî fîstanên qedîfe tên li xwe kirin. Li pishtê kemerên ji zîv tên girêdan. Di nigan de pêlavên ku jê re dibêjin nalin û potîn hene. Li serê jinan kumek gulgulî û bi serde jî şarpeyek yemenî tê girêdan. Jin serê xwe bi perê hesin dixemlînin.

Zilam şalwarek ku jê re dibêjin Zikva (jêra wî teng jora wî fireh) li xwe dikin. îşlik û êlek bi ser de tê li xwe kirin. Di niga de cîzmeyek çerm ku jê re dibêjin cistik heye. Gava derdikevin derva pêlavek din ku di rengê cîzmê de ye bi ser de li xwe dikin.




#Article 126: Sêwas (653 words)


Sêwas () navçe û bajarekî Bakûrê Kurdistanê ye. Dikeve nav sînorên Komara Tirkiyê.

Dema Romayiyan de navê bajar Sebasteia bû. Dema Ereban de nav bûye  Bajarê Danişmend. Dema Osmaniyan de Navê Eyaleta rom bûye Eyaleta Sivas. Nav wek Sîvas û Sêwas hatiye guhertin.

Berî Îsa (zayîn)

Piştî Îsa (zayîn)

Bajar di nav parelelên 38° 32´ û 40° 16´ bakûr û merîdyenên 35° 50´ û 38° 14´ rojhilat te ne. Hudûdên bajar li bakûr bi Giresûn, Ordu, Tokatê ve (Tirkiye), li rojava bi Yozgat û Qeyserî yê ve, li başûr bi Mereş û Melediyê ve û li rojhilat jî bi Ezirganê ve tê girêden. Perçeyeke biçûk ji herêma Sêwasê dikeve hundirê hudûdên Kurdistanê: Qoçgîr, Dîvrîgî, Qenxal û Îmranlî (Umraniye an Macîran).

Pîvana erda bajêr 28.488 km² ye. Ji vî erdî % 46,2 ji çiyan, % 6,2 ji deştan û % 47,6 jî ji platoyan pêk tê. Li erda herêmê genim, ceh, kixsên şekir, nîsk û patatês tên çandin.

Li herêmê îklîma reşayî heye. Havînan germ, zivistanan jî sar û bi berf derbas dibe. Ferqa germiya di navbera şev û rojan de ne pir e.

Çiyayê bilindtir yê herêmê Kosedax e (3050m). Çiyayên din yê herêmê jî ev in. Qaraca (2079m), Keşlik (2230m), Hezan (2283m), Yildiz (2537m), Yama (2631m), Çiyayê sor (3015m) û Bey (2802m)

Li herêmê deşt zêde tunene. Bilindbûna platoyên herêmê di navbera 1500 m û 2000 m yî ne. Platoya Uzunyayla û Merakum yên herî mezinin.

Çemê Qizilirmak ji nav hududên herêmê dertê. Çem ber bi bakûr ve diherêke û diherike Behrareş. Çemê din yê herêmê Tohma, Çalti, Tozan û Kelkit e.

Li herêmê pir golên biçûk jî hene. Wek; Torurge (5km²), Hafik(1km²), Lota û Gurun

Herêm ji alî teyrên kovî dewlemend e. Li Sêwasê kewroşk pirin. Kûçikên Qangalê li dinyayê bi nav û deng in. Li gol û çemên herêmê mehsî peyde dibin. Hirç û berazên kovî li herêmê pir kêmin.

Tevayiya nifûsa herêmê (tevlî gundan) 698.019 e.

Erda herêmê ji alî madenan pir dewlemend e. Li herêmê hesin, komir, çîmento, jîps (alçî), qurşûn, çînko, manyezit, krom,kirêc û mermer ji bin erdê dertên.

Tabîata herêmê ji alî ger û seyranan ve pir dewlemend e. Gol û zozanên herêmê biharan ji alî gel ve tên ziyaret kirin. Şelala Sizir ji ciyek ji ciyên gerê ne. Germavên herêmê jî ji van ciyên gerê ne. Mizgeft, medrese û turbên herêmê jî ji alî gel ve tên ziyaret kirin. 

Muslumanên herêmê ji elewî û sunniyan pêk tên. Pîrîtî û tarîkatîtî li herêmê xurt e. Nifûsa herêmê ji kurd û tirkan pêk tê.

Madimak; Gîhayek taybetî ya herêmê ye, biharan şîn dibe. Madimak hûr dibe û di rûn de yan jî şorba wî tê çêkirin. Bi bulxur ji tê kelandin.

Hingel; Şikeva tê perçekirin û malzeme (patatêsê sorkirî, qîme yan jî penir) dikeve nav şikeveyan û tê pêçandin. Di avê de tê kelandin û rûnê sorkirî bi ser tê reşandin û tê serwîs kirin.

Subura; Perçên hevîr yên biçûk di avê de tên kelandin. Ji avê tên derxistin, rûnê sorkirî bi ser tê reşandin û tê serwîs kirin.

Jinên herêmê kofî bi şarpeyek krep li serê xwe girê didin. Fîstanên pêşlî herêmê ji sê etekan pêk tên û milê wan fireh in . Di bin fîstan de şalwarên (tuman) dirêj û fireh tê li xve kirin. Çarox û Kelik jî di nigan de hene, lê pêlavên ji lastîka reş û plastîk jî tê li xwe kirin. Gava jin dertên derve carna jî çarşefa reş li xwe dikin.

Zilam kefî yan jî hindî lê serê xwe girê didin. li ser îşlikên sipî , êlegên bê mil tê li xwe kirin.Ji pantolonê zilama re dibêjin şayak yan jî  zivga (jora wan fireh, jêra wan jî teng e). Gore nexşandî ne û qondere di nigan de hene.

Sêwas yekêk e le şarekanî Kurdistanî bakûr danîştuwaneke y kurd in. Bellam le encamî siyasetî turkî mexol da êsta kurdanî ew şare bûnete turk. Bedaxewe eger kurdîş mabêt zor zor kem in.




#Article 127: Wan (1657 words)


Wan (, ) navê navçe û bajarekî Bakurê Kurdistanê ye. 

Mirov ji Wanê ji ser rêya Payîzava û Elbakê re xwe digihine Gever û Colemêrgê. Her wiha ji ser rêya Geverê ya dewletê re jî mirov dikare xwe bigihîne Îranê. Termînala otobûsan bi qasî 4 km’yan dûrî navendê ye. Çûyîn û hatin bi rêya mînîbûsan pêk tê.

Îstgeha trênê bi qasî 5 km’yan ji bajêr dûr e. Çûyîn û hatina ji bo trênê bi mînîbusan pêk tê. Balafirgeh jî 7 km’yan ji navenda bajêr dûr e. Çûyîn û hatin bi mînîbûsan û serwîsa saziya THY’ê pêk tê.

Evliya Çelebî di seyahatnameya xwe de diyar dike ku Îskenderê Mezin navê mabedeke di Kela Wanê Vankê li bajêr dike. Li gorî rîwayeteke din: Ji ber ku Wan bajarekî gelekî kevn e di salên 1900’an ên berî zayînê de Semîramîsa keybanûya asûrî bi navê Kurd Meryem Şah bi nav kiriye. Piştre di dema dawiya keyaniyan waliyekî bi navê Wan ji ber ku bajar fireh û xweş kiriye ji vê rêveberî pê ve navê bajar wek Wan hatiye binavkirin. Di derheqê navê Wanê de nêrîna ku nêzî zanistê bî ûrartûyî Biane an jî Viane derketiye. Di hemû çavkaniyên dîrokê de ûrartûyan ji xwe re Bianî gotine û di dema ûrartûyan ya xurt de di bin navê Biate de gelek bajar û civak di herême Wanê de civiyan e.

Li gorî rîwayeteke din bajarê Wanê di salên 1800’an ên berî zayînê de ji aliyê keybanûya asûrî Semîramîs ve hatiye avakirin. Semîramîs, li herêma Mezrabotana jor jiyaye û keybanûya asûran e. Semîramîs desthilatdara welatekî mezin û gelekî hêzdar û bedew e. Semîramîs heta wê demê ji xwe re dildarekî li gorî dilê xwe nedîtiye. Dema ku derdikeve sefera xwe ya li ser Bargiriya navçeya Wanê dil dide desthilatdarê vê herêmê yê bi navê Ara. Semîramîsa bedew û bihêz nikare vê raza xwe ji kesî re bibêje. Şer didome. Hêzên Semîramîsê bi êrişeke dawî herêmê dikine bin destê xwe. Lê belê di vê êrişê de desthilatdar Ara jî tê kuştin. Dema Semîramîs xebera kuştina Ara dibihîse evîna xwe ya ji bo Ara di dilê xwe de vedişêre û fermana vegerê dide.

Semîramîs û artêşa wê di vegerê de têne Wanê. Semîramîs gola Wanê zehf diecibîne. Herî dawî hêşinahiya Wanê xweşa Semîramîsê tê. Bala Semîramîsê zinarekî li dora gola Wanê dikişîne û Semîranîs biryar dide ji bo bîranîna Arayî li ser vî zinarî keleyekî ava dike. Di demeke nêz de kele tê avakirin û li dora kelê jî bajarekî mezin tê avakirin. Navê bajêr jî Şamrangerd tê danîn. Di ser de gelek dem derbas dibe Semîramîs ji ber êşa dil a Arayî zêde nikare li ber xwe bide. Biryar dide ku vegere welatê xwe. Keybanû Semîramîs kel û bajarê ku avakiriye ji fermandarekî xwe yê bi navê Wan re dihêle û vedigere welatê xwe. Tê gotin ku navê Wanê ji vî fermandarî tê.

Bajarê Wanê ji ûrartûyên kalikên kurdan maye. Wan paytexta ûrartûyan bû û di wê demê de navê wê Tuşpa bû. Dîroka Wanê heta sala 7000'î ya beriya zayînê diçe. Di kolanên Girê Rovî () yên 6 km dûrî kela Wanê de gorên Ernîsê de bermahiyên serdema neolîtîk û serdemên bronz û hesinî hatine dîtin. 

Hûrî di salên 2000’an ên berî zayînê de ji Gola Wanê heta Rûbarê Sor, Rûbarê Kesk (Yeşilirmakê) û heta Deryaya Reş di vê herêmê de desthilatdarî kirine. Di sedsala 13’an a berî zayînê de hevkariya siyasî ya hûrî û mîtaniyan lewaz bûye û mîrekî pêk hatine. Keyên asûriyan xwestine van mîrekiyan bikine bin destên xwe û di vê navberê de jî derdora Gola Wanê heta rojavaya Îranê di navbera dewletên Nairî û ûrartû û asûriyan de têkoşînan dest pê kiriye. Têkoşîna ûrartû û asûriyan heta nîveka sedsala nehan ajotiye. Asûriyan ev herêma çiyayî û asê kirine bin desthilatdariya xwe.

Kesa ku bajarê ewil ava kiriye keybanûya asûrî Semîramîs e. Di wê herêmê de cara ewil hûrî bi cih bûne. Piştre ûrartû, medî, persî, makedonî (Îskenderê Mezin), partî, sasanî, bizansî, selçûqî û paşê jî îlhanî, celahîroglû, qereqoyunî, aqoyunî û sefewiyan li vê herêmê desthilatdarî kirine.

Navê kevn yê bajar di dema ûrartûyan de Tûşpa bû. Piştre ûrartûyan navê herêmê Bianî (Wainî), asuriyan jî Nairi kirin. Li gorî çend çavkaniyan navê Wanê ji gotina Wainî tê . Li gorî gotinek din jî navê bajar ji kesekê bi navê Wan tê, yê ku li gorî vê gotinê bajar ava kiriye .

Berî zayînê

Piştî zayînê

Dema Osmanî û Komarî:

Di sala 1534 û 1535'an sefera Îranê de navendên girîng yên mîna Bexda, Tewrêz û Wanê dikeve bin rêveberiya osmaniyan. Lê belê dema tekoşîna navbera osmanî û macaran dest pê dike gelek cihên ku osmaniyan feth kiriye dîsa dikeve destê safewiyan.

Di 25’ê tebaxa 1548’an de Kela Wanê dikeve destê osmaniyan. Piştî fetihkirinê Kela Wanê rêvebiriya herêmê Defterdarê Anatoliyayê Îskender Paşa dike. Di vê navberê de Westan, Erçîş, Elcewaz û Xelat dîsa dikeve destê osmaniyan.

Di rêveberiya osmaniyan de bajarê Wanê bi statûta Eyaletê hatiye rêvebirin. Di navbera salên 1568-1574'an de Wan bi navê lîwa xwediyê 12 senceqan bû. Ev senceq ji Wan (senceqa Paşa), Elcewaz, Bedlîs, Mûş, Bêrgirî, Erdîş, Kerger, Kesan, Ispayrid, Agakîs, Nisfî, Şirvî, Vadî-î Kotur in .

Ji ber ku bajarê Wanê di sînorê Îranê de bûye her tim bûye navenda artêşê û şeran û rêvebiriya Wanê car caran hatiye guhertin. Gelek cihên ku di şerî de hatine bi dest xistin jî tevî rêveberiye eyaleta Wanê bûye. Ji ber vê yekê senceqên ku beriya niha hejmara wan 12 bûn di sala 1578 û 1588'an de gihîştiye 27'an.

Di şerê cîhanê yê yekem de bajarekî ku bi qasî Wanê bibe xirbe û gelekî ku bi qasî gelê Wanê êş û elem kişan dibe pir kêm e. Beriya şerê cîhanê gelheya Wanê dora 70.000'an bûye û piştî şer ev ev gelhe di nîsana 1919'an de daketiye 10.000-15.000'an. Bajar jî bi serdanpê bûye xirbe û ev tek jî bûye sedem ku cihê navenda bajar bê guhertin.

Piştî şerê cîhanê yê yekem bajarê Wanê hêdî hêdî bi ser xwe de hatiye û niha 11 navçeyên Wanê hene. Navçeyên Wanê ji Qerqelî, Bêrgirî, Mehmûdî, Erdîş, Elbak, Miks, Bazîdaxa, Westan, Ertemêtan, Payizava û Şaxê pêk tên.

Ji kelheyên ûrartûyan ya herî mirês Kela Wanê ye. Ev kele gelek bermahiyên ûrartûyan digihînîne roja me ya îro.

Ji bermahiyên ûrartûyan ya herî sereke Kelheya Wanê ye. Kela Wanê piştî Arzaşkûnê serbajariya duyem ya ûrartûyan kiriye. Kelhe ji aliyê Sardûrê kurê Lûtîprî ve di salên 840-825'an ên berî zayînê de hatiye çêkirin.

Kelhe ji du beşan pêk tê. Ji van yek kelheya hundirîn a din jî kelheya ji der ve ye. Di kelheya hundirîn de berhemên herî girîng Birca Sardûr, dîwarên sûrê, gorên keyên ûrartûyan, pêpelûka hezaryekê ya ku digihîje sarinca sûrê, perestgeha li derve û du nîşên perestgehê cih digire. Berhemeke kelê ya girîng jî gora kevirî ya Key Manû û Argiştê Yekem e. Li ber vê gorê nivîska bi navê Nivîskên Horhor yên ku herî dirêj ên ûrartûyan cih digire.

Mizgeftên ten diyarkirin mizgeftên Wanê yên dîrokî û girîng in.

Ji bilî van mizgeftan em dikarin behsa van mizgeftan jî bikin: Mizgefta Sînaniyê, Mizgefta Sor, Mizgefta Ebas Axa, Mizgefta Leşkerî, Mizgefta Îskeleyê û Mizgefta Qazî Evdirehmanî.

Navên hinek tirbeyan jî ev in:

Li herêmê klîmayek reşayî serdest e. Lê ji ber ava gola Wanê herêm wek bajarên cîranê xwe yên din, zivistanan pir sar derbas nabe. Havînan jî hênik e.

Gola Wanê an jî Behra Wanê, gola herî mezin ya Kurdistanê ye (3.713 km²). Golê din yê herêmê Erçek, Qazgol, Sorgol, Siphan, Keşîş û Xidirmenteş in.

Ev gola ku navê xwe jî dide bajarê Wanê gola sodayî ya herî mezin ya Tirkiye û cîhanê ye. Di nava golê de çar girav hene. Navên van giravan ev in: Girava Axtamarê, Girava Lîmê, Girava Çarpanaxê û Girava Artiyê. Gola Wanê di demên dîrokê de bi navên wek Behra Bilind, Behra Nari, Behra Jorîn û Deryaçe (bi wateya deryaya biçûk, gol) hildigire. Ava golê pir şor û sodayî ye. Bê sebûn kef dide û bêyî madeyên paqijiyê ji her tişt di nav de tê şûştin û paqijkirin. Tê gotin ku ava şor û sodayî ya gola Wanê ji bo nexweşiyên çermî baş e. Gol her demsal û her saet, rojhilat û rojavayê de rengekî cuda digire. Qeraxên wê hêşîn in û plajên xwezayî li derdora golê hene. Bi van hemû taybetmediyên xwe Gola Wanê hêjayî dîtinêye.

Rêwitiya di navbera Wan û Tetwanê ya bi trênê, di navbera îstgeha Wan û Tetwanê de bi riya ferîbotê çêdibe. Di navbera van her du lengergehan de seferên vagon, bar, erebe û rêwiyan tê kirin. Ev rêwitiya bi ferîbotê bi qasî çar seatan didome. Di heman demê de li ser Gola Wanê bi armanca geştiyariyê rêwitiya ji bo giravan jî çêdibe. 

Ji bo werzîşên avî Gola Wanê pir kêr hatiye. Pêşbirka keştiyên bixêlî, spora berik kişandinê, kano, pêlsiwarî (sorf) û kaşûna avê yek ji şaxên spora avî ne. 

Derdora golê di mehên biharê de bi rengên pir xweş ve tê niximîn. Gulebûk, leylank, baxên laleyan û berfa spî ya çiyayan dîmeneke xweş derdixe holê. Di herême de gulmexîn çîçeka endemîk a herî girîng e.

Li herêmê heywanên wek kewroşk, bizinên ser çiya, gur, û beraz, teyrên kovî jî wek qertel, baz û werdek hene. Pisîka Wanê li cîhanê bi nav û deng e. Çavên pisîkê yek şîn, yê din jî kesk in.

Artemeta 20 km’yan ji dûrî Wanê ye bi plajên xwezayî û hêşinahiya xwe ve xwediyê dîmeneke taybet e . Westan cihekî hêşinahî ye û bi plajên wê yên xwezeyî û gelek cihên wê yên geşt û seyranê hene. Navçeya Şaxê 80 km’yan dûrî navendê ye. Ligel gelî, daristan û çeman cihekî pir xweş e. Yek ji cîhên bi nav û deng ji Amîk e û 40 km’yan dûrî navendê ye. Li hemberî çiyayê Sîpan û qeraxa Gola Wanê de plajên wê yên xwezayî û baxên wê yên fêkiyan hene.

Germavên herêmê jî dengdar in.

Meriv dikare li ser Girê Kûrûbaşê û li navçeya Westanê di navenda kaşûnbaziyê dê kêfa kaşûnê bike.




#Article 128: Bakurê Kurdistanê (1151 words)


Bakurê Kurdistanê ji wê beşa Kurdistanê re tê gotin ku dikevê nav sînorên dewleta Tirkiyê. Gelek caran ji bo Bakurê Kurdistanê bêjeya Kurdistana Tirkiyê jî tê bikar anîn.

Kurdistan welatekî çiyayî ye. Li çiyayên wê zozan û warên bilind hene. Dema mirov bi jor ve, li nexşeya bakurê Kurdistanê dinerê, rêza çiyayên Toros ên Başûr, Kurdistanê ji rojava ve, ber bi rojhilat ve dike du cîh. Toros ji Rojavayê Kurdistanê, ji bajarê Gurgumê ve dest pê dikin û ber bi rojhilatê ve heta herêma Colemêrgê diçin. Ji wê pê de jî, Zagros dest pê dikin. Li herêma Colemêrgê çiya bilind, gur û tûjik in. Bilindahiya wan digêje 4000 metreyî.

Toros ji aliyê Avhewa ve, Başûrê Kurdistanê ji hevdu diqetîne. Wê dike dû cîh: Bakur û başûrê Torosan.

Li bakurê Torosan, ji başûr ve ji bajarên Mereş û Semsûrê û ji bakur ve jî, ji bajarê Sêwasê heta Qers û Agiriyê tev çiya, zozan banî, gelî û di nav wan de navrast û deşt hene. Divê herêmê de piraniya çiyan ber bi rojava û rojhilat ve paralel in. Ji ber vê yekê ji çûn û hatin hêsan e. Herêm gelekî bilind e. Çiya ji 3000 m. danakevin. Past û deştên herêmê jî, ji 1500 m. bilintir in. ji rojava ber bi rojhilat ve çiyayên Munzir, Dêrsim, Mûrad, Keşîş, Pelandokan û Tendûrekê hene. Nêzîkî gola Wanê çiyayen Sîpan, Nemrûd û ber bi jor û rojhilat ve jî, Agiriyên Mezin û Biçûk serîhildane. Agirî, Sîpan, Nemrûd û Tendûrek volkanên vemirî ne. Agiriyê Mezin çiyayê Kurdistanê yê herî bilind e. Bilindiya wî 5165 metre ye. Serê wî hertim bi berf, qeşa û mij e. Li ser wî kovikên volkanik hene. Navên wan Bêçare ne. Li van çiyayên bilind havinan jî berf heye.

Ji Bajarê Colemêrgê heta Agirî, Qers, Erzîrom, Çewlîg, Xarpêt û Dêrsimê zozanên têrcayir û mezin hene. Li dorhêla Çewlîgê Zozanê Şerefdînê bi nav û deng e. Deştên Melediyê, Xarpêt, Mûş, Zêdikan, Ezirgan, Erzîrom, Pasîn û Îdirê di nav van çiya û zozanên de ne.

Li başûrê Torosan, piraniya rûber deşt, berrî û rast e. Germiyan e. Di vê herêmê de ji Dilûk û Rihayê heta Siwêrekê cîh bi cîh rûerd bi girik e. Piştî Siwêrekê çiyayê Qerecdaxê dest pê dike û ew jî digihê çiyayê, Mazî û Mêrdînê. Qerecdax di nav deşta Riha û Amedê de bi serê xwe ye. Ew 1938 m. bilind e. Kevirên wê ress in. Di çiyayê Mazî de jî, mirov rastî hinek girikên volqanîk tê. Li herêma Botan çiyayên Herekol û Cudî hene. Ev rêza çiyan gelek ase û bilind in. Ber bi Kurdistana Başûr û ya Rojhilat ve diçin. Di vê herêmê de çûn û hatin gelek zehmet e.

Li rojava deşta Dîlokê (Entebê) û ya Tilbişarê, li dorhêla Amedê jî, deşta Gewran û ya Amedê hene. Deşta Gewran di navber a Erxenî û Qerecdaxê de cîh digirê. Gewran 15.000 hektar berfireh e.

Çemê Dicleyê deşta Amedê dike du cîh. Beşa navbera Qerecdax û Diclê, axa wê lavên bazalt e. Ji çandinê re ne baş e. Lê, ji çêra heywanan re gelek baş e. Axa li rojhilatê Diclê ji çandinê re gelek bi ber e. Gundên rojhilatên Diclê mezin û gelek in. Deşta Amedê 40.000 hektar fireh e.

Li herêma Rihayê berriya Heranê heye. Heran ji aliyê tene (dan) û dirokî ve bi nav û deng e. Li herêma Mêrdînê ji berriya Mêrdînê gelek mezin û bi ber e. Ev deşt û berriyên Kurdistanê embarên tene ne.

Toros wekî dîwarekî bilind û dirêj nahêlin ku ew bayên hênik ên bi baran dakevin başûrê wan. Li bakurê Torosan rûerd gelekî bilind e. Piraniya rêerd çiya û zozan in. Ji vê herêmê re Kurd dibêjin Serhed. Havîna herêma Serhedê kin e. Germayî li zozan û çiyayên herêmê 25-30 pile ye. Piraniya xelkê Serhedê û herêma bakur havînan bi mal û heywanên xwe ve koç dikin û diçin zozanan. Heta payizê li zozanan dimînin. Biharan hewa nerm û bi baran e. Zivistanan jî li vê herêmê eyam gelek sar e. Heta 24-30 pileyan dadikeve binê sifirê. Erzirom û Qers, bajarên herî bilind û sar yên Kurdistanê ne. Bi mehan berf li erdê dimîne û caran rê tên girtin.

Zivistanan li herêmên çiya û bilind wekî Wan, Şirnex, Sêrt, Colemêrg, Erzirom û Qersê berf gelekî dibare û ji çiyan aşît tên xwarê. Carnan gund û bajar di bin aşîtan de dimînin.

Li rojavayê, li herêmên bajarên Elezîz, Meledî, Semsûr û Mereşê rûerd hewqas ne bilind e. Her çiqas çiya û girik hebin jî, rûerd navrast e. Baran zêde dibarê û germ e.

Rêza Torosan nahêlin ku ji başûr ve jî, ji deşta Suriyê, ba û hewayê germ ber bi bakurê Kurdistanê here. Ji ber vê yekê havîn li herêma başûrê Torosan gelek germ û ziwa ye. Havînan li bajarên Dîlok, Riha, Amed û Mêrdînê gelekî germahî heye. Germahî li siyê 40 - 45 pile ye. Zivistanan jî li vê herêmê baran dibarê. Lê, berf kêm e. Sermayeke hişk û zuha heye. Ji bilî çend deşt, rast, navrast û beriyan, Kurdistan welatekî çiyayî ye. Çiya, cih û avhewaya Kurdistanê mercên dar û daristanan çêdikin. Berê piraniya çiya û herêmen Bakurê bi daristan bûn. Ji ber xizanî û nezaniyê sal bi sal xelk dar û beran dibire û ji bo şewatê bi kar tînin. Ji aliyê din ve li herêmên ku erd û zevî kêm in, daristanan dibirin û cîhên wan dikin erd. Li wir çandiniyê dikin. Di van salên dawî de dewleta Tirk ji bo şikandina şerê gerîlla agir berdidin daristanên Bakur û ew dişewtînin. Li Bakur darên berû, mazî, benav, benîşt, qizwan,  hevirs û merx hene. Li ber çem û cihên avî ji darên gûz, spîndar û bih jî gelek in.

Her çend dîroka hemû kurdan têkildarî hemû kurdan be jî, her parçeyekê Kurdistanê xwedî ciheke taybete di dîroka Kurdistanê de. Heta îlankirina komara Tirkiyeyê jî qedera her sê parçeyên Kurdistanê(rojava,başûr,bakur) wek hev bû û ji bo qedera xwe ya sedsala bi li benda rûxandina Împeratoriya Osmanîyan bû. Piştî Şerê cîhanî yê yekem, împeretoriya Osmaniyan ji gelek aliyan ve hatiye dagir kirin ji aliyê dewletên Ewropayî ve. Hêj şerê cîhanî dewam dikir, herêmên Yemen, Iraq û Sûrî ji dewleta Osmanî ve hatin qetandin. Li vir Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê jî ketin bin mandateriya Brîtaniyan li van welatan. Li van herdu welatan ji aliyê Brîtaniyan û bi destê ereban du dewlet hatin ava kirin û micadeleya kurdên van parçeyan hem li gel Ingilîzan hem jî li gel van dewletên ereban bû. Piştî şerê cîhanî yê yekem jî Bakurê Kurdistanê û Anatolya ji aliyê dewletên Ewropayî ve hatin dagir kirin. Di encamê de 10ê tebaxa 1920ê de di navbera dewletên Ewropayî û Osmaniyan de Peymana Sevrê hatiye destnîşan kirin. Bi dûçûna vê peymanê di navbera Anatolya û Îranê de avabûna du dewletan dihate hatiye pejirandin. Bajarê Wanê wek sinorek bimîne, li rojava û başûrê Wanê biryara herêma xweser ya Kurdistanê û li bakurê Wanê biryara herêma xweser ya Ermenistanê hatibû destnîşan kirin.




#Article 129: Başûrê Kurdistanê (2532 words)


Başûrê Kurdistanê yan jî bi fermî: Herêma Kurdistanê ji bo evê parçeya Kurdistanê te gotin ku di nav sinorên Iraqê de ye. Li Başûrê Kurdistanê bajarên Hewlêr, Silêmanî, Mûsil, Kerkûk, Duhok, Xaneqîn û Zaxo hene. Ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve tê rêvebirin. 

Li navenda Silêmaniyê qasî 900.000 kes dijîn. Parêzgeha Kerkûkê, ji Çemçemal, Leylan, Sengaw, Qadirkerem, Daquq, Tûzxûrmatû, Pirdê, Teq teq, Axçeler, Şûwan û Heskerê pêk tê. Li navenda Kerkûkê qasî 1.100.000 kes dijîn. Pêncem Parêzgeha Xaneqînê, ji Nefitxane, Kelar, Kifî, Celewla, Qêretû, Bemû, Hecîler û Şakilê pêk tê.

Li Başûr bi tenê riyeke hesin heye. Ew ji bajarê Hewlêr ber bi Kerkûk, Tûzxûrmatû, Celewla, Bakûbayê ve diçe Bexdayê. Di van salên dawîyê da dewleta Iraqê vê riya hesîn xirab kir.
Bi wateya coxrafî Başûrê Kurdistanê perçeya Kurdistanê başûrê Torosan e.

Başûrê Kurdistanê dîroka wê ya giştî ku mirov wê bêne ser ziman, mirov karê herê hate deme Mediya û ji wê jî bi buhurê. Başûrên wê hemû jî, hîmê wan di demên berî zayinê de hatina avêtin. Pêşketina wan, hate roja me berdewam kiriya. Di deme Mediya de Kurdistan bûya yekqat û bi wê yekîtiya xwe re hêrmên dora xwe jî kirina bin destê xwe de. Di deme Mediya de, Kurdan berê desthilatdariya xwe dana bi herêmên Anatolîa de jî. Seferên ku kirina minaqa vê na. Şerê di nabqabîna Keyê Lidya Alyêt û keyê medî Qiyaqser de, minaqa vê yekê ya. Piştre kurê Qiyaqser Astiyag bi keça keyê Atiyag re Aryanîs re dizewicê. Ev cawac, weke peymaneka aşîtiyê ya di naqabîna wan de ya. 

Lê medî demeka dirêj namênina ser desthilatdatiyê. Li qasrê şer û pevçûnên ku dibin, piştre ku êdî gihiştina asta bûna xadanadatiyê pers jî tevlî dibin. Bi piştgiriya harpagos darîus ku ji aliyê bav ve kurd û ji aliyê dê ve pers bû tê ser keyîtiyê. Ew wê destihalatdariya Mediya ji holê rakê. Piştre wê dîsa kurd weke xwe bimênin. Kurd, wê desthilatdariya wan bimêne. Lê ew hêzîtiya wan nemêne. Piştî mediya bi dusadsalî re wê xanadana pers Aqamanîşan, bihêz bibe ku derkeve pêş. Ku kurd piştgiriyê ne dinê de wê nikaribe derkeve pêş û mezin bibe. Peymanaka wan bi kurdan re dibe û bi wê re ew êdî derdikeve pêş. Lê di qasrê de û di ji derve bi hêzî kurd serwerê wê na. Wê hebûna qamanîşan hate deme Sasaniyan  were. Wê rêveberiya aqamanşan temenê Sasaniyan biafirne. Sasanî jî bê kurd wê nikaribin mazin bibin û xwe li ser lingan bigirin. Di deme Aqamanîşan da hatina Îskenderê Mekedonî ya li Kurdistanê, wê hingî kurd li ber wî bisekinin. Wê xwe bisipêrina Zagrosan. Bi zagrosan û Çiyayê Araratê wê kurd, pişta wî li Kurdistanê bi hêza wî re bişikênin. 

Di van deman de başûrê Kurdistanê bi rojhilatê Kurdistanê re li pêş a. Di deme Sasaniyan de wê başûrê kurdistanê hê bêhtir derkeve pêş. Herêmên wê, nêzî herêma botanê ya bakûrê kurdistanê wê pêşketinê bijîn û li herêmên din jî belav bike. Herême Kurdistanê ya korak ku î ro jê re Kerkuk tê gotin jî, wê demê de derkeve pêş. Lê piştî hatina misilmanetiyê re wê pirr seferên araban lê bibin. Bi wan seferan re wê pir aşîrên wan werin li wan herêman bicih bibin. Lê wê herêm, piştre jî, weke xwe bimêne. Wê herême başûrê Kurdistanê di deme Misilmantiyê de bi rûveberiya îslam ya li Baxdayê re pêşketinaka wê bibe. Piştî derketina ´mezhebê şîa`, wê bi rojhilatê Kurdistanê re di xatekê û wekhevîyekê de pêşketina wê bibe. Bakûr û başûr rojava jî bi hev re ku Cizîre bota navende wan e pêş dikevin. PIştî şerê çardiranê, wê baxtê başûrê Kurdistanê bi rojhilatê Kurdistanê re di xatekê de bê. Şerê çardiranê, wê kurdan bike du qat. Piştî wî şerî re wê hate sadsalên 17. min û 18. min, wê pêşketinna ku hin bi hin desthilatiya kurdan li ser herêmên wan kêm dikin wê bibin. Bi wê re wê serhildanên kurdan bibin. Serhildana, Şêx Mahmudê Rawandûzî, di vê yekê de destpêkaka mazin ya dîrokî ya. Wê başûr û rojhilatê Kurdistanê bike qada xwe ya serhildan û wê Şêx Mahmudê Rawandûzî wê serî hildê. Çend ku ew hêze sefevî bi Osmaniyan re dibe yek û piştre wê têk dibin jî, wê bandûra wî mazin bê li pêşketinên piştre yên Kurdistanê. 

Osmaniyan û sefeviyan, piştî şerê çardiranê re levkirina wan ya pêşî li ser temenê şerkirna wan ya li ber kurdan, di cara pêşî de di deme Şêx Mehmudê Rawandûzî li ber wî dibe. Şêx Mahmudê rawandûzî zagrosan ji xwe re dike navend. Lê ew jî bi hîleyan tê têkbirin. PIştî wî re Şêx Abdullarhman, serhildana wî wê başûrê Kurdistanê bike rewşa dî ya nû de. Hate ku dem tê deme şêx Mahmudê Berzencî, wê başûrê Kurdistanê wê di pêşketinaka mazin de bê. Di deme şêx Mahmudê berzencî de Ingiliz hatina Kurdistanê û serdest bûna. Deme ku Şêx Mahmudê Berzencî doza keyîtya xwe ya li kurdistanê ardê dike ji ingilizan û ku ingiliz ji wî re dibêin ´na´, êdî ew li ber wan dikeve şer de. Lê têk diçê. PIştî têkçûna wî re wê kurd, êdî bi rêveberîyaka arab ku kurdan di bin de bi bê statû têne hiştin, wê bêne bicihkirin. Kurd, wê di wê demê de hate demên piştre jî wê li ber wê rêveberiyê di tekoşînê de bin, hate ku dem tê deme rêveberiya baasê ya ku wê komkujiyên mazin li ser serê kurdan bide çêkirin. ..

Şêx Mahmdê Berzencî, hate wê demê jî, li herêmê weke serok û key dijî. Di deme ku Ingiliz hatibûbûna wir, wî serweriya xwe bi wan dabû herêkirin. Demeka Dirêj, Şêx Mehmûdê Berzencî, ingiliz jî, serweriya wî herê dikin. Lê ku piştre li wir, nift tê dîtin, êdî ew poltîkaya ku wê Kurdistanê pê biqat were meşîn, wê bidina devrê de. Armanc, dest danêna ser di demên pêş de. Polîtikayên ku wê temenê roja me rewşa roja ya î ro biafirênin dikine meriyetê de. Bi wêre êdî ew rewşa Kurdistanê ya biqat ya biçar qat wê biafirandin li Konfaransa Lozanê û wê bê berdewam kirin.

Başûrê Kurdistanê, piştî ku Şêx Mehmûdê Berzencî bahse desthiladariya Kurdistanî dike û dozê dike, êdî ingiliz li ber wê di sekin in. Ew jî, rewşa dervî wê herê nakê. Dema ku ingiliz li wê xwestaka wê sar dinerin, êdî ew bidest seknaka li nber dike û hate ku bi wan re dikeve şer de jî. Lê di dawiyê de ew tê diçê, û Îngiliz herêmê dikin rêveberiyaka arab de ku di wê demê de yekî bi navê melik Faysal ingliz tênina ser Herêmê û Herêma Başûrê Kurdistanê ji dikina bin destê wî de, Kurd, vê yekê ti demê herê nekin. Ji ber vê yekê, êdî hertimî di rewşa serhildaniyê de dibin. 

Şêx Mehmûdê Berzencî, têkçûna wê ya li Başûrê Kurdistanê û têkçûna Şêx Seîdê Pîranê li Bakûrê Kurdistanê têkçûna wan, baxtê kurdistanê kifş dike. têkçûna herdûyan, wê têkçûna Kurdistanê ye demê wê biafirêne. Piştî bûna yekitiya svoyet, wê wê bandûra wê li Kurdistanê jî bibe. Piştre bi demekê re, sovyet dikeve herêma rojhilatê kurdistanê e û li wir Komara Mehabadê li wir tê avakirin. Ev rewş, wê bê destpêka avabûna rêveberiya başûrê Kurdistanê ya ku wê were hate roja me. Wê weke ku êdî ew xewne Şêx Mehmûdê Berzencî were li cih. Wî xwestibû ku rêveberiyaka Kurdistanî li wir ava bike. Hate Melîk Faysal ser rêveberiyê, wê hem di deme wî de û hem jî di demên piştî deme wî de wê li kurdistanê rewşaka pirr nexweş diafirêne. Yek bi yek, êdî divêt ku mirov li gor deme her rêveberêyê, nêzîkatiya wê ya li kurdistanê divêt ku mirov hildê dest. Hatye deme Kasim, wê rewş, hertimî dem bi dem li Kurdistanê buguharê.

Îraq, ne di deme Melîk Faysal de û ne jî di demên pişt wî re de gihişt aramiya xwe. Melîk Faysal, Sûnîyek bû. Li Îraqê ku sînorê wê hatibûbûna kifşkirin de Şiî jî hebû. Hate ku sal tê salên 1928an de, wê şiî jî li parlamane ku hate wê demê hatiya û ji 88  kesan pêk tê û 26 ji wan şîî bûn. Bi vê re, mirov karê bêje ku şiî jî di wê demê de xwediyê hêzeka xwe bûn. Lê kurd, li her qadê ji rêveberiyê hatina dûrkirin. Li herêmên wan jî ji rêveberiyê hatina dûrkirin. Di wê parlamene Îraqê de ti nîmînêrê kurd nebûn. Piştî Melîk Feysal re yê ku navê Hikmet Silêman derdikeve derkete pêş. Lê ew zêde namêne. Piştre ku dem tê sale 1936an, hewldanaka derbeyê li Îraqê pêk were. Yê ku wê hewldanê dike jî, ku bi eslê Kurd bû û navê wî Bekîr Sidqî bû, bidest darbe kir û bi ser jî ket. Bakîr Sidqî, hingî artiş, li pişta wî bû. Ew hêz û serokatiya Artêşa Îraqê di destê wî de bû. Lê piştî derbeyê wê bi carekê re ew hêz û komên di nav artişê de jî wê yek bi yek piştgiriya jê bikişênin. Di Bakîr Sidqî, hizir dikir ku li Îraqê, sê herêmên bi serê xwe biafirêne û ereb jî, û şîî jî û kurd jî bigihina mafê xwe yê desthilatdariyê. Bakîr sidqî piştgiriya kurdan hemûyan stand. Şîiyan jî piştgirî dayê de. Ku ne hemû konên araban jî bin, wê pirraniyên araban wê piştgîrya xwe bidinê de. 

Li herêmê ahang(deng) hin bi hin diguharî. Di wê demê de di naqabîna tirkî, Îran, û hêzên din yên herêmê û yên ku li herêmê xwedî hêz in, di nav wan de çûn û hatinak heya. Ew çûn û hatin, wê piştre ne bi gelekî re wê li Îranê li Sadabadê bi Paxta Sadabadê re biancam dibe. Berî wê jî, li ber kurdan dijtîyak pêş dikeve. Li Ber kurdên başûrê kurdistanê jî û yên rojhilatê Kurdistanê ew dijîtî pêş dikeve. Kurd jî, wê yekê hîs dikin. Deme ku Yekîtiya sovyet piştre bi hinekî ku dikeve Rojhilatêla Kurdistanê de û li wir Komara kurd ya Mihabadê ava dike, ji wê dijîtiyê fêr dike. Li başûrê Kurdistanê ew dijîtî, wê li dijî, rêveberiya nû ya Bakîr Sidqî jî, wê pêş bikeve. Îran, di pişt wê vekişîna piştgiriya li bakîr Sidqî de ya. Ji ber piştî ku piştgirî tê kişandin jî wî, êdî li ber Bakîr Sidqî Sûyîqastek pêk têk û bi ser dikeve û Bakîr Sidqî tê kuştin. Piştre Melîk Feysalê Duyemin wê rêveberiya desthilatdariyê dihilde dest. Piştre wî ji wî ku ahlê wî ya, wê Emîr Abdullah tê rêveberiyê û rêveberiya wî dide berdewam kirin. 

Şerê cihanê yê duyemin, di wê demê de bandûra wê li Îraqê jî heya. Wê pevçûnên di nav îraqê de ne sekin in. Di wê navberê de Îsrael hate avakirin û Bertekên ereban hatina nîşandin. Ji bo ku wan berteke bide sekinandin, dîsa kurd dibina kurban. Wê piştre ne bi gelekî re bi navbeynkariya Amerika û Ingiliztanê re wê di sale 1958'an de wê Paxta Bexdadê wê were mohrkirin. Ev paxt, piştî vakirina komara kurd ya Mihabadê û xûrîxandina wê re tê mohrkirin. Armanca wê Parxtê yê jî ew bû, ku wê rewşa ku ji bo kurdan hatiya afirandin ji holê rakê. Tirkî jî, Îran jî, û yekîtiya araban jî di wê paxtê de cih digirê. Di wê paxtê de, Kurd ji her aliyê ve tûna hatina hasibandin. Piştre di Îraqê nû ya piştî paxte baxdadê de, di temenê wê levkirina ku kurd têde nayêna hasibandin û ku piştgiriya Emarika; Îngiliztanê jî lê heya û wan welatan jî hin komîte şandina wê paxtê ji bo levkirinê û yekitiya sovyet jî tê xistin li wê paxtê de û bi wê yekê re ku li herêmê tê firehkirin, li gor levkirina wê, Abdulkerîm Kasim (sale 1958) ku weke mirovekê ku li ser tê levkirin ji bo Îraqê, tê ser serokkomariyê li Îraqê. Bi wê paxtê re ji Amarîka û Ingiliztanê re temenekî mazin jî afirî ku li ser wî temenî re muhadala wan ya li Libnanê bû. Piştre Partiya Baasê li gor wê paxtê bi piştgirî tê avakirin. Hemû hêzên ku di wê paxtê de cihgirtina, piştgiriya wan ji partiya nû ya Baasê re heya. Yekitiya Sovyet jî piştgiriya wê heya. Rojavan jî piştgiriya wan jê re heya. Tirkî jî, piştgiriya wê jê re pir mazin heya. Derde, tirkî ew e ku di wê partiyê û rêveberêyên wê yê serek de cih newê dayin li kurdan. Kurd, ku têde cih ne girin bi navê xwe re. Piştre ne bi gelek re piştî Abdulkerim Kasim re baasî û  nîjadperestên arab bi hev re dikevina yektiyê de û piştre bi piştgiriya wan re Abdulselam Arif tê ser rêveberiyê û serokkomariyê. Abdulselam Arif, rojavavan bû. Piştgiriya amarika û Îngiliztan jê re pir mazin bû. Wî artiş jî dibin destê wî de bû. Piştre, di deme wî de çûna bi ser mirovên komonistan re, bi tememî û tesfîyakirina wan re rêveberiya Iraqî û arab tê avakirin. Ew rêveberî, hertimî li cem amarika û Ingliztanê ya. Bi vê yekê re, rêveberiya bi partî ya baasê bi wê rengê êdî li Îraqê bicih dibe. Piştre wê ew rewş, di nav şîiyan û araban de jî bê sedeme nexweşiyan, ku ew nexweşî wî werina asta şerê ku wê piştre di nav îran û îraqê de bibe.

Rewşa herêmê ya ku li dijî kurdistan tê afirandin, bi vê xate pêşketinê re tê afirandin. Başûrê kurdistanê, ne di deme Melik Fayselê yekem û ne jî di dem emelik Feysalê duyem de û ne jî di demên piştre de tê başkirin. Hertimî ew rewşa ku bi peymane Lozanê de hatiya afirandin û piştre tê berdewam kirin, li gor wê di xatekê de tê bi pêşveçûyin. Başûrê kurdistanê, li ber vê rewaş statûqûyî hertimî li berxwedide. Ev rewşa statûqûyê ya ku bi paxta baxdadê re tê afirandin, tirkî ji ber beşa kurdistanê ya ku kiriya nav sînorê de di nav de ya û di wê berdewamkirina rewşê ye bi hev re de bi hêzên din re di yekitiyekê de ya. Piştî baxte baxdadê, wê peymane Cezayîrê bê mohrkirin. Bi wê peymane jê re wê başûrê kurdistanê û tekoşîna wê ya azadiyê wê derbeyek amzin bixwe. Lê ev xate pêşveçûnê, hemû jî, di xatekê tê bi rê ve birin. Kurd, bi tememî ji aliyê xwe ve li dervî wê hatina hiştin. Mafê wan, ji ti aliyê ve nayê naskirin. Li Başûrê kurdistanê, ku çawa ku Melik feysalê yekem, bi şîiyan re dikeve têkiliyê de û wan di parlamenê de digihêne andaman, ti carî berê xwe nadê kurdan. Hertimî çûna bihêzî ya bi ser kurdan de heya. Nexweşiya berê ya di deme Şêx Mehmûdê Berzencî ku bi Ingilizan re bi şerkirina bi hev re afirî bû, piştî wê re, heman rewş hatibû afirandin û berdewam kirin. Paxta baxdadê, çendî ku hê bi tememî ne hatibe vekirin û hê hin ali û belgeyên wê veşartî jî bin, dii aslê xwe de ev paxt, di wê demê de derbeye dî ya li kurdan a û di berdêla bertekên li ber avakirina Îsrailê de firotina kurdan ya carek din a. Bi vê yekê re başûrê Kurdistanê, hate roje me jî bi pisgirêk a. Bi gîyane Peymana Lozanê, Paxta Sadabadê, Paxte Baxdadê û Peymana Cezayirê re di xate pêşveçûnê de li ber kurdan hatiya sekin in û mafê wan ji destê wan hatiya standin.

Ew riyên ku hene jî, ji bo leşkerî û berhemên Kurdistanê ku bikşînin herêma Araban çêkirine. Di herêma Başûr de riyên reş û hesin ên hên girîng û mezin ev in.




#Article 130: Rojavaya Kurdistanê (1930 words)


Federaliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyê (, ), navê perçeyekî Kurdistanê ye, ku dikeve nav sînorên Sûriyê. Paytexta Federasyona Rojavayê Qamişlo ye. Navê herêmê herwiha wek Rojavaya Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê an bi kurtî Rojava tê zanîn. Federaliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyê xwediyê li gor 4,6 mîlyon şêniyan e. Piştî aloziya li Sûriyê hemberî Rejîma Baasê ya Beşar Esadê tevgerandin, Şerê Navxweyî yên Sûrîyê dest pê kir. Herwiha Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê bi tevahî Federasyona Rojavayê Kurdistanê dagirkirin. Ji ber vê yekê Hevpeymana Yekbûyî yên Hêzên Karûbar - Tevgera Biryara Gehîn ku Hêzên Sûriya Demokratîk di bin rêveberiya Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin ava kirin, bi piştgiriya Amerîkayê ve meşîyan û yek bi yek herêmên Federaliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyê rizgar kirin. Yekem rizgarkirin di roja 19ê tîrmehê 2013an de pêk hatiye.

Rojavaya Kurdistanê parçeya Kurdistanê ya herî biçûk e: 31.000 km² ye. Îro di bin desthilatdariya Sûriyê de ye. Taybetiyeke herêma Rojavaya Kurdistanê heye ku axa wê piranî deşt û berrî ye. Ev herêma han ji rojava ber bi rojhilat ve zirav û dirêj e, û her ku diçe qad û çarçova wê berfireh dibe.

Mirov dikare avhewaya Rojavaya Kurdistanê bike du beş. Beşa yekem avhewaya herêma Efrînê ye. Avhewaya li vê derê nezîkî ya Deryaya Spî ye. Havînan germ e û carnan baran dibare; zivistanan jî zêde ne sar e. Ji ber vê avhewayê herêma Efrînê, şîn e, dar û ber lê zêde ne. Her cureyên daran hene. Lê piranî darên zeytûnan e.

Beşa duyem ku Serê Kaniyê, Hesîçe, Amûdê, Qamişlo û Dêrik hildide nava xwe bi berrî û deşt e. Çiya û daristan nîn in. Zivistan kin in. Hema hema berf nabare. Carinan baran dibare. Di meha Çileyê de li Qamişlokê germahî digihîje +7, li Dêrik û Amûde jî +6 pîleyan. Havîn dirêj in. Germahî pirr e. Ziwayî heye. Havînan ji çolên Erebistan û Sûriyê bayên germ tên û bandor li avhewaya herêmê dikin. Havînan germahî digihêje 40 pîleyî.

Rojava ji Çiyayê Gewr dest pê dike û heta herêma Efrînê û Çiyayê Kurmênc tê. Çiyayê Kurmênc 1200 m bilind e. Ji çiyayê Kurmanc heta Kobanî, axa Kurdistanê teng e û ereb li vê deverê dijîn. Li herêma bajarê Kobaniyê axa Kurdistanê dîsa fireh dibe û kurd li ser axa xwe dijîn.

Qamişlo û Nisêbîn yek bajar in, lê di navbera Tirkiyeyê û Sûrî de hatine dabeşkirin. Qamişlo di desthilatdariya Sûriyê û Nisêbîn jî di bin destê Tirkiyeyê de maye. Hûn di wêneyê de li Nisêbînê ala tirkan û li Qamişloyê jî ala Sûriyê dibînin.

Di 21ê kanûna paşîn a 2014an de Rêveberiya xweser a rojavaya Kurdistanê hat demezrandin. Rêveberiya xweseriya rojavaya kurd weke sê kantonan hat ragihandin. Kantona pêşî ya ku di 21ê kanûna paşîn de rêveberiya wê ya xweser hat ragihandin, Rêveberiya xweser a kantona Cizîrê bû. Kantona duyem ku di 27ê kanûna paşîn a 2014an de rêveberiya wê ya xweser hat ragihandin, Rêveberiya xweser a kantona Kobaniyê bû. Kantona sêyem jî, ku rê veberiya wê di 29ê kanûna paşîn a 2014an de hat ragihandin, Rêveberiya xweser a kantona Efrînê bû. Her kanton jî, rêveberî û hikimeta xwe ya demkî ragihandin. Piştî ku ragihandina Rêveberiya xweser a rojavayê Kurdistanê jî, êdî di nava kurdan de bi rojan bû sedema şahiyan.

Dîroka Rojavaya Kurdistanê, pirr kevn diçe. Bi taybetî, li ser wê axa wê, ji demên Sumeriyan ve li wir jiyane û şaristanî di pêşketinê de ya. Ev herêm Rojavaya Kurdistanê, dikeve keviya çemê mezin û navdar ê Firatê de. Di demên berê de, heta ku digihişt ber çiyayê kurdan û bajarên weke Efrîn, Kobanî, Serêkaniyê çem diherikî. Ev herêm, weke herêmên şîn û pêşketî bûn. jiyanê li van herêman, di pirtûkên pîroz de jî bicih bûye. Bi taybetî, ji ber Kobanî û Efrînê û heta ku digihije Helebê û piştre Şamê, weke herêmên ku li wan zanebûn pêş diket bû. Birehîm Xelîl, çanda wî li vê herêmê bicih bûye. Mîtra, di dema mîtaniyan de hatiye û ew bixwe jî ji Mîtaniyan bûye. Mîtanî jî kurd bûne.

Li herêmê, piştî ku rejima be'sê lê tê û serdest dibe, navê herêmê giştkan diguherîne. Lê navên herêmê kevn in. Mînak, navê Kobanê, ji dema Hûriyan a. Navê Serêkaniyê bi rengê ´weşokanî´ ji dema hûrî û mîtaniyan e û di dema Mîtaniyan de bûye paytext ji mîtaniyan re. Herêma Serêkaniyê, piştî ku dewletên Sûrî û Tirkiyeyê ava bûn, bû du-qism. Qismekê li Sûrî ma û rejima Be'sê navê wê guharand û kir Rasûlayn. Qismê wê yê li aliyê Tirkiyeyê ma jî, rejima tirk navê wê guharand û navê wê kir Ceylanpinar. Lê ev herdu qism jî, berê yek bûn û bajarek bûn. Berê di ber re jî û di navê de jî şaqna ji çemê Firatê diherikî.

Di demên berî zayinê de, di dema Gûtiyan de jî, di nava sînorê Gûtiyan de bûye. Piştî gûtiyan re ku hûrî û mîtanî hatin, êdî ew herêm bû weke navend û paytexta wan ku ew lê bi pêş ketin û mezin bûn. Li herêmê, di dema Sumeriyan de, di dema Xanadana Ur de jî, ev herêm ji wê re û ji pêşketina wê re bûye hîm. Ji her sê xanedanên Uran re jî wisa bûye. Îro, di roja me de ku dikeve naqabîna Efrîn û Helebê de, di dema Sumeriyan de ku ji wê re ´Marî´ dihat gotin, nivîsa bizmarî ku li wir hat dîtin, û tercumeyên wê bi navê hurrian and hurrian names in the mari tekst de navê Kobanê û hwd hene. Marî, di dema hûrî û mîtaniyan de di nava sînorê hûrî û mîtaniyan de bû.

Di dema hûrî û mîtaniyan de, bi pêşketina xwe di aramiyê de li vê herêmê jiyane. Lê piştre, di dema Asûriyan de, rastî êrîşan hatiye. Di dema Îskenderê Mezin de jî rastî êrîşan hatiye. Gava ku Medî li herêmê bûn desthilatdar ew der di nava sînorê xwe de girt û bi wê re li ser herêmên Anatolia jî karî ku serdestiya xwe bide erêkirin. Di pirtûkên pîroz de behsa Nemrûd tê kirin ku di dema Birehim Xelîl de jiyaye. Nemrûd jî, di dema xwe de li vê herêmê xwe kiriye hukimdar. Çanda herêmê, heta dema derketina Îslemiyetê li gor çanda Êzidîtiyê bû. Piştre dînê Îslamê ew der jî kiriye bin destê xwe de û guherandiye. Piştre, demên desthilatdariyên kurd ên dewletên kurd Merwaniyan û Eyûbiyan li herêmê bi pêş dikevin. Herêm, di dema Eyûbiyan de, ji sadsala 11em heta sadsala 16em, di bin destê desthilatdariya xanadana eyûbiyan de dimîne. Piştî ku Osmanî bi pêş ketin, êdî osmaniyan, ew der weke eyeletekê desthilatdariya eşîrên kurd qebûl kiriye.

Zimanê ku zêde tê axaftin zimanê kurdî zaravayê kurmancî ye. Lê zimanê erebî, asûrî û hwd jî li herêmê dihên axaftin. Li herêmê rojnameyên bi kurdî, TVyên bi kurdî jî hene. Ronahî TV, TVya kurdî ya Rojavayê Kurdistanê ye. Ji aliyê çapameniyê ve, piştî ku şoreşa Rojavayê kurdî bû, hêdî hêdî qada çapameniyê jî berfireh dibe.

Olên ku li herêmê dijîn, weke olên sereke Îslamiyet, Êzîdîtî û Xiristiyanî ye. Lê mezhebên van olan, ku mirovên ji wan jî hene. Ji sedî 80yê wê derê misilman in. Hejmareke mezin ya êzîdiyan jî li herêmê heye û ev jî li gorî ku tê gumankirin ser sedî 10an re ye. Lê gelekan jî, ji herêmên xwe koçber kirine. Berê, ev hejmar pir zêde bû. Her wisa, xiristiyanên li herêmê di derûdorê ji sedî 10an de ne. Asûrî, piraniyan, ji dînê Xiristiyanî ne. Lê ku ne pir zêde jî bin, Kurdên Mesihî jî hene. Herwisa, Kurdên cihû jî berê li wir dijiyan. Heta dema rejima Be'sê li wir dijiyan, pişre, hinekan ji wan koçî Îsraîlê kirin û hinekan jî koçî welatên ewropî kirine. Îro, her wisa zêde cihû li herêmê nemane. Lê li çend cihan, hê jî kinîştên wan hene ji bo bergkirinê.

Bajar û bajarokê herêmê: 

Li Rojava Hesîçe bi tenê wîlayet e, yên din qeza û nehiye ne. Qamişlo qezaya Hesîçeyê ye, lê ew ji Hesîçe û hemû bajarên din mezintir e. Qamişlo wekî navend û paytextê herêma Rojavayê Kurdistanê tê pejirandin. Li navenda Qamişlo nêzî 150.000 kes dijîn. Li bajarên Sûriyê, li Heleb, Reqa û Şamê jî gelek taxên kurdan hene.

Di nava bajarên Rojavaya Kurdistanê ji aliyê erdnîgarî ve Serêkaniyê, Efrîn, Kobanî û Qamişlo ji bajarên mezin in. Bajarê Serêkaniyê, weke bajarekî pirr mezin a. Lê ji ber ku di nava sînorê Tirkiye û Sûrî de hatiye qatkirin û qatek li aliyê Tirkiyeyê ango Bakûrê Kurdistanê û qatek li aliyê Sûrî û ango Rojavayê Kurdistanê maye, êdî biçûk bûye. Lê ji aliyê erdnîgariyê ve weke bajarê mezin ê dîrokî ye. Di dema Mîtaniyan de, Serêkaniyê bi navê ´weşokanî´ herdu bi hevdu ve bûn û paytext bû. Weke bajarê mazin ê lê jiyan û şaristanî pêşketî bû. Di nava bajarê de, berî avakirina komara tirk û ya Sûrî, xeta trenê derbas dibû. Ew xeta trenê, piştre kirine weke sînor. Aliyê xeta trenê ê li aliyê Sûrî û ango li aliyê Rojavayê Kurdistanê li wî alî maye û aliyê li vî xeta trenê jî di nava sînorên Tirkiyeyê ango li Bakûrê Kurdistanê maye.

Bajarên Rojavayê Kurdistanê, ên weke Amûdê, Efrînê, Qamişlo, Serêkaniyê, Hesekê, Dirbesipiyê, Girê Sipî, Tilkoçer û hwd, çend ji wan bajarên mezin in ku nifûsên wan pir in. Tilkoçer, dikeve sînorê Îraqê de. Deriyê li Îraqê, yek jê ji Tilkoçerê vedibe.

Desthilatdarî, îro di destê kurdan de ye. Kurd, rêveberiya xwe ya xweser a Rojavayê Kurdistanê ragihandin. Herêma Rojavayê Kurdistanê, li sê kantonan hatiye beşkirin û rêveberî û hikûmetên wan ava kirin. Ev hersê kanton jî, Kantona Cizîrê, Kantona Kobaniyê û Kantona Efrînê ye. Îro, Rojavayê Kurdistanê, ji aliyê van hersê rêveberiyên xweser ên kurdistanî ve tê birêvebirin. Herêm, bajarê wê ê mezin Qamişlo ye. Qamişlo, weke paytexta herêmê jî tê dîtin.

Hikûmeta hersê kantonan, ji 22 wezaretan pêk tê. Ew wezeret, xwe li herêmê bi rêxistin dikin û herêmê bi rê ve dibin. Kurd, piştî ku bi xelkên din ên li herêmê re şoreşa rojava kirin, êdî ew rêveberî jî hatine avakirin û ragihandin. Lê rêveberiyên herêmê, ji aliyê welatên herêmê ên weke Tirkiye û Îranê ve hatiye xistin bin ambargoyê de. Piştî ku rêveberiya xweser hat ragihandin, ew êdî care pêşî bû ku rêveberiyeke ji xelkê li herêmê hatibû avakirin.

Piştî ku kurdên Rojavayê Kurdistanê, bi xelkên din ên li herêmê re ku rêveberiya Rojavayê Kurdistanê ava kirin û ragihandin, êdî dest bi dîplomasiya nasandina wê kirin. Gelek heyet ava kirin û şandine welatên Ewropî û welatên din ên cihanî ku xwe bidin nasîn.

Piştî ku kurdan li herêmên xwe rêveberiya xwe ya xweser ava kirin û ragihandin, êdî hêzeka xwe ya parastinê ku ji kurdên Rojavayê Kurdistanê û beşên din ên civatî afirî ava kirin. Ew jî, navê YPG, Gerîla, Pêşmerge direjîhiya wê Hêzên Parastina Gel e. Herêmên kurdan diparêze. Lê bi wê re jî, YPJ hat avakirin. Ev jî, weke hêz û artêşa jinan e. Pirraniya endemên YPJê ji jinên ciwan ên kurd û komên din ên li herêmê ku dijîn pêk tê. Wekî din jî, hêza Aşayîşê heye. kar û erka Hêza Asayîşê ew e ku aramiya nava bajaran biparêzê. Weke hêza polîsan e.

Kar û erka Hêzên Parastina Gel ku bi navê wê yê kurt YPGê, ew e ku weke artêşa Rojavayê Kurdistanê li dijî êrîşên ku ji derve tên bi ser Rojavayê Kurdistanê bergirî bike. Herwisa bi vî rengê YPGê, em dikarin weke artêşa Rojavayê Kurdistanê jî bi nav bikin.  
YPGê, temamiya Rojavayê Kurdistanê diparêzê. Her kesekê li herêmê diparêze kurd be an ne kurd be. Aramiya wan temîn dike. Herwisa, weke artêşa Rojavayê Kurdistanê, ji aramî û parastina Rojavayê Kurdistanê ew berpirsiyar e. YPGê, ne hêzek siyesî ye. YPGê, hêzek leşkerî ya parastinê ye. Artêşa Rojavayê Kurdistanê ye.




#Article 131: Efrîn (2300 words)


Efrîn, Afrîn an jî Avarîn (), herêm û bajarek li Başûrê Rojavaya Kurdistanê (Sûriye) ye.

Efrîn hin caran li ba kurdên Rihayê Arfîn yan Erfîn; bi arabî  û bi zimanên ewropayî Afrin, navê deverekê ye li Çiyayê Kurmênc‎ e , îro bi wîlayeta Helebê ve li Sûriyê girêda ye. Afrîn navê bajarê navendiya eyn deverê ye jî.

Herêma Çiyayê Kurmênc (Efrîn) beşê herî rojava ji Başurê Biçûk e. Ew li rojhilatê Çiyayê Gewr (Amanos) yanê senceqa Îskenderûnê (xetay) dikeve. Ferehiya vê herêmê ji rojhilat heya rojava dora 55 km e û ji bakur heya başur dora 75 km e. Xeta tirênê, ku ji Stenbolê diçe Helebê , di vir re derbas dibe.

Firehiya devera Afrînê bi tev 366 gundên xwe ve dighîne 2.033 km çiwarkuşe e. Di bajarê Afrînê de nezîkî 80.000 niştîvan dijîn. Li devera Afrînê bi giştî nizîkî 490.000 kesan dijîn. Bi navenda Afrînê ya fermî ve  7 deverok yan nahiyên din girêdayî ne: Efrîn(navend), Cindirês, Mabeta, Reco, Şiyê, Bilbilê û Şera.Wateya peyva Afrînê (afirandin, afirîn) cihê çêbûna pîrozî ye. Di 20´ê temûza 2012´an de gelê kurd, ev bajarê kurd bi bajarê dî ê kurd bi Cindirêsê re kira destê xwe de.

Çiyayê herî bilind li vê herêmê, Çiyayê Hawarê ye, ku 1200 m ji rûyê deryayê bilind e. Ew li bakur e; û ji rojhilat ber bi rojava ve dirêj dibe. Di bakur û rojavayê vî çiyayî re sînorê navbera Bakurê Kurdistanê û Başurê Biçûk derbas dibe. Çiyayê Hawarê, ber bi başur ve, herku diçe nizim dibe. Ew li rojhilat digihîne bilindcihên Şikakan û li rojava digihîne Çiyayên Amkan û Xastiyan. Li hembera van hersiyan, li başurê vê herêmê, Çiyayê Lêlûn (Bêlus) rawestiyaye. Çiyayê Lêlûn jî, ji rojhilat ber bi rojava ve diçe û, li der û piştên vî çiyayî, axa Kurdan digihîne axa Ereban. Di navbera Çiyayê Lêlûn û Çiyayê Xastiyan de, Deşta Cûmê heye. Deşta Cûme gelek bi xêr û bêr e. Ew li rojava digihîne Deşta Hemqê û li rojhilat, li ber bajarê Efrîn, ber bi bakur ve diçe û teng dibe. Ew, bi vî awayî, navçeya Şikakan ji Çiyayê Xastiyan cuda dike. Çemê Efrîn, ku ji Bakurê Kurdistanê, ji navbera Meraşê û Dilokê (Entabê) hildavêje, li nêziya Kela Horî dikeve herêma Çiyayê Kurmênc. Çem, di navçeya Şikakan re, tê heya ber bajarê Efrîn û di Deşta Cûmê re derbas dibe û diçe Deşta Hemqê, ku ew tevî Çemê Asê û Çemê Reş dibe; û gişt bi hevre, li nêziya Entekê (Hetayê) dikevin Derya Sipî.

Herêma Çiyayê Kurmênc (Efrîn) ji aliyê Çandiniyê ve, gelek dewlemend e. Ev herêm, berî her tiştî, bi zeytûnên xwe gelek bi nav û deng e. Bi milyonan darên zeytûnan li vir hene û hema tu kûda binêrî her zeytûn xuyadikin. Darên zeytûnan, ku hatine rêzkirin, axa vê herêmê pir rind û xweşik xemilandine. Kurd ji zeytûnan zeytê derdixin û difiroşin, yan jî zeytûnan wisa difiroşin. Zeytûn ji bo zeytê ne, yan jî ew tên şêrînkirin û xwarin. Meywên tirî, berê li vê herêmê, ji niha bêtir bûn, lê dîsan jî, li gelek navçeyan hên tirî pir heye. Li bajarê Efrîn hên mîrxana ereqê jî heye. Darên fêkiyan li vir gelek hene; wek: Henar, sêv, hulûk, kerez (gîlaz) ciftele, mişmiş (qeysî) hejîr, tû, hirmî û bihûk. Li hin navçeyan gûz û behîv (badem) jî pir in. Ji bilî van, genim, ceh, şofan, garis, kuncî, berbero, nîsk, nok, çolban, titûn û bembi jî pir tê çandin. Li hêla din, zebeş (şûtî) qawîn, şimam, behcan sor (firingî) behcan reş, pîvaz, sîr, kundir, tirûzî (xetî) xeyar (aro) encûr, qernebît, îsot, tirp (tivir) bamî, fasîle, lopik û hwd. Gelek peyda dibin. Hin berhemên siruştî wek simaq, zehter û ridar, ji berê de, ji Çiyayê Kurmênc dertên.

Berê, li vê herêmê, pezê gewr û pezê reş jî gelek dihat xwedîkirin, lê niha tenê li hin deveran heye; û bi taybetî, ji bo hewcedariya malê. Her wisa jî mirîşk, qaz û ordek hene. Hesp, bergîr, qantir, ker, çêl û camûs jî, li hin cihan, peyda dibin. Xwedîkirina mêşên hinguv jî berê pir hebû.

Navê vê herêmê, ji berê û paşê de, bi navê Kurdan ve girêdayî ye. Hên di dema Yûnaniyan û Romaniyan de jêre hin caran KARDIYA û hin caran jî KURDÎKA hatiye gotin. Ereban jêre gotine: Cebel-ûl Ekrad; û Osmaniyan jî jêre gotine: Kürd-Dağ (yanê dîsa Çiyayê Kurdan). Kurdan jî hergav gotine: Çiyayê Kurmênc. Herêma Çiyayê Kurmênc beşek e ji herêma Mîrîtiya Kurdan ya Kilisê. Ji Mîrîtiya Kilisê re, li gor mîrên vê herêmê, Mîrgeha Mend yan jî Mîrîtiya Canpolatan hatiye gotin. Lê belê, ev mîrîtiya Kurdan, di dema geşbûna xwe de, ji herêma Çiyayê Kurmênc gelek firehtir bû. Di dema mîrê mezin de, Mîrê Mend, ji bakurê bajarê Hemayê heyanî bi başurê Meraşê; û ji Derya Sipî heya bi rojhilatê Kilisê û Ezazê axa vê mîrîtiyê bû. Mîrê Mand, di dema şerê Xaçeperestan(Selîbiyan) de, arîkariya Kurdên Eyûbî kiribû û wan jî, wek spasî, herêma Qusêrê diyarî dabûn wî.

Di dema malbata Canbolat de, kursiya serdariyê ji bajarê Kilisê çûbû bajarê Helebê; û mîrên Canpolatî li Helebê jî serdarî dikirin. Di sala 1606an de, ku Mîr Husênê Canpolatî nexwestibû bi Osmaniyan re biçe şerê Eceman, Sedir El-Ehzem Qiwîcî Mûrad Paşa Mîr Husên vexwend ba xwe û ew bi xinizî(îxanetî) kuşt. Ji lewre, birayê wî Mîr Elî Canpolat, li dijî dewleta Osmanî, serhildan pêkanî. Wî, ji bilî mîrîtiya xwe, heya nêzîkî Şamê û Libnanê jî xiste bin destê xwe û serxwebûna xwe ji Dewleta Osmanî diyarkir. Mîr Elî Canpolat pêwendiyên dîplomatîk li gel Mîrîtiya Toskana ya îtalî (Mîr Fêrdînand) li darxistin. Wî, pere jî li ser navê xwe çapkirin û, di mizgeftan de, bi navê wî xutbe hate xwendin.

Dewleta Osmanî ji vê yekê gelek enirî (tore bû) û leşker kişand ser Mîr Elî Canpolat. Ji bilî leşkerê osmanî 40.000 Kurdên Zulqadirî jî, bi serdariya Zûlfiqar Paşa, ji herêma Albistanê(Elbistan) bi ser Mîr Elî de hatin. Mîr Elî 20.000 siwar û 20.000 peya amade kiribûn û li Deşta Orûcê bi wan re ket şer. Di vî şerê newekhev de, nîvê leşkerê Mîr Elî Canpolat hate kuştin û nema karîbû li Helebê jî raweste. Bi vî awayî, ev mîrîtiya dewlemend, mîrîtiya Mîrê Mand û Canpolatan bi dawî bû, perdeya reş bi ser de hate berdan; û ew kete bin serdariya waliyên osmanî ya yekser(dîrekt). Mîr Elî Canpolat di şer de nemir, wî xwe da aliyekî û piştî demekê, ew çû ba Siltan Ehmedê Yekemîn û baxşandina xwe(yanê efûkirina xwe) ji wî xwast. Siltan Ehmed ew pejirand, ew kir Beglerbeg û şande Romaniya, ku bibe waliyê bajarê Tîmîşwara. Birayê wî, yê biçûk jî xiste Dibistana Siltaniyê. Mîr Elî ji Stenbolê bi rê ket û gihîşt bajarê Bêlgirad (paytextê Sirbiya). Lê Sedir El-Ehzem Qiwîcî Mûrad Paşa kîna xwe ji bîr nekiribû. Wî, bi nehînî (bi dizî) peyayên xwe li pey Mîr Elî şandin, û wan, li bajarê Bêlgirad, di Kela Kalîmêkdan de, bi îxanetî, Mîr Elî Canpolat kuşt. Di vê navberê de, divêt bête gotin, ku ew malbata niha li Libnanê, li Çiyayê Şûf, bi navê Cumbilat Kemal Canpolat , kurê wî Welîd Canpolat , pêşengiya Durizan dike, ji nifşên malbata mîrên Canpolat in.

Piştî şerê cîhanê yî yekemîn û avakirina Dewleta Sûriyê, herêma Îskenderûnê (Hetayê) û herêma Çiyayê Kurmênc li aliyê Sûriyê man. Lê belê bajarê Kilisê, ku serdariya Çiyayê Kurmênc ji wir de dihate kirin, li aliyê bakur ma. Ji lewre, serdarî (yanê hukûmet) di destpêkê de hat gundê Mabetan. Piştî demekê, ku bajarê Efrîn nû hatibû avakirin, serdarî (hukûmet) çû bajarê Efrîn. Bi awayekî fermî Efrîn bû herêm (qeza) û sê navçeyên wê hatin çespandin (tesbît kirin). Ew navçe jî ev bûn: Hemam, Bilbil û Reco. Lê belê, sala 1938an, Frensa wilayeta Îskenderûnê (Hetayê) diyarî da Tirkiyê, daku ew piştgiriya Almaniya di şerê cîhanê yî duwemîn de neke. Bi vê dozê re bajarê Hemamê bi xêza(xeta) sînor hate perçekirin. Ji bona vê yekê, navçe (wek nawend) ji Hemamê hat gundê Cindirêsê. Cindirês êdî bû navçe (nahiye). Di salên 60î de, sê navçeyên din, bi awayekî fermî, hatin çespandin. Ew jî ev in: Mabetan, Şeran û Şiyê. Ji ber wilo, niha navçeyên Efrînê şeş in (Cindirês, Bilbil, Reco, Mabetan, Şeran û Şiyê). Herêma Çiyayê Kurmênc bi giştî ji 366 gund û nawendan pêktê û hema hemî jî Kurd in. Di destpêka salên 60î de, ku dewletê rêforma axê pêkanî (belavkirina erdê axan li ser cotkaran) bi vê sedemê, hin erd dan Ereban jî. Lê hejmara wan gelek kêm e û heya ew jî hînî zimanê kurdî bûne.

Di rastiyê de, êlîtî êdî li vê herêmê namye û heya pir kes jî hene, ku nizanin ka ew ji kîjan êlê ne. Lê dîsan jî, emê êl û eşîrên Çiyayê Kurmênc bidin naskirin. Êlên li vê herêmê ev in:

Ev pênc êlên pêşîn niştecihên vê herêmê ne, yanê ew ji berê de li vir in. Bi taybetî êlên Amkan û Cûmiyan, ku navê wan di heyamên kevnare de jî derbas dibe. Ji bilî van ev êlên din jî hene, ku dibe ew paşê hatibin vê herêmê. Ew jî ev in:

Hinek ji êla Rojkî, ku warê wan ê bingehîn li herêma Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê ye, li gundê Şêxorzê û derûdorên wî hene. Hin kes jî, bi taybetî ji gundên Coqê û Maratê û hin gundên din dibêjin, ku ew Çeqelî ne (êla Çeqeliyan). Hin malbat ji êlên herêmên Kurdistanê yên din jî li Çiyayê Kurmênc peyda dibin wek: Dinî, Hevêdî(Hevêrkî) Zagî û hwd.. Gundên bi navê Xerzan, Xaltan, Dimilîyên û Behdînan xweş didin xuyakirin, ku pêwendiya wan bi kîjan êl û herêmên Kurdistanê re heye.

Piraniya kurdên vê herêmê misilman in û mezhebê wan henefî ye (ne şafiî ye mîna piraniya kurdên din). Êzîdî berê li vê herêmê gelek bûn, lê niha ew ne ewqas pir in. Bi tenê çend gund mane, ku bi giştî hên êzîdî ne. Li hin gundên din ew nîve-nîv in. Li vê herêmê bi tenê gundê Mabetan elewî ne.

Cilên folklorî yên herêma Çiyayê Kurmênc, yên mêran, mîna cilên Partên kevnare ne (kumê sipî, şehra bi rêşî, eba bi surme û şelwerê qezmîrî yê devlingteng). Govend û semayên folklorî yên vê herêmê gelek navdar in û komikên vir yên folklorî, pir caran, li ser tenga Sûriyayê, xelatên pêşîn wergirtine.
Ji berku vê herêmê zimanê xwe parastiye, wisa jî, çand û folklora gelêrî jî, bi taybetiyên xwe ve, li vir hatiye parastin. Pir dengbêjên navdar yên vê herêmê, ku navê wan hatiye naskirin, hene; wek: Hemûş Korik, Ibramê Bêsnî (Îbramê Tirko) Cemîlê Kerê, Cemîl Horo, Omerê Cemlo, Evdê Şehrê, Hesnazî, Reşîdê Memcûcanê, Adîk Necar, Beytaz, Eliyê Kabê, Elî Tico û hwd.

Herêma Çiyayê Kurmênc ji aliyê arxêyologî û torîstîkî ve jî herêmeke gelek xweş e. Wek hemû aliyên Kurdistanê, di bin axa vê herêmê de jî, li her cihekî şopa çand û civakên kevnar heye. Lê tenê hin tişt ji wan li ber çavan tên xuyakirin. Li Çiyayê Lêlûn gelek avahiyên kevnar aşkere û diyar in. Li vî çiyayî, ya here bi nav û deng Kela Semanê ye, ku ewropayî jêre „San Sîmon“ dibêjin. Her sal, bi lekan û qeflan torîst tên li vê kelayê temaşe û mêze dikin. Li bakurê-rojhilatê herêma Efrîn Kela Nebî Hurî heye, ku ji wê re ewropayî „Sîrûs“ dibêjin. Li nêziya vê kelayê, Pira Kevnare heye. Pire li ser Çemê Efrîn hatiye avakirin û hên jî tê bikaranîn. Li Deşta Cûmê, ji aliyê Hemqê de heya Kela Horî, gelek girên kevnare yên avakirî hene. Her girek ji wan, ji her aliyekî ve, ji du girên din ve tê xuyakirin. Gava van giran dikolin, gelek tiştên bi nirx ji wan derdikevin. Girê Endarê jî cihek pêwist e.

Ji aliyê din ve, seyrangeh û cihên bihinvedanê jî gelek hene. Ewên bi nav û deng ev in: Kefircenê: Bi av, dar û berên xwe tê naskirin. Li vir gelek aşxane û cihên şahiyan hene, ku ew her roj dagirtî ne. Basûtê: Bi darên henaran û kaniya xwe navdar e. Dibêjin ku xwarina aşxana vir bê kêmasî ye. Meydankê û Gemrûkê bi sîlavên avê tên naskirin. Ava Sarisabûnê, li binaniya Kela Horî, gelek seyrangeran ber bi xwe ve dikişîne û wisa jî Kitix û Tislor. Kaniya Batmanê jî wek seyrangeh li ber Ava Reş e, lê ji ber ku ew li ber sînor e, pir mirov naçin wir.

Gelê vê herêmê, bi taybetî hin cihan, wek warên pîroz nasdike: Kela Horî, Ziyareta Henên, Ziyareta Abdurehmên, Şêx-Berkat, Ziyareta Çêlxanê û her wisa jî Menan û Deyan. Dibêjin ku Kaniya Turindê û Golbehîr jî ji avên pîroz in. Li Ziyareta Henên niştimanperwerê mezin NÛRÎ DÊRSIMÎ hatiye veşartin.

Piraniya kurdên vê herêmê bi çandinî û xwedîkirina lawiran xerîk in. Bi awyekî giştî, êdî cot bi tiraktoran tê ajotin. Cotê bi dewêr gelek kêm maye. Lê ji bilî çandiniyê, gelek kar û pîşeyên din jî hene. Berê hemû aş bi avê dihatin gerandin û mehserên zeytûnan jî bi dewaran (bergîr yan jî qantir). Di dema îro de, ew hemî geriyane ser kehrevê (êlêktirîkê). Li herêma Efrîn, niha gelek mekbesên zeytûnan yên nûjen hatine avakirin. Ji bilî van, kargeha tenekan, ya pelûş (keşmûn, bêrîn) ya sabûnê û ya cilan (mehfûran) heye. Kanên keviran û yên çêkirina hewcedariyên avakirina xaniyan û malan jî gelek peyda dibin.

Di warê bazirganiyê de, kurdên vê herêmê ne gelek jîr in. Tevî dewlemendiya Efînê, xêr û bêrên wan ji wan re namînin. Pir kes berhema xwe pêşde, bi erzanî, difiroşin bazirganên Helebê û ew bi vî awayî, her sal, her deyndar in. Ew peran bi kar û nirxên biha deyndikin û wisa, xêr û bêrên wan, ji wan re namînin. Li nawenda bajarê Efrîn û hin navçeyan, di hefteyê de, rojekê bazar çêdibe. Wek nimûne: Li Efrîn roja çarşemê, li Cindirêsê roja duşemê û hwd. Li bazarê, bi awayekî giştî, ji bo hewcedariya malê, kirîn û firoştin pêktê.

Navên gund û bajerokan li herêma (mentiqa) Efrînê (Kurdaxê) bi kurdî û 'arabî bi tev hejmara niştîvanan (sala 2007) û navên deverên (naĥiyayên) wana. 




#Article 132: Perwerde (214 words)


Perwerde danûstandineke civakî ye di navbera mirovan de. Armanc ew e, ku kesê tê perwerdekirin (bi piranî zarok yan jî ciwan) ligor bingehên civakî yên erênî werin xwedîkirin û ji bandorên (tesîr) neyênî bên parastin. Perwerde tim kontrola rabûn û rûniştana kesan e, yên ku, di sîstêma civakî de bi awayekî misoger (parêzî) cihê xwe bigirin.

Ligor dîtina modêrn naveroka perwerdê him jî ew e, ku kesîtîyeke azad û serbixwe were vejandin yan jî afirandin.

Norm û nirxên perwerdê yên îdîyal tim di bin bandora demê de ne û tên guhertin.
Karûbarên perwerdeke xwedî plan û armancên diyarkirî yê îdîyal jibo kesekî ciwan ew in, ku di ber her tishtî de, ligor taybetî û kanînên wî kesî derfetan amade bike, yên ku ji bo pêshveçûn û serketina wî pêwîst in. Ev prosêsa civakî, di nav malbatê û sîstêma dewletê, ya perwerdeyî de, pêktê û bandora hin faktorên hawîrdorî jî lê dibe. Encama perwerdê bi tenê ew nîne, ku kesan bike endamê civakê. Lêbelê yek encama wê ya giring jî ew e, ku kesan bike xwedî taybetiyên rexneyî û erênî jibo civakê.

Her modêla perwerdê tim di bin kontrola demê de ye û ligor polîtîka pêvejoyê tê guhartin (wek: demokratîk, faşîst, û hwd).

A. Ligor cih

B. Ligor bandorê

Karûbarên perwerdê yên bingehîn ev in:




#Article 133: Daçikandina Linux Mandrake (692 words)


Dîrektîfên Daçikandine

Taybetiyên Hewce

Damezrîna Mandrake Linux, bi gelemperî, bi kasî xistina CD'ya we ya Damezrînê li kirara CD'yê û dîsavekirina computera we hêsan e. Ji kerema xwe serî li dîrektîfa 1. bidin. 
Not: 

Ji xeynî vê, bi bikaranîna Linux ji bo Windows hun dikarin Mandrake Linux li sîstemeke Windows 95/98/ME damezrînin. Ji bo vê disk ne hewce ye û ev, Linuxê di hundirê dosyayeke Windowsê de damezrîne. Ev ji bo kisfkirina Mandrake Linux bêyî guhertina sîstema we ya Windowsê reyek munasîb e. Lê belê ev ji damezrîneke adetî gelekî hêdîtir e. Ji xeynî vê, heke hun Windowsê dîsa damesrînin Mandake Linuxa we winda dibe. Ji kerema xwe ji bo bikaranina Linux ji bo Windows ser lê dana dîrektîfa 2. bikin. 
Li jêr ji bo damezrîna Mandake Linux reyên cuda hatine lîste kirin: 

 
CDROM'a damezrînê tê boot (vekirin) kirin. Bi gelemperî, CD'yê têxin ajokêr û computerê dîsa boot (dîsavekirin) bikin. Dîrektîfên ku li ser monitorê de xuya dibin taqîb bikin: Pêlî biskoka [Enter] bikin da ku dest bi damezrînê bikin an jî pêlî [F1] bikin ji bo arîkariya zêdetir. 
NOT: 
Di hin computerên laptop  de, dibe ku sîstem ji CD'yê dîsa boot(venake) neke. Di vê rewsê de dive hun dîsketeke boot(dîsa vekirin) amade bikin. Serî li dîrektîfa 3. bide ji bo detayan. 
[biçin destpêka vê pelê] 

Ji bo damezrîna Mandrake Linux di hundirê dosyayeke Windowsê, bêyî hewceya dîskek, dive hun: 

Dîrektîfên ku di monîtorê de xuya dibin taqîb bikin. 
Detayên zedetir li lnx4win di dosyaya readme ya munasîb de tê kanin dîtin 
NOT: 
Wexta xistina CDROM di Windowsê de, sibakeyek dê xuya bibe ji bo ko îmkana ketina kurteya damezrînê û dîmen û dersên Mandrake Linux. Dê ji xeynî vê îznê bide we da ku hun rasterast dîsketeke boot (vekirin) ku di dîrektîfa 3. de hatiye terîfkirin biafirînin.
Heke sibake xuya nebe, D:\dosutils\autorun.exe bisixulînin
(D weke tîpa ajokera xwe ya CDROM'ê bihesibînin.). 
[Biçin destpêka vê pelê] 

 
Heke computera we nikaribe ji CDROM boot bike û reyên berê jî biker nehatibe, divê hun di Windowsê de dîsketeke boot (ji bo vekirina computer) çêkin. ekeHekedij Dîrektîfan taqîb bikin: 

Ji bo dest pê xistina damezrînê: 

[Biçin destpêka vê pelê] 

Heke ji ber sedemek reyên berê ji bo we ne bi kêr in (hun dixwazin damezrîna networkek bikarbînin, damezrînek ji aletên pcmcia devices an jî...), ji xeynî vê hun dê hewceya çêkirina dîsketeke boot bikin: 

$ dd if=xxxxx.img of=/dev/fd0 

D:\ dosutils\rawrite.exe -f images\xxxxx.img -d A 
Ji we re lîsteya dosyayên boot: 
cdrom.img
ji CD-ROM damezrînin
hd.img
ji hard-disk damezrînin (ji sîstema dosyaya Linux, Windows, an jî ReiserFS)
network.img
ji ftp/nfs/http damezrînin
other.img
bi bikaranîna seldom used drivers ên ku li dîsketên berê nayên damezrînin 
pcmcia.img
ji aletên pcmcia damezrînin (îkaz, bi zêdeyî adapterên pcmcia network êdî rasterast ji network.img tên pistgirî kirin)
usb.img
ji aletên USB damezrînin: adapterên USB network ji bo bikaranîna damezrîna networkek, an jî USB CDROM/CDRW's ji bo bikaranîna damezrîna cdromek 
blank.img
bi bikaranîna Linux kernela xwe ye kevn damezrînin
blank.img ji bo eyarkirana damezrîna kernel, dosyayeki herî biçûk e. 
[Biçin destpêka vê pelê] 

Ji xeynî vê hun dikarin damezrîna moda nivîsê bikarbînin, heke hun ji ber sedemeke bi damezrîna grafîkî a normal dijwartî biksînin. Ji bo bikaranîna vê, li sibaka xêrhatinê ya Mandrake Linux pêlî [F1] bikin, dawiyê nivîsê li cîhê hewce binivîsin. 
Heke hewceya we ji xilaskirina sîstema Mandrake Linux a we ya heyî hebe, CDROM'a xwe ya damezrînê têxin (an jî dîsketeke boot ya eleqedar ), press [F1] li sibaka xêrhatinê ya Mandrake Linux pêlî [F1] bikin, dawiyê li cîhê hewce xilas bikin. 
Serî li  bidin ji bo agahiyên zêde yên teknîqî. 
[Biçin destpêka vê pelê] 

Merhaleyên esasî yên damezrînê li jêr in:

Nota girîng: 
Hesaba root dê mafê ketina bêsînor li sîstema we ya Linux bide we. Vêya ji xeynî guhertin an jî îdarekirina Linux bikarneyînin. Ji bo bikaranîna rojane Ji bo bikaranîna rojana, hesabeke normal a bikarhêneran ku hun dikarin bi aletên userdrake biguherînin, an jî bi emrên adduser û passwd. 
Serkeftin ji bo bikaranîna Mandrake Linux !
[Biçin destpêka vê pelê] 

Ji bo arîkariya damezrînê serî li lîsteya diffusion a Mandrake Linux û FAQs li pela web bikin: 

Ji bo arîkariya MandrakeLinux we pelê înternete xuya bikin.




#Article 134: Ethernet (209 words)


Ethernet standartek ji bo Tora-lokal e, ji alîye Xerox, Digital û Intel di sala 1973-76 de bi destnîşana Bob Metcalfe hatîye afirandin. çeşîdek Tora-lokal ku îroj herî pir te bikaranîn. Ethernet ji topolojiya Bus an jî Star îstifededike û zemîna xwe de metodek gihiştine bikartîne (access-metod) CSMA/CD (Carrier Sense Multiple Access/Collision Detection). Ew jî te maneya ku her nodek di tore de guhdarî xeta tore dike û heger xet ne meşgûlbe destpêkirina dane (data) dike. Vekîdi heger du node bi hevre li ser eynî xetê dane bişînin vî çaxî collision lihevketin derdikeve, çaxe ku lihevketinek derket, herdû alî disekinin û demek rasthatî dîsa dicerbînin.

Dataye ku li ser Ethernet tên şandin jihev tên parçekirin û dibin çerçîfe (frame). Mezinbûna her çerçîfe neqeba 64 û 1518 bytê û ji van 46 û 1500 byte daneye ku be şandin bixweye.

Ethernet bingeha spesifikasyonê IEEE 802.3 hatîye standartkirin û gelek lêzen cûdayî mevcûde 10 û 100 Mbps îroj herî pir te bikaranîn, lê Gigabit Ethernet jî hene, li ser versiyonen 10 û 100 Gbps te xebatkirin. piranîyen spesifikasyonen îroj bi bingeha 10Base-T ye.

Têbinî: Bi rastî ez gelekî li ser Ethernet sekinîm û xwest navekî je re bi kurdî bibînim, le mixabin navek hêsan ku li Ethernet û Local network minasib peydenekir.




#Article 135: Enstîtuya Kurdî ya Parîsê (108 words)


Enstîtuya kurdî ya Parîsê ango Înstîtûta kurdî ya Parîsê (bi fransî Institute kurde de Paris, IKP) di 24ê sibata 1983an de ji alî Kendal Nezan,Yekta Uzunoglu û Remzî Raşa ve  hatiye damezrandin. Yek jî avakeran û serokê enstîtuya rojanî îro Kendal Nezan e.

Ji 1987an heta îro Kovara Kurmancî rojnameya taybetî li ser pirsên zaravê kurmancî diweşîne. Behtirî 50 hecmar li ser malpera enstîtu bi formata PDF bi hêsanî tên dakişandin. Naveroka 50 hecmarên Kurmancî li ser malperê îmkana lêgerîne jî dide.

Enstîtu li Parîsê de xwedan pirtûkxaneya herî girîng a kurdî cîhana rojavayî ye û wan berhêm û belgeyên serekî li ser tora înternetê hatine bicîh dike.




#Article 136: Komputer (282 words)


Komputer, kompyuter,  kompîtur, an jî xêvjimêr, amûr û hişekî elektronîk e ku gelek xebatên arîtmetîk û mantiqî li gor bernameyeke berê lê hatiye barkirin, dike û diqedîne.

Computer bi ingilizî, ordinateur bi fransewî, bilgisayar bi tirkî, rayane bi farisî ye. Yek ji navên wê yên kurdî jî xêvjimêr e. Amûra xebatê ya ko mirov pê hejmarê dike, nemaze makîneyeka elektronîkî ku bernamekirî be û bikare karên matîmatîkî an mentiqî yên pir lezgîn pêk bîne an agahiyan (informasyonan) berhev bike, tomar bike, berhev bide an bi awayekî din ê dilxwestî û li gorî bernameyeke berê hatiye nivîsîn amade bike.

Komputer bi rastî pirşiyan in. Ew makîneyên cîhanî yên destwerdana zanyaran in. Li gorî bîrdoza Church-Turing (Church-Turing Theory), her komputer xwedî şiyaneka kêmanî ya derazînkî (minimum threshold capability) di koka xwe de dikare her karekî ku komputereke din dike bike. Lewma, komputerên xwedî şiyanên curane, ji Arîkareka Kesokî a Dîgîtal (PDA) heta Superkomputeran dikarin heman karî bikin, heke dem û bîr (memory) nehên liberçavgirtin. Lewma, heman cureyê komputeran reng e ji bo gelek karên ji hev cuda yên mîna durustkirina lîsteya mûçeyê karmendan heta ajotina Gemiyên Esmanî yên bê Mirov bihên bikaranîn. Lê ji ber pêşveçûnên teknolojîk ên mezin ên vê dawiyê, komputerên elektronîkî yên nû gelek ji yên kevin bikêrtir in (diyarokek ku hindek bi Qanûna Morî ango Moor's Law tê wesifandin).
 
Bi gelemperî xebatên komputerê dikarin bibin 2 beş:

Ji bo xebitandina komputerê çend Pergalên Xebatê hene, mirov pêşî wan pergalan di komputera xwe de saz dike.

Nivîsbarî ji zimanê bernameyên komputerê re tê gotin. Ev zimanekî gelekî cuda ye û teknîk e. Bernameyên ku bi vî zimanî hatibin nivîsandin, wekî nivîsbarî tên binavkirin.

Înternet - Nivîsbarî (Software) -
ڤایرۆس (Vîrus (xêvjimêr))




#Article 137: Êzdîtî (1344 words)


Êzdîtî yan êzidîtî, navê ku êzdî ji dînê xwe re dibêjin, ol û dînekî Rojhilata Navîn e û li gor gelek çavkaniyan yek ji ayînên berê yên mezobotamiya ye û yek ji kevintirîn dînên yekxwedayî . Mijara ku peyva êzidî li kû zayiye, ciyawaz e.Hin lêkoleran diyar dikin ku wateya wê di zimanên hind û ewropî ya kevn de Xweda ye. Li gorî dîroknasan jî peyva Yezidî gelek kevn e. Êzdîtî ne ji ola zerdeştîyê tê.  Pirtûkên pîroz ên êzdîtiyê Mishefa Reş û Cilwe ne. Li gor çavkaniyan herdu pirtûk bi zimanê kurdî ne. Lê heta roja îro dînê êzdiyan bê nivîsar û bi awayekî devkî nifş bi nifş ji hêla dê û bavan ve dihate veguhastin bo zarokan. Wekî din, di ayîna êzdîtiyê de, qewl û beyt jî giring in.

Baweriya Êzdiyên bi hebûna yek xwedêyî tê. Ew monoteyîst in. Rehkûrbûn û koka dînê wan dighîje heya 2000 salî berî çêbûna pêxember Îsa. Dînê Êzdîtiyê ne weke dînên rojhilata navîn, mîna cihûtî, xiristiyanî û îslamê, bi yekcarê re peyda bûye, guhertin, pêşketin pêre çêbûye. Di dest pêkê de êzîdiyên her çar elêmentên jiyanê, ax, av, ba û agir diparastin. Dîn wisa pêşket, heya parastina rojê (Şêşims mefer e mêrê Êzdî ye) derkete holê. Ew jî di dîrokê de bi navê mitrayîzmê tê naskirin. Dînê êzdiyên dînekî êkane ye li hemû cîhanê. Baweriya êzdiyên bi melekê Tawis heye. Perestgeha pîroz Lalişa Nûranî, li Başûrê Kurdistanê ye, Mîrê wan beriya niha Tehsîn Beg bû lê niha bê mîrin û serokê dînî Bavê Şêx-Extiyarê Mergehê ye, li Baedreyê û Lalişê dimîne.

Dîroka derketiya êzdiyan heya 6000 sal beriya hatina Hîsa Pêxember diçe.

Êzdiyatî, yek ji kevintirîn dînên kurdan û Rojhilatê ye, ku hina gelek aliyan de bi efsûn û ne eşkerabûyî (ne eyanbûyî) ye ku metelmayîbûna xwe diparêze. Heta hatina dînê îslamê, li ser erdê Kurdistanê, piraniyê kurdan şopenderê (duketî) êzdiyatî û zerdeştiya klasîk bûne.

Tê diyarkirinê ku bingehê dînê êzdatiyê divê di nav dînê civaka hind û îranî (hindo-îranî) de bê lêkolînkirinê. Ji ber ku di êzdatiyê de tomeriya fikirên hind û îranî yên kevin esas in, ku bi fikrên hind û arî ve nêzîkê hev in. Gotina êzd, kifş e, ku ji gotina Avêstayê ya yazata tê. Gotina yazat jî ji koka gotinên îraniya kevin *yaz- tê, ku fêlnîşê gereke ye (–a + ta- → yazata-), ew, ku gere bê hebandinê.

Ji ber sedemên tarîxî, êzdatiyê de hinek guhertin çêbin jî, ev guhertin bingehîn nîne û êzdatiyê heta niha kariye taybetiyên eslî biparêze û ferzên ku bi dînê mezin mexsûs in, xweyî bike: dogma, rê û rism, edet û qaîde, hîyerarşî ya rûhanî û hwd. Xisûsiyetên vî dînî, wisa jî zerdeştî û dînê hindî ew e, ku êzdî gere tenê ji bûyîna xwe êzdî be, kesê ne êzdî nikare êzdî be.

Carina bi êzdiyatî dibêjin dînê polîteyistîk (pirxwedêtî), lê sebeb nîne, wekî êzdatiyê wisa bê navkirinê. Êzdiyatî yek ji dînên monotêîzmî ye.

Sîstêma ola êzdiyan de, cihekî gelek girîng Tawusî Melek digire, ku bi şikilê tawûs nîşan dikin. Wextê berê çend nivîskaran Tawusî Melek wek „nîşanê xirabî“ bi nav dikirin û êzdî jî wek xirabîperest hesab dikirin. Gore fikirên dînî yên êzdiya bi xwe, Tawusî Melek yek ji heft melekan bû, ku Xwedê ew afirandin. Xwedê Tawusî Melek roja yekşemê, ewilê afirand. Ew ciyê here mezin di kozmolojiya êzdiyan de digire.

Bona êzdiyatîyê di dîrokê de faktorek gelek ferz û giring Şêx Adî û ulmê wî bû, ku navbera salên 1073 û 1162an dijiya. Di wextê wî de êzdiyatî ji gelek aliyan ve hatiye rêformkirinê. Bi fikrên êzdiyan Şêx Adî ne tenê merivêk dîrokî bû ku di êzdatiyê de rêform çê kiribû, lê belê ew heman wext de wek merivek bi keremat, gelek xwedênas û merîyê biçîrok bû jî.

Heta heyama me, tenê du pirtûkên muqedes gihîştine, ku navê wan Meshefa Reş û Cilvê ne. Ew pirtûk bi herfên mexsûs bi zimanê kurdî hatine nivîsînê. Nivîsandin li gorî fikrê êzdîya û wisa jî qaîdê fikrên zerdeştî, aqilbendîya (zandarîya) mexfî ye. Lema divê qedir li dogmayên dînî û fikrên xwedênasan bê girtinê û ew, ji merîyên ku dînê din dihebînin bêne parastinê. Carina jî wisa vedişartin, ku îzin nedidan wekî mirid jî, ji şêx û pîran ulmê dîn bizanbin.

Destûra xwendinê û şirovekirina pirtûkên pîroz tenê ya ruhaniyan bû. Dibe, bi vî sebebî jî belabûîna tevavîyê pirtûkên pîroz nebû û wan li ser jîyana dînî yê her rojê êzdîyan tesîra mezin nekirin. Dînê êzdîyan bê nivîsar û devkî ji nifşekî heta nifşa dinê ji aliyê dê û bavan ve bi zarokan dihate veguhastinê.

Koka ulmê ayînê êzdiyan, ne ewqas di du pirtûkên muqedes de hatiye beyankirinê, lê ferzî û qîmetî bona lêkolîn û şirovekirina êzdîyatî qewil û beyt û çîrokên êzdîya ne. Bê wan bi ulmê dînî yê êzdîya û duakirina wan guman nabe. Bi qaîdê qewl û beyt disitirên bi dûçûyîna def û şibab.

Hemû civata êzdiyan û praktîka dînî ya wan li ser qesd-têokratîk tê parvekirinê. Êzdî tên parevekirinê li ser rûhanî (dunav) û mirîdan. Rûhanî, li sirîya xwe de, têne parevekirinê li ser şêx û pîran. Wezîfe û borcên şêx, pîr û mirîda her ber bo ber (wirase) ye. Zewac orta van sê qesda qedexbûyî ye.

Heta îro jî derheqê pêşdaçuyîna êzdatiyê de fikrekî hevbeş nîne. Bi texmîna merîyên ulimdar hebandina Roj û Agir wek nîşaneya wekhevbûna êzdîyatî û zerdeştiyê dihate dîtin. Bi rastî jî, êlêmêntên notila (mîna) hev hin zêdetir û kûrtir in. Ji her aliyan ve eyankirina her du dînan destûr dide wekî em bêjin, ku êzdiyatî û zerdeştî ne tenê gelek nêzîkê hev in, lê belê koka wan jî yek e.

Taybetiyên mîna hev, ji aliyê baweriyan de gelek in û her wisa dogmayên mîna hev jî herdu dînan de gelek in. Bo nimûne; duayên her rojê pênc cara, ku di îslamê de heye, ji zerdeştîyê hatiye. Edetê înîtîatîon û nîşanê firqekirinê jî di herdu sîstêmê dînan de anagorî hev in: kirasê sipî yê binî di herdu dînan de û cem êzdîya pêsîra gulover ser kirasê de, ku dibêjinê girêban û cem zerdeştiyan jî ser kirasê de cêbek, ku dibêjinê girêvan.

Objeyên eslî yên hebandinê di êzdîyatî û zerdeştiyê de ev in: agir û av. Êzdiyatîyê de ji wextê qedîm ve û heta niha jî hebandina agir hatiye xwedîkirinê. Kêmtir be jî eyan e ku av tê hebandinê.

Misilmana pir Êzidiyan kuştin û dixwastin ew jî bibin Misilman. Gelek Êzidiyan loma misilmana ji welatê xwe derketin. Kurd û tirkên Misilman Êzidî hiz nekirin û tiştê pîs bi Êzidiyan çêkirin. Roja bîranîna miriyên xwe de êzdî, vê cenosîdê wekî Roja Xezebê nav dikin.

Paşê jî wextê Enfalan de (navê Sûra 8'an a Quranê ye) êzdî carekî din bi qirkirinekî kokanî re rû bi rû dimînin. Enfal navê cêrgeya hucûmkirina cengîyê, ku li sala 1988'an ji aliyê rejîma Sedam Hisên ve hatiye pêşxistinê. Armanca (meremê) vê cêrgeya hucûmkirina cengiyê, ew bû ku li Îraqê tevayê kurdan qirbikin.

Di 3ê tebaxê sala 2014an DAIŞê di bin maskeya dînê Islamê de êriş anî ser êzîdî Şingalê komkujî çêbû.

Piranîya Êzdîyên li Iraq li deverên Şengal û Şêxan dijîn, lê li beşên din ên Kurdistanê jî li cihên cûr be cûr weke li Mêrdînê, Êlihê, Rihayê, Efrînê û Serhedê û herwiha Êzdîyên ku li welatên Qefqasan, Sovyeta Berê û Îranê dijîn jî hene. Hejmara wan ji ber dijwara Kurdên Misilman û Misilmankirîna wan di sedsalên bihurdî de êdî kêm buye. Hejmara Êzdîyên di navbera 800 hezar û derûdora milyonekê tê texmînkirin. Dîsa di serî de li Elmanya (60.000)  li welatên Rojavayê Ewrûpa jî êdî diyasporayeke Millete Êzdî heye.

Piranîya Êzdîyên Bakûrê Kurdistanê di salên 90'î û şûn de ji ber pevçûnên di navbera dewlata tirk û PKK'ê cîh û warên xwe berdan û koçber bûn. Ew bi taybetî li Elmanya û Belçîkayê bi cîh bûn. Êzdiyên welatên Sovyeta Berê terqiyan welatên din, hindek ji wan li Ermenistanê dimînin, hindek li Gurcistanê û yên din rewîyên Ûkrayna, Rûsya û welatên din li Ewropayê. Di dema dawî de, piştî kû rejîma Sedam Huseyîn têk çû û dijminahîya di navbera ol û komên etnîkî li Îraqê mezintir bû, êdî gelêk Êzdî ji Iraq jî koçberî Ewropayê dikin.




#Article 138: Eşîrên êzdiyan (218 words)


Eşîrên êzdiyan wek Eşîrên Kurdanên mayî heyîn û yekîtiya xwe ne parastine. Eşîrk nîne ko bavek an hêlek jê, ji ber sebebên ko em dê li jêr bêjin di Êzdîxanê  an ola Êzdiyan da bi derneketî be. Heger em du-sê gundên êzdiyên Kurdaxê û çend gundên li Kurdistana bakûr jê biderxin, hemî eşîrên Êzdiyan li Îraqê û di êrdîmên (menteqe) Şengal û Şêxan da dimînin.

Berî sê sed salî Êzdî ji îro gelekî pirtir bûn. Çi gava Êzdî ji Êzdîxanê da biderketine û li Kurdistanê belav bûne; gelek bavên pir eşîran hin bi tevayî û hinek jî bi malbatî bûne misilman.

Di dema xîlafeta Osmaniyan de hikûmeta caran bi leşkerine mezin û xurt bi ser Êzdiyan da girti bû. Her carekê ji van caran, çawan ku bi sedan êzdî dihatin kuştin; hin eşîr û bavên gelek eşîran jî Êzdîxanê berdidan û li nav Kurdistanê belav dibûn. Tirk têkilî van eşîrên derketî ne dibûn. Wan dizanî ko herçî eşîrên ko ji Kurdistanê bi derkevin û bi nav eşîrên Îslam da herin; demekî dûr najo dê îslam bibin. Dawî jî her wekî wan texmîn kirî bi derket. Ji van bav û eşîrên ko ji Êzdîxaneyê bi derketî ji sedî heştê bûne Îslam. Dinan, Dêlikan û Gevozan ji van êşîran in.

Osman Sebrî (di Hejmara Ronahî ya 21an de hatiye weşandin)




#Article 139: Qulp, Îdir (191 words)


Qulp an jî Elîdizk () navçeyeke ku bi girêdayî bajarê Kurdistana Bakûr Îdirê ye. Nêziki navenda bajêr ciyayên Koyê hene mirovan ji bo ku xoya (sol, xwêy, xwê) paqij derxînin çiya kolane di encama kolandinê de qulpen mezin derketine holê, navçeyê navê xwe ji van qulpan hilgirtiye û bûye Qulp. Navçeyê da û gunden girêdayi navçeyê temamî kurd in, gelek hindik azerî jî hene belam gelek hindik in. Hejmara navçeyê 15 hezar e, %52 kurd in, ên mayîn ji azerî ne.

Qulp heta sala 1992 ya tevî Îdirê ew jî girêdayî Qersê bû. Rêya Ermenistan û Tirkiyeyê li vê navçeyê de diçe. Di Qulp ê de her cûre fêkî şîn dibin. Di Serhildanên Agiriyê de ew jî heremeke rizgarkirî bû û ala rengîn li vir jî pêl dida.

Di navçêde şikeftên xwê hene û xwêya wê boy her cure nexwaşiyan şîfaye. 81 gundê vê navçeyê hene.

Navê Qulpê di sala 1934'î de bi fermaneke nivîskî ya Mustafa Kemal Atatürk wekî cezayê tevlîbûna gelê herêmê ya Serhildana Agiriyê hatiye guhertin û kirine Tuzluca. 81 gund, 20 mezreyên wê hene. 8 mezre jî bi fermî nayên pejirandin. 39 km ji Îdirê dûr dikeve.




#Article 140: Ferheng (112 words)


Ferheng (peyvname, bêjename) pirtûkek yan qeydek dî ye ku peyv û bêje tê de hatine rêzkirin û şîrovekirin. Ev şîrovekirin dibe bi heman zimanî be yan jî bi zimanek din be. Ferheng dibe ji bilî bi peyvan, bi wêneyan jî bên dîyarkirin. Di ferhengan peyv bi piranî li gor alfabeyê tên rêzkirin lê rêzkirin dikare bi gor babetan jî bibe.

Yek cûn parvekirina ferhengan jî wiha ye: Ferhengên giştî û ferhengên taybet.

Ferheng dikarin ferhengên yekzimanî, ferhengên duzimanî yan jî ferhengên pirzimanî bin.

Wekî din ferheng dikare di wateya çandê de jî were bikaranîn, ji xwe ev gotin di zimanê Farisî de tê wateya çandê.

Mînakeke ji bo ferhengek Wîkîferheng e.
Binêre:




#Article 141: Hezîran (185 words)


Hezîran (xizîran, cehzeran an jî pûşper), meha şeşem e.

Hevedudaniya ji peyva pûş û per e. Ji giyayê ne diriyê hişkolek re pûş tê gotin. Di vê demê de giyayê çiyan wisa hişk dibe her wekî bi per in, ba lê dixe û difirîne. Lewra bi navê pûşper hatiye binavkirin. Pûş, bixwe jî, navê şînatîya ku zûwa û hişk bûya ya. Gaye, di dema ku hişk dibe zer dibe. Malbatên ku sawalên wan hene, wî pûşî lev didina li hevdû didina sawalên xwe. Pûş, weke Kaya ku ji genim û nîskan derdikeve ya. Lê ferqîya wê ew a ku gaye hişk û zûwa ya. Pûş, kengi dibêt? Pûş, di dema ku palayî tê kirin de derdikeve. Lê pûş, pirr cûreyên ku dibin hene. Pûşê ku hinekî stûr a, ew ji aliyê jinan tê levdayîn li hevdû û ji bo pêxistina tanûran û şîncirandina wê tê bikarhanîn. Lê pûş pirr hûr jî, weke kaya sawêl tê levdayîn li hevdû û tê kirin li Kadîna Kayan de û piştre weke Rêsîyan tê dayin li sawalan. Di vê mehê de gaye hişk û zûwa dibêt û dibêt pûş.




#Article 142: Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê (110 words)


Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ango Înstîtûta kurdî ya Stembolê ji aliyê komek rewşenbîrên kurd ve roja 18ê nîsana 1992yan li Stembolê hate damezirandin. Armanca damezirandina Înstîtuyê, bi awayekî zanyarî li ser dîrok, çand, huner, ziman û hwd., rawestîn bû. Koma damezirandina Enstîtuya Kurdî ya Stembolê ji van kesan pêk dihat: Musa Anter, Yaşar Kaya, Feqî Huseyîn Sagniç, ismail Beşikçi, Abdurrahman Dürre, İbrahim Gürbüz, Cemşîd Bender û Süleyman İmamoğlu.

Di weşanên înstîtûtê de Ferhengên tirkî-kurdî û kurdî-tirkî a Zana Farqînî derketin.

Li înstîtûtên kurdî jî binêre.

Enstîtuya Kurdî ya Stembolê di çerçoveya Rewşa Awarte di 31ê kanûna biçûk a 2016an de ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê ve hat girtin.




#Article 143: Bazîd (272 words)


Bazîd an jî Kurdava (tirkî: Doğubeyazıt) bajarekî bi ser parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê ve ye.

Hejmara niştecihan bi qasî 92.000 kesî ye, panahiya erdê wî 2.383 km² ye. Navçe 93 km li rojhilatê Agiriyê ye. Qesra Îshaq Paşa, tirba Ehmedê Xanî, kavilê medreseya Xanî û mîrê kurdan yê navdar Heftbela li vir in.

Di wêjeya devkî û nivîskî de navekî Bazîdê yê berbiçav heye.

Bazîd bajarê ku lê hatiye cîhanê ye. Berî ku em derbarê Miradxan de agahiyan bidin, em ji bajarê wî Bazîdê hinekî xeber bidin û rola vî bajarî ya di warê wêjevanên Kurd de bizanibin.Bazîd di dîroka wêjeya Kurd de taybetiyeke xwe heye. Di Medreseya Bazîdê de gelek helbestvan û wêjevanên Kurd gihîştine. Kurdan ev bajar bi navê Bazîdaxa yan jî bi kurtayî Bazîd binav kirine. Lê tirkan navê bajêr weke hemû gund û bajarên Kurdistanê guhertine û kirine Doxubeyazît. 

Bazîd bajarekî Kurdistanê yê gelekî kevnare ye. Dikeve Başûrêrojavayê Çiyayê Agirî. Bajarê kevin di geliyekî teng de ye û bi pênc kîlometreyan dûrî bajarê nû ye. Xirbeyên Seraya Ishaq Paşa di navbera herdu bajaran de cîh digirin. Piştî şerê cîhanê yê duyemîn bajarê nû pêşket û bajarê kevin hat şemirandin.

Taybetmendiya Bazîdê ji bo Kurdan ev e ku piştî Ehmedê Xanî li wira cîwar bû, êdî bajar bû navendeke çand û wêjeya Kurdî. Gelek wêjevan, helbestvan û nivîskarên Kurd di Medreseya Ehmedê Xanî de gihîştin. Ji çend kesên navdar ku di vê Medreseyê de xwendin û bi nav û deng bûn yek jî, Miradxan e. Digel Mirad Xan helbestvan ê wêjevanên din ku di Medreseya Bazîdê de gihîştin ev in, Îsmaîlê Bazîdî, Mele Mahmûdê Bazîdî û Xelîfe Yûsiv.




#Article 144: Xanedana Eyûbiyan (425 words)


Malbata Eyûbiyan li hawîrdorî Îranê (rojava û bakûrê Îrana îro) dima. Ew malbateke kurd bûn, ji êla Rewadiyan bû. Ji vê êlê Şadî bi herdû kurên xwe re Esededîn Şêrko û Necmedîn Eyûb ji gundê Ecdankanê çûne Bexdayê û ji wir jî piştre çûn li Tikrîtê bicihbûn. Şadî li Tikrîtê mir û herdû kurên wî çûn ketine xizmeta Mucehededînê Gîtanî de. Gîtanî dît, ko Eyûb jîr û zane ye, rabû ew kire destkarê Tekrîtê. Sala 1136 li Tekrîtê Selahedîn bû. Bav û apê Selahedîn çûne cem Îmadedîn Zengî xwediyê Mûsilê. Wî gelekî guh da wan û Eyûb kire waliyê Belbekê.

Piştî mirina Îmadedîn Eyûb bi maltaba xwe ve çû Şamê û xwe gehande Nûredîn kurê Îmadedînê Zengî xwediyê Helebê. Nûredînê Zengî Hims û Rehba dane Eyûb û ew kire mîrekî mazin, Şêrko jî rêkire Misrê, da şerê melek Mensûr bike, yê destdirêjî şawîrê kiribû. Şêrko biraziyê xwe Selahedîn jî bixwe re bir. Şêrko ji ber mêranî û rastiya xwe bûbû destê siltan Nûredîn, yê rastê. Şêrko piştî demekê vegera welatê Şamê, ji hingî ve êdî rola Selahedinî siyasî destpê kir û berz bû.

Ji ber ko Frengan çavên xwe berdane Misre, Şêrko dîse vegerayê û Selahedîn jî rêkire bajarê Skenderiyê. Şêrko wezîrê Misrê bû û dest li ser danî. Ta mirina wî sala 1168 her Şêrko karûbarê Misrê gerand. Piştre li wir Selahedîn bû wezîrê pêşî, lê ji ber rastî û dadeweriya xwe êdî ew bûbû şahê dilê misriyan. Selahedîn Freng di şerê li Dimyatê de şkand. Bavê wî jî hate Misrê, gehayê. Piştî mirina xelîfê fatimî Adid (al-'Adid) êdî Selahedîn bû serdestê Misrê yê bêhempa. Û piştî ko Nûredînê Zengî mir êdî Selahedîn xwe kire siltanê Misrê. Bi vê hikmê malbata Eyûbiyan sazkir.

Bi şer Yemen, Sûdan û Felestîn vekirin û sala 1174 dest danî ser Şam, Mûsil û Helebê. Sala 1187 di şerê Hetînê de zora xaçperestan bir û Quds vekir. Şahê Inglîstanê Richard (bixwîne: Rîçard), yê bi dilê şêr navkirî careke din êrîşî Eyûbiyan kir, da Qudesê vegerêne, lê biser neket. Di sala 1192 levhantinek di nav herdû aliyan de çêbû, û şer rewasta. Li gor vê levhatinê ji erda ber lêva deryayê pê ve, ya di nav Sûr û Yafa de titişt di destê xaçperestan de nema.

Yek ji mezintirîn bûyerên di dîroka erebî de vekirina eyûbî, ya welatê Yemenê ye. Ji ber ko mîrekên eyûbî bi vê vekirinê Yemen, Misir, Sûriya û welatê Cezîrê (niha di nav destê Sûrî, Îraq û Tirkiyeyê de ye) kirine yek. Bi vê yêkitiyê biserketina mezin li ser xaçeperestan bû û welatê ereban gehane hev.




#Article 145: Behram (gerstêrk) (606 words)


Behram an Mars an jî Merîx yek ji her neh gerstêrkên pergala  Rojê ye. Behram bi nêzîkbûna xwe ji Rojê piştî gerstêrkên Tîr , Gelawêj  û Cîhanê (Dinyayê, Erdê) gerstêrka çaran e. Ew jî 227,9 milyon km ji rojê dûr e. 

Behram gelekî ji dineyê piçûktir e, du gerstêrk jî li dora Behramê digerin, navê yekê Fobos e û ya din Deimos e.  

Eger hûn li ser Merîxê bijîn hingî dê jiber tinebûna Hêza Kaš ( gravity), welidandin û zarokanîn pir pir dijwar be.

Behrem gerstêreke ji berê de ji mirovên li ser rûyê Zemînê dijîn re nas e, ew jî ji ber rengê wê yê sorî geş ê di asîmên de ye . Dibe ku ji vî rengê sor jî Behram li cem Babîlan û Yewnaniyên kevin bûbe sembola Xwedayê şer û cengê bi navê Nergal (Babîl) û Ares (Yewnan). Di Romayê de navê Mars stand. Di sedsalên dawî de piştî Galileo Galilei sala 1564-1642 û çêkirina teleskopan gelek zana bi gerstêrka Behram mijûl bûn. Wan guman dikir, ku bajarvaniyeke pir bilind lê heye, nemaze piştî ku çîrokên zanistiya leylanî li ser hatine nivîsandin, êdî gerstêrka Behram kiribû ser her zimanî. Pir fîlmên sînema yên fantastîk li ser mirovên kesk ji gerstêrka sor hatine çêkirin, ên ku dihatin serdana dinyayê, carinan bi aşîtî û carinan jî bi şer ji bo kolekirina mirovan.

Li gor zanînên dawî Behram hişk û hola û bê av e. Bi axeke rengê zer an ber bi sor ve rûgirtî ye, yan ji asîdên hesinî bi hev ketiye. Dema li ser rûyê Behram ba radibe, ew axê bi xwe re radike û bablîsokên tozê çêdike, yên bi teleskopê wekî ewrên zer tên dîtin ew e. Sala 1956 li ser planêtê ewrekî zerî pir mezin hate dîtin. Hêdî hêdî aliyê polê başûr tev girt û piştî neh rojan ji ber çavan winda bû. Berî niha bûyerek halo tu caran nehatibû dîtin. Bablîsokên tozane bêhtirên caran di destpêka havînê de peyde dibin. Ji bilî van ewrên zer carinan ewrên spî jî tên dîtin. Ew jî yan ji ewrên bilind in, ên ji krîstalên qeşayê bi hev ketine û yan jî mija nizm e, nêzîkî rûyê gerstêrkê di ser berfê re ne.

Ne hemû rûyên Behramê çola hişk û hola ye. Li gelek cihan, nemaze nêzîkî nîvê başûr em dikarin cihên tarî bibînin, ên ku navên derya, cezîre, çem û yên din li wan hatine kirin. Li gor baweriya hin zanayan ew cih hewa ne û giha û şînî lê heye. Di zivistanê de ew cihên tarî gewr dibin, bê reng dibin û pir ji wan di wê saldemê de nayên dîtin. Lê ku bihar tê, berfa serê her du kumên polî dibişive, ji ava wan çem diherikin û ji nişka ve ew deqên tarî dîsa bel dibin û xuya dikin. Wekî ku şîn bibin. Di destpêka havînê de pir xweşik diyar dibin. Piştre dîsa gewr dibin ta ku zivistan tê careke din winda dibin.

Keştiyên gerdûnî, yên li ser danîne gelek informasionên nû û hêja ji Zemînê re şiyandine. Lê pirsa mezin a Gelo tu formên jiyanê li ser Behramê hene an na hîn ne bi erê û ne bi na hatiye bersivandin. Tiştê xuya ew e, ku tu formên jiyana bilind li ser vê gerstêrkê nîn in. Dibe, ku formeke jiyana prîmîtîv di destpêkê de hebe, wekî bakteriyan û şîniyên yekşanik. Lê heke bi tenê bakterî jî hebin dîsa wê li pir pirsên fîlosofî û olî bi dîtineke din were nerîn. Gelo di gerdûnê de em bi tenê ne? Gelo di nav milyonên gerstêrk, stêrk û galaksiyan de tu kaniyên jiyane yên din nîn in? Tîna mirov naşikê ta ku bersivê nestîne.




#Article 146: Girê Mozan (2183 words)


Girê Mozan, cihê bajarê Urkeş ya huriyan, şûnwarekî dîrokî û arkeolojîk yî girîng e ko dikeve Rojavaya Kurdistanê, li Sûriyê.

Vekolîna li Girê Mozan ji sala 1984an ve dibin birêvebiriya Marilyn Kelly-Buccellati û Giorgio Buccellati de berdewam dike. Xerîte piraniya cihê vekolînê diyar dike. Dirêjayiya girê bilind nêzîkî 600 metrî ye, bajar û derdora wî nêzîkî 1500 metrî ne û bilindayiya gir ji erdê 28 metr e. Li gor vê êdî ev cih di dema boşiya xwe de dibe yek ji mezintirîn cihan li tevayiya Sûriyê, di salên hezarê sisiyan de yên Berî Zayînê. Ji bilî mezinbûnê rasitiyke dinî balkêş, ya Girê Mozan heye, ew jî homojeniya radeya niştecihbûna wê ye: weke ko em dibînin, delîlên darîçav, yên niştecihbûnê vî cihî diyar dibin, ji serê gir bigire ta binê wî û ta derdorên derve yên bajêr jî, hê ji hezarên sisiyan ve yên Berî Zayînê.

Deşta Xabûr li rojhilatê Sûriyê roleke sereke di pêşveçûna avakirina bajarvaniya kevn de leyistiye. Dibe ko wê di hin radeyan de bûye hemberê bajarvaniya bilind, ya Sûmeran li deşta heryane li başûr. Çandinî yek ji faktorên vê pêşveçûnê ye. Herêm weke îro, di heyamên berê de jî bi xêr û bêr bû. Çandiniya bi ava baranê her û her têrê dikir û pêwist nedikir, ko cotkar zeviyên xwe avbidin. Bi saya vê axa bi bereket, bajarên nû peydebûn, û hê di destpêka dîroka şaristaniyê de ev bajar mezinbûn. Bajarên mezin weke Chuera, Birak, Mozan û Leylên şahidên diyar, yên vê yekê ne.

Mirov dikare bi ewlekarî bibêje, ko sedema sereke ya mezinbûna hêza bajarekî weke Girê Mozan, cihê bajêr bû. Ew cih kilîta bazirganiya di nav çiyayên Anatoliyayê de, ev çiyayên bi madenê sifir (û dibe ko bi pîlê jî) zengîn û bajarvaniya mezin li, ya başûr de bû. Di vî warî de çiyayê Mêrdînê, yê di dîmenê Mozan de pir darîçav e, nîşan e; hejmara mezin, ya tiştên bronzî, di vekolînên me de, dibe ko delîlên giringiya Mozanê kevnare bin, çawa ko dergehê bazrganiya maden bû di dîroka Sûriyê ya kevn de.

Weke hîpotêza kar, em goman dikin ko Mozan digehe bajarê kevnar Ûrkîş, yê ko li vê herêmê diket û ji mêj ve tê goman kirin, ko li cihê girê bajarê Amûdê be. Ji dema ko me karîbû, em xwe bispêrine rastiya, ko girêdana Ûrkîş bi girê Amûdê ve şaş e, em dibînin ko hemû argumentên ji bona Amûdê û Ûrkîş hatibûn bikaranîn li ser Mozan (ko li nêzîkî Amûdê girê herî mezin e, yê ji dema sê hezar salî ve BZ) û Ûrkîş pêktên. Tevlî ko armanca vekolînên piştre ew bû, da diyar bikin, ko Mozan ne Ûrkîşa kevnar e, lê dîse ev cih û profîlê navenda Hûriyên kevnare li hev tên: Hişkere ye ko Mozan sê hezar salên BZ gehabû radeya xweyî bilind, û du hezar sal BZ melûl bûbû û dawî gişt di nîvê du hezarsaliya BZ de wêran bûbû.

Sê hezar salên BZ heyama Ebla li rojava ye, û heyama Marî û Sûmeran li başûr e. Dibe ko rengekî taybetî ji çanda wêyî materyalî (arkîtektûr û nemaze sîramîk) bi destpêka bajarvaniya Hûriyan ve girêdayî be, çaxê ko Ûrkîş weke navenda siyasî û olî, ya sereke dihate naskirin. Di hebûna bajarvaniya Hûriyan de, ya sê hezar salan BZ de hinekî dîtinên cuda hene. Lêbelê dawiya dawî ko mirovên heyamên berê, yên li Mozan dijîn bigehine çi resenî jî, dîse rastî ew e, ko li vir bermayên bajarvaniya sûriyî kevnar darîçav in.

Di bingeha jêr de, girê bilin bi sûrheke mezin hatibû rapêçan. Me li du cihên gir, yên cuda vekolabû, herêma K û S1. Mixabin, ko ew li ti deran bi mezinaya xwe, ya ko bêgoman di wextê xwe de çavên serdanvanan didagirt, nayê dîtin. Dîwarên sûrhê gelekî stûr bûn, ew ji kelpîçan hatibûn avakirin û dibe, ko bingeha wê gehabû latê ( hê dive bi vekolanê were derxistin), û bircên zêrevaniyê jî li hawîrdor di sûrhê de hatibûn avakirin. Kaşekî bilindî lihevhatî ji nav bajarê nizim dirabû û digeha binê sûrhê (çawa mirov bi rengekî ferehtir di kelehên heyama navîn de dibîne, weke li keleha bi nav û deng, ya Helebê); di dora vî girî de, dibe ko sengerekî ferehî tijî av jî hebû, lê eger wilo be jî, hê em di vekolanên xwe de negehanê. Dereng, di dawiya sê hezar salên BZ de, xwiya dike ko bajar tev dikeve bin rûdana jibîrkirinê, ji wê jî hew erkê parastinê yê gir dimêne û senger bi ax û kevirên ji avayiyên bajêr, yên hêrivtî tê dagirtin. Di parçê, ko me kolayî de, me kavilê embarekê dît, ew ji cihekî ji hundurê bajêr hatibû dagirtin û bi xitmeke giring hatibû muhrkirin, dibe ko xitma li ser derî be, dema wê jî ji nîvê sê hezarê sisiyan yên BZ ve ye (Destpêka Xanedaniya III).

Ji ber berdewamiya ferehbûna demografî, gerek e bihatana xwiyakirin, ko sûrheke din di wê demê de li derbedrê bajêr hatibû avakirin: di vî warî de lêkolîn ne bi misogerî hatine piştrastkirin jî, lê ferehbûneke ko dora bajêr tev dorpêç dike, tê dîtin. Di her radeyê de bêşik e, ji lêkolînên me û ji lêgerînên li herêma derveyî bajêr, ko ew jî parçekî ava bû ji bajêr, û ko ew jî tevayiya girê bilind ji heyama sê hezarên sisiyan yên BZ ve ye. Li herêmekê li derveyî bajêr, goristaneke hemdem hate dîtin û tê de jî komeke giranbuha, ya firaxên ji sîramîk û bronz hatine dîtin.
Bo agahiyên nû li ser vê mijarê hûn dikarin kovaraDas Bild der Wiessenschaft bixwînin.

Di cihekî şewitî de, hema hinekî li pişt mihraba pûtxanê, me peykerê şêrekî dît. Peyker ji kevn bû û li gor delîlên stratîgrafî ew ji nîvê hezar salên sisiyan yên BZ ve ye. Peykerên şêran di embarên peykerên Sûmeran de têne dîtin, yên ko adetên wanî hunerî ji heyama şêrê me ne, lê stîlê wan ji hev cuda ye. Sûmeran şêr bi riheke darîçav dineqişandin, ew rih bêhtir weke berstika cilên heyama navîn bû, û kêm weke pirça ber sînga şêran bû. Gelekî stîl didane çavên şêran, weke ko yên hunermend ti caran şêr nedîbin! Dibe ko şêrê meyî Mozan ne weke yê hevrikê xweyî başûr şahîk be, lê ew ji wan bêhtir weke şêrekî rastî ye. Neqşên pirça sînga şêrê Mozan, tevlî ko hinekî gijol e jî, lê ew weke pirça rastî xwiyadike, lep bi xwe jî hatine neqişandin. Bi gelemperî mirov yekser di şêrê Mozan de têkeliyê di nav spehîtiya hesan û jîndariyê de dibîne, ko ew têkelî li derên din, di wê heyamê de kêm bû. Dibe ko bi tenê du şêrên ji Ûrkîş, yên niha li Motropolitan û Louvreyê ne dikarin bibin hempayê şêrê Mozan. Ev şêrên bronzî bi awayekî reyalîtir hatine neqişandin û bi destên peykertiraşên jêhatîtir hatine çêkirin, lê mirov di wan de şengî û jiyandariyê, weke ya di şêrê Mozan, dibîne.

Li herêma pûtxanê ferşekî kevirî hate dîtin, ew ji her dû aliyan ve neqişandî bû. Li aliyekî vî abîdeyê bi serê xwe, neqşandineke neadetî hebû, ew komeke lawiran bû, hemû jî di haleta lebatê de bûn. Ev jî cudabûneke tûj di nav mijara lawirên xaçkirî de, yên ji aliyê hunermendên sûmerî li başûr dihatin neqişandin. Li cem wan lawir ji ber teşeyê xwe giring dihatine dîtin, ji ber vê yekê jî wan ew bi awakî sîmetrî û gelekî bêliv bi cih dikirin. Di ferşikê me de neqş ne bi bang, lê bêhtir bi awakî xwezayî hatine çêkirin, ew jî dihêle mirov biheste, ko ev komek ji garana lawiran e.

Bi mijara xwe, aliyê din ji ferşik hê balkêştir e. Yekî cotkar, haletê wî li pey dewarên cot di dest de ye û kûçikek di ser re hatiye danîn. Cotkar di dawiya dîmenekî de hatiye danîn û li pişt wî cihekî ferehî vala hatiye hiştin. Ev herêma ferehî vala, xêzên qurçikî, yên ber bi jêr de beldike. Tiştê din jî yê ko dihêle ew bêhtir dramatîkî be, lingê cotkarî ji erdê tê hildan e, ew weke ko ji qurçikê hatibe. Ev berveçûna bi pêş de, bi ling, laş û serê cotkar ber bi pêş ve hê xurtir dibe û lebt di lingên dewêr de jî xwiyadike. Dîmenê ji ferşikê Mozan bi levanîna xwe, gelekî ji hunerê hevrikê xwe li başûr pêşketîtir e, yên ko li ber xwe nedidan lebatê bi awakî wilo dramatîkî bineqişênin.

Dema sîramîkê pêşî ta yê dawî, ko li Mozan hatine dîtin bi tenê drêjayiya hezar û pênc sed salî dikişêne. Sîramîkên herî kevn ( destpêka sê hezar salên BZ) firaxên xweşikî rengê pirteqanî bûn, ew ji hudurû ve neqişandî bûn (weke ko li jor tê dîtin). Ji ber ko cara pêşî Sir Mallowan ew li taqê kûr, yê pêncan li Nînewa dabûn naskirin, êdî navê Nînevîte V li wan hatibû kirin. Teşeyên pêşî, yên firaxên hatibûne çêkirin, cêr bûn û piyaleyên piçûk bûn, ko dibe ji bona vexwarinê dihatin bikaranîn. Piştre cêrên mezintir dihatin çêkirin, lêbelê êdî ew nema ji wê kîla baş bûn.

Di dema dawiya Nînevîte V de, berhemekî nû ji sîramîkên gelekî rind dihate çêkirin, ew bi Firaxên madenî bi nav dibûn, ji ber ko bi şewtandina kîlê rengê alavên madenî bi wan diket. Firaxên madenî li vê herêma Xabûr hatine afirandin û pê bazirganî bi bakur û başûr re dihate kirin. Firaxên bi vî rengî li herêmeke fereh têne dîtin. Texlîtekî din ji sîramîk li herêmê bi ferehî tê dîtin, ko êdî navê Firaxên xabûrî lê bûye. Ew texlît digehe destpêka du hezar salên BZ, û ji ber kemberên ferehî ji rengên qaweyî û sorî tarî li dora firaxan, ew hesanî têne naskirin.

Di nav sîramîkên herî dawî de ( ji nêzîkî sala 1500 BZ) piyalên risimandî hene, yên bi navê Firaxên nûzî hatine naskirin û ew gelekî, çi li qesr û qûnaxan û çi li avayiyên cemawerî be, her li bareş û her li baxerbê Mozan jî peyde dibin. Ji ber ko ev heyama dawî ye, ya niştevaniya Mozan, êdî ew nema li herêmê têne dîtin, lê teşeyên wan nazik in û motîvên wan xweser in (li jor xwiya ne) .

(Pûtxana BA)
Avayiya sereke di gir de hate vekolan: emê nefermî navê  Pûtxana şêr (nîşana fermî pûtxana BA ye) li gor peykerekî piçûk, yê şêr ko li cihekî bel di hundurê avayiyê de hatibû dîtin, lê bikin. Fazên destpêkî, yên avakirinê (Faza A1a), ko hema bêje bi tevayî di vekolînan de hatiye vekirin, mirov dikare bigehêne nîvê sê hezar salên BZ ( Destpêka Xanedaniya III di mijara Mezopotamiya de). Ew struktûreke mezin e (15 x 24.5 m), mirov ji başûr di ser rampeke bêdûzan re derbasî dibe. Serdanvanên derbasî eywanê dibûn divabû di rêke gelekî kûr ve herin, hingê bala wan diçû ber bi rexê rastê ve, li wir li cihekî hinekî navendî, lateke mezinî (gişt 1 x 1.5 m) stûnî hatibû danîn. Xwelî di kortikeke di serê wê de hate dîtin, û cokek jê diherikî nav cêrekî ko di erda xênî de hatibû çandin. Tê gomankirin, ko ew masa pêşkêşkirina goriyan ji xwedê re bû.

Guhertina modelê berê bû sedma avakirina du dîwaran li pey hev, û ber bi dawiya vê eywanê ve. Dîwarê pêşî zirav bû û ji kevir bû, ew yekser li pişt masa goriyan bû, û yê mezin ji kelpîçan bû, û nêzîkî dîwarê paş bû. Ev dîwar di şûna perda pişt şanoyê de bûn (faza A1b, li plan binere!). Peykerê şêr nêzîk li banî di nav kavilê dîwêr de hate vedîtin, û dibe ew di pûtxanê de di nav koma peykerên, ko nûneriya payebilindiya xwedê dikirin be. Herdû dîwarên dirêj, yên pûtxanê nêzîkî 1.6 metrî stûr in, û herdûyên kin du caran ji wilo stûrtir in. Dîwar ji kelpîçan hatine avakirin û bingeha wan gehaye latê. Berazên pala dîwaran û bircên anîşkan avayiyê bi hêz dikirin û ev hemû didine xwiya kirin, ko dive di asoyê heyama kevnare de, ew be cihê desthilatdariya bingehî li herêmê. Nêzîkî 100 parçên bronzî li herêma pûtxanê hatine dîtin.

Erê, ne bi gewdê xwe, lê Mozan Pûtxana şêr li Sûriyê ji wê heyamê ji yên herî mezin e, ferehiya wê gişt weke, avayiya Pûtxana D li Ebla û Aussenbau û Steinau I li Chuera ye ( dibe ko ew jî weke pûtxanên tîpên atîs bêne hijmartin). Lê di wextê ko pûtxana Ebla li gor stûrbûna dîwarên xwe ji hundurû ve gelekî zirav bû, avayiyên Mozan (dibe ko Chuera jî) ji hundurû ve gelekî fereh bûn (gişt 9 m fereh). Ev kêşeya avakirina banê xênî derdixe meydanê. Ji nû ve avakirina avayiyê, li gor lêkolînên kûrî endazyarî, dipejirênin, ko dibe formeke destpêkî, ya banên sêçikî hatibe bikaranîn (çawa li jor tê dîtin).

Sê fazên din, yên avakirnê hatine naskirin, ya dawî ji heyama Xabûr ve ye (nêzîkî 1800 BZ). Vê yekê kir ko danîna avayiyan bi awakî radîkal were guhertin, dibe ko bi rastî ev be sedema ko êdî ew hê ji dawiya sê hezar salên BZ ve, hew weke pûtxanê hatibe bikaranîn.

Di vekolînên bi sînor de, çend srtuktûrên piçûk li herêma bakur û rojhilatê pûtxanê hatine dîtin, dibe ko, ew bi erkê xwe bi pûtxanê ve girêdayî bin û dibe, ko ne wilo be jî. Li cihekî ji wan, ew ferşikê bi dîmenê cot û cotkar neqişandî, û yê garana dilivî hatine dîtin.




#Article 147: Wize (602 words)


Wize, wuze, , enerjî, (bi înglîzî: Energy), bi kurtasî: E, di fizîkê de jêhatina karkirinê ye. Ango heke pergalek dikare kar bike, tê gotin ku xwedî wize ye.

Enerjiya mêkanîkî ji me re ji hemû formên din, yên enerjiyê nastir e. Dema ko em barekî hildin, yan jî dema ko em darekê bibirin, hingî em enerjiyekê didin, ew enerjî enerjiyek e di forma mêkanikî de ye, ew karekî mêkanikî ye em dikin. Wilo jî hemû karên din, yên weke hildan û birînê, dema ko em dikin, em rastî enerjiya di forma mêkanikî de tên.

Formeke din, ya enerjiyê enerjiya germî ye, têhn e. Eger em bixwazin germbûna laşekî bêhtir bikin, em bibêjin ya avê, hingî dive ko em enerjiya germî bidne avê, têhnê bidine avê. Îro em dizanin, ko enerjiya germî bixwe enerjiya bizavî (livane, colaneyî) ye, ya mêkanîkî ye. Helbet ne liva makroskopî ya laşên mezinî darîçav e, lê liva atom û molêkolan e, liva mîkroskopî ya di laşan de ye.

Hatiye naskirin, ko enerjiya mêkanîkî tê guhertin û dibe ya germî, yanî karê mêkanîkî dibe karê germî. Destên xwe çend caran pev bibe û bêne, tê bibînî, ko destên te germ dibin. Li vir te enerjiya mêkanîkî kire ya germî. Lê guhertina berevajî, da enerjiya germî bi ya mêkanîkî were guhertin, ew tiştekî zortir e. Berî çend deh salan, cara pêşî mirov enerjiya germî guherte ya mêkanîkî, ew jî dema, ko mirov makîna hilmî (makîna bi fişara hilma ava kelandî kardike) çêkir bû.

Forma enerjiyê, ya nas jî enerjiya ronahiyê ye. Ne tenê destê mirov jê nabe, lêbelê jîna her kesî û ya her organizmî jî bê wê nabe. Bi taybetî Roj vê forma enerjiyê dide. Helbet, mirov ji mêj ve hînbûye bi pîşkarî, vê forma enerjiyê bikarbêne. Pêşî bi pêxistina agir, piştre jî bi çira, lampe û ta dema dawî bi neonên herî modêrn mirov enerjiya ronahiyê bikaranî.

Forma enerjiyê, ya gelekî bikêrhatî, enerjiya elektirîkî ye. Gişt bê windabûn ew dikare bi enerjiya mêkanîkî, yan bi ya germî were guhertin. Pir hesanî tê guhastinî deverên dûr. Ji ber van xisletan carna dibêjinê enerjiya rind.

Ji bilî van formên buhûrtî caran, enerjiya kîmîyayî û enerjiya atomî jî hene. Ew ne texlîtine nû ne, niha peydabûne. Lê ew herdû form didine nîşankirin, ko rêaksyonên kîmayî û atomî dikarin enerjiyê bidin. Ji vê enerjiyê re jî enerjiya potensyal tê gotin.

Eger em bixwazin bi ferehî li ser giranbihabûna enerjiyê ji mirov re bipeyivin, dive pêşî em bizanibin, ko hebûna jînê bi xwe, her û her, bi pevguhastina energiyê ve girêdayî ye û pê jîn dibe. Bedena mirov energiyê di forma kîmyayî (xwarin) de distîne û diguhere forma mêkanîkî. Bi vê yekê hemû organên lêş dikarin bi karûbarên xwe rabin û dihêlin, ko karê fîzîkî pêk were. Ev enerjî di şev û rojê de dike nêzîkî 2000 kilo kalorî û ew ji şewtandina xwarinê di laş de tê. Lê da mirov karibe bijî, dive di laşê wî de hinek enerjiya embarkirî hebe, enerjiya embarkirî jî di lêş de bez e.

Ji ber ko enerjî ji mirov re pir pêwîst e, dive mirov zanibe wê derxe jî. Derxistin û xerckirina enerjiyê di van her deh salên dawî de pir gelek bûye û gera ji bona dîtina kehniyên enerjiyê, yên nû bêhtirbûye. Kehniyên enerjiyê yên ta niha li ber dest ev in: kûmir, petrol, enerjiya elektrîkî ya ji sikrên li ser çeman ûym. Di pêşroja nêzîk de wê ev kehnî têra mirov nema bikin û dive, ko mirov destbavêje kehnîne enerjiyê, yên nûtir wek enerjiya Rojê, yan enerjiya germî ya navika Zemînê û yan kehniya pir zengîn: enerjiya atomî.

Amedekirina Zagrosê Hajo

ji Stêr 3/1983




#Article 148: Medenî Ferho (316 words)


Medenî Ferho nivîskarekî kurd e.

Sala 1947'an li gundê Mizîzexê; piştî têkçûna serhildana Bagokê ko bi malbatî koçberî Rojavayê Kurdistanê dibin û car din vedigerine ser cih û warên têr gorî, xwedê ew daye. Hemû qûnaxên xwendina debistanên serete, navendî, dibistana mamostayan û lîse li heremên Kurdistanê qedandiye.

Di dema mamostahiyê de, di nava damezrênerên Sendikaya Mamostayên Tirkiyê TOS de cih girt û rêvebiriya karên rêxistiniyê kir.

Piştî heft salê mamostahiyê û heft caran sergomî û girtina sala 1970yî di cunteya eskerî li Amedê, di sala 1973an de li Stembolê, di rojnameya Cumhuriyetê de dest bi rojnamevantiyê kir, di heman salê de xelata heypeyvinê ya Komela Arîkarî û Desteka Gundên Tirkiyê li Stembolê stand.

Bi rojnamevantiyê re dest bi xwendina Zanîngeha Aborî kir û weşanxaneya ABeCe damezrand. Di heman demê de, di nava damezranên Sendikaya Nivîskarên Tirkiyê de TYS de cih girt.
Medenî Ferho di salên 1963-1964an de di rojnameyên herêmê, Amed -Diyarbakirin Sesî û Mucadele de. li Mêrdinê rojnameya Mardînin Sesî, li Midyadê Turan Şehîr de dest bi nivîskariyê kir. Di salên 1970-1971 ê de nivîs û helbestên wî di rojname û kovarên Stembolê weke Cumhuriyet, Demokrat, Varlik  de hatin weşandin. 2 pirtûkên wî, Kaytan Osman û Topragin Turkusu di heman salan de hatin weşandin.  

Bi hatina darbeya eskerî ya 12ê Êlûnê 1980, 12ê Cotmehê hate girtin, piþtî hefteyekê serbest hate berdan, lê di 27ê Cotmehê de car din hate girtin. Girtina wî şeş sal û nîvan dom kir. Bi girtina dem dirêj, estên wî yên nivîskariya bi zimanê Kurdî bi awayekî riþtî hatin hunandin. Medeniyê Ferho bû seydayê pênûsê. Êdî awaza Kurdî ala wî ye, da ku di medya Kurdî de, rojname û kovaran de awazek têr qîrên bigihîne civakê û ji bo têkoþîna gelê Kurd bi hestên binbarî kar dike.

Ew nûnerê Azadiya Welat yê Belçîka ye û ji destpêka wekirina MED TV re dest bi amade kirina bernameyan kir, hîna rojnamevantiyê dike. 




#Article 149: Teknolojî (316 words)


Teknolojî, peyv ji zimané greek (téchnē (τέχνη) wata wé bêşe  û  -logía (-λογία) ev jî lêgerîna tiştek) té. Îro çi dibi li dinyé ni bé têkilahya teknolojîyéye. Teknolojî, bi gotinê temenê xwe ji gotina teknîkê digrê. Teknik, dema ku bahse tiştekî ku weke amûr tê bikarhanîn a. Her wusa, wate wê ya din jî ew a ku bahse tişta ku bikêrhatî dikê.

Bi dîrokê re, ku mirov bêne ser ziman, Piştî ku şariştanî pêşketin, êdî mirovatiyê bidest bikarhanîna amûran kirin. Gêsn, bo ard kolanê afirandin û ew ard çand in. Sênîk,çêkirin bo bi têde xwarinê bixwûn. Kevçî, çêkirin bo ku bi wê xwarinê bixwûn. Her wusa, dem bi dem ku bi dehan û sadan amûr û cûre lê zêde dibin, amûrên teknîkî pêş dikevin û tên afirandin. Teknolojî, di sadsale me de, weke gotinaka êdî herî zêde hat bikarhanîn bû. Ji ber ku weke teknolojiyê bi wê re tên salixkirin, Înternet, tv, û hwd jî pêşketin. Her wusa, ereb, û hwd tiştên lê sûwarbûnê û çûn û hatin hatin afirandin. 

Î ro, hêrî zêde, dema ku bahse teknolojiyê tê kirin, bahse çêkirina telefonên berîkê, tv, erebeyên sûwarbûnê, balefirên rêwîyan û ên şer û hwd ku bi wan re gelek cûreêyên din tên ser ziman, tên bîra me. Î ro, Kîştên Fezeyê hatîya çê kirin ku tê şandin li gêrwerkên din. peyk hatina çê kirin û hatina şandin ku li dora dunyê digerihin. Li ser wan re, înternet, tv, telefon û hwd kar dikin. 

Î ro ku bahse teknolojyê tê kirin, bi sereka ku gelek tişt û cûre pêre tên bîra mirov, lê du tişta bi hesanî ji ber ku di jîyane mirov de tên biarhanîn têna bîra mirov yek, amûrên înternetê weke kompîtûr in û ya dinjî, bernema wan ên weke înternet explore, Microsoft Office word û hwd in. Lê dervî wan jî, gelek cûra û awayên wan yên ku hatina afirandin ku tên zanîn hena.  




#Article 150: Lokman Polat (461 words)


Lokman Polat nivîskarek kurd e. 

Polat di sala 1956'an de li navçeya Licê ya Amedê hatiye dinê. Ew caran hatiye girtin û berdan. Di encamê de bêyî ku li dadgehê amade be, deh sal û nîv ceza xwariye. Wî beriya sala salên 1980'yî li welêt belavokên siyasî dinivîsand. Di sala 1984'an de li Swêdê bi cih bû. Li Swêdê dest bi nivîsandina çîrokan kir. Gelek çîrokên wî di rojname û kovarên cihê de hatin weşandin.

Heta niha 14 pirtûkên wî derketine. Ji wan çar heb bi tirkî, neh jî bi kurdî ne. Ji pirtûkên wî yên kurdî sê roman û heft kurteçîrok in. Lokman Polat ji bo zarokan jî 4 pirtûk wergerandine kurdî û kovarek bi navê Helwest li Stockholmê û kovarek bi navê Ronî li Stenbolê  weşandiye.

Lokman Polat di destpêka damezrandina Komela Nivîskarên Kurd de cih girtiye û endametiya wî ya komelê hîn jî didome. Ew endamê PENa Navnetewî û endamê Yekîtiya Nivîskarên Swêdê ye. 

Lokman Polat Kî Ye?

Polat di sala 1956’an de li navçeya Licê’ya Amedê hatiye dûnyayê. Ew berî 1980yî çend caran ji aliyê dewletê ve hate girtin û dûvre jî berdan. Di encamê de bêyî ku li dadgehê amade bibe, deh sal û nîv ceza xwariye.
Wî beriya salên 1980’yî li welat belavokên siyasî dinivîsand. Mecala mercên xebatên polîtîk li ber wî hate sînorkirin û ji ber xetera girtin û zîndanîkirinê di 1980 î de derket derveyî welatî. Pêşîn çû Îranê û paşê çû Suriyê û Libnanê.
Ji sala1984an û vir ve li Swêdê dimîne. Kovara ”Helwest”ê derdixist û di rêvebiriya kovara Hêviya Gel de xebitî. Di gelek kovar û rojnameyên kurdî de nivîsên wî belav bûn û niha jî belav dibin. Hetanî niha jî sî û heşt pirtûk nivîsîye. Piraniya berhemên wî edebî ne.
Di sala 1984’an de li Swêdê bi cîh bû. Li Swêdê dest bi nivîsandina çîrokan kir. Gelek çîrokên wî di rojname û kovarên cihê de hatin weşandin.
Heta niha 38 pirtûkên wî derketine. Ji wan çar heb bi tirkî, sî û çar jî bi kurdî ne. Ji pirtûkên wî yên kurdî duwanzdeh roman û yanzdeh  jî kurteçîrok in. Sê romanên wî li tirkî hatine wergerandin. 

Lokman Polat ji bo zarokan jî 4 pirtûk wergerandine kurdî û kovarek bi navê Helwest li Stockholm û kovarek bi navê Ronî li Stenbolê weşandiye.
Lokman Polat di destpêka damezrandina Komela Nivîskarên Kurd de cîh girtiye di komiteya bırêvebır de xebıtıye . Ew endamê PENa Navnetewî û endamê Yekîtiya Nivîskarên Swêdê ye. Niha ew di malpera “Çandname” , “Rojnameya Kurdistan” û carna di malpera ``Diyarname`` de û herweha di kovara Kund de gotar dinivîse.

BERHEMÊN LOKMAN POLAT
YÊN ÇAPKIRÎ :
Roman û kurteroman

Kurteçîrok/novel                         

Lêkolîn / Nirxandin

Yên tirkî

 

BERHEMÊN LOKMAN POLAT 
YÊN ÇAPKIRÎ :
Kurteçîrok/novel				

Roman û kurteroman	

Helbest  

Lêkolîn / Nirxandin

Yên tirkî




#Article 151: Erebê Şemo (387 words)


Erebê Şemo yan jî Ereb Şamîlov (; z. 23 çiriya pêşîn a 1897 li Qersê − m. 21 gulana 1978 li Êrîvanê) nivîskarekî kurd bû û weke bavê romana kurdî tê binavkirin. Yekemîn romana kurdî ya ku bi kurdî hatiye weşandin, Şivanê Kurmanca nivîsiye. Erebê Şemo ji malbatek şêxên êzîdiya bû.
Şemo di 23ê çiriya pêşîn a 1897an de li gundê Susuzê li navçeya Qersê, ku di wê heyamê de di bin desthilatiya Rûsyayê de bû, hatiye dinyayê. Ereb Şemo xwendina xwe ya pêşî diqedîne. Di sala 1913an de, dema ku 16 salî bû derbasî ser karê paletiyê dibe.

Erebê Şemo ji bilî zimanê kurdî, welê jî bi rûsî, tirkiya osmanî, yewnanî, ermenî, gurcî, almanî û azerî zanibû. 

Bi biryara hikûmeta Sovyeta berê û Ermenîstanê Erebê Şemo û Isahak Marogûlov dest bi amadekirina alfabeta kurdî ya bi tîpên latînî kir û di sala 1928an de karê xwe bi dawî anî. Wan di sala 1929'a yekemîn pirtûka bi kurdiya latînî li cihanê bi sernavê “Xʘ-xʘ hinbuna xandina nvisara kurmançi“ (Xwe bi Xwe Hînbûna Kurmancî) çap kir. Erebê Şemo herwiha yek ji damezrênerên rojnameya Rya teze bû.

Di sala 1931ê de Erebê Şemo li Leningradê rastî Qanatê Kurdo tê û hevaltiyeke baş di navbera wan de çêdibe. Ji wir dest bi xebata wêjeyî û zanistî dike. Li wê derê nivîsên di der barê pirsgirêkên zimanê kurdî de amade dike û li Ermenistanê çap dike. Ereb Şamilov, di navbera salen 1937 - 1954an de tam 17 salan li Sibirya'yê girtî jiyaye. Li vir bi jina xwe ya duyemin Mariya Vasîlevna ve dıbe nas ya ku di van biraninan de navê we derbas dıbe, ew bi xwe Ûris bûye. Keçen wi Asê û Zînê ji ve jina duyemin in. Jina wî ya berê Alman bûye.

Piştî mirina Stalîn ew azad dibe û careke din vedigere Ermenistanê. Sala 1966an ew romana xwe ya dîrokî Dimdim belav dike. Di sala 1967an de jî ew li Moskovayê berhevoka Hikayetên Gelê Kurd û romana xwe ya bi navê Riya Bextewar diweşîne dike. Demeke dirêj di komîteya navendî ya Partiya komunîsta Ermenistanê de cih girt.

Li navenda Êrîvanê li ser dîwarê makke ku Erebê Şemo salên xwe yên dawiyê li wê derê derbas kiribû, wiha hatiye nivîsandin: “di vê malê de ji sala 1963-1978 temenê xwe derbas kiriye rewşenbîrê Kurd û karkerê muxulqeiyê Erebê Şemo Şamîlov”




#Article 152: Ferhad Shakely (254 words)


Ferhad Shakely, ango Ferhad Şakelî, nivîskar û helbestvanekî kurd e.

Ferhad Şakelî di sala 1951ê de li başûrê Kurdistanê, li herêma Kerkûkê hatiye dinyayê.
 
Ew li Kurdistanê di salên 1973–74an de di rojnameya Birayetî de dixebite û li Swêdê jî di hundirê deh–panzdeh salan de bi kurdî û swêdî du kovaran Svensk–Kurdisk Journal 1985–1989 û Mamostay Kurd 1985–1996 derdixe. Di destpêka salên 1970î de li zanistgeha Bexdayê ziman û wêjeya kurdî kurdî xwendiye. Di salên 1974-1975an de pêşmerga bû. Li pey belavbûna şoreşa Kurdistanê du salan li Sûrî û Lubnanê mijûlê karê siyasî û çandî bû. Di sala 1977an de hat Almanyayê û nêzîkî salekê li wê derê ma, paşî hat Swêdê.

Wî heta niha heşt pirtûkên helbestan û pirtûkeke kurteçîrokan bi kurdî weşandine û heft pirtûkên zarokan jî ji swêdî wergerandine zimanê kurdî. Wî bi swêdî jî pirtûkeke helbestan û du antolojî weşandine. Wekî din bi nave Kurdish Nationalism in Mem û Zîn of Ahmed–i Khani pirtûkeke bi îngilîzî derxistiye û helbestan wî hatine wergerandin bo zimanên înglîzî, swêdî, erebî, farsî, îtalyayî, îslandî û tirkî bûne.

Ferhad Şakelî yek ji zimanzan û kurdîzanên herî navdar, naskirî û berhemdar yên Kurdistanê ye. Ew herdu zaravayên kurdiya başûr û bakur (soranî û kurmancî) baş dizane û dersa rêziman û wêjeya kurdî dide û ta niha gelek vekolînên zanistî liser wêje, dîrok, fîlozofî û tesewuf li Kurdistanê bi înglîzî û kurdî belav kiriye. Şakelî herweha fêrî zaravayên Hewramî û zazakî jî dike.

Ew niha (2012) li Swêdê dimîne û li Zanîngeha Uppsalayê mamostetiya zimanê kurdî dike. 




#Article 153: Hasan Kaya (451 words)


Hasan Kaya di sala 1964'an de, li Nisêbînê (Mêrdîn) ji dayik bû. Heta lîseyê li Nisêbînê perwerde bû. Di 1982-1984an de, di fakulteya îktîstê de (Anadolu Üniversitesi İktisat Fakültesi) xwend, dawî dev jê ber da û salên 1984-1988, li Amedê ji fakulteya perwerdeyiyê beşa edebiyatê ( D.Ü Eğt. Fak Türk Dili ve Edebiyatı) dîplomaya lîsansê wergirt. Di dema xwendina zankoyê de, di nav xebatên xortên welatparêz de xebata siyasî û çandî birêve bir.

Li Adiyamanê, li liseyê du salan mamostetiya edebiyatê kir. Bi kurdparêzî ango cûdaxwaziyê hate tawanbarkirin; doz lê hate vekirin. Lewre ji herêma awerta hate derxistin û sirgonî Yozgatê bû. Neçû Yozgatê. Jiyana wî ya mamostetiyê li vir xelas bû.

Piştî ku dev ji mamostetiyê berda, ji bo xebatên kurdewarî, sala 1990î, di nav xebata kovara Yurtsever Emekçiler û sendikayên mamoste û kedkaran de xebitî. Dawiya 1992yan, di damezrandina Navenda Çanda Mezopotamya Şaxa Edeneyê de cih girt. Van salan çend caran hate girtin û rastî îşkenceyan hat.

Sê salan serokatiya vê şaxê kir. Dawî ji bo avakirina NÇM, şaxa Mersînê kar kir, piştî damezrandina şaxa Mêrsînê, sala 1996an , di kongreya 5. ya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de, wekî cîgirê serokê enstîtuya Kurdî hate hilbijartin. Di sala 1997an de,wekî serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê hate hilbijartin. Heta serê sala 2003yan serokatiya Enstîtuyê berdewam kir. 

Di van salan de, edîtoriya Kovara Zend, endamtiya lijneya Kovara Jiyana Rewşen kir. Di kovar û rojnameyên cihê de, bi piranî bi kurdî, kêm caran jî bi tirkî çîrok, helbest, gotarên edebî, çandî, lêkolînerî nivîsîn. 

Di projeya çêkirina Ferhenga tirkî-kûrdî de cih girt. Wekî redaktor û endamê lijneya şêwrê beşdarî xebata ferhenga tirkî-kurdî bû. 

Di sala 1998an de, pirtûka wî ya çîroka, Girnewas çap bû. Digel Samî Tan û Zana Farqînî, pirtûka bi navê “Em Zimanê Kurdî Binasin” amade kirin. Di sala 2005’an de pirtûkên wî ya helbestan “Bihêle” û ya pexşanê “Ayîneke Pîroz” çap bûn. Bi zimanê tirkî “Antolojiya kurteçîrokên kurdî” amade kir. Li ser nukteyên kurdî jî pirtûkek amade kiriye.

Gelek tekstên zargotina kurdî berhev kirine; lê heta niha ew çap nekirine.

Li Enstîtuya Kurdî û gelek cihên din, wekî komel, sendîka û avahiyên partiyan ders û semînerên zimanê kurdî dane xwendekar, mamoste, xortên karker, û gel. Ji bo ku Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê dersê zimanê kurdî dida, di sala 1998 û 2000an de, doz li wî hatiye vekirin; sê caran hate darizandin.

Di dema serokatiya enstîtuyê de, beşdarî gelek konferans, panel, semîner, danişîn û civînên rêxistinên sivîl, akademîk, fermî û nîv-fermî bû. Di wan konferans û civînan de, teblîx pêşkeş kirin.

Di sala 2003yan de bû endamê Pena kurd (klûba nivîskaran) a ku saziyeke navneteweyî ye û navenda wê li Elmanya ye. Demekê Nûnertiya  Pena Kurdî, li Tirkiyeyê bi rê ve bir.




#Article 154: Hesenê Metê (188 words)


Hesenê Metê (jdb. 1957, Erxenî, Diyarbekir)  nivîskarekî û novelîstekî kurd e. Berhemên wî ji kurdî ji bo zazakî, tirkî, swêdî û îngilîzî hatine wergerandin.

Hesenê Metê di sala 1957an de li gundê Tayan yê Erxeniya Diyarbekirê hatiye dinyayê. Ji ber sedemên malbatî di 11 an 12 saliyê xwe de ji gundê xwe derketiye. Çend salan li Nisêbînê û li Diyarbekirê jiyaye. Dibistana navîn û lîse li bajarê Mersinê yê Tirkiyeyê xelas kiriye.

Di geremolên salên 70-80an de ji ber sedemên siyasî çend caran hatiye girtin û di girtîgehê de maye. Di dema derbeya sala 1980an de ji welêt derketiye û çûye Îranê. Li wir tevlî pêşmergeya KOMELA Zehmetkêşê Kurdistana Îranê bûye. Piştî wê, çûye başûrê Kurdistanê. Li gelek gund û bajêrên başûrê pêşmergetî kiriye.  Di vê demê de bi pêşmergeyên YNKyê re pîyeseke ku nehatiye weşandin nivîsiye û derxistiye sehneyê, ku ji hêla Celal Talebanî û jina wî Hero Xanim ve hatiye temaşekirin. Vê serpêhatiya xwe di hevpeyvînekê de wisa vegotiye:

Wî sê sal pêşmergetî kiriye. Pişt re daketiye Sûriyê û ji wir jî bar kiriye SwêdêKengî, di çi salê de?.  Hesenê Metê hê jî li Swêdê dijî..




#Article 155: Jan Dost (177 words)


Jan Dost romannivîs, helbestvan, wergêr û nivîskarekî kurd e.

Ew di 12ê adarê sala 1965 an de li bajarê Kobanî hatiye dinyayê. Xwendina xwe heta lîseyê li Kobanî qedandiye. Ji sala 1985 an heta 1988an li zanîngeha Helebê fakulta zanistê beşê Biyolojiyê xwend, lê temam nekir.

Jan Dost di dehsaliya xwe de dest bi nivîsîna helbestên erebî kir paşê ji panzdesalî de qulipî zimanê kurdî. Çîroka wî ya yekem Xewna Şewitî sala 1993 an di pêşbirka kurteçîroka Kurdî de li Sûriyê xelata yekem stand. her weha  li Tirkiyê jî li ser sehneyê hatiye lîstin. ji bilî wê çîrokê, jan Dost çend çîrokên din j nivîsandine, wek Mistek ax  ku sala 2007 an   li Almanyayê bû kurtefilmek, û rûyekî şêrîn û hinin din.

Her weha gelek helbest û lêkolîn bi erebî û kurdî di rojname û kovarên cihê de weşandine. Jan Dost di malpera Diyarnameyê de di quncika xwe ya bi navê Şevnem de ji 2007an heta 2012 nivîsar dinivîsandin.

Jan Dost ji sala 2000î de li Elmanyayê dijî û ji Adara 2009 an de hemwelatiyê Almanyayê ye.




#Article 156: Îbrahîm Seydo Aydogan (334 words)


Îbrahîm Seydo Aydogan (z. 1976 li Qoserê), nivîskarekî kurd e.

Romannivîs Îbrahîm Seydo Aydogan li Qosera Mêrdînê ji dayik bûye. Heta lîseyê jî xwendina xwe li wê derê kiriye. Di sala 1993'an de beşa mamostetiya edebîyatê ya Zanîngeha Dîcleyê ko li Amedê ye kar kir. Di sala 1997an de ji zanîngehê mezûn bû û li Stembolê li lîseyekê dest bi mamostetiya edebiyatê kir. Di ber mamostetiyê re edîtoriya kovara kurdî ya edebî Pelînê kir. Ji destpêka sala 2001'ê ve li Fransayê dijî.
Di sala 2003'an de, li Zanîngeha Sorbonê, li ser Victor Hugo û romanên dîrokî, bi navê Parîsiyên sedsala 15'an di Notre-Dame de Parisa Victor Hugo de, lêkolîneke masterê kir. Wî di sala 2006'an de jî, li Zanîngeha Rouenê, tezeke doktorayê li ser wext, hevokên kompleks û lihevkirina wextan di romanên kurdî de amade kir.

Ibrahîm Seydo di şanzdehsaliya xwe de dest bi nivîskariyê kir. Piştî çend salên ko bi tirkî nivîsand û hin nivîs û helbestên wî di kovarên edebî yên tirkî de hatin weşandin, di sala 1996'an de bi temamî dev ji tirkî berda û ji wê rojê ve ye ku tenê bi kurdî dinivîsîne. 

Aydogan heta niha sê pirtûk nivîsandine. Romana wî ya pêşiyê Reş û spî di sala 1999'an de derket. Romana wî ya duyem Leyla Fîgaro, dı sala 2003'an de derket.

Pirtûka wî ya sêyem Hezkiriya Xwedê ko ji şeş çîrokan pêk tê, di sala 2005'an de çap bû.

Herweha pirtûkeke wî ya helbestan, xebateke wî ya li ser rexneya kurdî ya edebî jî hene ku hê nehatine çapkirin.

Îbrahîm Seydo Aydogan di Tishk TV yê de bernameyeke bi navê Wêje amade dikir.

Ji sala 2007'an ve ye ku li Parîsê li Zanîngeha INALCO di beşê kurdî de mamoste ye.

Îbrahîm Seydo herweha pirtûka Orhan Pamuk ya bi navê Romannivîsê Pak û Dilovan (Saf ve Dusunceli Romanci) jî wergerandiye kurdî.

Pirtûka wî ya bi navê Guman ku ji lêkolînên ziman û wêjeya kurdî pêk tê, bi du cildan ve ji aliyê wesanxaneya Lîsê ve sala 2013'an hate çapkirin.




#Article 157: Osman Sebrî (316 words)


Osman Sebrî (Apo) (z. 5 kanûna paşîn 1905, li gundê Narincê yê Kolika Semsûrê, Bakurê Kurdistanê - 1993 li gundê Berkevir, li Başûrê Rojavaya Kurdistanê) yek ji helbestvanên mezin ên kurd bû. Ew yek ji helbestvan nivîskarên Ekola Hawarê bû. Apê Osman ji serokên êla Mêrdêsî bû. Ji xêncî helbestvanî û nivîskariyê, ew pardarî xebata rizgarîxwaza gelê xwe jî bûye.

Osman Sebrî di sala 1905ê de li gundê Narincê yê Kolîka Semsûrê çêbûye. Bavê wî serokê êla Mêrdêsiyan bûye. Dema Osman Sebrî hêşta zarok bûye, bavê wî li sala 1915ê çûye ber dilovaniya Xwedê û apê Osman Sebrî ku bûye serokê nû yê êlê, ew xwedî kiriye.

Piştî Serhildana Şêx Seîd, Osman jî digel herdu apên wî Şukrî û Nûrî li sala 1926ê hatine girtin û li zîndana Amedê hatine darve kirin. Osman du salan di zindana Denisliyê da maye û piştî efûyeka giştî, li sala 1928ê hatiye berdan.

Di sala 1929ê de, careka din Osman digel 26 serokên kurd tê girtin, lê dîsa zû tê berdan. Ew di 24ê çileyê pêşîna 1929ê de direve Sûriyeyê, bi maweya du salan wekî endamê Partiya Xoybûnê xebat dike û di kovara Hawarê de li ser mijarên cihêreng dest bi nivîsandinê dike. Gelek helbestên wî hatine çap kirin û hîn yên ne çap kirî jî hene.

Sala 1957ê Apê Osman ligel hin welatparêzên Kurd, di xebata damezirandina Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyeyê de cih digire û wekî sekreterê partiyê tê hilbijartin.

Osman Sebrî roja 11ê çileyê paşîna sala 1993ê diçe rehma Xwedê û li gundê Berkevirê, li binxetê tê veşartin.

 Maf
 Ger zilmê hene top û tifing, keştî û leşker
 Têk de dişîne ser xwedîmaf pê rê dike şer
 Ew tev nikarin destên wê yên pola bibestin
 Zorbaz û sîtemkarên keleş tê de diwestin
 Her maf wekî ro nayê veşartin bi tevayî
 Bayek tê, dibe ewrên di reş, zû dike sayî

Şam, 1960, Zîndana Mêzê çavkanî: Arşîva Bablekan




#Article 158: Pîr Rustem (105 words)


Pîr Rustem nivîskarê kurd e.

Pîr Rustem di sala 1963an de li gundê Çeqela gundekî ji (Efrînê) ji başûrê biçûk hatiye dinyayê. Ew çend salên pêşîn li wir dimîne û di dû re mala xwe bar bajarokê (Cindirêsê) dikin û heya ku xwendina lîsê kuta dike li wir dimîne û ji bo xwendina bilind di zanîngeha Helebê de, ew çend salan li wir derbas dike, lê ji berî ku xwendina endezyariyê kuta bike û di rêza çaran de berdide.

Wî gelek çêrok û gotar di rojname û kovarên Kurdî de belav kirine wek: Stêr, Pirs, Zanîn, Aso, Azadiya Welat, Jiyana Rewşen, Armanc, Newroz û hwd.




#Article 159: Nûredîn Zaza (1186 words)


Nûredîn Zaza (jdb. 15ê sibata 1919an li Madenê, Împeratoriya Osmanî – m. 7ê çiriya pêşîn 1988 li Lozanê, Swîsre), ramyar, nivîskar, rewşenbîr, damezrenêr û yekemîn serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê bû.

Nûredîn Zaza kar û xebat û jiyana xwe kiribû bin xizmeta miletê xwe yê kurd de. Ji xwe ew di nav maleke kurdperwer de rabûbû. Bavê wî Ûsiv Efendî û birayê wî yê mezin Ehmed Nafiz Beg, hevalbendên Şêx Seîd bûn di şoreşa kurdî sala 1925an de dijî dewleta tirk ya nijadperest. Pismamê wî Osman Efendî di wê şoreşê de jiyana xwe ji dest dabû.

Piştî têkçûna şoreşa Şêx Seîd û bûyerên xirab li Bakurê Kurdistanê, desthilata tirk, Dr. Nafiz kiribû bin çavan de û derfet lê teng kiribû û emrê sergûna Izmîrê jê re derxistibû. Vêce ew mecbûr bûbû ku çarekekê ji xwe re bibînê. Di sala 1930î de, ew û bira yê xwe yê piçûk Nûredîn binxet dibin Sûriyê ku di bin mandata Firansayê de bû. Dr Ehmed Nafiz, kesatiyeke hekîm, tekûz û mêrxas bû. Hatina wî ya Kurdistana Sûriyê bû hêzeke nû ji Xoybûnê re. Ew roleke girîng tê de dileyîze û di salên çilan de serokatiya wê dike. Di warê bijîşkiyê de Dr Nafiz bi kar û xebateke mezin li herêma Cizîra Sûrî dirabe. Wê çaxê, êş û nexweşîyên weke êşa zirav, melariya, tîfo, sorik û xûrî belav bûn û mezin û piçûk bi wan êşan diçûn. Dr Nafiz êşên cih nas kirin û li ser destên wî yên pîroz bi dihên hezran nexweş saxbûn. Ji lewra, baweriya xelkê bi bijîşkiya Dr Nafiz zêde bû û nav û dengên wî ne tenê li herêma Cizîrê, lê belê di Sûrî tevî de belav bûbû.

Nûredîn vêce, li Kurdistana Sûrî di bin sih û perwedeya Dr Nafiz de mezin dibe. Ew ne tenê bira ye jê re, lê belê ew dibe bav û mamoste û rêber jî. Herwesa, Nûredînê piçûk, di nav civata welatparêz û girgirekên kurdan de mezin dibe. Di salên sihan de, gelek şoreşger û rewşenbîrên kurdan ji ber zilm û zora rêjîma Ataturk ya nijadperest binxet bûbûn Sûriyê. Ji wan Memdûh Selîm, Mîr Celadet û Kamîran Bedirxan, Qedrî Beg û Ekrem Cemîl Paşa, Hemze Begê Miqsî, Haco Axa, Evdirrehman Axayê Eliyê Ûnis, Dr Nûrî Dêrsimî, endeziyar Arif Ebas û hin dîtir. Wê teisîra wan camêran di warê netewe-perweriyê de li Nûredîn hebe. Bi wext re, wê Nûredînê dagirtî bi rihê şoreşvaniyê bide ser şopa wan û barê kurdîtiyê giran bigire xwe û doza mafên gelê xwe yê kurd bike. 

Li Fransayê jî wilo, gava Neteweyên Yekbûyî, cihê xwe di Sera Şapo de digirt, Nûredîn endamê şandekê bû ku raporekê ser rewşa kurdan bide, bizav û hewildanên xwe dike ku bigihe nûnerên dewletan de guh bidin pirsa kurdî û wê di cìvînê de guft û go bikin û li her derê jî wilo, Nûredîn bêtexsîr e. Raste Nûredîn yek bû, lê wî hamberî 100 çalakvanî kar û xebat dikir.

Di sala 1956an de, Nûredîn Zaza du karên pir girîng pêk tîne. Yê pêşî, ew doktoriya di zanistên perwedeyiyê de ji zanîngiha Lozanê werdigre. Karê didwan, ew Yekîtiya Xwedekarên Kurd li Ewropayê didamezrîne. Dûv re, ew dide rê û divegere Sûriyê. Di bîranînên xwe de Bîranîn¡, Dr Nûredîn Zaza dinivîse: “di paşiya hezîrana sala 1956an de, ez bi hisret bûm ku ez tiştekî ji kurdan re bikim. Min rabû da rê, di rêya deryayê re Îtalya-Bêrûd, berê xwe da Sûriyê. Li Bêrûtê, piştî 9 salan ji mayîna li xurbetê, bira yê min yê mezin Dr Nafiz û hin dostên me yên dilsoz, hatibûn pêşwaziya min. Çawa ez ji gemiyê peyabûm, min naskir ku Kurdên Sûriyê ji mêj ve li hêviya vegera minin. Vêce gelo ezê bikaribim wan ji bin sitem û te’dariyê xilas bikim û maf û daxwaz û meremên wan di heyif û salên werin de bi cih bênim, yan na?!”.

Li Sûriyê, Dr Nûredîn Zaza dibîne ku rewşa miletê kurd xirab e. Ji kinarekî ve, kurd ji nijadperestiya partiya Be's di metirsiyê de ne. Li kinarê dîtir, Partiya Komunîsta Sûriyê, ya qaşo Internasyonalîst, xwe ji neteweya ereban re kiribû parêzer, lê li dijê kurdan derdiket, hinga doza mafên xwe yên neteweyî dikirin û ew bi şovînîzmê tometbar dikirin. Nûredîn Zaza dinivîse: “di rewşeke wesa, min avakirina rêxistineke ku karibe nasnama gelê Kurd biparêze û doza mafê wan yên rewa bike, pêwîst didît. Li Şamê, xwendekarên Gemnazyom û dibistanan pêkanîna wê projeyê ji min dixwestin. Herwesa, welat-parêzên kevnare, mela, muxtar, û cotaryên sade di pêkanînîna wê projeyê de, pîşta min digirtin û di paşiya sala 1957an de, ew xewn pêkhat û Partiya Demokrata Kurdî li Sûriyê (PDKS) hate damezrandin”.

PDKS, ji serokatiya xwe re, Nûredîn Zaza dihilbijêre û di demeke kurt de gelek kurd tevlû Partiyê dibin. PDKS, karekî mezin di warê siyasî û rewşenbîrî û civakî di nav kurdan de dike, ji lewra nav û deng û bandora wê xurt dibe di nav kurdan de. Lê di salên 1958 - 1961ê de (dema yekîtiya Sûrî û Misrê), hikim di destê rêjîma Cemal Evdul Nasir ya dîktatûr de ye. Di wan her sê salan de rewşa siyasî, ewlekarî û aborî li Sûriyê kambax dibe. Berdevkê Nasir li Sûriyê Evdihemîd Elserrac û hêzên parastinê, te’dariyeke xirab li xelkê dikin û nemaze li kurdan û helbet li PDKS, ku hebûna wê weke xetereke mezin li ser yekbûna dewleta erebî dibînin. Vêce rêjîma Nasir, hemû bela û bêtarên xwe yên siyasî û ekonomî dike sukra gelê kurd de û PDKS de. Di çend rojan de, li dora 5000 endamên PDKS û serokê wê Dr Nûredîn Zaza têne girtin. Piştî çendkê, behra mezin ji hevalan têne berdan. Nûredîn Zaza û 31 heval di hepis û zindanên Helebê û Şamê (Mezê) de girtî dimînin. Girtiyên kurd gelekî têne lêxistin û îşkencekirin. Belê, behra mezin ji jiyana Nûredîn Zaza di siyasetê de çû. Lê di heman demê de, ew nivîskar û rewşenbîrekî mezin bû. Wî bi sedan gotar di rojname û kovarên kurdî Hawar û Ronahî û biyanî de nivîstibûn. Herwesa wî Destana Memê Alan ji nûve çapkiribû û pêşgotineke hêja jê re nivîstibû û di sala 1982an de, wî pirtûkek bi navê Ma vie de Kurde (“Jiyana min a Kurdî, yan jî Hewara miletê Kurd”) nivîstibû, tê de behsa jiyan û xebata xwe ya netewî di ber pirsa kurdî û Kurdistanê de kiribû. Herwesa Dr Nûredîn Zaza giringiyeke mezin dida pirsa zimanê kurdî û pêşxistina wî. Di banga xwe de Nûredîn Zaza ji kurdan re gotibû: “Gelî Kurdan! Heger hûn naxwazin ji hev taromar û winda bibin, berî her tiştî zimanê xwe bixwênin û bidin xwendin. Lê heger hûn dixwazin xwe nasbikin û xwe bidin naskirin û hizkirin, bi hevaltî û dostaniya miletên din bi pêş ve herin û bi rûmet û ser bilindî bijîn, dîse zimanê xwe bixwînin û bidin xwendinê”.

Dr Nûredîn Zaza salên xwe yên paşî li Swîsrayê dimîne. Li wir, ew di 1972an de bi keçeke swîsrî bi navê Gilberte Favre re dizewice û di 1973an de kurikê wan çêdibe, nav lê dikin Chango Valéry (Şêngo Valéry). 

Nûredîn Zaza di 7ê çiriya paşîn a 1988an de, ji ber nexweşiya penceşêrê mir. Ew li goristana Bois-de-Vaux li bajarê Lozanê hat veşartin. 




#Article 160: Rojen Barnas (127 words)


Rojen Barnas (Berfenbar 1944 an li Farqînê), şanenavê Mehmet Gemici ye ku helbestvanekî kurd e.

Rojen Barnas ji Farqînê ye û di salên 60î de dest bi nivîsandina kurdî kiriye. Di dawiya heftêyan de bi hin hevalên xwe re Kovara Tîrêj derxist, her di wan salan de pirtûkeke şiîran bi navê Li bandeva spêde weşand. Barnas bi wê pirtûka xwe riyeke nû di şiîra kurmancî de vekir û tesîr li gelek şaîrên nû kir. Rojen Barnas mîna gelek rewşenbîrên kurd mecbûr ma ku welatê xwe terk bike û piştî 80yî li Swêdê bi cih bû. Wekî din Rojen Barnas di kovarên mîna Tîrêj, Hêvî û Nûdemê de gelek nivîs nivîsandine.

Wî bi gelek navên cihê di mijarên cihê de nivîs nivîsandine. Barnas heta niha ev pirtûk weşandine; 




#Article 161: Dimilî (eşîr) (139 words)


Dimilî, Dunbulî an jî Dumilî, eşîreke mezin ê Kurda ye.

Li Erzîromê, Şêxalê, Sêwregê û Makûyê. Navê Dimilî di sedsala 11'mîn de, di nav eşîrên Kurdên ên li Surî derbas dibe. Herwuha îro jî gundekî bi navê Dumilî li herêma Çiyayê Kurmênc de heye.

Şerefxanê Bedlîsî diyar dike ku, Dimilî esle xwe ji Botan û dînê wan  Êzdî bûye, paşê bibûne Misilman. 
Ji wan rê Dunbulîye Boxtî hatiye gotin. Di sedsala 16. de mîrengeha Sekmanabade û wextekî jî a Hekarîye di destê wan de bûye.

Dimilî ên Sekmanabade (Makû) Şiîne, zûdaye asîmîle bûne û wa 200 sale tenê bi Tirkî diaxavîn. Ên Erziromê û Sêwrege hemû Misilman in û li Erziromê navçeya Xinûsê û Qereyazîyê Kurmancî û li Sêwrege Dimilkî diaxavîn. 
Li Şêxal û Şengale jî Kurdên ji wê eşîre hene, li vir bi Kurmancî diaxavîn û Êzdî ne.




#Article 162: Lerzan Jandîl (131 words)


Rojnamevan-nustox Lerzan Jandîl serra 1958 de dewa Xelefan, Gimgim de amo dinya. Tawoke dewa dê de mekteb beno ra, o panc serre bîyo.

Sebeta ke shagirtî kêm bîye, o kî girewto mekteb. Hîrê serrî dewa xo de waneno. Hardlerzê serra 1966î de shono Mardîn û mektebê verênî naca qedêneno. Serra 1974 de Mektebê musnedaranê mektebanê verênî qedênbeno û hewt serrî musnedarîye keno.

O cuntaya 1980 ra dime xêlê rayan êno girewtene. L. Jandîl serra 1982 de mecbur maneno welatê xo û 1985 de kî Tirkîye terk keno, êno Almanya.

L. Jandîl Almanya de sey pedagogî, bi domananê 3 ra hetanî 6 serriyan xebetîno. Xêca naye ziwan, tarixê kurdan yê sedserra pêynîye û dînan ser ro kî gurîno.

Na derheq de rojnaman û kovaran de nivisê xo vecînê.

Jandîl wayîrê di domanano.




#Article 163: Suzan Samanci (230 words)


Suzan Samanci (z. 1961, Heşolê, Amed) nivîskareke kurd e. Bi pirtûkên xwe yên bi tirkî tê naskirin.

Samanci di 1961'ê li gundê Heşola Amedê hatiye dinyayê. Wê sereta bi ristina helbestan dest bi wêjeyê kir. Helbestên wê yên pêşîn di nav salên 1985-1987'an de li kovara Sanat Olayı weşiyan. Çîrokên xwe yên pêşî di pirtûka bi navê Eriyip Gidiyor Gece (Şev dihele û diçe) de dan weşandin. Pirtûkên wê yên çîrokan, di sala 1993'an de Reçine Kokuyordu Hêlîn (Bêhna gêzoyê  ji Helînê dihat), di sala 1996'an de Kıraç Dağlar Kar Tuttu (Çiyayên bejî berfên girtin) weşiyan. Reçine Kokuyordu Hêlîn, li Swêdê bi zimanê almanî, li Spanya û Belgiyayê jî bi zimanê flamanî weşiyan. Kıraç Dağlar Kar Tuttu jî, li Macaristanê çap bû. Dîsa, Reçine Kokuyordu Hêlîn bi navê Bajarê Mirinê ji Weşanên Avesta derçû. Pirtûka wê ya bi navê Kıraç Dağlar Kar Tuttu di pêşbaziya çîrokan a Orhan Kemal de duyemîn xelata sala 1997'an wergirt. Çîroka Samanci ya bi navê Perili Kent (Bajarê bi perî) di pêşbaziyeke “Radyoya Dengê Almanyayê de, di nav 25 çîrokên pêşîn de hate nirxandin û bi zimanê tirkî û almanî weşiya. Çîroka wê ya bi navê İki Anne (Du dayîk) jî bo îngilîzî hate wergerandin û di kovara PENa Navnetewî de weşiya. Di sala 2015an de pirtûka wê ya ewil a kurdî ya bi navê Ew jin û mêrê bi maskê ji Weşanên Avesta derket.




#Article 164: Mehmet Kemal Işık (124 words)


Mehmet Kemal Işık an jî Torî (1931 Midyad-17 cotmeh 2010 Stenbol) nivîskarê kurd bû. Torî, li herêma Torê, li bajarê Midyadê, ji dayikeke diyarbekirî û bavekî midyadî di sala 1931ê de hatiye dinyayê. Li dibistana 'Dicle Köy Enstitüsü' (Erxanî) mamosteyî xwend.

Di sala 1985an de pirtûka wî ya kurteçîrokan bi navê Qolinc li Stokholmê hate weşandin.Paşê bi navê »Sîlan« pirtûkeke din ya kurteçîrokan û bi navê Mendik romanek nivîsand û da wesandin.Torî demekê navbir da nivîsandina kurteçîrokan û bi nivîsandina pirtûkên dîrokî re mijûl bû. Wî di vî warî de 18 pirtûk nivîsandin.Di heman katî de jî ew ferhenga kurdî-tirkî ya 12,800 peyvî nivîsandiye.

Toriyê ku hê jî di nav çalakiya nivîsandina pirtûkên dîrokî de ye, di 17'ê cotmehê 2010'an de li Stembolê miriyê.




#Article 165: Edîp Karahan (369 words)


Edîp Karahan (1926-1976) nivîskarê kurd bû.

Li gora agahdariyên ku di nasnameya wî de hatine nivîsandin, ew di sala 1930'î de li Dêrika Çiyayê Mazî hatiye dinyayê. 
Lê li gor ku merivên wî yên emirmezin dibêjin, ew di meha nîsanê ya ku piştî Şêx Seîd hatiye daliqandin de çêbûye. Loma jî qeneeta xurt ew ku di sala 1926an çêbûye. Ew lawê Hecî Cemîlê Şêxmûsê Hecî Osmanê Reşo ye. Navê dêya wî Hecî Semo ye. Ew ji eşîra Mahmudan e. Mahmûdî yek ji pênc eşîrên Dêrikê ye. Piştî Hecî Osman, Êlasoyê kurê wî bûye serokê eşîrê. Ji ber kurdayetiya Êlaso, Edîp Karahan di zaroktiya xwe de dihere (bi dê û bavê xwe re derbasî Binya Xetê dibe) sirgûnê.

Wî heta bi lîseyê li welêt xwendiye û berî ku qeyda xwe li Fakulteya Dadê ya Stenbolê de çê bike, bi qancî salekê li Fakulteya Wêjeyê, besê felsefeyê xwendiye.

Ew yek ji wan kesan bû ku zû li kurdayetiya xwe hay bûye û bi meseleyên fikrî ve rabûye. Ji ber wê jî di sala 1953'an de ji ber îthama bangeşeya komunîzmê tê girtin, lê pasê berat dike.

Ew di dema telebetiya xwe de di gelek kovar û rojnameyên tirkî de nivîsan dinivîsîne; (Forum, Yeni Gün, Yeni Ortam hin ji wan in) û di sala 1957'an de, ji ber nivîseke xwe ya di Forumê de şeş mehan dikeve hepsê.

Edîp Karahan di sala 1962an de bi navê Dîcle–Firat rojnameyeke mehane derdixe û ew bi navên cûda di vê rojnamê de dinivîsîne. Wî bi naznavê Reşo jî di vê rojnameyê de çîrok nivîsîne.

Ew gelek caran ji ber fikrên xwe yên siyasî tê girtin û di hepsan de dimîne. Ew di sala 1963an de bi navê daweya 23yan de tê girtin.

Di sala 1971ê de ji daweya DDKO'yê tê girtin û heşt sal ceza lê tê birîn. Piştî sal û nîvekê ji vê daweyê xelas dibe û piştî derdikeve derbasî Kurdistana başûr dibe. Li Kurdistana başûr bi navê Mam Azad tê bi nav kirin. Ew demekê di beşê ragihandinê de dixebite û paşê jî li dadgeha Comanê dadgeriyê dike.

Karahan, di 15'ê gulanê sala 1976'an de çû ser dilovaniya xwe. Ew zewicî bû û bi navê Tûrcel, Welat û Şiyar sê kurên wî hene.




#Article 166: Kamiran Alî Bedirxan (717 words)


Kamiran Alî Bedirxan parêzger û rojnamenivîsê kurd û yek ji lawên malbata mezin a kurdan Malbata Bedirxaniyan bû.

Kamiran Alî Bedirxan birayê Celadet û Sureyya bû. Di 21ê tebaxa 1895an de li Stembolê hatiye dinyayê. Wî li Almanyayê doktoraya xwe ya hiqûqê da. Paşê li Beyrûtê bi cih bû û li wir parêzerî kir. Ji bilî ko gelek nivîs û wergerên wî di kovara Hawarê de hatine weşandin, wî di sala 1943an de li Beyrûtê rojnameyên Roja Nû û Stêr derxistin.

Kamiran Bedirxan di sala 1947an de çû Fransayê û li wir sazgeha lêkolînerî ya kurdî ava kir. Di wan deman de jî li Zanîngeha Parîsê dest bi hînkirina zimanê kurdî kir. 

Wî di mijarên cihê de, bi zimanên cihê zêdeyî sih kitêb nivîsandin. Herçiqas pirtûkên wî ên kurteçîrokan tune bin jî, wî kurteçîrok jî nivîsandine. 

Kamiran Alî Bedirxan di salên 1940î de, dersên xwendina kurdî dida kurdên Libnanê li zanîngeha Layîk ya bi nav û deng, tevî beşdarbûnên wî di weşînên bernameyên kurdî yên radyoya Rohelatê li Beyrûta Libnanê, ya ku hatibû damezrandin roja 5ê adarê sala 1941ê. Weşîna radyoyê her hefte du caran bû, roja çarşemê û roja înê. Kamiran çend pirtûkên xwe jî çap kiribû li çapxaneya Jozêf (Joseph) Selîm Seyqelî li taxa Sokak Al-Bulat.

Kamiran Alî Bedirxan serek da Kurdistana Başûr sala 1970 û cihê xweşhatinê bû ji aliyê serok Mistefa Barzanî û her kesên ko beşdar bibûn di konfransa 8an de ya PDK. Gotara wî ya hêja di konfransê de, hêviya Kurdistaneke serbixwe xiste dilê giştiya guhdêran.

Kamiran Alî Bedirxan sala 1971ê serek da kurdên Beyrûta Libnanê. Di vê seredanê de jî, li gel wezîrê kar û barên navxweyî yê Libnanê, Kemal Jumblat (yê ko ew bixwe kurd e) civiya. Bi hinera Kamiran, Jumblat partiyeke kurdî ramyarî bi awayekî fermî pejirand, û destûra xebata ramiyarî da kurdên Libnanê. 

Kamiran Bedirxanê ko hemû jiyana xwe dabû çand, ziman û wêjeyê kurdî, di sala 1978an de li Parîsê wefat kir.

Di salên 1991an de wekî malbatiyên xwe yên din ew jî endamê Civata Bilindkirina Kurdistanê bû. Di sala 1919an de Kamuran û birayê wî Celadet Bedirxan di geştên xwe yên li Iraqê de digel zabitê Brîtanî Edward Noel bûn.  Edward Noel afirandina neteweyek fermî ya Kurdistanê dinirxand.

Bedirxan dijberê tevgera serxwebûnê ya Atatürk bû û di sala 1919an de ji aliyê dewleta Brîtanya ve li Stenbolê biryar hate dayîn ku beşdarî kongreya Sêwazê de û Mustafa Kemal Atatürk hevdîtin pêkbîne.  Ew û gelek kes, birayê xwe, parêzgarê Xarpêtê û zabitê Brîtanî Edward Noel re ket rê lê hevdîtin pêk nehat.

Kamuran dijberê Kemalîzmê bû û dema ku Komara Tirkiyê di 1923an de hate ragihandin, wî berê xwe da welatê Almanya koçê wir bû. Çendekî bi xizmên xwe re li Munîhê dijî. Wî li Zanîngeha Ludwig Maximilians hiqûq xwend û piştî ku xwendina xwe li Zanîngeha Leipzigê dewamkir û li wir jî xelas kir.  Di sala 1927an de ew li Sûriyê bicîh dibe û li Beyrûdê wekî parêzer kar dike.  Beşdarî rêxistina Xoybûn dibe û di derxistina rojnameya kurdî Hawar de alîkariya birayê xwe dike. Di salên sihî de ew li Berlînê ma û bi Karl Hadank Îranî re hevdîtinek pêk anî. Di navberên salên 1942 û heta 1946an de li Radyoya Levant a Beyrûdê bernameyek radyoyê bi zimanê Kurdî pêk anî.  Sala 1944 Kamuran beşdarî damezrandina pêşkeftina karsaziyan ya Tora Trava bû.  Di navbera salên 1943 û 1946an de Kamuran Alî Bedirxan kovara bi zimanê Kurdî û Fransî bi nabê Roja Nû li Beyrûdê derxist.  Salên paşîn ew li Almanya û Fransa dijî.  Piştî ku Sûriye di 1946 de serbixwe bû, wî karê xwe di Radyoya Levant de winda kir û wî nikaribû rêyek bibîne ku di siyaseta herêmî de bibandor bibe.  Ji ber vê yekê çû Parîsê li wir di sala 1948an de bû mamostayê Institut national des langues et civilisations orientales (INALCO) ê.

Di sala 1960an de ew bû berdevkê Ewropî yê Kurdên Iraqê ya serokatiya Mistefa Barzanî.  Wî têkiliyên girîng di navbera Kurdan  û Îsraîl de danî.  Îsraîl ji bo lawazkirina militraqa leşkerî û girêdana arteşa inraq li bakurê Îraqê Kurdan wek navgînek hêz dît.  Sala 1962an de li Berlîna Rojava Îhsan Nûrî Paşa nas kir.

Kamuran di sala 1978an çû ser dilovaniya xwe. Piştî koça dilovaniyê hate bû hevdamezrênerê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê.  Berhemên wî niha li Enstîtuyê têne ragirtin.




#Article 167: Celadet Alî Bedirxan (2234 words)


Celadet Alî Bedirxan (, Stembol − , Hêcanê, Şam) siyasetmedar, rojnamevan û zimannasê kurd bû. Celadet kurê Emîn Alî Bedirxan û Senîha Xanimê ye.

Celadet yek ji lawên malbata mezin a kurdan Malbata Bedirxaniyan bû. Ew wekî pêşengê nivîsîna kurdî bi tîpên latînî tê nasîn. Di warê lêkolînên li ser zimanê kurdî de gelek xebitiye û li surgûn û nefiyê kovarên Hawar û Ronahî weşandiye. Xebatên Celadet bûn bingeha wêjeya kurmancî ya hemdem. Di jiyana xwe ya siyasî da, Celadet beşdarî gelek çalakiyên neteweperwerane bû, ew endamê Xoybûnê û yek ji damezrînerên wê bû.
Piştî şerê Bedirxaniyan dijberî Sultan Ebdilhemîdî, tevî malbata xwe ber bi Yemenê ve hate surgûn kirin. Piştî ku tevgera rizgarîxwaza tirk bi serokayetiya Misto Kemal bi serkeft, mafên Kurdan hatin berbendkirin, di vê demê da fermana bidarvekirina Emîn Alî Bedirxan û her sê lawên wî derket. Emîn û lawên xwe Sureya çûn Misrê, Kamûran û Celadet jî çûn Almanyayê. Wan li wir dest bi xwendina bilind kir. Celadetî xwendina bilind qedand û bawernameya doktoraya Hiqûqê wergirt. Li sala 1930ê, ew hat bajarê Şamê û dest bi xebata niştimanî kir. Di nav zebata Xoybûnê da endamekê pêşeng bû, ew yek ji beşdar û alîkarên Serhildana Agirî bû.

Ji bilî zimanê kurdî Mîr Celadet bi van zimanan jî dizanibû: îngilîzî, fransî, almanî, tirkî, farisî, erebî, rûsî û yunanî. Kovarên Ronahî û Hawar bi sernivîskariya wî derdiketin.

Nifşa sêyem a Malbata Bedirxaniyan di serê sedsala 20ê da bi Celadet, Kamûran û Rewşen Bedirxan ve destpêdike û xeleka vê malbata serhildêr ya dawiyê ye.
Bêguman di xeleka dawin a Bedirxaniyan da Celadet Bedirxan cîhê heri giring digre. Celadet Alî Bedirxan an jî bi navekê din Mîr Celadet li 26ê Nîsana sala 1893ê li Stenbolê hate cîhanê. Bavê wî ramyar û rewşenbîrê navdar Emîn Alî Bedirxan e ku ew jî yek ji kurên Mîr Bedirxan e.

Dema Celadet ji dayik bû, malbata wî li Stenbolê li sirgûnê bû. Dayika wî Senîha Xanim Çerkez e. Bavê wî Emîn Elî Mufetişê Dadgeha Stenbolê bû. Her wiha, wî li wan salan da di nav tevgera Kurdan da jî cihekê giring digirt.

Ji ber ku Osmaniyan qedexe kiribû malbata Bedirxanî biçin Kurdistanê, Emîn Elî ji bo gihandina zarokên xwe bi çand û zimanê Kurdî ji Kurdistanê çîrokbêj dengbêj û mamostayên ziman û qerwaşan dianîn. Yek ji wan nivîskaran jî Helbestvanê navdarê Kurd Hecî Qadirê Koyî bû ku ew mamosteyê serekiyê zarokên Emîn Elî Bedirxan bû.

Celadet tevî xuşk û birayên xwe yên din li ber destê wan mezin bû. Her wiha Bedirxanî ji Stenbolê bi malbatên li sirgûnê yên wekî Şemzînî, Babanî û Cemilpaşayan re jî hevalbendî dikir.

Osmaniyan li malbata Bedirxan gumanan dikirin. Lewma karê fermî didan ber wan û her tim cihê wan diguherandin. Celadet di zaroktiya xwe de tevî bavê xwe di van sirgûnan da derbas kir û li bajarên wekî Stenbol, Isparta , Edirne , Konya, Aqqa, Nahlûs û Selanikê geriya.

Di 18 saliya xwe da Celadet li Stenbolê dest bi dibistana Medresaya Harbiyê dike. Di salên Şerê cihanî yê yekê da ew wekî mamosteyê gihanidina zabitan xebitî û di ser da li eniya Qefqasê li dijî Rûsan şer kir.

Piştî ku di encama şer da Imparatoriya Osmanî têkçû, û di nav welatparêzên Kurd da pêvajoya rêxistinê destpêkir, Celadet li Stenbolê ket nav karên siyasî û bû yek ji hîmdarên Komela Vêkxistina Civaka Kurd. Ew li pey derfeta damezrandina dewleteka Kurdî bûn.

Piştî şer dewletên serkeftî yên wekî Brîtanyayê li Kurdistanê ketin hin hewldanan. Celadet li sala 1919ê tevî birayê xwe Kamûran û Ekrem Cemîl Paşa û Faîq Tewfq çû Kurdistanê. Li cem wan Zabitên Siyasî yên Brîtanî Major Noel jî hebû. Armanca wan amadekariyên Peymana Sewrê bû.

Kemalîstan ku ji gera Celadet û hevalên wî haydar bûn suwar şandin ser wan û ew mecbûr kirin bizivirin. Celadet di vê gera xwe da heta Meletiyê li Kurdistanê geriya û li ser rewşa welat serwext bû.

Di encamê da, li Sewrê, di bin çavdêriya berdevkê Kurdan Şerîf Paşa , hin mafên netewî hatin nîşankirin. 
Celadet di vê gera xwe ya Kurdistanê da di nav eşîran da gelek metelok, peyv û çîrok jî kom kirin. 
Li sala l922ê, dema Kemalîst hatin ser hukmî û Stenbol bidestxist, ji bo serokên Kurdan ku di nav wan da Bedirxanî jî hebûn, fermana mirinê derçû.
Li ser vê yekê, Celadet tevî birayên xwe Kamûran, Safter Tewfîq û birazayê xwe Heqî ve li sala 1923ê berê xwe da Almanyayê û li wir dest bi xwendina li zaningehê kir.
Li sala 1925ê, dema li bakûrê Kurdistanê serhildana Şêx Seîdê Pîran destpêkir, Celadet ji bo tevlîbûna serhildanê bi dizî hate Kurdistanê. 
Lê heta ku ew giha welat serhildan hatibû şikestin. Ew careka din bi alîkariya eşîrên koçer ji Kurdistanê derket û zivirî Almanyayê.

Di vê navberê da, birayê wî yê biçûk Safter li Almanyayê ji ber nexweşiyê mir. Birayê wî yê din Tewfiq jî zivirî Tirkiyê û li wir bi zora Kemalistan paşnavê xwe kir Çinar û ket xizmeta tirkan. Vasif Çinar birazayê Mîr Bedirxanî jî di vê demê da ji aliyê Mistefa Kemalî ve wekî wezirê perwerdeyê hatibû wezîfedarkirin. Vasif Çinar ji malbata Bedirxanî hatiye derxistin.

Kamûran piştî hatina Celadetî li Almanyayê ma û doktoraya xwe ya hiqûqê dawî kir.

Mîr Celadet piştî dawîkirina zanîngeha hiqûqê bêyî ku doktoraya xwe temam bike hate Qahîre ya Misrê. Bavê wî Emin Elî li ser doşega mirinê bû. Piştî mirina bavê xwe çû Beyrûtê û li wir bicîh bû.
Di van rojan da, li Sûriyê û Beyrûtê gelek rewşenbîrên kurd civiyabûn. Kemalîstan pistî serhildana Şêx Seîdî careka din berê xwe dabû rewsenbîrên kurdan. Yên ku ji ber kêra wan filitîbûn, berê xwe dabûn binxetê.

Celadet piştî ku hate Beyrûtê ket nava tevgera welatparêzên kurd. Di vê navberê da, hewldanên damezrandina rêxistineka neteweyî jî destpêkiribû.

Piştî tevlîbûna Celadet, li 5ê Îlona sala 1927ê li Lubnanê li bajarê Bêhemdûnê kongreya damezrandina Xoybûnê pêkanî. Di nav damezrênerên Xoybûnê da ji bilî Celadetî rewşenbîrên wekî Dr. Nurî Dêrsimî, Qedrî Can, Dr. Nuredîn Zaza, Memdûh Selîm Wanlî, Hemze Bêgê Muksî, Ekrem û Qedrî Cemîl Paşa û serekên herêmî yên wekî Haco Axa, Emînê Perîxanê, Mistefa Şahin Begê Berazî, Bedredinê Hebizbinî û gelekên din jî hebûn.

Yek ji biryarên Xoybûnê ew bû ku ew ji bo piştgiriya serhildana Araratê li herêma sinorê binxetê têkevin nav hewldanên leşkerî.

Bi vê armancê Celadet tevî Haco Axa û Resûl Axayê Miheme li herêma Torê tevî suwarên kurd êriş birin ser qereqolên tirkan.

Lê ji ber ku ew negihiştin armancên xwe, Celadet berê xwe da Çiyayê Araratê û tevî serhildêrên Serhedê bû. Li dûmahiyê, ev serhildan jî têkçû û wî tevî Ihsan Nûrî Paşayî xwe avêt Îranê.

Li Tehranê Şahê Îranê Mehmed Reza Pehlewî xwest wî bi hin bertîlan ji tevgera kurdan dûr bike û li devereka cîhanê jê ra konsolosiya Îranê pêşniyaz kir. Ji ber ku Celadet ew daxwaza Şah qebûl nekir, ew her wê demê ji Iranê hate derxistin. Piştî Îranê, Celadet demekê li Başûrê Kurdistanê û li Bexdayê ma. Lê Înglîzan nexwest ew li Îraqê bimîne û rê li wî tengkir. Ew careka din jî bi neçarî zivirî Sûriyê û li Kurdistana rojava xebata xwe meşand.

Li wir tevî endamên malbata Cemil paşayan, Hemzeyê Muksî û Haco Axa bi navê Civata Alikariya kurdên Belengaz komeleyek damezrand. Armanca wan ew bû alikariya kurdên ku ji bakûr revîbûn bikin. Sûriyê wê demê di bin dagirkeriya Fransayê da bû û têkiliyên Fransî û Kemalîstan baş bûn. Ji ber zixtên tirkan, fransiyan jî nedixwest ew li Kurdistanê bimîne. Li tebaxa sala 1930ê tevî rewşenbîr û serhildêrên kurd ên din bi zorê li Şamê hate bicîhkirin.

Xebatên siyasî ên bêencam û dorpêçana dewletên serdest berê Celadetî dabû rêyeka din. Rewşa herêmê jî êdî dest nedida ku kurd ji bo hevkariyê dewleteka alîgir bibînin an jî serhildaneka neteweyî birêbixin. Hin sedemên din jî ku Celadet her bi rewşeka nû ve dehf dabûn, rewşa navxweyî ya kurdan bû. Di nav kurdan da xwendin û nivisandin û karê rewşenbirî gelek kêm bû. Li dûmahiyê, ew gehişt bû wê baweriyê ku ji bo şiyarkirina kurdan divê karê rewşenbîrî bike û biryara xwe da.

Li rojên sirgûniya Şamê Celadet dest bi karê zimanzanî û çêkirina elfabêyeke kurdî kir. Li gor fikra Celadetî, ew li encama muqayeseya gelek ziman û elfabêyan gihişt hindê ku elfabeya latînî dikaribû berî li nivîsîna kurdî vebike. Ji xwe ew ji sala 1919ê ve xwedî vê baweriyê bû û li Almanyayê li ser etîmolojiyê jî xebitîbû.

Helbet, ji bo pêkanîna raman û îdealên xwe kovarek ji wî ra lazim bû. Li sala 1931ê ji dewleta Fransî destûr girt ku li Sûriyê kovarekê derbixe.

Piştî amadekariyan, li 15ê Gulana 1932ê hejmara yekê ya Hawarê gihand xwendevanan. Armanca Mîr Celadet ewe bu ku alfebeya kurdî-latînî bi vê kovarê li seranserê Kurdistanê belav bike. Mîr Celadet li kovara Hawarê de jî diyar kiriye ku ji bo yekxistina alfabeya kurdî çendîn name ji bo Tewfîq Wehbî nivîsandine, lê mixabin tu bersîv wernegirtiye. Ji ber wê yekê jî li kovara Hawarê de dest bi nivîsandina zaravayê Soranî (latînî) kiriye.

Her li wê salê pirtûka xwe ya rêzîmanê a bi navê Rêzimana Elfabê ya Kurdî çap kir.

Celadet Bedirxan li Şamê di rewşeka nebaş da dijiya. Kemalistan li Tirkiyê dest dabû ser hemî mal û mulkê malbata wan. Celadet ji ber sedemên aborî mecbûr ma ku mamostetiya zimanê Fransî û parêzeriyê bike.

Ew li kolana Salihiye di odeyekê da dima. Ev ode navenda Hawarê, mêvanxane û cihê razanê jî bû. Çavên wî li bendê bûn ku careka din derfetekê bibîne ku bikare biçe Kurdistanê. Lê piştî ku serhildana Malbata Eliyê Yûnis jî hate tefandin, wî fahmkir ku di paşeroja nêz da ew derfet çênabe.

Ji bo vê yekê wî biryara zewacê girt û li sala 1935ê li Şamê bi dotmama xwe Rewşen Xanimê ra zewicî. Rewşen xanimê wê demê mamosteyî dikir.

Di zewaca wan da bi navên Cemşîd û Sînemxan du zarokên wan çêbûn. Her wiha, kurekê wan bi navê Safter jî hîn di yeksaliya xwe da miribû. Keça Rewşenxanê ya ji şûyê (mêrê) wê yê yekê bi navê Useyma bû li ba wan dima. Ji zarokên Celadet, Cemşîd li Almanyayê doktorî xwend û li sala 1999ê çû ser dilovaniya xwe. Ji Cemşîd kurek û keçek bi navên Kurd û Evîn hene. Kurd li Almanyayê doktorî qedandiye û niha jî li wir karê xwe didomîne. Evîn jî çalakvaneka civakiye û ew jî niha li Almanyayê dijî.

Her wiha, keça wan Sînemxan niha tevî malbata xwe li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê dijî. Sînemxan li gel nivîskar û endezyarê neftê Salah Sadallah jiyana hevjîniyê pêkaniye û wê jî du zarokên bi Navê Dilnaz û Azad heye. Dilnaz li Zanîngeha Sorbuna Fransa beşa wergeriyê qedandiye û niha jî li gel zarokên xwe (Ciwan, Mîro, Alan) li Parîsê dijî. Azad Endezyarê Karebayêye û wî jî kurek bi navê Alan heye. Ew jî niha li Qatarê dijî. Sînemxan Bedirxan hewl dide hemû berhemên Bedirxaniyan kom bike û ji nû ve çap bike. Heta niha nêzîkî bîst û pênc berhemên Bedirxaniyan û berhemên hevjîna xwe Salah Sadallah çap kiriye. 
Niha bernameya wê ya herî girîng amadekirina Ansiklopediya Bedirxan e ku îsal 15.05.2011 li roja derxistina kovara Hawarê amadekariyên Ansîklopediya Bedirxan hate ragihandin. Armanca vê Ansîklopediyayê ewe ku hemû berhemên Bedirxaniyan li nav vê ansîklopediyayê kom bike û pêşkêşî xwendevanên kurdî bike.
Useyma jî niha tevî malbata xwe(sê keç Şîrîn, Nesrîn, Ruşen) li Beyruta Lubnanê dijîn.
Bi destpêka Şerê Cîhanî zextên siyasiyên li ser rewşenbîrên Kurd li Sûriyê careka din destpêkir. Dewleta Fransî di nav salên 1943ê û 46ê da bi zorê rûniştina li Şamê li ser Celadet ferzkir. Qedexe bû ku ew ji Şamê derbikeve. Ev bi zorê rûniştina li Şamê ji aliyê rejîma Sûriyê ve jî heta 1948ê hate domandin. Piştî destpêka Şerê Cîhanî yê Duyê Celadet dest bi karên rojnamevaniyê kir û li sala 1942ê li Şamê Kovara Ronahî weşand.

Pênç hejmarên Ronahiyê yên pêşîn li ser nûçeyên Şerê cîhanî bûn. Di demên paşîn da jî êdi Ronahî kovareka xwerû kurdî bû û bi nivîsên li ser ziman, wêje û çanda kurd hatibû xemilandin. Piştî ku li sala 1943ê Hawar hate rawestandin jî, Mîr Celadet giranî da ser Ronahiyê.

Hingê birayê wî, Kamûran, jî li Lubnanê kovareka kurdî-fransî bi navê Roja Nû derdixist. Serpêhatiya_kovara Ronahî jî heta sala 1945 ê ajot.

Mîr Celadet di jiyana xwe ya rewşenbîrî da ji bilî xebatên kovar derxistinê gelek pirtûk jî nivîsîn. Her wiha, ji bilî kovarên ku wî derdixistin, di gelek kovarên Kurdî û yên zimanên din da jî nivîsiye. Ji ber tengasiyên aborî, Mîr Celadet li sala 1950ê li gundê Hecanê, ku nêzî Şamê bû, dest bi karê çandinê kir. Ji bo debara malbata xwe, ew mecbûr mabû karekî wiha bike.

Her çende gelek hevalên wî yên dewlemend hebûn û wan dixwest alîkariya wî bikin jî, wî alîkarî qebûl nedikir. Li Gundê Hecanê ji bo avdana pembûyê zeviyên ku diajot bîreka mezin kola. Di nameyên ku ji malbata xwe ra dinivisîne navê wê bîrê danîbû Bîra Qederê.

Mîr Celadet li 15ê tîrmeha sala 1951ê li gundê Hêcanê nêzîkî Şamê çû ser dilovaniya Xwedê û termê wî li kêleka bapîrê wî, Mîr Bedirxanî, li Goristana Mewlana Xalidê Nexşebendî li taxa Kurdan li Şamê hate veşartin.

Li van salên dawî de hinek nûçe derdikevin ku qaşo Celadet Bedirxan ji aliyê dezgehê hewalgiriya(îstîxbarata) dûgela Suriye ve hatiye kuştin. Lê belê heta niha tu belgeyek di vî derbarî de tûneye û zarokên Mîr Celadet (Sînemxan û Useyma Bedirxan) jî di vî derbarî de didin zanîn ku ev nûçe bê bingehin û ji gote gotan pêkhatiye.




#Article 168: Opera (gerok) (144 words)


Opera wekî Internet Explorer, Mozilla û Mozilla Firefox gerokek (browser) ji bo înternetê ye. Taybetiya Opera biçûkbûn û lêza xwe ye. Opera jî yekemîn ji gerokên mezin ku bi kurdî hat wergerandin.

Opera belaş e, lê ne nivîsbariya azad e. Opera xwe bi reklam fînanse dike. Mozilla û Mozilla Firefox nivîsbariya azad e.

Opera geroka yekemîn e ku li kurdî hatiye wergerandin. Opera 7.53 di tîrmeh 2004'an de qediya. Opera 8.0 jî di sala 2005'an de bi kurdî hate weşan.

Opera 7.53 ku ji alî Rêzan Tovjîn ve hate wergerandin di malpera www.opera.com de ji meha tîrmeha 2004'an de hate weşandin. Ev ji bo zimanê teknîk ê kurdî gaveke girîng bû û yekemîn car bernameyeke bi vî rengî fireh bi kurdî hate pêşkêşkirin. Binêre: Nivîsbariya kurdî

Opera 7.54 jî di meha Gelawêja 2004'an de derket.
Di sala 2005'an de Opera 8.0 bi kurdî derket.




#Article 169: Ansîklopediya zarokan (pirtûk) (190 words)


Ansîklopediya Zarokan pirtûkeke zarokan a bi swêdî ye, ku ji aliyê Amed Tigris, Mahmûd Lewendî, Hesenê Metê, Seyidxan Anter û Ali Çiftçi ve ji bo kurdî hatiye wergerandin û di Weşanxana Apec'ê de hat weşandin. Wênekêşê ansîklopediya swêdî ji bo pirtûkê wêneyên orjînal çêkirine. Pirtûk li soranî jî hatiye wergerandin. Hem çapa kurmancî û hem jî çapa soranî ji aliyê weşanxaneya APECê ve hatiye çapkirin.

Ansîklopediyeke bi wêne û rengîn e. Hinek mijarên kurdî yên wekî newroz, cilûberg, zebeşên Amedê, kew û hwd. lê hatine zêdekirin. Di vê Ansîklopediya Zarokan de nêzî 500 peyv û gotin hene ku li gor rêza alfabeyê hatine rêzkirin. Ew ansîklopedî di sala 2004'an de derket. Hemû peyv û gotin jî li gor cîhan û fantaziya zarokan hatine hilbijartin. Di her rûpeleke vê ansîklopediyê de rêza alfabeya kurdî heye û tîpa aktuel li ser vê rêzê bi rengekî din hatiye nîşankirin. Ev jî ji bo zarokan hêsan dike ku tîpa alfabeyê baştir bibînin û nas bikin. Girêdana wêne, peyv û tîpan alîkariyê dike ku zarok zûtir serwextî zanînê bibin.

Ansîklopediya zarokan berî herkesî ji bo zarokên dema dibistanê ye, bi taybetî jî yên salên destpêkê.




#Article 170: Paul Celan (179 words)


Paul Celan helbestvanekî elman yê cihû bû.

Di 23'ê sermawezê 1920an li bajarê Rumaniyayê Czernowitz hate dinê. Ew kureekê bi tenê bû. Ji bo bav û dayîka wî cihuyê elman bûn, wî xwendin û pîşkariya xwe bi zimanê elmanî û îbranî kiribû. Paul Celan, bi helbestên bo stranan dest bi nivîsîna helbestan kir, lê ew nivîs bixwe jî ketibûn bin bandora Surrealîzmê. Di sala 1959an de, berhema wiya ko pê re binav û deng bibe bi navê “Sprachgitter= Zimanê hesinî“ der xist.

Paul Celan, li hindê helbestên xwe wek wergêr jî dihate naskirin. Hîn di destpêka huneriyên xwe de, dema ko li Bukreşê bû û di salên navbera 1960 û 1970 de, gelek berhem ji Rûsî û Frensî wergera zimanê elmanî kirin.

Paul Celan bi xwekujê dawiya umrê xwe dide. Lê ew ne vebirîye ko wî xwe kîjan tarîxê de xwe kuşti ye. Hin rîwayatan de, tê nivîsîn ko di şeva 19-20 avrêlê 1970an xwe kuştiye, û di hinên din de jî, tê nivîsîn, ko di 26'ê avrêlê 1970 li Parîsê, di çemê Seine de xwe kuştiye.

(ji tirej.com)




#Article 171: Malmîsanij (kirmanckî) (296 words)


Rojnamevan-nustox Malmîsanij 1952 de yew (jû) dewa Amed (Diyarbekir) de maya xo ra bî. Wendişê xoyo verên û mîyanên Kurdistan de, unîversîta zî (kî) Enqere de qedênay. Dima heşt serrî Kurdistan de malimîye kerde. Mabênê serranê 1975 û 1981î de hîrê rey dekewt hepisxane.

Malmîsanij hîna zaf bi lehçeya kirmanckî (zazakî) û tirkî nuseno. Ehmedê Xasî û Usman Efendiyê Babijî ra pey heta 1970 welat de kirmanckî (zazakî) nênusîyabî (nêamebî nuştene). Malmîsanij keso tewr verên (yewin) o ke serranê 1970 de welat de kirmanckî nuşto. Ey û tayê hevalanê xo 1979-1980 de Tirkiya de kovara (dergîya) Tîrêje vete. Nêmeyê na kovare kirmanckî (zazakî) nêmeyê aye zî kurmanckî (kirdaskî) bî. Ferhengê verênê kirmanckî Malmîsanijî hedre kerd û 1987 de neşr kerd. Ey fariskî û tirkî ra tayê hîkayeyî zî tercumeyê kirmanckî kerdî. Reya verêne ey Mewlidê Ehmedê Xasî û Usman Efendiyê Babijî herfanê erebkî ra çarnayê (tadayê) herfanê latînkî ser û nê her di şaîrê kirmancan bi ma dayê naskerdene.

Heta ewro nizdî pancas rojname (gazete) û kovaran de, bi seyan nuşteyê Malmîsanijî vejîyay û ey nê kovaran de redaktorîye kerde: Tîrêj (Îzmîr), Hêvî (Parîs), Armanc (Stockholm), Çarçira (Stockholm), Wan (Stockholm), Çira (Stockholm).

O serekê Komeleya Nuştoxanê Kurdan (Kürt Yazarları Derneği) û serredaktorê kovara Vateyî yo.

Heta ewro nê hîrês (des û hîrê) kitabê Malmîsanijî vejîyay:

Kitabanê corênan ra yê 2., 3., 5. û 11. bi kirmanckî (zazakî) yê, ê bînî bi kurmanckî (kirdaskî), tirkî û swêdkî (isveççe) yê.

Nînan ra teber Malmîsanijî no kitab redakte kerdo: Koyo Berz, Na Xumxuma, Jîna Nû, Uppsala, 1988
No kitab transkrîbe kerdo û ziwanê ey sade kerdo: Celâdet Âli Bedirhan, Günlük Notlar (1922-1925), Dilini sadeleştirerek yayına hazırlayan: Malmîsanij, Stockholm, 1995, 76 rîpel

Tayê nuşte û şîîrê Malmîsanijî tercumeyê fransî, swêdkî û erebkî bîy. Di kitabê Malmîsanijî zî tercumeyê erebkî bîy:




#Article 172: Claudia Pahl (241 words)


Nivîskar û hunermenda elman Claudia Pahl, ku bi navê Pahlî hatiye naskirin, bi gelek beş û coreyên toreyê ve xwe mijûl dike. Ji hêlekê ve wek aktereke şanoyê ko di warê satîrê (komîdiya rexeneyî ) li Niedersachsen hatiye naskirin, ji hêla din ve nivîsên wê ên pexşan, efsane û helbestê belav dike.

Pahlî, di sala 1971ê de ji dayîk bûye û niha li Hannover dijî. Pahlî xwendina xwe a zaniyariya civakê di sala 1998an, li zanîngeha Bochum û Hannover bi dawî aniye. Ji sala 2001ê ta niha jî serperştiya Govara rojane di Radiyo Flora de dike.

Ji salên 1989an de dest bi nivîsînê kiriye û gelek deqên şanoyên xwe nivîsîne. Pahlî di rêdaksiyona çend govaran de kar kiriye û hinek pirtûk weşandine.

Pahlî berhemên xwe di gelek govaran de belav kirin û bi taybetî ên di wan de kar kiriye û ên Radiyo Flora, herweha deqên xwe li pir deveran xwendine, û li pir cihan wek aktereke şano derketiye ser textê şanoyê.

Pahlî di beşê hunera axaftinê de pispora û waneyên hunera axaftinê (Rethorik) li Zanîngeh a Hannover û kursên taybet dide.

Pahlî di helbestên xwe de carnan ji motîvên siyasî derbasî deqên xwe dike û dixwazê bersivê bide. Lê vê dema dawî de, gihaye wê behweriyê, ko êdî bersivdan û qane,ikirin ne karê helbestê ye, belkî çandina pirsan pêdivîtir e ji bersivan, lê dîsan jî mirov tê tîne der, ko pirr caran xelkekî din û derdên wan dinivîsê.

 

(ji tirej.net)




#Article 173: Haydar Diljen (430 words)


Rojnamevan-nustox Haydar Diljen serrda 1951 di Sêwregi di, dewda Xerzinoy di ame dinya.  Mekteba destpakerdeni dewida Bilêrizî di qedênê. 1970 di Erxenî di wendişê mahlîmeyda mektebda destpakerdeni qedêna û dewênda Sêwregi di dest bi malîmey kerd. 1974 di kewt Enstîtuda Perwerdeyey ê Diyarbekirî. 1977 di na mektebi qedênê û bî malîmê dersda ziwan û edebiyatdê tirkî û Diyarbekir di dest bi kar kerd. Eynî serrê di zewijiya. 1980 di cûntaya eskerey ci kar ra eşt. 

Mabêndê serrandê 1971 û 1980 di çend finî kewt hepis û vijiya. Ci rê xeylê dawey abiyay.

Komelandê malîman  di zî aktif kar kerd. 1973-1974 di serokeya Şûbada TOB-DERi ê Sêwregi kerd. 1975 di bî sekreterê Şûbada TOB-DERi ê Diyarbekirî. 1978 di, Anqere di,  kongredê TOB-DERi di malîmê Diyarbekirî temsîl kerdî.

Haydar Diljen  1984î ya nata yo ki Swêd di mahlîmeya kurdkî keno. 

Heta nika  panc kitabê dersi nuştê. Nînan ra yew kitabê alfabada dimilî yo, Ziwanê Ma/Alfaba. Kovarandê Armanc, Berbang, Medya Güneşi, Çira, Vate, Avaşîn, Welat, Hîwa di, bi kirdaskî û dimilî (zazakî) ziwan, kultur û siyasetî ser o xeylê maqaley nuştî.
 
Haydar Diljen zewijiya yo û bi namedê Şîlan, Arjen û Diljenî ya hîrê qeçê ci estê. Haydar Diljen endamê redaksiyondê kovarda Vateyî yo. Bi kirdaskî û dimilkî ya mektebên da înterneti viraşta.

(Bi destûr ji Antolojiya Hamdi Özyurt)

Haydar Diljen
Mamoste û nustox Haydar Diljen serra 1951 de Sêwregi de, dewa Xerzinoy de ame dinya. dibistana destpakerdene dewa Bilêrize de qedênê. 1970 de Amed de wendişê mahlîmeyda dibistana destpakerdene qedêna û dewênda Sêwregi de dest bi mamosteyey kerd. 1974 de kewt Enstîtuda Perwerdeyey ê Diyarbekirî. 1977 de na wendegehe qedênê û bî malîmê dersa ziwan û edebiyatê tirkî û Diyarbekir di dest bi kar kerd. Eynî serrê de zewijiya. 

Mabênê serranê 1971 û 1980 de çend rey kewt hepis. Ci rê xeylê dawey abiyay.
Komelandê malîman de zî aktif kar kerd. 1973-1974 de serokeya Şûbada TOB-DERi ê Sêwregi kerd. 1975 de bî sekreterê Şûbada TOB-DERe ê Amedî. 1978 di, Anqere di, kongredê TOB-DERi di malîmê Amedî temsîl kerdî.

Haydar Diljen 1984î ya nata yo ke Swêd de mahlîmeya kurdkî keno.
Heta nika des kitabê dersa kurdkî nuştê. Înan ra yew kitabê alfabaya dimilî (zazakî, kirmanckî, kirdkî) yo, Xeylê kitabê domanan swêdkî ra çarnayê kirmanckî. Ziwanê Ma/Alfaba. Kovarandê Vate, Armanc, Berbang, Medya Güneşi, Çira, Avaşîn, Welat, Hîwa de, bi kirdaskî û dimilkî (zazakî, kirmanckî, kirdkî) zafêr ziwan ser o xeylê maqaley nuştî.
Heta nika bi seyana  panel û konferansan de ziwan û perwerdeyî sero semînerî dayê.
Haydar Diljen Serra 1996î û nata yo ke Grûba Xebate ya Vateyî de kirmanckî ser o  xebitêno.




#Article 174: J. Îhsan Espar (229 words)


Rojnamevan-nustox J. Îhsan Espar 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de Dîyarbekîr de Înstîtuyê Perwerdeyî qedênayo. Kurdistan de demeyêko kilm mamostetîye (melimîye) kerdo. Semedê xebata xo ya sîyasî mehkûm bîyo û 1983 de ameyo Swêd.
 
Hetanî ewro, kurdkî (kirmanckî, kurmanckî), tirkî û swêdkî gelekî nuşteyî ey kovar û rojnameyan de neşr bîy. Bi kirmanckî (zazakî, kirdkî, dimilkî) şîîrî û hîkayey nuştî. Redaksîyonê kovara Vateyî de xebitiyêno.

Bi nameyê “Tanî Estanikî û Deyîrê Ma“ kitabêk ey esto.

(Nuşteyê Roşan Lezgînî ra)

J. Îhsan Espar Kam o?

J. Îhsan Espar 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Înstîtuyê Perwerdeyî qedênayo. Demeyêko kilm Kurdistan de mamostetîye kerda. Ameyîşê Cuntaya Eskerî ya 1980î ra pey, semedê xebata ey a sîyasî polîs ci geyrayo. Menga nîsana 1982 de Kurdistan ra vejîyayo, 1983 de şîyo Swêd û nika zî uca ciwîyêno. J. Îhsan Esparî Swêd de zî unîversîte de tarîx, îlmê cematkî û averşîyayîşê ziwanê ciwananê diziwaniyan wendo. 
Hetanî ewro gelek nuşteyê ey ê kurdkî (kirmanckî, kurmanckî), tirkî û swêdkî, hîkaye û şîîrî ey ê kirmanckî kovar û rojnameyan de neşr bîy. O, Grûba Xebate ya Vateyî reyra ziwanê kurdkî û bi taybetî lehçeya kirmackî ser o xebitîyêno. Û hûmara yewine ra hetanî nika redaktoriya kovara Vateyî keno.

Kitabê ey:

Îstanbul, (No Ferheng, Grûba Xebate ya Vateyî reyra amade kerdo.)

Kitabê ke tadayê (tercume kerdê):




#Article 175: Azadiya Welat (674 words)


Azadiya Welat rojnameyeke kurdî a rojane ye ku li Amedê derdikevê. Azadiya Welat li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê tê belavkirin û rojane derdora 14 hezar heb tên firotin û bi vê yekê Azadiya Welat rojnameya kurdî ya ku herî zêde tê xwendin e. Ku rojnameya di 28ê tebaxê de 2016 hate qedexe kirin.

Piştî ku mîsyona Heftenameya Welatê Me bi dawî bû rojnama kurdî bi navê Azadiya Welat di sala 1996ê de di bin gerînendetiya Mehmet Gemsiz û Berpirsiya karên nivîsaran a Dizgûn Denîz de dest bi weşanê kir. Piştî ku Dizgun Denîz derket derveyî welat, Salihê Kevirbirî bû berpirsê Karên Nivîsaran. Kevirbirî, ji ber vê peywira xwe gelek caran bi dadgeh û binçaviyan re rûbirû ma û kete girtîgehê. Xwediyê Rojnama Azadiya Welat, di destpêkê de Celalettîn Yoyler bû. Piştî sala 2003ê Azadiya Welat navenda xwe anî Amedê û Gerînendetiya rojnameyê Tayîp Temel girte ser xwe û ew bi rêve bir. Heta tebaxa 2006a heftane derket, ji 15ê tebaxê 2006a şûnve rojane derdikeve.

Rojnameya Azadiya Welat li ser kevneşopiya heftenameya Welat ku ji aliyê Apê Mûsa, Feqî Huseyîn Sagniç, Zübeyir Aydar û gelek rewşenbîrên din ve hatibû avakirin dest bi weşanê kir. Piştî ku Welat ji aliyê dewletê ve di sala 1994’a de hate girtin, heftenameya Welatê Me bi qasî salekê weşan kir û ew jî hate girtin. Ji sala 1996’a heta 2003’a Azadiya Welat li ser heman kevneşopiyê weşana xwe domand.

Piştre biryar da ku bê welat û navenda xwe anî Amedê. Bi tevahî heta tebaxa 2006an 554 hejmar bi awayekî heftane derketin. Azadiya Welat li hemû Kurdistanê rojnameya herî domdirêj e ya ku heta neha derketiye. Di nava 12 salan de ji sedî zêdetir doz lê hatin vekirin. Gelek dozên ku hatine vekirin ji ber wêneyan hatin vekirin.

Ji ber ku Tirkiye nedixwest behsa kurdî bê kirin, di îdianameyan de Azadiya Welat wekî rojnameyeke bi zimanekî neyê fêmkirin weşanê dike bi nav dikir.

Azadiya Welat di 15’ê tebaxa 2006an de bi pêşengiya Tayip Temel û gelek kedkarên din gaveke din a yekemîn avêt û dest bi weşana xwe ya rojane kir. Lê ceza û doz bi dawî nebûn. Êdî dihate gotin ku bi kurdî propagandaya PKK’ê dike û lewre jî di nava 3 mehan de nêzî 20 dozan lê hate vekirin. Li Midûrê Karê Nivîsan Hamdullah Yilmaz ji du dozan bi tevahî çar sal û sê meh cezayê girtîgehê hate birîn. Ji dosyayekê sê sal û ji ya din jî 15 meh ceza ji aliyê 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hate dayîn û ew niha li benda erêkirina Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê ye.

Ev dozên dawî dawî piştî ku Serokfermandarê Artêşa Tirk Yaşar Büyükanit çapemeniya kurd wekî hedef nîşan da pêk hatin. Ev rewş diyar dike ka hiqûqa Tirkiyeyê di çi rewşê de ye. Midurê Karê Nivîsan Hamdullah Yilmaz daxuyaniyek da û got ku ew êdî naçe dadgehê parastinê nake. Piştî Yilmaz, Vedat Kurşun bû xwedî û midûrê karê nivîsan ê rojnameyê. Piştî Kurşun, Emîne Demir berpirsyariya hiqûqî girt ser xwe û bû Xwedî û Midûra Nivisan a Azadiya Welat.

Azadiya Welat di 28ê tebaxê de 2016 hate qedexe kirin.

Heftenameya Welatê Me şeş meh piştî rojnameya Welat, di çiriya paşîn a 1994a de dest bi weşanê kir, di çiriya paşîn a sala 1995a de jî dawî li jiyana xwe anî ji bo cihê xwe ji rojnameya Azadiya Welat re bihêlê. Xwediya Heftenameya Welatê Me, Aynur Bozkurt, Gerînendeyê Giştî Mazhar Gunbat û berpirsiyarê karê nivîsaran Mehmet Gemsiz bûn. Di rojnameya Welatê me de wekî din van kesan kar dikir: Duzgun Deniz, Suut Kiliç, Sami Tan, Songul Keskin, Metin Aksoy, Siraç Aksoy, Salih Gunbat, Cewdet Hekarî, Gulsen, Abdullah Cangir, Amed Tigris, Faysal Daglî, Şefîk Beyaz, Ismet Akkurt, Ahmed Şerîfî, Bêrîvana Dêrsimî, Nijad Yaruk, Welat Gul, Gaffar Erbek, J. Espar, Lerzan Jandil, Sirwan Rehim, Bekir Şiwanî, Salihê Kevirbirî, Zahir Kayan, Mirhem Yigit, Murat Baran, Murat Batman,Cemil Oguz Zulkuf Kişanak Azad Altun, Mezlûm Doxan, Îkram Balekanî û gelek kesên ku ji derve carna bi dilxwazî nivîs û nûçe dişandin. Piraniya kesên di Welatê Me de xebitîn, berê di Welat de jî xebitîbûn.




#Article 176: BIOS (141 words)


BIOS kurtenavkirina Basic Input/Output System e û vek nasnameya kompûter te naskirin. BIOS qalikek biçûk bi qerta bingehîn ve zeliqîye û wezîfeya we wergirtina agahîyen kompûtere di heqê kijan teknolojîye bikartine tespît bike.

Çaxe ku kompûter vedibe her tim peşîn li BIOS dinere. Ji bo ku kompûter dikaribe hemû amrazên peytandi bitefsîlîne agahiyan ji BIOS dixwaze. Wek hejmar û kijan dîsk, kirar (processor), hafize, û vekîdi kijan giredayîye vek dîskxane, CD-Rom, CD-RW, DVD ûv...

Gûhertina agahîyen BIOS mimkûn e, le ne minasibe ku ne mecbûrî be, ji ber ku eyarkirina BIOS şixûlekî dijbare, gûhertinen careke xeletî pekhat, tene merîven şehraze dikari serast bike.

Piraniya kompûterên nû BIOS bi versiyonek FLASH hatiye xemilandin. Taybetmendiya flash meriv dikare BIOS hesanî rojane bike, Le çaxe ku tu versiyoneke rojane xelet dakîşîne talûka kompûter bi careke venebe heye.

Peşnîyazîyen hilberîne (Producent) kompûter bo BIOS binêre.




#Article 177: Perl (302 words)


Perl xweş vek CGI (Common Gateway Interface) te naskirin derdorê. 
Weşankarek peşketî ji bo avekirina tevnika malperaye, piranîye me pirî caran
ji bîr dike vî zimanê hêzdar.

Ji xwere bifikir zimanek hemû başîtîyen hemû zimane guzîde wergirtiye nav xwe

Çaxe ku tû xwe hînî Perl bike, îhtîmalek mezinê ku tû ji bo malper çekirine bikarbîne wekî din Perl platforma Linux/Unix de bi haveyek din jî meriv dikari bikarbîne.

Makînek Linux/Unix (ne mecbûrîye, le hesanîtire), û Perl standard hatibe avekirin
Dive tû dizanîbe çava belgedanek tekstnivîs li gor bikarhêner îmtiyaz bike.

Gelek caran vilo ye: chmod a+x fil.pl

Tişte ku dikeve hûndire naveroka Perl-script rastî ne geleke, kesen ku PHP dizane ve
hemşibandiya van hesanî bibîne, Rêza peşîn di belgedaneka *.pl ev e:

Navnîşena rêgeha wergêrandine ye, di makînek Windows de tene #!perl bese.
Her script li gor zimane xwe hêjahîye van hene, Variable bi kurdî te manêya guhêrok
merîv bikar tîne çaxe ku hêjahîyekî bi nav bike, Munasîbe merîv data (dane) di $variable de qeyd bike.

Guhêrok an jî Variable bi herfa $(dolar) destpêdike, vek:

 $naveMin = OmeriKeles;

Hay jê hebe bi nuqtebêhnok ; davî dibe, ev sinyal dike fermana ve rêzdarê xelas bu.
Em niha dikarin mestereke bi çend rêzika bidin:

 #!/usr/bin/perl -w

 $NaveMin = OmeriKeles ;

 print $NaveMin;
 print  $NaveMin ;

Ve veha be xûyakirin:

 OmeriKeles
 OmeriKeles

Bawerdikim niha tu ji xwere difikire gelo ew jî çiye. bele ne tiştekî zehmete.
Te maneya New Line (Rêzek nû), çaxe ku dibîne diqevizê rêza din.

Em dixwazin ve artîkele bi numûneyek WebScript davî bikin. 
Ev Script agahîyen bikarhêner, Server, û IP-adresa te daxûyanî dike.

 #!/usr/bin/perl -w
 #şîrove
 #heger li vir ! dûvde hebe, ve rêzen dûvde jî berdewam bike.

 print Content-type: text/html ; # dîve bi internet ve gredayî be (Dokument type)

 print Server machine software: $ENV{'SERVER_SOFTWARE'};
 print Server machine software: $ENV{'REMOTE_ADDR}; 




#Article 178: @ (571 words)


@ yan nîşana @ (bixwîne nîşana at) yan jî nîşana at, nîşanek e ku bi taybetî li ser înternêtê tê bikaranîn. Wateya @'ê (at) bi îngilîzî, ji bo, bo, jê re ye. 

Ji destpêka ku înternet ket jiyana me heta îro, nîşana @, bû nîşana ku me herî pir bikaranî. Bikarhênerên amator, şîrketên tîcarî, hunermend, karmend, nivîskar û hwd. hema bêjin herkes, e-nameyek stend û nîşana @ xist ber navê xwe. Ev nîşan bû sembola modernîzm, têkiliyên hevçax û girêdayîbûna înternetê. Baş e gelo hûn dizanin ev nîşana ku di jiyana me de bû ye xwedî ciheke mezin, xwedî dîrokeke 500 salî ye? Beriya ku em li dîroka kevnare ya nîşana @ binerin em li dîroka nêzîk ya vê nîşanê çav bavêjin. Nîşana @ gava yekem wek perçeyeke e-name yê, di sala 1971 ê de ji aliyê Roy Tomlînson ve hate bikaranîn. Tomlînson'ê mihendîsê kompûteran ji bo bi kurtasî mesaja elektronîk ku cara yekem ji xwe! re şandi bû, îfade biki, nîşana @ hilbijart. Baş e Tomlînson ji bo çi nîşana @ hilbijartibû? Tomlînson bersîva vê pirsa wiha dide: Min li nîşanek ku di navê tu kesekî de tunnebe û nebi sedema tevlîheviyê geriya.

Baş e gelo ev nîşan di kompûteran de çawa hate bikaranîn? Zimanzanan li ser vê mijarê dibin dualî. Li gor hinekan, ji bo cara yekem di destpêka serdema navîn de ji aliyê kêşeyên ku li ser berhemên destnivîsarî dixebitî hate bikaranîn. Nîşana @ a kêşeyan ada ku di latînî de dihat maneya di nav de û nêzîkê wê de temsîl dikir.

Rastî ev bû ku piraniya zimanzanan difikirîn ku nîşana @ di demek nêzîk de, di sedsala 18. de hatiyê dîtin. Li gor pisporan @ di wê demê de sembolek ticarî bû ku di têkiliyên aborî de dihate bikaranîn.

Mînak: Dema ku dihate gotin 5 sêv @ 10 penî, dihat wê wateyê ku yekeyek bi 5 sêvî, bi deh peniyê tê frotin.

Lêbelê, lêkolinerek Îtalyan derxist holê ku di dokumentên sedsala 14. ya Wenedikiyan de bi awayekî berçav tê dîtin ku nîşana @ hatiye bikaranîn. Di van dokumentan de nîşana @ wek sembolek pîvanî ji bo anfora an jî kûp ê dihate bikaranîn. Her wiha lêkolînereke bi navê Gîrogîo Stabîle di ferhengokek Latînî-Spanyolî ku di sala 1492 de hatiye nivîsîn keşf kir ku peyva anfora tê wateya arroba ku pîvanek giraniyê ye. Di dawiyê de nîşana @ wek a ya ticarî di sala 1885 ê de, di klawyeyên yekem makineya nivîsê ya bi navê Underwood ê de ci! hê xwe girt. Ji wê rojê heta îro di klawyeyên kompûteran de wek nîşana e-name yê hate bikaranîn.

Di van rojên dawî de pirsgirekên li ser xwendina @ ê de tê ditin. Naveke gerdûnî û hevbeş ya vê nîşanê tuneye. Îspanyol û Portekîzî wek weteya wê ya dirokî jê re dibêjin arroba, Fransizan jî hinek vê peyvê diguherînin û dibêjin arobase. Amerîkî û Îngilîzan jî at-sign (nîşana at) bikartînin. Almanan dibêjin at zeiczhen, Japonan jî! wek atto maak dixwînin. Di tirkî de nîşana @ carna wek guzel a (a ya xweşik) tê bikaranîn. Di nav kurdan de ev nîşan bi piranî wek et an jî nîşana et tê xwendin.

Li hîn welatan ev nîşan li heywanên cûda cûda tê şibandin. Alman, holandî, macar û afrikiyên ji başûr, nîşana @ dişibînin wek teriya meymûnekê. Vê nîşanê fransizan wek şeytanokekê, danîmarkiyan wek xortima fîlekê, norwêcî wek teriya berazekê, Çîniyan wek mişkekê biçûk, rûsan wek kûçikekê, fînlandiyan jî wek pisîkek razayî dibînin.




#Article 179: Sûrî (630 words)


Sûrî (bi erebî: سوريا ‎ Sūriyā) an jî Komara Erebî ya Sûriye (الجمهورية العربية السورية Al-Jumhūriyyah al-'Arabiyyah as-Sūriyyah) welat û dewletek di rojhilata navîn de e. Li wir nêzîkî 18 milyon kes hene. Serbajarê Sûriye Şam e.

Piştî encamdana Şerê Cîhanî yê Yekem, di navbera Împeratoriya Osmanî û dewletên Ewropî de Hevpeymana Versailles hate destnîşan kirin. Bi dûçûna vê hevpeymanê Osmanî dê serxwebûna dewletên Ereb bi şerta mandatiya Fransa û Îngilîstanê dê qebûl bike. Li sala 1922yê de di Cemiyeta Netewan de ev mafên van dewletan hatin pejirandin. Bi dûçûna vê rêkeftinê Îraq û Filistîn dê di bin berpirsiyariya Brîtanyayê de, Libnan û Suriye jî dê di bin berpirsiyariya Fransa de be. Li vî demî kurê Şerîfê Mekeyê Huseyîn; Faysal li dijî Fransayê serhildanek da destpê kirin ku Suriyeyê bike di bin desthilata xwe de lê ev serhildan hate vemirandin. Piştî têkçûnêe Faysal diçe Îraqê.

Berî şerê cîhanê yê duyem di nav dewletên ewropayî de li her derê cîhanê de miadeleyek hebû. Ji ber tirsa ketina Almanan bo rojhilata navîn di xizîrana 1941ê de Brîtanyayê ji bo alîkarkirina Fransayê, Suriye dagir kir. Piştî xelasbûna şer di dawiya sala 1945ê de bi hevpeymaneke Brîtanya û Fransayê, her du dewletan hêzên xwe ji Sûrî vekişandin û dewleta Sûrî ya serbixwe ava bû.

Li Sûrî derbeya leşkerî çêbû û terefdarên Cemal Ebdulnasir bûn desthilat. Di reşemeha 1958ê de Sûrî û Misirê bi navê Komara Yekgirtî ya Ereb ava kirin. Lê li sala 1961ê de li Sûrî derbeya leşkerî çêbû û ev komar jî hate rûxandin.

Piştî şerê 1967ê bi binketina dewletên Ereb xelas bû, li nav dewletên Ereb jî guherîn destpê kirin. Li Surîyê li sala 1970ê de bi rêberiya Hafiz Esad derbeyeke leşkerî pêkhat û bû desthilatê nû.

Li sala 1973ê de Misirê ji nişka ve êrîş bir ser leşkerên Îsraîlî yên li derdora Kanala Sûveyşê. Di vî wextî de jî leşkerên Suriyê êrîş bir ser girên Golanê. Bi alikariya DYAyê ev rewş guherî û bi serketina Îsraîlê bidawî bû. Ji ber vê helwesta DYAyê dewletên Ereb û OPECê ambargoya petrolê dana ser dinyayê û bahayê petrolê zêde bûn. 2 sal piştî şer, bi berevaniya DYAyê Sûrî û Îsraîl pêkahtin û Îsraîl ji ax3en dagirkirî derket.

Wekî ku tê zanîn, hêjmara hemwelatiyên Sûriye zêdeyî 19 milyonan ne, % 75-ên van jî ne ereb in. Hêjmarek mezin Kurd in (li gorî sîyaseymedarên kurd yê Sûriye, sê milyon kurd hene; hinek jî dibêjin ku sê milyon in) her wiha jî hêjmarek pir mezin ji aramî (sûryanî), turkmen, ermenî, druzî û hîn jî hene. 

Ev gelan jî di heremên xwe yên esîl de dijîn û di dîrokê de îsbatên hebûna wan hene, lê dewleta Sûriye ya Baasîzm (Nasirîzim), van hemûyan înkar dike û ji bilî ereban tu kesî nasnakê. Yanî dive ku her kes bibe Ereb. Ku tu nebî Ereb jî, wê demê tu bi îxanet û ajantiya împeryalîzmê û Sehyunîzmê ve têy suçdar kirinê.

Bajarên mezin Şam, Haleb û Hims in. Bajarên ku bi piranî kurd in Efrîn, Heseke, Qamişlo, Dêrîk, Kobanî, Serê Kaniyê, Amûdê û Tirbespî ne.

Rejîma Sûriye ya ku di bin destê hişk û reş yê partiya “El-Baas” (ya ku bi înqîlabeke hovane derbasî ser desthilatiyê bû) de ye. Ev bû çiqas salin bi dîktatoriyeke ku nayê wesfkirinê û bi riya girtin, zilm, zor, zext û tirsandin û tehdîd û kuştinan re desthilatdariya xwe ya diktator bi rêve dibe û didomîne. Desthilatiya ku di destê malbata Hafiz el-Ased û çend mirov û xulamên wan yên hov de ye, hemû ecayib û felaket bi serê gel de anîn. Di destpêkê, di sere gelê xwe (Ereb) de û pişt re jî, di sere hemû gel û netewên ku bi darê zorê tevlî dewleta Sûriye kirine anîn. 

Li gelî Sûriyeyê 90% xwe misilmanên ne. (74% sunî û 16% alawî/druzî). 10% en xwe xristiyanên in. 




#Article 180: Şano (1836 words)


Şano yan jî hunera şanoyî hunereke wêjeyî ye ku şanoger (lîstikvanên şanoyê) li ser dikê pêşan didin. Cihê ku berhemên şanoyê lê tên pêşandan şanogeh e. 

Di despêka jiyanê de mirov ji bûyerên sirûştê û pêkhatina hin tiştên sosret ditirsiyan û nizanîbûn ew çawa tên holê. Ji ber ku sedemên kiretên sirûştê û zagonên xwezayî nizanîbûn, xof û tirs diket dilên wan û li hember wan bûyeran serî danîbûn û bûbûn xulam. Efsûnkariya hunerê ji wê demê vir de dest pê dike. Li gor baweriya wan di nav hêzên jîndarên xwezayê de wek hestên mirov, ruhên taybetî hebûn, ji ber wê sedemê reqs û lîstikên ku dişibandin ajalan (heywanan) dianîn holê. Tiştên ku tê ne digihîştin ji xwe re rûmet digirtin, dema xwarin têra wan hebû dawet dikirin û bi şahî derbas dibû. Ew durişm hemû bû hestiyê afirandina şanoyê.

Piştre jiyan hate guhertin û dewlemend bû. Mirov durişma xwe jî guherand û bi bûyerên çûyî û yên rojane bi livbaziyên hişk tevgera xwe domand.

Berî zayina Îsa di sedsala 5em û 4em de ramaniya şano di nav jiyana Yewnanên Kevnare de aj da. Ew rêgeh wek şanoya xemgînî ('trajedî') hate ziman. Mijarên xwe ji dîrok û destanan distand.

Dîsa di wan sedsalan de Yewnan û Faris şerê hevûdu dikin û Yewnan serdikevin û pêş ve diçin. Di wê demê de pisporên Yewnan Aristoteles û Platon bi ramaniyeke xurt şano şîrove dikin.

Dûre her ku jiyan pêşve diçe ramaniya şano û dirûşma wan salan tê guhertin.

Di ramaniya Romê de ne ew tirs û xofên berê ne jî ew jiyana wê dinê bikêr tên. Li ser tevgera jiyana mirov a vê dinê rawestin û hawîrdora Deryaya Navîn bi şer digirin û di jiyanê de peleki nû vedikin. Gelek jî di bin tesîra Şanoya Yewnanî de dimînin û di warê exleq û civakî de şano pêşdixin. Di wê demê de pisporên Romê Horatius Plautus û Cicero gelek keda xwe didin, lê dema ku Imperatoriya Romê perçe dibe olperestên Romê zordestî li şano dikin, karê şano ditefînin û nahêlin pêş ve biçe.

Di vê demê de pisporên şano dijî tawanbariya dêrê berxwe didin û bi mijarên pêkenänê mijarên nû diafiranin û ji bo guhertina jiyanê pevçûneke xurt lidardixin; dibêjin ku şano ji bo pêşketin û guhertina mirov haceteka civakiye.

Piştî Şoreşa Fransayê li Ewropayê gelek netew xurt dibin. Ew dewlemendî karê şano li rex xwe pêş ve dibe. Ji bo ku di wê demê de gelek pisporên nû bi lêkolîn û afirandinên xwe bi nav û deng dibin, jiyanê diguherînin. Şano tê nivisandin, êdi ne tenê texlîdkirin, axaftin dikeve nav karê şano û rêgeh jî tê nûjenkirin.

Di vê demê de bi ramaniya siyasî a azad karê şano û rêgeha şano carekî din tê afirandin û şano bi jiyana civaki ji nû ve tixûbên xwe çê dike.

Pisporê Rus Stanislavski ji şano û lîstikvanên şano re qaîdeyên nû û bi hukmê zanistî rêgehekî din datîne holê û dixwaze bila ramaniya mirov û buyerên ku mirov dijî baş bête zanin.

Ew rêgeh bi taybetî bi ramaniya cinî a karkeran tê holê û dijî kedxwarî û koletiyê û bindestiyê durişmê mirovên bindest û rewşa gerdûni wek mijar digire destê xwe û dixwaze jiyana mirov serdest û bextewar be û wekhevî çêbibe, daku mirov hemû azad û serfiraz bijin.

Pisporê Elman Bertold Brecht ê hemdemi ramanî û rêgeha şano bi zanistiyên nû ve diafirîne û dibêje Di jiyana mirov a civakî de şano ne bi tenê ji bo şox û şengê ye. Mirov dikare bi vî hacetî çanda xwe û dinê jî biguherîne.

Pisporên zanyar li Rojhilata Navîn û Kurdistan li ser çar rewtekên sereke radiwestin.

Çawa ku ji bo wêne, muzîk û xebata sînemayê hin rêgeh û xusus hene, bi taybetî ji bo şano jî gelek tiştên sereta û bingehîn hene. Hemû jî mîna xelikên zincîran bi hevûdu ve girêdayî ne û hevûdu temam dikin. Rêxistina şano bi van dezgehan pêk tê;

Dema mirov bixwaze lîstikeke şano bike, ev bi wan dezgeh û sazûmanên ku navê 'sazûmana şano' li jor hatiye nivîsandin, pêk tê.

Berî her tiştî pirtûkeke ji bo lîstika şano hatiye nivîsandin divê hebe. Di mijara pirtûkê de çend karakter hebin, li gor wan lîstikvan tên hilbijartin û rolê her lîstikvanî tê parvekirin. Bi xwendina pirtûkê lîstikvan têne lihevkomkirin û dest bi ceribandina rolên karakterên yek bi yek têne kirin. Dibe ku lîstik kevn be û li gor rojevê naverok ji nû ve tê guhertin. Lîstikvan tên ceribandin û çend dewsgir (lîstikvanek tê hilbijartinê ji dewsa lîstikvanekî din). Lîstik bi çi rêgehî tê afirandin, li ser biryar tê girtin (serkarî (rejî), nîvîskar, nexş, ronahî, müzîk, cil û rûpuş hemû tên ceribandin).

Pişt re bi pîvanekî teknîkî maketek (şiklê derewîn) tê çêkirin, proje bi temamî tê berbiçavkirin, daku lîstik amade be, piştre tê lîstin.

Gelek pisporên şano li ser jêhatin û merîfeta lîstikvanan ramaniyên têkuz derxistine holê, ji wan yek jî Anton Çexov e. Çexov dibêje ku „divê her tişt hêsan be, hemû bi hêsanî. Tiştê herî girîng û esasî ji bo şano; ne şexs, têkiliyên ku di nav wan de hene, bi wate ne. Xwepêşandan û lîstikek ne bi fêl û fendan, divê bi jiyaneke jindar bête ziman.“
Serkarekî Şanoya Rus, ê bi nav û deng Stanislavski : „Li ser avahî û şiklê şano guhertinên nû diafirîne û ji bo hunera lîstikvaniyê rêzên nû û daîm dirust dike.““
Pisporekî din bi nav û deng Bertolt Brecht: „Lîstikvanek dikare jiyana mirovan, a civakî bi rêgeha epîk li ser şanogehê bi hêsan bileyze. Ew rêgaha epîk mina Lîstiknavîn [şanogeriya di nav koma gel de ya bêperde, dik, dekor û suflor tê lîstin] (bi Tirkî dagaçlama, ortaoyunu) ew karakterê ku lîstikvan dixwaze bileyze bi xwe re nake xem. Destvala derdikeve meydana lîstikê, çalakiyên ku dixwaze pêk bîne bi vatiniyeke rehet li hev tîne. Çawa ku her yek axaftin axaftina dawiyê ye wisa diaxife û gotinên xwe bi livînên awiran û destan xweşik dike û ji ber xwe gotinan diafirîne û ji nişka ve bê ceribandin wan gotaran derbaz dike.

Bêguman di pêvajoya diroka şanoyê de gelek pisporan xebata şano birêzkirine û ramanên xwe yên hêja di çarçova zanistiyê de pêşxistine. Karê şano di bin hukimraniya sazûmanên serdest de ev rêgeh ji xwe re kiriye armanc. Lê ji bin hukimraniya serdestan derneketiye, azad nebûye. Jiyan xwe nû dike û pêş ve diçe: bi awayê ramanî û civakî şanoya serdestan û ya bindestan raman û rewşa xwe û tevgera xwe diguhere.

Di hunera lîstikvaniyê de lîstikvan ne ew mirovê mêjûyê wî bi tiştên vala bê dagirtin e. Ew nikarin bi taybetî tiştên xwe yên şexsî wek bîr û baweriya xwe bikin hundirê lîstikê. Ew xetereke mezin ji bo jiyana civakî ye. Lîstikvan xwediyê du karakteran e; yek ew bi xwe ne, yê din di tevgera karakterekî din de biyanî ne. Brecht dibeje yên kamraniyê fêr nakin û bi fêrkirinê nadin kêfkirin, karê wan li ser meydana lîstikê nîn e.

Dema lîstikvanên nû derdikevin şanogehê diperoşin. Lê ew heyecan ji bo lîstikvanên gihîştî jî derbas dibe, ji ber ku dema lîstikvan derdikeve şanogehê rol xwe pêşkêş dike, bi xwe peroşdar dibe. Ew tirse, tirsa ku mirov ji xwe re dibêje :  ma ez dikarim van gotaran rast bêjim. Dibe ku hin hevokan ji bîr bikim. Ew reziliya min e! Ji ber van sedemên psîkolojîk hemû lîstikvan diperoşin. Ji ber vê sedemê dengê wî/wê lîstikvanî/ê dilerize û qut dibe, dest û pî tên girêdan, tevgera awirên rû têne guhertin, bi xemgînî û wîrîna wî dişike.
Lîstikvaneki patî li ser wan tiştên hatine ji bîrkirin ranaweste û di gel hevalê xwe yên lîstikvan bi gotereke nû lîstikê bihev girêdide û rolê xwe dileyze.

Lîstikvanek dikare rolê xwe yê ku dewsa wî/wê şexsiyetê din de bi durişmê beden bi awirên rû û tevgera destan baştirîn biguhere. (Mînderekî bi pişta xwe girêde û xwe bul bike, dîsa bi minderê zikê xwe mezin bide pêşanîdan, bi solên bilind û nimiz xwe wek kulekek bike. Pêwistiya herî mezin jî axaftinek zelal û tevgera rû û dest û milan e.)

Berê dora şanogehan bi hesinan hawîrdor dihate rekehkirin. Di dema Romê de mirovên dil û bende diavêtin hundirê rekehê û lawirên kuvî berdidan ser wan tu zirar nedigîşt temaşevanan.

Di rojame de zanyarên şano bi sê şiklan şanogeh bi rêz kirine.

Şanogeh bi awayekî din jî gilover e. Beranberî derenceyan temaşevan rudinin.

Lambeyên ser nexşa şano de hene gelekin û navên wan bi taybeti ji zimanê Latinî tên.
Ronakên pêş şanogeh hemû bi reng in. Ronakên li jor: tên livandin, dadikevin û bilind dikevin. Ronakên li erdê jî hene, nexşên binî ronî dikin. Hin ronak ji aliyên çep û rast ve ronahiyê didin şanogehê. Ronakek jî bi tenê ronahiya xwe ya gur dide ser xalekî. Çend projektorên mezin bi rojik in, mirov dikare ji dûr ve bi her awayi rohaniyê bide şanogehê. Ronakên bi bandûr ji bo dû, ewr, berf û avê ne.

Dengê mirovan du beş e:

ew jî wek

her yek wek dengekî zirav, dengekî navin û dengekî nizm tê holê.

Ji bo perçinandina axaftinê lîstikvan di hundirê poz de, di nav diranan de, nava lêvan de, gewreyê de, bi rêya bêhngirtinê deng derdixe. Ev deng hin caran bi hêrsketinê bilind dibe wek qêreqêr, hin caran jî nizm û tenik dibe, wek mirov pê bigirî, pê bikene, bi vi avayî dikare dengê xwe bi xwe kontrol bike.

Lîstikvan herfê H pêyhev dubare dike, herwek HOHÎ
Di hundurê poz de ku herfên NGA NG bê xwendinê deng ji poz de derdikeve
di gewriyêde ji HEHÎHAHI û HEYHAYHOYHÛY tê dubare kirin,
di nav diranan de jî „paqij“ tenduristî û hwd. Hin gotin tên dubarekirin, lê hin qinik jî hene, bê wan kar nabe.

Dema dest bi karê şano tê kirin, di destpêkê de tevgera laş pêwist e, da ku ji jêr heta serî germ be. Bi wan livînên ling, dest, mil û tû û serî; lîstikvan dikare tevgera xwe, dengê xwe tevgera awir û ruyên xwe bi xwe qontrol bike. Ev hemû bi rêgeh û rêz pêk tên.
Dema pêwist be, ji bo rolekî divê lîstikvan ji nişka ve li erdêkeve pêşde lingên xwe vedike û li ser enişka milê rast xwe diavêje erdê, dûre xwe gildî dike.

Dema bixweze rûnê, lingê rast an jî yê çepê di şunde dimîne. Giraniya laş tê mêzinkirin.

Wexta lîstikvanek di lîstikê de li ser şanogehê ye, divê pişta xwe ji temaşevanan neguhere. Dema lîstikvanek diaxife, yên din cihê xwe bigirin û dema ku dora wan hat ew li gor girîngiya rolên xwe biaxifin.Ti kes nikare li pêş lîstikvanekî raweste û divê her yek li ser şanogehê belav bibe. Durişmê lîstikvanan bi bizavên wan civane estetîk dibe.

Li Kurdistanê ji ber sedemên mêtingehkirinê, karê şano pêş neketiye, di bin desthilatiyê de sedsalên dirêj di bin bandora çanda wan de maye. Divê ronakbîr û hunermendên Kurd bi rêz û pivanên zanyarî li ser çand û hunera Kurdan lêkolin û lêgerînên xwe rêz bikin û sazgehên çandî bên avakirin, da ku her tişt ji nû ve were ceribandin. Şano wek wêje, sînema û hunerê destan yên din cek û haceteke girîng e ji bo tevgera gelê Kurd.




#Article 181: Emîn Alî Bedirxan (204 words)


Emîn Alî Bedirxan (jdb. 1851 li Kreta, Împeratoriya Osmanî; − m. 1926 li Misir) kurê Bedirxanê Evdalxan û bavê Celadet û Kamûran Bedirxan û Seyîd Moîne

Mîr Emîn Alî Bedirxan di sala 1851ê de hate dinyayê. Wî di xwendegeha Siltanan de, ya ku tenê ji zaroyên mîran re li Stembolê hati bû ava kirin, beşê mafzaniyê, ango hiqûq xwend û bi vê hişê wî weke mirovekî rewşenbîr vebû. Ew mirovekî gelekî jêhatî û şehreza bû. Wî karî bû êdî bi zaneyî bikeve meydana xebatê, nemaze piştî ku ew li ser destê helbestvan û welatperwerê mezin Hecî Qadirê Koyî hati bû xwedî kirin. Vî helbestvanê mezin gelek ji rewşenbîrî, zanîn û hijkirina Kurdistanê xisti bû dilê Mîr Emîn Alî Bedirxan de.

Mîr Emîn Alî Bedirxan berpirsiyariya malbata xwe, weke kurê mezin, êdî girti bû ser milê xwe û di riya welatperweriyê re jî, rêcika bav û kalên xwe girti bû û keti bû xebata rizgarkirina Kurdistanê de. Ji ber vê yekê di sala 1889an de wî û birayê xwe Midhet ji Stembolê berê xwe dane Kurdistanê. Wan li bajarê Trabzonê komcivînek bi beg û axayên Kurdan re li dar xist û kara komcivîneke giştî dikir, da hêrîşeke jinişkave berdine ser Tirkan û Kurdistanê rizgar bikin.




#Article 182: Êlên kurdan (237 words)


Li Kurdistanê gelek êl an eşîrên kurdan hene, Çend ji wan ev in:

Bi dûçûna Mikhail Semenovich Lazarev navên eşîrên kurd %66 ji zimanê Hurîyan e 

Êl û eşîrên kurdan di çavkaniyên Îslamî de bifirehî yekem di sedsala 14'emîn de derbas dibin. Di pirtûka Şîbabedîn Omerî ya bi navê Masalik al Absar de lîsteyeke eşîrên kurdan mewcut e. Di vê lîsteye de ji çend eşîrên kurdan bi cîhwar û gelheye wan ve têye qalkirin:

Brûkî ,Ertoşî, Sînemilî, Zebari , Mîlan, Koçgirî, Zîlan, Zirkî, Celalî, Cibran, Hevêrkan, Hesenan, Berazî, Motikan, Hemikan, Mehelmiyan  

Mijarên têkildar:

îqat bike: Hemû tevkariyên Wîkîpediya di bin Lîsansa Belgekirina azada GNU de tên belav kirin.
Eger tu nexwazî ku nivîsên te bê dilrehmî bên guherandin û li gora keyfa herkesî bên belavkirin, li vir neweşîne.

Binihêre: Lîsteya eşîrên kurd ên Kurdistana Iraqê •• Zebari barzani barznçi talabani goran dzeyi barwari zrari sndi 
gulî surçi doski rekani sherwani nerway kuçer(Ertușî) jî li bașur hene mziri gulyi •• ev eşiren ku le kurdstana başur xortin u xodan deshelat u b nav u deng en heri b hez eşireta (( Zebari ))yaie uya xarzaen wan (( Barzani )) ya ne av herdu eşiret di kurdistana başur de le salin bari ji her weha xortbun u xwedan deshelat u hez bune her weha di salen bare de payitexti mernşina bahdinan li amedi bu ke wei demi ji Fermanrawiya

Binihêre: Eşîrên êzdiyan, Lîsteya eşîrên êzîdî li Başûrê Kurdistanê #ze




#Article 183: Gulfiroş (helbest) (107 words)


Gulfiroş yek ji helbestên Cegerxwîn ên bi nav û deng.

 Ez ji xew rabûm, gulfiroşek dî,
 Pir gelek şa bûm, gul bi dil didî.
 Gul bi dil didî.
 
 Hebû me yek dil, tev jan û kul bû,
 Ne bûme bawer, gul bi dil bidî.
 Gul bi dil bidî.
 
 Bazar me kir go, ser bi ser nadim,
 Ê gulperest bî, can û dil didî.
 Dil bi kul didî.
 
 Min go kî didî. Can û dil bi gul,
 Go ev bazar e, dil bi kul didî.
 Dil bi kul didî.
 
 Min can û dil dan, dil kiriye qêrîn,
 Go ho Cegerxwîn, dil bi gul didî.
 Dil bi gul didî.




#Article 184: Bûyera Sî û Sê Guleyan (305 words)


Komkujiya Sî û Sê Guleyan navê bûyerekê ku tê de di 30ê tîrmeha 1943an de bi fermana Mustafa Muglali li Qelqeliya Wanê 33 gundî hatin kuştin.
 
Di 28ê tîrmeha 1943an de 40 merivên esîra Mîlan bi îddîa li ser sînoran qaçaxçîtî kirine, ji gundên wan hatibûn gerten û hatibûn darizandin. Di dadgehê da, ji vî çil kesî tenê pênc meriv ji alî dadgehê ve tewanbar hatibûn dîtin û avêtibûn hundir, her çiqas bê tewaniya ên din tê hatibû dîtin û berdabûn jî, Orgeneral Mustafa Muglali hatibû navça Qerqeliyê, ferman dabû ku ev 33 gundî bên girtin, û li ser sînor bên gulle kirin. Li ser bicihanîna fermanê ya ji alî leskeran ve, 33 merivê ku tu sûcekî wan tunne bû, bê pirsiyarî li ser çiyayekî hatibûn gulle kirin; di nav da yekî ku kustî hatiye hesibandin û li wir hatiye histin, bi birîndarî reviyabû Îranê, li ser vê bûyer hatibû bihîstin. Ji bûyerê haydarbûna raya gistiya Tirkiyayê û destpêka dadgehkirina Mustafa Muglali ancax ber bi dawiya desthilatdariya sazûmana yek partîtiyê, di 1949an da pêk hatibû. Di 11ê îlona 1949an dest bi darizandina Mustafa Muglali hat kirin, 2yê adara 1950î dadgehê 20 sal ceza dayê. Biryar ji alî Dadgeha Bilind a Leskerî ve hat betal kirin û ji nû ve darizandina Muglali hat rojevê, lê berî ku darizandin dest pê bike di 11ê kanûna paşîn a 1951î da li girtîgeha ku tê da dima mir. Bûyera 33 Berik di serê gelê kurd da wek mînakek ji mînakên herî berbiçav ên ramyariyên qirr kirinên berî dayêne cih girt. Va qirkirinaê bibûya çavkaniyek mafdarbûna tevgera netewî, û ew dê nifs bi nifs bihata gotin. Bûyera 33 Gulle ji alî helbestvanê kurd Ahmed Arîf ve bi helbestî hatiye hûnandin û sahberhemek wejeyî ya nahletê li vê bûyerê dibarîne derketiye holê.

Ciwan Haco albûmeke ser Sî û Sê Gule derxist.




#Article 185: Sî û Sê Gulle (helbest) (682 words)


Sî û Sê Gulle (tr:33 kurşun) helbesteke Ahmed Arîf ser bûyêra 33 gule ye. Ji aliyê Jiyan Alpîranî hat wergerandin bi kurdî.

 Ev çiya çiyayê Mengenê ye
 Dema şefeq li Wanê davêje
 Ev çiya çêlikê Nemrûdê ye
 Dema şefeq li hember Nemrûdê davêje.
 Aliyekî te aşîtê digire, asoyê Qefqasê ye
 Aliyekî te sijde milkê ecem e.
 Li bilindahiyan bîsmilikên cemedê,
 Li ser avan kevokên revok,
 Keriyên xezalan,
 Û refên kewan…

 Mêrxasî nayê înkarkirin
 Ji hezar salan vir de, kurên vê dere
 Di şerê yeko-yek de têk neçûn
 Were, em ji ku xeberê bidin
 Ev ne fefê qulingan e
 Di asîmanan de koma stêrkan nîn e
 Dilê bi sî û sê gule
 Sî û sê kaniyên xwîne
 Naherike,
 Bûye gol li vî çiyayî

 Ji bin kaş kêrgûyek rabû
 Pişt belek,
 Zik çîl-spî
 Kêrgûyekî belengaz, ducan û çiyayî
 Dil di dev de, wisa reben
 Mirov tînê tobê
 Tenha, tenha bûn dem
 Berbangek bê qisûr û tezî-rût bû. 

 Nihêrî; ji sî û sêyan yek
 Di zik de valahiya giran a birçîbûnê
 Por û rih bihostek,
 Di pêsîrê de spî,
 Nihêrî mêrxasek dest girêdaye 
 Dil dojeh
 Geh li kêrgûya belengaz
 Geh li pişt xwe.

 Filînta wî ya delal hate bîra wî,
 A ku di bin balîfa wî de xeyidiye,
 Hat bîra wî caniya ku ji deşta Herranê anîbû
 Bijû bi morîye hişîn,
 Enîbeş
 Sê pehnî spî,
 Beza wî tolaz, reqsok,
 Mehîna kumêt û seklawî.
 Çawa firiyabûn li ber Xozatê!

 Niha, aha bêçar û girêdayî,
 Aha, li paş wî lûleyek sar nebûya
 Dikaribû xwe bisiparta bilindahiyan…
 Ev çiya, çiyayên bira, qedirzan bûn,
 Pêşî xwedê, van destan mirov nade fedîkirin,
 Van destên hoste ku,
 Ariya cixara pêketî,
 Zimanê margîskê
 En ku li ber tavê wekî çetel diçûrise
 Bi gula yekemîn difirand…

 Ev çav, tu carî neketin dafikan
 Van çavên wî yên ku,
 Qîyameta geliyên li benda aşîtan,
 Xayîntiya nermok û bi berf
 A hendefan,
 Ji berê de dizanibû …

 Bêçare
 Ew ê bihata kuştin
 Ferman hatibû dayin,
 Êdi bila çavên wî marûmorên kor,
 Dilê wi, teyrên berata bixwara... 

 Hatime kuştin
 Di dema nimêja sibê de
 Li gelîyekî xip û xalî yên çiyan
 Vedizelim
 Di nava xwînê de û dip û dirêj...

 Hatime kuştin
 Xewnen min, ji şevan tarîtir
 Kesekî ji xêrê re şîrove ki dernakeve
 Canê min distînin, bê ecel
 Nikarim di pirtûkan de bi cih bikim
 Paşakî şîfre daye
 Hatime kuştin bê dad û bê pirs.

 Kirîvo, eynî wiha binivise rewşa min
 Dibê ku wekî qilûlik zanîn
 Ev ne çiçikên gulî ne
 Guleyên domdomê ne
 Ên ku wesle-wesle di devê min da... 

 Fermana kuştinê bi cih anîn,
 Mija hêşin a çiyan
 Û bayê sibê yê tevlixew
 Di xwînê da lewitandin.
 Dû ra li wir tifing daçikandin
 Hêdî-hêdî li paşilên me
 Sekirin,
 Serûbinkirin.
 Şutika min a sor ji qumaşe kîrmanşah ê,
 Tizbî û qutiya min girtin û çûn
 Hemû jî dîyarî bûn ji warên Ecem...

 Kirîvê hevin , birayên hevin em, em bi xwîne hev ra girêdayîne
 Bi gund û êl ên himber va
 Bi sedan sala me qîz danên hev û qîz ji hev girtine,
 Ciranên hevin em rû bi rû
 Tev li hev dibin mirîşkên me
 Ji nezaniyê nîne,
 Ji xizanîyê
 Em dilgerm nebûne li pasportê
 Ewê tewana sebebê qetla me
 Êdi navê me derdikeve bi keleşiyê,
 Mişextvanîye,
 Rêbirîye,
 Xayîniyê...

 Kirîvo, eynî wiha binivisîne rewşa min
 Dibê ku qilûlik werê zanîn
 Çiçikên gul nînê
 Gulleyên domdomê ye
 Ên ku wesle-wesle di devê min da... 

 Lêxin lawo,
 Lêxin ,
 Ez bi hêsanî namirim.
 Di kuçik da bûyê arî tirafa min,
 Di hundirê min da gotinên min heye
 Ji rewşzanan ra.
 Bavê min çavên xwe dan li ber Rihayê
 Û sê birayên xwe jî
 Sê serwiyên nazenîn,
 Sê perçên çiya ku hîn ji emrê xwe têrnebuyi.
 Ji bircan, ji qûçan, ji minaran
 Kirîv, meriv û Zaroyên çîyan
 Dema ku li hember dorpêçkirina Fransiz şer dikirin.

 Xalê min ê piçûk Nezif
 Ku hîn simêla wî nû derketî,
 Cindî,
 Sivik
 Siwarekî baş bû
 Gotiye lêxin birano
 Roja namûsê ye
 Û hespa xwe rakirîye ser piyan.

 Kirîvo, eynî wiha binivisîne rewşa min
 Dibê ku qilûlik werê zanîn
 Çiçikên gul nîn e
 Gulleyên domdomê ye
 Ên ku wesle-wesle di devê min da...




#Article 186: Özgür Politika (109 words)


Özgür Politika, rojnameyeke rojane ye ku li Elmanyayê bi zimanê tirkî derdikeve. Wêşandina Özgür Politika piştî bombakirina rojnameya Özgür Ülke li Stenbolê di sala 1995an de dest pê kir. Özgür Politika wek dengê Kurdên li Ewropa dihate dîtin. Ji ber sedema ku rojnameya ya PKK'ê ye, rojname di 5ê îlon'a 2005a ji aliyê Wezareta hundir ya Almanya hate girtin. Di daweya ku rêvebirên rojnamê li dijî biryara Wezareta hundir ya Almanya vekirin de, xwediyên rojnamê bi ser ketin û biryara girtinê hate betalkirin, lê rojnamê dîsa dest bi weşêne nekir, ji ber ku di kanûna paşîna 2006a rojnameyek din a rojane bi navê Yeni Özgür Politika cihê wê girtibû.




#Article 187: Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (170 words)


Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê, bi kurtî PJAK, li Rojhilata Kurdistanê (Îranê) çalak e. PJAK di sala 2004'an kongreya xwe ya yekem pêk anî. Serokê PJAK'ê Hecî Ehmedî ye.

PJAK di Kongreya xwe ya yekem de xwe weke rêkxistinekê ku rêbaza Şaristaniya demokratîk bingeh digre plana xwe darişt. Piştî zêdetirî salek û nîv di kongreya duyem de bi pejirandina Sîstema Konfedralîzma Demokratîk ku ji aliyê Ebdulla Ocalan ve hatibû pêşkeşkirin derbazî pêvajo û asteke nû bû di xebatên xwe de. Ev Kongre di payîza 2005'an de li çiyayên Qendîl li başûrê Kurdistan hat li dar xistin.

Kampên leşkerî yên PJAKê li Çiyayên Qendîlê ne. Her çend PJAK xwe ji PKK cûda bihesibîne jî têkiliyeke xurt heye. PJAK li gor bernameya xwe qada têkoşînê Rojhilatê Kurdistanê bijartiyê. Lê DYA PJAKê wek PKKê wek organîzasyoneke terorîst binav dike. Dibe ku tesîra têkiliyên 
Tirkiye û DYA yê bibe sedema vê binavkirinê.

Hêjayî gotinê ye ku PJAK yek ji endamên KCKye

Newroz TV (rojhilat) kenala televîzyonê ye ya nêzîkî vê tevgerê

Şoreşa Rojhilatê Kurdistanê




#Article 188: Omer Dilsoz (105 words)


Omer Dilsoz nivîskarê kurd e.

Di sala 1978ê de li gundê Gûzereşa Culemêrgê hate dinê. Di 23 saliya xwe de romana xwe ya yekemîn Hêviyên Birîndar weşand û pê re salên pêş Bêhna Axê, Neynika Dilî, Berbiska Zer, Evrazên Çiyan, dîwana Bila Gotineke Min û Te jî Hebe, Kundê Dager, Gêjevang, 4çela nivîsandin. Ligel karê nivîskariyê rojnamegeriyê dike û li bakurê Kurdistanê dijî.

Herweha di gelek kovarên wekî Gula Tamara, Nûbihar, Tîgrîs, Vesta, Kulîlka Ciwan, Kovara W, Çirûsk, Peyv, Nûbûn, her wiha rojnameya Azadiya Welat û Tûrik û hin malperan de wekî; www.yuksekovahaber.com, www.nûkurd.com nivîsên wî yên li ser mijarên aktuel û edebî tên belavkirin.




#Article 189: 1ê îlonê (121 words)


Îro 1ê îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ye. Welatên pakta Warşova û Yekîtiya Sovyetan ji ber naziyan di 1ê îlonê de şerê cîhanê yê herî bi xwîn dan destpêkirin 1ê îlonê wek roja aştiyê ya cîhanê ragihandin.

Di sala 1920an de Fransiyan dewleta Libnanê ya paytexta wê Beyrûte ava kirin.

Di sala 1923an di encama erdhejê de li bajarên Japonya Tokyo û Yokohama 300 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan.

Di sala 1983an dema şerê sar de Balafirek rêwiyan ya Rêhewayên Koreyê, dema  ku kete qada hewayî yê Sovyetê ji aliyê jetên rûsan ve hatiye xistin. Di encamê de 269 rêwiyên tê de jiyana xwe ji dest dan.

Di sala 1991an de Ozbekîstanê serxwebûna xwe a ji Yekîtiya Sovyetan ragihand.




#Article 190: 15ê îlonê (149 words)


Di 15ê îlona sala 2014an de çeteyên DAIŞê bi piştgiriya Dewleta tirk êrişên dijwar li ser bajarê Kobanê dan destpêkirin.

(Bûyerên ji dîrokê binivîse)
Di sala 1812an de Artêşa Fransayê di pêşengtiya împarator Napoleon Bonapart li Moskowê gihîştin Kremlînê.

Di sala 1821an de  Guatemala, El Salvador, Hondûras, Nîkaragua û Kosta Rîka serxwebûnên xwe a ji Spanyayê ragihandin.

Di sala 1916 dan de tanka yekemîn ji aliyê yekîneyên Îngîlîz ve di dema şerê cîhanê yê yekemîn li herêma Fransa Somme hatiye bikaranîn.

Di sala 1930an de Nazî li Elmanya piştî sosyalîstan bûn duyemîn partiya mezin.

Di sala 1944an de Hêzên hewayî yê qralyeta Brîtanya di şerê cîhanê yê duyemîn de 185 balafirên Elmanya xistin xwarê.

Di sala 1982an de Îsralîl Beyrût dagir kir.

Di sala 2000 î de lîderê rêxistina azadî û welatê Baskê ETA Ignacio Gracia Arregui li Fransayê hatiye girtin.

(Cejnên ku di vê rojê de tên pîrozkirin)




#Article 191: 18ê îlonê (160 words)


Di 18ê îlona sala 1988an de Dewleta tirk a dagirker ragihand ku ew ê tirkî fêrî kurdên ku ji ber zilma saddam reviyane û hatine tirkiyê bikin.

(Bûyerên ji dîrokê binivîse)
Di sala 1851an de Rojnameya Emerîkî The New York Times dest bi weşanê kir.

Di sala 1906an de li Hong Kong a Çînê bahozek tevî tsunamiyekê rû da û di encamê de 10 hezar kesî jiyana xwe ji dest da.

Di sala 1932an de li Tirkiyê ezan bi tirkî dan xwendin. Ev ek heta sala 1950î dewam kir.

Di sala 1934an de Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst beşdarî Komeleya Milletan bû.

Di sala 1960an de Fidel Castro wek serokê heyeta Kubayê a Neteweyên Yekbûyî gihîşt New Yorkê.

Di sala 1981an  de li Fransayê cezayê îdamê hatiye rakirin.

Di sala 2000î de hikûmeta îsraîl ragihand ku ew hevdîtinên aştiyê yên li gel Fîlîstînê radiwestînin.

(Kesên ku di vê rojê de mirî ne.)

(Cejnên ku di vê rojê de tên pîrozkirin)




#Article 192: 19ê îlonê (113 words)


(Bûyerên ji dîrokê binivîse)
Di 19ê îlona sala 1893an de bû welatê yekemîn ku jinan mafê dendayînê bidest xistin.

Di 19ê îlona 1908an de li Stenbolê cemiyeta Kurd Teavun û Terakkî hat damezrandin. Berpirsyarê Giştî Seyît Abdulkadîr, berprisyarê çapemeniyê jî Pîremerd ê ji Silêmaniyeyê bû.

Di sala 1935an de li Elmanyayê di sektora gelemperî de karkirina Cihûyan hatiye qedexekirin.

Di sala 1941an de Şerê cîhanî yê duyem de Hêzên Elman bajarê Kîevê dagir kirin.

Di sala 1985an de li paytexta Meksîka Meksîko erdhejek çêbû. Di erdhejê de zêderitîrî 35 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan.

(Kesen ku di vê rojê de ji dayik bûn)

(Cejnên ku di vê rojê de tên pîrozkirin)




#Article 193: Iraq (257 words)


Iraq an jî Îraq (bi soranî: Êraq; bi erebî: العراق al-‘Irāq) an jî Komara Iraqê (bi erebî: الجمهورية العراقية, al-Jumhūrīyat al-‘Irāqīya) navê dewleteke federal a Rojhilata Navîn e. Başûrê Kurdistanê û Herêma Kuristanê di nav sinorên Iraqê de ye.

Piştî encamdana Şerê Cîhanî yê Yekem, di navbera Împeratoriya Osmanî û dewletên Ewropî de Peymana Versailles hate destnîşan kirin. Bi dûçûna vê peymanê Osmanî dê serxwebûna dewletên ereb bi şerta mandatiya Fransa û Îngilîstanê dê qebûl bike. Jixwe Emîr Faysal 23 tebaxa 1920ê de wek keyê Iraqê hate hilbijartin.  Li sala 1922yê de di Cemiyeta Netewan de ev mafên van dewletan hatin pejirandin. Bi dûçûna vê rêkeftinê Îraq û Filistîn dê di bin berpirsiyariya Brîtanyayê de, Libnan û Sûrî jî dê di bin berpirsiyariya Fransayê de be. Lê gelên herêmê ev rewş qebûl nekir.

Kurê Şerîfê Mekeyê Huseyîn; Emîr Faysal li dijî Fransayê serhildanek da destpêkirin ku Sûriyê bike di bin desthilata xwe de lê ev serhildan hate vemirandin. Piştî têkçûnê Faysal tê Iraqê. Iraq di bin hikûmraniya îngilîzan de bû û baregehên îngilîzan ji aliyê mesihiyên Sûryanî ve dihatin parastin. Her wiha îngiîzan xwest ku Iraq ji layê Emîr Faysal ve bê rêvebirin. Gelek efserên iraqî jî sunî bûn û di bin perwerdehiya Jontirkan de bûn. Dîroknasê kurd Nejat Abdulla dibêje; 

Li vê derê di bin mandateriya îngîlîzan de ji çiriya pêşîn a 1922yê heta 1933yê keyaniya Iraqê dike û dewletê bi rê ve dibe.

Ji bo Iraqa Federal 8ê adara 2004ê Makezagona Demkî ya Rêvebirinê hate îlamkirin. 8ê hezîrana 2004ê jî Neteweyên Yekbûyî ev makezagon pejirand.




#Article 194: Semsûr (1795 words)


Semsûr () navçe û serbajarê parêzgeha Adiyemanê ye ku dikeve Bakurê Kurdistanê. Semsûr di nav sinorên komara Tirkiyê de ye. Serdema osmaniyan navê xwe Hisnê Mensûr (tr: Hısn-ı Mansur Sancağı) bû.

Hisn Mensûr (Kela Mensûrê) navê herî kevn ê bajêr e. Piştî avabûna Cumhuriyeta Tirkiyê navê bajar bû Adiyaman. Bi kurdî jê re dibêjin Semsûr. Wekî din çend navê wê yên ku pir nayên zanîn hene weke: Kor Semsûr, Wadî leman, Yadîyeman. Ji gor balekê jî di mehna welatê dayîkê de tê gotin ku Ya-dê-ya-min.

Dîroka Semsûrê li gorî lêkolînên ku li Şikefta Palaniyê hatine kirin heya berî zayînê(BZ) 40.000’an dihere. Li gorî dîroka nivîskî, tê diyarkirin ku gelê yekemîn ku li derdora Semsûrê cîwar bûye, yek ji gelên qewmên Hînd-Ewropî gelê Hîtîtî ye. Piştî Hîtîtiyan jî li  herêma Semsûrê gelek şaristanî bûne desthilatdar û bajar di tesîra van şaristaniyên hatî û çûyî de maye.

Dema Hîtîtiyan (BZ 1650-1340):

Di dema Key Telepinusê yekem de Şaristaniya Hîtîtî desthilatdariya xwe li Anatoliyê bi hêz kiribû. Li gorî nivîskên Bogazkoyê, Semsûr jî di vê demê de diket nava sînorên Şaristaniya Hîtîtiyan. Piştî Telepinus serweriya Hîtîtîyan li herêmê qels bû.

Dema Hûrrî û Mîtanniyan: (BZ 1340-1000)
Hûrriyan BZ sedsala XIV’an de Hûrriyan desthilatdariya herêma Semsûrê bi dest xistin. 
Tê îdîakirin ku şikeftên li Çiyayê Nemrûd bermayiyên Hûrriyan in. Mîttaniyan desthilatiya Hûrriyan têk bir û serweriya herêmê bi dest xist. 
Tê zanîn ku  BZ di navîna sedsala 15’emîn de, Mîttanî li herêma Meletiyê desthilatdar bûn.

Keyaniya Kummuh: (BZ 1000-708)

Piştî hilweşîna Hîtîtiyan, li Mezopotamyaya Jorîn ji aliyê sîyasî ve gelek guherîn pêk hatin. Li cihên di bin desthilatdariya Mîtanniyan de dewletên nû derketin holê. Di BZ 1000’an de li herêma Semsûrê Keyaniya Kummuh hate damezrandin.

Keyaniya Asûran: (BZ 708-605)

Di BZ 708’an de di navbera Keyaniya Kummuh û Asûriyan de şerê rû da û Keyaniya Kummuh têk çû. Keyê Asûran Sargonê II. herêm bi dest xist û piraniya niştecihan sirgûnî Mezopotamya Başûr kir. 

Dema Persan: (BZ 553-333)
BZ 553’an de hikumdarê Îranê Keyxusrew sînorên Anatoliyê yên heya Qizilirmakê bi dest xistin.
Bi vê yekê re Semsûr jî tevî sînorên Persan bû.

Dema Helenîstîk: (BZ 333-323)

BZ 333’yan de Îskenderê Mezin  hikumdarê Persan Dariusê III. têk bir û axa Persan a li Anatoliyê tevî ya Împaratoriya Îskender bû.

Keyaniya Selokîd: (BZ 305- BZ 69)

Piştî mirina Îskenderê Mezin, di navbera kurên wî de pevçûna desthilatdariyê derket. Ji kurên wî Selevkosê I. BZ  305’an de bi tevahî bû desthiladarê dewletê û li herêma ku Semsûr jî tê de Keyaniya Selokîd damezrand.

Keyaniya Kommagene: (BZ 69-PZ 72)

Dîroka Kommagene bi serhildanekê dest pê dike. Piştî ku serhildan hate serkutkirin jî Kommagenî ji bo serfiraziya xwe ketin nava hewldanan. Mithradatesê I. bi keça keyê Selokîd,  Laodikê re zewîcî û kurê  Mithradates Antiochosê I. BZ 69’an de derket ser text û ew dem weke dîroka damezrandina Qraltiya Kommagene hate pejirandin. Lê di dema Antiochosê IV. de navbera Împaratoriya Roma û Keyaniya Kommagene xera bû û Roma, Antiochosê IV. ji desthilatdariyê xist û  di PZ 72’an de Kommagene weke parêzgehekê bi Sûriyê ve girêda. 

Dema Împaratoriya Romayiyan: (72- 395)

Piştî ku desthilatdariya Kommagene qediya, Împaratoriya Roma li Semsûrê li hemberî Persan gelek lejyon( yekîneyên leşkerî) bi cih kirin. Di vê demê de Samsat jî kirin baregeheke leşkerî.

Dema Bîzansiyan: (395-636)

Di 395’an de Împaratoriya Roma weke Romaya Rojhilat û Romaya Rojava bû du perçeyan. Romaya Rojhilat navê Bîzans wergirt û bû desthilatdarê herêmê.

Dema Emewiyan: (670-758)

Artêşa Emewiyan di sala 670’an de kete herêma ku Semsûr jî tê de ye û cihên sereke yên weke Semsûr û Samsatê hatin bidestxistin. Piştî ku Emewiyan Semsûr bi dest xistin îcar bêgav man ku bi Abbasiyan re mijûl bibin.

Dema Abbasiyan: (758-958)

Piştî ku Abbasiyan Emewî têk birin, Semsûr kete bin desthilatiya Abbasiyan. Lê di sedsala X. de desthilatdariya Abbasiyan hilweşiya û bandora Selçûkiyan dest pê kir.

Dema Selçûkiyan:

Di 1066 de serfermandarê Selçûkiyan Derdora Semsûrê bi dest xist lê ji ber geremolên derketî neçar ma ku bi şûnde vegere. Piştî Şera Melezgirt Selçûkî bi hêztir bûn û di 1082’an de Semsûr bi dest xistin.  Di 1239’an de Baba Îshak li hemberî Selçûkiyan li Semsatê serhildanek li dar xist û Selçûkiyan serhildan bi zorê serkut kirin.

Dema Memlûk û Dulqediriyan:

Di 1243’yan de  Selçûkî li hember artêşa Moxolan têk çûn û bi vê yekê re Moxolan gelek der bi dest  xistin. Di 1250’an de herêma Semsûrê kete bin desthilatdariya Moxolan. Memlûkan piştre bi alikariyê, herêma Semsurê dîsa bi dest xistin. Dulqediriyan di bin desthilatiya Memlûkan de serweriya xwe li derdora Semsûrê îlan kir.

Dema Împaratoriya Osmaniyan:
 
Têkiliya Semsurê bi Împaratoriya Osmaniyan re yekem car di 1398’an de bi êrîşa Beyazidê I. dest pê kir û di 1516’an de dema Yavuz Selîm Amed zeft kir Semsûr bi tevahî ket bin destê Împaratoriya Osmaniyan. Di bin desthilatdariya Împaratoriya Osmaniyan de Semsûr piştî 1516’an weke sencaxekê bi parêzgeha Mereşê ve hate girêdan. Di 1531’an de weke qezayekê bi sencaxa Elbîstanê ve hate girêdan û piştre jî di 1563’an de dîsa bi Mereşê ve hate girêdan. Piştî Tenzîmatê di 1849’an de weke sencaxekê bi vîlayeta Amedê ve hate girêdan. Di 1859’an de bi sencaxa Meletiyê û di 1883’an de bi vîlayeta Elezîzê ve hate girêdan.

Dema Komara Tirkiye:
Semsûr di 1’ê Berfanbarê 1954’an de ligel navçeyên Besnî, Gerger û Kolikê ji bajarê Meletiyê veqetî û bû bajar.

Berî Îsa(zayîn)

Piştî Îsa (zayîn)

Bajar di nav parelelên 37° 25' û 38° 10' bakur û merîdiyenên 37° 25' û 39° 15' rojhilat de ye. Sînorên bajêr li bakûr bi Melediyê, li rojava bi Meraşê, li başûr bi Ruhayê, li rojhilat bi Amedê u rojavayê başûr ji Eyntawê ra tê girêdan.

Pîvana erda bajêr 7.614 km² ye. Belavbûna erdê li gora şeklê ser erdê wiha ye: deşt ji % 10,7, zozan ji % 3, plato ji % 34,1 û çiya ji %52,2. Ji % 88 yê gel bi çandinîyê re mijûl dibe. Li herêmê behîv, genim, fistiqên şamî, tirî û titûn herî pirtir tên çandin.

Li bajêr avhewa (îklîm) Behra Sipî serdest e. Havînan hewa germ û ziha û zivistanan jî sar û bi şilî û şepelî derbas dibe.

Çiyayê Bezar (1.050 m) Çiyayê Reş (1.115 m), Çiyayê Boz (1.200 m), Çiyayê Borik (2.110 m), Çiyayê Nemrûd (2.150 m), Gordik (2.206 m), Dîbek (2.549 m), Çiyayê Spî (2.551 m)

Deşt li heremê kêm in, tenê deşta Kaxta (Kolik) û Semsûrê mezinbûna wan digihîje 800 km² yê.

Ferat, Sofraz, Kaxta û Aqsû çemên herî mezin in ku li herêmê diherikin. Li herêmê tenê çar golên biçûk hene. Di wan golan de mehsî jî tên girtin. Golbaşî an Sergol (5 km²), Azaplî (4 km²), Îneklî (3 km²), Abdulherap (2,5 km²).

Nifûsek mezin li bajêr haywanan xwedî dikin. Ji bilî heywanên kedî, di nava hudûdên herêmê de berazên kovî, werdekên kovî, û qazên kovî jî li dora golan peyde dibin. Ji bo nêçîra kewan herêm pir musaîd e.

Madenên herî pir ku li herêmê ji bin erdê dertên; sifir û krom in. Van salên dawiyê li herêmê damarên petrolê jî hatine dîtin.
Dewlemendiyên Binerdê:
 
Devera Semsûrê ji aliyê madenan dewlemend e. Di serî de neft, sifir hesin,manganez,fosfat,gil,rêjî tê derxistin.Ji van ê herî pir tê hilberandin neft e.
Li gelek herêmên bajêr bîrên neftê hene. Hêştiran,rojavayê Firatê,Akpinar,Kifrî,Tûreşk,,Karakuş,
Lîlan bîrên sereke yên neftê ne.Di salên dawîn de hilberîna neftê her çiqas  kêm bûye jî disa rêjeya hilberînê girîngiya xwe diparêze.  
Ji bilî neftê li 

Ji alî dîrokê ve bajar pir dewlemend e. Çiyayê Nemrûdê ciyê herî pir naskirî ye ku turîst ji her deverên dinyayê tên û çiya ziyaret dikin. Ciyên wek Golbaşî, Orenli û Başpinar jî ji bo ger û seyranan musaîd in. Wekî din; Girê Qereqûş, kelha Kolikê, Arsemiya, Perre (bajarekî antîk ku di demê Komeganyan de mayî ye, 5 km dûrî bajêr li aliyê bakûr ve), Dêrik (kelheyek li Gergerê) Şikefta Palaniyê, Goristana Turişê (di demê Roma yê de maye, goristan hemû li berên qewirî pêkhatine.) Kelha Hisni mansûr ê, Pira Cender ê, Kaniya zerban ê, ava sipî û hwd.

Piraniya nifûsê misilman e , pir kêm xiristiyan jî hene. Kurd (zaza û kurmanc) piraniya gelheyê (nufûs) tînin pê. Wekî din tirk jî li herêmê pir kêm hene.

Bi taybetî gelê Semsûr ê nûfûsa wê sedî re 25 Elewî ne, siniyên wan jî henefî ne.

Kutilkên dagirtî, Çîgê goşt(çiğ köfte), nahna kifte, danreş, bilxurê sîrê, kifta bi mast xwarinên herêmî e ku yên herî pir tên xwarin li herêmê.

Parsûyên dagirtî, parsûyên vale, Şorbe meyr, dew li ser, tevlihev,hewrişk,şilikî, hesîde, Cemêlî, ardemot, kuncemot, tophelwa,mencik, bostanî,Cacixa pirparê(Ew gelek meşûre û teybetî Semsûrê ye, dançîgî nîskan, gêrmiya mirîkê, tirşikê balcana,Qulotik,pehnkî,tirşikê kulindira, cacixê qişikan, qatmê siwaran, qatmê sîrîm, qatmê pincêr.sîre mast, tirşikê qalikan, qêyxane.

 Kincên herêmê, wek mina bajarên kurdistanî ye. Mêr û jin herdu tev jî şal li xwe dikin. Jin serê xwe, bi kitana spi, digrin.

Bozpınar - Arix

Kavaklı - Pîrax

Sarıca - Serice

Tütenocak - Bersomîk

Bağbaşı - Pilêş 

Esendere - Kilîsk

Damlacık - Tawsî

Sırakaya - Kakşêr

Gölgeli - Bervedol

Akdoğan- Xeştûr

Koçtepe - Hopak

Kayadibi - Pevrikan

Bölükyayla-Mazêl

Boğazkaya- Xemşüg

Yedioluk - Şexmîr

Derinsu - Şêxan

Kozan - Qozan

Pınaryayla - Artan

Kaşköy - Sermikan

Kemerkaya - Axgewr

Boğazözü - Girik

Kömür - Komîr

Düzce - Keluz/Millik

Yenice - İgundi

Serhatlı - Madun

Çemberlitaş - Hêştiran

Uzunpınar - Çarkezi

Gözebaşı - Hosmosu

İnceler - Tirintil

İpekli - Elîfî

Sarıharman - Selamût

Çayırlı - Dolik/Tolik

İncebağ - Çavişi

Kuştepe - Hozrin

Aydınlar - Pêşpinî

Karahöyük - Girê Reş

Karakoç - Qereqoc

Aydınçoluk - Terman

Sarıkaya - Halkuto

Doğanlı - Şehinkan

Çatalağaç - Şêxmûr

Gökçay - Kerikan 

Bağlıca - Bûbikan 

Koçali - Qoçelî

Ağaçkonak - Kurêmilî

Varlık - Kurab  

Çamlıca - Dol

Uzunköy - Tilkiyan

Yazıbaşı - Azikan 

Çamyurdu - Gomikan 

Tekpınar - Balyan 

Kuşakkaya - Şêxlera Jorîn

Kayaönü - Ferxikan

Ahmethoca - Malabavê 

Oluklu - Hecîwerd

Akçalı - Axçil

İndere - Zey

Yeşiltepe - Albîr

Taşgedik - Haydaran 

Ormaniçi - Alxan 

Koruköy - Koru

Yenigüven - Misûrkan

Örenli - Piran

Esentepe - Kerkişin 

Ulubaba - Çinarik

Dardağan - Qırıklı

Durukaynak - Pişinîk

Güneşli - Lif

Ataköy - Dilqicix

Tekpınar - Kûlika Reş

Başpınar - Kûllûm

Bağdere - Mezgitli 

Çobandede - Îzdik  

Bağpınar - Çalxan 

Yazıca - Çençen

Bozhüyük - Girê Boz

Yazlık - Kerdiz

Kuyulu - Turûş

Taşpınar - Xosirge

Beşyol - Axçik

Güzelyurt - Kilîsik

Hacıhalil - Hecîxelîl

Gümüşkaya - Palaş

Işıklı - Kemeredîn

Akyazı - Xolxolik 

Durak - Gemrik 

Üçdirek - Kuristan

Ilıcak - Firlaz

Elmacık - Xorraf 

Yayladamı - Kom

Yarmakaya - Çeqal

Alıbey - Girê Gulaf

Ugurca - Ennab

Battalhüyük - Girê Betal

Caylı - Qaqûrtlî

Göztepe - Gergeran

Yaylakonak - Balyan

Palanlı - Palaniyê 

Bebek - Bêbek

Kuyucak - Qucaq

Ağcin - Axcin

Eümansur- Hisnîmensûr

Hasancık - Hesencix

Dandırmaz - Tolemez

Karagöl - Axdikan

Börkenek - Borgenek

Çamgazi - Çamqazî

Kındırali - Qindiralî

Doyran - Dewran?

Paşamezrası qereqoca jor? 

Hasankendi - Hesenkêndî

Kızılcahöyük - Qizilciq

Atakent - Qarîciq




#Article 195: Ûrmiye (337 words)


Ûrmiye, Wirmê an Urmê (), bajarê didu ya herî mezin ê rojhilatê Kurdistanê paş bajarê Kirmaşan ê ye. Nifûsa bajarê Ûrmiyê li derdora 970.000 ye. Xelkê Ûrmiyê bi zaravayê kurdî kurmancî  û zimanê azerî dipeyivin. Bajar ji çend herêmên cuda ên kurdnişîn û azernişîn pêk tê:

Heta niha gelek niqaş li ser vî navî hatine kirin. Hraç Martirosiyan (Hrach Martirosyan) di pirtûka xwe bi navê  Studies in Armenian Etymology  di rûpela 681 de dibêje  Ormî  di zimanê Ermenî de wate divarê derûdora bajêr. Paşê dibêje  ormi  digel ὅρμος /  hormos  a Yewnanî bi wateya liman ya iskile, yek kok heye ku erdnîgarê jî vê peyt dike. 

Ûrmiyê dîrokekî pir kevin heye. Pêşniyarê dîn ji bo koka navê Ûrmiyê ev in: Pourdavoud,  Ûr-  (bajerekî mîna di bêjeya Ûrşelîm, bajarê Silêman) û  -miye  (av); di zimanê Aramî de wate bajarê avan. Samuel Noah dibê ku  orum  digel  ho-ru-um  a di navê  horumkoraka  ya Sumêrê ku navê çiyayekî di  Efsaneya loqalbanda padişahê Sumerê  ye hevkok be. Minorsky, ji ber ku di hin nivîstekyên Sûryanî de ku li pal gola Ûrmiyê hatine dîtin navê  Armaitî Urmaitî  hatiye dibe ku ev nav Sûryanî be. Navê berê yê Ûrmiyê di serdema şah de Rizayiye bû ku ji navê Riza Şahê Pehlevî girtÎ bûn. Navê Ûrmiyê yê kevin di serdema Sasaniyan de Çîçist bû ye ku di nivîsteka Avestayê de jî hatiyê ku zadîgeha Pêxembera Zêrdeşt bû ye. Niha jî li kêlega Ûrmiyeyê gundek bi navê Çîçist heye.

Ji aliyê erdnîgariyê de, bajarê Ûrmiyeyê ji aliyê rojhilat ve digehe gola Ûrmiyê û ji aliyê rojava ve digehe bakurê Kurdistanê û ji bakur ve digehe bajarê Selmasê û ji aliyê başûr ve digehe bajarên Nexede û Şino yê.

Ûrmiye navenda parezgeha Azerbaycana Rojava(bi kurdî parêzgeha Ûrmiye) yê, ku ji bajarên Mehabad, Xoy, Selmas, Makû, Çaldiran, Miyanduav, Bokan, Nexede, Şino, Pîranşar û Serdeştê pêk tê.

Di vî bajarî de yek ji pêşengên tevgera Kurdayetiyê Dr. Qasimlo hatiye dinê.

Li herêmê êlên Begzade, Celalî, Dirî, Hinare, Herkî , Kirmanc, Kore Sunî, Seyîd û Evdoyî  û Kardarî dijîn.




#Article 196: Îlam (parêzgeh) (228 words)


Parêzgeha Îlamê yek ji parêzgehên dewleta Îranê ye ku li rojavayê Îranê ye. Axa vê parêzgehê gelek hişk e û i nav parêzgehên Îranê de kêmtirîn daristan li vê parêzgehê hene. Bakurê parêzgehê çiyayî ye û başûrê parêzgehê bi giştî ji deştan pêk tê. Navenda parêzgeha Îlamê bajarê Îlamê ye. Parêzgeha Îlamê ji rojava ve cîranê Iraqê, ji başûr ve cîranê parêzgeha Xûzistanê, ji rojhilat ve cîranê parêzgeha Loristanê û bakur ve jî cîranê parêzgeha Kirmaşanê ye.

Parêzgeha Îlamê ji layê neft û gazê gelek zengîn e. 

Îlam ji gelên cûrbecûr tê de dijîn, bi piranî Kurd digel 89.6%, li dû Lurs bi 6.4%, Laks 4%, [12]. Li Abdanan, Dehloran û Mehran pirraniya niştecîyan bi rêzdarî bi Kurdî û Lûrî diaxivin. Li Darreh Shahr, piraniya niştecî di Laki û Lurish de diaxivin, û di heman demê de hin eşîrên Lurs mîna Shuhans, Seleyverzis û Kaydkhordeh ku li deverên başûr û rojhilatê parêzgehê dijîn hene. Bakur bi piranî ji eşîrên Kurd ên ku bi du zaravayan diaxivin dijîn: Kalhuri û Feyli. [13] Piraniya wan Feylî ne, wek yên wan Kurdên Malekshahi, Khezel, Arkawâzi, Beyrey û (Ali şanêrwan). [13] Piraniya nişteciyan li parêzgeha Ilam misilmanên şiî ne.

Pirraniya ziman xelkê îlam Kurd in.Zarava gelê îlam kelhorî û feylîyê

 

Navçeyên parêzgehê û bajarên parêzgehê ev in : 

Bi dûçûna rêvebirina îdarî ya Îranê, navên parçeyên dabeşkirî û rêvebirên parçeyan wiha ye:




#Article 197: Kirmaşan (parêzgeh) (348 words)


Kirmaşan an Kirmanşan an jî Kirmanşah yek ji herêmên Rojhilata Kurdistanê (Îran) u yek je 30 parêzgehên Îranê ye.

Ev herêm ji Kamyaran dest pê dike û heta Şahabad diçe. 

Kirmanşah navê parezgêhe (ustaneḱî) mezine Rojhilata Kurdistanê û her visa navê navenda parezgêhêye ev bajêre û bajerên ser bi vê parezgêhê xwedî mêjûyekî kevnarin. Navê bajarê Kirmanşahê bi Kurdî dibe Kirmaşan û navê qedîme vê Qirmîsen bûye. 

Kirmanşah di teqsîmata ėevilîn de ustana pênçêye Îranê bû ku ustanên Hemedan û Kurdistan û Îlam jî li ser vê hisab dibûn. Piştre sê parezgêhên navberî jê cûda bûn. Di dest pêka şoreşa Îslamîye Îranê de navê vê parezgêhê bû Baxteran û piştî çend salan bi zext û fişara nonerên Kirmanşahê di parlemantera Îranê de careḱî din navê Kirmanşahê cihê Baxteranê girt. Di serjimariya sala 2006an de sermijara vê parezgêhê 1902760 hatiye texmîn kirin û serjimara navendê parezgêhê yanî bajarê Kirmanşahê divê serjimariyê de gihîştîye 765075 kesî. Bajarê Kirmanşahê 1410 mêtran ji derya azad bilindtire. 

Ev parezgêhe navenda hikûmeta Sasaniyan bûye li bervêyekê asevarên gelik dîrokî û xudan qîmet divê parezgêhê de mane, mina; Taqbostan, ketîba Bîstûnê û meėbeda Anahîta. Kirmanşahê li ber xatira cir e cir bûna av û hewa û zav û qomîtên vê leqeba Hindistana Îranê didinê. Ji bo mînak Qesra Şîrîn xudanê av û hewayê germe û Sunqur û Pavê av û hevayê sar hene belê bajarê Kirmanşah xudanê av û hewayekî asayîye. Di vê parezgêhê de Kurd, Lek (Eşîrekî Kurdên), Fars û Ereb tevlîhev dijîn. Ji aliyê olê ve Şiîtî ye, Sonî, Ehl-e heq (Yarisan), Ermenî, Asûrî û Cihû bi hevra dijîn. Piranîya gelê parezgêha Kirmanşahê bi Zimanê Kurdî qise dikin. 

Parêzgeha Kirmanşan ji 14 şehristanan pêk tê.

Navçeyên parêzgehê û bajarên parêzgehê ev in : 

Cihên torîstî ye vê vilayetê evanene; abşara derbend, Qebrê Babayadigar, Bîsitûn, Taqbostan, Qopya Mehşîdanê, Tekiya Mueavin Elmulk, Çartaqî, Rêjav, serava Revanserê, serava Nîlofer, şikevta piro, şiḱevta Qûrî Qelayê, qelaya Yezdgurd, koçka Sasanî, Qesrşirîn, gora Isĥaqvend, micesime (hêykelê) Hêrkol, mizgevta Ėimadidole, nîyayişgah (îbadetgeha) anahîta (CD Dêhxuda).

Bi dûçûna rêvebirina îdarî ya Îranê, navên parçeyên dabeşkirî û rêvebirên parçeyan wiha ye :




#Article 198: Şanoya kurdî (2115 words)


Şanoya kurdî li bakûr 1990'de peşveçûnek bi dest xist. Komen kû wê deme avabûne evin: Teatra Jiyana Nû (NÇM istanbul, 1992), Teatra Evîna Welat (KAYDER istanbul 1994), Teatra Amara (NÇM Mersin 1997).

Piştê van komen teatroye gelek kom avabun le yen heri pêş evin li Bakûr. Ev kom bi xebaten xweyen şanoyî gelek lîstiken be hempa listin di diroka xweya şanoyen da. Hin ji wan listikan evin; Teatra Jiyana Nû: 'Ta' Sê Êwren dûr, Rojbaş, Komara Dînan 'Şermola', Daweya Generale Teneke û gelek lîstiken din jî hatin listin ji aliye ve komeve. Teatra Evîna Welat: Govenda Hillo. Ev listik ji birasti gelek ji aliye lîstikvanî û teknîkî gelek dewlemend e.

Dema ku mirov li dîroka Kurdan binhêre û li ser jiyana Kurdan lêbikole rêç û şopên şanoyê di çarçova zanyarî de û di jiyana civakî de tune. Kurd wek neteweyeke bindest û dîl û bende, hezar salan di bin zor û zilma Ereb, Faris û (Tirkan) de mane. Her tiştên wan hatiye qedexe kirin, wek zimanê wan jî. Dewlemendiya serax û binax bi zordestî  kuştin û koçewarkirin ji destê wan hatiye girtin. Tu caran nebûne xwediyê komareke azad.

Ew qaîdeyeke taybetiye li ser jiyana gelan di çarçova zanyarî de ku lêgerîn çêbibe bê mafê civakî, çandî, ramanî û olî durişmê wan nayê navê û serlêdana dîrokî jî pêwiste. Ew neteweyên ku di bin desthilatdariya mêtingeran de ne, karakterên wan jî tê guhartin, her roja dibore ew ji xwe bixwe dûr dikevin. 

Dixwazim lewra gaziyê dîroka Kurdan bikim û li ser hinek kirêtên ku têne zanîn rawestim. 
Kurdistan berî zayînê gelek ahînşahiyan ava dike lê ew Şahînşahiyên kurdan ji ber êrîşên zordestan pûç dibin û bindest dibin û têne talankirin. Heta sedsala 19an êl û eşîrên kurdan û mîrên kurdên kevneperest berxwedanên herêmî dikin, dîsa jî nikarin xwe xilas bikin. Cara yekemîn di sedsalên navîn de bi lihevhatina Qesr-i Şîrîn Kurdistan di navbera Romî û Farisan de tê parve kirin. Piştre Kurdên welatparêz ji bo yekitî û rizgarbûna Kurdistanê jiyana xwe didin, lê mixabin di şerê dewlemendan yê yekemîn (şerê cîhanê yê yekemîn) de bi lihevhatina Lozanê Kurdistan di navbera tirk û ereb û farisan de careke din tête perçe kirin. Piştre gelek serhildanên neteweyî çêdibin. (1925 Serhildana Şêx Seîdê Pîranî, 1920 serhildana Koçgirî, 1927-1930 serhildana Agirî, 1936-1938 serhildana Dêrsimê, 1919 Serhildana Şêx Mehmud, 1931-1945 serhildana Barzaniyan, 1946 serhildana Qazi Mihemed û heta îro şerê kurdan û yê xêrnexwezan dom dike bi taybetî jî şerê birakujiyê!)

Jiyana kurdan, durişmê kurdan rabûn û rûniştin, serpêhatiyên wan ew bûyerên ku têne zanîn û hatine nivisandin ew bûyerên ku bi şîrove û kilaman û destanan tê ziman şiklê kuştina ewan bi xwe şewata dile û Trajediyeke mezine, ew neheqiya ku li kurdan hatiye kirin Reşik nikarin di xewnaa xwe de bibînin. Dujminên kurdan ne mîna dijminên Reşikan a hindiyan a gelên bindest ên dinin,îngiliz dewlemend bûn ketin Hindistanê keda ewan xwerin lê çand-huner û zimanê ewan qedexe nekirin. Zordestî li ser baweriya ewan a olî nekirin. Tirk û ereb û fariz ne wisa ne nijadperest û kevneperestin. Bi zordestî kurd kirin misilman û zimanê erebî farisî û tirkî elimandin. Yên ku qebûl nekirin kuştin serê ewan jêkirin,bi zindî xistin nava agir gelek tade lê kirin ku kurdbûyinê tunebikin. Di wî warî de serketin. Hemû ew serpêhatiya kurdan li gor bîr û baweriya min mijarê şanoyê ye. 

Kurd û Şano gelek dişibin hev. Ez dikarim vekirî bibêjim Şano di warê mijaran û bûyeran de bê kurdan nabe!

İddia dikim; Jiyan û buyerên kurdan hacetên şano yê taybeti ne. ew durişm bi nuve xwe bi xwe jindariya şano ye. Gelek hususên din ji hene şiroveyên kurdan bi taxlidkirinên heywanan /fabil/tê holê. Gelek destanên mede wek Mem û Zîn, Ferhad û Şirin, Siyabend û Xecê û cejnê netewi Newroz. Dîsa lîstikên gel, folklor û reqs û muzik her tişt li gor rêgehê şano tê ziman.Lewra dıxwezım mıjareke wek minak péşkeş bıkım,;Kalemérek Kurd xudané 7 (heft) xortan e.Xorté mezın bı karé cot dıke lé rojeké çend xort jı gundeké dın tén lı balé û bı ewanre şer dıke û seruçavén vi hur dikin diçin. Rojeke din birayê wi a bıçuk dıçe ber naxıré ew ji bı lév û pozé xwin dızıviri mal,rojeki dın bırayé heri pıçuk ji şeré dıjmın para xwe dısıtini û tê mal bavê ewan  heft xortan bı halé zarokén xwe gelek xemgîn dibe û ewan dicivini. heft daran (ço) dide desté ewan û dıbéje ka hun her yek ew darê ku destê wedeye bışıkinin,heft xort darén ku jı destandane dışikinin.vé cara Kalemér heft daran dıde ser hev yek dıke û dıde desté lawé xwe yi mezın û jére dıbéje 'ka ewan heftdarén ku mın daye ser hev bışıkine) xort dike nake dar nayên şikandin û kalemêr dikene û zarokên xwere dibêje 'her wek ku hun heft bıra mina ewan daran yek bın tu kes nikare zora we bıbe!) Balam tıştén halo di nav kurdande gelekin û hemu ji mıjarê şano a tabii ne...

Baweriya kurdan a berê Zerduştiye. Bi zori bune misliman, û li gor hukmê mislimaniyê çêkirina resiman û taxlidkirina tiştan qedexe ye divê putperesti tête huliqandin, ew ji dijminê mislimaniyê ye. Di Quranê de û pirtukên rumet de Kurd wek dijmin hatine qebulkirin û nalebarin. Ji ber ewan sedeman bi her awayi nehiştine ku kurd pêşkevin.

Bi taybeti min dixwest lêkolineki dijwar di çerçeva zanistiyêde pêk binim u Şanoya Kurdi ji mirinê azad bikim. Mixabin her tişt li me hatiye tunekirin. Hin astengên din ji hene ew ji di wari zimanda nakokiyeki yektaye u mirov nikare ji navde derkeve. Welatê kurdan di nav çar dewletande hatiye parçekirin, kurdan gelek xebatên vêje yi afirandine lê bi zimani Erebi-tirki u farisi. Ji ber ewan sedemên giring Lêkolineki seranser em nikarin bikin. Divê ew berhemên ku ronakbirên Kurdan nivisandine ji erebî, ji tirkî, ji farisî bête qulibandin u bi zimanê zikmaki be. Kêmasiyeke din ji heye ew ji devokên ku bi soranî, bi zazakî, bi goranî têne nivisandin tev astengin. Yekitiya ziman ji pêwist e. Min gelek nivis u buyerên ku li ser Şano hatine afirandin ji zimanê Erebi u farisi qulupand Kurdi a latini. Divê ew baş bêne nasin u li ser ewan kokan bingeha şanoya kurdi nu ve bê huliqandinê. 

Min nivisên Fadil Jaf ji berhevkir u ew çavkaniyên ku ev salix dide ser ewan rawestiyam. Ew her wek pisporê Şano Li Norveçê di kovara Nytt-oslo di sala 1986 ê de li ser şanoya kurdi nivisandiye u iddia dike ku 'Xebata Şano; di dawiya salên 1800ande u despêka salên 1900 ande ji Ewrupa hatiye Rojhilata Navîn. Ew iddiayeke ne zanyari ye u ne mümkine. Ji bo ku xebata şano xebateke çandiye demê ku Çanda neteweke, neteweyeke din bike bin bandura xwe divê bê ixraçkirin ji bo ixraçkirinê ji gelek sedemên Abori-civaki u siyasi hene. Ta demê ku netewê kurd derbazi jiyana civaki bu ye heya iro di bin bandura çend dewletande maye u hatiye metingehkirin bi her avayi bandura dagirgehkaran tesirê jiyana ewan kiriye disa ji mirov nikare ji ber xwe bêje ku tesira Ewrupa heye, ji ber ku Kurd di dirokêde neteweyeke kevnarin. Ew dayin u sitandina çandi bi rêça abori u bazirganiyê divê ango welatê ku ciranê hevin ji navhevde dijin dikarin bidin u bistinin. Herwek Kurd u tirkan-kurd u ereban-kurd u farisan. Gelek vekiri ye ew bi her avayi tesir li hev dikin. 

Dîsa Niviskarê hemdem u nemir Musa Anter di sala 1959'an de berhemeke şano bi navê 'Brina reş' dinivisini (çavkani: Berbang). Di salên 1970 an virde li Rusyayê ronakbirên Kurd karê şano pêş dixinin u di wê demê gelek berhemên nu têne afirandin ewan yek bi yek rêz dikim; Beqelên têyrê elegezê-Ker u kulikê silemanyê-reva jinê-zevaca bê dil-sinko qiza xwe dide mêr u gelek berhemê din him li meydana listikê him ji wek Piyes (şirovekirin) di Radyoya Erîvanê de hatiye bi karanin. Di ewan salan niviskarên kurd gelek mijarên şano ya navnetevi ji qulibandine ser zimanê Kurdi wek berhemê Gogol 'hesêbgêr' wek berhemê Victor Hugo 'yên bêçare (belengaz)'. Di ewan salan li Silemanyeyê dibistana Huner tê avakirin u ji bo pêşde çuyina şano u lîstikvanan roleke mezın dıleyizi.Wek Emin mirza kerim; berhemén ku bı navé 'şoförzerrin' u 'qerar u dawi' dı afırini.Rejisoré bı nav u deng Refik çolak 'Molyer' é dıxe ser meydana listıké.U dısa jı bo Zarokan nıvıskaré şano Omer A.Rahim berheme ki bı navé 'Ked'dınıvisine u  sımko Aziz wé berhemé şano dıke.(çavkani;Fadıl jaf;Kurdistan nztt.1986 rupel;44-45)

Dısa dı salén 1970-1972 ande gelek mıjarén şano wek piyesén Radyoyé hatıne zıman.'eloyé newérek'xecé u ziyabend.. dısa ewan salan lı Kerkük é selman Faik (dayéké şehit'peşmerge kotayi-derbegi') bı ewan listıkan bı régeha rojava karé şano rahıştiye merhaleyeke bılınd..(çavkani:APN,press ajans X.Baran lı Swéd)
Ronakbirén Kurd niqaşén dıjwar lédıkın seranser jı bo Şano! Mıxabın demé ku mirov bı hususén zanısti ewan niqaşan bınére hın iddiayén puç wır de naçe,lı gor bir u baweriya mın u tecrubeyén mın a emeli ew listık én ku jı méjve heya iro  hatıne şanokırın; şıklé ewan a régehi,şıklé naveroké u armancé listık u xurtbuyina listıkvanan wari huner u naverokéde ne dı çerçeva huneré a rındbuyinade ye.Lı gor sékoşeya listık-listıkvan u temaşevanan tıxubén Şanoya Kurdi gelek teng e.jı bo ku Metingehkaran jiyana me  a cıvaki bé zanyari,bé diroki u bé huner hıştıne u    kambaxkırın e .jı ber ewan tehluke u sedemén giring ew listıkén ku jı méjve hatıne şanokırın bé rexnekırın u bé régeh u bé desthılati çé bune.İro em nızanın ku ew listık bı çı sazumana Şanogeh ,bı çı hacetan,cıl u coran. bı çı ronahi yé hatiye holé,naverok u estetik (cıvani) u şıkıl u bı taybeti listık-listıkvan u temaşekar lı gor sékoşe ya régeha şano çawa hatiye afırandıné..dı nav bist  salén çuyi de cıvaté kurdan ketibu lı bın bandura ramaniya şohitiyé (tevgera sosyalizm u kominizmé) u dı ewan salan ew kovar u rojnameyén Kurdan  u pırtukén ku hatıne çapkırın bı kerema xwe hemuyan temaşe bıkın ma tu nıvis hatiye lé kırın lı ser şano ango huner (ez qala nıvisén ku bı lé kolinan  u dı wari régeha zanyaride hatıne afırandıné dıkım)tunın.lé gengeşiya ramani a siyasi lı ser ramaniya marx-lenin-mao u her weki dın gelekın.ma tu dıbé ev pıspor.én nemır u nav u deng bé çand u huner ın . daku kurdén me dı wari huner u çandi de nıkarın pesné ewanan bıdın!.Ew kevneşopiya gengeşiyé ya réxıstınén Kurdan her wek nakokiyeki mezın bu bela seré me u gelé kurd.u  bist salén me yi zerin bedılhewa çu!jı bo ku sazumanén kurd yén siyasi her tışt lı gor mıjaré siyaseté u propagandayé (bangeşe) u bébername afırandın,;tevgera çini lı welatén serdest (kapitalist) dıbe.mıxabın Sazuman u Réxıstınén Kurdistani ew ramani xıstın dı nava cıka Kurdistan u lı gor hususén zanısti welaté kurdan bındeste u hatiye metinkırın u hacetén serdestiyi tunın u  şunde maye..u tevgera çini lı kurdistané nayé meşandın jı bo me tevgera netewi dıvé...

Dewlemendiya me ya netewi her wek di çerçeva 'zanistîya gel' de béte ditın u dıvé nu ve bé béjıng kırın u yén ku xebata çand u hunerde jirin lı ewan xwediderkevın u alikarbın ew mesuliyet ne karé şexısan e karé dezgehén sazumananın.Ew xabatanan bı léger u lékolinén cıvaknasi-diroki -erdkolin u bı şıklé jiyana ruhi té meydané.

Şano dı nav avahiya jorın de dı nav tevgera çini cih dıgıre u pévejoya dirokide dı bın hukımraniya desthılatan de jı bo meslehatén ewan  hukımranan hatiye bı kar anin.xeyni wé réyén  dı hın réyén azad de ji péşde çu ye.Lı gor gotınén bav u kalan ('dınya =gerdun= şanogeh ye u mirov ji listıkvanın té de dı leyizın')bı maneyeke dın şano;yén ku dıxwezın xwe u gelé xwe péşve bıbın,hin bıkın dıji bédadi u neheqiyé derkevın u dıji zordestiyé rawestın bı keda ewan kesan ava u jin dıbe. 

Şano ya netewi danustandınén bı şexsi-herimi u cıvaki dı pévajoyéde bı lékolin u légerinén zanısti héja dıke u yekitaya armancé netewi xurt dıke.bı xwe zelalkırına buyerén çuyi u tégihıştına pévajoya nu mıjara şano ya netewiye.

lewra dıxwezım hın téz an réz bıkım.

a)Şanoya netewi féde dıde;jı bo yén ku dıxwezın kémasi u şaşıtiyén ku jiyana beré de çébune u sedemén evan derdıxınin holé u pé nérinén teze hin dıke.

b) bı qanunén ne wek hev a diroké wek çanda Dewlemendan 'burjuva' u çanda karkeran 'proleterya' nakokiyeke mezın e jı bo régeha çand u huner.dıvé réka huner u çanda mirov an béte vekırın.

c)Dı pévajoyé me de régehén şano yén ku hé jindarın dıvé bén taxlidkırın da ku réka şanoya péşerojé ve be.xebata şano bı nazariye yé beré neyé gırédandın, minak u model hemu bén cerıbandın da ku tékamula şano bıgır heya iro buye xwedi régehén ku téne zanin bı nuve u lı gor hususén netewi béte avakırın.

d)Hunermend ji karkereki bı ramanan e.jı bo péşketına cıvaki u mirovan dı wari huner u çand de bı keda xwe xebat dıke. bı cıvani jiyané dıguharini. bı raman u huner Şeré xırabiyé dıke..

Adıl Duran




#Article 199: Adil Duran (304 words)


Adil Duran hunermend û nivîskarekî kurd e. 

Adil Duran sala 1955'an di Dêrsimê de li Kurdistana bakur hatiye dinyayê. 1968an de bı karê şano dest bı jiyana huneri kıriye. piştre bi rojnamevani u helbest nivisiyê, çê kirina wêne u xêzikan jiyana xwe berdewam kiriye. 1971 cara yekem ew tê girtin. 1978 an jı ber sedem zor û zilma Romi tê Berlinê ciwar dibe. Li Tirkiyê û derweyi welat di gelek kovar u rojnameyan de berhemên wi tên weşandın, 1984 ligel hunermend û ronakbîrên kurd  Navenda çanda amojgariya Kurdi  sazî û man dikin u ew dibe berpırsiyarê karê çandi. 1976 an dı wari helbestan de li Tirkiyê xelata yekem distine. di karê xêzıkan de 1977 xelateke taybetî u sala 1979 an de ji lı Kuba yê xelateke mezin ya Navnetewi distine.

Dı wari xebata Wêne an de 1976 dı festivala Yarımca, 1984-85 li Berlinê, 1993 li Siwisreyê, 1996 li Almanya li Kalrsruhe yê u bi alîkariya organizasyonên mirovhez pêşanidaneki mezin rêxist.

Adil Duran Pirtukek bi kurdi  Destana Dersim  çapkır. 1985 an de çû Swêd û 3 salan li wir ma û federasyona komelên kurdî de xebat kir u demeke kin kete nav redaksiyona Kovara Berbang ê. Piştre jı sedema pêwistiya kar û barên Netewi berê xwe da welat. Di 4'ê nîsanê sala 1989an de hate girtin 15 roj ê şevan êşkence lê hate kirin û 3 salan gırtigehên Romî de ma. Di 1992an de careke dîn derket derve î nefiyê jiyana bû. 

Duran jî di kovaran wek Nûdem û Helwest de nivîsand û destwêneyên ji bo pirtûka Çend Şêweyên Efsaneya Şahmaran çêkir. 

Duran li Basel (Swîsre) dimîne û ê digel Şanoya Bajar a Baselê xebata şano dıke û karê xwe yi huner u çandi dıdomine.(listıkek bı navê  Bajarê bi dil  ji bo şano amadeye...)

Duran di Wîkîpediayê de li ser mijarên çandî û hunerî dinivîse.




#Article 200: 28ê nîsanê (231 words)


bajaran rêvebiriya leşkerî hatiye îlankirin. 

Nesime Yaman ya bi navê kod Delîla Goyî ( di sala 1979an de li gundê Qiliban Badinê hatiye dinê, di sala 1990î de tevlî nav refên gerîlla bû, femandarê bolûkê û rêvebera YAJKê ya Eyaletê bû), Evîn Boga ya bi navê kod Evîn Umut ( di sala 1979an de li Gundê Tatwan Yedîverenê hatiye dinê, di kanuna 1996an de tevlî nav refên gerîlla bû), Muhsur Çelik yê bi navê kod Dilovan ( di sala 1978an de li Bismilê hatiye dinê, di sala 1998an de tevlî nav refên gerîlla bû), Emine Uygun ya bi navê kod Berçem Bote (di sala 1979an de li Edenê hatiye dinê, di 20 tebaxa sala 1998an de tevlî nav refên gerîlla bû), Barış Mert yê bi navê kod Alîkar (di sala 1974an de li Sasonê hatiye dinê, di sala 1997an de tevlî nav refên gerîlla bû), Meryem Taşkıran bi navê kod Jiyan Arjîn (di sala 1980yî de li Sîlwanê hatiye dinê, di 9 kanuna sala 1998an de tevlî nav refên gerîlla bû), Xezal Goç yê bi navê kod Axîn Tatwan (di sala 1980yî de hatiye dinê, di sla 1995an de tevlî nav refên gerîlla bû), Bayram Çolakel yê bi navê kod Sîpan (di sala 1978an de li Muradiyê hatiye dinê, di sala 1998an de tevlî nav refên gerîlla bû), Musa eslê xwe ji Rihayêbû. 

(Cejnên ku di vê rojê de tên pîrozkirin)




#Article 201: Amed Tîgrîs (303 words)


Amed Tîgrîs nivîskar û mamosteyê zimanê kurdî ye.

Amed Tîgrîs li Licê ya Amedê hatiye dinê, lê sala bûyîna wî ne dîyar e. Ew ji taxa Qerehesen ji goma Xicîgan e. Tîgrîs li Licê dibistana seretayî û li Erxaniyê jî dibistana mamostetiyê xwendiye. Piştî dibistana mamostetiyê, çend sal li gundên Cinezûr û Şêxana Licê mamostetî kiriye.

Licî, Amed Tîgrîs bi navê Mekî Xoce nas dikin. Tîgrîs di avakirina komela mamosteyan TÖB-DER'a Licê de cîh girtiye, demekê serokatî û nûnertiya wê kiriye. A. Tîgrîs di sala 1980'î de derketiye derveyî welêt û li Stockholmê bi cîh bûye. Ew ji 1984'an vir ve li Stockholmê di dibistanên swêdî de mamostetiya kurdî dike. Di xebatên xwe yên rêxistinî û ramyarî de bi awayekî aktîv pêşî bi TKP û piştre jî bi DDKD re xebitiye. Dûvre dest ji karê rêxistinî û siyasî berdaye û bi kar û barê ziman û wêje re mijûl bûye. Heta niha 37 pirtûkên wî hatine çap kirin. Di warê çand û wêje de alîkariya bizava netewî, dem û dezgehên çandî kiriye. Demeke serokatiya Înstîtûya kurdî ya li Stockholmê kiriye.

Tîgrîs di Med û Medya TV de bi navên Rojbaş mamoste, Dibistana kurdî, Êvarbaş (ji bo temenmezinan) û Xwendegeha kurdî bernameyên hînkirin û perwerdeyî amade kiriye. Ji derî mamostetî û nivîsîna pirtûkên dersê, xebatên wî yên li ser ziman, wêje û çandê jî hene. Ji zimanê tirkî û swêdî çend berhem wergerandiye kurdî.

Di kovar û rojnameyên wek Berbang, Armanc, Hêviya Gel, Kurdistan Press, Avaşîn, Welat, Welatê me, Azadiya Welat, Hîwa û Bîrnebûnê de meqalên wî hatine weşandin û redaksiyonên hinekan de cîh kirtiye. Di sala 2005an de ji Stockholmê vegeriye Amedê û niha li navenda Amedê dijî. Du lawên wî hene, navê yê mezin Evîndar û yê biçûk jî Rizgar e.

Lîsteya berhemên Amed Tîgrîs

Berhemên ku ji bo çapê amade ne




#Article 202: Hozan Canê (295 words)


Hozan Canê ( li Qereyaziyê), hunermedeke kurd e.

Canê di sala 1969an de li bajarê Erzîrom navca Qereyazîyê hatiye dinê. Dibistana serete jî, li heman navcê xelaskiriye. Ew dibistana navendî li bajarê Edenê qedand. Piştî hîngê jiyana wê ya muzîkê destpêkir. Di dibistana ASM û Arîf Sağ de, bi alîkariya mamoste Ferqîn Şiyar û Kazim Bora, sê salan dersa deng û stranbêjiyê wergirt. Ji bo kaseta xwe ya yekem, di studyo ASM de xebitî. Mereq û heskirina muzîkê di dilê wê de, hê ji piçûkatiyê ve destpêkiribû. Hozan Canê di wan deman de guhdariya Radyoya Erîvanê dikir. Kêfa wê pir ji stranên Meryem Xan, Eyşe Şan û Şakiro re dihat. Ew bi hunermendên mezin re yên weke Eyşe Şan û Şakiro'ra dixebitî. Daxwaza wê ew bû ku bibê hunermendeke mezin wek Meryem Xan. Mîna wê stranên Kurdî bêje û rêya wan hunermendan bişopîne. Piştî xebata sê mehan li studyo ASM ê, li ser navê Rê Waye, lê lê Dayê bi rêya Fîrma Ataman kaseta wê ya yekemîn derket. Li dûv viya, kaseta Hozanê Kurdî derket. Di bin zor û zehmetên li Tirkiyê, ligel van xebatên kasetan wê, konsert jî çêdikirin. Ji ber van xebatan, polêsên Tirk her tim Hozan Canê dawetê qereqolan dikir, êşkence û zehmetî didan wê. Herwiha, di konsereke xwe hatî girtin û birîndarkirin. Ji bo ku derfetên xebata hunerî nemabû, mejbûr mam derket  derveyî welêt.

Xebata wê ya muzîkê li Almanya, di bin banê Akademiya Çand û Hunera Kurdî de domkir. Piştî çend salan, bi rêya Kom Muzîkê, kaseteke bi navê Esqa Welat derxist. Kaseta wê ya pençemîn di studyo DD Sound Production GbR de, bi navê Wezîrê Min  derket.

Di  de ji ber tawana endamtiya rêxistina terorî ji aliyê hêzên rejîma tirk ve hatiye girtin û heta  di zindanê de maye.




#Article 203: Kemal Pir (161 words)


Kemal Pir (z. 1952, li Güzeloluk, Torul, Gümüşhaneyê − m. 7ê îlona 1982, li Amedê) yek ji damezirinerên Partiya Karkerên Kurdistanê bû.

Kemal Pir di sala 1952an de li gundê Güzeloluka Torulê yê navçeya Gümüşhaneyê hate dinê. Dibistana lîseyê li Samsunê qedand, paşê di sala 1970î de li Enqerê derbasî Fakûlteya Dîrok-Cografya û Ziman bû. Di yekemîn koma navendî ya PKKê cîh girt. Di sala 1977an de li Enqerê hate binçavkirin û paşê hate girtin. Li girtîgeha Ordu-Ulubeyê di payîza 1977an de firar kir û ji dîsa hate girtin. Lê belê li girtîgeha Rihayê dîsa firar kir. Di sala 1980î de dema ku dîsa hate girtin, di îşkenceyên mezin re hate derbaskirin û piştî lêpirsînê ew şandin girtîgeha leşkerî ya Amedê.

Kemal Pir, li girtîgeha leşkerî ya Amedê, ji bo protestokirina zext û zoriyan di rojiya mirinê de ku roja 14'ê tîrmeha 1982'an de destpêkiribû, di 52emîn roja rojiya mirinê, ango di 7ê îlona 1982an de jiyana xwe ji dest da.




#Article 204: Rêzan Tovjîn (255 words)


Rêzan Tovjîn (Jidayikbûn 1978, Dêrika Çiyayê Mazî)  Nivîskar, bernamenûs, wergêr. Di 1993'an de dest bi rojnamegeriya kurdî kiriye. Di gelek rojname û kovaran de rojnamegerî, edîtorî, nivîskarî û gerînendetî kiriye. Di salên rojnamegeriyê de hatiye girtin û yek ji wan kesan e ku di temenê zaroktiyê de gelek salan girtî maye.

Di 2004'an de bi beşdariya 11 nivîskaran dest bi xebata Kovara W kir. Di avakirina Komeleya Nivîskarên Kurd a Amedê de cih girt. Demek kin serokatiya vê komeleyê jî kiriye.

Di avakirina Komeleya Lêkolîn û Pêşxistina Çand û Ziman (Karger) de cih girt. Di 2005'an de yekemîn Kovara komputergerî bi navê Kovara Pckurd derxist û piştre bi navê Bername NET kovarek derxist. Tovjîn heta dawiya sala 2006'an seroktiya komeleyê kir.

Mirin Di Xewê de Bû, Cuma Boynukara, Lîstik, 2010, Weşanên Lîs, Ji Tirkî

Wî geroka Opera û Avant Browser, scriptên wekî PostNuke, Mambo, Joomla, Php-Fusion, Squirrel Mail û bernameyên wekî anti-spyware a Winpooch û Ad-aware, PSPad, FTP'ê FileZilla cara yekem di navbera salên 2004-2006'an de wergerand kurdî. Di wergera Abiword Ubuntu û OpenOffice de gelek salan kar kir. Ji bo zimanê kurdî li Facebookê were zêdekirin kampanya da destpêkirin û piştî hate pejirandin jî wergera wê pêk anî.

Wî heta îro gelek bernameyên tîcarî yên pirzimanî (kurdî, tirkî, îngilîzî, erebî) afirandine. Hin ji van bi navê New-C, Karger, Baro CMS, BİYS, BBYS, Otopas A di bazarê de ne. Ev pergalên webê (scrîpt) ku hemû bi zimanên kurdî, tirkî û îngilîzî hatine afirandin ji aliyê gelek sazî û dezgeyên fermî û civakî ve tên bikaranîn.




#Article 205: Qedrîcan (1209 words)


Qedrîcan an jî Qedrî Can (z. 1911 – m. 1972), helbestvan û nivîskarekî kurd bû. Ew bi navê Abdulqadir Can li Dêrika Çiyayê Mazî (Mêrdîn) di sala 1911ê da hate cîhanê.

Di piçûkahiya xwe de Qedrîcan wek Qedrî dihat naskirin. Ji zarokahiya xwe de Qedrîcan pir xwedî şans bû ku bavê wî (ku bi kurtahî wek Cano tê naskirin) di zanîna hêjatiya xwendinê bû kurê şand xwendinê. Di dibistanê de ew xwendevanekî pir pêşketî û baş bû, bi taybetî di mijara hejmaran da (matematîk).

Piştî dibistana destpêkê, dibistana navîn û bilind Cano kurê xwe şand Zanîstana Mamosteyan ya Konyayê. Di wan salan de Qedrîcan welatparêziya xwe hîn xurtir kir û navê xwe xist îsteya dewleta Tirkan ya reş. Ji bo Qedrîcan tenê du çare ma bû: 1) yan mirin 2) yan revandin.

Qedrîcan ji Dewleta Tirk, bi riya Antakyayê, reviya çû Sûriyê. Piştî revînê, ew nema dikaribû vegere welatê xwe, cihê xwe yê zayînê Dêrika Çiyayê Mazî.  Bavê xwe Cano, ku pir girêdayî hev bubûn, nema didît.

Qedrîcan yek ji helbestvanên herî mezin ên gelê Kurd bû û wek bavê helbesta nûjen a Kurdî (helbesta torê ya nû) tê naskirin. Wî bi nivîsoka xwe di zaraveya kurdî ya kurmancî dinîvisand.

Yek ji helbest ên wî ya herî bi nav û deng Gula Sor bi destê hozanê gelê Kurd Ciwan Haco hat beste kirin.

Lê Qedrîcan ne tenê helbestvan bû, helbestvanî tenê yek ji xebatên wî yên pirhejmarî bû.  Navê wî rewşenbîriya xwe tê bîranîn. Ew rewşenbîr, ronakbîr, zana, helbestvan, wergervan û polîtîkavan bû.

Qedrî Can li hember qedexe û zorî yên dewleta Sûriyê dersên kurdî dida xwendevanên xwe yên dibistanê.

Dema ku mirov li rûpel ên rojname yan kovarên Hawar, Ronahî û Roja Nû binêre, xebat ên Qedrîcan tên dîtin.

Dema ku li Konyaye dixwend  pir nakokî di nav mêjiyê wî de çêdibin. Jiyaneke bi xirecir li ber çavên wî ket. Xwest ku xwe binase, li binyada xwe, çand û dîroka xwe vekole. Kete nav lêkolîn û lêgerînên dû dirêj. Dema ku di betlaneya havînê de dihate gund, gelek xort li dora xwe vedihewandin. Ji wan re qala azadiyê û welêt dikir.

Keça Qedrî Can, Şêrîn Can ku li Sûriyê bijîşkiyê dikir ji bo bavê xwe dibêje: Dema ku havinê ew dihate Dêrikê xort didan dûv xwe û li nav rezan diciviyan. Kêlik diçikandin û berik bera wê didan. Dema ku dewlet bi xesletê Qedrîcan dihese dikeve pey şopa wî. Qedrîcan dinêre ku tevgera Şêx Seîd têk çûye. Çi rewşenbîr û welatparêz hene an têne girtin an jî kuştin. Ew jî dev ji dibistanê berdide, tevî Reşoyê Dêrikî û çend hevalên din biryar didin ku binxet bibin. Li nêzî tixûb Qedrîcan û bavê xwe hev û dû dibînin. Qedrîcan rewşê dibêje û ji bavê xwe re dibêje ku ew dê rojekê welêt rizgar bikin wê çaxê welat dê pir xweş be û ew jî dê vegerin. Bavê wî nikare wî ji bo ku neçe îqna bike.

Qedrîcan berê xwe dide Şamê û di nav bilbilên Şadî yên ku her tim li dûrî gulistanê dixwînin û keserkûr in de cih digre.

Beriya ku wefat bike, gelek name ji lêzimên xwe re şandine. Gotiye min pir bêriya welêt kiriye û ez dê rojekê vegerim. Lê mixabin ev xwesteka wî bi cih ne hatiye.

Em dikarin bibêjin ku Qedrîcan pêşengê helbestvani ya Kurdî ya pêşeroj a ku bê cêwî û bêbersiv hatiye nivîsin e. Li gorî wê heyamê şiîrên ku nivîsîne gelekî bedew, pêşketî û nûjen in. Em dikarin şiîrên wî bidine ber ên şaîrên wê heyamê yên hemden.

Lihevhatîbûn tor a helbest a nû ye. Hem drûv û hem jî naverok nû ye. Sor hem rengek ku Kurd jê hez dikin e, hem jî ala sosyalîzmê bi bîr tîne. Weke remzekê ye. Qedrîcan lewma ew bikar aniye. Di vê şîîrê de ramana înternasyonalîzmê heye. Helbestvan, di wê baweriyê de ye ku rojekê gula sor dê li hemû cîhanê were hejandin.

Weke ku dixuye bêhna lîvbaziyê ji şiîra wî difure. Hemdemê wî Mayakovskî û Nazim Hikmet jî şiîrê bi vî awayî nivîsîne.

Di helbestên xwe de hiciv bi kar aniye. Bîr û baweriyên batil bi şêweyeke zimanşêrîn rexne kirine.

Ku mirov li tevahiya vê şiîrê dinere bîr û baweriyeke ku bi hindik ronakbîr û nivîskarên wê demê re hebû li nik Qedrîcan tête dîtin. Kifşe ku wî hêj wê demê berhemên klasik ên sosyalîstan xwedine û rewa kirine. Li gorî min ji hêla bîr û baweriyê ve Qedrîcan di rêya kovarên wê demê de (Hewar, Ronahî, Roja nû) bi serê xwe ekolek e. Ew û Cegerxwîn nêzîkî hev in, lê ji aliyê kûrahiyê û ji aliyê şekl ve ji hev cihê ne. Di şiîra Cegerxwîn de hin caran bîhna tesewûfê tê.

Sala 1957an ji bo komcivîna xortên navneteweyî bi keştiyê diçe Moskowayê. Piştî vê çûyine dîtina wî ya civakî hîn xwurttir bû. Di vê demê de şiîra Ez Diçim Mosko nivîsiye.

Ev helbest a ku gelek dûvdirêj e dilîniyên helbestvanî û ûtopiya wî tîne zimên.

Qedrîcan çûyina xwe ya ber bi roniyê, ronibûna mêjiyê xwe, têgihiştina xwe weha vedibêje:

Nivîsarên wî yên pexşanî bêtir di derbarê rabirdûyê de ne. Hişê wî pir xwurt e. Zarokatî weke şerîda sînemê tê ber çavê wî.

Di pexşanên wî de dilînî û hestekî tenik heye. Ev nivîskar çîrok in lê bêhtirîn dikevin beşê bîranînê.

Pexşana ku bi ser navê Sondî ê di hejmara Hawarê ya 35an de hatiye weşandin, nivîskar rojên şagirtiyê bi bîr tîne. Di tevahiye nivîsarê de bêriya welêt û jiyana wir, toreyên berê hatine reşandin. Heçku bi ax û keser hatiye nivîsîn.

Pexşana ku navê wê Guneh e, jî di derbarê rojên şagirtiyê de ye. Hinek kevneşopên beradayî bi ziman û şeweyekî wêjeyî rexne dike.

Rojên Derbasbûyî di 52êmîn hejmara Hewarê de hatiye weşandin. Ev nivîsar jî yek ji wan ên ku Qedîrcan jiyana xwe ya li Başûrê biçûk û Şamê vegotiye ye. Di nivîsarên bi vî rengî de Qedîrcan xweşikayiyên vê deverê û yên welêt dide ber hev. Zozan, çem, bihar û heşinayên welêt qet ji bîra nivîskar dernakevin.

Ew dilê ku van nivîs û şiîran dinivîse her dem kelogirî, çav bi hêstir û kovan e. Mirovên ku wan dixwîne jî heman rewşê dijî.

Wek hemû ekola Hawarê zimanê Qedrîcan jî çi di şiîre de çi di pexşanê de be, zimanekî xwerû û gelêrî ye. Ji xwe wê demê pişavtina bi zorê û ya pir bi rêk û pêk tunebû. Hinek polîtîkayên A. Hamîd ê ku sultanê osmanî bû hebûn, lê nedikariya zaroyên kurdan weke îro ji giyanê wan dûr bikin.

Qedîrcan demekê di dibistanên osmanî û tirkan de xwendiye lê bandora vê rewşê di nivîsarên wî de naxuye. Bêhtirîn devokê Mêrdînê bi kar aniye. Belê ku hûrik hûrik nivîsarên wî bêne dahûrandin, dê bixuye ku wî zimanê tevahiya Kurdistanê vekoliye, guhdarî kiriye an jî bihîstiye. Mînak di cihekî de peyva “nola” bikar aniye. Ev peyv li hêrêma ku Qedîrcan zarokatiya xwe lê derbas kiriye tuneye. Bêhtir li Riha û deverine din tê bikaranîn peyva “wusa” her çiqas li herêma wî tune be jî di şiîra wî de heye.

Di şiîrê de ziman  rast û rê bi kar aniye. Zêde cih nedaye remzeyan. Lê dirûvandinên wî xwurt in. Mînak:

Gelek peyvên ku îro li ber windabûnê ne, di pexşan û şiîrên wî de hene. Mînak:

Lînka rûpela Helbestvan Qedrîcan bi zimanê îngilîzî: 




#Article 206: Alan Dilpak (230 words)


Ev gotar bi kurmancî ye. Ji bo zazakî biçe: Alan Dilpak (zazakî)

Alan Dilpak zimannas û nivîskarê kurd e.

Dilpak ji herema Gurgumê ji gundekî bajarê Albistanê ye. Malbata wî kurd û elewî ye. Ew zarokê 6em yê dawî û lawêk bi tenê ye. Li gor gotina bavê wî, dema ku ew hatibû dinyayê, wan ew wek zarokekî bi temena yeksalî dabûn tomar kirin. Lê li gor gotina dayîka vî jî; dema ku Alan Dilpak hatibû dinyayê çîçek li daran diketin û apê wî yê Elî ji leşkerê hatibû. Ji bo vê yekê Alan Dilpak nizane, ku ew kingê ji dayîka xwe bûye. Ew dibê, ku emrê wî nezikî 50 salan e.

Ji bo ku Alan Dilpak here dibistanê malbata wî bi wî re gund bi gund û bajer bi bajer bû koçber.

Ji zilm û destzoriya cûnte ya leşkerî ya tirk di sala 1972an de, du sal zindan jî ketin para Alan Dilpak. Pişt rê wî zanîngeha Hacettepe li Ankara qedand û bi hatine cûnteyeke nû, di sala 1980î de, ew derket dervayî welat.

Alan Dilpak ji sala 1981ê vir ve li Almanyayê wek mamostekî zimanê almanî ji bo ciwanên biyanî dixebite.

Alan Dilpak dixweze bi xebat û berhemên xwe yên ji bo perwerdehîkirina zarokên kurd ya zimanî, dijî komkujiya çendî li ser kurdên derkeve û li ser hildan.

Alan Dilpak zewicî ye û bavê keç û lawekî ye.




#Article 207: Alan Dilpak (kirmanckî) (210 words)


  
Ev gotar bi zazakî ye. Ji bo kurmancî biçe: Alan Dilpak

Alan Dilpak mintiqa Gurgimî ra, dewêda sharîstanê Elebîstanî ra yo. Keyeyê (çêyê) ey keyeyêde kurd û elewî yo. O domanê 6îne yo. Keye de domano pêyên o û `lew layek o.` Goreyê piyê ey, demo ke o ame dînya, înan, o sey domanêde yew serre do qeyd kerdene. Goreyê vatena dayika ey kî; demo ke Alan Dilpak amo dînya, daran çîçegî kerdîbî ra û apê ey Alî eskerîye ra amebî. Na sebeb ra kî Alan Dilpak nêzaneno ke key dayîka xo ra bîyo. O vano amrê ey, dormeyê 50 serre der o.

Seba ke Alan Dilpak shêrone mekteb, malbata ey dewe bi dewe, bajar bi bajar bi bî goçber.

Zulm û zordariya cuntaya leshkerî ye ver, 1972 de 2 serrî zîndan kewt para Alan Dilpakî. Bado, ey Anqara de Uiversîteya Hacettepeyî qedenê. Tawo ke cuntayêda newîye amê, 1980 de ey welat terk kerd.

Alan Dilpak 1981 ra nat sey mamostayê dersanê ziwanê Almankî seba ciwananê pesheyan xebetîno.

Xebat û eserê xo yê ke perwerdekerdishê domananê kurdan ser o yê, Alan Dilpak wazeno ke bi raya înan, katlîmo çandî yo ke kurdan ser o yo, dustê ey de sare wedarone.

Alan Dilpak zewejiya yo û pîye keynek û lajekê yo.




#Article 208: Mûrad Ciwan (175 words)


Mûrad Ciwan Nivîskar û Siyasetmedarê Kurd e.

Ciwan li sala 1956ê li Amedê hatiye dinyayê. Heta dawîya Xwandingeha Mamostetîyê li Amedê xwandiye, lê destûrnameya xwe ya dersgotinê ji Xwandingeha Mamostetîyê ya Akşehirê - Konyayê wergirtiye. Salekê li Amedê dersên Zimanê Îngilîzî û salekê jî li Zanîngeha Stenbolê dad xwandiye, lê ji ber xebata xwe ya siyasî xwandina xwe temam nekir. Piştî Darbeya 12'ê îlonê ya sala 1980ê ya Tirkiyeyê, li Nîsana 1980ê, derket derveyî welêt û li Swêdê bicî bû. Heta dawîya sala 1992ê di xebata şoreşgerîya Kurdewarî de çalak bû. Demekê sekreterê giştî yê Partiya Pêşeng a Karkerên Kurdistanê anko PPKK bû. Li sala 1992ê ji xebata siyasî ya çalak vekişiya û xwe da karûbarê lêkolîn û nivîsînê.

Ji 1981ê heta Tîrmeha 1997ê berpirsiyarîya redaksiyona rojnameya Armancê kiriye. Gelek nivîsarên wî yên bi Tirkî û Kurdî li ser pirsgirêkên siyasî, li ser Ziman, dîrok û wêjeya kurdî di kovar û rojnameyên cûrbicûr de hatine weşandin.

Ew bi Mukkades Çılgın re zewicî ye û bi navê Rûken, Nûşîn, Rûgeş û Ariya çar zarokên wan hene.




#Article 209: Gerdûn (774 words)


Gerdûn an jî karîgeh car caran kaînat hemû cîh, dem û naveroka wê ne, planet, stêrk, galaxy û hemî cûda madeyên û enerjî, Ew wateya her tiştî, jiyan, hebûn û cihê ye, mezinahiya tevahiya gerdûn ne naskirî ye, lê mezinahiya gerdûnê ya berçav dikare were pîvandin mezinahiya gerdûnê niha 93 mîlyar salên ronahiyê tê texmîn kirin, di hîpoteza multiverse de, gerdûn yek ji gelek gerdûnên din e, ku her yekê xwedan dem, cih û materyalên xwe heye.

Gerdûn pêk hatiye ji hemî wan tiştan ku bi awayekî fîzîkî bûnê wan hene. Gerdûn gelek fireh e û tê de pir galaksî (anku, kakêşan yan kadizan) hene. 

Şêweyên galaksiyan jî pir in. Rêya Kadizê yek ji wan e. Ew li dor xwe digerin, ji lewre, kurdan jê re gotiye: Çerxa Felekê. Roja me di rêya Kadizê de ye. Roja me ji stêrkan tê hejmartin. Zemîna me (ev erdê ku em li ser dijîn) ji exteran (gerstêrk) tê hejmartin.

Modelên gerdûnî yên gerdûnî yên gerdûnê ji hêla fîlozofên Yewnanîstan ên kevnar ve hatine pêşve xistin û geocentric bûn, Erdê li navendê xistin.

Bi sedsalan, çavdêriyên astronomîkî yên berbiçav, Nicolaus Copernicus rê da ku modela heliocentric bi Sun re li navenda pergala rojê bigirin.

Di pêşxistina zagona gerdûnî ya gerdûnî de, Isaac Newton li ser karê Kopernîkus û her weha qanûnên Johannes Kepler-ê ji çavdêriyên tevgera gerdûnî ya ji hêla Tycho Brahe ve hatî çêkirin.

Pêşveçûnên berbiçav ên çavdêriyê hiştin ku rastiya rojê yek ji mîlyar mîlyon stêrkên di Rêya Qedrê de, ku yek ji kêm-mîlyaran galgalên li gerdûnê ye.

Piraniya stêrkan di galaya me de xwedî planet. Di dereceya herî mezin de, galgalî li hemî alîyan bi rengek yekgirtî û yekbûyî têne belav kirin, wateya ku Universe ne xwediyek an navendek heye.

Di pîvangên piçûktir de, galgalî di koma û superclusters de têne belav kirin ku ji nav fîlên berbiçav û hûrsên vala di cîhê de digirin, avahiyek berbiçav a mîna felq çêbikin.

Lêgerînên di destpêka sedsala 20-an de ev pêşniyar dikin ku gerdûn destpêkek heye û ew cih ji wê demê ve berfireh dibe, û niha jî hîn bi rêjeyek berbiçav ve diçe.

Teoriya Big Bang şiroveya kozmolojî ya pêşverû ya gerdûnê ye.  Di bin vê teoriyê de, cih û dem 13.799 ± 0.021 mîlyar sal berê derketine û dema ku Universe berfireh kir, enerjî û materyal di destpêka heyî de kêmtir drav bûne.  

Piştî pêşveçûnek bilez a bilez a ku jê re dibêjin serdema enflasyonê li dora 10−32second, û veqetandina çar hêzên bingehîn ên naskirî, gerdûn hêdî hêdî germ kirin û berfirehbûna xwe berdewam kirin, ku destûr didin parçeyên yekem-subatomîk û atomên hêsan ava bikin.

Mijara tarî hêdî hêdî berhev dibe, avakirina fonksiyonek fonksiyonê ya fonksiyonê û vîdyoyên di bin bandora zirav de.

Ewrên birûsk ên hîdrojen û heliumwere hêdî hêdî berbi cihên ku materyalê tarî pir hişk bûn, bûn yekem galaktî, stêr û her tiştê din, ku îro îro têne dîtin.  

Gengaz e ku hûn tiştên ku nuha ji 13.799 mîlyar salên ronahiyê dûr in dûr bibînin ji ber ku cîh bixwe fireh bûye, û îro jî hîn berfireh e.

Ev tê vê wateyê ku hêmanên ku naha nêzî 46.5 mîlyar salên ronahiyê hene hîn jî dikarin di paşeroja xwe ya dûr de bibînin, ji ber ku di paşerojê de, dema ku ronahiya wan berdaye, ew pir nêzikî Erdê bûn.

Ji xwendina tevgera galaksiyan, hate kifş kirin ku gerdûn pir ji tiştê ku ji hêla hêmanên xuya têne hesibandin tê de heye;  stêrk, galgalî, nebulas û gaza interstellar.

Ev mijara nedîtî wekî mijara tarî tê zanîn (tarî tê vê wateyê ku li wir gelek ceribandinek yekser a bihêz heye ku ew jî heye, lê me hîn jî ew yekser nas nekiriye).

Modela ΛCDM modela herî berbiçav a gerdûnê qebûl dike.  Ew pêşniyar dike ku ji% 69,2% ± 1.2% [2015] ya girs û enerjiyê di gerdûnê de asayîbûnek kozmolojîk e (an jî, di nav dirêjkirinan de με ΛCDM, formên din ên enerjiya tarî, mîna qada scalar) ku berpirsiyarê niha ye.

berfirehbûna cîhê, û li dor 25,8% ± 1.1% [2015] mijara tarî ye. Mijara gelemperî ('baryonic') ji ber vê yekê tenê jîngeha laşî ya 4.84% ± 0.1% [2015] ye.  Stêr, planet, û ewrên gazê yên berbiçav tenê% 6% ji madeya gelemperî, an jî% 0,29% ji tevahiya gerdûnê digirin.

Di derbarê çarenûsa dawî ya gerdûnê de û der barê tiştê ku, ger tiştek pêşiya Big Bangê be, gelek felsefeyên pêşbaziyê hene, di heman demê de fîzîknas û fîlozofên din red dikin ku gumanbar bikin, û guman dikin ku agahdariya dewletên pêşîn dê her gav bigihîje.

Hinek fîzîknasan pirrjimar cihêrengiyê pêşniyar kirine, di nav de gerdûnê me dibe yek ji pir gerdûnên ku bi heman rengî hebin jî.




#Article 210: Gerstêrk (846 words)


Gerstêrk, gerestêr, hesare, rojger, rojgerk, rojgeran, rojgêran, seyare, exter cîsimên esmanî yên Rojbendê ne ku li dor Rojê dizivirin.

Li goreyî Yekîtiya Navneteweyî ya Stêrnasiyê, desteka fermî jibo navlênanên stêrnasî, gerstêrk ji bo dozena Rojêa me wiha dihêt pênaskirin: gerstêrk keristeyekê esmanî ye ko (a) têra giranhêza (gravity) xwe bariste hebit da bikaribit li rastî sertûyê req bin dest bikit û awayekê hevseng ji hevsengiya Hîdrostatîk anko nêzîkî groveriyê bi xwe ve bigrit, (b) li ser dewseka diyarkirî li dor rojê bizivrit û (c) derdora dewsa xwe pakij kir bit.

Dema mirov bi çavan li stêrkan dinihêre, li asîmanan diçûrisin, ronahiya wan vêdikeve û vedimire. Ji ber ku ew gelekî dûr in û ronahiya wan lawaz e, ew ronahî di rê de dişikê. Ji ber vê jî mirov dibêje qey stêrk vêdikevin û vedimirin. Lê gerstêrk ne wisa ne. Ronahiya wan sabît e, ronîtir xuya dikin.

Li goreyî vê pênaskirinê, dozena Roja me 8 gerstêrk hene: Tîr, Gelawêj, Erd, Behram, Bercîs, Keywan, Uranûs û Neptûn.

Vedîtina Gerstêrkek Ku Dibe Sedema Bileztir Zivirîna Stêrka Xwe!

Gerstêrkek mezin ku li derveyî menzûmeya Şemsî ye, hin nêzîkê stêrka xwe ye ku bi gera xwe ya li dora stêrka mak, leza zivirîna wê diguherîne.

Mişterî yan heman   ku mezintirîn gerstêrka menzûmeya Şemsî ye, bala gelek stêrknasan kişandîye ser xwe û di zanista stêrnasiyê da hin wê wek Gerstêrk*Stêrk  bilêv dikin. Ya rast ew e ku Mişterî û gerstêrkên wek wê, hin mezin in ku xwediyê taybetmendiyên stêrkan in û tenê kelîna dendikî di nav wan da pêk naye.

Hin lêkolerên zanîngeha ’ê  bi hevkariya çend navendên din yên lêkolînan, karîne gerstêrkek pir pir ecêb bibînin. Mezinahiya wê 1.34 qasî Mişterîyê ye û fasileya wê ji stêrka mak jî, pir nêzîktir e ji ya Etarud, Tîr yan heman Mercury, ji Tava me. Navê vê gerstêrka sosret ’e ye. Fasileya wê ji me, 2100 sala Ronahîyê ye û bi lezeke ecêb li dora stêrka xwe digere. Leza wê ya li dora stêrka wê, hin zêde û mezin e ku tenê rojeke 24 seetî ji wê gera li vedora stêrka xwe, pêwîst e.

Jiber çirî, bariste û leza wê ya ecêb, di her gera xwe ya li dora stêrka xwe da, li ser rûbera stêrkê, bandorên hilkişîn û daketina pêlan (Cezr û Med ) dayndide. Ev yek jî li ser navenda hêza stêrkê, bandorê dike. Ya rast di navbera stêrk û gerstêrkê da meydaneke kaşokî çêdibe ku dibe sedema kaşbûna Pêldaketina han ya li ser vedora ser rûbera gerstêrkê. Ev yek tam dişibe bandora megneta nêzîkê rûpelek ku perçeyên hesina li ser wê ne.

Leza vê gerstêrkê ecêb, hin zêde ye ku di her 28 saln da, deqeyek ji dema zivirîna wê ya li dora stêrka mak, kêm dibe û ev deqîqe jê re qeyd(save) dibe. Bandora dualî ya vê stêrk û gerstêrkê, dibe sedema guhartina leza zivirîna dicihêxwe û ya veguhestinê ku fenomeneke pir nû ye. Lêkoler, hêwîdar in ku lênêrînên ku li ser pergalên stêrk û gerstêrkên navbirî tên kirin, bibin sedema dîtina sirrên peydabûna pergalên gerstêrk û menzûmeyên Tavîn.

Jêder: bigbangpage.com

newscientist.com

popularmechanics.com

Vedîtina Mezintirîn Gerstêrk Di Menzûmeyeke Cotstêrkî Da

Eger hûn li Şekla Felekiya Teyredeyan yan heman Sûreta Felekiya Makiyan () baş binêrin hûnê li mezintirîn gerstêrka keşfbûyî ya ku li dora du stêrkan da digere, rast werin. Helbet ronahiya vê gerstêrka ecêb pir pir kêm e loma jî bi çavê merivan naye dîtin.

Ev gerstêrk wekî gerstêrka   ya ku di fîlma Şerê Stêrkan da hatîye nîşandan e û du Tavên wê jî hene.  ê stêrknas ji zanîngeha eyaleta  di meqaleyek xwe da wiha dibêje: Dîtina gerstêrkên ku li dora du stêrkan digerin pir pir ji dîtina yên ku tenê li dora stêrkekê digerin dijwartir e. Dema geryana Gerstêrkên cotstêrkî, ya li dora Tavên wan, rêkopêk û tekûz nîne û di dema zivirîna xwe da jî, hereketên cihê û kûr di vedora xwe da, pêktînin.

Yekem car , stêrknasê SETİ bû ku bi vê meselê hesya lê hingî jibo şirovekirina çawaniya gera han ya li dora du stêrkan re, qe ne çend sal pêwîst bûn. Lêmêzekirina hin ji stêrnasên amator yên li  ê(The Kilodegree Extremely Little Telescope) jî bû sebeba vedîtina gerstêrka KEPLER 1646b. Gerstêrka han di fasileya 3700 sala ronahî ji me da ye û temênê wê herî zêde 4.4 milyar sal e, temenê wê dişibe ya Goga Erdê lê bariste û mezinahiya wê dişibe ya Muşteriyê(Jupiter).  Herd stêrkên wê jî dişibin Tavê, yek hinek jê mezintir e û ya din jî hin jê biçûktir e.

Dema Zivirîna gerstêrka navbirî  ya li dora vedorên herd stêrkên wê, 1107 rojan e ku zêdetir e ji 3 salan. Ev dema zivirînê,  zêdetirîn dema geryana gerstêrkeke derveyî menzûmeya Şemsî ya li dora Tavên  xwe ye. Cihê ku ew lê ye, ciheke wisa ye ku jiyan dikare li wûr hebe lêbelê jiber ku  gerstêrka gelek terikî, yanê , ji gaze çêbûye, ew bixwe nikare bibe cihek wisa ku jiyan lê hebe lê ev gerstêrk xwediyê çend heyvên mezin in ku jibo jiyanê pir pir cihên misayîd in.

Hêjayê gotinê ye ku temenê Kakêşana Riya Kadizê, 13.21 Milyar sal e.

Jêder: dailygalaxy

bigbangpage.com




#Article 211: Stêr (745 words)


Stêr (an stêrk) ew e, ku ji hêza xwe wek goyekî ja gazê ronahî dide, di hundirê wê de reaksiyona atomî pêk tê û tîrêj jê peyda dibin. Bi gelemperî di hundirê wê de hîdrogen di bin pestan û zora reaksiyona atomî de dibe hêliyûm. Radeya germahî û ronahiya wan li gor mezinahiya wan e. Roja me jî stêrkek e û ji ber ku ji me ve pir nêzîk e, ji ber wê jî ewqas mezin û ronahî xuya dike. Ji bilî heyv û exteran, her çavkaniyeke ronahiyê li ezmanan stêrkeke rojîn e. Heya bi dûrbîn û têlêskopan jî mezin xuya nake, ji ber ku ew pir dûr in. Stêrka here ji me ve nêzîk piştî roja me, jêre Proxima Centawrî dibêjin. Ew ji me ve 270.000 car ji roja me dûrtir e (serinc: Roja me ji zemînê ve 149.600.000 km dûr e). Stêrk bi awakî giştî ji gazên hîdrogen û hêliyom û beşekî biçûk ji hin gazên din pêktên. Gaz ji hevdu direvin, lê belê bi hêza giranahiyê bi hev ve tên girtin. Bi vî awayî stêrk têkuz dimîne. Nava wê kana şiyanê (energiyê) ye: Di her bîstekê de bi milyonan ton ji hîdrogen vediguhêze û dibe hêliyom. Stêrkên mezin bi 100 carî ji roja me mestir in. Gava stêrk hên bêtir mezin be, hîngê nikare têkuz bimîne û dibe ku ji hev bişele. Ew stêrkên mezin ronahiya wan gelek xurt e û pir germ in. Ji lewre, rengê ronahiya wan şîn e. Stêrkên ku bi mezinahiya xwe mîna roja me ne, ji stêrkên navîn tên hejmartin û rengê ronahiya wan zer e. Stêrkên biçûktir rengê sorê dagerî didin. Stêrkên hên biçûktir, ku mezinahiya wan tenê 1/20 ji mezinahiya roja me, germahiya wan nizim e û nema dikarin rêksiyona atomî pêkbînin. Ji wan re biçûkên mor dibêjin. Piraniya stêrkan ne bitenê, lê belê bi cot yan jî bi kom pêktên. Ji lewre, şêweyên têvel yên stêrkan hene. 

Enjar Hertzsprung ji welatê Danîmark û Henry Norris Russell ji welatê Amerîka, di destpêka sedsala bîstan de, bêyî ku haya yekî ji yê din hebe, şêweyekî lidarxistina stêrkan, li gor germahiya û ronahiya wan, pêşkêş kirin, ku jêre diyagrama Hertzsprung-Russel tête gotin. Ev diyagram pêwediyekê di navbera stêrkan de pêktîne. Li gor vê diyagramê, piraniya stêrkan, ku roja me jî yek ji wan e, li ser diyagonala sereke tên rêzkirin. Li aliyê rastê û jêr di diyagramê de, stêrkên sar, ku ronahiya wan kêm e tên bi cih kirin. Li milê çepê û li jor stêrkên gewre, yên ronahiya wan pir û germahiya wan bilind tên bi cih kirin.

Ev şêweye ji hemiyan bêtir peyda dibe. Ev ji roja me biçûktir in. Şiyana (energiya) wan pir hêdî diqede û dikarin heya 10 milyar sal bimînin. Di diyagrama Hertzsprung-Russel de li aliyê rastê û jêr tên bi cih kirin. Ronahiya wan ewqas kêm e, ku tenê yên here nêzîk ji me ve tên xuyakirin. Gava ew hemû ji ve bihatana xuyakirin, hîngê wê ezman ji Biçûkên Sor tijî ba.

Ev hên ji Biçûkên Sor biçûktir in. Piraniya wan wek zemîna me mezin in. Lê belê giranahiya (masa) wan bi qaserî ya roja me ye. Yanê ew pir di xwe de dagirtî ne. Ronahiya wan pir kêm e, ji ber agirê wan yê nûklearî (atomî) êdî vemiriye. Lê germahiya ser rûyê wan hên bilind e. Perçeyek ji metêriya wan, ku qaserî goka fatbolê mezin be, wê giranahiya xwe 20.000 ton be. Li ser diagrama HR ew li aliyê çepê û jêr hatine bi cih kirin.

Germahiya ser rûyê Girsên Sor wek ya ser rûyê Biçûkên Sor e, lê belê bi pirî ji wan mestir û ronîtir in. Ev şêwe jî pir peyda dibe û bi piraniya xwe, piştî Biçûkên Sor, radeya duwem digire. Masa wan wek ya roja me ye, lê belê bi mezinahiya xwe wê bigihînin xeleka gelawêjê yan jî ya zemîna me. Bi gelemperî rengê ronahiya wan narincî(pirteqalî) ye, lê dikarin wek sorê dagerî jî xuya bikin. Di diyagrama HR de li ser rêza sereke ne.

Ev şêweye stêrkan di gerdûnê de pir kêm peyda dibe; ev stêrkên here mezin in. Ev di diyagrama HR de li ser xêza jorîn tên rêzkirin. Stêrka Beitegeuze di komika Oriyon de yek ji van girsên here mezin e. Navbirka wê yek nilar kîlometir e û bi vî awayî 1000 carî ji roja me mezintir e. Ew stêrka yekemîn e, ji bilî roja me, ku mirov dikare arîkariya teknîkên radiyoastronomiyê wêneyekê ji ser rûyê wê pêkbîne.

Navê zanistan stêran stêrnasî ye.




#Article 212: Mustefa Reşîd (1008 words)


Mistefa Reşîd nivîskarê kurd û cihgirê serekê Navenda PEN a Kurd e.

Reşîd roja 19.12.1945'an ji dayîka xwe bûye. Ew roja rojeke çarşemê bû, dem jî dema êvarê bû. Di wê şevê de heyv hate girtin. Ji ber vê bûyerê jî, piştî 50 salî, roja bûyîna wî ya rastîn hate derxistin. Gundê ku ew lê bûye jêre Kaxirê dibêjin. Ev gundê Kurdan li Çiyayê Xastiyan, li herêma Çiyayê Kurmênc, li başurê rojavayê Kurdistanê ye. Bavê wî bi pêşiyên xwe digihîne êla Dinan û dayîka wî ji aliyê bavê de digihîne Xerziyan û ji aliyê dayîkê de digihîne Şikakan.

Dayîka wî, di destpêkê de, ew bi çanda Kurdan perwerde kir. Stranên landikê jêre gotin, çîrok û efsane jêre hewaldan, awaz û stranên gelêrî jêre stran. Berî ku ew biçe xwendegeha destpêkî, stranên mîna Dewrêşê Evdî, Memê Alan, Cebelî Mîrê Hekariyan, Salihê Naso, Xezala Mendalan, Xezala Reşîd Begê, Husênê Zilî, Siyamend û Xecê ... û hwd bi dehan stranên giran û bi sedan stranên sivik, çîrok û efsaneyên Kurdan êdî bûbûn beşek ji jiyana wî. Siwarê xewnên wî Memê Alan, li ser pişta Bozê Rewan, li ser rêya Cizîrê bû. Çirûskên rêya wî ji bedewiya Zîna Zêdan, Binefşa Narîn û Keja Gulîsor bûn. 

Tevî ku wî, li gor temenê xwe pir tişt dizanîn jî, lê belê gava ew çû xwendegehê dît ku mamoste bi zimanekî din diaxife û ew tê nagihîne. Hey hawar ev çi bû! wî ji xwe re got .... lê belê çare tune bû. Dîsa jî wî çare li wê pirsgirêkê dît û di wê salê de, di nav hevalên xwe de, bû yê herî jîr. Wî xwendina xwe bi zimanê erebî berdewam kir, paşve nema û di sala 1965an de, sala 12an bi standina bekeloriya (lîse) bi dawî kir.

Ji aliyê malbata wî de rêyek li pêşiya wî hatibû danîn. Ji ber ku birayê wî yê mezin bûbû doktor, diviyabû ev kurê din bibe muhendis. Bi wê armancê ew roja 19.04.1966'an li otobûsê siwar bû, sînorê Sûriyayê derbas kir û di Îskenderûnê re, di Edenê re, di Stenbolê re hat gihîşt bajarê Belgrad, paytextê Yûgoslavya. Dema pêşî li wî gelek giran hat û hin caran, ji ber awat û bîrkirina welat, di koşka xwe de bi tenê rûdinişt, li ber pencereyê, yan jî di nava nivînê de hêstir dibarandin. Lome û gazin ji xwe dikirin û digot: Çima min ji ber gotinên xelkê bi ya xwe nekir û kêrsekek (axa hişk) ji axa welat nexist çenteyê xwe û bi xwe re neanî, daku min di demên xemgîniya xwe de, serê xwe daniya ser wê axê. Qeder û çarenûsa mirov kes nizane, gava ez li van deran mirim jî, hema bila serê min li ser wê axê be.

Piştî mehekê ew bû endamê Komela Xwendekarên Kurd li Ewropa û ji wî re bû destpêka jiyaneke dûr û dirêj di nav rêzên tevgera xwendekarên Kurdistanê de. Ew li Belgrad bêtirî çar salan ma û nema debara wî li wir bû. Bêyî ku ew xwendinê bi dawî bike, berê xwe da Almaniya û hat li bajarê Berlîna Rojava bi cih bû. Li zanîngeha Berlîn xwendina înformatîk (xwendina xêvjimêr) bi dawî kir. Di sala 1981'an de bi keçeke Kurd re zewicî û piştî çend salan du kurên wan çêbûn. 

Di sala 1976'an de wî û hin hevalên xwe biryar girtin, ku ji niha û pêve, xwe bi zimanê kurdî perwerde bikin û her nivîsarên xwe bi zimanê dayîkê belav bikin. Lê belê, pêşî diviyabû kesek xwe pêşve bibe û di pey re hevalên din perwerde bike. Ev karê han bû barê wî. Çi pirtûkên kurdî yên wê demê hebûn, wî ji xwe re peyda kirin. Ji nivîsarên Bedirxaniyan heya bi Qenatê Kurdo û Reşîdê Kurd wî tev xwendin. Derketina Hawarê (çapa Ewropa) ji wî re bû mizgîniyeke mezin. Bi rojan, bi şevan, hin caran heya ber destê sibehê, wî Hawar dixwend; Hawar bû încîla rewşenbîriya wî, Celadet jêre bû mamostayê herî mezin. Ji sala 1977'an heya 1979'an wî li komela karkeran kursên zimanê kurdî pêşkêş kirin.

Wî di wan salan de gelek demên jiyana xwe di nav rêzên tevgera xwendekarî de derbas kirin. Bi hevalên xwe re di gelek komîteyan de cih girt, gelek sêmînar pêşkêş kirin, civîn û kongire pêkanîn, aksiyon organîze kirin, belavok û weşan nivîsandin û belav kirin.

Wî ji sala 1979'an heya 1985'an li xwendegeha gelêrî ya bilind li bajarê Berlîn mamostetiya zimanê kurdî kir. Gelek xort û keç di kursên wî de hînî xwendin û nivîsandina zimanê kurdî bûn. Lê belê yê ku ji tevan bêtir sûd girt û hînbû ew bi xwe bû. Beşdarên kursan ji her aliyên welat bûn û wisa jî, wî zaravayê her herêmekê dibihîst.

Hên ji dema Belgradê de, wî ji xwe re stran çêdikirin; stranên wî pir li xweşiya hevalan dihatin. Wî ev şêwe li Berlîn jî berdewam kir û di pey re li cihê stranan helbest hûnan. Bi vî awayî, wî gotina meta xwe ya dema zarotiyê anî cih. Gava ew hên biçûk bû û li ba meta xwe li ber rezan bû, gotinên wî gelek balkêş bûn. Hîngê meta wî digot: Ev lawê birayê min şaîr e. Wî piraniya helbestên xwe di rojname û kovaran de bi navê Xamevan dinivîsandin. Ji bona wê, dîwana helbestên wî, ya bi navê Serfirazî di sala 1994'an de, di bin navê Xamevan de hate belav kirin.

M. Reşîd ji sala 1966'an heya sala 1990'an bi navê Mistefa Alî dihat naskirin. Hên li welat paşnavê wî bi biryareke jorîn hatibû guhertin. Di sala 1990'an de wî paşnavê xwe sererast kir û mîna paşnavê birayên xwe yên din kir. Bi vî awayî, hûn dibînin ku Mistefa Reşîd, Mistefa Alî û Xamevan yek mirov e.

Di sala 1994'an de wî mala xwe ji Berlîn bar kir û hat bajarê Homburg, eyaleta Saarland, ya li ser sînorê Frensayê. Li înstîtûteke zanîngeha vî bajarî bûye delametkar. Lê dîsan jî, di ber karê xwe re, dest ji xebata rewşenbîrî bernade. Ew li bajarê Saarbrücken kursên zimanê kurdî dide û di MEDYA-TV de waneyên li ser folklora kurdî pêşkêş dike û di hin rojname û kovaran de dinivîsîne.




#Article 213: Cemal Ebdo (183 words)


Cemal Ebdo, wekî Mîrê Hêkan jî tê nasîn, wênesazekî kurd e. Ebdo ku di sala 1961ê de ji dayîk bûye li Almanyayê dijî.

Hunermend Cemal Ebdo (Mîrê Hêkan) di 27 gulan 1961ê de li gundê Til Kidiş (Tilgidiş) nêzîkî bajarê Dirbêsiyê li başûrê-rojavayî Kurdistanê  ji dayik bûye.

Piştî bidawîkirina xwendina dibistanê di sala 1980î de, Mîrê Hêkan di sala 1981ê de berê xwe da Elmanyayê. Li wê derê, wî di zankoya FH-Aachen de dest bi xwendina bilind kir. Di 1988an de, wî xwendina xwe bi dawî anî û dîplom wergirt.

Di ber xwendina xwe re, Mîrê Hêkan di warê şanogerî û derhêneriyê de xebitî. Herweha wî demek dirêj dîlana balet û ya caz dikir û di vî warî de gelekî serkevtî bû.

Piştî xwendina xwe, Mîrê Hêkan di gelek waran de kar kir û bi taybetî di amadekirina hovk û dîkorên kanalên televizyonê yên elmanî WDR û ARD de.

Hunera nûjen û modern roleke bingehîn di jiyana Mîrê Hêkan de dilîze. Ew bi enerjiyeke mezin û fantaziyeke xurt ramanên xwe di tabloyan de pêk tîne û ew li gelek welatên ewropî pêşkêş kirine.




#Article 214: Salihê Kevirbirî (236 words)


Salihê Kevirbirî nivîskar û rojnamevanekî kurd e.

Di sala 1973 de li Batmanê hate dinyayê. Bi eslê xwe ji Misricê (Kurtalan) ya Xerzan e. Xwendina xwe ya destpêkê, navîn û lîseyê li navçe û bajarên wekî Batman, Farqîn, Misirc û Edeneyê kir. 

Di sala 1992 de bi derketina rojnameya Welat re, ji zimanê dayîka xwe haydar bû. Li herêma Çokurovayê di rojnameya Welatê Me de cara yekem dest bi karê rojnamegeriyê kir û heta rojname hate girtin, li herêmê berpirsiyariya rojnameyê kir. Piştî girtina Welatê Me, kar û barê rojnamegeriyê di rojnameya Azadiya Welat de berdewam kir.
 
Di destpêka sala 1997 de hate Stenbolê, di heman rojnameyê de bû berpirsiyarê Karê Nivîsaran û ji ber vê peywira xwe, bi dadgeh, girtîgeh û dozgeran re nasraw bû. Ji bilî Welat, Welatê Me û Azadiya Welat, nivîsar, hevpeyvîn û lêkolînên wî di kovar û rojnameyên weke Ozgur Politika, Demokrasî, Ozgur Bakiş, Yeni Gundem, Jiyana Rewşen, Avaşîn, Nûbihar û Nûdem de hatin weşandin. Her wiha di malpera Netkurdê de di qûncika xwe ya bi navê Hevîrtirş de nivîsaran dinivîse.

Beriya ku biçe ser dilovaniya xwe, bi nivîskar Mehmûd Baksî re li ser romana Serhildana Mala Eliyê Ûnis kar û xebat kir.

Salihê Kevirbirî, li ber qedandina Antolojiya Dengbêjan e û dest bi romana Koçero kiriye.

Salihê Kevirbirî, endamê PENa Kurd, endamê PENa Navneteweyî û endamê Senatoya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye.

Heta niha 5 (pênc) berhemên Salihê Kevirbirî hene:




#Article 215: Dêrika Çiyayê Mazî (821 words)


Dêrika Çiyayê Mazî an jî Dêrik ( ) navçekî û bajarekî li Bakûrê Kurdistanê ye. Dêrik ser bi Parezgeha Mêrdînê ye.

Di sala 1874an de dezgeha şaredarî li Dêrikê hatiye damezrandin û ji dest pêkê heta sala 1923an bi Amedê ve girêdayî bû. Ji sala 1923an û pê ve bi Mêrdînê ve hatiye girêdan. Li gora serjimara îniya di çiriya pêşîn a sala 1927an de, li navenda navçeyê 528 mal, 38 dikan, Mizgeftek û Dêrek hebû ye. Dîsa li gora vê serjimarê, serjimara bajêr li ser hev 6930 kes in û ji vana 1370 mêr û 1278 jî jin in. Tevî jimara gundên li ser hev serjimara bajêr 15 111 kes in û ji vana jî 8181 kes pîrek û 6930 kes jî mêr in.

Dêrik, sê aliyên wê bi çiyayên asê ve girtiye, pişta wê li Çiyayê Mazî û berê wê li Wêranşar û li beriya Serê Kaniyê ye. Beriya Dêrikê ji quntêna Çiyayê Mazî dest pê dike û her ku ber bi deştê ve dadikeve bilindahiya erdê wê nizim dibe. Li ser milê çepê sînorê erdê wê dighêje deşta Qoserê û îklima wê, zivistan û havînan bi dijwarî derbas dibin.

Pal û berwarên Çiyayê Mazî bi piranî dar û deviyên berrî û mazî nin. Di van salên dawî de, her ku diçe dar û devî zêdetir dibin. Li beriya Dêrikê her çiqas cihên qeraç hebin jî erdên bi bereket pirtir in û li van erdan weke genim, ceh, nîsk û nokan tên çandin. Piştî ku di van salên dawiyê de hin bendav û pengavên li mintîqeyê çêbûn û gelek bîr hatin kolên, çandiniyên weke penbo, garis, kuncî û bîstanên avî jî zêdetir bûn. Li erdên şehar û heta bi palên Qerejdaxê jî çiltûkeke bi xêr û bereket tê çandin. Ji xêndî van tiştên jî bi dehan perçeyên zeytûnên, rezên tirî û baxçeyên ji darên hinar, hijîr, mişmiş, gwîzan û ji her cûreyî fêkî pêk tên, henin.

Debara kesên ku li nava bajêr rûdinên, li ser deman û cenaniya rez, zeytûn û baxçeyan e û beşekî piçûk jî bi dikandarî û bazirganiyê re mijûl dibin. Debara gundiyên ku li hêla çiyê rûdinên, li ser xwedîkirina pez û hejik û êzingan e. Yên beriyê ji li ser çandinî û zîraetê ye. Ji xêndî zîraetê, tu tiştekî ku zêde bê kirin tune ye.

Di dîroka Mêrdînê de, kîjan dewletê û kîjan şaristaniyê li ser Mêrdînê hikum kiribe, Dêrik jî ji xwe re ketiya bin hikumdariya wan.

Heta demeke nêzîk jî qismekî mezin ji rûniştvanên Dêrikê, Ermenî bûn. Di van salên dawî de, ji ber sedemên aborî, civakî û siyasî, Ermeniyên Dêrikê ber bi Stembol, Sûrî, Ewrûpa û Emerîkayê koçber kirin. Vê gavê jî bi qandî du-sê malbatên wan li Dêrikê manin. Di dema xwe de, qismekî mezin yê pîşesaziyê (seneetkarî) di destê Ermeniyên de bûn. Yek ji wan avahiyên dîrokî, Dêra Sor e ku li ser navê Ermeniyan maye. Li gora rîwayetê tê texmîn kirin ku Dêrikê navê xwe ji vê dêrê wergirtiye.

Dêrik ji hêla av, kanî û çeman ve dewlemendiyeke herêmê ye. Piraniya çeman zivistanan der dibin û biharan heta bi serê havînan diherikîn. Lê piraniya wan, havînan dimiçiqin. Çemê Xabê, Çemê Şêbê, Çemê Zorava û Çemê Circibê hin ji wan çeman in. Ji xêndî van çeman jî, hin gol û barajên (bendav) ji bo avdanê û bi navê Kunreş, Sûbetan, Qurixî û Sêpnatê ku ji terefê dewletê ve hatinên çêkirin, henin.

Zeytûn, hinar û hejîrên Dêrikê gelek navdar in.

Beriya Zayînê

Piştî Zayînê

Dêrik bi ser sînorê Şemrex, Qoser, Serê Kaniyê û Wêranşarê ve ye. Qasî ku tê zanin ew, di navbera salên 1390 û 1400î de, ji terefê du qebîlên eşîra Têrrikan ku bi navên Mala Dawidê Kalo û Mala Qeya ye, hatiye ava kirin. Ji ber wê, heta niha jî ew cihên ku di dest pêkê de bûne cîhê avahiyê, bi navê Rezê Mala Dawidê Kalo û bi navê Mêrga Qeya tên bilêv kirin. Li ser kuştina mîrekî zilimkar ku li mintîqeya Amedê bi navê Rût Heso (Hesoyê Rût) dihat bi nav kirin, ev herdu qebîlan mecbûr manin koçî cîhê ku îro navenda Dêrikê ye, bikin.
Rûpîvana Dêrikê 1397 km² ye û li gora serjimara di sala 1998an de hatiye tesbît kirin ku nifûsa navenda navçeyê 19 hezar û 750 kes in. Nufûsa navçê di serjimara di sala 2000an de jî bûye 20.700 kes.

Raqima Dêrikê 780 metre ye û bilindahiya çiyayên wê 1500 metreyê derbas nakin. Çiyayên wê bi navê Çiyayên Mazî tê bi nav kirin. Dêrik bi berriya xwe jî, li ser sînorên deşta Herana ku heta dighê erdên Nisêbînê ye. Berriya Dêrikê, bi kevirên şehar (volkanîk) yên ji girqîjotên ji beriya dîrokê de teqiyane û li wan derdoran belav bûne ve dagirtiye. Vê gavê jî ji wan girqîjotan, madeya ku bi navê kilinker e û di çêkirina çîmento de wek havên tê bikaranîn, derdikeve.

Koma mûzîkê ya Koma Azad di sala 1987an de ji aliyê Bawer Can û Turhan Yapıştıran li Dêrîkê ava bû.




#Article 216: Rojiya mirinê ya 14ê tîrmeha 1982an (139 words)


Rojiya Mirinê ya 14ê tîrmeha sala 1982an destpêkirina berxwedaneke rojiya mirinê ya girtîyên PKKê bû. Bûyer di navbera rojên 14ê tîrmehê û 17ê îlona 1982an de çêbû.

Çar endamên PKKê Mehmet Hayri Durmuş, Kemal Pir, Ali Çiçek û Akif Yılmaz di 14ê tîrmeha 1982an de li girtîgeha Amedê dest bi rojiya mirinê kiriye.

Girtîyên PKKê yên girtîgeha Amedê, li dijî êrîşên rejîma 12ê Îlonê û rêzaniye wê ya tunekirin û şemartinê ya li ser gelê kurd protesto kirine.

Piştî Durmuş, Kemal Pir, Akif Yılmaz û Ali Çiçek, girtîyên din wek  Mustafa Karasu, Çavgun, Kılıç, Kavak û Kankılıç jî tevlî Rojiya Mirinê bûne.

Di encamê de di 7ê îlonê de Kemal Pir jîyana xwe ji dest da, dû re di 13ê îlonê de Mehmet Hayri Durmuş, di 15ê îlonê de Akif Yılmaz, di 17ê îlonê de jî Ali Çiçek mirine.

 
 




#Article 217: Îslam (1501 words)


Îslam, îslamiyet an jî misilmanetî () navê dîn û ayîneke yekxwedayî ya Îbrahîmî ye, ku pirtûka wê ya pîroz Quran e. Li gorî baweriya îslamê Quran gotina Xwedê ye û ji ber vê hindê nehatiye guherandin. Li gorî îslamê pirtûkên Încîl, Tewrat û Zebûr jî ji hêla Xwedê ve hatine şandin, lê ew, bi destê mirovan hatine guherandin

Rehê bêjeya Îslam xwediyê du wateyan e;

,

Di gora Îslamê, gava ku mirovek bixwezî bibe Misliman, bese tenê vî şehadetê ji dil û can yanê bi niyetekî rast li ba du Misilmanan bibêje. Herweha va hevoka şehadetê di guhên zarokên, ku yên nu hatine dinê, û di guhên mirovên ku êdî dimirin de jî tê gotin. Bêjeya şehadetê di jiyana Mislimanan de cîhekî bilind digirî. Her Misliman roj bi roj di nimêj û banga nimêj de şehadetê tinîn. Lêbelê divê rind bê zanîn, meriv hema devkî vê gotinê bêje, wateya wê nizanibe û jiyana xwe li gor emir û fermanê Xwedayê Mezin rêvenebe nabe misliman. Belkî xwe dixapîne.

Di serî deberya her tiştî seba merivek bibe misliman gotî birêk û pêk wateya La îlahe Îlahe Îllallahê baş hîn be. Peyre bi dil û can vê gotinê bêje û pêwîstiyê wê pêk bîne. Seba em vê rin hîn bin emê neçar vê mijarê hinekî dirêj bikin.

Misilman di rokî de pênc caran nimêja ferd dikin. Her nimêj demekî xwe heye û bangevan di wan deman de mirovan bangê nimêj dike: nimêja sibêh, nimêja nîvro, nimêja berê êvarê, nimêja êvarê û nimêja şevê. Li gori ve sise nimej bi şev u dido bi rone. 
Di berê nimêjê de bi avê destnimêj tê girtin. Lê gava ku av nebe an newe dîtin, mirov dikare bi ax û xaliyê jî destnimêj bigirî. Mirovên rêwî yan jî nexweş dikanin wekî rehetiyekek çend nimêjên xwe bi hevra yan jî dûra dû tengasiyê an bi kurtî bikin. Li roja îniyan, nimêja îniyê di mizgeftan de bi cemaetê tê kirin û xutbe tê xwendin. Di cejnên dînî de jî, wekî cejna Remezanê û Qurbanê, nimêja cejnê tê kirin û piştî nimêjê mirov cejnên hevûdin bimbarek u pîroz dikin. Her weha wek mînak çend nimêjên din jî hene: nimêja li ser miriyan, nimeja diyariya mizgefte, nimêja terawiha, nimeja piştî rojhelat, nimeja tezbîha, sineten ratibe nimêjên ferd, sunnete nimêja witir û nimêja sinneta destnimêj.

Zekat salê de carekî di hêla mirovên bawermend de ji bona belengazan, nexweşan, bêkesan û mirovên din yên hêwceyî tê dayin. Dayina zekatê girêdayiya dewlemendiya mirovan e.

Li gora Îslamê rojî di meha Remezanê de tê girtin. Ji ber ku mehên erebî di gora hîvê tên hesaw kirin, dema meha Remezan ê her sal cuda ye. Di vî meha de mirov her roj ji berbangê hettanî roj çû ava yanê êvarê ne tiştekî dixun ne jî vedixun. Ji bona ku di rojanê birçî nebin, pirraniya mirovan şev re dibin paşîvê û zikê xwe têr dikin. Rojiya Remezan ê bi cejnekî mezin tê dawîkirin.

Di gora Îslam ê gerê her Misilman di jiyana xwe de carekî here hec. Hec bi ziyaret kirina Kabe yê li bajarê Meke yê li welatê Erebistana Siyûdî ê tê şindê. Lêbelê hec girêdayiya dewlemendî û tenduristi ya mirovan e. Ji bona mirovên belengaz û nexweş hec ne mecbûr e. Ji mirovên ku çûne hec hecî tê gotin. Di hec de bawermend li dor Kabê digerin, rojekî li ser tipikê Erafatê disekinin, di navbera herdû tipikên bi nav Sefa û Merwe baz didin, qurbanan dikin û wekî sembolekî Şeytan kevir dikin.

Di Quran a pîroz de ji bona van şertan baweriyê re aha tê gotin:

Û di hadîsa Muhemmed de jî aha tê gotin:

Xwedê afirandêr, reb û xwediyê hemû tiştan e. Hemû tişt girêdayî Wî ne, lê Ew girêdayî tu tiştî nînê.
Bawerî ji mezintiya Xwedê re. Tenê ji Wî re perestî tê kirin û tenê ji Wî alîkarî tê xwestin.
Ji yêkbûna Xwedê re bawerî. Ji bilî Xwedê qet Xuda/Îlahên din tunin. Ew ne hatiye dinê ne jî yeki aniye dinê.

Ferişte yek ji qûl/bendên Xwedê ne û ji nûrê hatine afirandin. Mirov wan nikarin bi çavan bibînin, lêbelê ew me dibînin. Vatiniya feriştan perestina û cîh anîna fermanên Xwedê ye. Wekî hemû dînên semîtîk di Îslamê de jî çar feriştên mezin hene: Cebraîl ji hêla Xwedê de wahiyê ji pêxemberan re tîne, Mîkaîl gerdûnê birêve dibe, Îsrafîl di roja heşir û meşirê pifê sûrê dike û feriştê mirinê bi nav Azraîl rihê mirovan digirî.
   

Xweda yê Dilovan li her demê ji pêxemberên xwe re pirtûk û rûpelên pîroz şandiye. Bi van pirtûk û rûpelan Xwedê ji mirovan re fermanên xwe agahdar kiriye. Pirtûk û rûpelên ku em dizanin vana ne:

a) Tewrat, ji Mûsa re hatiye şandin û pirtûka pîroz yê Zarokên Îsraîlê.

b) Încîl, ji Îsa re hatiye wahiy kirin û pirtûka pîroz yê îsewîyan.

c) Zebûr a Davût 

d) Rûpelên Îbrahîm

e) û pirtûka pîroz yê herî dawî bi nav Qurana Pîroz e ku ji pêxemberê dawî Muhemmed re hatiye şandin. Êdî li gora Îslam ê li hettanî roja qiyametê qet pêxember û pirtûk jî nayên şandin.

Xwedê li her demê ji mirovan re pêxember şandine. Pêxember ê yekemîn Adem e û yê herî dawî Muhemmed Pêxember e. Di Îslam ê de pêxember jî tenê mirovin, lê hinek pêxember bi destûra Xwedê ji bona mirovan re mucize hene. Îsa Pêxember nexweş pak dikirin û mirî sax dikirin. Xwedê bi hezkirina xwe şiv/çoyê di destê Mûsa Pêxember kiriye mar û behra mirî kiriye du parçe. Li gora zanayên Misilmanan Xwedê hemû bi hevra 120 hezar pêxember şandine û pirraniya van pêxemberan di hêla gellê xwe de hatine kuştin.

Roja Exerê roja dawî yê cîhanê ye. Di wî rojê Xwedê hemû mirovan ji gorê dîsa bi zindî derdixinî û wan li derekî kom dike. Ew Xwedê yê ku cara yêkemin mîrov ji tune bûne afirand, di cara duyemin de jî dikanî wan zindî bike. Roja Exerê Xwedê li ser buyeroja mirovan biryar dide û bihûşt (Cennet) û dojeh (Cehnime)tên eşqere kirin.
Herweha pejirandina ji roja dawiyê re yêk ji şeş şertên baweriyê yên Îslam ê ye. 

Bawerî ji zanayina bêdawî û hîkmeta Xwedê re. Gerdûn bi daxwaza Xwedê hatiye afirandin û ji ber vê yekê Xwedê hemû tiştên di gerdûnê de dizane û hemû tişt li ba Wî hatiye nivisîn. Bê daxwaz û ferman û afirandina Wî qet tiştek çê nabe û nayê holê.

Di dirokê de dînê îslam ê di çend aliyan va ji hev cihê buye. Di roja îro de 90% ji hemû misilmanan sunî ne. Lêbelê sunî bi xwe ji di hêla çend mezheban de belav bûne. Navê mezhebên sunî henefî, malikî, henbelî û şafî ne. Di nav vana de jî mezheba henefî ya herî mezin e. Pirraniya kurdan xwe wekî şafî dihesibinin, lê yên henefî jî hene. 
Wehabî bi xwe ji aliyekî henbeliyan re tê gotin, ji ber ku ewna mezheba henbelî hinekî cûda şîrove dikin.

Şiî bi pirraniya piştvanên xwe di îslamê de yên duyem in. Mîna suniyan çend aliyên şiiyan jî hene: îmamî bi piranî li welatê Îran, Iraq, Bahreyn û Libnan ê dijin. Dûra îsmaîlî jî hene û li dewleta Hindistan, Pakistan, Afxanistan û Tacîkistanê dijin. Zaîdî jî yek ji komala şiiyan in û tenê li welatê Yemenê tên ditin.

Xaricî di roja îro de komala yê herî piçûk ê dînê îslam ê ne. Tenê aliyekî xariciyan bi nav îbadî hetanî roja îro hatiye. Xaricî tenê li başûrê Cezayêr ê, Omanê û Cerbayê hene.

Navê baweriyeke dînî li Kurdistan, Anatoliya û Rojhilata Navîn e. Ji navê pismamê pêxemberê dînê îslamê Muhemmed ji Elî navê xwe digire.

Gerdûna ku em tê de dijîn bi sazûmaniyekî hatiye çêkirin. Di navbera hemû tiştên, ku di vê gerdûnê de cîh digrin de, nizamek heye. Hemû tişt bi avayekî bêkêmasî şinda xwe di vî pilana mezin de digirin. Roj, heyv, stêrk û tiştên ku em dibînin yan jî hina nabinin ji vî destûra Xwedê re teslîm bûne.

B-ism-Illahî-r-Rehmanîr-Rehîm

Ji xêncî mirovan, hemû gerdûn ji destûra Xwedê re bi dil an jî bê dil îte'et dikin. Bê şik ev bêkêmasiya gerdûnê ji radestiyê pêk tê. Bi vî avayî Îslam ji mirovê yekemin Hz. Adem heta pêxemberê dawî Muhemmed navê hemû dînên xwedayî ye. 

B-ism-Illahî-r-Rehmanîr-Rehîm

Lêbelê di piştî derketina rastiyê, teslîm bûn dîsa di destê mirovan de ye. Di dirokê de gellek komal ji bo înkariya xwe hatine tunekirin.

B-ism-Illahî-r-Rehmanîr-Rehîm

Li gor dînê îslamê an mirov wekî ku Xwedê ji wan dixwaze radest dibin, bawer dikin an jî rik dikin, li dû hewesên xwe diçin û dijî Xwedê derkevin. Lê her çendî mirovahî teral û bedbîn be jî ev banga Yezdanî heya roja dawiyê wê berdewam bike. Wê hinek bawerbikin û hinek jî înkar bikin. Lewra Xwedê Teala jî azadiya bawerkirin û înkarkirinê daye eşrefê mexluqan.

Hevnasbûna gelê kurd bi îslamê re digîhîje dema Muhemmed pêxember. Cabanê Kurdî û kurê wî Meymûnê Kurdî di dema Muhemmed de bûne misilman.

Li gorî hin çavkaniyan ji Cizîrê jî kurd çûne  Erebistana Siûdî li wê derê bûne misilman.  Lê piraniya kurdan di dema Omer de di navbera salên 637-642an de bûne misilman.

Wê bûbûna Suryan û Kildan
Nijada wan  wenda dibû



#Article 218: Gutî (240 words)


Gutî an jî Kuti, Kurti, Qurti, Kurdu di dirokê de yek ji pêşiyê kurdan e li çiyayê Zagros û li kêlêka çemê Zapê jiyan e, 2700 sal beriya zayînê, dewleteke xurt û serbixwe sazdikin û tênê heta Mezopotamya, lewre axa wir gelek xweş û bijun bû. Di sala 2649'an a pêşiya zayînê de êrîş dibin ser sumer û akadiyan welatê akadiyan ji zevt dikin du qerna wan îdare dikin, peşe di sala 2400'î ya beriya zayînê de bi biraye xwe gele lolora yekbunê çêdikin dewleta wan bi vî rengî gelek xurt û pêşve diçe. Lê piştre li hember akadayî dîsa mexlûb dibin û diçin warê xwe yê kevn çiyayê Zagrosê. Piştre di sala 2270'î ya beriya zayînê de di dema padişahê asûriyan Salmanasarê yekem de bi wan re şereki giran datinin. Navê keyê dawî yê gutiyan Tîrîgan bû.

Guti dema wan de, serdestîya wan pirr mazin hebûya. Bi teybetî, Li dora Çîyayê Cudî û heta ku digihişt ber Zagrosan serdestîya wan mazin hebûya. Ku dikeve bakûrê Şrnaxa Roja me de û ji Şîrnaxa Roja me 35 kîlometre dûr a ji navendê Bajarê dema berê bi navê finîkê ku Mîrên botan hertimî ji xwe re weke cihekî seyrangehê bihardihînin jî, kirmanên wir, tê gotin û bawer kirin ku ji dema wan in. Kirmanên bilind, peylekê mirovekê i ser hasp sûwar, û hwd, çend ji wan bermehîyên ku mana ji wê demê û hê jî li wir ku heyîna xwe diparêzên in.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 




#Article 219: Lolo (243 words)


Lolo an Lollo gelek ji civakên Zagrosa mezin ku ji zûda li herêma Silêmaniyê jiyane u kalên Kurdan e. Di gelek çaxên dîrokê de dewlet saz kirin, xwediyê serxwebûn û azadiyê bûne. Di ilm û karbend û çand û pisporiye da gelek pêşta çûne. Ji bo parastina ax û welate xwe bi gelê Asur û Aqadra pir cara ceng û şerr kirine. Bi gora lewha entika kevnara, ya çaxê qirale Lolo´wan ku di 2800 sal beriya buyina Îsa pêxember de ku li herema Zehawê hitye ditin, ji herema Halman (Hilwan) ê heya herema Zehaweyê hemû di bine destê Lolo´wandan buwe. Sinoren dewlete wan, di xweda bajarê Silemaniye, Sexan, Zehawe, Şehrezûr û Kerkûke ji digirt. Paytexta wan bajare Zimriye buwe.

Li Dersîme nave yek eşire Lolan

Gele Lollo dewletek xurt û heja saz kiribun. Ev dewleta hanê nêzikî hezar sali dom dike. Di sala 1800 beriya Miladê de Aqad´î êrisê tînîn ser wan û wan dixin bin desten xwe. Dema ku Goti welatê Aqad´iyan zeft dikin, gele Lollo ji li hember wan ser dikin û dibin xwediye serxwebun û azadiye û bi Gotiyan ra peyvendi û dostiye cediken.

Di sala 1000 beriya miladêda Asûrî erîsê tînin ser welatê wan. Kayayê wan Amixa, direve kela (Pîrmîgron) ê Asurî paytextê wan bajarÊ Zimriye zeft dikin. pistra Asûrî di nav xweda bi hev dikevin di welate Lollo´wandan gelek serhildan û nerihetê cêdibin, dewleta Asuriya dipelis e û Imperetoriya Mediya te sazkirin.

ji: Dîroka Kurdistanê Cild 1 /85




#Article 220: Mîtanî (233 words)


Mîtanî, anku dewleta Mîtanî yan Xanîgalbat, li gorî dîrokvan Spayizerî, Mîtanî beşek ji sobariyan in. Sobarî jî beşek ji gelên arî û kalikên Kurdan in. Angorî rojhilatnas Gens, navê Mîtanî ji bo xanedanên dewletê hatiye bikaranîn, qewmekî sobarî bûne û navê welatê wan Xanîgalbat bûye. Beşek ji dewleta Mîtanî li Kurdistana îroyîn e.

Bi nivîsa kîtîtiyan KUR URUMî-ta-an-nî / Mî-ît-ta-nî. Li ser kevirên Asûriyan em dibînin peyvên / Hanigalbat, bi nivîsa mixan Ḫa-ni-gal-bat.

Di sedsala 16an a berî zayînê de, hikûmeteka pir xurt û capuk avakir. Paytexta wan bajarê Wassognê bûye. Suriye, Emûriye, welatên Aşûrî û Kurdistan, heta herêma Kerkûkê hemî di bin hukmê wan da bune. Dewleta wan yek ji dewletên mezin û rûmetdar yên wê demê (Misir, Haysi, Qasi, Mitani) bûye. zimanê wan xweser bûye. Ew hukumet li beranberî êrîşen Aşûriyan ducaran ma û hindek ji axa xwe winda kir. Keyê Aşûrî, Aşûr Nesir Pal, dûmahi bi desthilata wan anî.

Mîtaniyan gelek salan fermanrewatî kirine. Mîtaniyan ji bo cara yekê di dîrokê da, maadena asinî vedîtîye û bi kar anîye. Aşûrî parçeyek biçûk ji împratoriya Mîtanî bûn, lê ji ber hêrîshên ji hemî layan şikestin. Aşûriyan û Hittiyan dest li ser wan navçeyan dane.
Heft êlên Mîtaniyan hebûn û ji êlên wan re digotin MIL an jî MILAN..

Paytexta Mîtanî Waşşûkanî bû, bi kurdiya îroyîn Xweşik-kanî. Cihê bajarê kevnar a Waşşûkanî bajarên kurd Serê Kaniyê, Hesîçe û Serê Kaniyê, Riha ne.




#Article 221: Haki Karer (205 words)


Haki Karer (bixwîne wekî: Hakî Karer) (1950-1977) têkoşêrekî PKKê bû. Bi eslê xwe ne Kurd bû. Di 18'ê gulanê 1977an de hat kuştin. Kuştina wî bû sedema damezrandina PKKê.

Hakî Karer, di sala 1950an de li Ulubeya Orduyê hate dinê. Dibistana sereta, navîn û lîseyê li Orduyê xwend. Li fakûlteya zanînên pozîtîv a Zanîngeha Enqereyê dest bi zanîngehê kir. 

Haki Karer, ji tevgera şoreşgerî ya piştî 1970an, bi tesîr bû û di demeke kin de dest bi nêrînên şoreşgerî kir. Di heman demê de Kemal Pir û Abdullah Öcalan jî nas kir. Di sala 1973an de li ADYÖDê di asta organizatorî de berpirsyarî girt ser xwe. Di sala 1976an de biryara vegera welêt a li taxa Enqereyê Dikmenê hate wergirtin,  pêşî Batman û paşê jî çû Dîlokê Li Dîlokê pratîkeke serkeftî nîşan da. 

Gorî gotinan rêxistina bi navê Stêrka Sor bi fermana MİTê bo kujtina wî peywirdarî werdigire. Li Dîlokê endamekî vê rêxistinê Alaattin Kaplan Haki Karer dawetî nîqaşekê kir. Civîn di 15'ê gulanê de li qehwexaneyeke Dîlokê pêkhat. Di encama vê komploya kirêt de Heqî Karer di 18'ê gulanê sala 1977an de tê kujtin. Şehadeta Heqî Karer, di dîroka Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd de û di damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê de qonaxeke dîrokî ye.

  




#Article 222: Peymana Zehabê (153 words)


Pisti cenga Çaldiranê (1514)di navbera Osmanî û Iraniyan de ser û cenge li ser Kurdistanê nêzîkî 130 salî dewam kir. Heta ku di sala 1639 an de Osmanî û Sefewî li hev hatîn û li bajarê Qesra Şîrîn ciciyan peymana Qesra Şîrînê (1639) çekirin. Pistî vê peymanê, nerêma Erdelan ji Iranê re dima, herêma Mukrî û Şehrezûr (Silêmanî) jî ket destê Osmaniyan. Herêmên Kurdistanê yên din, weke mîrnîşîna Cizîrê, Umadiye, Soran û Baban jï, li ser rewsa xwe ya berê man. Le ceng û şer ji Kurdistanê xilas nebûn. Ji aliyekî serê birakujiyê ji aliyek dinda jî, istila û dagirkeriya Osmanî û Iraniyan. Heya sala 1831 peymana Qesra Şîrîn bi her rews û bendên xwe cih girt û Kurdistan bi tecayî ket bin destê wan û di navbera wanda hate bêskirin û bû du parçe.

Bi vê encamê welatê kurdan ji aliyê du dewletan ve hate dorpêç kirin; Kurdistana Osmaniyan û Rojhilatê Kurdistanê




#Article 223: Hozan Mistefa (169 words)


Hozan Mistefa di sala 1966 de li bajarê Sêrtê di navçeya Dihê (Erûh) de hate Dinê. Zarokatiya xwe li ser axa bav û kalê xwe de derbas kir. Li ciwaniya xwe de dest bi muzîkê kir. Di sala 1981 de di kawirhana Cukurova’yê de (awaz) ku di nava muzîkvanên amator de, hate li darxistin, xelata yekemîn wergirt. Mîna gelek mirovên Kurd, zor û astengiyan ew jî bu penaberek û êdî li metrepolan jiyana xwe berdewam kir. Di sala 1991'an û vir de xebatên xwe di NÇM (Navenda Çanda Mezopotamya) yê de bi rengekî profesyonel dimeşîne. Di despêka xebata NÇM’ê de du salan bi navê «Koma Dilbirîn» pişt re qasî sê salan bi “Koma Gulên Xerzan”’re xebatên xwe meşand. Hozan Mistefa  1997 vir de xebatên  xwe  ê hunerî bi rengekî hozantî dimeşîne, ji despêka NÇM’ê vir de di welat û derveya welat de gelek qonser darxist û naha jî  êş û daxwazên gelê xwe , xistiye dilê xwe  û bi tîna agir û roja gelê xwe bi hunera xwe diafirîne.




#Article 224: Kaxizman (117 words)


Kaxizman an jî Qaxizman girêdayê bajarê Qersê ye. Temamiya navçeya Kaxizmanê bax baxçe, gul û gulistan e, navçeyek bi heşinayî ye. 

Di navçeyê de dibistanek mezin heye. Gundên herêma Kaxizmanê û gundên Îdir, Qulp, Selîm, Sarîqamîş, Dîxor, Erdehan ê bi temami tên vê dibistanê. Eva yêka jî bi destê dewleta tirk tê kirin. Bi taybetî, ji bo ku zarokan di biçûktiyê da asîmile bikin. Lêbelê zarok mezin dibin û xwe nas dikin, dizanin ku ew kî ne. Di vî dibistanê da gellek mirovên navdar derketine. Navê dibistanê Dibistana herêmî ya leylî ya Kaxizmanê (bi tirkî: Kağizman yatili bölge okulu) tê binav kirin.

Dema Rusa de di sala 1897 de nufusê Kurda li wî navçeyî de 17.773 buye. 




#Article 225: Tirk (385 words)


Tirk an carina rom (bi tirkî: Türk) navê kesên tirkîaxiv ên ku bi taybetî xelkê komara Tirkî (Tirkiye) ne. Tirk bi eslê xwe ji Asyaya Navîn in û zimanê wan bi xelkên tirk ên din wekî azerî, tirkmen, tatar, ûzbek, ûygur, yakut û hwd ve girêdayî ye. 

Kurd di nav xwe de  wana bi navê rom û roma reş jî binav dikin. Tê gotin ku ev ji bêjeya Roma tê û ji ber ku li rojavayê kurdan bi hezaran salan romayî û dûvikên romayiyan jiyane, kurdên ku li rojava bijiya jê rê gotine rom. Herwiha heya 100 sal berê jî peyva tirk nedihate bikaranîn û ev jî bûye sedem ku kurd bêjin rom. Rêxistinên polîtîk ên kurdan ji ber ku di bin fîlozofiya biratiya tirk û kurd têdikoşiyan xwastin binavkirina rom ji holê rabe û di hemî xebatên xwe de hewla wê dan.

Yekem referansên diyarkirî yên li ser Tirkan bi piranî ji  Çînî çavkaniyên ku vedigerin sedsala şeşan têne. Di van çavkaniyan de, Turk wekî Tujue xuya dike (), ku behsa Gökturkan.  Di sedsala yekem a zayînî de., Pomponius Mela behsa Turcae li daristanên bakurê Deryaya Azov dike, û Pliny the Elder navên Tyrcae di nav gelê heman dever.;  dîsa jî arkeologê Englishngilîzî Ellis Minns digot ku  Tyrcae  Τῦρκαι ji bo Ἱύρκαι  Iyrcae  sererastkirinek derewîn e '/' 'Iyrkai' ', mirovên ku li derveyî Thyssagetae diman, li gorî Herodotus ( Dîrok], iv. 22)  Ji bilî vê, îdîayên cûda hene.

Pirraniya tirkan misilman in û ji aliyê mezhebê sunî ve ne. Herwekî elewî jî hene. Ji ber ki heya van nêzîkandi hejmartinan de statîstîkên etnîsîte û baweriyan bi dizî dihate girtin, hejmarê jî sedî sed kes nizane.

Li gorî çapa 2016 ya CIA World Factbook, 70-75% ji nifûsa Tirkiyê ji Tirkên etnîkî pêk tê, ku Kurd %19 û hindikahiyên din jî di navbera 7 û %12 de ne. Li gorî Milliyet, di rapora 2008-an de ku ji hêla akademîsyenên sê zanîngehên Tirkiyeyê yên li rojhilatê Anatolyayê ve ji bo Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyê hat amadekirin, tê pêşniyarkirin ku bi qasî 55 mîlyon Tirkên etnîkî, 9,6 mîlyon Kurd, 3 mîlyon Zaza, 2,5 mîlyon Çerkez, 2 mîlyon Boşnak, 500,000-1,3 mîlyon Albanî, 1,000,000 Gurcî, 870,000 Ereb, 600,000 Pomak, 80,000 Laz, 60,000 Ermenî, 30,000 Brîtanî, 25,000 Asûrî / Suryanî, 20,000 Cihû, û 15,000 Grek, 500 Yazzîdî li Tirkîyê dijîn.




#Article 226: Kurdên Qefqasyayê (392 words)


Kurdên Qefqasyayê li herêmên Sovyeta berê de dijîn. Bingeha van kurdan digehe Şedadîyan. Bi giştî li Ermenistan, Gurcistan û Azerbaycanê de dijîn. Her wisa li Rûsyayê û hinek dewletên din yê Asyaya Navîn de jî dijîn. Ev kurdên van herêman têkildarî hev in.

Li hikûmeta sovyetan ya Azerbaycanê de di destpêka sala 1921ê de hinek reform ji bo kurdan hatin kirin ku jiyana kurdan baştir bike. Bi vê armancê hikûmeta Azerbaycanê bi qanûnekê ji bajarên Laçîn, Qûbadlî, Kelbajar, Zengilî herêmeke otonom ava dikin. Navenda herêmê Laçîn bû. Di herêmê de bi navê Kurdistana Sovyetê rojnameyek dihat derxistin. Li bajarê Şuşayê dibistana mamosteyan hate vekirin. Radyoyeke kurdî hate ava kirin. Perwerdahiya zarokên kurdan bi zimanê dayikê dihate kirin. 

Di dawiya sala 1929ê de têkiliyên Sovyetan û Tirkiyeyê ber bi awayekê xweş birêve çû. Ev nêzikatiya van dewletan tesîr li ser polîtîkaya nava Sovyetan jî kir. Her wisa bi giştî li kurdan kir ku Tirkiyeyê nedixwast kurd li dewleteke din bibe xwedî statû. Xwedîbûna statû dibe sedem ku kurdên Trkiyeyê jî rabin ser piya. 

Li sala 1930ê de Kurdistana Sor hate rûxandin. Hemû destkeftiyên kurdan ji dest çûn. 

Li sala 1938ê de hejmareke mezin ya kurdên Qefqasyayê ji ber sedema kêrnehatinê ji aliyê Sovyetan sirgûnî komarên Asyaya Navîn kirin.

Ermenistan ji bo kurdan navendeke çandî bû. Hejmarek hêja kurd li Ermenistanê hebûn. Li Ermenistanê gelek xebatên kurdî dihatin kirin. Di navbera salên 1921 û 1929ê de bi elfebaya kirîlî berhemên kurdî dihatin weşandin. Li sala 1929ê bi biryara hikûmeta Ermenistanê alfabeya latinî ya kurdî hate bikaranîn. Li sal 1921ê pirtûkên gramera kurdî hate weşndin. Li sala 1931ê de li Erîvanê ji bo perwerdehiya mamosteyên kurd, akademiyek hate vekirin. Li sala 1922yê hejmara pirtûkên kurdî 32 bûn ku hatine çap kirin. Li sala 1937ê ev gihîşt 70ê pirtûkan 

Li sala 1930ê de bi navê Riya Teze (rojname) rojnamyeke hate weşandin.

Li sala 1934ê li Erîvanê yekemîn Konferansa Kurdolojiyê hate lidar xistin. 

Li sala 1938ê li Elegezê şanoya kurdî hate ava kirin. Her wisa bi navê Zare (1926) û Kurdên Êzdî (1933) film hatin çêkirin. 
 
Piştî salên 1938ê hejmareke mezin ya kurdan ji aliyê Sovyetan ve sirgûnî Asyaya Navîn kirin.

Li sala 1954ê radyoyay kurdî dîsa serbest bû. Her wisa li sala 1955ê rojnameya Riya Teze dîsa dets bi kar kir. 

Li sala 1944ê de jî kurdên Gurcistanê ji aliyê sovyetan sirgûnî komarên Asyaya Navîn kirin.  




#Article 227: Ebdurehman Qasimlo (2545 words)


Ebdurehman Qasimlo (z. 22ê kanûna pêşîn 1930 li Ûrmiyeyê – m. 13ê tîrmehê 1989 li Viyanayê), ramyar û rêberê Kurdistana Rojhilat bû. Qasimlo serokê PDK-Îran bû û li Viyanayê ji aliyê dewleta Îranê ve hat şehîdkirin.

Ebdurehman Qasimlo 22ê kanûna pêşîn sala 1930an li bajarê Ûrmiyê di malbateke dewlemend û navdar de ji dayik bû. Wî xwendina xwe ya serete û navendî li bajarê Ûrmiyê kir û pişt re ji bo dewamkirina xwendina xwe çû bajarê Tehranê. Ebdurehman Qasimlo ji zarokatiyê de, bi hûrbîniyên xwe yên kûr, zû pê hesiya ku gelê wî di rewşeke kambax û dijwar de dijî. Herçend bavê wî Mihemed Axayê Wisuq yek ji dewlemend û feodalên herî mezin bû li herêma Ûrmiyê, wî jiyana xwe qet ji derd û xemên jiyana xelkê reş û rût cuda nedidît. Ew ji wan jî dûr neket û ji bona standina mafê wan heta canê xwe bexşî. Çalakiyên wî yên siyasî sala 1945'an, dema ku hê 15 salî bû, bi pêkanîna (Yekîtiya Ciwanên Demokratên Kurdistana Îranê) li bajarê Ûrmiyê dest pê kir. Piştî ku Komara canemerga Kurdistanê (Mehabad, 1946) bi hevkariya hêzên biyanî û xiyaneta Yekitiya Sovyeta (Sovyetistana berê) têk çû, Dr. Ebdurehman Qasimlo bi hevkariya gelek hevalên xwe yên din xebata xwe ya siyasî bi rengekî nihînî û berfireh dîsa da destpêkirin. Pişt re ew bû endamê fêrmî yê Hizbî Demokratî Kurdistan. Bi vî rengî wî arman û riya xwe ya dûr û dirêj hilbijart. Di kar û xebata siyasî de dayika kurd Mîna Qazî jî gelek hevkariya wan dikir û bi hemû îmkanên xwe yên maddî û manewî hevkariya HDK-I û ciwanên kurd dikir.(1)

Ebdurehman Qasimlo di temenê 18 saliya xwe de ji bo xwendina bilind çû welatê Fransayê. Piştî demekê ji wir çû Çekoslovakya û piştî ku li zanistgeha Pragê lîsansa xwe ya di warê siyasî - civakî de stand, sala 1952'an di çaxê desthilatdariya Dr. Muhemmed Museddiq de vegeriya Îranê. Li wir di xebata dijî emperyalîzmê ya ji bo millîkirina petrola gelên Îranê de li rex hêzên opozîsyonên rijîma seltenetiya M. Reza Pehlewî cih girt. Qasimlo herçend bi temenê xwe ciwan bû, lê li wir ji bo siyasetvanên Îranî hat xuyanî kirin ku Qasimlo di kar û xebata siyasî de mirovekî jîr û jêhatî ye. Yanî wî bi prensîp û terza xebat û nirxandinên xwe yên siyasî-zanistî bala herkesî kişand ser xwe.

Emperyalîzma Amerîkayê wê demê Îran kiribû navenda xebata xwe ya dijî bizavên antî-emperyalîst û azadîxwaz li Rojhilata Navîn. Mihemed Riza şahê Pehlewî jî bi hevkariya Amerîka û welatên rojava bûbû cendirmê herêmê û mîna xûlamekê, fermanên wan ên qirkirin û serkûtkirina hêzên azadîxwaz cî bi cî dikirin. Ev ji aliyê şahê bê îrade ve bersivek bû ji bo wan xizmetên bêgane û emperyalîzma Amerîka ku bi jinavbirina Komara Demokratîka Kurdistan û têkçûna dewleta Dr. Mihemed Musediq bi hemû şêweyan hevkariya wî û vegera wî ya ser kursiya seltenetê kiribûn û berevajî xwesteka piraniya gelên Îranê, bi pîlanên çewt careke din ew vegerandibûn ser desthilatdariyê.

Piştî ku pênc salan li dijî emperyalîzmê xebitî, Dr. Qasimlo careke din vegerî Çekoslovakya û karî di sala 1962an de ji zanistgeha Pragê doktora xwe ya di para aborî de jî bistîne.

Dr. Qasimlo heya sala 1970an wek mamoste di zanistgeha Pragê de li ser aboriya kapîtalîstî, aboriyiya sosyalîstî û li ser teoriya pêşkeftina aboriyê ders da.

Karê herî girîng di jiyana Dr. Qasimlo de ew bû ku ji sala 1976'an heya 1978'an di para ziman û bajarvaniya Kurdan de di zanistgeha Serbonne li Parîsê, mijûlî dersgotinê bû. Wî bi nivîsandina çend babetên cur bi cur di rojname û kovarên ewropî de li ser jiyana civakî, dîrok û rewşa siyaseta kurdan di wê demê de karî heya radeyekê dîrok û pirsgirêka gelê kurd baştir bi raya gişti ya Ewropayê bide nasandin.

Dr. Qasimlo li Ewropayê mîna kesayetiyek siyasî û zana di mafê pirsgirêka gelê Kurdistanê de dihat nasîn û dewletên ewropî di vê xusûsê de dîtin û nirxandinên wî mîna serokaniyekê dihesibandin.

Li 11ê marsa sala 1970'î dewleta Beesiya Îraqê neçar ma ku bi kurdên başûrê Kurdistanê re gotûbêjan bike. Dewleta navendî ya Îraqê bangek ji bo xweseriya başûrê Kurdistanê da xuyakirin. Wê demê para parastina Îranê anku SAWAKê li hemû Îranê û bi taybetî jî li rojhilata Kurdistanê bîr û rayên azadîxwaziyê di mejî û singê hemû gelên Îranê de berbest û zindanî kiribûn. Dr. Qasimlo vegeriya Îraqê da ku çalakiyên HDK ji berê baştir organîze bike û li wir bi hevkariya hevalên xwe karî di demek kêm de kar û barê xwe yê rêxistinî derbasî herêmên rojhilata Kurdistanê bikin.

Piştî ku Mihemed Riza şah Pehlewiyê sala 1979'an gor bi gor ji Îranê reviya, Dr. Qasimlo vegeriya Rojhilata Kurdistanê û xebata xwe ya siyasî bi rengekî berfireh li hemû Kurdistana Rojhilat da destpêkirin. Piştî serhildana hemu gelên Îranê, Kurdistan ket destê şoreşgerên Kurd û xelkê welat xwe azad û serbest hîs kirin.

Piştî ku sala 1979an bi têkoşîn û xebata hemû gelên Îranê dawî li desthilatdariya 2500 salî ya şahên Îranê hat, meleyekî paşvero yê bi navê (Ruhillah Xumêynî) ji paytexta Fransê (Parîs) vegeriya Iranê û bi damezrandina komara Islamî di hemû waran de bû serdestê çarenivîs û qedera hemû gelên Iranê. Wî bi navê îslamê hêdî-hêdî berevajî daxwazên gelên Iranê, ku li benda reform û azadiyên siyasî-cîvakî bûn, dîktatoriya xwe ya paşvero bi darê zorê di Îranê de damezrand. Wê demê piraniya xaka Rojhilatê Kurdistanê bi hêz û hevkariya her du rêxistinên Kurdan yên serekî (Komele û HDK-I) ji bin desthilatdariya dewleta Pehlewî hatibû azadkirin. Gel piştî bi dehan salan bi rihetî bêhna bayê azadiyê kişandibû û qedrê azadiyê li ba wan ji berê bêtir hatibû xuyakirin. Kar û barê welatê Kurdan ketibû destê her du rêxistinên navbirî.

Piştî serhildana Simkoyê Şikak (1920-1930) û pêkhatina komara Kurdistanê ya kêmtemen (Mehabad, 1946), ev sêyemîn car bû ku kurdan xwe azad didîtin.

Mixabin ev rewşa xweş jî zêde nedomî û rejîma paşvero ya Îranê nedixwest rastiya pirsgirêka gelê Kurd bipejirîne û çareseriyekê ji vê problema dîrokî re bibîne. HDK û KOMELÊ dixwestin bi gotûbêj û hevdîtinan bi hikûmeta merkezî ya Iranê re pirsgirêkê çareser bikin, lê artêş û pasdarên Komara Îslamî bi hevkariya cehşên welatfiroş û hinek aliyên xwefiroş dest bi hêrişên xwe yên dijwar kirin û Kurdistan dîsa bû qada şerên bixwîn û malwêranker. Pasdarên komara Xumêynî bi hemû hêza xwe nekarîn pêşmerge û hêzên gel li Rojhilatê Kurdistanê toşî şikestê bikin. Rejîma desthilatdara meleyan (Xumêynî, Refsencan, Xelxalî û hwd) dema zanîn ku bi şerê çekdarî nikarin li hemberî berxwedana gelê Kurdistanê şerê xwe yê gemar bidomînin, bi riyek din li dijî kurdan dest bi kar bû û ji sîleha dînî, paşverotiya civakî û cudahiya mezheba Kurd û Farisan mifa wergirt. (2)

Xumêynî, ku xwe wek rêberê cîhana îslamê bi raya giştî dida nasîn, di 19. Agusta (19. 08. 1979'an) de li dijî gelê Kurdistanê CÎHAD (zibare) îlam kir. Dr. Qasimlo pir xebitî da ku bi rêya hevdîtin û danûstandinên siyasî pirsgirêka Kurdistanê bi rejîma îslamî re çareser bike, lê mentiqa karbidestên komara îslamî ne di wê pîvanê de bû ku perspektîvên Dr. Qasimlo, yên li ser çareserkirina pirsgirêka kêmnetewên Iranê, bipejrînin. Ew di cîhana siyasî de du dunyayên ji hev cuda bûn. Dr. Qasimlo mirovekî demokrasîxwaz û maqûl bû.

Piştî ku Xumêynî Kurd wek kafir û dijberên şoreşê bi alîgirên xwe dan nasîn, êrişên weke yên Mongolan li dijî Kurdan dest pê kirin. Berxwedana şervanên kurdî karekî dîrokî bû, lê şêweyên hov û xeddar ku ji aliyê pasdar û artêşa xwînxwara Komara Îslamî ya Îranê ve dihatin lidarxistin û kirin, HDK û KOMELE neçar kirin ji Rojhilatê Kurdistanê derkevin. Xuya ye ku di vê vekişîna hêzên siyasî yên Kurdan de tesîreke mezin ya xiyaneta caş û hinek Kurdên xwefiroş jî hebû. Piştî vê valabûnê bi hezaran Kurd ji aliyê beşa parastin(êtila'at)a dewleta Îranê ve hatin tîrbaran kirin û daleqandin. Girtîgehên hemû Îranê bûbûn mala Kurdên şoreşger. Hemû Kurdistan mîna zindaneke mezin di bin çekmeyên xwînmêjên komara Xumêynî de bûbû meydaneke tijî xwîna keç û xortên welatparêz yên Kurdistanê.

Piştî ku komara îslamî bi hemû şêweyan şerê xwe yê dijî Kurdan dest pê kir, HDK û KOMELÊ şerê xwe yê çekdarî bi şêweyên partîzanî û bi berfirehî di hemû deverên Kurdistanê de berdewam kirin. Ev siyaseta şehîdê nemir Dr. E. Qasimlo bû û vê taktîka Kurdan dewleta Îranê xiste nava tengaviyên mezin û pirsgirêka Kurdistanê di qada navnetewî de dengek mezin veda. Şerên partîzanî ku bi piranî li her du wilayetên Ûrmiyê û Sinendecê diqewimîn, xisareke canî û aborî ya pir mezin dida rejîma Xumêynî. Beşa êtila'at (êstixbarat)a Komara Îslamî ji bo vemirandina vê bizava Kurdan dest avête hemû şêwe kiryarên terorîstî. Bi taybetî di Kurdistanê de diravekî bêhisab xerckirin ku sîxorên xwe di nava Kurdan de zêde û zêdetir bikin. Kurdistan mîna kawilxane(xirabe)kê, wêran bûbû û bi hezaran gund hatibûn şewitandin û wêrankirin. Rewşa aboriya gel bi şêweyek berçav hatibû xwarê ku heta roja îro jî şûnewarên vê siyaseta çewt li ber çavan in. Birsîtî(birçîbûn), zindan, daleqandin, kuştin û birrînên bê mehkeme, bêkarî û malwêranî di jiyana Kurdan de bûbû tiştekî rojane.

Ji bilî wê, îstixbarata Komara Îslamî ya Îranê bi rengekî nêhînî û veşartî di nava ciwanên Kurd de tiryak, eroîn(narkotîk) û vexwarinên elkolîk belav dikir. Mixabin niha jî ev siyaseta wan li hemû Kurdistanê didome û heya radeyekê jî ew di siyaseta xwe ya nemirovane de bi ser ketine. Ev karê wan ji bo tunekirina balê herî bitesîr ê şoreşê bû, yanî ji bo tunekirina hêza ciwanên Kurdistanê, da ku bîr û ramanên Kurdayetî û şoreşgeriyê ji mejiyê wan derxînin. Armanca wan ji navbirina mejiyê şoreşê bû. Ji bo ku ew bikarîbin îradeya berxwedana gelê Kurd bişkînin û pêşeroja hereketa millî ya Kurdistanê toşî şikesteke dîrokî bikin, hemû siyasetên bêexlaq bi kar anîn. Wan bihayê giran yê heroyînê di Kurdistanê de erzantir kirin da ku mejiyê ciwanên Kurd bi yekcarî felc bikin. Lê bihayê tiryakê ku mîna heroyînê ne giran(ne bi qîmet)bû, sal bi sal li hemberî bihayê heroyînê girantir kirin. Bi vî rengî wan bera her kesî dan kişandina heroyînê ku li ser sîstema mejî û di nava xwîna mirovan de cîgir dibe.

Dr. Qasimlo û hereketên siyasî di Kurdistanê de zû bi vê pîlana komara îslamî hesiyabûn. Ji ber wê jî bi riya radyo û weşanên xwe yên çapemenî dixebitîn ku rastiyan bi gel bidin famkirin.

Rojhilatê Kurdistanê bi nisbeta herêmên din yên Îranê xwediyê yek ji paqijtirîn civatên Îranê bû. Lê mixabin niha bi vê siyaseta çewt a Komara Islamî, rewşa civata Kurdan jî pir hatiye şêwandin û şepirzeyîyek xirab ketiye nava malbatên Kurdan.

Komara Îslamî ji bilî berdewamkirina vê siyaseta xwe ya gemar li Rojhilatê Kurdistanê, çalakiyên xwe yên terorîstî derbasî dervey sinorên Îranê jî kirin û hê jî li ser çalakiyên xwe yên bi vî rengî dixebite. Bi dehan kardo û alîgirên HDK û KOMELÊ li Îraq û Başûrê Kurdistanê (bi taybetî li herêma Silêmaniyê) bi destê xulamok û terorîstên îstixbarata komara Îslamî ya Iranê hatin şehîdkirin. Lê berevajî daxwaza komara îslamî şerê partîzanî li Kurdistanê didomî û hakimiyeta dewleta navendî li Kurdistanê hê jî lawaz bû. Ji bo wê jî Refsencanî, Xaminêyî û berpirsyarê giştiyê îstixbarata Îranê (Elî Felahyan) hatin ba hev û ketin wî fikrê ku bi navê diyalogê xwe nêzî serokê giştiyê HDK Dr. Qasimlo bikin û mejiyê hereketa kurdên Rojhilatê tune bikin.

Yekemîn car li kanûna pêşî a sala 1988an û cara duyemîn li kanûna paşî sala 1989an Dr.E. Qasimlo û nûnerên Komara Îslamî hatin ba hev. Ji destpêkê û di yekemîn dîtin de armanca berdevkên Komara Îslamî kuştina serokê Kurd Dr. Qasimlo bû, lê her du carên destpêkê derfet çênebû vê armanca xwe ya çewt cî bi cî bikin. Armanca wan ew bû ku serokê hêza herî mezin ya li Rojhilatê Kurdistanê razî bikin ku bikeve xizmeta wan û qet behsa xwestekên Kurdan yên dîrokî nekin. Lê Dr. Qasimlo berevajî vê xwesteka wan bi şêweyek maqûl û zanistî berevaniyê ji xwestekên Kurdan yên meşrû û dîrokî dike.

Kurdan di seranserê tarîxê de her tim xwestine bi rengekî aştiyane û bi biratî bi cîranên xwe re bijîn, lê mixabin ew dewletên ku Kurdistan dagîr kirine ti caran nexwestine li daxwazên netewa Kurd binêrin û lêkolîneke kûr li ser vê pirsa girîng bikin. Dr. Qasimlo yek ji wan kesan bû ku ji bo cî bi cî kirina vê daxwaza dîrokî pir xebitî û bi hesreta gihiştina vê xwesteka mirovane heta canê xwe jî fîda kir.

Wek hat diyar kirin cara yekê li kanûna pêşî ya sala 1988an rûniştina bi nûnerên komara Îslamî ya Îranê û sekerterê giştî yê Hizbî Demokratî Kurdistan nemir Dr. Qasimlo dest pê kir. Di vê rûniştinê de terorîstên komara paşvero ya Îslamî nekarîn armanca xwe ya gemer pêkbînin.

Cara duyemîn li kanûna paşî ya sala 1989an dîsan peywendî hatin çêkirin, lê di vê peywendiya bi nav siyasî de jî, dîsan mirovkujên komara Îslamî ya Îranê nekarîn armanca xwe ya hovane cî bi cî bikin.

Roja 12 û 13ê Mai sala 1989an (12 û 13. 06. 1989) bo sêyemîn car dema ku berdevkên Komara Îslamî Hacî Mistefa Lacwerdî (serokê îstixbarata Îranê di hemû herêmên Rojhilatê Kurdistanê de), Ceefer Sehrarûdî (cîgirê beşa istixbarata hêzên pasdarên Îranê di Rojhilatê Kurdistanê de) û zilamek din bi navê Emîr Mensûr Borzorgyan ji bo gotûbêjê li Vîyena paytexta Awistirya hatibûn dîtina Dr. Qasimlo, ji nişkê ve zimanê silahên wan xwînrijan peyivî û bi du guleyên ku ji demanceya yek ji nûnerên dewleta Îranê derket Dr. Qasilo hat şehîd kirin. Piştre her du hevalên wî Dr. Fazil Resûl(3) û Ebdullah Qadirî Azer nûnerê HDK.I li Ewropa jî hatin şehîd kirin.

Di vê bûyerê de herçend Ceefer Sehrarûdî jî birîndar bûbû û tiştekî eşkera bû ku destê wî û hevkarê wî Hacî Mistefa Lacwerdî di vê cinayeta hovane de heye, lê mixabin bi bêy ku îdareya asayiş û polîsên Avusturya di pratîkê de ji bo girtina wan karekî bikin, Cefer Sehrarûdî piştî tedawiyê (di nexweşxaneyeke paytextê Awistiryayê de) çû balyozxaneya Îranê û roja 22. 07. 1989an bi bê asteng ji vî welatî derket û çû Tehranê ku ji Refsencanî û Xaminêyî re bibêje: Me fermana we baş cî bi cî kir û her tişt li gor daxwaza me bi rê ve çû.

Emîr Mensûr Bozorgiyan jî çend rojan ji aliyê polîsê Awistiryayê ve hat girtin û hikmê girtina wî jî bi fêrmî hat dayîn, lê dewleta Awistiryayê hikmê girtina wî hilanî û ew jî ber bi Tehranê hat bi rêxistin.

Belê bi vî rengî serok û nûnerekî din ê şoreşa Kurdistanê di welatekî Ewropa de ku her roj zêdetir ji xwarina rojane navê mirovperwerî û demokrasiyê tînin ser ziman û li ser qanûnên wê diaxivin, bû fîdayê protokolên aborî. Xêzana Dr. E. Qasimlo û Hizbî Demokratî Kurdistan li dijî vê cinayetê şikayetnameya xwe teslîmî dewleta Awistiriya kirin û dadgeh heya niha hê jî bêsûd didome.

Berhemê herî navdar û girîngê Dr. Qasimlo ku têza doktoraya wî ye, pirtûka wî ya bi navê Kurdistan û Kurd e ku bi şêweyek akademîk û zanistî lêkolînên wî di vê pirtûkê de hatine nivîsandin. Ev pirtûk yek ji çavkaniyên herî ilmî û baş e ji bo nasandina dîrok, aborî û xebata siyasiya Kurdan bi gelên cîhanê ku bi awayekî berfirehtir pirsgirêka gelê Kurdistanê nas bikin.

Kurdistan û Kurd heya niha bi çendîn zimanên zindî yên cîhanê (inglîzî, erebî û farisî) hatiye wergerandin.

Dr. Qasimlo bi hûrbînîyek temam hemû aliyên pirsgirêka Kurd di vî berhemê xwe yê pirbar de şirove kirine.




#Article 228: Qanatê Kurdo (404 words)


Qanatê Kurdo (; z. 1909 li Qersê − m. 31ê kewçêrê 1985an) zimannas û nivîskarekî kurd  bû.

Qanatê Kurdo li gundê Sûsizê, qeza Qersê ji dayika xwe bûye. Sala 1922an bi înisiyatîva nivîskarê êzîdî Ehmedê Mîrazî, ewledê gelê ermenî, dost û xêrxwazê gelê me Lazo (Hakob Xazaryan) û hinekên din, li bajarê Tilbîsê ji bo wan zarokên kurd dibistan vedibe. Di dibistanê de zaroka him dixwend, him hînî kar dibûn, him jî tê de radizan. Qanat dibe şagirtê wê dibistanê. Tev Qanat ji wê dibistanê xwendina xwe dest pê kirin usa jî zimanzanê kurdî bi nav û deng, doktorê fîlologiyê Çerkez Bakayêv, nivîskar, berpirsyarê rojnama Riya Teze yê ewlin Cerdoyê Gênco, mêr xwesê Yekîtiya Sovyêtê Semendê Siyabendov û gelekên din.

Sala 1928an komerkeziya Partiya Komûnîstên Ermenistanê bi pêşniyaza Erebê Şemo heş xortên kurd dişînin Lenîngradê (Sankt Petersbûrg) ji bo xwendinê. Qanat di nav wan de bû. Berê ew di fakûltêta karkira ya Înstîtûta Zimanên Rojhilatê yên zêndî de dixûne, paşê xwendina xwe li Zanîngeha Lenîngradê beşê ziman, dîrok û wêjeyê tê de pêşda dibe. Saya xebathizî, zên û rind zanîbûna zimanê dê di demek kin de guhdar ya dersdaran, ya rojhilatzanên dinyayê yan N. Mar, H. Orbêlî, A. Frêyman dikşîne ser xwe. Hê xwendkar ew dersê zimanê kurdî dide xwedkarên ûnîvêrsîtêtê û bi xebata zanyariyê ve mijûl dibe.

Ji pey xwendina zanîngehê re ew aspîrantûra zanîngehê tê de xwendina xwe berdewan dike. Sala 1941ê bi babeta Çêkirina fêlêd bargiranî di zimanê kurdî da têza doktorya xwe, ya ewlin xweyî dike. Piştî şer ew di înstîtût a rojhilatzaniyê de pirsên Kurd zaniyê yên cude cuda ve mijûl dibe, kûrsên zimanê kurdî de dersê dide.

H. Orbêlî sala 1959an para rojhilatzaniyê ya înstîtûta Lenîngiradê ya zanyariyê de koma Kurdzaniyê başqe dike. Ji pey salekê re Qanat dibe serokê wê komê. Heta dawya jiyana xwe jî wî ew karê kurdewariya pîroz bi serbilindî û hiskirin pêş de bir, li dû xwe bi sedan xebatên Kurdzaniyê yên bingehîn û giranbiha hişt, navê xwe bi herfê zêrîn di dilê gelê xwe de nivîsî.

Qanatê Kurdo, ji sedî zêdetir monografiya, pirtûk û gotarên zaniyarî li ser ziman, zargotin, dîroka kurdî weşand, ji 20î zêdetir kurdzan hazir kirine.

Di 31ê çiriya pêşîn 1985an de li Lenîngradê zaniyarê mezin di 76 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe.

Zarokên kurd li welatê sovyêtê bi pirtûkên wî hînî zimanê dê dibûn. Heta salên 1990î deh pirtûkên wî yên dersa li Ermenistanê hatine weşandin.




#Article 229: Felsefe (1829 words)


Felsefe an fîlozofî an jî retkok, wekî zanisteke bingehîn a zanîna civak û xwezayê û zagonên hişmendiyê yên bingehîn û jêderka zanistê, tê zanîn. Di kurdî de hiziratî ye. Mirov bi saya zanistê dibe xwedî hiş, feraset û ramaneke gerdûnî. Pêkhatina ramanê bêyî zanînê, ya zanînê jî bêyî felsefeyê ne pêkan e. Bi awayekî din, mirov dikare bibêje felsefe, çavkaniya hemû beşên zanîn û zanyariyê ye. Ango felsefe, zanista zaninê bi xwe ye.

Koka felsefeyê, ji peyva hevedudanî ya ku ji philia, anku “hez”, hezkirin” û sophia, anku “pirzan”, “zanatî” pêk hatiye û li “philosophia” ango felsefeyê dageriyaye. Îcar ji kesê ku bi kurahî li ser felsefeyê hûr dibe re jî philosophos “feylesof” tê gotin. 'Philosophos' (feylesof), tê wateya kesê/a ku li ser bastûra heyberan lêkolîn û dahûrandinê dike. Li gora çavkaniyên dîrokî, kesê ku cara yekem ev gotin bikaranî ye feylesofê navdar Heraklîdes e.

Fîlozof an jî feylesof kesê ku bi felsefê re mijûl dibe û dixwaze ramanên felsefê pêşve bibe ye.
               
Felsefe, kartêkeriya ramanê ya pêkanîna derencamên rexeneyî, yên gelşên hebûn û wateyê ye. Ango lêgerîna nêzîkdayinên zanistî û zanyariyê ye. Felsefe, bi çanda Yewnanî ya kevnar re derketiye holê. Di dîroka mirovahiyê de ew her gav wekî destpêka zanîn û şarezahiyê hatiye dîtin û pejirandin.

Felsefe, wekî [zanist/zanisteke] bingehîn a zanîna civak û xwezayê û zagonên hişmendiyê yên bingehîn û jêderka zanistê, tê zanîn. Bi rastî jî wisa ye. Mirov bi saya zanistê dibe xwedî hiş, feraset û ramaneke gerdûnî. Pêkhatina ramanê bêyî zanînê, ya zanînê jî bêyî felsefeyê ne pêkan e. Bi awayekî din, mirov dikare bibêje felsefe, çavkaniya hemû beşên zanîn û zanyariyê ye. Ango felsefe, zanista zaninê bi xwe ye.

Wekî ku li jor jî hate diyarkirin, riknê hemû cureyên zanînê felsefe ye. Her çend ku zanîn û zanyariyên wekî fîzîk, kimya, aborî, dîrokê û hwd. yên civaknasiyê, wekî zanînên xweser bêne zanîn û qada wan ji ya felsefeyê cuda bê xuyakirin jî , dîsa peywendiya van zanyariyan rasterê bi felsefeyê re heye. Lewre hemû zanîn û zanyarî, bi pêşveçûna dîrokê û têkûzayiya mirovahiyê re diguherin û wate û têgînên wan ên hundirîn li şêweyeke din dadigerin. Belê zanîna komên felsefî gelekî zexm û tirûşdar e. Heta wate û têgihên felsefeyê zû bi zû nayên guhertin. Ango temendirêj û tîmî û mayîn de ne. Ji bo wê mirov dikare bibêje felsefe, wekî hemû şaxên zanînê; sparteka civaknasiyê ye jî. Belê dîsa çawa ku mirov nikare eynîbûna felsefeyê û şaxên zanînê yên din bipejirîne; mirov nikare jê cudabûna wan jî bipejirîne. Dibe ku her şaxên zanînê, ne felsefe bi xwe be, belê ji kûrahiya felsefeyê dinisilin û ji zanista felsefeyê sûdê werdigirin. Ango qurma hemû guliyên zanistê felsefe ye.

Kesê/a ku felsefeyê nexwîne an jî hayê wî/ê ji felsefeyê tune be, nikare wateya tu têgîn û rasteqîniyan dayne an jî bûyer û rûdanên gelemperî bi wateyeke rastîn şirove bike. Felsefe, hilika zanistê ye. Mirovê/a ku ji felsefeyê sûdê werbigire û li gora rêbaz û azîneyên zanistê tev bigere, dê bikaribe sedem û encama bûyeran bibîne araseyî rêya çareseriyê bibe. Dê bûyer û geşedaniyên gerdûnî li gora rêzana sedem û encamê şirove dbike û bigihîje encamekê. 

Felsefe, teşegirtina hişmendiyên civakî ye. Ji zanîna hilberiyê bigir heta ya aboriyê, ji zanîna dîrokê bigir heta ya çand û civaknasiyê; ji zanîna perwerdehiyê bigir heta ya çand û wêjeyê... hemû şaxên zanînê û nêzîkdayinên zanistî li ser hîmê felsefeyê têne rûnandin û bicihkirin. Wekî din jî felsefeya zanistî, peresîna zagonên civakî û civaknasiya zanistî yên giştî derdixe holê. Bi rastî, civaknasiyê zanistî li ser hîmê felsefeya zanistî tê damezrandin. Belê ligel van hemûyan felsefe jî li gora hêz û pêwendiyên hilberiyê dirûv û teşe digire.

Ferhengnasên felsefeyê yên navdar P. Yudîn û M. Rosenthal girîngiya felsefeyê nîşan didin û wisa dibêjin: “Felsefe, navgîniyeke hêzdar ya zanîn, livbatî û çalakiyên mirov e. Felsefe, pêkereke çalak a ku her gav zandarî û kardariyê pêş ve dibe ye. Bi feraseteke felsefeyeke wisa re, beşên felefeyê; ango derûnnasî (psîkolojî), civaknasî (sosyolojî), sinc û gewzîn her diçin li zanînên xweser ên ku wekî kevneşopiyên felsefeyê tên zanîn, dadigerin. Rast e. Wekî berê jî hate diyarkirin ; hemû beşên zanînê xwe dispêrin felsefeyê. Lewre armanca hemû beşên zanîn û zanyariyê, dîtina pêwendiya navbera tişte û kirdeyê ye. Hin zanîn an jî zanyariya tişteyê wekî bingeh, hin jê jî kirdeyê wekî bingeh dipejirînin. Jixwe gengeşiya gelemşeya navbera hemû zanînan jî ji vir dest pê dike. Wekî ku tê zanîn, jêderka hemû zanînan felesfe ye û felsefe jî bi gelek cûre, çêşn û xalên girîn ji hev û din vediqete. Belê du herikînên felesefeyê yên bingehîn hene: Yek, Felsefeya mengîwer (îdealîst) du; Felsefeya pêzewar (materyalîst). Felsefeya mengîwer, ramanê (îdeyê) û ya pêzewar jî daringê wekî diyarker dibîne. Ji roja ku felsefeyê dest pê kiriye û heta îro, gengeşiya navbera herdu ferasetên felsefî bi hemû dijwariya xwe didome û dê bidome jî. Ji do heta îro, pêrêzkarên herdu ferasetên felsefeyê, yek jê Hegel, yê din jî Engels e. Hegel li gor demê ramanê, û Engels jî daringê wekî bingeh dibîne. Gengeşî jî bi gelemperî li ser van herdu hîman didome. Engels dibêje: “Ew mirovê ku hegel seberjêrkî daleqandibû me li ser piyên wî da rûnandin.” Marks jî dibêje:” Me tiştek li xwezayê zêde nekir. Tenê me ew, wekî ku dixuye hilda dest û şirove kir.”  Parêzkarên felsefeya mengîwer, Calvin û Luther jî ramanên xwe   yên perevajî felsefeya  pîzewar ku li gora  dogmayên olî  teşe girtine, bi vî awayî tînin zimên û dibêjin: “ Divê  hest, raman, hezkirin hilberîn, behre û hêzên veşartî  yên   mirov, yên civakê bêne pêpeskirin û dewisandin.”  Lew ra ev herdu ramanwerên mengîwer, armanca hebûna mirov xwe gazîkirina xwedawendiyê dibînin.  Dîsa Calvin dibêje  “Karesata tirsnaktirîn tevger û biryardanîna mirov  a  bi serê xwe dide ye.”  Li gora nêrîna Calvin, divê ku mirov hîçayiya (rebeniya) xwe dizanibe û ji bo kêmxistin û mirandina xwe çi ji destê wî/ê bê, wê, bike. Li gora Luthe jî, sparteka mezintirîn a  mirov hêza xwedayî ye.  Mirov ne xwemal e(aidê xweye).  Ev feraseta  ku mirov reben û serberjêr dike û wî/ê ber bi evdîtiyê(bi taybetî evdîtiya evd û serdestan) de didehfîne; hê  ramana dêrê (kinîse) ya Serdema Navîn e.

Îcar, şirovekirina xwezayê, baweriyên olî, raman,  nêzîkayîtêdan û têkilîdanînên civakî û mirovî hemû, an li ser hîmê felsefeya mengîwer an jî li ser hîmê felsefeya pêzewar bilind dibin. Çavkaniya civakên çînî,  mêtingerî, kedxwarî, şer û pevçûna navbera mirovan, pirsgirêkên herêmî û gerdûnî hemû hêza hilberînê ya ku felsefe bixwe jî afirandiye, ye. Her çend  ku herdu ferasetên felesefeyê ji hev û din wekî cihê  bêne xuyakirin jî  dîsa dozîneya teşeyên aborî yên civakî, dozîneya herdu felsefeyan ya hevpar nîşan dide. 

Nemaze, di navbera felsefeya pêzewar a dîyalektîk û civaknasiyê de pêwendiyeke zexm û kûr heye. Lew re felsefeya diyalektîk, pêwendiya navbera  mirov û xwezayê, ya navbera xwezayê û civakê û navbera  civak û dîrokê hildide dest. Her wiha qewam û kirûyan li gora pêwendiya sedem û encamê dinirxîne. Wekî din jî,   hebûn û hişmendî,  komên pêzeyî  û ramanî,  geşedaniyên civakî û dîrokî  û hwd. gelek kategoriyên zanînê yên din jî li gora têgînên felsefeya pêzewar û diyalektîk têne ravekirin. Wekî ku Luther û Calvin dibêjin, gelo bera mirov bi qasî  ku bi fermandanan rabe û rûnê û fikirîn û ramîna wî/ê li serê wî/ê bibe bela û rebenekî/e ku nikare bi serê xwe tevbigere ye; an  wekî  feylesofên ku felsefeya pêzewar diparêzin; hebûneke  ku xwezayê bi hêza xwe diguhere û di suxreya xwe de dixibitîne ye ? Felsefeya dîyalektîk; felsefe jî tê de, daringê (madeyê) wekî afirînerê her tiştî, dibîne. Mirov bixwe jî hebûneke daringî (madî) ye. Yanî  felsefeya daringî, feraseteke wisa ye ku  her tiştî ji bo mirov dihesibîne. Her wiha   ramana  ku her tişt  dikare bi destê mirov û bi vîna mirov pêk bê, diparêze.

Felsefe, xweyîkirina ramanê ye. Hilberandina ramanê, taybetmendiyeke xwezayî ya di ku hişê  mirov  de bi cî bûye û mirov ji lawirên hov  û har  vediqetîne, ye. Wekî din jî  felsefe, rêzkariya vegotin û daxwaza bikaranîna behreyên ramana takekes;  a ragîhîna rasterê ya  rasteqîniyê ye jî. Ango  raman û ferseta felsefeyî û zanistî,  tu car di bin çewsînerî û serdesthilatiyan de namîne.  Mirovê/a ku  bi felsefeyê mijûl dibe dikare her gav  li hemberî bûyeran,  mantiqa xwe bi serbestî  bide xebitandin û azadane birame û tevbigere.  Ji bo ku mirov dikaribe wekî kesekî/e azad bifikire an bijî,  divê ku di bin bandora tu hêz û desthilatdariyan de nemîne û  hêza xwe ya ramanî bi serbestî bikar bîne. Bi vê wateyê jî mirov dikare bibêje felsefe, mirov digihîne radeyeke azad  û serbixwe û wî/ê li hêzdariyeke bêpayan dadigerîne. Rê li ber peresîna behreyên mirov vedike û bi navê mirovahiyê wî/ê bi nirx û hêjahiyên zexm dixemilîne.  Felsefe, hemû behreyên mirov ên beşenî û bîrayî, di bin roniya hewn û zanistê de bêserûbin diperisîne û  dikemilîne. Ji bo ku mirov bikaribe li hember zext û astengiyên ku li hember mirovahiyê hatine danîn, şer bike an jî wan têk bibe, divê pêşî mirov bikaribe  ji felsefeya zanistî û diyalektîk sûdê werbigire. Lewre  felsefe,  rêya merc û derfetan  û  her wisa fersenda têkoşîn û hêzdariyê  jî bi ber mirov dixe.

Derbarê felsefeyê û  her wiha derbarê kesên ku bi felsefeyê eleqedar dibin,  gelek tişt hatine/têne gotin. Di nava gel  û civakên xeşîm de angaştên derî zanistê têne kirin Heta behsa pêşgeriyeke wisa kenoyî  tê kirin, qaşo; “Ên ku felsefeyê dîxwînin û bi felsefeyê mijûl dibin, an dîn dibin an jî dev ji dîn (ol) berdidin.”   Ev, ne tiştekî rast e. Carekê, mirovên ku dixwînin, biaqiltir û hişmentir dibin. Ango  ne pêkan e ku  ew dîn bibin. Berevajî wê, dibe  yên ku  qet naxwînin an jî  dûrî xwendin û fikirînê bin dîn bibin.  A din jî, dîn (ol) bixwe bi felsefeyê re derketiye holê. Derheqa felsefeyê de, ramanwerê navdar ê îslamî Îmamê Xezalî dibêjê “Kesên  ku tenê li olê hûr dibin,  dibine  şêt (maniyak) û yên ku tenê li felsefeyê hûr dibin dibine bêol (Xwedê nenas).” 

Felsefe, jêderk û çavkaniya zanîstê ye. Zanist, li ser hîmê şik û gûmanan hatiye damezrandin. Kesê/a ku nikaribe bikeve nava fikar û gûmanan, nikare bi zanînê mijûl bibe, rastiyê niqaş bike û  rasteqîniyê binase. Felsefe, mirov ber bi zanîn û zanistiyê ve dihefîne. Kesên ku bi felsefeyê mijûl dibin, nêrîn û nêzîkdayinên wan rexneyî ne û  dikarin bi zanistî tevbigerin. Kesên ku ji felsefeyê sûd werdigirin, dikarin bi çavekî rexneyî li cîhanê binerin û bi heman awayî dikarin bûyer û lêqewmînên dîrokî û rojane rexne bikin. 

Gotina kin; ne civaknasî pêkan e ku bêyî felsefeyê û ne jî felsefe dikare bêyî civaknasiyê hebûna xwe bidomîne. Wekî ku li jor jî hate diyarkirin; civaknasî, cara yekem bi felsefeyê re li zanîstiyê dageriya ye û wekî zanîneke rastîn derketiye holê. Jixwe pirsgirêka felsefeyê û zanînê ya bingehîn jî  pirsgirêka navbera pêze û giyanê ye. Pêşî ev pirsgirêk wekî ku li derveyê civaknasiyê tê dîtin, dixuye. Belê gava ku mirov angaştên civaknas û zanyarên mengîwer û derîsiruştî dibihîse; mirov tê digihîje ku ev pirsgirêk jî wekî pirsgirêkeke taybetmendiya derezanistê ya hemdem û îroyîn tête dîtin û raçavkirin.




#Article 230: Ali Serhat Baran (154 words)


Ali Serhat Baran rojnamevan û hunermendekî kurd e. Baran yek ji endamên Koma Dengê Azadî bû.

Ew di sala 1974'an de li Kurdistana Bakur li bajarê Amedê hate dinê. Heya 17 saliya xwe ew li Amedê jiya û li wir xwend.

Sala 1991an de çû Stenbolê û li wir dest bi Zanîngeha Stenbolê, beşa rojnamevaniyê kir.

Sala 1992an wî dest bi xebata rojnamevaniyê kiriye û heya sala 2000'î di rojnameyên kurdî yên politik, wek Azadî, Dengê Azadî, Ronahî, Hêvi û Roja Teze de xebitiye.

Serhat Baran sala 1991'î dest bi mûzîkê kir. Ew ji 1994 heya 2001'î gitarîst û solîstê „Koma Dengê Azadî“ bû û bi vê komê re du kasetan dertîne.

Sala 2001'î de ew diçe Almanyayê û niha bi malbata xwe li Almanyayê li bajarê Stuttgartê dijî. Ew niha li Stuttgartê li Zanîngeha Media, beşa dîzaynên agahdariyê de perwerdeyê dibîne.

Ali Serhat Baran xwedî û amadekarê malpera gotinên stranên Kurdî www.ronibaran.de ye.




#Article 231: Mihemed Arif Cizîrî (1214 words)


Mihemed Arif Cizîrî Hunermendê bi nav û deng û dengxoş di sala 1912'ê Zayînî li Cizîra Botan, cihê mêr maqûlên Kurd hate dinê û çavê xwe vekir. Hatina Mihemmed Arif bo ser dinê hevçax bo tevî Împaratoriya Osmanî û şerê êke cîhanî û qir kirin û kuştina bi kome Ermeniyan bi destê dewleta Usmaî ku bêhna xwînê tevlî şîrê dayka Mihemmed Arif de bû.

Di zarokatiya xwe de vî jî mîna hemû zarokên Cizîrê guhdariya wan bas û mijaran dikir ku ev qesabxanên bo Ermeniyan danabûn. Her lewema wî bi çavên zarokiniyê pirsan ji xwe dikir, eva bo çi û ji ber çi û heta kengî? Lewaz bûna Împaratoriya Kevnare Usmaî û herifîna dergehê bilinde vê Împratoriyê û pêk hatina çendîn dewletan li ser vê axê û kuşt û kuştar û girtina xelek' û şerê yeke cîhanî bûye hegera têk çûna jîyana Giştî ya xelkê deverê.

Ev rojên reş û deravên teng û jarî û belengazî û bin pê kirina mirovanniya mirovan bandoreke zaf dana ser jiyan û hiş û mejiyê Mihemmed Arif û di kûratiya dilê wî da cih digirtin. Her vek xuyaye û tişteke eşekre bû ku cencera şerê yêke cîhanê zaf êş û elem tev xwe anîn û hindek jî afirandin û li deverê belav bûn, nemaze kolip û xela li hemû cihekê hebû û heta çendîn salan perê xwe bi ser dever û cîhanê da kêşa bû. Mihemmed Arif jî wek hemû kesên din ev saloxêt kirêt û ne rind ji bîra vê neçûn, rabihoriya wan xurtên li ser kelexê seyekê yan kitkekê li kulanêt Cizîrê hevdu di kuştin û çavan pirtikên keleş ji destê hev di revandin, heta zikê xwe beriyê zarokên xwe têr biken. Yan çîroka vê keça kiçke ku bi hegera hebûna palozeke nan di destê vê de dibin dest û pên çend kesan da hate pelçiqandin bo pare nan. Rojeke din ji van rojên tarî ku Mihemmed Arif bi çavê xwe mêze kiriye û qet ji bîr nekiriye, eva bû ku babê wî jî tevî sedan xurt û egîdên Cizîrê bo şerê êke cîhanê hatne şandin û îdî nezivirîn.

Mihemmed Arif ji sala 1925 hetanî 1929'ê de, jîyana xwe di girtîgeha Dîyarberkr' de bihorand, navbirî wê demê bi çavê xwe mêze kir ku çavan seyda û hevalên wî yek bi dîv yêkê bi bê dengê hatine Qenaredan. Îdî ji vê rojê ve hizrek kevte mejiyê wî, hizra Welatparêziyê û bîr û hizra wî di hemberî cîhanê da hatin guherîn û bi çaveke din mêzeyî çepeliyên cîhanê dikir. Dunyayeke bê bawer ku merofv têde çi bihagiraniyek nine.

Piştî serbest bûn ji hepsa Dîyarbekrê, Mihemmed Arif çend mehan li kulanêt Cizîrê avkêşî kir. Di hemen demê da jî dest bi sitirîna stirana kir, namze ev stiranên pesin û mehta gernasan dikin û hem jî neqencî û kirêtiya kesên xweînmij û sitemkar eşkere dikir. Em dikarin bêjin hemû stiranên vê ên bijare û demê lawîniya wî da li salên reş di wê çerxê da renge dervîşî' didan, nemaze li varê wan merovên bi destê dujminan hatne êşandin. Mîna Emê Gozê, Xelîlê Xazî, Salihê Norî, babê Norî, Nadir Beg û zaf ji mêrxasên dinêye Kurdan. Stiran gotin yek ji xasmaniyên xelkê Cizîrê ye. Dibêjin rojekê Mîrê Botanê biryarek der kir ku ev kesê Cizirê bit, stiranekê nezanît yan qesîdeyekê nexwînît bila li Cizîrê nemîne.

Dayka Mihemmed Arif (Edila) li Cizîra Botan dengbêjeke bi nav û deng bû. Li bin çavedêriya dayka seydayê stiranbejên Cizîriya Edwê Noran heftî nebû, ku Mihemmed Arifê zarok du sê caran tev dayka xwe û Celîla Leelê û dayka Remezan Cizîrî neçûbane şahî û dawetan û xelkêt Olî li hinek malên Cizîriyan, wek xwandina Mewlûda Pêxember û Medîhe û helbestan, nemaze li demên hecê û sinet kirina zarokan û xitim kirina Quranê. Lewma şagirdê dayka xwe, çeleng û zîrek bû û dizanî gihdarên wî çi terze stiran divên, lewma  bi lez xwe berda nav dilê wan û karî bigehîje armancê. Xelk zû bi axîn û nalînên wê dihesiyan, ji ber ku ev axîn û nalînên ji devê Mihemmed Arif dibarîn, hemû ji kovan û keserên vwan dihatin. Ji ber wê yekê û hewcehiyên hizr û bîrê û dilê xwe li serê salên siyan qesta Duhoka dasînan kir, li Duhokê orteke nûv bo dengê xwe mêze kir û dest bi stiran gotinê kir. Lî wêderê xaringehek vekir heta nanê rojê peyda biket û rojê nan difirot û şevê jî tev heval û merovên mîna xwe belengaz dirûnişt û stiran digot.

Paşê ço eskeriyê û piştî eskeriyê li dûmahiya salên sêyan de xwe kire sinetçî û berê xwe da gundêt dûr, bo sinet kirina zarokên xelkê, ev şola nûv ya Mihemmed Arif bûye sedema vê ku Mihemmed Arif zêdetir ji berê têkeliya xelkê biket û tevî xelkê rencber û îzakêş û çave kirî bijît. Navbirî li bin sîbera vê sinetçiyêda karî têr ava edet û rewşên xekê û mîrata stirana Kurdî ji serekaniyê vexot. Sal bo salê nav û dengê Mihemmed Arif bilavtir diobû. Di geryanên xwe da çi li guvend û şahiyan û çî li kuçk û Divaxanêt şevên Kanona zaf tişt guhdarî dikir. Di sala 1946'an û 1947'an bû hegera bizvîna hizra derwêşatiyê di hundura Mihemmed Arif de tîpeke ayînî bi serokatiya xwe pêk anî. Endamên vê tîpê navbirî bûn ji: 

Piştî salekê Mihemmed Arif qesta Bexdayê kir û xwe gihîande kompaniyên tomar kirina stiranan û tevî wan hinek ji stiranêt xwe tomar kirin. Bi firotina wan stiranan li Kurdistanê hinek rewşa Jîyana Mihemmed Arif baş bû û roj bo rojê Mihemmed Arif nav û deng peyda dikir û tevî hunermend û rewşenbîran pêwendî digirt. Mihemmed Arif her di vê qunaxê da tevî hunermendên bi nav û deng wek Elî Merdan, Resol Gerdî, Hesen Zîrek, Tahir Tofîq, Hesenê Cizîrî, Cemîl Beşîr, Meryem Xan, Fewzîye Mihemmed, Nesrîn Şêrwan nasyar bû.

Di sala 1949'an Mihemmed Arif xwe gehande radyo kurdî ya Bexdayê û ji aliyê berpirsên radyoyê ve bi germî hate pêşwazî kirin û Mihemmed Arif karî piraniya stiranên xwe ji rêya radyoê ve bigehîne guhê guhdaran. Stirana Mihemmed Arif ya Xezal – Xezal wek birişskê di nav xelkê da belav bû û cihê xwe di dil û hundura guhdaran da vekir. Îzgeha Kurdî bi belav kirina stirana Xirabû - Xirabû bi dengê Mihemmed Arif xweli ber dilê guhdaran şirîntir kir û Mihemmed Arif jî mîna stiranbêjeke mezintir dihate çav lêkirin. Distiranêt Mihemmed Arif de Eşq û Evîn kesayetiya jinê û keça Kurd û şerê egîd û mêrxasan hemûyan cihê nemazeye xwe hene.

Mihemmed Arifê dengxoş û hunermend û sazbend di roja 1986.12.17ê hevberî 26ê Sermaweza sala 1371ê li bajarê Duhokê ço ber dilovaniya xudê û ji hunera Kurdî mal avayî kir û li goristana Şaxkê teslîm axê hate kirin (hate veşartin).

Mihemed Arif Cizîrî  nizîkî 1200 stran  tomar kirine 60 kasêt Xezal, Xirabû, Swaro, Pismamo, Yardilo, Ez Xezal im, Bêrîvanê, Befr barî, Babê Fexrê, hesenîko, Çiyayê Şengarê, Koçerê, Gulê Mehromê, Şevên Nîsana, Diyarbekir, Çiyayê Kurdistanê û hwd. Bo cara êkan tîra evîna dilê Mihemmed Arif ketiye tevgula Ertoşî, li devera şernexê ya ku dikeve Rojhilata Cizîra Botan, li destpêka salên siyan da piştî ku hatîye Duhokê hatiye bîravê û stirana Gulê Mehromê pê got û çendîn salan nigarê vê diberokê da bû. Li sala 1951ê bûye evîndarê jinekê li gundê kurê gavana ku navê wê Ilîzabêt bû, evîndariya wan çend salan dom kir.

Siyamend Terbî, 28.03.2003 kurdistanmedia.com




#Article 232: Hejar - Mêrê mezin evîna biçûk (fîlm) (178 words)


Hejar - Mêrê mezin evîna biçûk navê filmeke Handan Îpekçî ye. Film di sala 2002'an di Tirkiyê de hat çêkirin. Mijarê filmê pirsgirêka qedexebûna zimanê kurdî ye.

Film, çîrokeke li ser têkiliyên mirovî û kûr e. Filmekî li ser du nifş û du kulturan e. Keçek Kurd biçûk dilê dadgerekî Tirk nerm dike. Ji aliyê derhênereke Tirk ve, ku nifşekî nû ye Turkiyê temsîl dike, hate kişandin.

Hejar, dê û bavê xwe li rojhilatê Turkiyê dema operasyoneke polîsan winda dike. Cîranek ji gund wê tîne Stenbolê, cihê ku dadgerê karkenarî Rıfat Bey rastî wê tê. Hejar dema hewceyî parastinê ye, di derbekê de xwe li cem Rifat Bey dibîne û divê cara duyem ji destê polîsan were xelas kirin. Ew wek xizmetkarê dewletê û dozger tenê bi Tirkî dipeyive, lê Hejar tenê bi Kurdî diaxive. Hejar bi rûyekî xemgîn û xeberên cuda hêdî hêdî bi serdikeve û dihêle ku zilamê kal dev ji helwesta xwe ya radîkal berde. Rifat bey fêrî Kurdî dibe û Hejar bi Tirkî gotinên pêşî dibêje. Û êdî herdu bê yî hevê nikarin bijîn.




#Article 233: Roman (wêje) (680 words)


Roman, têgîneke wêjeyî ya ku koka wê ji peyva “Romanus” ya latînî, ku tê wateya “çîroka bûyera rastîn an jî nîgaşî ya pexşan” tê ye.

Wekî cureyeke wêjeyê, pênasa û watedayina romanê ne tiştekî hêsan e. Lew ra roman jî wekî hemû cureyên wêjeyê, wate û raveya wê li gora dem û rêbazên wêjeyî an jî hunermendên demê tê guhertin. Mirov dikare bi kurtayî an di di wateyeke teng de bibêje roman, nivîsên dûvdirêj yên ku bûyeran bi awayekî rastîn û bi zerengiyeke berfireh hildide dest û lêkolîna xislet, civak, nêrît, hest û dahûrandina azweriyên mirov vedibêje ye. Armanca romanê, nasandina xisletan û ragihandina sêwirandina bêsiûdî û hejaniyan ya ku bi alaviya bûyeran tê vegotin e. Romana xurt û sergewer dikare xwe bi her awayî bikirmişîne, bikeve her dirûvî û cihê cihê ji her mêjiyî, ji her bedewiyê û her mezinahiyê re bibe navgîn. Dikare bang li her nîgaşbaziyê û rastîbîniyê/ê bike û gelek deriyên nepenî yên gerdûnê li mirov veke.

Her romanek jiyanekê, cîhanekê heta mirov dikare bibêje xwezayekê şirove dike. Di tevê romanan de tukes nikare li du kes an jî du qewmînên ji hev rast bê. Heta di tevê wêjeyê de tu kes nikare li du romannivîsên ji hev rast were. Roman, digel şewqdana civakî, di bin daraza fermana fikr û ramana romannivîs de dimîne. Roman mirêka sinc û gerdîşên civakê ye. Roman camidî ye. Ew tiştekî veşartî nahêle û dîmena ku dibîne bi awayekî eşkere hildide dest. Tiştekî ku di jiyana rastîn de hebe û derbasî romanê nebe nîn e. Di romanê de sînor nayê danîn. Lewr ra di romanê de hêmanên ku ji rastiyê têne wergirtin hêza nigaş û dewlemendiya hundirî ya romannivîs xurtir dike û heta heyînên jiyana rastîn li pey xwe dixirikîne. Bo wê gelek caran tê gotin ku romannivîs mirovê ku ji xwe bi dûr ketî ye. Belê ne qure ye; dilnizm e. Ew her gav xwe li pey lehengên xwe diheşifîne. Ew kesêkî/e feşartî û winda ye. Tu kes nikare wî/ê di romanê de bibîne. Car caran wekî siyekê dide pey lehengên xwe, wî/ê dişopîne û bêdeng dimeşe. Romannivîs, lehengê xwe ber bi gêtiyeke nû de dixirikîne. Peyre hin bi hin mirov dikişîne nav rakêşarî, dilniwazî û veşarîtiya jiyana lehengên ku ew bixwe parçeyek ji jiyana me ya rasteqîn in. Jixwe romana rasteqîn jî ev e. Ango, divê ku romannivîs rêbayeke cawîdan efsaneyî bide çîrokê. Çendî ku çetîn be jî, ev çawanî bo roman û wêjeyê pêwistîbûneke girîng û jênager e.

Daraza ku em derbarê romannivîs de didin, girêdayî pirî an jî hindikiya tiştên nenasbar yên ku aşkerekirina kurahî, xweşikî û bedewiya şayesandinê dike ye. Digel hemû tiştî dîsa jî ne pêkan e ku mirov dikaribe bandora demê an jî mercên dîrokî, civakî û aborî yên li ser romanê mandele bike.

Wekî têzanîn di derbarê romanê de di navbera romannivîs û vekolînerên wêjeyê de gelek nerînên cur be cur hene. Belê ne pêkan e ku mirov van hemû nêrînan pevgîhîne an pênaseke xuya û aşkere bo romanê dayne. Bi hîmî gava ku mirov di maweya mêjuyê de berhemên romannivîs û wêjevanan li ber çavan radixê, sê cureyên romanê yên bingehîn derdikevin pêşberî me :

Digel van hersê cureyên bingehîn yê romanê, dîsa mirov dikare gelek caran taybetiyên van hersê şêwazan di heman romanê de li nik hev jî bibîne.

Bûyerên romanê bi awayên pircûre têne vegotin :

Li gora rêbaz û qaîdeyên romanê an jî lîteratûra wêjeyî hinek hêmanên romanê hene :

Belê di romana rastîbîn ya komalî de mijara bingeh, têkoşîna navbera çînan e. Di şêwaza romanên wisa de têkiliya navbera kesan, wekî lêkdana navbera karker û karsaz, axa û gundî, leşker û gerîla derdikeve holê.

Di romana gerdîşî de, têkoşana takekes ya li hemberî civakê û helwesta wî ya li dijî kevneşopiyan derdikeve pêş.

Di berhemên romannivîsê coşdar an jî di romana lîrîk de bingeh, lêkdana mirov ya bi xwe re ango hestên kes yên binakok û têkoşîna hundirî ye. Car caran jî ev têkoşînên hundirî û derveyî di romanê de li nik hev an di hundir hev de tê dîtin.

Binihêre: Lîsteya romanên kurdî

Orijînala gotarê: Adar Jiyan 




#Article 234: Mahsum Korkmaz (185 words)


Mahsum Korkmaz (bernavk Egîd) (z. 1956 li Farqînê − m. 28'ê adarê 1986 li çiyayê Gabarê, Şirnex), endamê Komîteya Navendî yê PKK'ê û fermandarê yekemîn ê HRK'ê bû.

Di sala 1986ê de Fermandarê Hêzên Rizgariya Kurdistanê (HRK)ê Mahsum Korkmaz (Egîd) li çiyayê Gabarê şehîd ket. 

Ji fermandarên gerîlla yên navdar ên PKKê Mahsun Korkmaz ango bi navê xwe yê tê naskirin  Egît, li navçeya Amed Ferqînê jidayikbû. Di temenê xwe yê biçûk de koçî Batmanê kir. Li Batmanê di salên lîseyê de bi rêya Mazlûm Dogan, di sala 1976an de tevgera Apociyan nas kir. Li herêma Lûbnanê di nava kadroyên navendî yên PKKê de cîh girt. Mehsun Kormaz, mohra xwe li tevgera 15 Tebaxa 1984an ya PKKê da. Ew di heman demê de fermandarê Hêza Rizgariya Kurdistan HRKê bû û fermandarê manewî yê Artêşa Rizgariya Gelê Kurdistan ARGK'yê û Hêzên Parastina Gel HPG'yê ye. Ew herî zêde jî bi wêneyê xwe yê bi heybet yê li pişt çiyayê Gabarê bûye efsane li ser zimanan û di nava dilê Gelê Kurd de cîh girtiye.

Di sala 1986'an de akademiya PKK'yê wekî Akademiya Mahsum Korkmaz hat binavkirin.




#Article 235: Arsênê Reşît Polatov (376 words)


Arsênê Reşît Polatov (Arsen Polatov) (z. 1942 - m. 31'ê adarê 2004) hunermendê pandomîmê yê kurd yê herî bi nav û deng bû.

Polatov, yek ji hunermendê şanoya bêdeng (pandomîmger) yê herî bi nav û deng li Sovyeta kevin û li cihanê bû û li dervayî sînorên Sovyetê jî dihate naskirin. Poladov, Zanîngehên Moskova û Sorgonê di serî de, li gelek zanîngehên cîhanê dersên şano (tiyatro) û pandomîmê dida. Her wiha gelek caran ji bo dersdayîn û semîneran ji bo zanîngehên Parîsê, Berlînê û Pragê dihate dawetkirin. Bi dehan pandomîm, şano û skêcên ku Poladov bi xwe nivîsandine û derhêneriya wan kiriye, li gelek bajarên cîhanê hatine lîstin û gelek hatine ecibandin.
Arsen Poladovê ku bav û kalên wî ji dorhêla Serhedê, ji warê Qers-Agiriyê piştî Qirkirina Xîristiyan û Êzîdiyan berê xwe dabûn Ermenistanê, ji malbeteke kurdên êzîdî bû. 

Di sala 1942’a de li paytexta Ermenistanê Êrîvanê çavên xwe ji jiyanê re vekir. Beşa Felsefeyê ya Zanîngeha St. Petersbûrgê di pola sêyemîn de terikand. Paşê Beşa Rejîsoriyê ya Zanîngeha Moskovayê kuta kir û li Parîsa Fransayê, ji Pîrê Pandomîmê Marseille Marso bi qasî du salan dersên pandomîmê dît. Di sala 1971’ê de bi handan û piştgiriya Yekîtiya Sovyetê li Erîvanê Dibistana Pandomîmê ya Arsen Poladov hate vekirin û Poladov li vê dibistanê bi sedan şagirt perwerde kir, herweha ew hîmdar û rêvebirê şanoya pandomîmê ya Êrîvanê bû. 
Piştre, bi destûra Wezareta Çandê ya Yekîtiya Sovyetê, Şanoya Dewletê ya Moskovayê hate avakirin û Poladov li wê derê wekî rêveber-derhêner hate ser kar. Di maweya salên 1975-1995, raserî 20 salan bi sedan şagirt û şanoger gihand. Poladov, ji sala 1995’a heta roja ku mir li ‘Beşa Dîroka Pandomîmê ya Zanîngeha Dewletê ya li Yaroslavlê’ wekî hîndekar kar û xebata xwe berdewam dikir.

Polatov di sala 2001’ê de li Akademiya Kurdî ku wê demê li bajarê Dürena Almanyayê bû û li di salên 2001 û 2002'a li bajarê Wuppertalê di bin banê Mala Çanda Baran (navê fermî: Baran Kultur Haus e.v.) mamostetiya şanoyê dikir û komeke şanoyê bi navê TEATRA BARAN perwerde dikir.

Di sala 2004'a de ji ber nexweşiya dil li bajarê Yaroslavlê ya Rûsyayê ku li nexweşxaneya vî bajarî dihate derman kirin, ji ber têkçûna dil jiyana xwe ji dest da. Arsên Polatov bavê du zarokan bû.




#Article 236: Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (1047 words)


Partiya Demokratîk a Kurdistana Îranê (PDK-Î) yek ji partiyên serekî û neteweperwer ên kurd li Kurdistana rojhilat e.

Navê partiyê, Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ye. Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, partiya pêşeng û şoreşvan ya xelkê Kurdistana Îranê ye û hemû tex û qatên gelê Kurd bo gihîştina bi armancên partiyê, ku di bernameyê de hatine, di nav refên xwe de rêk dixe. Navê partiyê di astê navneteweyî de “Democratic Party Of Iraniyan Kurdistan” û kurtiya wê jî “PDKI” e.  Arma Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, pêk hatiye ji: Bazinek bi rengê şîn, ku li aliyê wê yê rastê gule genimek bi rengê zer heye, û li aliyê çepê jî çerxeke pîşesaziyê bi rengê sipî heye ku ji heft dendan pêk hatiye. Di naverasta baznê de rojek ku deh tîrêj lê ketine û çiyayek bi rengê kesk. Di bin armê de di navbera gule genim û çerxa pîşesaziyê de, zemîneyeke sor 32 heye ku pirtûkeke sipî li ser de ye û hejmara 1324 di bin pirtûkê de hatiye nivîsîn ku sala avabûna Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ye.
Têdîtin: di çalakiyên PDKÎ li astê navneteweyî û derekî de di cihê sala 1324, 1945 tê bikar anîn, û li bin armê de jî “PDKI” tê nivîsandin.

Organa herî bilind ya partiyê kongire ye. Kongire her çar salan carekê ji endamên eslî, cîgir û şêvirmendên Komîteya Navendî û nûnerên endamên din ên partiyê, bi radeyekê ku Komîteya Navendî diyarî dike pêk tê, bi awayekê ku du ji sê endamên kongireyê li encama pirosya hilijartinê, beşdarî kongireyê bin. Kongireya awarte li ser daxwaza Komîteya Navendî, yan du li ser sê ya personêlên tewaw dem yên partiyê pêk tê. 

Organa herî bilind ya di navbera du kongire da Komiteya Navendî ye. Sekreterê Giştî û Cîgirê Sekreterê giştî yê partiyê û endamên ku Deftera Siyasî hildibijêre li hember Komîteya Navendî de berpirs in. 

Deftera Siyasî ji sekreterê giştî, cihgirê sekreterê giştî û hejmareke endamên Komîteya Navendî, ku ji aliyê Komîteya Navendî ve tên hilbijartin, pêk tê. Di dema navbera du civînên Komîteya Navendî de, Deftera Siyasî organa herî bilind a birêveberî û berpirsê cîbicîkirina biryarên Komîteya Navendî ye. Deftera Siyasî civînên xwe pêka hewcehiyê pêk tîne û rapora xebata xwe dide Komîteya Navendî.

(Ev danasin li gor kongireya 15emîn ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê hatiye nivîsîn)

Sekreterê Giştî yê vê partiyê Mistefa Hicrîye.

Di sala 2006ê de di nava vê partiyê de şer derket, lihevnebûn çêbûn û paşî grûbek ji vê partiyê veqetî û bi navê HDKÎ partiyek ava kir.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) di 15ê gelawêja 1945'an li Mehabadê wek PDK'a yekem ji aliyê 61 ticar, kargerên dewletê, mamostên ayînî, xwedan ax û serokeşîran ve hat damezİrandin. Serokê PDK-Î yê yekem Qazî Mihemed bû. Li rasti de ew parti cînişîna Komeleya Vejiyana Kurd an KJK bû ku sê sal berî hatibu damezirandin.

Komara Mehabadê bi tenê 11 mehan jiya, ji ber ku hikûmeta Îranê peymanek dijî bi kurdan li gel Sovyetê çêkir û êriş kir ser Kurdistanê. Hejmareka mezin ji lîder, serok û endamên komarê ji aliya hikûmeta Îranê hatin girtin û 20 ji wan li bajarên Mehabad, Bokan û Seqizê hatin darve kirin.

Kêmtir ji dû salan piştî rûxana komarê, PDK-Î xebata xwe bi veşartî kir. 

Piştî salên 1950an li Îranê bi rêberiya siyasetmedar û serokwezîr Mihemed Miseddiq li dijî Şah Mihemed Reza û emperyalîstan helwest hate nîşan dan ku dixwastin hem erkên şahê Îranê kêm bikin hem jî îstîsmara emperyalîstan xelas bikin. Kurdên Rojhilata Kurdistanê di vî wextî de li gel Mihemed Misediq bûn. Di hilbijartinên herêmî yên li sala 1952yê PDKÎ bi awayeke azad tevlî hilbijartinan bû û di hilbijartinan de dengekê biqîmet destxist. Lê ev demokratîzekirin û reformekirina Mihemed Misediq biserneket û bi derbeyeka bi alikariya CIAyê ji aliyê şah ve ji kar hate dûrxistin. Piştî ketina serokwezîr Mihemed Misediq, artêşa Îranê berê xwe da Rojhilata Kurdistanê û kurdên deverê aşt kirin. 

Li sala 1964ê de rewşenbîrên PDKÎyê bang kir ku li dijî rêjima Îranê şerê çekdari bikin. Di encamê de ji 50 kesan bêhtir endamên PDKÎ, ku serokeşîr, mela, karker, rençber di nav de, jiyana xwe ji dest dan. Piştî van rûdanan PDKÎyê xebatên xwe nepenî kirin . Di van salan de PDKÎyê nekarî bi şerê çekdarî mafê xwe ji rejîma Îranê bistîne. Her wisa li Partiya Demokrat a Kurdistanê bi rêberiya Mistefa Barzanî, têkiliyên xwe li gel Îranê xurt dikirin ku li dijî Îraqê şer bike. Ji ber van sedeman di nava PDKÎ de dudilî derket ku li gel Îranê şer bike an na. Li sala 1967ê grûbek ji PDKÎ veqetî û li Îranê şer dijî Îranê dan destpê kirin lê biserneketin û gelek ji wan hatn kuştin. 

Li sala 1975ê di navbera Îran û Iraqê de Hevpeymana Cezayîrê hate destnîşan kirin. Piştî vê destnîşanê Mistefa Barzanî nekarî alikariyê ji Îranê werbigire û hevsenga di navbera Îran-PDKÎ û Iraq-PDK xerabû. Dîsa PDKÎyê di nav gel karên çekdarî hêdî hêdî dan destpê kirin. 

Piştî raperîna xelkê Îranê dijî desthilata şah, li sala 1979 û rûxana rejîma şah, li Rojhilata Kurdistanê û Îranê de valahiyeke leşkerî rûda. Di vê rewşê de PDKÎ û hindek rêxistinên din yên kurdî li Mahabad û derdora kontrol kirin. Xûmênî dema şoreşa Îslamî çêbû sozdabû kurdan ku Kurdistan bibe xweser û daxwaz û armancên rêxistinên kurdî jî ew bûn. Lê piştî serketina Şoreşa Îslamî ew soz hatin jibîr kirin û di navbera rêxistinên kurd û pasdarên Îranê de şer derket. Di vî şerî de PDKÎ, Komele û kesê bi navê Şêx Îzedîn Huseynî rêbertî ji bo kurdan kirin. Di gelawêja sala 1979ê de kurdan bajarê Pawe ji destê leşkerên Îranê derxist. Dest danîn ser çekên wan. Lê li sala 1984ê rêjima Îranê hemî herêmên kurdî dîsa dagir kirin. Li sala 1989ê de jî serokê PDKÎ Ebdulrehman Qasimlo di hevdîtîna wî li gel rêvebirên Îranê de hate kuştin. Li sala 1992yê de jî serokê piştî Qasimlo, Mihemed Şerefkendî bi suîkastekê jiyana xwe ji dest da. 

Li sala 1997ê de Mihemed Xatemî yê namzedê reformxwazan bû serokkomar û dest bi reforman kir. Kuştinên li dijî serokên kurdan hat rawestin.

PDK-Î heta nehe 13 kongreyan bestîye:

 
Liderayeti ya PDKÎ Komîta Nawendi ye ku ji 23 endamên sereki u 12 endamên laweki dêt berhev.

ji wan endaman 7 kesan wekî defterê siyasi dên helbijardin ku Sekretera giştî jî yek ji wan e.




#Article 237: Kakşar Oremar (461 words)


KAKŞAR OREMAR / NIVÎSKAR Û LÊKOLÎNVAN

Kakşar Oremar nivîskarekî kurd e. Biyografiyên navdarên kurd ên Kakşar Oremar bi nav û deng in.

Dibistana destpêk û navîn li bajarên Tewrêz û Ûrmîyê bidawî anîne. Ji ber pirsgirêkên sîyasî û karê rojnamevanîyê nekarî xwendina xwe ya bilind li Îranê bidomîne. Ji ber helwesta malbatê ya ji bo doza Kurdistanê gelek caran ji hêla dewleta Îranê ve rastî girtin, zulm, heqaret û zextên giran hatîye. Ji salên 1990’an û pê de dest bi karê lêkolînvanîyê li ser jîyana kesayetîyên Kurd û mijarên dîrokî kirîye. Ji ber ku naveroka nivîsên wî sîyasî bû, beşa sansorê destûra weşandina wan di kovarên weke “Sirwe û Awêne” de nedida. K. Oremar ji salên 1993’an heya derketina xwe ya ji Îranê (1997) bi gelek yadigarên serdema Komara Kurdistanê re hevpeyvînên dîrokî û dur-dirêj pêk anîne. Ji wan kesên weke nemiran: Mîna Qazî, Menaf Kerîmî, Mihemed Şapesendî, Dr. Seyîd Ezîz Şemzînî, Dr. Haşim Şîrazî, Tahirxan Simko, Celîl Gadanî û hwd ku wek proje ji bo çapê weke sê cild amade ne û cilda yekê di 17.12. 2019an de ji hêla weşanxaneya Sîtav ve hate belav kirin ku bi germî ji çar aliyên Kurdistanê hate pêşwazîkirin. Ew hevpeyvîn heya niha gelek caran bi kurtî di malperên internet, kovar û rojnameyên Kurdî, Tirkî, Farsî û Almanî de hatine weşandin. Ji sala 1998’an li Ewropa di MED TV, Mezopotamîya TV, MEDYA TV, ROJ TV, RONAHÎ TV, NEWROZ TV û STÊRK TV de dehan bername li ser jiyana kesayetîyên Kurd durist kirine. Her wiha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nivîsên wî bi zimanên: Kurdî, Tirkî, Erebî, Almanî û Farsî hatine wergerandin û weşandin. Berhemên Oremar yên çapkirî:

Ji bilî van gelek berhemên wî yên din li ber çapê amade ne.
Proje û pirtûkên wî yên li ser du mijarên dîrokî û hunerî jî ji bo belavkirinê amade ne. Hinek ji wan:

Kakşar Oremar niha li ser projên nû jî dixebite û di karê ragehandin (rojname, bernamên TV û kovar û malperên înternetê ) de kesekî pir aktîv e.
Ew di PENA Kurd de ji karê endametiyê bigire heya sekreterî û berpirsyartiya komîteya Parastina mafê rojnamevan û nivîskarên di girtîgehê de xwedî erk û çalakîyan bûye. Herwiha ew nivîskarê rojnameya rojane a E-Rojname ye ku li ser rêbaza rojnameyên weke Welat, Azadiya Welat e û hwd ne ku li Amedê tê weşandin. Ew bi nivîs û dusyayên xwe bi awayê heftane ji wê rojnameyê re dinivîse. Ji xeynî belgefîlmên li ser jiyana hunermend, nivîskar û siyasetmedarên kurd, bernameyên wî yên taybetî di hinek TVyan de li ser mijarên dîrokî hene.
Kakşar Oremar niha li welatê Almanya dijî û di Stêrk TV da mijûlî duristkirina bernameya Navdarên Kurd e.
Hinek ji nivîsên Kakşar Oremar di malperên internetê de:

Twitt, malper û Facebook:

Çavkanî




#Article 238: Ciwan Haco (146 words)


Ciwan Haco hunermendekî kurd e.

Ciwan Haco li sala 1957an li Sûriyeyê li bajerê Qamişloyê hatiye dinyayê. Piştî xwendina xwe ya dibistana amadehiyê çû Elmanyayê û li wir kevte Zanîngeha Bochumê. Ciwan li Bochumê sê salan muzîk xwînd. Piştre, bi şiklekê pîşekarane (profesyonel) dest bi derxistina kasêt û sêdêyan kir. Li Tirkiyeyê, Sî û Sê Gule, Dûrî, Bilûra Min, Gula Sor, Destana Egîdekî û Leyla derxistin. Pêşmerge, Serhildan, Diyarbekir, Girtiyên Azadiyê jî li Ewropayê derxistin.

Ciwan Hacoyî Muzîka otantîk a kurdî bi formên folk-rock ji nû ve serrast kirîye. Hunermend bi vî awayî stranên kurdî bi dinê dinasînit û stranên kevneşopî di nav gelek baskên muzîkê da bi cih dikit.

Destana Egîdekî, destane-şiîra romanivîsê kurd ê bi navûdeng Mehmed Uzunî ye. Nivîskar di wê dastanê da behsa çîroka pênç ciwanên kurd dikit. Ciwan Haco ew destana Mehmed Uzunî bi aranjeyeka nûjen û bi formên etno-caz strandiye.




#Article 239: Huseyîn Çelebî (389 words)


Huseyîn Çelebî (jdb. 1967 − m. 1992) şoreşgerekî kurd bû. Çelebî serokê rûmetê yê YXK'yê ye.

Huseyîn Çelebî sala 1967an li bajarê Hamburgê ku li Almanya ye ji dayik bû. Ji ber ku ji malbatake welatparêz dihat, hîn di zarokantiya xwe de tevil xwepêşandanên ji bo Kurdistanê bû. Ji ber van sedeman ew dûrî rastiya welatê xwe neket. Hîn di temenxweyî ciwan de dest bi xebatên siyasî yên pratîk kir. Wî tevgera azadiya Kurdistanê bi derdor û hevalên xwe da nasîn.

Huseyîn piştî ku xwendina xwe ya navîn bi dawî kir û nîv sale li zanîngeha Düsseldorfê xwend, bi şêweyekî profesyonel tevil kar û xebatê tevgera azadiyê bû. Bi xêra perwerdeyên siyasî êdî wî pirsgirêka azadiyê baştir nas kir û ramanên sosyalîst bi wî re bi hêz bûn.

Êdî wî di serî de di weşan û belav kirina pirtûk û kovarên bi zimanê Almanî de gelek karên serketî kirin. Lê dewleta Elamn ku dixwest tevgera azadiya Kurdistanê lawaz biêxe û bişkîne Huseyîn û gelek hevalên wî di sala 1988an de avêtin zindanê. Komara federal Almanya dozeke di dîroka xwe de herî mezin li dijî Huseyîn û rêhevalî meşand. Navê vê dozê weke doza PKKyê li Düsseldorfê (bi Almanî: Düsseldorfer PKK Verfahren). Huseyîn dadgehên Almayayê mina platformeke ku dengê Kurdan bilind bike û bêdadiya dewletên ku Kurdistan dagîr kirine û hevaliyên wan yên Ewropî tine ziman. Huseyîn piştî ku du sal û nîvan di zindanê de dimîne tekoşîna azadiyê didomîne; bi serketî gelê Kurd dide nasîn û di sala 1990î de komeleya “hevalên gelê Kurd” didamezirîne.

Huseyîn jibo danasîna ramana azadiya tevgera azadiya Kurd û kar û xebatên dîplomatîk gelek nirxên baş anîn holê. Bi baweriya xwe ya bê hempa wî êdî biryar da û tevil refên gerîla bû. Wî di rojaneya xwe de wisa behsa hêza baweriya xwe kiriye:

Dema çiriya pêşîn a sala 1992an jib o tune kirina PKKê bi alîkariya eskerî û teknîkî ya artêşa Tirk hêzên başûrê Kurdistanê YNK û PDK'yê êrîş birin ser hêzên azadiya gelê Kurdistanê gelek gerîlla şehîd ketin. Yek ji van şehîdan jî Huseyîn bû.

Huseyîn bi kesayetiya xwe ji me xwendekaran re mîna findeke di triya civak û jiyana kevneperest de ye. Ji ber vê yekê ew di duyemîn kongreya YXKyê (Yekitiya Xwendekarên Kurdistan) de ku çileyê pêşîna sala 1992an hat li dar xistin wek serokê rûmetê yê YXKyê hatiye hilbijartin.




#Article 240: Karîkatur (669 words)


Karîkatur (ji zimanê îtalî caricare bi wateya werimîn e) an jî xêzik, wêneyek e ku karîkatursaz bûyerek, mirovek yan tiştekî bi xêzikên hêsan û saf û bi awayekî estetîzekirî pêşkêş dike. 

Ev, sereta bi berketin, rexnegirî û bi pêkenîn û bi mêldana rastiyê dilînîbûnek e. Carina ji bi pêkenîn rexne digirî û wêne ye ku nepixandiye.

Bi kurtî afirandinên xêzikan di jiyana civakî de di gel danustandina hunerî bi têkîliyên dema hilberînî ve têne tesbîtkirin. Xêzikvanên civatekî wek kevneperest û pêşverû bi du baskan ji hev cuda dibin û dikevin nava geşbûniyek dubare. Ew di dîrokê de wek qanuna geşbûniyê ne wek hevî tê binavkirin.

Di qirnê navînde zanistî Xwedê bû! Hunerî jî berê xwe dabû Xwedê. Di dema me, va demê civakên çînî de huner û ramanî di hundurî hev de ne û huner jî bi taybetî ji bo çîna bindestan buye hacetekî axaftinê! Ji ber ku xêzik wek guliyên hunerê yên din ev jî pergalên berkêşanê ye. Rewşekî awarte jî heye, ew jî bo taybetî tu serate an nasnake. Nabe malê yek çînî û bi tenê ji bo berjewandiya çînekî jî nîne. 
Ew di nav xeyal û zanyariyê de bi bandorek beranberîhev û bi têkîliya diyalektîka hunerê û daxweza mirovan ya hezkirinê derdikeve holê şiklê axafti î têgîhîştîneke tevlîhev e. Formîlî wî ewe: mêjû, têgîhîştin û zanyarî. Bi van her sisê xalan bûyeran ferisîne û ji kefgirê ve derbazdike û digihe rastiyê. Ew rastî zanyarî ye. Ji ber ku huner zanyarî ye. Zanyarî hunerê hilberînî û huner zanyariyê kuta dike, ji nû ve dibe. Bi kutakirina hemû heyiyên zanyarî. Huner pêvajoya tekamulî derbaz dibe dest bi pêvajoya şoreşgerî dike. Rêya ramankirinê heye; ew riya afirandinê û zayînê bi serata ye xwerû ye. Eve ne:

Xêzikvan ji ronakbîr e. Divê xêzikvan ne tenê bi raman bi çalakiyên hunerî bê hêja kirin. ji ber ku mîrovekî bê çalakî bê ehleqe. u wek kevir e. Karê xêzikan di tevgera netewî de wek xwê u îsotê xwedî cîhekî xweru ye. u hacetek ji hacetê têkoşîna netewî u civakî ye. Bi du şiklan tê karanîn. yek yek xebata axaftin u nivîsandinê ve girêdayî ye yê din jî hunera xêzikan e. u bi giranî xêzikan ve girêdayîye.

Di nav rojname u kovarên kurdî de karê xêzikvanî xebate ke hêsanî ye.bê qedr u qîmete u sivik tê girtinê. ji ber ku rexne girtin u rexne li xwe girtin bi rê yek demokratîk hê venebuye. tehamül jî jê nayê kirinê. tenê ji bo pesndanê hinek rêxistin di kovarên xwe de xêzikên bi ramaniya sîyasî u bi jêre not ên nivîsandî diwşînîn. ew jî xetere ke mezin e. ji ber ku karê xêzikvanî bi xêzikane,demê ku xêzikvanek xêzikek çêbike u di binde ramaniya xwe binîvîsîne ew tê vê manê; ta ku ev bi vekîrî dibêje,min ne kariya hunera xwe bi xêzikan karbînîm u bidim fahmkirinê, ji ber kêmasiya xwe bi nivisandinê dide fahmkirinê. u ew ne karê xêzikvanî yê ye.

Îro sedem şunde mayîna xêzikan ne tenê evin.ji ber ku welatên dagirker,ku Kurdistan di nav xwe de parve kirine ew hemu mislimanin. li gor hikmê mislimanî yê jî çêkirina Vêne u xêzikan qedexe ye.

Her xebatek li serzêde kirineke u her ser zêdebuyin fêde ye ke mezin e. mixabin neteweye kurd bi zorî hatîye nefîkirin.li ser axa xwe koçerbun îro rewaçêde yejîyana wan ya civakî hê wek berê eşîrîye.ma huner u çanda miletekî eşîr u koçer çî ye? lê xêzikvanî ya kurdan çî ye? behskirina xêzikvanî jî rast e an ne raste. Ew hemu pirsgirêk in.

Xebata xêzikvanên kurd îro bê pere dirav ye. u yên ku vî karî dikin wek sinc li ber çavên sîyasetvanan in.demê ku bi xêzikên xwe dilê hinekan xweş bikin,dê ew karê xwe bê pere dombikin.Dema ku karê xwe yê xêzikan li gor adet u seretayên dinê, raste rast êrîşî put u lat an, derewan, durütiyan u xirabiyan bikin dinya li wan deng dibe.

Bersîvê wan bi çalakî heye lê, warî çalakîde ne mumkîne. ji ber ku karê xêzikan girîng nehatîye girtin. Çend xêzikvan hene ew jî bi tiliyan tên hejmartin




#Article 241: Weşanên Bajar (534 words)


Berhemên ku ji Weşanxaneya Bajar derketin û nivîskarên wan:

Vî helbestkarê emerîkan di çêbûna ruhiyet û nasnameya emerîkan de roleke gelekî girîng lîstiye. Qalib û tixûbên zimanê îngilîzî wekî lehiyekê daye ber xwe, şax û şovên helbesta xwe dirêjî hemû kar, bûyer, kêlî û ciyên jiyanê kiriye, bi riya pîrozkirin û berzkirina nasnameya welatê xwe, xwe gihandiye gerdûnîtiyê. (Wergera ji îngilizî: Kawa Nemir)

Poe bêtir bi çîroknivîsiya xwe ve tê naskirin. Tê zanîn û pejirandin ku wî di qonaxa seretayî ya çîroka nûjen de tevkariyeke gelekî xurt kiriye bo mîrata wêjeya cîhanê. Lê belê helbestkariya Poe jî, bi qasî çîroknivîsiya wî girîng e û wergêrê kurd Samî Hêzil xwestiye ji binê vî barê giran rabe. Xwendevanên kurd ên hişyar bibînin bê wî ev kar çendî bi ser xistiye. (Wergera ji îngilîzî: Samî Hêzil)

Helbesta erebî ya nûjen xwe dispêre qonaxên dirêj ên rewanbêjiya zimanê erebî. Ji helbestên kevin ên bi navê Muallaqatul Es-Seba heya îro vê helbestê gelek qonax hilanîne. Di pêvajoyên nûjenbûna helbesta erebî de, çi qas ku Şakir El Seyab, Nazik El Melayîke û Adonîs her yek qonaxek in, Beyatî jî wisa ye. Di vê rêzê de, yekem wergera Bajar e, ku li dû wê dê çendên din jî werin weşandin! (Wergera ji erebî: Salih Bozan)

H. Kovan Baqî bi xwe mirovekî mirovbûna wî girêdayî kurdbûna wî ye! bêsiûd e; Baqî bi xwe yek ji wan çîroknûsan e ku ji gelek kesên me yên ku niha dinivîsin û xwedî çend pirtûkan in kevintir e, lê belê jiyanê rê nedayê ku heya niha çîrokên xwe di pirtûkekê de çapbûyî bibîne.
H. Kovan Baqî ku berê çîrokên wî di Azadiya Welat de jî dihatin çapkirin, di Çîroka Çîrokan de qala çi dike? Hema bi tenê qala pêvajoyên nivîskariya xwe û jiyana xwe ya birîndar dike. Per û baskên îronî û karesatê gelekî fireh vedike. Ev jî, bi têra xwe balkêş e.

Çîrokên Sîdar Jîr nîşaneyên hewldanên nû yên civakî û mirinên ku gelek caran di nava welatiyên çi min jêyê de veşartî dimînin dide. Çîroknûsekî xort î bîst û çar salî, ku di temamê aheng û bastûra pirtûka xwe de bala xwe daye ser mirinên li derdora xwe.

Zimanê kurdî bi deqên cûr bi cûr xwe di gelek waran de diceribîne, dixwaze -bi devê nivîskêr- xwe li sembol û nîşaneyên kurdewarî biceribîne, yên ku bi navên cin û perî, pîrebok, mêrê şevê an jî reşê şevê di binê hişê her kurdekî de hatine neqişandin. Çîrokên Karaaslan xwendevanên kurd vedixwînin qonaxên wiha hişober.

Mem Bawer bi dîwana xwe ya pêşîn dil heye -bi destpelinkî be jî- dema xwe û bajarê(n) xwe nas bike. Di dilê xwe de dibêje, ditewirîne, wekî hemû helbestkaran, ya mayîn ji xwendevanê xwe re dihêle; ji wî/ê xwendevanî/ê re, ku dê bikaribe bi van helbestan êvarên bajarê(n) xwe hembêz bike.

Cemîl Denlî heya niha -çapbûyî çapnebûyî- ji fransizî tiştin wergerandine kurmancî, lê -mixabin- di ber re jî carinan helbest nivîsandiye, helbestkarî ji xwe re nekiriye derdeserî. Lê bi vê dîwana xwe ya pêşîn Denlî bi me dide zanîn ku wî di maweya deh salan de, di hemû qonaxên xwe yên mişextiyê û derbederiyê de kêm nivîsandiye, lê derdê xwe parzûnandiye; ew derdê wî yê ku derdê me hemûyan e.

ji nirxandin.com




#Article 242: Beser Şahîn (396 words)


Beser Şahîn (z. 25ê adarê 1969) hunermendeke kurd e. Bi taybetî bi strana xwe Rojbaş bi nav û deng bû.
Beser Şahîn di sala 1969an de li gundê Şaxko (Körü Köprü) di nava malbateke nîv hal xweş de hat dinê. Şaxko gundekî xwes ji herêma Zara (girêdayî Koçgirî)ye ku li gor pergala komara Tirkiyê girêdayî wilayeta Sêwasê ye. Koçgirî di dîoka siyasiya Kurdistanê de xwedî cih û rûmeteke bilind e. Di nava deh zarokên malê (pênc xwesik û pên biran) de Beser keça herî biçûka malê ye. Di nava Kurdên Elewî û herêmên jiyana wan de huner li gor zagonên olî û civakî cihekî bilind digire ber xwe. Jin û mêr di helkevt(minasibet)ên olî, civakî û siyasî de bi hevre dixebitin û di ti waran de cudatî di navbera wan de nayê dîtin.

Ji bona wê jî li herêma Koçgirî, Dêrsim, Bîngol û herêmên din navê gelek jinên soresger jî di dîroka siyasiya Kurdistanê de tê dîtin. Beser heya temenê 12 saliyê û bi dawîanîna xwîndina xwe ya destpêkê di gundê Sahiko de bû. Pistre ji bo dewama xwîdina xwe ya navendî hat Istembolê. Ramanên Kurdperwerî yên Husênê bavê Besê, bandorek mezin li ser bîr û ramanên wê jî danî. Ji ber ku Husên Sahîn di warê naskirina pirsgirêka kurdî û zordariyên sîstema Kemalîsmê mirovekî gehstî bû û li ser dîroka siyasiya Kurdistanê jî gelek pirtûk xwendibûn. Hevalên wî yên herî bas pirtûkên wî bûn. Bîr û ramanên Kurdayetiyê mîna mîrasekê bandora xwe li ser mejiyê zarokên malê jî dihist.

Beser Sahîn bi gelek hevalên xwe re di bin mercên giran de ji sala 1989an heya sala 1991an dest bi xebatek berfireh kirin ku “ Navenda Çanda Mezopotamiya ” li bajarê Istembolê damezrînin. Bi damezrandina NÇM wan karîn di demeke kin de di nava dilê Tirkiyê de bi sedan ciwan hunermend, helbestvan û nivîskar li dora hev bicivînin û germiyek mezin di nava Kurdên koçber di nava meterepolên Tirkiyê de biafirînin. Berî wê Beser di nava du komên Koma Serhildan û Koma Çiya de bû ku têde him xebatên muzîkê û him jî xebatên folklorê pêskês dikirin.

Zivistana sala 1992an Beser ji bo besdarîkirina di festîvaleke çandî-hunerî de hat Almaniya, lê ji ber ku dewleta Tirkiyê biryara girtina wê derxistibû, êdî nekarî veger Tirkiyê. Ji wê salê heya niha ew li Almaniya di nava dijî. Di qada Ewropa de jî ew karê xwe yê hunerî-siyasî dimesîne.




#Article 243: Google (122 words)


Google (bixwîne: Gûgil) xizmeteke lêgerinê di înternetê de ye.

Google hat wergerandin bi kurdî/soranî, lê şirketa Google heta îro versiyoneke bi kurmancî qebul nake.

Bi kurdî rêza malper e. Google hemû malperên cîhan digere û grêdanên sîtêyên dinere. Piştî biha dide lê ji bo malperên behtir girêdayî.

Google wusa hemû tor digere û kontrolên malper çêdike. Ji bo Pagerank (rêzamalper) hecmarêk ji deh dide, wek 4/10.

Yê servîseke Google, encamên lêgerînên li gorê têkîliya xwe tên. Hemû malperên cîhan li Google de bi encamên lêgerînê bi têkîliya xwe rêz dibin. Ev çax, qey kijan malper bilind e ev herdem li yêkem tê. Bi vî teklonojiya Google, dema lêgerîn ji hat guhartin. Ev teknolojiya analîtîk her dem bi malperên girêdayî dinere û dixebite.




#Article 244: Ad-Aware (102 words)


Bi xebitandina Ad-aware mirov dikare objeyên ku bi riya bername û malperan dikevin kompûtera mirov û agahiyên mirov ji dereke din re dişînin, paqij bike. Heke we Adwaware ava kiribe, divê hûn dosya Kurdish.ini bixin hundir peldanka C:/Program Files/Ad Aware 6/Lang...

Dema we wisa kir, divê hûn bernameya Ad-aware vekin û vê riyê bişopînin.

Scan Now veke, Costumize veke, General bitikîne, li wir zimanê kurdî hilbijêre û OK bitikîne. Êdî hûn dikarin vê bernameyê jî bi kurdî bixebitînin.

Ad-aware 6 di meha tebax 2004an de ji alî Rêzan Tovjîn ve li kurdî hatiye wergerandin. Bername li ser daxwaza Ridvan Bozkurt hatiye wergerandin.




#Article 245: Kovara W (kovar) (325 words)


Kovara W kovareke çandî, hunerî, wêjeyî û rexnegirî ye.

Ji sedema ku kovareke çandî, hunerî, wêjeyî û rexnegirî li bakurê Kurdistanê weşaneke bi rêk û pêk nake, komek nivîskarên ku li Amedê û bajarên dora wê rûdinin dest bi xebateke hevkarî kirin û di meha Gelawêja 2004an de biryara derxistina Kovara W girt. Di amadekirina kovarê de 11 nivîskaran cih girtin. Navê wan 11 nivîskaran ev in: Ayhan Meretowar, Dilawer Zeraq, Hîlmî Akyol , Îrfan Amîda, Lal Laleş, Mem Bawer, Mem Mîrxan, Merdan Newayî, Rêzan Tovjîn, Serkeft Botan , Sîdar Jîr. Nivîskaran xwedîtiya kovarê li ser navê Rojîn Zarg çêkirin û edîtoriya kovarê jî dan Dilawer Zeraq û Sîdar Jîr. Lê di dûmahîkê de Edîtoriya kovarê ji aliyê Dilawer Zeraq ve hate kirin. Piştî hejmara sêyemîn niviskar Çiya Mazî û helbestvan Berken Bereh jî beşdarî nav vê komê bûn û hejmara lijneya weşanê derket 13an.

Hejmara yekem a kovarê (îlon-çiriya pêşîn) di serê meha rezbera 2004an de derket. Di hejmara yekem de şanenava 22 nivîskaran di kovarê de cih girt. Ji ber ku yekemîn car li bakurê Kurdistanê bi înisiyatîfa nivîskarên kurd kovareke wêjeyî, çandî, nirxandinû û aktuel derket, hejmara yekem ji alî xwendevanên kurdî ve bi coşî hate pêşwazîkirin û germahiyek di warê wêjekariyê de ava kir. Kovar di aliyê rexne-nirxandinê ve jî teşeyekî nû da kovargeriya kurdî.

Kovar piştî hejmara 13an ji aliyê nivîskaran ve radestî Enstîtuya Kurdî ya Amedê bû. Enstîtuyê di meha gulana 2007an de hejmara 14'mîn derxist û weşana kovarê ji hejmara 14'mîn û pê ve ji aliyê Enstîtuyê ve hate birêvebirin. Enstîtuya Kurdî ya Amedê di naverok û beşên kovarê de dewlemendiyek çêkir û hejmara nivîskarên kovarê berfirehtir kir. Her wisa Hejmara 13'mîn ku wekî hejmara demsalî ya zivistana 2006-2006an derket, lê Enstîtuyê ji hejmara 13'mîn û pê ve kovar careke din bi rengê dumehane derxist.

Piştî ku Enstîtuya Kurdî ya Amedê kovar wergirt, xwediyê kovarê bû Semra Ozbey û Edîtorê Weşanê jî bû Azad Zal û Enîse Şîrîn.




#Article 246: Tor (komputer) (355 words)


Li ser ferheng: pîrik, tevnik, tevnepîrk, perpûr, tevnepîrk, şebeke (mec)

Terîme Tor (îng:net, network) ji bo binavkirina net an jî web e. Net, peyvêk îngilîzî ye. Navê Network bi kurdî tor e. Herkes bi telefon û kompûtera xwe gredanên giştî dikare û bi vî awayî li ser tor tevlihev bibe.

Tor (Network) çi ye?

Tor rîyek helî hêsan û erzan belavkirina belgedanka, pêwendiya internet, çapger û serkaniya ye. Torek dikare bi dudo Kompûtera herveha bi Torek seda û hezaran çar alîye dinye we be girêdan, û ew jî bitûnî prensîpa bingeha Tora bi nav û deng internete. Rastî bitûniya [internet] jî tene torek lokalî mezin bi alîkariya routera û PTP bi hev hatîye gredane. 

Îroj Tor bûye xwezayîyek hema hema vek kompûtera. Eger tor tûnebaya, we hemû kompûter daneye xwe tene bicûta, bêfersenda vegûhastina agahiyan navbera van de. Ez bawerdikim niha hinek ji ve mîsalekê dixwazin, kefa min gelekî ji mîna re te ji ber wilo her derfet hebe ez dixwazim wekî mînayekê zelaltir bikim. 

De ka em bejin Kompûtera Azad û Kompûtera Baran li ser peşnûmeya (proje) Windowsa Kurdî dixebitin. Bêyî toreke kompûtera Azad û Kompûtera Baran wê ji hew û miroven din ku li ser eynî peşnûmeye dixebitin bi temamî bêagah ba, tene ew kesên ku wan nasdikirin dikarîbûn bi riya dîsketa, name an jî bi telefone agahdarbikirina. 

Lê belê bi alîkariya toreke Azad û Baran heman bi hev re dikarin li ser eynî peşnûmaye û database beranber bixebitin û reşnivîsen xwe hev re belavbikin, da ku hêsanî herdû bighîşin, bi vî awayî dikare kompûtera Omerî, Ferhad û Diyar jî tevlî wan bibe û bibe alîkar, li şûna rîska eynî xebate dubare bikin niha dikarin bi hev re behrbikin.

Bi alîkariya tore îroj em dikarin ramanen xwe, xebat û zanyarîyen xwe bêsînor û serbixwe berhbikin 

Mîmariya Tore

Di tore mezinde pêwistiya kompûtere sûxrekir (bi ingîlîzî server) heye. Kompûteren sûxrekir mekîneyên hêzdarin û rolekî navend di torekede dilêyîzin.

Peyasede gelek standarte-tore hene, lê a helî te pêkanîn Ethernete. Hejmara 2003 de xûyanîdike 85% bingeha Ethernet hatîye damezirandin. standarten din jî Token Ring, FDDI, ATM, WLAN û vekîdin. Di we reberîyede eme tene Ethernet bikarbînin.




#Article 247: Rexnegirî (142 words)


Rexnegirî di wêjeyê de beşeke girîng e. Bi taybetî li ser hûnandin, mijar, teşe, rêziman, leheng, hêman û beşên din ên girîng ê helbest, roman, çîrok û pexşanan radiweste. Rexnegir berhema li ber xwe li gor zanîna wêjeyî digire dest û li aliyekî jîrîtiya nivîskar datîne holê, li aliyê din kêmasî û çewtiyên berhemê derdixe holê.

Di warê rexnegiriya kurdî de pir hindik berhem hene. Bi taybetî ji bo kurmancî rewşa rexnegiriyê gelekî hindik bi pêş ve çûye. Ji bo pêşxistina rexnegiriya wêjeyê di 15'ê Gelawêja 2004'an de malpera Nirxandin.com hate vekirin û arşîva hemû nivîsên rexnegirî tê de hate bicihkirin. Ji ber ku rexnegirî bi taybetî di kurmancî de ji alî xwendevanan ve nehatibû asta ku pirtûkên rexnegirî werin weşandin, an jî kovareke rexnegirî were weşandin, pirtûkên rexnegiriyê û li ser zanistiya rexnegiriyê bi kurmancî heta sala 2004'an jî nehatin weşandin.




#Article 248: Helbest (709 words)


Helbest an jî şiîr di wêjeyê de beşek girîng e; ku di wêjeya kurdî de beşa herî girîng e. Gor fikrên ekseriyetê li serê erdê destpêka wêjeyê bi helbestê bûye; ango berhema wêjeyê ya yekem helbest e.

Helbest, hunera derbirîna tecrûbeya dilînî û hiş, bi lêhûrbûn û ji dervê awayên ji rêzê, wateyên ziman, deng û lêdanan bi pergaleke belî dixebitîne ye. Bi corekî din helbest şêweyek vegotina wêjeyî ye ku bi sembolên dewlemend, bi peyvên birîtm û bi dengên ahengdar tê hûnandin. Lê dîsa jî tarîfeka ku herkes li ser ittîfak bike tune ye. 

Di helbestê de bibîrxistin, nîgaş, sehek, feraset cihên girîng digirin. Vegotin zêdetir porkirî ye, bilêvkirin zêdetir bi muzîkî û bi tesîr e, hest zêdetir li pêş û hêzdar e. Hesteyên derûnî, rindîyek bandorker, nagihaniyek bi sir heye. Pêwendîyên di navbera peyiv û deng de bi awazî e. Helbest heqîqetê bi tehayûlan bilêv dike û li ba her xwendevanekî curecur bandor, întîba û bibîrxistanan derdixe holê. Di helbestan de ruhek heye ku xwendewanên xwe curecur dorpeç dike. Di navbera helbest, stran, muzîk û govend de pêwendîyek zexm heye.

Di pêșketina ziman de helbest xwedî rolek girîng e. Di helbestê de peyîv dikare bi çend wateyan were fêmkirin. Bi vê șiklê her xwendewan û guhdar gor xwe ji helbestê maneyan  hildigire, hestgerm dibe, ango helbestê di xeyala xwe de dineqșîne û ji nû ve watedar dike.
Helbestvanê Tirk (eslê xwe ereb e) Ahmet Hașîm helbestê lîsana di navbera peyîv û mûzîkê de, zêdetir nêzikî mûzîkê ye dihesibîne. Gor wî maneya helbestê ya herî baș, ê ku di xeyalên xwendewan û guhdar de tê neqișandin e.

Nivisa kek Berken Bereh a di Kovara Nûbihar de bi navê “Helbest cihê sitarê ye. hat weșandin di derheqê helbestê de zaf agahîyên balkêș dihewîne. Beșek nivisê erkên helbestê wisa tîne ziman:

Ger lu’luê mensûr ji nezmê dixwazî
Wer și’rê Mele bîn, te bi Șîrazî çi hacet / Meleyê Cizîrî

Ev beyta li jor bi me dide zanîn ku și’r ne tenê vegotineke ciwakariyê ye an belaxat e. Herwiha ne ragihandina fikr, hizr an ramanekê ye. Și’r di heman demê de  sekneke li hember jiyanê ye. Hewldan û rêwitiya ber bi ruh û giyanî ye. Têgihîștin, nasîn û duristkirina têkiliya di navbera „heyîn“ û „hebûn“ê de ye. Ev çalakiya hiș û dilî li ser rastiya heqîqetê bilind dibe. Lê ne rastiyê, ji bo bidestxweveanîna rastiyê rê û rêçikên wê șanî me dide.

Helbest karê ponijîneke xwerî ye. Ew, hêlên me yên herî mirovane dipelîne û hebûna me ya li vê dinyayê watedartir dike. Bi saya wê em xwe û derûniya xwe dinasin û di atmosfereke aram da dijîn. Helbest, ew tișta ku em dihizirin, lê em nikarin vebêjin e. Ew cihê sitarê ye, me ji xir û cir û kul û belayan diparêze. Dengê bêdengiya me, bendergeha neçariya me ye.

Helbest neynikeke ku em bi wê pergî xwe tên. Vêca kesê bi avayek ciddî li xwe mêze bike û hay ji jiyana xwe hebe, dê hewqasî nirx û rûmetê bide helbestê jî. Rabûn û rûniștineke nelirê, herwiha nîșaneya jiyana me ya tevlihev û girîft e jî.“
 
Kesên ku helbestan dinivisînin re jî helbestvan an jî şaîr tê gotin.
 

Helbestên ku mijara wan qehremanî û serborî, dikevin beşa helbesta epîk. Minaka helbesta epîk ya herî pêşî Destana Gilgamêş e. Der birina hesta xwe bi ziman an ku bi nivîs jê re dibêjin helbest. Her neteweyek ji xwe xwediyê helbestan e. Helbestên sê xişte anku sê qadeyên xasmaniu û taybei ye kurdan in.

Helbestên ku hestên gel ên hevpar weke kêf û êşê yan jî hestên takekesî weke evîn, cudahî û bêrîkirinê digirin nava xwe, helbestên lîrîk in. Ji ber ku helbestên bi vî rengî dema Yewnana kevin bi sazamûreke bi navê lîr dihatin xwendin, navê vî cureyê helbestê bûye helbesta lîrîk.

Ev cureyê helbestê bi armanca dersdayînekê tên nivîsandin. Herwiha ji hestyariyê dûr in. Di helbesta dîdaktîk de, armanc ew e ku ramanekî, an jî pend, şîret û zanînekê bidin mirov. Helbesta dîdaktîk hînker e.
  

Helbestên bi têgînên felsefî hatine hûnandin ku wateyeke xwe ya kûr hene, bi navê helbestên felsefî tên bi navkirin.

Mijarên ku heyecan û xemgîniyê didin mirov bi şêweya şano ango bi şêweya dram, trajedî û komedî tên nivîsîn, ev jî bi navê helbestên dramatîk tên bi navkirin.




#Article 249: Zerdeşt (2598 words)


Zerdeşt pêxembereke Arî bû, 600 salan berî bûyîna Îsa, bîr û baweriya xwe ya herdemî bi rêçenasên civakiyên wê demê belav kiriye.

Piştvanên Zerdeşt gelek exlaq bilind û kûr û giranbuha ne. Li gor lêger û lêkolînên dîroknasan pirtûka wî ya bi navê Avesta di wê demê de, ji 21 beşan û ji hezar bendî pêk dihat. Ew jî sêsed û çil û pênç hezar û hefsed gotin bûn. Û bi awayekî helbestî hatiye nivisandin. Di ser bawerî û ramana Zerdeşt re pir demên dîrokî bihurine...

Ew ramana civakê, ya ku xwedan çandeke pêşketî û jiyaneke nûjen û bilnind bû, her çiqas wek maneyî olî tê bi navkirin jî, ji bona diyarkirina regezeyên wî li ser elementên xweristiyê bûn. Ew çar elementên xwezayî, wek: ba, erd, roj û av yên bingehîn ji jiyanê re palda bûn. Tarî û ronahî, nexweşî û xweşî, xerabî û qencî û mîzana zaniyê û nezaniyê wekî fênomenên nakokî dihatin dîtin. Di baweriya Zerdeşt de fênomenek heye; ew ji pîrozkirina agir e.

Yên ku li ser rêç û şopên ramana Zerdeşt meşiyan, ewan ji xwe re du xwedan pesinandin. Ew bawerî bû bingeha jiyana gelan û ji wê demê hettanî îroj li ser du xetên nakokî bandurkêr bû. Ew çar pirtukên bi rûmet jî ji sedî çil hizrên Zerdeşt; ango di bin bandûra ramanên Zend-Avesta pêk hatine. Ew çar pirtûkên nemir ku rûmet tên girtin ji bilî ramana Xwedê dijî hevin û ji mêj ve şerê hev dikin. Her çiqas di naveroka wan pirtûkan de buhîşt û dojeh, xirabî û qencî û ayetên wek hev hebin jî li gor mîtolojiyê sembol in û ji hizrê Zerdeşt hatine girtin. Ji ber ku li gor regezên dîalektîk, hîç ti tişt ji tunebûnê ava nabe û ji ava buyînê jî tine nabe. Xwe guhêrîne..

Çavkaniyên van çar olên mezin jî ji hizr û regezeyên Zerdeşt û Bûda tên. Li gor rêvebirê ola Îsa, ola Muhemmed pêxember, ola cuhiyan civat bi desthilatiya regezeyên ewan hatiye îdarekirin. Ji aliyê din, di zanyarî û jiyana materyalîstî de felsefa zerdeşt li gor regezeyên dîalektîkê ku sed salan berê pisporên Marksîst bi lêger û lêkolînan derdixin ronahiyê. Ramana Zerdeşt ji bo wan bingeha livîna bingeha jiyanê ye.Divê di xurustê xwezayî-natur de her taxlîd di gel hinek sedemên dîalektîkê xwe bi xwe hatiye afirandin. Û ev avahî xwe di guhêrîne, pisporên matêryalîst wek Karl Marx û Friedrich Engels lêkolîn û lêgerên xwe berbipaş heya Hegel dajon. Çaxa ku mirov hizrên Hegel agahdar dibe û ji Hegel bihurî, dibîne ku hebuna cîhanê û huliqandina hemu texlîdan bi çar elementên /av-hewa-xak û roj/ Zerdeşt ve girêdeyî ye.ev jî diyare ku bê wan mirov nikare hebûn û tinebûnê ji hev derîne…

Li gor van hizrên nêrbar sazgehê jiyana pakbûn bi bergehê Zerdeşt hatiye vedanê. Her wek tarîxa gelên kevnare de adet û usilên jiyana civakî de jî ew hizrên bihnpakî Li Belxê heta Hind, Yewnan, Turkistan wek pirekê ji demê pirhejmarxwedê yan heya qebulkirina xwedê yeki bandur li ser gelek olan dike û têkili jiyana duh,îro û sibê dibe.

Felsefa Zerdeşt ji bo herkesî û her demê derbaz dibe. ji mêjve muxalifên wê hene û ev zadê xwe ji hizrê Zerdeşt digirin. mixabin li ser rê ji êrişi her tişti vi dikin. ku navê wi ji holê rakin û ji xwere bikin mal. Ola İsa,ola mihemed û olên din bi taybeti ji baweriya Zerdeşt gelek fêde ditine. Piştre êriş û çalakiyên xwe ji bo tunekirin û kavilkirina rêzaniya Zerdeşt dijwar kirine. Çawa ku diroknas ji mere didin fêrbuyinê ji mêjve heya qirnên nêzik jiyana mirovan a civaki di bin desthelatiya oli de bu. Îro ji gelên dinê zêdetirin di bin bandur û zagonên olî de ne û bi wehş û hovitiyê û bê dadi yê têne idarekirinê.

Di dema Zerdeşt de bingehê jiyanê bi regezeyên hevpar, bi dadi, azad û serbilind hatibûn danin. Demê ku ew olên din ji hatin afirandinê ji xwere ew bingeh esas girtin û serketin. Piştre ji bo meslehatên xwe û yê wan desthelatan der û dor ê xwe, her tişt guhêrandin û nakokiye ke dijwar xistin bingehê jiyanê. Û jiyana civakê xistin taxê dubendiya belengaz ketiyê û dewlemend buyinê,u xirabi xistin nav jiyanê. Ev nakokî bû xwîn kete nav civakê, mirovan ji hevre tehemul nekir in, ked û mafê wan ji holê rabû. yên dewlemend bi heyiya zêr û diravan bandureke tadeyi li civatê kirin. qanunên wan tenê ji bo parastina dewlemendi û malbatên wan bu bu..

Hizrên Zerdeşt, bi teybetî, li ser temenê qancî û neqanciyê ava na. Hizrên wî, bi navê Dûalîsmê tên ser ziman. Temenê vê hizrê bi felsefîk wî li gor demê çêkiriîya û hanîya ser ziman. Bandûra wan nivîsên wî, li hemû hiizirvanên demê bûya. Dûalîsm, hizrek ji wan hizrên wî yê navdar a. Pirtûka wî navê Avesta ya. Jê re heta îro jî, di nav kurdan de Zend-avesta jî tê gotin. Di avesta de, ji wî bixwe re jî zarastra jî hatîya bi karhanîn. Zarastra, berî wê deme wî, navê keyekî medî ê kurd jî bûya.

bandûra hizrên Zerdeşt, bi teybetî, weke pêşketinna demê û piştre ku derketina li hemû olên mazin ên yek-xwûdayî jî bûya. Têgihiştina qancî û xirabiyê li gor wê têgihiştina dûalîsma Zerdeşt, li wan bûya. Ji wê wirdetir jî, hizrên felsefîk ên ku hatina û pêşketina, li wan jî, bandûraka mazin ya van hizrên Zerdeşt bûya. Bi teybetî, Dûalîsma Zerdeşt, bandûra wê di hemûyan de heya. gelekan ji wan, weke felefeyên demî ku î ro jî bi bandûrî navê wan heya û bahse wan tê kirin, êdî weke Kartenyennismê û hwd heta ku tê û digihijê Kant û Hegel û hwd, li ser hemûyan bandûra hizrên wî heya. Ji ber wê bandûrê bûya ku Mirovên weke Niczhe rabûna û bi navî wî pirtûk nivîsandina. 

Di roja me de, bandûra hizrên Zerdeşt, hem di olan de bê û hem jî di hizir û têgihiştinên felsefîk de bê, hebûna xwe diparêzê. Zerdeşt ji ber ku bi tememî û saf felsefe çêkir û hanî ser ziman, ew bandûra wî mazin bû. Ji deme wî, heta ku were vê demê, dem bi dem mirov karê bandûra wî bêne ser ziman. Pêşketinên di demên berî zayinê de ku li girêkk û dora wê li Athîna û hwd bûn, dîsa bandûra hizrên Zerdeşt heya. Bi teybetî, şopa dûalîsma Zerdeşt, mirov karê ji gelek aliyan ve wê bibîne. Dûalîsm, di roja me de, weke xetaka têgihiştinê ku jê sûd hatiya girtin û pergalîya demokratik jî tê pêşxistin a.

Zend-avesta, li ser bi hezaran ayar(çerm)ên sawalan hatiya nivîsandin û hatiya parastin. Lê ew parastin, heta ku Îskenderê mekedonî ku di deme ku hata Kurdistanê û kurdan ji ber kirinên wî yên xadar paşnavê Zerqerneyntiyê pêvekirin, wê bimêne. Îskenderê mekedonî, di deme ku tê Kurdistanê, talanaka mazin dike. Hingî, çi dikeve berî wî de di şawitêne û xira dike. Di wê demê de, zend-avesta ji aliyê wî ve tê şawitandin. Piştre, hinek beşên wê yên ku hin oldarna piştî wî re ku di aqilê xwe de girtibûn, nivîsandibûn. Lê di wê demê de, Îskenderê mekedonî, hemû nivîsên zend-avesta şawitand.

Demek pir kevn berê li welatê Medan, nêzîkî gola Ormiyê gundekî piçûk hebû. Li vî gundî malbateke bi navê Spîtama dijiya. Ji vê malbatê re kurek çêbû. Dê û bavê wî navê Zerdeşt lê kirin. Dema Zerdeşt ji dayik dibe, nagirî, dikene. Yên ku vê bûyerê dibînin ecêb dimînin, lewra tu carî ne tiştek weha dîne û ne jî bihîstine. Li ser vê bûyerê gund dibe du ber. Hinek dibêjin; Dê ev zarok bibe mirovekî mezin, û dê ji gelê me re bibe rêber” û ji kêfa dilerizin.

Li aliyê din jî hin kes hene ku xwedî ramanên xerab in. Metran û Karapana (Rahîbên olên Mithra û Daevayê ne) didibêjin; Ev zarok dê mezin bibe, gel li pey wî biçe û dê ola me têk biçe; ji me re tu text û tac nemîne. Ji tirsa vê yekê dikevine nav hizran, xwe ji Zerdeşt dûr dixin û di nav gel de fesadî û gelaciyan dikin. Piştî çend rojan keşîş li hev dicivin û diçin mala bavê Zerdeşt Poruşaspa û jê re dibêjin; Poruşaspa, em zanist û rêberên hemû xwedawendan û olan hatine ba te, da ku em te hişyar bikin! Dema kurê te ji dayîk bûye negiriyaye û wek hacûcan keniye. Ev ne nîşanên baş in. Li gor remlên (falên) me di pêşerojê de ev kurik dê ola me ji holê rake û em ê malwêran bibin. Divê tu kurê xwe bikujî!...

Pourşaspa yek ji alîgirê ola Daeva ye. Li gor baweriya ola Daeva Bingeha başî û xerabiyê yek e. Mirov çiqas rêz li başiyê bigre divê mirov hewqas rêz ji xerabiyê re jî bigre”. Dema ku qurbana ji Xwedayan re pêşkêş dikirin cudayî nedikirin navbera wedayê baş û yê xerab. Ji bo ku tofan û sosret neyên serê wan, ji Xwedayê xerab re bêtir rêz digirtin.

Pouruşaspa neçar mabû, nedixwest ku kurê xwe bikuje. Lê li aliyekî kurê wî û li aliyê din jî baweriya wî hebû. Zext û zora keşîşan û a gel jî serbarê ser bû.

Dotira rojê Pouruşaspa li meydana gund agirek mezin û geş dada. Gundî hemû hatibûn wir. Pouruşaspa bi bejna Zerdeştê piçûk girt û kurik avêt nav agir. Agirê pîroz Zerdeşt neşewitand û parast. Gundî û keşîş mat mabûn û ji vê ecêba giran bawer nedikirin.

Keşîş ji inta xwe nedihatine xwar: Çi dibe bila bibe pêwîst e ku Zerdeşt were kuştin. Roja din Zerdeşt birin nav garana ga û gamêşan. Bi sedan ga û gamêş li meydaneke civandin. Zerdeşt danîn nav meydanê da ku ga û gamêş pê lê bikin û bikujin. Gamêşekî xurt hat li ser Zerdeşt sekinî û ew ji binpêkirinê parast. Dîsa tiştek bi Zerdeşt nehatibû. Li ser vê bûyerê keşîş û matran hîn bêtir tirsiyan.

Piştî çend mehên din, dîsa xwestin Zerdeşt bikujin. Li derveyê gund şikefteke tarî û kûr hebû. Dêlegurek har li wir dijiya. Zerdeşt birin li ber şikeftê danîn da ku dêlegur bê û Zerdeşt bixwe. Dêlegurê ew nexwar û hemand heta ku diya Zerdeşt Bêrîvan (Dughdova) hat û Zerdeşt bir malê.

Zerdeşt êdî bûbû xortek 15 salî. Di serê wî de gelek pirs hebûn, digot: ”Gelo, ez kî me? Çima he me? Jiyan çi ye? Çima mirov dimire? Piştî mirinê jiyanek din heye? Kê ev asîman çêkiriye û van stêrkan tê de bi cîh kiriye? Ax, hewa, av û agir! Kê ev ji bo çi çêkirine? Xerabî û başî çi ne û çima hene? Ev pirs tu tebat nedidane Zerdeşt. Keşîş û metranan jî êdî hew dikarîbûn bersiva pirsên Zerdest bidin. Ji xwe bersivên wan, ji pirsên Zerdeşt re nedibûne çare! Keşîş û metran êdî ji ber Zerdeşt ketibûne emanê û jê direviyan. Piştî Zerdeşt dît kesî ku bikaribe bersiva pirsên wî bide nîne, biryara xwe da û bi xwe ket nav lêkolînan. Lewra diviya bû ku bersivên van pirsan bidîta.

Rojên wî di nav daristanan de, li ser dar û beran, bi çûk û ajelên din re derbas dibûn. Bi şev jî li ser stêrkan lêkolin dikir. Herweha li ser suriştê, element, av, agir, hewa û axê jî lêkolîn dikirin.

Keşîş û matranan, li gor olên xwe, ji her tiştekî re Xwedayekî pejirandibû. Wek Xwedayê rojê Mîthra Xwedayê avê Anahîta, Xwedayê meyê û evînê Haoma(Homa), Xwedayê xêr û Şêr dihebandin. Ji Xwedayan re mirov û ajelan qurban dikirin. Ava Haoma vedixwarin, pê serxweş dibûn û xerabiyan dikirin. Zerdeşt bi awayekî eşkere li hember wan derdiket û digot: ”Mirov pîroz in, divê neyêne qurbankirin. Ajelên ku şîr didin, ajelên ku cot dikin, ajelên bar û siwariyê hwd. divê neyêne qurbankirin. Ji bilî seremoniyan divê ava Haoma neyê vexwarin. Ava Haoma di koka xwe de pîroz e, derman e, divê ji bo serxweşbûnê neyê vexwarin. Zerdeşt wan şermezar dikir û baweriyên wan ser û binê hev dikir. Loma jî rojekê keşîş û matran li hev kom bûn û biryar dan ku Zerdeşt ji gund derxin.

Zerdeşt di 20 saliya xwe de dikeve silûsê ango înziwayê. Diçe çiyayekî bi navê Sabalan, li wir di şikefteke de dijî û li ser pirs û lêkolînên xwe hûr û kûr dibe. Bi rêya medîtasiyonê (zikr û îbadetê) li hundirê xwe dinêre. Li dij nefsê têdikoşe. Paşê digihîje radeyek wisa ku êdî dikare analîza lêkolînên xwe bike.

Li ser siruştê jî dibêje; ”Her tiştek (madde û antî madde) ku di siruştê de hene, wek ben bihev ve girêdayî ne.Lawazî an têkçûna tiştekî, bandorê li ser tiştên ji derveyê xwe ve jî dike. Belê Zerdeşt ekolojiyê di wê demê de kefş kiribû. Li ser stêrkan jî weha dibêje: ”Sîstemeke xwedawendî li asîman heye. Her tişt bi hev ve girêdayî ye û di nav ger û guherînê de ye. Mirina stêrkekî, destpêka stêrk an jî stêrkên din e.” Ji bo dinyayê jî weha dibêje: ”Dinya (telus) wek hêkê ye. Zerika hêkê ax(erd) e, sipîçka li dor zerikê jî hewa û tiştên din in. Qalikê hêkê jî wek zirx ji bo parastina Dinyayê ye.

Mîthraniyan digot ”Hor (Roj) Xweda ye û navê wî jî Mîthra ye. Her tişt wî afirandiye”. Zerdeşt ev bawerî jî ser û bin dikir û digot: Mîthra, Hor bingeha jiyana li dinyayê ye. Ji ber germî û rohniya xwe pîroz e lê ne Xweda ye. Yê ku Mithra, Horê jî afirandiye heye.

Di gerdûnê (kosmos) de sîstemek heye. Madde û antî madde di nav tevlihevî ango kaosekî de ne. Di nav vê tevliheviyê de jî sistemek heye. Ev tişt di mirov bi xwe de jî heye. Zerdeşt ji gerdûnê re dibêje Mazda (mezin û zanist). Zerdeşt, Mazda wek beden dibîne galaks, stêrk, siruşt(xweza), mirov, ajel, nebat û antî madde jî herweha. Her tiştek mîna perçeyek ji Mazd dibîne û weha dibêje; ”Mazd, makro kosmos e. Mirov jî mîkro kosmos in. Di kosmosê de çi hebe di mirov bi xwe de jî heman tişt heye. Bingeh yek e. Ahura Mazda jî, Ahrîman (bereveciyê Ahura Mazda ye, kana fesadî û xerabiyê ye) jî di mêjiyê mirov de ne”.

Ji Berê Ta Îro  Herzan Zerdest:
 ============================= 

 *Li gor Lêkolîneran ji bo bawermendiya yek Xwedayî, 
vê serast ji wê bawermendiya yek Xwedayî Zerdeşt Pêxember ji hemiyan zêdetir li gor ramanzaniyê dibînin.
 
 *ji bo hatina Zerdeşt pêxember li dinê du dîtinên diyar bûne:
 
 1-Dîtina yekem;
 ---------------
 Zerdest,  di sala 660 BZ (Berî Zayînê) ji dayik buye....

 2-Dîtina duyemîn;
 ----------------- 
 (Ibn-Sîna, Bircandi û Bahmanyar, Sabih Behruz); Zerdeşt 1721 BZ buye.
 Pistî jibuyîna pêxember Birahîm di sala (1768 BZ) de, 
Pêxember Zerdeşt bi (47) salan jidayîk buye, ango di sala (1721 BZ) de buye.
Herweha Peyamber Birahîm mamosteyê Peyamber Zerdest buye û Zerdeşt şagirdê Birahîm buye.
Pistî Birahîm ji Mezopotamiye derkrtî ji ber Key Tus (Nemrûd).
Zerdest ew Olê Arî berdewam kiriye bawermendiya Ariyan parastiye.... 

 3-Dîtina siyem;
 ---------------
lêkokolîna lêkolîngerên Hindî û Farisan. 

 

Yanî zayîna Zerdeşt bi girêdana sala Lertiusla rastî sala (6184 BZ) tê.

 Li gorî Tewratê:
 ----------------
 Adem, di sala (3761 BZ) de.
 Nuh, di sala (2705 BZ) de.
 Birahîm, di sala (1815 BZ) de.
 Mûsa, di sala (1392 BZ) de. Hatine dinê.

 *Bi dagirkirina Ereb, Mogol û Tatar de bi milyonan cildên bermayên me sewitandin. 
Beriya dagirkirina Ereban, li ser çermê çêlekan bi ava zêr Avêsta hatiye nivîsandin.
 (12.000 cild) hatin veşartin li serê Tîsfûn. 

 *Di nav pirtûka Avesta de, (7.259.700 gotin) 
(83.000 kelim ketibin nav neslê wê demê de, (348 bes) û êbaretê ji (21 cild)'an bûn.
Pirtûkxanên Tîfsûnê bi destê Tarîstana Îslama Ereb (Seid Ibn Ebî-Weqqas) li:
 Susa, Ramhurmûz û Kavrazm hatin sewitandin....

 *Ji Imparatotiya Sasanî, (125) tebeletên Pehlewî qeydkirî ma ne . 
li van tebelêtan (83.000) gotinên pîroz yên helbestwarî li Hindistanê ji alê Zerdeştiyan ve, hatine parastin.
(125) tebeletên Pehlevi, tomarên Ferdewsî li ’Sahname’  hatine tomar kirin. 

Mitaniyan ,Hiksosiyan ,Xaldîyan ,Arartiyan, Nehriyan û Medan) tomar dike....

Daner: Dilpêt Jêlî
..............................




#Article 250: Cîhan Roj (238 words)


Cîhan Roj (jdb. 1965, Înaq ,Gimgim ,Bakurê Kurdistanê ) helbestvan û nivîskar e.

Cîhan Roj, di sala 1965 an de, (di qeyda fermî de 1964) li gundê Înaqa Gimgimê tê dunyayê. Dibistana seretayî li gund, ya navîn û lîse li Gimgimê xwendiye. Despêka bi kurmancînivîsana wî 1993 ye. Di heman salê de helbest û çîrokên wî, têne weşandin. Di salên du hezarî de ew hinek termên matamatîgê diafirîne û ji Enstituyê re bi rê dike. Ew xebat di sala du hezar û şeşan de di Azadiya Welat de tê weşandin. Nivîskar ji sala 1993 yan heya sala 1997 an li Mêrdînê, li sendîkaya kedkarên qada perwerdehiyê, wekî sekreterê perwerdehiyê rêveberî dike. Di sala du hezar û yekî de, bi pêşniyara wî, li Îzmîrê, ‘Konferansa Nivîskaran’ tê lidarxisitin. Li dû konferansê, ew qerar digire û bi tenê bi edebiyatê re mijûl dibe. Dîwana wî ya ewil “Ratîka” di sala 2002 an de çap dibe. Di gelek malper, rojname û kovaran de, nivîsên wî têne weşandin. Demeke dirêj di malpera “diyarname” yê de qunciknivîskarî dike. Heya niha sisê jê helbest, sisê jê çîrok, heft jê roman  sêzdeh berhemên wî hatine weşandin. Romana wî “Perde” bi navê “Mahrum” bi tirkî derçû. Bi tevî pirtûkek di derheqê Cîgerxwîn de hatiye weşandin, di pirtûka bi navê “Kawayê Min” de û di pirtûka kurteçîrokan a ji hêla Şaredariya Amedê ve hatiye çapkirin de ew jî yek ji nivîskaran bû.

WEŞANÊN DÎJÎTAL:

BERHEMÊN HATINE WERGERANDIN:




#Article 251: Zülküf Kışanak (196 words)


Zulkuf Kişanak di sala 1967'an de li gundê Kerteşê ku girêdayê Sêwrega Rihayê ye ji dayik bûye. Wî piştî ku dev ji xwendinê Fakulteya Rehberî, Şêwirmendî û Psîkolojiyê ya Zanîngeha Marmarayê berda dest bi karê rojnamegeriyê kiriye. Kişanak di sala 1990'î de di rojnameya Yenî Ulke de dest bi rojnamegeriyê kir ku ew di rojnameyên wekî Ozgur Gundem, Ozgur Ulke, Yenî Polîtîka, Demokrasî, Ozgur Bakiş, 2000'de Yenîden Ozgur Gundemê de xebitî. Kişanak, demeke dirêj di rojnameya Azadiya Welat de edîtorî kir. Rojnameger Zulkuf Kişanak li ser gundên Kurdistanê yên ku ji aliyê dewletê ve hatine valakirin û şewitandin de lêkolînek jî kiriye û wê di Weşanxaneya Belge de derkeve.

Pirtûka Zulkuf Kişanak a bi navê 'Yitik Köyler - Bin Yılların Kültür Mirası Nasıl Yakıldı' ji aliyê weşanxaneya Belge ve di Gelaweja sala 2004'an de hate çapkirin.

...................

Bi kirmanckî (dimilkî) danasîn:

Zulkuf Kişanak 1967 de dewa Kerteş a Sêwregi de ameyo dinya. Unîversîteyê Marmara de qismê Rayberî û Şêwirmendiya Psîkolojî (PDR) wendo. 1990 ra nata rojnamegerîye keno; hem bi tirkî û hem zî bi kurdkî (kirmankî û kurmanckî) nuseno. Yew kitabê ey ziwanê tirkî de bi nameyê Yitik Köyler 2004 de hetê Weşanxaneyê Belge ra vejîyayo.




#Article 252: Dobelan (177 words)


Dobelan, doberan, dûberan], dumbelan an dûmelan, xwarineke wekî kartolan e. Lê tevî ku di bin erdê de hêşîn dibe, dîsa jî ne rehên wê hene û ne jî li ser rûyê erdê pelên wê hene. Li Kurdistanê bi piranî li serê qelaç û girên ku tu carî nehatine ajotin jixweber hêşîn dibin.

Ji bo dîtina dobelanan li Kurdistanê bi taybetî mirov radihîjin xilç an jî kêran û derdikevin lêgerîna dobelanan. Dobelan dema wekî kartolan di bin axê de çêdibin, diwerimin û axa ser xwe diterikînin. Ji wê terikandin û werma axê tê fêmkirin ku tiştek di bin de heye. Kesên ku li dobelanan digerin, xilç an jî kêra xwe li bin dixin û dobelanê derdixin ser rûyê erdê.

Dobelan xwarineke wekî kuvarkan xweş e û piştî ku di nav rûn de hate qelandin tê xwarin. Lê mirov dikare bêyî ku biqelîne jî bixwe, xwê bike û bixwe.

Çiyayê Qerejdax û herêma dora wî çiyayî. Dêrika Çiyayê Mazî û gundên dora wê. Qoser û gundên dora wê. Li Culemêrg û Qamişlokê jî çêdibe û jê re dibêjin dobelan.




#Article 253: Xelat (pirtûk) (1870 words)


Xelat pirtûka pêşîn a kurteçîrokan a Sedat Yurtdaş e.

Rexneya sereke weke hemû pirtûkan, encama lêkolîna li ser aliyê rêzimanê ye. Ev rexne hem ji weşanên SÎ re ye, hem ji nivîskar re. 

a- Dema li dawiya her çîrokekê dîroka nivîsa çîrokê hatiye nivîsîn, navê mehan êlûn, hezîran hatine nivîsîn. Ên din rast in. Divê hejmar, navê mehan, rojan û tiştên wiha qet ji bin destê redaqsiyonên nefilitin. 

b- Kumika (ê, î, û) dema kêm dimînin, mirov difikire; gelo xwestine çi bêjin. 

c- Nivîskar divê li gotinên erebî baş haydar bûna û di rêzimanê de serî biêşanda. Rêziman bingeha wêjeyê ye. 

d- Di vê pirtûka çîrokan de rengê dewrê gotareke xweş û balkêş be jî, ne di cih de ye ku di nav kurteçîrokan de bê weşandin. Jixwe pirtûk bixwe bi teknîkên cuda tevlihev e, ev jî zêde ye. 

Li gor dîrokê rêzkirina çîrok û nivîsan ev e: 

Rêzkirina wan çima? Em ê çima wan li gor vê rêzê bixwînin û li gor rêza dîroka wan a nivîsandinê nexwînin? Weşanxane û nivîskar nivîs ligor xweşiya wan rêz kiriye, an li gor teknîka wan? Gelo li gor teşeyên wan, an jî li gor mijara wan kirine rêzê? 

Di pirtûkên wisa de, heke wê çîrok ne li gor rêza dîroka afirandinê be, divê li gor nihêrîneke wêjeyî be. 

Du çîrok; Ez û Tu. Teşeyê vegotina Ezê ji hemû çîrokên din çêtir, balkêştir nûtir e. Lê Tu ne wisa ye. 

Pirtûk bi Ez  dest pê dike û bi Tu diqede. Ev xaleke balkêş e. Lê hundirê wê nehatiye tijekirin. Mijara Ez û Tu bi ser hev de naçin, teşeyê wan jî bi ser hev de naçin. Tu kêmasiyeke wêjeyî ya Ezê temam nekiriye, dereke vala danegirtiye û ji navê wan pê ve tu tiştek têkiliyê di nava herduyan de ava nake. 

Çi tîne hişê mirov? Mirov dibêje qey Ez û Tu du aliyên bi hev re têkîldar û cuda hatine nivîsîn. Lê na. Ev valahiyek e. 

Heke Tu bi teşeyê Ezê bûna, qewareya wan nêzî hev bûna û meraqeke mayî temam kiribûna, an jî tiştekî nehatiye hişê mirov bikira, serkeftî bû û pirtûk digihaşte qadeke cuda. 

Piştî xwendina vê nivîsê em pirsekê ji xwe, ji zanebûna xwe ya wêjeyî dipirsin. Gelo ev nivîs çi ye, çîrok e? Heke na, ev çi ye? Çi nivîseke xweş e. We bihîstiye gelek caran tê gotin ku wêjevan ew e ku bikaribe ketina peleke payizê bike rûpelek, du rûpel, deh rûpel... ... Bi rastî ketina peleke payizê dibe çîrokek jî. Lê ma nabe romanek jî? Erê, dibe. Lê çend rûpel? Bi rastî çîrok û roman ne bi rûpelan in, bi ziman, mijar, teşe û hûnandinê ne. Me got çi nivîseke xweş e Ez. Lê çîrok e , an na? Lehengek heye, ew jî Ez bixwe ye.Ez ê çîrokê ye. Wekî din? Divê em bêjin ku wekî din navê pismamekî bibore jî, leheng di bîra xwe tîne. Wekî din kes tune. Mijar çi ye? Hinek hatine serîdana wî. Wî jî bersiv daye wan. Encam ji alî wan ve tune. Ji alî wî ve diyar e. Qewirandina wan encama mijarê ye. Nexwe ew kesên qewirandî jî leheng in winda, nediyar in. Ez çîrokeke xweş e. Çîroka weşîna pela payizê bixwe ye. Sedat Yurtdaş zimanê kurdî xweş xebitandiye. Mirov li pey xwe kaş dike dibe heta dawiya çîrokê. Teşe jî xweş e. Ji alî teşeyê ev ev heye. Çîrok ne ji serî de dest pê dike. Ma ne bi qewirandinekê dest pê dike. Nexwe berî qewirandinê hatina hinekan jî heye. Berî wê jî heye. Qey destpêkeke mijarê jî heye. Nivîsandina van gişan ne pêwist e. Wî jî nenivîsiye û çîrok ji serî de dest pê nake. Çîrok bi bersivekê dest pê dike. Serê çîrokê winda ye û qet nayê vegotin. Li pey hev bersiv dubare dibe. 

Ma ev jî ne dubarekirina tiştekî ye. Erê. Lê nivîskar dubarekirina gotinê ne bi heman bêjeyan, bi bêje û hevokên cuda daye. Ma qey wan jî bersivek neda? Na. Ne pêwist e ku bidin. Lewre ev çîrok dirêj nebûye heta ku ew bersivê bidin. Ev çîroka 30 xulkeyî ye. 

Weke ku me li jor gotiye. Leheng hew gotiye Hûn hatin ee!. Ji vê pê ve tu tiştek ne gotiye. Çi tişt hebin giş di hindur vê gotinê de ne. 

Çîroka hunerê ye ku nivîskar rê dide. 

Kêmasiyeke çîrokê jî heye ku em ê li ser tiştekî bibêjin. Gelo em çima çîrokan dinivîsin. Armanc çi ye? 

Armanca nivîskar çi be çîrok jî ew e. Armanc nivîsandina çîrokekê be, ziman, mijar, teşe, hûnandin û teknîka wêjeyî derdikeve pêş. Heke na, çîrok jî bi armancên din re dimire, bi wan najî. 

Dema ku di vê çîrokê de Ez çêlî pismamê xwe dike, çîrok dikeve awakî din. Zêde neşikê jî ev kêmasî nivîskar dixirîne û çîrok bi awayekî din diqede. Dîsa jî bi qasî ku em bêjin çîrok e an na, serkeftî ye. 

Piştî çîroka balkêş, çîroka Qero heye. Dema hûn bixwînin, hin bi çîrokeke balkêş î din re rûbirû dimînin. Lê piştî 7 rûpelên çîrokê diqede, çîrok dibe du çîrok. Mijara yekê jin û mêr be, mijara ya din li ser Qero ye. Qero lawê malê ye. Mijara jin û mêr li ser çêkirina zarokan e. Mijara Qero li ser qirixên Amedê ye. Di çîrokê de du mijar. Lê ji ber ku mijara yekem nepediyar e û mijara duyem dest pê kiriye, çîroka Qero ne serbixwe ye. Ne ji vê kêmasiyê bûna ev çîrok jî dê bibûya sedema guftûgoyekê. Lewre berî ku mijara yekem biqede mijara duyem dest pê dike, mijara duyem serkeftî be jî ya yekem ne serkeftî ye. 

Niha di vê çîrokê de hûn mijarê çawa dibînin. Hûn dikarin bêjin ev yekmijar e. Lê gelo wisa ye, dê, bav, mamoste û du bira, bi taybetî jî Qero. Na. Ev ne rast e. Ev hemû di hundir Qero de hatine nivîsin. Qero çîrokek e. 

Lê ji serî û heta ku 7 rûpel diqedin mijareke din heye. Çi ye? Mamoste û jina malê guftûgoya çêkirina zarokan dikin. Jixwe 8 zarokên male jî hene. Di rûpela 8’an de çîrok fireh dibe. Kesayetiya lawê mezin tê pesindan, lê hîn mijara çîroka yekem didome. Dema ku kesayetiya Qero tê ziman, evcar nivîskar careke din dixire û mijareke din hêdî hêdî derdikeve holê, çîrokê dagir dike û Qero bi serê xwe dibe çîrokek. 

Serlehengê çîrokê heta rûpela 8’an dayik e. 

Dûvre serleheng Qero ye, mijar qirixên Amedê ne. 

Divê em wiha şîrove nekin. Çîrok li ser guftûgoyekê ye, li gor guftûgoyê zêdebûna zarokan bi mînaka Qero tê rexnekirin û yek çîrok e. Rast e. Armanc ev e. Lê çîrok ne ev e. Em li vir wêjeyê dinirxînin. Çîrok cureyekî derbirîna wêjeyê ye. Ew jî bi awayan tê nivîsîn. Hûn serbest in di warê avakirina awayekî nû de û armanca nirxandinên me jî jixwe ev e. Lê Qero çîrokeke şikestî ye. Guftûgo naqede, mamoste tiştekî naxe serê xwe û kesî din. Bûyera Qero jî dibe ku hin kesan îkna neke. Hingê wê bê gotin ku çîrok ne mecbûr e ku guftûgoyê bigihîne encamê û xwendevan îkna bike. Ev rast in. Lê li dawiyê çi ma? 

Di dawiyê de ev dimîne. Teşeyekî xweş zîl daye di vê çîrokê de ku divê bê dîtin. 

Armancek û du çîrok,Qero. 

Du çîrok û yek mijar Qero. 

Du mijar û yek çîrok Qero. 

Lê ne serkeftî. Lewre ji bo serkeftina vê teşeyê dîsa zanebûneke teknîkî divê.

 
Ev çîrok ji alî mijara lehenga jin ve balkêş e. Çima? Wêje timî bi leheng û dilqên gundî û hwd.nabe. Divê leheng, mijar, teşe, avakarî, ziman û hêmanên çîrokan dewlemend bin. Kes ji me nikare her roj li pey hev çîrokên heman lehengan bixwîne. Ji vî alî ve çîroka kurmancî mîna heman çîrokê ye. Nerîmankê bi xebitandina jineke xwefiroş, dilînî û nêzîkatiya wê ya jiyanê û ramanên wê balkêş e. Hin kêmasiyên di vê lehengê de hatine avakirin ev in: Dema we lehengek anî ziman, rast be an jî nîgaşî be, divê danasîna we ya leheng û kirinên leheng hevûdin bigirin û mirov nebêje “ma ev leheng çawa vî karî dike, çawa van gotinan dibêje?” 

Xala duyem jî dikeve nêzîkatiya mirov a wêjeyê. Li gor we wêje divê mijar û lehengan li ser kîjan teoriyan ava bike? Mirov heta ku derê dikare lehengekî nîgaşî ava bike? Lehengê ku mirov ava dike gelo çi dide xwendevên. Heke wêje bi giranî xweşî, xweşkirin, xweşikî û bi vî awayî terbiye be, nexwe divê lehengeke weke Nerîmankê ku xwe difiroşe, an jî li cihên araqvexwaran her roj bi yekî re dide û distîne, dikare kesayeteke çawa mînak bide xwendevan. Heke gotinên Nerîmankê rast bin divê her jin vî karî bike. Lê civaknasî vê napejirîne. Nirxên civakan vê napejirîne. Em dest ji tevan berdin, nêzîkatiya zanistî ya hezkirin û evînê jî vê napejirîne. Gelo ev teorî çiqasî nivîskar bi xwe ve girê dide. Heke na, ma qey nivîskar heta hetayê serbest e. Civak ji bo wêjeyê çi wateyê dinimîne. 

Heke mirov li gor teoriyên wêjeyî binirxîne, mirov ê li gor kîjan teoriya wêjeyî binirxîne. Civak û hîn gelek teoriyên sedsala 20 an dibêjin “divê wêje kul, keser û pirsgirêkên civakê, kêf, zewq û şahiyên ku têne jiyandin bi kar bîne.” Ev xalên reel in. Heke wêje xwe bi reelê (di wateya rastî, bi tenê rastî) ve girêde û sînor bike, nexwe qey tu tiştekî ku surrealîzm (sererastî) bide civakê tune? Bi rastî hene. Lewre hin tiştên ku îro ji me re ji rastiyê wêdetir, sererastî tên, dûvre weke rastiyên gelek balkêş derdikevin holê. 

Pirsgirêka Nerîmankê ev e. Pirsgirêka “Hey Gewrê Hey” a di Mistek Jiyan a Çiya Mazî de jî ev e. Ev her du leheng divê ji nivîskarên kurdî re, bi taybetî jî ji nirxandêr û nivîskarên ku serê xwe bi teoriyên wêjeyî diêşînin tiştekî bibêjin, “divê hin tişt ji alî me ve bê zelalkin”. Lewre her cikav li gor xwe teşeyekî jî dide wêjeya dinê. Aha ev e pirsgirêkeke wêjeya kurdî. 

 
Mijareke balkêş e. Çend xortên li pey keçikan , Şindoyê travestî xwe li pey ... xwe didin kuştin. Lê ji çîrokê wisa tê famkirin ku hizbil-qontra ev kuştin pêkaniye. Çîrok kêmasiyeke me jî diyar dike û vê pirsê dertîne holê: Di nava evqas bûyerên kiryar-nediyar de çima çîrokên polîsiye derneketin holê? Bersiva vê pirsê nirxandina çîrokên heyî ji derdixe holê. Nivîskarên me ji % 95 bi wêjeyê re hevnasiyek ava nekirine; bingeha wêjeyê jî bi hevnasiyê ye. Nivîskaran bêyî ku çîrokê baş binasin, romanê baş fam bikin dest bi nivîskariyê kirine. Xwendin kêm e. Nirxandin tune. 

Ev çîrok jî nêzîkî sînorên xwe bûye, lê nehatiye nav sînorê çîrokeke din. Dîsa jî polîsiyeyê tîne bîra mirov. 

DERIYÊ MÊRDÎN 

RENGÊ DEWRÊ 
jixwe gotar e. 

Çîroka kesê yekem e ji alî teknîkê ve. Nivîskar xwe dinivîse. Lê nivîskar li vir jin e, an mêr? Aha ev xalên tevliheviyê ne. Dema di çîrokê de çêlî dewlemendiyê bû, ev nayê wateya tevliheviya xetên stûr. Xetên stûr çi ne? 

Bi gelemperî; 

Dema nivîskar serê xwe bi karê xwe re neêşîne û li pey nûbûn û mezinkirinekê neçe, klasîk bimîne û weke herkesî bike, wê li dawiya hevalên xwe bimîne û tiştekî nû li wêjeyê zêde nake. Pirtûkên wan jî zêde nayên firotin, xwendin û nirxandin. Dilê wan jî dişikê, sar dibin û gel tawanbar dikin. 

Na. An nivîskar tawanbar e, an nirxandêr.

Nivîsa Rêzan Tovjîn ji www.nirxandin.com hatiye standin.




#Article 254: Sobarto (3547 words)


Sobarto Romana Helîm Yûsivî, Sobarto, ji şeş deriyan pêk têt. Her deriyek beşekî ji jiyana Silêmanê lehengê romanê vedike. Nivîskar xwendevanên xwe li ber deriyê heftan dihêle û bi vî awayî pêşniyarî wan dike ku ew bi xwe mijara deriyê heftan li gora herşeş deriyên din li cem xwe saz bikin.
Romana Sobartoyê bi giştî behsa evîna Silêmên ya ji bo Belqîsa xemsar û çîroka serboriya dînbûyina Silêmên teva hin agahiyên civakî û rexneya wan dike. 
Ji bo awayê nivîsandinê û yê vegotinê, û bi giştî jî, ji bo têgihîştina tevna romana Sobartoyê, em ê jî mîna romannivîsî ji deriyê yekem dest pê bikin.

Bi nifirên weha ku bi şêwazeke dîrekt û hişk ku dijminahî û tawanbariya Silêmên ya li hember welatê wî jê difûre hatiye nivîsandin. Lehengê romanê, Silêman, têkçûyina xwe ya şexsî û bêmiraziya xwe ya ku dê di romanê de behsa wê bibe dixe stuyê welatê xwe, ku navê wî Sobarto ye, û ji bo tolhildanê jî hewil dide ku wî bişewitîne. Têkîliya vê bûyera ku di rûpela romanê ya yekem de (r.13) hatiye behskirin û bi dû re du caran (r.16 û r.196) dubare bûye, Agirê Sînemaya Amûdê tîne bîra xelkê wî welatî, û herweha bi vî awayî, hişê lehengê romanê jî diçe wê demê. Bi dubarekirina ku di rûpelê 196an de hatiye kirin tê fahmkirin ku di romana Sobartoyê de heta niha çîroka dînbûyina Silêmên hatiye vegotin.

Çîroka dînbûyina Silêmên, an jî bîranînên wî, bi vegotina bûyera Agirê Sînemaya Amûdê dest pê dike. Lehengê romanê, Silêman, teva gelek zarokên din di nava sînemaya ku dişewite de asê maye û xelkê derve jî ji bo ku zarokan xelas bike hewil dide. 

Di vegotina vê bûyerê yekem de, hin pirsgirêkên ravekirinê yên li pozîsyona vebêjêr xwe eşkere dikin. Sedema wê jî ew e ku nivîskar, ji romannivîsekî bêtir, mîna rojnamegerekî tev digere û her weha, ji awayên vegotina romanê gelekî bi dûr dikeve. Navkokiya herî mezin ku di romannivîsiya Helîm Yûsivî de rasterast ber bi çav dikeve ew e ku nivîskar ji derveyî sînemayê li bûyerên ku pêk tên dinihêre. Lê nivîskar ji bîr dike ku lehengê wî yê sereke, yê ku bûyer li dora wî digerin bi xwe jî teva zarokên din di nava wî agirî de, di hindurê sînemayê de asê maye û ew bîranînên ku têne ragihandin jî bîranînên wî lehengî bi xwe ne. Hingê divê berî hertiştî rewşa wî lehengî ya di nava wî agirî de bihataya vegotin. Avakirina romanekê vegotina bi awayê rojnamegeriyê qebûl nake. Lê mixabin Helîm Yûsivî guh nedaye vê yekê û ji barê avakirin û vegotina bûyerên romana xwe yên esasî reviyaye, û agahiyên ku herkes dikare bi rehetî bi dest bixe rave dike. Ev yek jî tê wê mahneyê ku romana Sobarto di warê tevna romanê, di pozîsyona vebêjêr ya li hember bûyeran û di têkîliya bûyer û lehengan de hê di serê romanê de derbên mezin dixwe. Ji ber ku ji bilî şibandina navbera herdu şewatan, bûyera Agirê Sînemayê di romanê de cîhekî ew qasî girîng nagire. Ji lewra mirov dikare bibêje ku Agirê Sînemaya Amûdê jî di vê romanê de ji pîneyekê bi wê de naçe.

Bûyer bi vî awayî bi dawî dibe.

 
Mirov kîjan rojnameyê veke, ew ê li heman agahiyan rast were !

Dawiya vê bûyerê çawa di ser re hatibe dayin, serê wê û hemû hêlên wê yên din jî weha ne. Zarok di hindur de dişewitin, xwediyên wan hewil didin da ku wan xelas bikin. Lê belê ya balkêş ew e ku qêrîna zarokekî jî di vê romanê de nayê bihîstin. Hunerê romanê tucarî ev awayê vegotinê qebûl nekiriye. 
Franz K. Stanzel di berhema xwe ya bi navê « Teşeyên Romanê » de dibêje « Ji retorîka antîk û vir ve tê zanîn ku şêwazên curbecur û teşeyên curbecur herweha bandorên curbecur li guhdar an jî xwendevanên xwe dikin. » (roman biçimleri, r.7, çizgikitabevi, 1997, Istanbul)

Di vê romanê de, di vegotina bûyera Agirê Sînemayê de, ku ji ber hewildana Silêmên ya şewitandina bajêr ve têt, ya ku vê bûyerê dide xwendin ew trajedî ye ku di wêneyê zarokên ku di nava wî agirî de derî li ser wan hatiye girtin re derdikeve der.  Peyvên wek « agir bi perde û dîwarên axê ve hilperikî, saw û tirsê xwe berdabûn dilên piçûcik, zarokan berê xwe dan deriyê mezin û ji dêleva ku vekin ew girtin. » (r.14), ji xwe bûyerê bi qasî ku lazim be rave dikin. Ji vira û bi şûn de êdî avakirina hûrgiliyan û tercîha awayekî ravekirinê divê derkevin holê. Lê belê, ger em bala xwe bidin vê mînakê, em ê bi rehetî bibînin ku romannivîs bi du peyvên ku dikare bê bîra herkesî dixwaze xwe ji barê vegotina romanê xelas bike. Lê hin hûrgilî an jî detayên din jî tên bîra herkesî ku nivîskêr xwe ji wan bêpar hiştiye.

Di vira de ger em bi awayê ku Franz K. Stanzel jî ji bo nirxandina vegotinan pêşniyar dike tev bigerin em ê van pirsên jêrê ji xwe û bi dû re jî ji romanê bikin :

 
Ev pirs hemû divê bên bîra her xwendevanê jîr, lê belê nayên bîra nivîskêr. Ê wî, ew, bi tenê dibêje:

Ev hevok bi xwe, tu mehneya wê tuneye. Metafor û hêmaya ku di vê hevokê de ji bo şewitîna zarokan ya trajîk hatiye bikaranîn qet li bûyera ku tê vegotin nakin. Ev ziman ne zimanekî edebî ye. Mirov tê nagihêje bê ka nivîskêr xwastiye çi bibêje.

Piştî vê hevoka bêmahne, nivîskar dibêje:

Heger di vira de nivîskêr behsa zarokên ku ew banê ji text û qirşik bi ser wan de tê xwarê bikiraya û hema piçekî bûya jî hebûna wan zarokan ya dilêş li wira nîşanî me bikiraya, me ê ew qasî xem nexwaraya, ku ji xwe vegotina romane jî vê yekê pêwîst dike. Lê di vê mînakê de jî ji nûçeyeke rojnamegeriyê pê ve tişt tuneye.

Silêmanê ku lehengê romanê yê sereke ye bi xwe jî di nava wî agirî de ye, lê belê digel ku ew qas bîranînên wî hene jî û digel ku yek ji girîngtirîn bîranînên wî divê ew bûya, Silêman qet behsa wê rojê nake. Tenê di rûpelê 15an de dêya wî dibêje « Xweska tu ji dêleva birayê xwe yê mezin bişewitiya. » (r.15)
Ger mirov bala xwe bide vê hevokê, mirov dê tavilê pirseke dijwar ji xwe bike:

Û pirsa ji vê pirsê girîngtir jî ev e:

Cihê vê bûyera birayê wî û tercîha dêya wî ya ku ji hêrsa wê têt, di romanê de tuneye. Bersiva van pirsên ku me kirin, rehet e. Helîm Yûsiv dixwaze di romana xwe de behsa hin bûyerên weha bike ku ji rastiya miletê kurd tên. Bûyera Sînemaya Amûdê jî di dîroka bajarê Amûdê de cihekî giring digire. Ev taybetî bi serê xwe komplekseke mezin e ku bi hemû romannivîsên kurd re heye. Romannivîsên me tim dixwazin ji bûyerên rastiyê romanan ava bikin, lê ji ber ku ew bûyer di tevna romanên wan de baş nehatine bicîhkirin, an jî ger em bi awayekî din bibêjin, ji ber ku romannivîsên me hê pêvajoya afirandina romanan baş fahm nekiriye, ev bûyer pirsgirêkên estetîkî jî bi xwe re tînin. 
Axaftina nivîskêr ya ji derveyî romanê (r.114) vê yekê ji xwe eşkere dike. 
Di her nivîsa xwe ya li ser romanan de em vê peyveke Fethî Naciyê ku wek mezintirîn rexnegirê romana tirk tê qebûlkirin dubare dikin. Hemû romannivîs û hemû rexnegir divê bi vê yekê bizanin.

Lê weke ku hemû teorîsyenên romanê li ser li hevdu kiriye, di romanê de hertişt sebeba xwe heye ku ev yek jî romannivîsan mecbûrî tevneke têkûz dike. Yanî, her detaya ku di nava vegotina bûyeran û şayesandina lehengan de tên bikaranîn divê di nava romanê de xwedî fonksiyon bin. Ger em bibêjin ku lehengê me textor e, divê textoriya wî bi kêrî tiştekî were. Ger em bibêjin ku lehengê me dikuliya, divê ev jî di romanê de tiştinan bi xwe re bîne an jî biguherîne. Heke leheng bikule jî nekule jî wek hev be, hingê divê em behsa vê yekê nekin. Niha gava ku em bala xwe didin nivîsên xwe yên li ser romanên kurdî, em dibînin ku me ev peyv ji bo hemû romanên kurdî bi kar aniye. 
Ev jî diyar dike ku qelsî û seqetiyên hemû romanên kurdî yek in. 
Nivîskar di rûpelê 16an de dîsa vedigere ser Silêmanê ku dixwaze bajêr bişewitîne, û dibêje:

Silêman ji bo çi helbastvan e û ne tiştekî din e, nayê fahmkirin. Ji bo çi ne cotkar e, ne mamoste ye, an jî ne berber e? Ji bo çi ilhes helbestvan? 
Di romanan de mirov nikare li gora kêfa xwe tiştan bi lehengên xwe bide kirin an jî mîsyonan bide wan. Weke ku me got “di romanan de hertişt sebeba xwe heye.” Ka em bala xwe bidinê, gelo helbestvaniya Silêmên tu guherînê di romanê de dike an na? Bersiva vê pirsê feraseta romannivîskariya Helîm Yûsivî ya di Sobartoyê de jî derdixe holê. 
Dibe ku di rastiyê de yekî mîna Silêmên hebe û bi rastî jî helbestvan be, roman jî li gora bûyerên xwe vê yekê weke ku rast be dide hîskirin, lê em ne mecbûr in ku bi vê yekê bizanin. Roman bi bûyerên xwe ji xwe rastiyekê pêşberî me dike. Jêderka van bûyeran û rastiya wan me aleqadar nakin. 
Ji ber ku Helîm Yûsiv fêrî nivîsandina çîrokan bûye, pênûsa wî jî ber bi çîroknivîsiyê ve diçe. Loma gelek bûyer di vê romanê de bê destûr an jî beyî ku tu haziriya wan bête kirin dest pê dikin. Mînaka vê yekê jî dîaloga yekem ku em di romanê de lê rast tên dide me. 
Di r.17 de behsa êşa piştê dibe û tê gotin ku Pîra Felek, ku ew jî yek ji lehengan e, teşhîsa vê êşê datîne û dibêje ku sedema êşa piştê, hezkirin e. Weke ku tê fahmkirin, mijara vî beşê ku behsa wî dibe, êşa piştê ye. Lê ji ber ku navê Pîra Felek tê de derbas dibe, nivîskar dikeve nav vegotina xisûsiyetên vê jina ku bi hin hêlên xwe ve kopîkirina ji Doriyan Grayê Oscar Wilde tîne bîra mirov, û bi vî awayî êşa piştê ji bîr dike. 
Pîra Felek pîrejineke weha ye ku tim ciwan dimîne, lê gopalê wê ji dêleva wê kal dibe(r.79). Di romana Oscar Wilde de jî heman têkîli di navbera Dorian Grayê lehengê romanê û wêneyê wî yê ku ji dêleva wî kal dibe de heye. Pîra Felek teva surrealîstbûna xwe bi hemû xisûsiyetên xwe ve wek çemekî ji nişka ve dibeje “xuş” û dikeve romanê. Di vî beşî de nivîskar bûyera xwe ya sereke ji bîr dike û heta behsa mêvaneke wê û cîranê wê yê ku çûye diziya jî wê dike. Hê du rûpel bi şûn de nivîskar bi hevokeke gelekî şikestî ku tişt jê nayê fahmkirin bûyera xwe girê dide:

Ji ber ku di vê hevokê de diviya du caran bîhnok bihataya bikaranîn û cînavkeke din jî piştî bîhnoka duyem hebûya, hevok bi awayekî weha xuya dike ku mirov nizane bê kî kirde ye û behsa çi dibe.
Rastiya vê hevokê, divê weha bûya:

Bûyera bi mêvana Pîra Felek re jî ku dîalogek jî tê de heye, ji nişka ve xuya dibe û wenda dibe ku mirov dibêje qey nivîskar bûyerekê nîvco dihêle û ji ber ku fahm dike ku ev bûyer ji wî re ne lazim e, di cih de derbasî yeka din dibe û mêvanê ji bîr dike. Lê belê mêvana wê bi awayekî weha hatiye dayin ku mirov dibêje qey dê hê behsa wê bibe. Destpêka vê bûyerê jî bê destûr e. Gava ku behsa xisûsiyetên giştî yên Pîra Felek dike, nivîskar atmosfereke weha aktîv dişayesîne û Pîra felek bi mêvana xwe re dide peyivandin. Lê gava ku di cih de dev ji vê bûyerê berdide û derbasî bûyereke din dibe, dişibe zarokekî ku bala wî di heman demê de bikeve ser gelek tiştan. Bi vî awayê xwe yê vegotina neorganîzekirî, nivîskêr, beyî xwe nêzîkî li teknîka romana Faulknerî ya bi navê Deng û Hêrs (The Sound and The Fury- bi frensî Le Bruit et La Fureur- bi tirkî Ses ve Öfke) kiriye. Di vê romana xwe de, Faulkner, bûyera romanê di beşê yekem de bi rêya mêjî û vegotina Benjyê bêhiş û kawik dide. Herçî Benjy e, ji ber gêjikbûn û kawikbûna xwe, tu carî li ser bûyerekê konsantre nabe û xwe ji detayekê diavêje detayeke din û bi vî awayî serê  xwendevanê xwe jî gêj dike. Heman hîs bi xwendina Sobartoyê jî bi mirov re çê dibe. Bi tenê ferqek heye di navbera wan de ku ew jî ev e: Faulkner bi zanebûnî gêjikek an jî kawikek bi kar aniye, û yê ku bûyerê vedibêje jî ew gêjikê Benjy bi xwe ye, an jî desorganîzasyon di vê romanê de hewcedariyek e; lê di Sobartoya Helîm Yûsivî de beyî ku gêjikiyeke lehengan hebe bi nezanî heman awayê vegotinê hatiye bikaranîn.
Piştî vê derbasbûyina ecêb ya di nava bûyeran de, nivîskar ji nişka ve dibêje:
 

 
Lê weke bûyera mêvana Pîra Felek û êşa piştê, ev bûyer jî di cih de tê jibîrkirin û ji ber ku nivîskar nizane bê dê çawa xwe ji vê qutbûyinê xelas bike û dest bi bîraniyên lehengê xwe yên zarokatiyê bike, em ê nizanibin bê bi xweha xwe re ji bo çi û li ser çi dipeyive. Ji ber ku em ê nema wê xwehê bibînin. Ev jî dibe mînakeke din ji bo bêorganîzebûyina bûyerên vê romanê. (Di vê hevokê de peyva kursî diviya bihataya tewandin.)
Ev awayê vegotina romannivîsî, herweha di vegotina bîraniyên zarokatiyê de jî dewam dike. Di vî beşê ku di romanê de cihekî mezin digire de gelek bûyer weke yên pêşiyê, bê destûr dest pê dikin û beyî ku bi dawî bibin an jî em bizanin bê çi guherînê û çi bandorê di romanê de dikin tên jibîrkirin. Lê divê mirov bibêje ku bûyera sereke ya romanê û ev hûrgiliyên li ser têkiliyên cinsî yên ji derveyî exlaqê civatê (ji ber vê xisûsiyeta xwe behsa van bûyeran dibe) (exlaqê civatê rast e an ne rast e, ew pirseke din e.) di nav xwe de tu têkîliyê danînin. Em ê di vira de zêde li ser wan têkîliyên ku nayên fahmkirin nesekinin. Hemû lehengên zarokatiyê bi dû re dibin sî û wenda dibin. Wek bûyera ku Silêman ji bo ku çaydanan bifirîne dest bi limêjê bike û bi dû re dev ji vêya berde.
Lê bûyera romanê ya sereke kîjan e?
Bûyera romanê ya sereke, hezkirina Silêmên ya ji bo Belqîsê ye. Silêman hê di zarokatiya xwe de dil dide Belqîsê û digel ku Belqîs bi yekî din re dizewice jî wê ji bîr nake. Heta ku fêr dibe ku Pîra Felek wê di koxa xwe de dixebitîne gelek têkîliyên din jî li dora Silêmên digerin. Lê hezkirina Belqîsê li cem Silêmên bûye obsesyoneke xeternak û ji ber vê yekê, Silêman nikare debarî karê ku Belqîs di koxa Pîra Felek de dike bike. Ji lewra agir bi serê wî dikeve û ji dêleva ku bajêr bişewitîne, ew xwe bi xwe dişewite. Ji bo ku bide fahmkirin ku ev yek ne xema Belqîsê ye, Belqîsê cixareya xwe ji agirê canê wî vêdixe.
Lê li dora çîroka vê trajediya Silêmên em çi dibînin ?

 
  “...ev tişt tev de îşev bibin Silêman, ma çima tu ji rastiyê zivêr dibî, gava xwe tazî dike? Wê herdu derbas bin oda razanê ya bêhnkirî, wê xwe dirêj bikin, wê li çavên wî binêre, piştî ku jê re gotiye (ez te wek mêrekî dipejirînim) û bi dilekî rehet xwe bide Savar. Bi wan tiliyên ku porê te pê şeh dikirin, biryara zewaca xwe îmze kir“. (r.113) 
 
Ji ber ku nivîskar di rûpela 114 û 203an de jî bi xwe têkîli nava bûyerên romanê dibe, mirov baş fahm dike ku yê ku di vira de bi lehêng re dipeyive nivîskar bi xwe ye. Peyva “ew ê xwe bide Savar“ ku qet ne vegotineke edebî ye û “Bi wan tiliyên ku porê te pê şeh dikirin, biryara zewaca xwe îmze kir“ jî dijminahiya wî ya li hember jinan xweş deşîfre dike. Lê ev dijminahî ji ber têkçûyina wî têt û ji ber vê têkçûyina xwe ya şexsî jî dixwaze welatê xwe bişewitîne ku di romanê de nivîskêr xwe ji vêya re jî kerr dike û di vê dijminatiyê de jî û di daxwaza şewitandina Sobartoyê de jî lehengê xwe mafdar derdixe. Di navbera van hemû bûyeran de lehengê romanê yê sereke, Silêman, ji ber ku xwe bi awayê vegotinê gelekî nêzîkî qerektera vegotina nivîskêr dike, mirov nêzîktêdayina wî ya li hember bûyeran dîrekt dibîne. Awayê nivîskêr yê vegotinê û awayê lehengî yê vegotinê gelekî dişibin hevdu. Ji xwe êşa ku leheng dikişîne û şêwaza ku di dîaloga nivîskêr ya rasterast bi xwendevên re hatiye kirin de (r. 113-114-203) derdikeve pêş jî vê yekê tesdîq dikin. 
Teorîsyenên romanê giş dibêjin ku di romanên yekleheng de ku vebêjeriya wan ji aliyê lehengên wan ve tê kirin, zehmet e ku mirov nivîskêr û lehengên wan ji hev derxîne. Di vê romanê de jî weha ye. Lê belê, di jiyana mirovî de hin demên giring hene ku karê romannivîsan hebekî giran dikin. Ew jî di nava wan bûyerên giring de eşkerekirina hîsên lehengan e. Ka em bala xwe bidin dîalogeke di navbera Silêmên û Belqîsê de. Di vî beşî de (r.50) Silêman dê ji Belqîsê re hezkirina xwe eşkere bike.
Nivîskar gava ku ew bi hevdu re dimeşin, vê bûyerê weha rave dike:
 

Dixwest sorbûna ruyê xwe veşêre, lê nikarîbû.

Xemnake lê ka çi heye ?

Cara yekemîn, rû bi rû em rawestiyan û me li hev niherî. 
Ezmano bilind bibe ! Erdê biqelişe ! Xelkno ref bi ref mîna pinpinîkan bifirin ! Dinya bê hezkirin soleke kevnik e, mêr bê jineke spehî qantir e û niha temenê min berî te toz û toz e û piştî te ez ê tune bim. Lê ev Belqîsa piçûk çi keçeke seyr e, ne veciniqî, ne xema wê bû…» (r.50)
 
Mirov fahm nake bê ji bo çi şayes (taswîr-description) di vê romanê de ew qasî kêm hatine bikaranîn. Gava ku leheng li derve dimeşin em nizanin bê derdora wan bi çi rengî ye. Lê ji bilî pirsgirêka şayesan, kesên ku serê xwe hema çenekî be jî bi psîkolojiyê re êşandibin dê li bende vegotineke derûniya lehêng ya esasî bin. Du kes li hember hevdu sekinî ne û yek ji wan li hêviya bersiveke giring e ; ew bersiv ji bo wî di ser hertiştî re ye û ew kes lehengê romanê yê sereke ye. Di vê derê de tahlîleke psîkolojîk divê, libendamayin, tirs, lerizîn û poşmaniya gotinan divê. Roman beyî van xisusiyetan nayên nivîsandin. Mirov nikare bûyerekê hema rasterast bide û derbas bibe. Mixabin di vê romanê de hemû hîsên Silêmên bi awayekî weha qels hatine vegotin ku mirov di romanan de ji vî awayî re dibêje « edebiyata erjeng » an jî  « peyvên qlîşe ». Tu dev ji tirs û heyecanên wî yên wê demê ku diviya hebûna berde, mirov dibêje qey daweta wî ye. Lê di her eşkerekirina evînî de tirseke redbûyinê jî heye, ku divê mirov vêya tucarî ji bîr neke. 

 
Leheng dipeyive an nivîskar, ev fikir aydî kê ne ne diyar e. Di r.117 de jî behsa kesên ku êgir ew gihandine hev dibe û navê “sînema-Zekiye Alkan-girtîgeh-ronahî” û teva wan jî navê Mezlûm Doxan dide ku heçî kesên ku bi dîroka tevgerên kurdî û ilhes jî bi dîroka PKKê dizanin, baş dizanin ku Mezlûm Doxan xwe neşewitandiye, lê di 21ê adara sala 1982an de piştî vêxistina çend darikên niftikê ya ji bo pîrozkirina Newrozê çûyê xwe daliqandiye. Em di wê baweriyê de ne ku birêz Helîm Yûsiv jî vê yekê ji me çêtir dizane û belkî wî jî xwastibe behsa vêxistina darikên niftikê bike lê belê di romanê de heke mirov rastiya bûyerê nizanibe weha tê fahmkirin. Kêmaniyeke din ku di hemû romanên kurdî de heye jî ev e ku nivîskar xwendevanên xwe jî mîna xwe dihesibînin. Lê em necbûr in ku berî xwendina vê romanê biçin û hin berhemên din jî bixwînin. Wek mînak, ger em vê romanê wergerînin zimanê milletekî ku kurdan nas nake, xelkê wê deverê dê fahm nekin bê ev roman behsa çi dike.

Li gora van bûyeran Silêman divê di sala 1960î de 6-7 salî be. Yanî Silêman divê di navbera 45-50sal kiribe. Lê di romanê de em vê yekê nabînin. Silêman heta dawiyê jî weke xortekî tev digere.

 

 
Beyî ku em têkevin nava detayên ku dê me ji mijara me bi dûr bixînin, em dikarin li vira çend mînakan ji xeletiyên gramera Sobarto û herweha ya weşanxaneya Avestayê bidin. Ji ber ku ev xeletî di gelek berhemên weşanxaneya Avestayê de hene, divê mirov behsa wê jî bike. (Ger ji me were xwastin, em dikarin mînakên hemû berhemên wan yên kurdî derxin.)
 

 Divê weha bûya : Wê jî bi porê min lîst û bi ser mind e giriya. 
Ev hê baş nehatiye zelalkirin lê gava di dema borî de lêkereke gerguhêz û yeka negerguhêz bêne ba hevdu, cînavk divê tewandî yanî li gora lêkera gerguhêz bête bikaranîn.

Mînak: 

 
Mînak: 

 
Mînak: 

Nergiz winda bû, diya wê digiriya, Selma digiriya, birayên wê mabûn bêçare:

 

Mînak: 

 

 

 

Kenê wê heta bin guhê wê dirêj bûbû.
Ez pir kêfxweş im ji nû ve çêdibim. R. 167
Lê bavê min jî kêleka diya min girt. R. 175
 

Nivîsa Îbrahîm Seydo Aydogan di www.nirxandin.com de




#Article 255: Komeleya Nivîskarên Kurd (688 words)


Komeleya Nivîskarên Kurd di sala 2004an de bi navê Kurd PEN - Komeleya Nivîskarên Kurd li Amedê bi awayekî fermî hatiye vekirin. Ji sala 2007an û pê ve gotina  PENê ji ser navê xwe rakiriye û têkiliyeke wê bi PENa Navnetewî re nemaye. 

Her wiha, kongreya 8an a PENa Kurd di 18-19ê gulana 2013an de li Amedê hatiye amadekirin û di encama vê kongreyê de komîteya nû ya birêveberan hate hilbijartin ku ji heft endamên sereke û du endamên yedek pêk tê. Di 2013an de serokê PENa Kurd Şêxmûs Sefer e, cîgira serok Berîvan Doskî û sekreter Kekşar Oremar in.

Komeleya Nivîskarên Kurd a Amedê di sala 2004an de, li Amedê hatiye avakirin. Ji sedema nîqaşên li ser navê komeleyê û bi qasî 3 salan komeleyê bêhtir dema xwe daye ser nîqaşan jî gelek xebat di warê rewşenbîrî, nivîskarî û ramana azad de kiriye.

Pêdiviya komeleyeke rewşenbîrî di heyva tîrmeha sala 2000î de, di Civîna li Îzmîrê de ji hêla Arjen Arî ve hatibû zimên. Di wê civînê de, (wê demê ev civîn wekî Konferansa Îzmîrê di çapemeniyê de cih girt) pêşniyaz bi yekdengî hatibû pejiradin û di heman rojê de Lijneya Amadekariya Damezrîner (Berken Bereh, Arjen Arî, Salihê Kevirbirî, Îrfan Amîda û nivîskarekî din ku niha navê wî nayê zanîn) hatine hilbijartin.

Nivîskarên Kurd ên bakur di wan salan de li malên nivîskaran civîn li dar dixistin û li ser pêwistiya avakirina Pena Kurd li Kurdistanê radiwestiyan. Di civîna 3ê tîrmeha 2004an de, li gor ku Roşan Lezgîn, Rênas Jiyan û Serkeft Botan dane xuyakirin, wan sê sal berî vê civînê li malan civîn li dar xistine û nîqaşa avakirina Pena Kurd li Kurdistanê kirine.

Avakirina Pena Kurd li Amedê, bi daxwaza Pena Kurd a Elmanya (Dûvre navê xwe kir Navenda PEN a Kurd) ku li Bakurê Kurdistanê buroyek bête vekirin hate destpêkirin. Bi vê armancê civîna yekem li Demir Hotela Amedê, di sermaweza 2003an bi rêveberiya Yûnis Behram pêk hatiye. Civîn di demeke wisa de pêk hatiye ku nivîskarên Kurd ji çar aliyên dinyayê hatine Konferansa Rojhilata Navîn û Pirçandiyê û gelek ji wan li Demir Hotelê diman. Di vê civînê de nîqaş bi piranî li ser gelo dê Tirkiye destûr bide navê Pena Kurd an na pêş de çûye û hemû beşdarvan li ser vekirina buroyeke Pena Kurd ku li Amedê were vekirin biryar stendine. Piştî vê civînê, Navenda Pena Kurd bi peyamekê diyar kiriye ku wan Edîb Polat, Serkeft Botan û Arjen Arî bi armanca amadekariya avakirina buroya Kurd Penê li Amedê peywirdar kirine.

Bi heman armancê civîna duyemîn di 7ê reşemiya 2004an de li Sendîkaya Tes-Îş a Amedê bi rêveberiya Hêvî Berwarî ku li ser navê Navenda Pena Kurd çûbû Amedê pêk hat. Di vê civînê de hin nivîskar dîtinên wekî Ne pêwist e em navê PENê bi kar bînin, em dikarin Komeleya Nivîskarên Kurd vekin anîne zimên. Di civînê de her kesî bi zimanekî eşkere got armanc ew e ku rojekê derfet çêbibin û navenda Pena Kurd li Amedê bi cih bibe. Biryar û hilbijartina dawî di vê civînê de bi cih hat.

Di vê civînê de rêveberiyek ji 7 kesan hatin hilbijartin: Edîb Polat, Sedat Yurtdaş, Suzan Samanci, Serkeft Botan, Yildiz Çakar, Samî Tan û Arjen Arî. Piştî serîlêdana fermî ya vê birêveberiyê li Bakurê Kurdistanê bi rengekî fermî Pena Kurd bi navê Kürt Pen Yazarlar Derneği (Kurd-Pen Komeleya Nivîskarên Kurd) hate avakirin. Li gor rêbazên Komeleyê rêveberiyê di nava xwe de Edîb Polat heta kongreya yekem wekî serok hilbijart.

Pena Kurd a Amedê di 21ê gelawêja 2004an de kongreya yekemîn pêk anî. Di vê kongreyê de birêveberiyeke ku ji 7 kesan pêk tibû hate hilbijartin: Sedat Yurtdaş, Serkeft Botan, Yildiz Çakar, Orhan Miroglu, Abdullah Kaya, Receb Dildar û Edîb Polat. Li gor rêbazên Komeleyê rêveberiyê di nava xwe de Sedat Yurtdaş wekî serok hilbijartiye.

Heta niha bi dorê kesên ku serokatiya Komeleyê kirine, ev in:

Di destpêkê de (sala 2004) komele bi navê Kurd PEN Yazarlar Dernegi ango Kurd PEN - Komeleya Nivîskarên Kurd  hatibe vekirin jî, jgi sedemên berfireh ên hinek nîqaşan, di sala 2007'an de navê Kurd PEN hatiye rakirin û têkiliyeke wê bi PEN ê  re nemaye.




#Article 256: Mem Mîrxan (223 words)


Mem Mîrxan nivîskarekî kurd e.

Mîrxan di sala 1968'an de li gundê Xidranîyê ku girêdayî navçeya Amedê ya Erxenîyê hatiye dinê. Dibistana seretayî li heman gundî xwendiye, dibistana navîn li gundê Gîsgîsê ku sê gund ji Xidraniyê wê de bû xwendiye. Dibistana amadehiyê li Erxeniyê xwendiye û piştre jî mafê xwendinê li Zanîngeha Dîcleyê beşa mamostetiya zarokan bi dest xistiye û xwendiye. Piştî 13 salên mamostetiyê ku li gundê Başkoy (Dîgor a Qersê), gundekî navçeya Karapinar a Konya, gundê Şukurlî ya navçeya Çinarê ya Amedê û hwd, ji ber ku rêveberê Sendîkaya Mamosteyan (Egitim Sen) surgûnî Osmanelî ya bajarê Bilecîkê bû.

Piştre derbasî Şaredariya Mezin a Amedê bû û bû serokê daîreya karker û karmendan. Piştre jî di sala 2004'an de jî bû serokê daîreya parastina hawirdorê. Niha Serokê Daireya Çand û Turizmê ye.

Mem Mîrxan di kovara qerfî Pîne, rojnameya heftane Welat, Welatê Me, Hîwa û gelek malperên kurdan de bi kurdî nivîsî. Di rojnameya Azadiya Welat de di sala 2003'an de dest bi qunciknîsiya beşa civak û jiyanê kir û piştre jî dest bi qunciknivîsiya aborî û piştre jî ya çand û hunerê kir. Di Gelawêja 2004'an de tevî 11 nivîskarên kurd beşdarî derxistina Kovara W bû û tê de nivîsî.

Her wiha bi tirkî jî di kovara mehane ya Emekçiler, Evrensel û Özgür Gündemê de rêzenivîs, nivîsên lêkolînî û çandî 




#Article 257: Qerejdax (148 words)


Qerejdax () çiyayekî li Kurdistanê ye. Qerejdax bi zîvirok, bilind û dirêj e û volkaneke vemirî ye. 1.957 m bilind e. Lavên ku ji çiyayê Qerejdax hatine avêtin, bi kilometreyan li dora çiyê belav bûye û wekî kevirê reş tê binavkirin. Li her derê dora çiyayê Qerejdax mirov dikare li van keviran rast bê ku li gund û bajaran jî kela û xanî bi piranî pê hatine lêkirin. Çiyayê Qerejdax ji Amedê her ku ber bi navçeya Wêranşarê diçe nizim dibe û dû re bi deşta Herranê re dibe yek.

Birinca xwe tê naskirin.

Di rîwayetan de tê gotin ku wexta ku Xweda dinya çêkir, çiya hemû belavkirin, Qerejdax giriyaye û gotiye: Ey Rebb il-Alemin! Te hemû çiya ji min dûrxistin. Te ez tenê hiştim li vir! Û Rebb il-Alemîn got ku: Lê tu tenê li vir ma û ez ê navê te pir xweş û şêrin bikim.




#Article 258: Engîn Sîncer (605 words)


Engîn Sîncer (Erdal) Yek ji şehîdên tekoşîna azadî ye.

Sîncer ji aliyê Kurdistaniyên li Ewropa û Botanê, ji nêzîk ve dihat naskirin. Sîncer dema li Ewrûpayê dixwend tevlî xebatên rêxistiniyê yên ciwanan bû û di nav 10 salan de xwe gîhand gelek astên bilind. Seha xebatê ya herî dawî ya Sîncer dîsa Ewrûpa bû. Sîncer ku di rêxistinkirina gel û dîplomasiyê de xwediyê kedek mezin bû, ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd 18ê tebaxê çavên xwe li jiyanê girt.

Engîn Sîncer bi navê kod Erdal di 2yê adara 1969an de li navçeya Seyrantepe ku girêdayî Maraşê ye, ji dayik bû. Engîn Sîncer heyanî 9 saliya xwe li wir xwend. Di despêka tekoşîna azadiya kurdan de şoreşgerên wek Mustafa Yondem, Şêxo Dîrlîk û Battal Efsan ku gelek xebatên mezin li Maraşê kiribûn, bandorek mezin li ser gel çêkirin. Herwiha malbata Engîn Sîncer jî, di destpêka salên 1970`yî de ket bin tesîra têkoşîna PKKê ya li herêmê. Dewletê asteng derdixist pêş malbata Sîncer. Lewma malbatê di sala 1978an de koçî Elmanyayê kir. Almanya ji bo wî welatek xerîb bû. Di demek kurt de Elmanî fêr bû û dest bi dibistanê kir. Di heman demê de, di koma futbolê ya zarokan a li navçeyê de cihê xwe girt. Dû şehadeta Erdal, mamosteyê wî yê ku ji bilî Engîn hemû şagirt jê ditirsiyan di roportajekê de wiha digot: Engîn zarokek gelek dilsoz û bi aqil bû. Min pir ji wî hezdikir. Têkiliya wî bi hevalên wî re jî gelek baş bû. Min li gorî derfetên xwe dixwest şagirtiyên xwe gelek bi disîplîn perwerde bikim. Di kesatiya Engîn de, keda min jî gihîşt xaka bereket. Keda min baş fêm dikir û di pratîka xwe de jî ew dijiya. Erdal ket bin tesîra xizmên xwe yên di nava PKKê de cih girtibûn. Ji aliyekî ve xwend û ji aliyê din ve di rêxistinkirina ciwanên Kurd de rol lîst.

Di sala 1986an de li komeleya Maînzê tevlî xebatên çandê bû û li Frankfurtê koma YCKê saz kir.Di vê demê de qezayeke trafîkê derbas kir. Di demekê de ku hindik mabû bijîşk ji jiyana wî hêviya xwe bibirin, ew bi ser xwe ve hat û piştî 8 mehan ji nû ve tevlî xebatê bû. Erdal di sala 1989an de bi awayekî profesyonel tevlî xebatê bû û bi yek ji pêşengên PKKê Huseyîn Çelebî re hevalî kir. Di sala 1992an de çû Akademiya Mahsûm Korkmaz û piştî perwerdeya li wir dît, derbasî herêma Botanê bû. Wî li qadên cûda yên Botanê tam 10 salan gerîlatî kir. Erdal di vê pêvajoyê de tevlî gelek xebatan bû û gelek caran birîndar bû. Sîncer bi fermandariya mangehê dest bi jiyana xwe ya leşkerî kir û bi rêzê fermandariya lek, tabûr, herêm û eyaletê kir. Erdal xwe di warê rêveberî û fermandariyê de xurt kir û di kongreya şeşan a PKKê de ji bo komîteya navendî hat hilbijartin. Piştî kongreya heftan a PKKê ji bo Ewrûpayê hatiye wezîfedarkirin. Erdal, li Ewrûpayê di rêxistinkirina gel de cih girt û paşê derbasî xebatên dîplomasiyê bû. Engîn Sîncer demekê endametiya Konseya Rêveber a KNKê jî kir. Dû kongreya çaremîn a YDKê amadekariya vegera welêt kir. Xatir ji malbat û hevalên xwe xwest û di 1ê hezîrana 2003yan de vegeriya welêt. Jiyan di 18 yê tebaxa 2003yan de sekinî. Ji ber ku Erdal di merasîma 15ê tebaxê de bi qezayê şehîd ket. Engîn Sîncer ku di hemû xebatên xwe de bi taybetiyên xwe yên têkoşer bandoreke mezin li her kesî dikir, bi koça xwe ya dawî, gelê Kurd û hemû hevalên xwe xemgîn kir. Malbata hevalê Erdal, cenazeyê wî anî Seyrantepeyê. Yekem carbû ku bi fermî cenazeyê fermandarekî PKKê dihat Bakûr.




#Article 259: Şêx Seîd (224 words)


Şêx Seîd an jî Şêx Seîdê Pîranî (z. 1865 li Qollhêsara Xinûsê Erzîrom − m. 29 pûşper 1925 li Amedê), şêxê neqşîbendî, pêşawa û şoreşgerê Kurd bû. Di sala 1925'an de li bakurê Kurdistanê Serhildana Şêx Seîd da dest pê kirin.

Li hemberî zorbetî û îxanetên kemalîstan kalê Şêx Seîd di 13'ê reşemiyê 1925'an de serî bilind kir. Kurdistanê bajar bi bajar ji destên dewleta romiyan (navê niha Tirkiye) derxistin. Êrişê ser Amedê kirin û bi mehan bajar dorpêç kirin. Berhingariyeke dirêj da nîşan ku Amed nakeve. Dagirkirin bi qerera şûrayê hat rakirin. Têkoşer pêl bi pêl derbasî başûr û rojavayê Kurdistanê bûn. Rêberê bizavê Şêx Seîd û 49 hevalên wî ji bo derbasî Başûr bibin, bi rojê xwe diveşartin û bi şev dimeşiyan. Armanc berdewam kirina cenga awarte û xeyrî nîzamî bû. Bi xiyaneta bacenaxê Şêx Seîd ê serdar Qasim (Qaso), serokên serhildanê, Şêx Seîd û hevalên wî hatin dîlgirtin.

Di 10'ê gulana 1925'an de wan derxistin Dadgeha Serxwebûnê ya Rojhilatê (Şark İstiklal Mahkemesi) ya Diyarbekirê. Nêzîkî pêncî rojan darizandina wan dewam kir. Di 28'ê hezîranê 1925'an de, derbarê Şêx Seîd û 47 hevalên wî de dadgehê biryara darvekirinê (îdam) da. Du kes bi çend salan ceza xwarin. 28 kes di heman rojê de û yên din û Şêx Seîd di 29'ê hezîrana 1925'an de li taxa Deriyê Çiyê ya Amedê hatin darvekirin.




#Article 260: Kanîreş (222 words)


Kanîreş  (di nexşeyên sala 1932/1934'an de weke Bingöl û Kale tê dîtin; bi tirkî: Karlıova), navçeyekê bajarê Bîngolê ye. Navçe di hêla çiyan da hatiye dorpêçkirin û navê wê 1938'an da hatiye guhertin û bûye Karlıova. Heta wê demê gundekî bi Gêxiyê va girêdayî bûye. Bilindayiya wê 1940 m, rûpîvana wê 1349 km2 ye.di navçeyê de çiya û erdên kend û kosp pirtirin.Erdên navrast biqasî %7.5 e. 

Çiyayên li dora Kanîreşê:

Hilhatina rojê li li dinê du ciyan tê temaşekirin ji van her du ciyan yek jî Kox da ye (Çîyayê Bîngolê). 47 gund pêva girêdayê ne.
Çiyayên wekî qertalix û xirxal jî hene.

Deşta herî mezin Deşta Gonîgê ye

Sê çemên henin lê derfetê dirêjiya wan da agahî nîne.

Navçê zêdetir bi zozanê xwe navdar e:

Di gundê Hemzan da germavek he ye

Şikefta Kupikê, li gundê Kupikê ye, li ser dîwarên şikeftan hinik verojtinên dema kevirî henin.

Li Xelîfan û Kûrîkê da rêjeya lînyit heyê.
Rezerva hatiye dîtin 88.844.000 ton, rezerva tê şuxilandin 56.545.000 ton hatiyê tespîtkirin.

Nifûsê navçê nêzîke 6500 kesan e.

Li vî navçê zivistan gelek dirêje û sarê bi mêtroyan berf dibare. Zivistana vî bajaroke di meha 11 da destpê dike heyan nîvê nîsanê didome. Ji nîvê Nîsanê şûnva bihar destpêdike bihar bi baran derbaz dibi le mixabin bihar li vir kine. Havîn bi hûnikayî derbaz dibe.




#Article 261: Meryem Xan (171 words)


Meryem Xan yekemîn jina kurd e ku bi zaravaya kurmanciya Bakur stran li ser qewanan tomar kirine. Cihê jidayikbûna we nediyar e. Li gor riwayetekî di sala 1904'an li Dêrgola Botanê ser Şirnexê û li gor agahiyên din li gûndê Çêlika Ebdulkerîmê Eliye Remo e giredayî Kerboranê hatiye dinê (Bakurê Kurdistanê). Meryem Xan ji bo hunera kurdî zehmetekî gelek mezin kişandiye. Ji bona wê jî nav û hunera wê heya roja îro jî tên hezkirin.

Meryem Xan sala 1949'an li bajarê Bexdayê di nava xeribî û êşên mezin de çû rehmetê.

Di demekê de ku di civaka kurdî de bi şerm dihat dîtin ku jin bibin dengbêj yan muzîkvan û piraniya dengbêjên kurdan zilam bûn, Meryem Xan (1904-1949) xwe da bayê hunera kurdî û ji ber vê yekê gelek zehmetî kişandin. Meryem Xan di nav kurdan de weke yekemîn stranbêja jin tê naskirin.

Meryem Xan dîyalekta herema Torê bi kar tîne û kiteba Huseyîn Demîrer a bi navê Ha Wer Delal jî îdiayên cihê dayikbuna wê go li Çêlik xurt dike.




#Article 262: Anatomî (189 words)


 
Anatomî an jî bedennasî, ew zanista ku laşê mirov û lawiran lêkolîn dike.

Bêjeya anatomiyê ji zimanê yewnanî ji gotin anatemneine tê û wateya wê perçekirin e. Anatomî jî dibe ilme percekirine. Lê îro mirov ji beja anatomiye, ilma tevhevkirina perceyen bedene ji bo avakirina organizmayeki bi fonksiyon fêhm dike. Anatomî ilmeki gelek kevn e. Mirov berî bi hezaran salan li ser anatomiye xebitîne. Li Mezopotamya yê mirovan mih serjedikirin û gor şikle kezeba reş, nexweşiyan teşhîs dikirin. Dîsa li mitolojiya Yewnan da tê gotin ku, Xwedaye mezin Zeus, ji bo cezakirine, lawe xwe Prometeus davêje ser ciyaye Qaf û li ser zinareki da girê dide. Eylo her roj tê û parcekî ji kezaba wî ya reş jê dike û dixwe. Lê kezeba wî heta roja dine careke din xwe ji nû ve dike, mezin dibe. Yanî ta ji we çaxê ji mirovên him şikle organên him jî hindek fîzyolojiya wan, wekî mezinbûna kezeba reş, nas dikirin. Ji bo vê yekê ji mirova dikare li Mezopotamyayê berê bi hezarên salan nişdarîye çavên û yê kisika mize çebikin. Wek tê zanîn ew nişdarîana di dîroka mirovahiyê da yên ewilî bûn.




#Article 263: Amûdê (345 words)


Amûde an jî Kanî Dara yek ji kevintirîn bajerên Rojavayê Kurdistanê ye.

Bajerekî navçeya Qamişloyê ye, li parêzgeha Hesîçeyê ye û dora 30 kîlometran Rojavayî Qamişloyê û 80 kîlometran Bakur û Rojhilatî Hesîçeyê ye. Hejmara niştecîhên bajerê Amûdê (tevî 156 gundên wê) dora 200.000 e. Li gundên başûrî bajêr hejmareke mezin ji Êzîdiyan dijîn. Di 13ê çiriya paşîna 1960î de di Şewata Sînemaya Amûdê de, ku hikûmeta Sûriyê wek berpirsyarê wê hatiye napesinkarkirin, dora 200 şagirtên dibistanê mirin.

Hejmara niştecihên navenda bajêr nêzê 60 hezariye; lê tevlî 156 gundan tê gotin ku nêzî 200 hezar gelheya Amûdê heye. Li Amûdê ji bilî kurda hema hema gel najîn. Tenê çend malbatên ermeniyan û çend malbatên ereban li vî bajarê kurda dijîn. Li başûrê Amûdê di ser 10an de gundê Êzîdiyan hene. Êzîdî li gundên Amudê yên Merkebê, Digurê, Qelaçix, Xirbê xwê, Çetelê, Kuliyê, Xirbexezal, Gorseîd, Xirbedilan, Mîk, Hêşerî, Tolko, Tolko, Berzan, Morîka, Enteriyê, Mehmûdiyê û Kerengo dijîn. Lê piraniyan niştecihên van gundên Êzîdiyan jî koçî Ewropa kirine.

Di 13yê çiriya paşîn a 1960an de bi sedan zarokên dibistana seretayî li Sînemaya Amûdê kom kirine û agir bi sînemayê ketiye. Di encama vê şewatê de nêzî 200 zarokên kurd di encama şewatê de jiyana xwe ji dest daye.

Mihemed Seîd Axa li Amûdê bi rêzdarî tê nasîn. Bo Amûdiyan û gelê kurd ew lehenge. Dema li Sînemaya Amûdê şewat derdikeve Mihemed Seîd Axa agahiya şewatê dibihîse û ber bi sînemayê ve baz dide. Dema Seîd Axa ber bi sînemayê ve diçe welatiyek jê re dibêje: Kurê te Fehed ne li sînemayê ye. Seîd Axa jî bersîv dide û dibêje: Hemû zarokên Amûdê zarokên min in. Seîd Axa gelek zarok ji salona sînemaya Amûdê rizgar dike. Dema 2 zarokên din hembêz dike û ji salona Amûdê derdikeve hesinê derî ku ji agir sinciriye û heliyaye bi ser wî de dikeve, ew û 2 zarokên di hembêza wî de jiyana xwe ji dest didin. Ji ber vê yekê Seîd Axa di dilê gelê Amudê de wekî şehît tê dîtin. Le gelek saziyên rêveberiya Rojava wêneyê Seîd Axa jî daleqandiye.




#Article 264: Çiyayê Agirî (843 words)


Çiyayê Agirî an Grîdax an Glîdax (berê jî  Koşaxî  an  Çiyayê Şaxî , bi ermenî, Մասիս Masîs an Արարատ Ararat), çiyayê herî bilind ê Kurdistanê ya beşa Bakurê Kurdistanê ye û dikevê sînorê Tirkiye. Bilindiya wî 5.137 m ye û bi vê yekê bilindtirîn çiyayê Kurdistanê û komara Tirkiye ye. 
bi Çiyayê  agirî ê biçû re bi rastî digotin şaxî biçûk bi ê mezin re digotin şaxê mezin.

Serê wî jî hertim bi berf, qeşa û mij e. Li ser wî kovikên volkanîk hene. 
Çiyayê Agiriyê Biçûk ku nêzîkê Agiriyê Mezin e, 3.896 m bilind e.

Ji serdema navîn a dawî ve navên Çiyayê Agirî tê bikaranîn. Navê çiyayê di kevneşopiya kurdî de bi navê Koşaxî an jî Çiyayê Şaxî hatiye bi navkirin. Navê çiyê di kurdî ya îro de Çiyayê Agirî ye. Ev nav tê wateya çiyayê bi agir yan jî çiyayê agrîn. Navê kevneşopî ya farisiyê de navê Çiyayê Agirî bi farsî کوه نوح Kūh-e Nuh hatiye binavkirin. Ev nav di farisî de tê wateya Çiyayê Nûh. 

Navê Ararat guherînek Yewnanî ya peyva אֲרָרָט ('RRṬ) e, ku di zimanê Îbranî de ji bo Urartiyan ku di demên kevnar de li zozanê ku  Ermenî lê hebûn dihat bikar anîn.  Her çend çiya li cîhanê bi gelemperî bi vî navî tê nas kirin jî, tu mirovên herêmî ev nav ji bo çiya bikar neanîne.  Di Kevnariya Klasîk de, di xebata Geographica ya Strabo de, lûtkeyên Çiyayê Agirî wekî  βος (Abos) û Νίβαρος (Nibaros) di Grekiya Kevn de hatiye bikaranîn.

Çiyayê Agirî bi di kevneşopî ya zimanê ermenî de Masis Մասիս Masis be jî lê navên Ararat û Masis li Ermenîstana îro wekhev tên bikaranîn.  Tê fikirîn ku ev nav ji peyva farisî ya navîn masist (mezintirîn) an ji  mns ku di Proto-Hindo-Ewropî de tê wateya çiya. Li gorî arkeologê ermenî Petrosyan, navê Çiyayê Māšu, di Destana Gilgamêş de derbas dibe, navê çiyayê Māšu ji wir de maye.

Çiyayê agiriyê, lûtkeya herî bilind a Kurdistanê û Ewropayê ye.  Heya 4000 metre bazalt taybetmendiyên çiyayek volkanî ku ji Lavên Andezîtê pêk tê û taybetmendiyên çiyayê volkanîk girtiye.  Li serê çiyê rûerdeke qeşagirtî heye. Li rûyê rojhilat bi bilindahiya 3896 mîtroya Çiyayê Agirî ya Piçûk cîwarbûye. Di bilindahiya çiyayê agiriyê de xuyangên cihêreng heye. Mêrgên ku heya sînorê berfê tê, mêrgên kulîlkên cihêreng û rengîn û bi mêrgên çiyayî ve xwedanê dîmenek balkêş e.

Bi tevahî 11 şaxên qeşagirtî yên ji serma qeşayê daliqandiye hene. Ev şaxên qeşayê di navbera 1 û 2.5 km de diguhezin. Daliqandina qeşayê li kêlekên başûrê çiya heta 3900 mîtro, li kêlekên bakur heta 4200 mîtro, berjêr bûye.  Ji van şaxên qeşayê ya herî mezin li geliyê bakurê rojhilatê kraterê tê dîtin.  Ji ber şepola zêde, qeşayên ku car bi car berjêr ve şiqitîne bû sedema çêbûna qeşagirtek mirî (qeşaya nûvekirî) di bilindahiya 2370 mîtro ya de  li deverên jêrîn ên geliyê pêçaye.

Çiyayê herî mezin ê Kurdistanê Çiyayê Agiriyê li gor Încîlê pîştî tofanê  , keştiya Hz. Nûh li serê Çiyayê Agirî daniye û ji ber vê yekê Çiyayê Agirî weke çiyayekî pîroz tê dîtin.

Li gorî baweriyek din ve jî, di Peyamana Kevin de, di nivîsa Tekvin hatiye nivîsandin ku Keştiya Nuh li çiyayê roniştiye.  Lêbelê, di Quranê de tê gotin ku Keştiya Nûh li ser Çiyayê Cûdî rûniştiye.  Di salên 1950an de, di wêneyên hewayî de şeklên mîna keştiyê wekî hebûna keştiya Nûh hate şîrove kirin, lê piştra derket ku ew bê bingeh in.

Çiyayê Agirî ku di pirtûkên pîroz de jî derbas dibe. Di zimanên cûda de gelek navên Çiyayê Agiriyê hene. Navên sereke ku zêde têne bikaranîn ev in; Ararat, Kuh-i Nuh, Cebel'ûl û Haris in.

Kronolojiya çalakiya volkanîk ya Holocene ya ku bi Çiyayê Agiriyê ve têkildar e an ji aliyê vekolînên arkeolojîk, dîroka devkî, tomarên dîrokî, an jî kombînasyona van daneyan ve tê tomarkirin kirin, ku ev delîl dide teqînên volkanî yên Çiyayê Agiriyê di navbera salên 2500–2400an,  Berê Zayîna Îsa de (BZ) di sala 550an de, Pîştî Zayîna Îsa de di salên 1450 û 1783an, û di 1840an de çalak bûye.  Delîlên arkeolojîk destnîşan dikin ku teqînên teqîner û herikînên pîroklastîk ên ji milê bakurê rojavayê Çiyayê Araratê, herî kêm yek ji wargeha çandê ya Kura – Araxes rûxandiye û binax kiriye. Di salên 2500–2400 de bûye sedema gelek kuştina mirovan.  Dîrokên devkî diyar kir ku teqînek girîng a mezinahiya nediyar di 550 Berî Zayînî de qewimiye û teqînên piçûk ên xwezaya nediyar dibe ku di 1450 û 1783an de pêk hatibin. 

Li gorî şîrovekirina daneyên dîrokî û arkeolojîk, erdhejên bihêz ên ku bi teqînên volkanî re têkildar nabin jî di salên Berê Zayînê 139, 368, 851-893 û 1319an de çêbûye.  Erdheja sala 139an û şimitoka ku di sala 1840an de ji lûtkeya Çiyayê Agiriyê herikî bû sedema qurbaniya gelek kes an.

Di 2ê tîrmeha 1840an de li Çiyayê Agiriyê teqînek avî ya binê erdê çêbû û ji şikestinên radyal ên li aliyê jorîn ê bakurê çiyê herikîna piroklastik pêk hat û di teqînê de  erdhejek bi mezinahiya 7,4 pêkve qewimiye. Di vê erdhejê de 10 hezar kes mirin û  ziyanek mezin çêbû.  




#Article 265: FolderShare (237 words)


Di sala 2002'an de endustriya muzîke bi serkeftî derîye Audiogalaxy, bernameya P2P ko wêrise Napsters girtibû girtin, Niha serkare Audiogalaxy berî, Michael Merhej, bi bernameyek nû ji bo sîstema P2P vegeriya. FolderShare.

FolderShare veke ku navê ve dibeje lihevparîkirina belgedank û dosîye, Tu dikare dosîyeke çebike û tije belgedanke ku tu dixwaze bi heval û xelkê ji her terefê dinye re belavbike, Taybetî ez bawerdikim gelek mirovên kurd ko astengîye ji bo peydekirina klame dengbêjên kurdî dikşînin çareser bibe.

Bi FolderShare tu dikare wêne, belgedankê musîk, zip, rar, iso, bin, cue, doc parîbike, Varê ewledarîye de jî qeysa FolderShare ji gelek bernameyên dinî P2P parastire, Hemû pêwendî bi alîkariya şîfrekirinek 256-bit derbasdibe, Herveha komunîkasyon jî bi bawernameya-RSA hatîye parastin, Di bernameye de funskiyona lêgerîne tuneye, ji ber vilo parîkirina bernameyen cerdevan (pirate) hatîye sînorkirin

Bernama FolderShare belaş e, tu dikarî ji malpera van dakişîne, Le ji bo xelkê ko funksîyonen hêzdartir dixwazin dive bibin abone, li gorî şopana malpera FolderShare tu spyware têde tuneye, Bername heta niha tene ji bo Windows lihevhatîye.

Çaxe Audiogalaxy hate girtin û ket nav rûpelên dîroke, Michael Merhej şîrketek bi navê ByteTaxi li Texas damezirand. Piştî Pêşvebirênên bi sala şîrketa van niha bernameya P2P, FolderShare teqdîm dikin. ”Me xwest xwegihandina belgedanka hêsantir bikin, heta yek dikaribe gelek kompûtera bikarbîne” dibeje Michael Merhej û berdewam dike, ” Min bixwe pirsgirek dîtin, em dixwazin xelk hêsantir li ku be xwebigihînin belgedanke xwe”

Çavkanî: www.omerya.com




#Article 266: Vîrus (xêvjimêr) (105 words)


Vîrus, kodeke nivîsandî ye ku xwe bi serê xwe tomar dike, an jî xwe bela dike. Ew piranî ji bo xerabkirina komputerên din hatine nivîsandin. Gelek şiklên vîrusan hene; vîrusa faylan (vîrusên belgedankê) li belgedankan digere û xwe bi vî havî bela dike. virusa bootsektorê ji xwe dixe sektora startup dîskxane an jî dîsketan, çaxê yek jî dîskxane an jî dîsketê dest pê bike ev vîrus xwe belav dike. Vîrusen îro piranî tên bikaranîn makrovîrus in û ew jî berê xwe dide Office.

Cara peşiyê di sala 1948an de ji aliye John von Neuman ve ramana xêvjimêr ku xwe bi xwe kopî kirin derxistiye holê.




#Article 267: MS-DOS (129 words)


MS-DOS (Microsoft Disk Operating System) sîstema şixûlandina pêşîn ji bo PC (Personal Computer) bi bingeha serdarîye karaktera bû.

Bi rastî dîroka DOS bi berhema şîrketa Seattle Computer Products destpêkir, Sala 1980 de şîrket li ser berhema QDOS (Quick and Dirty Operating System) ji bo PC yen IBM (8086, 80286, 386, 486, Pentium) dixebitîn, şîrketa ko nûjen hatîbû damezirandin Microsoft a Bill Gates, QDOS kirîn û versîyona yekem di sala 1981 de bi nave MS-DOS afirandin, ji ber vilo vek MS-DOS te naskirin.

Berhemdaren din jî li ser nave xwe versiyonek DOS pêşxistin, nava wan de IBM versiyonek bi nave PC-DOS pêşvebirin. Piranîyen bikarhênere PC îroj versîyoneke Microsoft Windows bi rûbayî vek Windows 98, Windows NT, Windows 2000, Windows XP, Windows 2003 bikartîne, û Microsoft pêşxistina DOS hêdî hêdî sekinand.




#Article 268: Pêxember (126 words)


Pêxember, ango pêẍember, kesên dînên îbrahîmî ne ku li gorî pirtûkên pîroz ên van dînan ji mirovan re ji Xwedê xeber didin.

Pêxember gotineke kurdî ye û ji du bêjeyan pêktên, Peyam û ber e. Dema mirov herdû bêjayan bike yek dibe Peyamber. Peyam tê wateya mesaj û ber ew kesê ku peyam (mesaj), ê digine ci ku jê tê xwestin, vêca ev gotin ji qalibê wê yê kurdî hatiye derxistin û bûye Pêxember.

Pêxember û qasidên ku navên wan di Quranê de hatin 27 kes in.

Bavê însana Adem, Îdrîs, Nûh, Hûd, Salîh, Îbrahîm, Lût, Îsmaîl, Îshaq, Yaqûb, Yûsif, Şû’eyb, Eyûb, Zulkîfl, Mûsa, Harûn, Dawid, Silêman, Îlyas, Îlyas (Elyesa), Uzeyîr, Xidir, Yûnis, Zekeriya, Yehya, Îsa û Muhemmed Pêxember ku paşiyê tevê Qasid û pêxmberan e.




#Article 269: Quran (986 words)


Quran an jî Qur'an ‎(), pirtûka pîroz a olê Îslamê ye

Çar pirtukên munezzel, ango yên ji aliyê Xwedê ve hatine li ser rûyê erdê. Her yekî ji wan ji bo pêxemberekî Xwedê ji bo rêsanedana wî ji bo mirovan hatiye rêkirin.

Quran, li gorî bawermendên Misilman gotinên Xwedê ye û ew di sala 610an a piştî mîladê, ji alî Xwedê de bi rêya wahîy ve ji Muhemmed re gava ku ew 40 salî bû, di şeva leyletûl qadirê hatiye rêkirin. Quran ji 114 sûretan (sûreyan), 6.236 ayetan û 77.934 (77.437) gotinan hatiye çêkirin.

Pirtûka yekê ku li gorî bawermendan ji aliyê Xwedê ve hatiye erdê Tewrat e. Xwedê ew bo Mûsa rêkiriye. Lê ew 750 salan pistî nazilbûna xwe hate komkirin. Dawid, texmînen, berî Mîladê, sedsalê 10'an de jiyaye. Xwedê Zebûr ji bo xatirê wî rêkiriye. Bo Tewrat û Zeburê, bi hevre Ahd-î, Atîk tê gotin. Berî Mîladê di sala 1200‘an de dest bi nivîsandina wan hatiye kirin û ev yeke 1000 salan dewam kiriye.

Încîl jî (di Ahdî Ceddîd de) ku bo Îsa Pêxember hatiye rêkirin, jî di cih de ne hatiye nivîsandin. Piştî Mîladê sala 110‘an de dest bi nivîsandina wê hatiye kirin. Qur‘an di sala 610‘an, piştî Mîladê, bo Muhemmed hatiye xwarê. Û ew di çaxeke kurt de hatiye nivîsandin. Ji van her çar pirtûkên Xwedê re pirtûkên Îlahî) (pirtûkên Xwedayî, tê gotin. Li gor gelek dîtinên cihê, cihê, ji van ew her sê pirtûkên îlahî, ango Tewrat, Zebûr û Incîl, di pêvajoya dîrokê re naveroka wan hatine guhetin, ew ji rastiya xwe hatine dûrêxistin. Lê, li gor misilmanan, ev yeke bo Qur‘anê ne welêye, ew ya heqîqiye.

Li gorî ola Îslamê , pirtûka Qurana pîroz ji gotinên Xwedê hatiye çêkirin. Ew pirtûka dawiyê ye ku ji aliyê Xwedê ve û ji bo pêxemberê yê dawiyê, Pêxember Muhemmed, gava ku ew 40 salî bû, di sala 610, di şeva Leyletûl Qadir de, bi rêya wehiya Xwedê, bi rêya melekê Xwedê, Cebraîl ve hatiye rêkirin. Qur‘an-a Kerîm, hino-hino, ayet bi ayet, dihate rêkirin. Ji xwe jî, Xwedê, bo vê yekê jî weha dibêjê: (Me) Quran-a Kerîm bo insanan, çax bi çax, da ku bixwînin û têbigihin,lê, li hino-hino belavkiriye û rêkiriye (el-Îsra: 160). Rêkirna Quranê, bi vî awayî ew bo parastin û jiberkirina wê hesanîtri kir .

Gava ew nazil dibû (dihate erdê), Muhemmed jî di cih de ew bi alikariya katibên wehyê, yê eshaban, di huzura wan de li ser çerman, li ser kevirên sehîk û li ser melzemeyên din dida nivîsandin û nûsxeyek jî li mala wî dima. Li aliyên din jî, gava her ayetek wehî dibû, ango dihata xwarê, ew di cih de, ji xeynî nivîsandinê, ew ji aliyê hafizan (Qur‘anjiberan) ve dihate jiberkirin jî. Ev yeke li gor rêsana Mihemed cih û tertîba wê ayetê û ku gava Cebraîl ew gihandî Resulê Xwedê, welê dihate pêkanîn.

Hersal di meha Remezanê de, Muhemmed 10 rojan dikete îtîkafê, ango dirûnist û bes îbadet dikir, Qurana ku ji Cebraîl  re dixwend. Cebraîl jî Qur‘an ji wî re dixwend û bi vî awayî wan xwendina hevdû didan li ber hev; bi awayekî din, wan ew kontrol dikirin. Dota Muhemmed, Fatime, dibêjê ku bavê wê carekê bo vê yekê weha gote wê: Dota min, her sal Cebraîl carekê Quran dida ber ya min, lê îsal wî ev yeke ducar kir. (Ji vê jî) bêguman, texmîn dikim ku ecelê min nîzik bûye (Buharî,Tecrîd-î Sarih, Tercume, Cilt II, Hadis 1767). Ebu Hureyre  jî: Resullullah her sal cerekê; sala wefat kirî du caran Quran da ber ya Cebraîl û 10 rojan, sala wefat kirî 20 rojan kete îktîfayê (Buharî, Fedaîlû Quran, bab: 8 (Kane Cebrîl ya‘rîdu‘l Qur‘an) . Piştî wefata Pêxember, di çaxê Ebubekir de, di şerrê kesên ji dîn vegerayî de, Yemamê (633) 70 hafiz şehîd bûn. Ev yeka Omer tirsand. Wî mûracatî Ebûbekir kir û wî jî kare bo nivîsandina Quranê da Zeyd Sabît, katibê ku Mihemed jê hez dikir. Hemû meteriyalên li ser Qur‘anê dane Zeyd û wî jî ew û yên hafizqur‘anan da ber hev. Pistre, her sure, ayet, ku bi wehî hatibûn xuyakirin, li gor hatina wan hatin rêzkirin û bi lehçeya Qureysiyan hate nivîsandin. Navê wê MUSHAF hate danîn.

Piştî wefata Ebubekir, ew teslîmî Omer hate kirin û di taliyê de, gava Osman bû Xelîfe, wî komîteyek di bin serokatiya katip Zeyd bin Sabît de avakir û ew surê, ne li gor hatinan wan, lê li gor girêdanên wan bi hev re, tertîp kir û 7-8 nûsxe nivîsandin û li wilayetan hatin belav kirin.

Qur'an li gor van bingehînan hatiye rêzkirin:

Sûre: Maneya Şeref, rutbeya mezin yan jî bingeha xanî didê. Li gor ilmê tefsîrê Quran ji qismên sûreyan tê pêkanîn. Sûre jî, ji ayetan tê pêkanîn. 114 sûre ango qisim yên Quranê hene.

Ayet: Maneya , elamet, îsaret, îbret, delîl , mucîze didê. Li gor ilmê tefsîrê, ayet maneya, yan jî hukmekî îfade dikê.

Hijmara ayetan, li gor Zemahşerî 6,236. Ji wan hezar ayet Imre, hezar Nehye, hezar Wa‘de, hezar Wa‘îde (tehdîde), hezar dengûbas û qise, hezarek jî ibret; 500 Ehkam (helal û heram), 100 tesbih û dua û 66 jî di warê nesîhetê de ne.

Gotinên Quranê li gor Medîneyiyan, 77.934, li gor Mekeyiyan 77.437.

Quran bi serê xwe mucîzekî giran e.
Ji ber ku Muhemmed pêxember mirovekî sêwî bû û xwendevan nebû ku ew bikaribe Quranê ji ber xwe binvise.

Ji ber ku Quran tiştê ku di sedsala 20 û 21´de bi zanista naha ve hatine zanîn di Quranê 1400 sal berê nîşan dabû.

Mirov dikare bi kurtasî van mucîzeyan waha berbi hev bîne:

Qur'an bi erebî hatiye nivîsandin, 

Qur'anê, berê Mamoste Hejar zivirand zimanê Kurdî piştê wî ji aliyê Husein Muhammed ve hate wergerandin. Li tirkîye ji di sala 1997an de ji alîye Abdullah M. Varlı ve ziviri zimane kurdi.
Wegereke din di malpera al-shia.com de heye.
Qur'an ji aliyê Mele Muhemmed Şirîn ve hatiye wergerandin. Bi navê Tefsîra Şirîn.

Di Qur'an de 114 ferker (sûre) heye. 




#Article 270: Fizîk (532 words)


Fizîk (grekî φυσική, fyziké a xwezayî) zanistek siruştî ye, ku zagonên bingehînên xwezayî, her tiştên ku xweza bi wan ve ava bûye û bandorgewrînên wan li ser hev lêdikole. Fizîk hem bi gewşîn û helwestên bûjen û zeviyan ve, di dem û cîh de, û hem jî bi avahiya dem û cîh ve dikeve.
Fizîk xwezayê bi awayê jimarî, bi modelên siruştzanistî, ango teoriyan şîrove dike. Herwiha dikare texmînan li ser gewşînên pergalên tên temaşekirin, bi dest bike. Ji bo vê yekê zimanê matematîkê bikartîne.

Wek ji navê wê tê têgihîştin, di navenda fizîka ceribandinê de ezmûn heye. Bingeha emzûneka fizîkî nirxandina gewşînên pergaleka hatiye amadekirin bi jimaran e. Ev nirxandina jimarî bi pîvanê tê darxistin.Di pergalên emzûnan de gewşînên dembende (dînamîk) an yên demazad (statîk) tên pîvan.

Erka fizîka teorîk zivirandina modelên emzûnî, yên fizîka ceribandinê, li ser teroriyên bingehîn ên nas, an li ser gumanên bingehîn (hipotez), yên herjimareka dengaz-hindiktirîn bi matematîkê ye. Ji wir wê de, ji modelên êdî nas jî rawêj, ên dikarin werin nirxandin, dardixe.

Fizîka matematîkî dikare wek şitleka fizîka teorîk were dîtin. Tenê di bikaranîna modelan de ji hev cihê ne. Fizîka teorîk matematîkê wek zimanê fizîkê bikartîne, a matematîkî ji modelên fizîka teorîk pergalên matematîkî dardixe.

Encamên lêkolînên fizîka bikaranînê jî di qadên nefizîkî de cîh digrin, wek teknîk, elektronîk.

Bi pêşveçûna zanista kompûterî û, bi wê bende, bi xurtbûna pergalên kompûterî bikaranîna kompûteran bû rêbazeka girîng a fizîkê. Fizîkzanên komputerî ne bi tenê teorîvan, ji ber ku ew bi simulasyonan teoriyan diceribînin û ne jî bi tenê emzûnvan in, ji ber ku ceribandinên wan tenê di xwejimêran de dimeşin.
Di her herêmên fizîkê de simûlasyon cîhekî pirr mezin digire.

Teoriya relatîvî ji Albert Einstein (wek Albert Aynştayn bixwîne) hat avakirin. Têgihîştinek bi bingeh ve nû ji bo dem û cîh anî. Dem û cîh ne tiştên gerdûnî ne. Ji bo her temaşevanek navberên demî û cîhî ji hev cûda tên dadkirin. Sê dîmenziyonên cîh û dem bi hev re dihelin û dibin çar dîmenziyonên cîhdem. Hêza giraniyê ji xwarbûna demcîh peydah dibe. Sedema xwarbûna demcîh jî hebûna laş û hêz e. Bi dîtina Einstein laş û hêz yek tişt in.

Armanceka fizîkê ew e, ku formuleke gelerî, ku bikari be ev her çar hêzan di formulekî de yek bike, (formula cîhanê) were dîtin. Heta niha tenê hêza karebar û hêza magnetî hatin yekkirin. Her du hêzên dendikî (ên atomê), a jar û a xurt, û a karebar (elektro-magentî) jî di formula super symetry de hatine yekkirin. Lê di raya giştî a fizîkzanan de hîn bi tevahî nehatiye pejirandin.
Serêşa herî mezin, di vî warî de, hêza giranî derixe holê. Ji ber ku, li hember hêzên din, hêza giranî zaf nimiz e û di derdora laboratorkî de nikare were pîvan û herwiha yekkirina wê bi hêzên din ve pirr dijwar e. Di teoriya string (string = ta, bend) de, bi taybetî jî teoriya M de, tê gotin, ku bûjen ji stringan, ango ta, cêkirî ye. Ev string ji perçên atomî ên nas zaf piçûktir in (10-35 m) û yek dîmenî ne. Teoriya (super-)string gerdûneka yazdeh dîmenan dipejirîne.

Ji ber dijwariya îsbatkirinê ev û hin teoriyên din di raya giştî a fizîkzanan de hîn rûneniştine.




#Article 271: Aforîzm (138 words)


Di wêjeyê de afrozîzm hunereke vegotinê ye. Vegotineke kurt, eşkere û bi hêsanî tê fêmkirin e ya hin taybetiyên bingehîn ên di hin mijaran de ku divê teqez bên zanîn.

Hinek aforîzma:

(Cesare Pavese) 

Kesayetiya herkesî dişibite kesayetiya dewlata ku tê de dijî.
(Platon)

Ziman ji dest drêjtir e.
(stanîslaw jerzy lec )

Divê hun amade bin ku di rivînên xwe de bişewitin; pêşî hûn nebin arî ma hûn'ê çewa xwe nûbikin.
(Nîetzsche)

Yê ku malê xwe winda kiribe tiştek winda kiriye.Yê ku rûmeta xwe winda kiribe gelek tişt winda kiriye.Yê kê mêraniya xwe winda kiribe hertişt winda kiriye.

Heger di navbêna doh û îro de em şer derxin,em'ê sibê windabikin.
Churcîll

Virr,wek teniya kulekan reşdike zikê mirovan
Pûşkîn

Tiştê ku herî zû zuwa dibe hêstir e.
Çîçero

Ji keştiya bêarmanc re tu ba nikarin alikariyê bikin.
Montaîgne




#Article 272: Şahmaran (4474 words)


Şahmaran (kurdî: Şahmaran, Şamaran, Şaḧmaran), gotinek e ku ji Şaha Maran tê. Şahmaran efsaneyeke gelekî kevn e û li gelek malên kurdan jin li ser paçekî wêneyê Şahmaran çêdikin û li dîwêr didaleqînin. Ev wêneyên ku li dîwarê malên kurdan hene, Şahmaran wekî mareke xwediyê gelek lingan nîşan dide û bi taybetî di navbera dûpişk û mar de wekî ajalekî taybet xuya dike.

Dîroka Şahmaranê, pir kevn e. Gava ku mirov li ser dîroka wê dihizire, mirov pir dîrokeke kûr û bi hizir dibîne. Di nava xelkê de dîrok û çîroka Şahmaranê ji heyemên berê ve berdewam dike. Di nava xelkê de weke wêne dageriya rûmetê û xweşikbûn, hebûn û rastbûnê, jiyan û esîlbûnê û hwd, tê ser ziman. Di nav xelkê çîroka Şahmaranê gelekî tê ser zimên. Ji demên berê ve behsa wê tê kirin. Li ser wêne û dîroka Şahmaranê, di nav kurdan de, ne tenê çîrokek tê ser ziman. Di demên berê de, li ser Şahmaran vegotin û çîrokên ku dihatin gotin, di wan de hinekî bawerî jî pir mezin tê ser ziman. Weke ku bahsa hizreke olî bê kirin, behsa Şahmaranê tê kirin. Dema ku behsa wê tê kirin, bi rêz û hurmet tê behskirin. Bi vê yekê, bi dîrok û çîroka Şahmaran ve, bi hizreke mezin ye civakî re gelek nirx û kevneşopiyên mezin hatina jiyîn û têne ser ziman. Bi zêdeyî li Herême Botanê, di nav kurdan de, Şahmaran weke hizreke olî tê ser ziman. Weke ku berê lê bawerî dihata anîn tê ser ziman. Ev nêzîkatî, dema ku mirov diçe herêmên din yên Kurdistanê jî, mirov rastê wê têt. Lê divêt ku me behsa hebûne şahmaran, me nêht kir, têne bi bêje û wateyên ku di nav xelkê de tê ser ziman û vegotin bênine ser ziman.

Şahmaran, hizreke civakî ya pir kevn e û dîrokeke mezin di xwe de diafirêne. Deme ku bahsa Şahmaran hata kirin, pê re bahsa gelek nirx û hebûnên civakî yên dimên berê de jîn bûn, tê kirin. Di civateka kurd de, tê gotin ku deme ku bahsa Şahmaran tê kirin û dîrok û çîroke wê tê vegotin, heft şev û rojan bahs tê kirin û vegotin, lê nayê xilaskirin. Her weha dirêj û bêdawî ye. Pir kur tê vegotin. Deme ku çîroka wê hate gotin, jin û zarok, mêr û jin, malbatitî û hwd gelek nirx bi hev ve tê vegotin. Di nav xalkê de weke vegotinekê tê gotin ku  Şahmaran deh hezar sal jîn bû. Lê deme ku ev vegotin tê vegotin, pêre hineke din jî têne ser zimên. Tê gotin ku Şahmaran ji ber ku nêvî mar û nêvî mirov bû, karîbu ku bi afsûna xwe, xwe bi tememî weke mirov bide nîşandin û herê nava mirovan û bi wan re weke mirov bimêne û jîn bibe. Bi vê vegotinê re, dihata gotin ku Şahmaran pir qancî bi mirovan dikir. Her deme ku derdikete nava mirovan, ku mirovek di rewşeke zor de bidîta, nêzîkî wî/wê dibû û çi ji destê wê bihatana jê re dikir. Bi vê yekê navê Şahmaran bi awayekî din jî derdikeve, bi aliyê wê yê mirov ve. Ji xaynî wê jî, ew hertimî weke Şahmaran, her tim hebûn dihata ser ziman. Li herêma botanê deme ku bahsa wê dihata kirin, weke ku bahsa pîroziyekê bikin, dihata kirin. 

Şahmaran, nêvî mirov û nêvî mar bû. Bi vê yekê re, dihata dîtin ku di dinyê de ti kesek weke wê xweşik nebû. Ti kes li ser wê re ne xwediyê xweşikatiyekê bû. Ji vî alî ve, dema ku behs dihata kirin, ev vegotin; weke dageriyeke xweşkatiyê dihata vegotin. Deme ku ev vegotin dihata kirin, pê re, wêne şahmaran ye ku hatibû çêkriin li ber çavan dihata zîn kirin. Mirov dikare bêje ku Şahmaran, ne tenê dageriya xweşkatiyê bû, ew dageriya rûmet û hebûnê jî dihata dîtin. Loma, di her malaka kurd de, wêne wê ye ku bidest bi neqş hatî çê kirin, hebû. Ew wêne, bi hêtên hundurû ve dihatine dalaqandin. Mala ku wêne Şahmaran têde bû, ew mal hinek ji xwe bi bawer bû. Hinekî li ser xwe bû. Di nav xalkê de bi rêz bû û bi tifre bû. Her weha mezin bû. Her keçika dihata zewicandin, pê re dayika wê, xalîçeyeka ku wêne Şahmaran ku li ser hatî çêkirin didayê de û wê jî bi xwe re dibîr. Ev yek, weke kevnşopîyeka pir bi rêz û bi hûrmet bû. Pir rûmeteka mazin di vê kevneşopiyê de dihata ser ziman. Bi vê yekê girêdayî mirov divêt ku pîroziyê jî bi Şahmaran re bi vê kevneşopiyê re bêne ser ziman.

Li Şahmaran baweriyaka mazin heya. Deme ku bahsa wê tê kirin jî, ew bawerî tê ser ziman. Baweriye li Şahmaran, di xwe de xwediyê hinek xosletan bû. Ev xosletan jî, bi baweriye olî re pir caran dihata navhevkirin. Di mala kurd, ku mirov bahsa wê bike, divêt ku mirov bêje ku pir xwediyê hebûneke mazin bû. Kevneşopîye wê ya mazin hebû. Li gor wê kevneşopiyê, nirxbûn hebû. Hizir û bawerî, kevneşopî û çand, mirov û civak bi hev ve girêdayî di wê kevneşopîyê de bi nirxne mazin dihata ser ziman. Şahmaran ev hemû, bi wê wêne xwe bi dager dikir. Ji ber vê yekê pir girîng bû. Wê Şahmaran di her malê de huzurek û rehetiyek dide çêkirin. Bi herkesekê di malê de baweriyek û ji bawerbûnek bi wan re dide çêkirin. Bi vê yekê mirov divêt ku bêje ku pir girîng bû.

Di civatan de jî, deme ku dihata vegotin, pir bi rêz dihata ser ziman. Di wê rêzê de ew bawerî û bawerkirin jî, pir mazin û bi nirx dihata ser ziman. Deme ku dihata vegotin ji, pir bi bal lê dihata hisandin. Her mirovê kurd, yên ku zarok jî bana, demeke ji aliyê dê û bavê wan ve birine civatan û lê dihatina rûniştandin. Ji ber ku li Şahmaran bi hisênin. Diviya bû ku herkesekî zanî bana. Ev yek weke pêdivîyekê jî dihata dîtin. Di nava kurdan de, her demî, mirovên zane û biaqil, di civatan de lev digahana hevdû. Deme ku lê digahana hevdû jî, êdî ji hevdû re diaxiftin û bahsa Şahmaran û dîrok û çîrokê wilo yên di nav xalkê de dihatina kirin. Di nava kurdan de kevneşopîye civatê, bi vî awayî, ev nirxên xalkê û civakî li di parastin. Her timî kurdan zarokên xwe bi xwe re dibirine civatan û bi xwe re li civatan didana rûnandin, da qana hinek tiştne di daberê dîrok û zanebûnê de his bikin û pê mazin bibin.

Vegotina Şahmaran, pir kevn û dîrêj e. Di nava kurdan de weke ku tê gotin, pir dîrêj e. Vegotina Şahmaran, wêneyekê mazin yê çanda kurd e. Li ser vê vegotinê, pir tê vegotin. Di nav xalkê de pir bahs tê kirin. De ne, bi vê yekê re, mirov dîvêt ku kevneşopîyeke kurdan ye pir girîng bêne ser ziman. Ew kevneşopî jî jin e. Jin di civaka kurd de pir mazina û bi kevneşopî ye. Li ser wê çandaka pir mazin heye. Di demên berê de ev yek weha ye. Pîroziyek di jinê de dihata ser ziman. Ev pîrozî jî pir mazin bû. Bi nirx û kevneşopî bû. Di malê de, yê ku mal ava dikir jin bû. Di nav civakê de, yê ku aramî jî di parast ew bixwe bû. Desmala serê jinê pir bi wate û pîroz e. Dema ku dû mêr an jî aşîr ku ketiban ber hevdû de bi berberiyê, hingî, ku di civatê de jinê çûban û li pêşiya wan sekinî bana û desmala serê xwe ji serê xwe kiriba û avêtiba nava wan, hingî, wê wan ew berberiya di nava xwe de di cih de bi dawi kiriban. Ev yek her weha pir girîng û pîroz e. Di nava kurdan de mîr çend ku mazin û bi nirx û bi bîryar e, wî jî, bi wê mazinatiya xwe jî, nikaribû li ber wê kevneşopîye di nava xalkê de bisekinîyana. Wî jî diviya bû ku rêze xwe jê re bidana nîşandin. Ev yek, ku nebûna, wê wî mîrî ji rêz di nava xalkê de ne girtibana. Bi vê yekê jin, bi nirx û çand hebû. Lê rêzeke hebû. Ev rêz bi mazinatiyekê dihata ser ziman. Di nava xalkê de, di civatan de, jin di civatan de dirûnişt û hizre xwe dianî ser ziman. Di civatên bi jin de bahsa Şahmaran û nirxên wê û hebûna wê pir dihata kirin. Weke ku bahsa wê hebûne jinê ye li wir di wê heyemê de bikin, her weha bahsa wê dihata kirin. Ku bahsa Şahmaran dihata kirin, hingî, bahsa wê pîrozîye jinê jî dihata kirin. Ew rewş û Şahmaran bi hev re di wê hebûnê de bi hev re dihatina ser ziman, her weha mîr jî li ber wê bi rêz bû. 

Ku bahsa Şahmran hata kirin, hingî, êdî pêde, bahsa serpêhatiyên Şahmaran jî dihata kirin. De ne, pir serpêhatiyên Şahmaran hebûn. Pir tişt wê jîn kiribûn. Gelek tişt û rewş hatibûna serê wê di jiyanê de. Ew serpêhatî û rewş hemû jî  di civatên mîr de dihatina ser ziman. Civatên mîr civatên ku bi nîrx bûn. Ku di wir dihata ser ziman jî, pir birêz û mayînda dihata ser ziman. De ne, Şahamran, deh hezar salî jîn bûbû li jiyanê. Ji ber vê yekê pir dîrêj bahsa pir serpêhatiyên wê dihata kirin. Her serpêhatiya wê ji, ku bahsa wê dihata kirin, pir biêş dawiya wê dihat. Ji ber ku Şahmaran di nava mirovan de pir rastî bêbaxtiyan hatibû. Bi bêbaxtî pir tişt hatibûna serê wê. Li kê bawer kiribû, baweriya xwe anîbû, di dawiyê de bêbaxtiyak derketibû pêşiya wê. Ji ber vê yekê jî Şahmaran, êdî ji nava mirovan xwe dabû alîkî û xwe veşartibû. Êdî weke berê di nav mirovan de ne dima. Wê piştre jiyanaka xwe ya mazin û dirêj di bin ardê, li cihê ku wê cihana xwe têde avakiribû, di wir de bidest jiyana xwe kir. Weke mar êdî jiya bû. Ew ji xwe, şaha maran bû. Mar hemû pêve girêdayî bûn. Wê li wir, di bin ardê de, jiyanaka weke ye li ser ardê ji xwe re bi jiyana marî ava kir û tê de jîn bû. Mar jî, hingî, bi ziman bûn, weke mirovan diaxiftin. Bi ti kesekî ve ne didan. Her weha jiyanaka wan hebû. Şahmaran, lê car bi car xwe bi tememî dikira awayê marakê de û derdiket û li jiyanê dimeyîzend. Ji ber ku ew nêvî mirov bû, êdî destê wê jû bi tememî ji mirovan ne dibû. Deme ku derdikete derve jî, diçû mala ku jineke ku kurekî xwe jîn dibe û pir xizan bûn. Ew mal jî tenê çêlekeke wan hebû û pê dabara xwe dikrin. Şîrê ku jê dihildan, dikirina mast û difirotin û pê dabara xwe dikirin. Şahmaran ku diçû wir, wê hinekî ji wê şîrê malê di vexwart û ji dêla vexwartina xwe jî, her roj zêrek di cihê de dihişt û divegerehe. Jinek pîr ye xizan jî, ew mar dîtibû, lê wê hê nizanibû ku ew Şahmaran bixwe ya. Lê Şahmaran kiribû dilê xwe de ku qanciyekê bi wê jinê jî bike. Ev rewş weke demekê berdewam dike, û di demê de jî rewşe mala xizan pir xweş dibe. Piştre di dawiyêde, jin jî pê dihisêne ku ew Şahmaran e. Lê deme ku jin pê dihisêne, êdî xwe negirê û ji hinek mirovên din re jî rewşê têne ser ziman. Piştê ku ew dibêje, êdî Şahmaran jî pê dihisêhe ku wê jinê ji hineke din re ew gotiye û bahsa wê kiriya. Êdî Şahmaran nema diçê wir. Piştre bi qadarekê, êdî ew di cihê xwe de bi tenê dimêne û bîryara xwe dide ku êdî dernekeve ser ruyê ardê.

Piştî ku ew weha bîryara xwe dide, piştre, di cihê xwe de dimêne. Lê rojekê du zarok ku bi hev re li ser ruyê ardê dileyizin, êdî yek ji wan dikeve çalaka avê ku av wilo zêde têde nemaya û weke ku ava têde çikahaya. Ku ew kurike ku dikeviyê de jî, navê wî Canşap e. Deme ku ew dikeve wir de, êdî ew xwe di nava maran de dibîne û pir ditirsêhe. Lê marakî mazin pêre dipeyivê û dibêjiye de ne, ji me ne tirsihe, emê ti zirerê ne dina te, lê tê êdî ji wir dernekeve, ji ber ku te em dîtin û ti bi mere axiftî. Piştre mar wî bi xwe tênine ber Şahmaran. Deme ku wî tênine ber Şahmaran, êdî ew dibîne ku ew Şahmaran çend jineke bedew û xweşik e. Ew jê pir bi bandûr dibe. Dilê wî di cih de bidest avêtinê dike û laşê wî germ dibe û weke ku ji rihekî bikeve rihekî din de lê têt. Lê weke ku hinekî tirs jî pêre di dilê wî de çêdibe. Şahmaran farq dike ku hinekî tirs ketiye dilê wî de. Piştre Şahmaran pêre diaxivê û dibêjiye de ne ne, ji me ne tirsiha, wê ti tiştek bi te newê kirin. Piştre ew jî, Şahmaran bidest axiftinê pêre dike. Lê di wê heyeme de, dilê Şahmaran de bidest zûavêtinê dike û Şahmaran jî piştre êdî dil dikeve wî de. Ew jî hij wî kurikî dike. Canşap, piştre weke qadarekê li wir pê re jî dibe, dibin ardê de. Piştre rojekê dilê kurik dixweze ku derkeve ser ruyê ardê. Ji ber ku pir bîre mala xwe û hevalên xwe kiriya. Piştre rojekê Şahmaran te ber wî û dibêne ku wa Canşap pir xamgîn e û jê di pirsê, ku ji ber çi ew xamgîn e. Ew jî derdê xwe jê re dibêje, ku jê dixweze, ku destûre bidiyê de ku herê ser rûyê ardê. Pêşî Şahmaran vê yekê naxweze, lê piştre ku isrer dike, êdî wî naşikêne û destûrê didiyê de ku herê ser ruyê ardê. Lê berî ku derkeve, Şahmaran jê re dibêje haya nahaka her mirovê ku min dît, bêbaxtî li mîn kir. Ti jî, tê bêbaxtiyê li min bike. Lê herê, bile bê. Ku ew wilo dibêje, êdî Canşap dibêje, ne, ezê li te bêbaxtiyê ne kim û jê re sund dixwe. Lê Şahmaran dibêje sund nexwe, tê bike, me ne tu jî mirov î. Piştre Canşap ji wir derdikeve û tê derve. Ku kurik derdikeve, êdî di nava xalkê bi merengozitiyê bidest kar dike û derbara xwe dike.
 
Lê keyê ku heya ji, di wê demê de keça wî bi nexweşiyeka ku pir giran ketiye û tê gotin ku heya wê kêlîkê tu kesekî û ti hekîmî nikariya ku wê rehet bike. Bi vê yekê, êdî ew jî li gelek mirovên hekîm ku keça wî rehet bikin digerihê. Lê her hekimê ku dibêje ezê wê rehet bikim û nikarê bike jî, serê wî tê jê kirin. Bi vê yekê, tê gotin ku serê gelek mirovên ku di wê heyeme de gotine key, emê keça te rehet bikin û ne kirina, jê bûya. Rojekê tê gotin, ku mirovek tê wir û dibêje ku ezê rehet bikim. Tê gotin, ku çavên wî jî di wê de ya ku keçikê ji xwe re bêne. Berê ku ew mirov bidest rehetkirinê bike, pêşî dibêje key, ezê keça te rehet bikim, lê ku min rehet kir, ezê pêre bi zewicim. Ji gotina tê gotin ku keçik pir xweşik bû. Li dinyeye li ser wê re ti yên xweşik ne bûn. Ew mirovê ku ji xwe re dibêje ez hekîm im, ew jî çi dike û nake nikarê wê keça wilo xweşik rehet bike. Bi vê yekê, ew jî, fahm dike ku wê serê wî jê bê kirin. Ew jî êdî li ser vê yekê bidest hizirandinê dike. Lê kurnakê ku ji xwe re ji bo ku serê wî ji jê kirinê xilas bike ti çarê nabîne. Di dawiyê re, rojekê key dibakiyê de ku were cem wî. Wê rojê key jî bê kêf û tê gotin ku weke ku ew jî weke ku nexweş ketiya. Deme ku ew mirov tê wir, êdî ew wê yekê jî kifş dike. Deme ku ew wê kişf dikê, êdî berî ku key biaxivê, ew mafê axiftinê dixweze û ji key re diaxivê, dibêje, min çara rehetkirina keça te dîtiya. Deme ku ew ji wilo dibêje, êdî key jî di cih de di pirsê ku ka çara çiye. Ew dibêje, tenê yek karê keça rehet bike, ew jî Şahmaran e. Deme ku wilo dibêje, êdî key di pirsê, lê emê çawa xwebigihênin şahmaran. Ew çara wê jî ji wî re dibêje. Û her weha dibêje, deme ku ez hatima vir, min li cem merengozekî rawasgheg da û ez li cem wî sekinim. Piştre dibêje, min dît ku wa bi laşê wî ve pirpirên ku bi maran ve hebûn, pêve min dît. Hebe nebe ew wê karibê wê bibîne. Xwe bi gihîne wî, navê wî jî Canşap e. Lê bi navê 'Lokman' jî navê kurik tê ser ziman.

Piştre, ku ew mirov weha dibêje, êdî piştre key jî fermanê dide ku herin û xwe bigêhenine wî kurikê ku zilêm bahskiriye de. Deme ku dikin ku xwe bigihêninê de, wezirê key dibêje ku wê çawa karibin ku wî nas bikin. Ew ji dibêje ku li laşê wî meyîzênin, laşê wî jî weke yê maran bi pulpula. Piştre zilamê key bidest lêgerinê dikin, yên ku xwe digêhênine wan, li laşê wan dimeyîzênin. Piştre xwe digihênin Lokman. Ji ber ku ew li welatê maran Marîstanê maya, êdî ew jî weke wan bilaşpul bûya. Deme ku wî dibînin, êdî wî dibin û gelekî lê dixin, da ku cihê Şahmaran ji wan re bêje. Lê ew li ber xwe dide û cihê Şahmaran ji wan re nabêje. Piştre wezîr dihizrê ku wê bi wî awayî nikaribe ku wî bide axiftin û jê tiştekî fêr bibe. Piştre ew di serê xwe de planakê çêdike û piştre diçê cem wî, li cem wî hinekî bi zilamên ku lêxistine de jî dixayide û piştre wî dide berdan. Wezîr hizir dike ku Lokman herê, wê rast û rast herê û xaberê bide Şahmaran. Deme ku kurik derdikeve, êdî ew jî wilo dike û lez dike ku herê û xaberê bide Şahmaran, da qana xwe xilas bike. Ji bo ku herê û bêjiye de, lê diherihin diçê deve cihê ku ew têde ya. Lê deme ku ew ji qasrê derketiya ku ketiya rê de ku herê û Şahmaran bibîne, wezir zilamên xwe jî dana pay wî. Wezîr bi xwe jî di pay Şahmaran de ya. Ew ne ji kulê key û keça wî ketiya. Ji ber ku wî bihistiya ku zanebûna dinyayê hemû bi Şahmaran re ya. Haçiyê xwe bigihinê de, wê xwe bigihêne zanebûna dinyê hemû yî. Ew jî dixweze ku xwe bigihêne wê zanebûne wê. Deme ku ew te devê cihê ku ew têde ya, êdî di cih de zilamên key didine peşiya wî, dikevine hundur û Şahmaran digirin û dibine qasrê. Li wir dixwazin ku wê bikujin û di qazanên li ser agir de wê bi kelênin. Qazanekê aliyê serê wê têde û qazana din jî aliyê ji serî şunde, têde bi kelênin. Lê berî ku bê kuştin, kurik tê cem wê û ew jî ji kurik re diaxivê, dibêje ti ji aliyê serê min, ti ji wir vexwa, ji ber ku ew bi jehra, ji ber ku te bêbaxtî li min kir. Kurik jî pir di rewşeke ne baş de ya. Ew jî dibêje bila. Wezîr jî li wan dihisêne. Lê Şahmaran tiştekî din jî gotiya. Gotiyê ku, aliyê min yê din, yê ji xwere pêde, haçiyê ku jê vexwe, wê gihê zanebûne dinyê û deman hemûkî. Piştre Şahmaran tê kuştin û di du qazanan de laşê wê tê kelendin, ku laşê wê dikelê, êdî kurik ji aliyê serê wê divexwe û wezîr ji aliyê xwere pêde. Piştre wezîr li cihê dimirê û kurik jî digihê zanebûne dinyê û deman hemûki.

Şahmaran, li ser cihê ku ew lê jîn bûya pir tişt têne vegotin. Lê Deme ku mirov li dîrok û vegotinên di nav xalkê de li wan dihisêne, mirov dibêne û têdigihê ku li dore Cizîra Botan û Nisêbînê wanderan jîn bûya. Di deme Medan de pir mazin hatiya ser ziman û di wê demê de jî nirxeke bi anîna wê ye ser ziman re, hatiya afirandin. Lê vegotina Şahmaran, bi kevnbûna xwe jî diçê berî demên Mîtanîyan, Hûriyan û Naîriyan wan. Di deme Mîtaniyan wan de, weke nirxeke pîroz hatiya vegotin. Mîtanî jî, li navênde wan Nêsîbîn û dore wê bû. Cihê wan haya bi Rihayê wan deran diçû. Li van herêman pir mazin hatiya vegotin. Piştî wan deman jî li van herêmen weke nirzeke pîroz hatiya vegotin. Li dore Nisêbîne, haya îro jî, di wê demê de çawa bû, wilo ya. Bi heman nêzîkatiyê nêzîkati tê kirin.

Hinek kevir û hinek nivîsên ku haya sadsala 20 min jî, ku li ser nivîs hebûn, li van herêman bi wêneyên Şahmaran de bûn. Piştre ew kevir jî ji van herêmen bi awayekê hatina windakirin. Lê li herême, ku bi kê re tê axiftin, li ser hebûn û nirxê Şahmaran axiftin tê kirin. Şahmrana çanda wê, li Nisêbîn, Cizîra Botan, û li dore bicih e. Li wanderan, heya îro jî, hê vegotinên ku ji wan demên berê mana, bi Şahmaran li ser zimanan e. Di nav xalkê de Nisêbîn ku Cizîra Botan jî di nav herême wê de, di nav xalkê de heyemên berê, weke Welatê Şahmaran jî hatiya bi nav kirin. Li Nisêbînê û Cizîre botan û li dore wan, heya sadsala 19 û 20 jî, ti malên ku bê wêneyên Şahmaran ne bûn. Di her civatên xalkê de wêneyên Şahmaran dihatina dalaqandin. 

Li van herêmên Kurdistanê, gelek kevneşopî bi hebûne vegotin û Şahmaran bixwe, hatina afirandin. Xalk, haya demên dawiyê bi wan jîn bûya. Deme ku li civatekê rûniştin bûbana, pêşî li ser Şahmaran axiftin dihata kirin. Ku bahs nehatina kirin, weke ku ne dibû. Lê bi vê yekê re, ku baweriyê ve girêdayî divêt ku mirov bêje ku baweriyeka mazin bi Şahmaran ve dihata ser ziman. Vegotina Şahmaran jî, li herême bi gelek dev û vegotinên jev cuda dihata vegotin. Pişt dirêj dihata vegotin. Ji ber ku ji aliyê hizrî ve, weke nêzîkatiyaka olî hatiya ser ziman û pir mazin û bi rêz hatiya ser ziman, piştre jî, pir di nav xalkê de bicih bûya. Êdî ne tenê di nav kurdan de, di nav xalkên herêmê yên din de jî bi cih bûya û weke hizreke baweriyê ew jî bi bandûr kiriya. Bi vê yekê mirov karê bêje ku piştî deme Mîtanî û Hûriyan re, her xalkê ku derketiye û an jî têkiliyek bi herêmê re daniya, vê vegotinê bandûr li wan û hizir û baweriya wan kiriya. Bi vê yekê weke baweriyeka Mîtolojiya Mezopotamya li herêmê di nava xalkan de bi varsiyonên xwe yên cûr bi cûr û cuda bicih bûya. Weke destana Rûstemê Zal ku tenê di nav kurdan de dihata vegotin û piştre ku Firdewsî ew nivîsand û piştre di nava xalkê pers de jî bicih bû, her weha wilo ev vegotin û dîrok bi hizir û baweriya bi xwe re bicih bûya. Bi heman nêzîkatiyê mirov karê bêje ku mîtolojiya Yewnanî jî bi bandûr kiriya. Ve vegotina herêmî, hin varsiyonên xwe de di vê Mîtolojîyê de jî çêkiriya.

Li Kurdistanê, divêt ku mirov bêje ku kevneşopîyeka Şahmaran, ku ji gelek aliyan ve tê ser ziman heya. Ne tenê weke mîtolojiyekê tê ser ziman. Ji wê zêdetir û maztir tê ser ziman. Di her malên kurdan de wêneyên Şahmaran, ku li ser Xaliçeyên Şahmaran ên hêtan hatina çêkirin û bi hêtan ve hatina dalaqandin hene. Ev alî, alieykê vê kevneşopiyê têne ser ziman. Di jiyanê de, li gor her komên civakê Şahmaran binirx hatiya kirin. Ev yek jî dide nîşandin ku Şahmaran ne tenê bi nirxekê heya, ne tenê weke kevneşopîyekê heya. Ev yek dide Nîşandin ku weke hizreke pîroz di nav xakê de heya. Bi vê yekê Şahmaran li ser lingan maya. Li Kurdistanê naqşkirin bi çêkirine wêne Şahmaran re nirx dibe.

Bi xalîçe û tiştên ku bi nav û wêneye Şahmaran têne naqşkirin û çêkirin, li alîyekî nirx û kevneşopiya bi Şahmaran de tê ser ziman, li aliyê dî jî, bi ve gotin û pîrozkirinê re tê ser ziman. Deme ku bahs tê kirin, pir li ser tê sekinadin û hêjabûnak tê dayîn jê ra. Li gor baweriyekê tê ser ziman. Ji gelek aliyan ve vegotinên ku li ser hatina afirandin û vegotinên ku bi van vegotinan ve hatina zêdekirin û afirandin jî hene. Hemû jî yên demên berê ne. Di wan vegotinan de hinekan ji wan de ji aliyê Şahmaran yê ku weke jineke pir xweşik hatiya afirandin, weke zilem jî hatina nîşandin. Bi vê yekê zêdebûn hatina kirin. Vegotinên li ser Şahmaran, yên li aliyê rojhilatê Kurdistanê de gelekan ji wan, têde aliyê mirov mêr jî hatiya nîşandin. Lê ji wî aliyê ve her ku çend wêneyên ku aliyê mirov mêr in, hatina çêkirin jî, lê ew wêne wilo zêde derketina pêş di nav xalkê de. Ji ber ku li ser wêneyê Şahmaran, ku aliyê mirov jin e, pir pîrozyeka mazin hatiya çêkirin û ew pîrozî ji ji aliyê bandûriyê ve pir mazin û bi bandûr bûya. Ev alî jî, weke aliyekê din yê vegotina Şahmaran derkete pêş. Her afirandinên ku di nav xalkê de li gor çanda Şahmaran bi ve gotina Şahmaran ve hatina afirandin di nav xalkê de mazin dihatina vegotin û ser ziman. Navende Çanda Şahmaran û afirandinên bi wê ve jî, Nisêbîn û Cizîra Botan bû. 

Ji aliyê hizrî ve, ku di vegotina Şahmaran de, ku bahsa deme ku ew jin bûya ku tê kirin, weke demeke di aramî û aştiyê de tê ser ziman. Di naqabîna mirov û ajalan de jî ew aramî û aştî heya. Mar bi ti mirovî ve nadin. Mirov ti marî ne kujin. Her weha herkesek li ber hevdû di başiyekê de ya. Di ve gotina Şahmaran de ev yek pir mazin derdikeve pêş. Lê bi vê yekê re du hizrên din jî derdikevine pêş. Ew jî, her weha yek bêbaxtiya mirov e, û ya din jî her weha xamginiye dilê Şahmaran e. Di nav xalkê de jî, deme ku bahsa xamgînîya dilê Şahmaran dihata kirin, pêre xamginiya dilê mirov dihata ser ziman. Kengî dilê yekî xamgin bû, hingî ew xamginî dihata ser ziman. Deme ku yekî li yekî dî bêbaxtî jî kiribana, di cih de hingî, ew bêbaxtiya ku hatiya serê Şahmaran dihata bîra mirov. Di wê heyemê de jî,  pir bahsa wê dihata kirin. Bi ve yekê re Çanda Şahmaran afirî bû. Di nava kurdan de jinên ku daq li ser li laşê xwe çêkirin, keçikên ku naqş dikirin, di naqşkirinên xwe de Şahmaran bi kar dianîn. Çi di Mîtolojiye Şahmaran de tê ser ziman, bihizir bê an jî bi wênegerî bê, di naqşan de dihata afirandin. 

Ev nivîsa li ser dîroka Şahmaran, nivîsa Nivîskarê kurd Abdusamet Yigit e û ji malpare PENa Kurdê hatîya girtin.
 
Çîroka Şahmaran destanek dîrokî, kevnar, mîtolojîk û folklorî a neteweya Kurd e.

Bi katalanî: Xamaran, la reina de les serps. Edicions de 1984, Barcelona. ISBN 978-84-96061-33-0. Wergera pertûka Bavê Barzan e.




#Article 273: Dûpişk (267 words)


Dûpişk (Scorpiones), komek e artropodên an girêçikpiyên jehrî ne. Dûpişk, bi derziya di serê dûvê xwe de jehrê berdide dijminên xwe.

Dûpişk li hemû pazemînên Cîhanê dijî ji xeynî Brîtanya, hinek giravên Okanûsiya, Nû Zelenda û parzemîna Antartîkta yê. Li hinek herêmên Kurdistanê jê re dûvpişk, dolpî, tûpişk û hin navên bi vî rengî nêzîkî hev jî tên xebitandin. 

Dûpişk, pir bi jehra. Axlabe ji, li Kurdistanê, li herêmên weke Elih, Nisêbîn, Cizire bota, û li dore vanderan pir dijîn. Li ser dûpişkan li herême botanê bigiştî gelek çîrok li ser hene. Çawa ku weke Şahmaran di nav xelkê de bi mar ve hata afirandin, bi dûpişk ve ji heman afirandin heya. Axlebe ji li herême Cizîre bota û li dore wê pir li ser vê yekê dihata axiftin. Pir çîrok dihatina vegotin. Şahmaran, çawa ku nêvî jin û nêvî mar hata afirandin, Dûpişk ji nêvî mêr û nêvî dûpişk hata afirandin. Bi vê afirandinê ve, pir çirok û vegotin ji hene. Di çîrokên bi dûpişk re bizêdeyê ji bêbaxtî derdikete pêş. Li Dore Nisêbînê ve gotinaka ku bi ji bo ku wê bêbaxtiyê bênin ser ziman dihata ser ziman û ew vegotin ji, li herêmên din yên kurdistanê ji dihata vegotin. 

Vegotinên ku bi dûpişk ve têne vegotin, pir kevn in. Ji demên berê ve ne. Di mîtolojiya kurdan de ji hem bi navê xwe û hem ji hine navên din ji yên ku lê hatina kirin heya. 

Dûpişk yek ji bircan e. Dema havînê birca dûvpişk êvaran gelek baş tê şopandin.

Koma dûpişkan ji 13 famîleyan û nêzî 1400 cure û binecureyan çêdibe.

Koma Dûpişkan




#Article 274: Sedat Yurtdaş (140 words)


Sedat Yurttaş parêzerekî kurd e. Di heman demê de Serokê PENa KURD e.

Di sala 1961ê de li Amedê hatiye dinyayê. Dibistana seretayî, navîn û lîse li Amedê xwend. Di ber xwendina xwe re demeke dirêj di gelek karên giran ên cûr bi cûr de xebitî. Dû re Zanîngeha Stenbolê Fakulta Hiqûqê qedand û li bajarê Amedê dest bi karê abûkatiyê kir. Di hilbijartina giştî ya sala 1991ê de, di îtifaqa HEP û SHPê de mîna parlamenterê Amedê hat hilbijartin. Lê, piştî ku di 1994an de DEP ji aliyê Dadgeha Bingehîn a Dewletê ve hate girtin, bi tevî S. Yurtdaş ve parlemteriya 13 hevalên wî jî betal bû û hate girtin. Piştî ku 16 mehan di zîndana Ulucanlar ya Enqereyê de girtî ma, cezayê 14 mehan lê hat birrîn. Niha li Amedê dijî û Serokê Pena Kurd a Amedê e.




#Article 275: MySpell (171 words)


MySpell bernameya ji bo kontrolkirina rastnivîsê ya OpenOffice.org e. Ji bo MySpell ferhengeke bi kurdî heye. Ji ber vê OOo bernameya ofîsa yekemîn bi kontrola rastnivîsa kurdî ye.    
   
Programên din ji bo kontrolkirina rastnivîsê Ispell û Aspell in. Ferhengên MySpell ji bo Aspell jî tên weşandin. Ji ber vê ferhenga Aspell a kurdî jî heye.   
    
MySpell di asta ceribandinê ye. Guhertoya dawî ya MySpell a Kurdî 0.20 ye.   

Sazkirina MySpell êdî jixweber jî dibe, bi DicOOo 1.4.1 û jê pêşketîtir jixweber tê sazkirin.   
    

Di guhertoyên kevin (1.9) de zimanê kurdî hîn di nav zimanên fermî yên OpenOffice.org de tune bû. Ji ber vê yekê divê mirov bi xwe saz bike. Pêşî bi DicOOo ferhenga MySpell a kurdî daxe. Heke sîstema te Microsoft Windows be, peldankeke (klasor) wekî   

jî heye. Tê de lîsteya ferhengên heyî heye. Vê dosyayê veke û rêza   

lê zêde bike. Êdî OpenOffice.org ji bo zimanê Afrikaans ferhenga kurdî bi kar tîne. Kompûtera xwe bigire û dîsa veke. Qediya. Ji bo pelgeyên bi kurdî zimanê Afrikaans bi kar bîne.   
    

    

   




#Article 276: Peymana Nû (114 words)


Peymana Nû navê beşeke pirtûkên pîroz ên xristiyanan e. Peymana Nû beşa diduyan a Kitêba Pîroz (Încîl) e; beşa pêşî Peymana Kevin e. Încîl ji qurmê (ra, kok) peyva EUANGELION a bi zimanê yewnanî tê. Mana wê Mizgînî ye. Încîl ji gelek pirtûkên cur bi cur pêk tê.

Wergereke Peymana Nû tevî Peymana Kevin ji aliyê weşanxaneya GBV-DILLENBURG li Eschenburg, Almanya hat pêk anîn. Wergêr Mehmet Sait Alpaslan (Seîdê Dêwreş) û Resul Yildirim (Resûlê Qereqoçanî) bûn. Pirtûk di tebaxa 2004'an de derket û ji 1340 rûpel pêk te.

Încîl, yanî Mizgînî (Peymana Nû) di sala 2005'an de bi zimanê Kurmancî ji aliyê Kitab-ı Mukkades Şirketi ve li Stembolê hatiye derxistin. Wergêr Felat Dilgêş bû.




#Article 277: Çiya Mazî (156 words)


Çiya Mazî nivîskarekî kurd e ku di sala 1960'î de li gundê Kufraga Şemrexa bi ser Mêrdînê ve hatiye dinyayê. 

Çiya Mazî ji sala 1993'an û vir ve bi kurdî dinivîsîne. Ji wê salê û heta niha gelek helbest, kurteçîrok, zargotin û nivîsarên wî di kovar û rojnameyên wek Zend, Jiyana Rewsen, Welat, Azadiya Welat, Avaşîn, Hîwa, Mehname, Avesta, Amûdê, Nûbihar, Tîroj û Kevanê de weşiyane. Çiya Mazî demekê di kargeriya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de cih girtiye. 25 salan di daireyên mîna îdareya herêmî ya Mêrdînê û di şaredariya Şemrexê de xebitiye û malnişîn bûye. 5 zarokên wî hene û li navenda Mêrdînê dijî. 

Di sala 1997'an de, di pêşbazşiya çirokan a TUHAYDER'ê de xelata yekê, di sala 1997'an de pêşbaziya çirokan a NÇM'a (Navenda Çanda Mezopotamya) li Stenbolê bi çîroka Agir jî dîl bû xelata teşvikê, di sala 1999'an de pêşbaziya NÇM ya çîrokan de jî bi çîroka Mistek jiyan dixwazim xelata yekem stendiye. 




#Article 278: Dilawer Zeraq (268 words)


Dilawer Zeraq edîtor, wergêr û nivîskarê kurd e. 

Zeraq di sala 1965'an de li Farqînê/Amed hatiye dinyayê. Wî ji dibistana seretayî heta lîseyê xwendina xwe li Farqînê temam kiriye û di sala 1985'an de Zanîngeha Dîcleyê Beşa Matematîkê qedand. Di sala 1996'an de dest bi nivîsandinê kir. Di kovarên wekî Jiyana Rewşen, Rewşen Name, Kulîlka Ciwan, Kovara W, Tîroj û rojanmeya Welatê Me û Azadiya Welat de nivîsiye. Di sala 2004'an digel komek nivîskar di derxistina Kovara W de cih girt û heta hejmara 13'an edîtoriya vê kovarê kir. Di Kursa Kurdî ya Amedê de mamostetiya zaravayê kurmancî kir.

Ew niha jî li Amedê dijî.

, kurteçîrok, Weşanên Sî, Stenbol, 2002. 

, kurteçîrok, Weşanên Aram, Stenbol, 2003.

 (Sêyîneya Winda, pitûka yekemîn) roman, Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2005.

, Tirkî-Kurdî, Weşanên Enstituya Kurdî ya Stenbolê, 2005.

, kurteçîrok, Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2009.  

 (Sêyîneya Winda, pirtûka duyemîn), roman, Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2011.   

 (Sêyîneya Winda, pirtûka sêyemîn), roman, Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2014.    

 (Bi Mem Wenda re), ferheng, Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2015. 
 
 Weşanên Lîs, (Analîza Sosyolojîya Wêje û Zimên), Diyarbekir, 2017

 Weşanên Lîs, Roman, Diyarbekir, 2018

Wergerên wî:

Ejdehayê Sêserî (ji Leyla Erbîl), Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2007.

Jiyanê Li Îstasyonê Dest Pê Kir (ji Jaklin Çelik), Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2007.

Mirina Li Madrîdê (ji Oya Baydar), Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2007.

Gelaciyên Bajarê Nû (ji Müge İplikçi), Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2007.

Şahiya Hêrsê (ji Jaklin Çelik), roman, Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2012.

Bêsîber (H. Ali Toptaş) Roman, Weşanên Lîs, Diyarbekir , 2019

Şaşîtîya Keşîş A Kuşînde (Fesih Taşlı) Roman, Weşanên Lîs, Diyarbekir , 2019

Rêwîtîya Berpêyî Bêdawîtîyê (Ciwan Serwer) Helbest, Weşanên Lîs, Diyarbekir , 2019




#Article 279: Leyla Qasim (1257 words)


Leyla Qasim (z. di salê 1952ê li Xaneqîn − m. 12'ê gulanê 1974ê li Bexda) yek ji wan keçan e ku di dîroka siyasî ya Kurdistanê de wekî pêşeng û lehenga şoreşgêriyê tê nasîn.

Leyla Qasim di nav hevalên xwe de ji yekî hez dikir ku navê wî Cewad bû. Ew hertim bi hev re dixebitîn. Leylayê bi hevkariya Cewadî Yekîtiya Qutabî yên Kurdistanê ya di bin serokatiya Adil Muradî da nasîn û wekî endam tevî wan bû û her bi piştgiriya Cewadî, tevî refên pêşmergeyan bû.

Li Zanîngeha Bexdayê evîna Cewad û Leylayê di nava xwîndevanên Kurd û yên din de pêşverûtiya bîr û ramanên Leylayê ji heval û dostên wê re da selmandin (îsbatkirin). Herçend bû Cewad xwendevanê zanîngehê nebû û karkerê karxaneya (fabrîkaya) zeytê bû, wê ew wekî hevalê jiyana paşerojê hilbijartibû. Leylayê bi wan xebatên xwe îspat kir ku di şoreşê de û di civakê de jin dikarin li rex mêran û mil bi milên wan têbikoşin û li doza xwe xwedî derbikevin.

Leyla û Cewad ku xwedî baweriyeke mezin bi doza neteweya xwe bûn, di sala 1974an de bi hev re gotarek li ser rewşa civakzanistî ya Kurdan nivîsî û li derfetekê digeriyan ku gotara xwe biweşînin û di nava gelê de belav bikin. Lê destpêkirina şerî ji nû ve û girtina wan bû sedema hindê ku gotara wan ji aliyê sîxurên Beesê ve hat wenda kirin. Piştî xebata salên dijwar û giran di 11'ê Adara sala 1970an de, piştî danûstandinên dûr û dirêj di navbera serokkomarê Iraqê û nemir Mele Mistefayê Barzanî de, di çarçoveya Iraqê de otonomî ji Kurdên Kurdistana Başur re hat diyarkirin. Rewşa şerî û aştiya di nava Partî Demokratî Kurdistan û komara Iraqê de heya Îlona sala 1974an domand.

Di wê serdemê de Amerîkayê jî hevkariya serhildana kurdan dikir, lê mixabin dema ku bi rastî pêdvî bi hevkariyê hebû, dewleta Emrîkayê ew bi tenê hiştin û destûr da jandarmê xwe yê rojhilata navîn Mehmed Reza Şahê Pehlevî ku ji bo şikandina şoreşa Kurdan hevkariya Beesiyan bikin.

Piştî wê, dema ku Emrîkayê û rejîma Îranê destê xwe ji piştgiriya Kurdan berdan, rejîma Iraqê dijberî Kurdan şereke giran û hovane destpêkir û ji nişkan ve di civakê de pir tevlihevî çêbûn. Malbatên Kurdan ji Bexdayê hatin derxistin û rewşa siyasî ya Kurdan roj bi roj xirabtir dibû. Li Bexdayê endamên Îstixbarata dewletê bi sedan xwendevan û Kurdên niştîmanperwer girtin û rewşek tijî tirs ji azadîxwazên Kurd û Ereb re afirand. Herwiha, li Kurdistanê jî bi dehan gund hatin wêrankirin û di 24ê Nîsana sala 1974an dd bajarê Qeladizê jî bi giranî hat bombebaran kirin ku di encamê de çend xwendevanên Kurd jî şehîd bûn.

Piştî vê yekê, Beesiyan êrişî ser bajarê Helebçeyê kir û gelek kesên sivîl û bêguneh hatin kuştin û birîndar kirin. Li hemberî van hovîtiyên rejîma Iraqê, gelek xwendevan û sivîlan ji Bexdad û bajarên din yên Iraqê xwe gihandin çiyayên Kurdistanê û tevlî hêzên pêşmergeyan bûn. Lê Leyla Qasim û Cewadê Hemewendî di wê baweriyê de bûn ku divê xebat ne tenê li çiyayên Kurdistanê, belkî xebata herî giran, pêwîst e di nava cergê dijmin de û bi taybetî jî li bajarê Bexdayê bê domandin.

Di roja 28ê Nîsana sala 1974an de (28.04.1974) Leyla û çar hevalên wê Hesen Heme Reşîd, Nerîman Fuad, Azad Silêman Mîran û Cewad Hemewendî hatin girtin û rejîma Bexdayê di Rojnameya Elsewre organa fermî ya dewletê û di radiyo û televîzyona xwe de ew girtî wekî terorîst û dijminên dewleta Iraqê bi xelkî û raya giştiya cîhanê re dan nasîn.

Leyla û hevalên wê di girtîgehê de rastî şikence û azareke pir mezin bûn. Herçend biçûktirîn tawan li ser wan nehat îspatkirin jî, lê rejîma Iraqê ji bo tirsandina Kurdan û bi taybetî çîna rewşenbîr ku piştgirî ya doza xwe ya neteweyî dikir, di demeka kurt de (bi qasî 14-15 rojan) bi pêkanîna dadgeheke formalîte her pênc ciwanên Kurd bi îdamê mehkum kirin.

Li gor dîtina ew kesên ku ji nêz ve Leylayê dinasiyan û ew dîtine, Leyla keçeke netirs, zîrek, axaftin xweş, esmer, bejin bilind û şirîn bû û di karê rêkxistinê û hizbayetiyê de jî bi dîsîplîn û rêkûpêkî wezîfeyên xwe encam dida. Wê di çaxê ku di bin çavdêriya îstixbarata dewletê de bû jî bi cesaret bersiva pirsyarên karbidestên dewletê dida û di dagehê de li rûyê hakimê Beesî nêrî û bi dengekî bilind wiha jê re got:

Karbidestên îstixbarata dewleta Iraqê dizanî ku eger keçeke wiha xwedîbawerî zindî bimaba dê bandoreke mezin li ser bîr û rayên xwendevanên Kurd û Ereb pêkanîba. Ji bona wê jî di demeke kin de bi lez û bez doza wê û çar hevalên wê bi dawî anîn û di roja 12ê Gulana 1974an de, di saet 7ê berê sibê de Leyla Qasim û hevalên wê îdam kirin.

Leyla Qasim herçend bi fîzîkî û ruhî gelek hatibû şikence kirin, lê ji bo ku dilê dostan şa û dilê dagîrkerên welatê xwe biêşîne, bi rûyekî xweş û kena li ser lêvan ber bi darê îdamê meşiya. Di deqîqeyên dawiyê de wê nehişt ku çavên wê bigirin û heta destên wê jî girê biden. wê bi xwîndina marşa netweyî ya Kurdî (Ey Reqîb) baweriya xwe ya bêdawî ji bo doza Kurdistan ji herkesî re da selmandin.

Piştî şehîdkirina wan, Selamê birayê wê jî li Bexdayê ji aliyê Beesiyan ve hat şehîdkirin. Guneha Selam tenê ew bû ko wêneyê Leylayê gehandibû destê xwendevanên Kurd ko li Ewrûpayê dixwînd û endamên YQK bûn.

Beesiyan ji Leylayê daxwazkir ko bi nivîsîna nameyekê ji bo serokkomarê Iraqê daxwaza lêborînê ji dewleta Beesiyan bikit û bi vî rengî poşmaniya xwe ji wan ra diyar bikit. Leylaya Qasimî bi nêrîneka hişik û tifa ko avêtî ser û rûyê generalên Beesî, wiha bersiva wan da:

Şehîd kirina Leyla Qasim û hevalên wê bû sedem ku gelek ciwan bi taybetî hevalên wê yên xwendevan û rewşenbîr tevî nava refên pêşmergeyan bibin û ji bo domandina rêya şehîdên Kurdistanê xwe gehandin çiyayên Kurdistanê. Bi vî awayî Leyla Qasim bû pêşenga jinên şoreşger û sembola jinên Kurd. Gelê Kurd li hemî perçeyên Kurdistanê Leyla Qasim wekî qehremaneke neteweyî dibînin. Li sala 1974ê dema ku Leyla hat şehîdkirin, li seranserî Kurdistana mezin bi hezaran dayikên Kurd navê Leylayê ji zarokên xwe yên keç re hibijartin.

Piştî salên dûr û dirêj rêya Leyla Qasimê bi şêweyekê berfirehtir ji aliyê keç û jinên Kurd ve hat domandin. Belê pêr Besêya Dêrsimê û Exteraxana Loristanê, duh Margirêt Govergîs û Leylaya Qasimî ya serbilind û netirs û îro jî Zîlan, Binefş, Bêrîtan, Mizgîn, Zekiye, Rehşan, Bêrîvan, Ronahî, Leyla Zana û bi hezaran şêrekeçên çeleng û qehreman li ser rêya Leylayê dimeşin.

Li gor dîtina Leyla Qasim çewsdandina jina Kurd tenê di çarçovveya zulm û zordariya mêrê Kurd de bi sînor nebû, belkî wê ji bo guherandineke giştî xebat dikir. Di vê barê de Leya got:

Gelek helbestvan û stranbêjan qala qehremaniya Leylayê kiriye û li ser wê helbest û kilam nivîsî ne. Seyda Hêmin Mûkryanî, helbestvanê  neteweyî yê çaxê komara Demokratîka Kurdistanê (bi soranî) li ser qehremaniya Leylayê wiha dibêje:

Herwiha, Seyda Cigerxwîn di helbesteke xwe de bi xembarî li ser şehîdbûna Leylayê wiha dibêje:

Seyda Şêrko Bêkes, Tîrêj û gelek helbestvanên Ereb yên mîna Udunîs di helbestên xwe de behsa canfedayiya Leyla Qasim dikin. Tê gotin ku hinek helbestvanên Filistînî jî behsa qehremaniyên Leylayê kirine.

Herwiha, hunermendên Kurd li her çar perçeyên Kurdistanê bi stran û awazên xwe canfedayiya Leylayê bi bîr tînin:

Hunermendên navdar Şehrîbana Kurdî, Ciwan Haco, Bengîn, Heme Ceza û M. Mamlê helbestên helbestnavnên Kurd ku derheqê Leylayê da vehûnandine bi awazên xweş stirandine.




#Article 280: Miço Kendeş (177 words)


Miço Kendeş  hunermend û stranbêjekî kurd e ku di sala 1966an de li Kobaniyê, li Rojavaya Kurdistanê ya bakurê Sûriyê, di nav perên malbateke kurd de ji dayik bûye.

Ji zaroktiya xwe ve li ber dengê dengbêj û stranvan û dastanebêjan û di nav şevbuhêrkên ahangane yên ko li malê dihatine saz kirin, perwerde bûye, piştre li ber dengê dapîra xwe hinî rewanbêjî û şêweyên strana-dastanî dibe. Îdî piştî vê qonaxê xwe hînî lêdana biziqê û tembûrê dike, hişyarî û zanîna xwe ya muzîkî berfirehtir dike, hem dest bi hînbûna ûdê dike û hem jî bi alîkariya hin muzîknasên Helebê zanebûna xwe di derheqa meqamên rojhilatê de kûrtir dike. Miço Kendeş, dest bi berhevkirina stranên kevin û yên gelêrî dike, li çavkaniyên wan yên resen û zelal digre, anuha jî, ji wê gencîneya ko bi sedan stran têde hene berhevkirin, dest bi hibijartina xwe dike da ko yên herî sipehî, herî narîn, bi dengê xwe yê pêldar û afsanewî û bi şarezayiya dastanbêjiya xwe, pêşkêş dike. Hêjayî gotinê ye ku Mico Kendes hemwelatiyên Swîsre û Fransayê hene.




#Article 281: Jan Axîn (369 words)


Hunermendê kurd Jan Axîn di sala 1973'an de li gundekî Batman'ê hatîye dinyayê. Ji biçukatiya xwe de muzîk, hest û remanên Kurdî di gîyanê wî de cihekî girîng girtin. Di muzîka Kurdî' de klasîkên mîna Mihemed Şêxo, Tehsîn Taha, Mehmed Arifê Cizrawî û Miradko, li ser muzîka wî tesîr kirin. Ji biçûkatiya xwe de ji temburê hez kir û berhemên xwe bi tembura xwe afirand. Di sala 1997' an de beşa perwerdehiyê xelas kir. Berî berhema xwe, di nava xebat û organîzasyonên muzîka Kurdî de cîh girt. Li ser vê bingeha xwurt muzîka xwe ava kir û bi muzîka nujen ya cîhanê neqişand. 

Di muzîka cîhanê de jî li kom û kesên mîna Pink Floyd, Gary Moore, Nirvana, Bon Jovi   û kesên mîna wan guhdarî kir. Bîr û baweriya wî eve ku muzîka Kurdî jî di nava muzîka cîhanê de êdî rola xwe bileyîze, ji ber ku muzîka Kurdî jî di keskesora vê cîhanê de rengekî taybet û bêhempa ye.

Kaseta hunermend ya bi navê Bajar, ji productîona bi navê Ares'ê   
derket. Ev kaset ji deh stranan pêk tê. Gotin û muzîkên neh stranan jî, ji    
aliyê Jan Axîn ve hatiye amadekirin. Jan Axîn di berhema xwe de       
enstrumanan bi tarza Rock bi kar aniye. Şêrîniya zimanê kurdî hîs kiriye û  
berhemên xwe li ser vê bingehê afirandiye. Em dikarin wekî  mînakek      
binîşînin ku, helbesta Baba Tahîrê Uryan,  ya bi navê Delal, hezar sal 
berê hatiye nivîsandin. Lê Jan Axîn, vê helbesta klasîk bi muzikek  nûjen 
biriqandiye. Wekî din cudatiya vê berhemê û taybetmendiya wê, ji 
helbestên ku di naveroka vê kasetê de hatine bikaranîn tê. Helbesta 
helbestvanê Frensî Louîs Aragon, ya bi navê Evîna bextewar tuneye û ji 
helbestvanê Yewnanî Konstantînos Kawafîs, helbesta bi navê Bajar, bi 
melodiyên Kurdî hatine neqişandin û ev herdu stran, ji bo guhdarvanên 
muzîka kurdî jî, wê rêgaheke nû vebike. Ji bo strana Kerîm  lawo 
çekilmast jî em dikarin bibêjin ku, di stranê de motîfên Rock, bi awayeke 
bingeh hatiye bikaranîn. Melodî di nav muzîkê de hatiye mehandin. Û her 
wiha stranên kasêtê, yên din jî, bi kirasê motîfên rock, li rihê gotin û 
melodiyên kurdî kiriye. Bi taybet strana Keçikê bimeş bi melodiyên 
kurdî yê otantîk, bes bi şêwazeke nu hatiye xwendin.     




#Article 282: Alî Baran (496 words)


Alî Baran (*1956 li Xozat/Dêrsim) hunermendekî Kurd e.

Ali Baran di sala 1956 an de li gundê Bargenîyê, Axûçan, Xozat - Dêrsim ji dayik bû. Navê wî yê rastî Ali Baran e, lê ew di nava guhdarên xwe de weke Baran tê naskirin. Ew digel malbata xwe bi zaravayên Dimilkî û Kurmancî mezin bû. bi vî havî Baran fêrî her dû devokan dibe û lewra bi herdû devokan stranan dibêje. 

Baran di dema 7 salîya xwe, bi çûyîna dibistanê hînî zimanê Tirkî bû. Dibistana navîn li bajarê Xarpêtê xelas kir, piştrev diçû dibistana amadehiyê, lê ji sedemên siyasî di sala 1973 an de ji dibistanê dihat avêtin. Bi vê yekê Baran ji bo berdewamkirina dibistana amadehiyê diçû Xozatê, li wir di sala 1978an de dibistana amadehiyê diqedant.
 
Bavê Baran, hunermendê nasyar ê bi navê Mahmud Baran e û bi kasetên xwe yên muzîkê  dihat nasîn. Tê gotin ku dayika Baran jî xwediyê dengeke zelâl e, ji ber vê sedemê zarokatîya Alî Baran di nav hunera Kurd de derbas dibû. Ew digel stranên Arif Cizrewî, H. Cizrewî, Kawîs Axa, Meryem Xan û wd. mezin dibû. Lewra, wî stranên ev dengbêjan ji nû ve aranje dikir û bi şeklekî nûjen dilorand.
 
Baran bi 6 salîya xwe li dahole û bi 12 salîya xwe jî li tenbûrê dixist. Dengê wî ew qas dihat ecibandin ku ew li dibistana gund û ya dibistana amadehiyê di pîrozbahîyên fermî de bi Tirkî distre. Baran cara yekemîn di sala 1976an de li Xozatê derdikeve dikê û bi Kurmancî  distrand. Piştrev li gelek deran derdikeve pêş gel û stranên şoreşiyê digot. Bi stranên xwe tesîreke mezin li ser gel diafirand. ji ber vê yêkê polis gelek caran êrîşî wî dikir. Di sala 1977an de li Amed li Sînemaya Dîlanê sazdêranî mezin dida û li vir dihat girtin. Nêzîkî 2 mehan di girtîgehê de dima. Piştî Zîndama Amedê koçî Almanya dikir û li wir diçû zanîngehê. ji bo demekê beşa Kîmya, piştre jî demekê beşa muzîke dixwand. Lê dev ji xwendinê berdida û bi temamî xwe dida muzîkê.

Di sala 1981an de Cuntên leşkerê dîsa hikûm li Baran dixwandin, heya ku Baran di sala 1982an de ji nava biyaniyê Tirk dihat avêtîn. Ew li Elmanya dibû penaber û di sala 1993an de biyaniya Alman digre.1999 cara evili diçû welaten xwe Dersime u 2002 diçû festivala Dersime

Kaseta yekemîna Baranê di sala 1981an de bi navê Lo warê li Elmanya derdiket. Piştre di sala 1984an de kaseta xwe ya bi navê ”Deriyê Hepisxane”, di sala 1987an de “Ey Dersimê”, di sala 1989ande “Helepce û Zindan” û di sala 1991an de jî “Çene Çene” derket piyasê. Piştî ku Baran di sala 1993an de dibe hemwelatiyê Elmanya, ew cara ewil vedigere welatê xwe û li wir kaseta “Deste ma” dikişand. 

Di sala 1995 Baran konserekî bi navê Baran Live Konzert (Baran, konsera zindî) pêk tîne.

Bi temamî heta niha 8 kasetên wî yên muzikê û çend DVD û klîbên wî derketine. 

Baran tembûr, saz, cumbus û defê lêdixe.




#Article 283: Hamza Yavuz (Vasfî) (768 words)


Hamza Yavuz (Vasfî, 1963 Derkfan/Gercüş-20.8.2000 Saarbrücken) helbestvanê kurd û şehîdê têkoşîna azadiyê ye.

Hamza Yavuz, di sala 1963an de li Derîfkana Gercûşê jidayik dibe. Di piçûkatiya xwe de, bi tevî malbata xwe bar dikin Midyadê. Hamza, zarokatiya xwe li Midyadê derbasdike û dibistana seretayî û navîn li vir diqedîne. Di temenê xwendekariyê de ji têkoşîna rizgariya netewî ya Kurdan bi tesîr dibe. Di lîseyê de bingeha fikra têkoşîna azadiyê di kesayetiya xwe de bi cîh dike.  

Hamza, di pola duyemîn a lîseyê de ji ber êrîş, zordarî û zextên rejîmê neçar dimîne ji dibistanê veqete. Hamza, ji ber têkîliya wî ya bi PKKê re du caran tê binçavkirin. Lê belê ewrê reş ê zordestiya rejîma leşkerî ya 12 îlonê xwe li hemû welêt vedipêçe. Hamza careke din tê girtin, rastî êşkenceyên giran tê, lê belê ew tewanbariyan qebûl nake û piştî meheke û nîv serbest tê berdan. Lê belê xiyaneta ku li Gelê Kurd raselitiye, di dika jiyana Hamza de jî rûyê xwe nîşan dide. Hamza piştî demeke kin piştî îxbarekê careke din tê girtin û yekser dişînin Mêrdînê. Fermanariya Rêveberiya Leşkerî Hamza careke din ji êşkenceyên giran derbas dike, lê Hamza sekna xwe ya berxwedanvan li vir jî didomîne... Hamza Yavuz, cara duyemîn serbest tê berdan û vê carê jî bi neçarî diçe Îzmîrê.  Li Îzmîrê Hamza, jibo rûniştina ku li Dadgeha Rêveberiya Leşkerî ya Yekemîn a Amedê tê dîtin, tê vexwendin. Tevlî rûniştinê dibe û 16 sal cezayê zîndanê dixwe. Ew piştre vê helwesta xwe, di nameyeke xwe ya ku di girtîgehê de dinivîsîne weke şaştiyekê bi nav dike.

Sal 1982 ye.
Cîh zîndana Amedê ye. 
Li hemberî êrîş û êşkenceyên xedar û dervehî mirovatiyê Hamza, bi bedena xwe ya ciwan, berxwenake xûrt nîşan dide; bi tevî hevalên xwe beşdarî çalakiya Rojiya Mirinê dibe. Ji ber êşkenceyên bê perva, bi dehan car giran nexweş dibe.  Di girtîgehê de, girtîmayîn û dûrbûna ji jiyana derve, hesret û evîna jiyanê ya bi wî re geştir dike. Hamza, li girtîgeha Amedê, bi helbestan dijî. Helbest û pênûs, hevalê wî yê herî nêz e, têhnîbûna xwe ya ji bedewiyên jiyanê, hesret û hêviyên xwe bi van tîne ziman. Hamza, di vê jiyana fanî de naxwaze bê dews koç bike, bi vê înadê, bi azweriya jiyanê, li hemberî hemû şert û mercên mirinê, bi serbilindiyeke berz li ber xwe dide. Ew bi evîna helbestê, bi diltenikiya hûnermendekî, jiyana xwe bi pevyên narîn û xweşik dineqişîne ser rûpelên spî. Dema ku rûpelên salnameyê 1989 nîşan dide, êdî ji girtîgehê derdikeve û bêrê xwe dide hesreta xwe ya salan; çiyayên Kurdistanê. Hamza, navê hevalekî xwe yê pir hes jê dike Wasfî Kiliç ku di 1986an de hate qetilkirin li xwe dike. Hamza Yavûz ango bi navê xwe yê kod Wasfî, wêjevanekî bi marîfet, zanyar û helbestvan bû. Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji ber meraqa wî ya ji dîrokê re, jê re gotibû `Mirovê ji kûrahiya dîrokê tê`. Navekî din ê Hamza hebû; Fîlozof Wasfî. Evîna di dilê wî de, bi rûbar, keskahî, av, ax, çiya û kûlîlkên welêt re dibe yek. Di her herikîna rûbarekî de diherike, di her vebûna gûlekê de dibişkive û bi xwendina bilbilan dilgeş û dilşa dibe Hamza. Hamza, ti carî ji temaşekirina bedewiyên xwezayê têr neba, wan di helbest û nivîsên xwe de bi ziravhestiyariyeke nedîtî tîne ziman. Ew mirovek ji kûrahiya vê dîrokê hatibû, bi zimanê xwezayê di axîvî û dijiya, lewma xwezayê jî hemû bedewiyên xwe jê re vekiribû. Hamza Yavuz, di sala 1999an de bi nexweşiyeke mirinî dikeve. Wasfî, bi bûhabûna mirinê, ya yekemîn li nexweşxaneya Gerîlla ya Zapê, ya duyemîn jî li Mûsilê du ameliyatan derbas dike. Ji Mûsilê derbasî Mexmûrê, ji wir jî diçe Suriyê û ji Suriyê jî berê xwe dide `parzemîna spî` Ewropayê. Hamza Yavuz, li Almanyayê li Klînîka Saarlaouise St. Elizabethê bi tevî hemû hewildanan nayê rizgarkirin û xatirê xwe ji jiyanê dixwaze. Rûpelên dîrokê 20ê Tebaxa 2000î nîşan dida. Ew beriya nefesa xwe ya dawî van hevokan bilêv dike: `Li pişt min negrîn, tilîliyê bikşînin. Dema ku li ber çavê min bedena ewqas qehremanan perçe perçe dibe, mirina li min li ber wan ne tiştek e..! Di vê oxirê de ne yekemîn im, ezê nebim yê dawî jî. Çawa ku helbestvan Nazim gotiye, li dijmin înad ezê rojekî din jî bijîm.` Di 25ê Tebaxa 2000î de xelkê Batmanê bi tilîliyan cenazeyê wî pêşwazî kirin û veşartin.

Mînakek ji helbestên Hamza Yavuz:

 Wê roj were 
 Emê xatir ji çekan bixwazin
 Lê ji Çiyayan qet
 Bi mizgînî em tên
 Bi Kîbele re tên
 Dilê xwe veke
 Himbêz bike
 Û zarokê xwe bîne dinê
 Xweşikbûyîn, hezkirin, evînî
 û zarokên aştiyê 
 Mezopotamya




#Article 284: Azad (hunermend) (338 words)


Azad (* 24ê çiriya paşîn, 1973 li Sine, Rojhilatê Kurdistanê) bi navê Azad Azadpûr ji dayîk bûye. Azad rapvanekî elmane, kû bi eslê xwe Kurd e.
Azad navê Der Bozz“ jî bernav dibê. Berê bernavê wî yê hûnermendî Azazîn bû.
Azad li Frankfurt am Main nêzî Ginnheim dijî.

Azad weke kurdekê penaber bi malbata xwere hate Elmanya. Di sala 1984’anda cara yekemîn têkiliya wî bi çanda Hip-Hopê re çêbû. Têkiliyên Azad bi her çar şaxên çanda Hip Hop'pê çêbûn. Pêşî bi Breakdanceêre, paşê pêşketinên wî di şaxê Graffitiyêde , di şaxê Rap'pêde û di şaxê Beatboxing'gêde çêbûn. Herwiha di prodûsîyona mûzîkêde jî pêşketinên wî çêbûn.
Ligel A-Bomb, Combad û D-Flamedi sala 1988’anda koma Cold-N-Locco damezrand, kû di 1990 bi navê Asiatic Warriors hat gûhartin. Kom bi bi stranê xwe yên as/req, kû bi zimanê elmanî-, ingilîzî- û kurdiyê rap'pê digotin zû li heremê hat naskirin. Sala 1994 komê berhemek bi navê „Told Ya!“ weşand, û bi vê gavê kom li derveyî herema xwe jî hat naskirin. Di nav salên derbasbûyîde cûdabûn mezin ketin navbera hûnermendande, û bi vî awayî kom Xerabû. Sala 1999 Azad peymanek bi produksîyona 3P ango Pelham Power Productionsre şanenav (îmze) kir.

Azad qet eslê xwe mandel (înkar) nekiriye û her dem bi Kurdbûyîna xwe, bi awayekê serbilind xwe pêşwazî kiriye. Herwiha Azad yekemîn rapvanê kurdî ye. Di sala 1994'an Azad di strana Life's a fight (Jiyan şere) di berhama Told Ya!'de bi zaravê soranî strand. Di salên pêş jî çend caran qala Kurdbûyîna xwe di berhemên xwe yên cûrbecûr kir. Di sala 2001'an di berhama Leben (Jîyan) ligel hozan Nasir Rezazî stranek bi navê Freiheit (Azadî) çêkir. Di heman salê Azad beşdarî festîvala peytexta Kurdistanê Amedê jî bû, û ligel dengbêjekî amediyê kal, çend stran bi hevre gotin. Di sala 2006an di berhama Game Over (Leyîstok Xilas) vêcarê ligel hozan mezin Şivan Perwer'e stranek bi navê Stadtfalke (Bazê bajar) çêkir. Di hevpeyvînên xwe jî Azad her dem dibêjê kû ew ji erka (rol) xwe hişyarê di wata di Kurdîtiyê ji bo ciwanên Kurdan .




#Article 285: Yilmaz Guney (533 words)


Yilmaz Guney (z. 1ê nîsanê 1937 li Edene − m. 9ê îlonê 1984 li Parîs) aktor, derhêner û nivîskarekî zaza û kurmanc e . Navê wî bi tirkî wekî Yılmaz Güney tê bilêvkirin.

Bi navê xwe yê rast Yılmaz Pütün, wekî Yılmaz Güney tê naskirin. Yılmazê Başûr yanî Yılmazê Kurdistanê. Ango ew li hemberî zehmetiyan xwar nabe, nakeve bêhêvîtiyê de, naweste û serî naçemîne. Yılmaz bi kurdî tê van wateyan.

Ew li ser trajedî û drama xelkê xwe radiweste. Yilmaz Guney di sala 1937an de li gundê Edenêyê bi navê Yenîceyê hate dinê û yek ji 7 zarokên malbateke karker e, bi eslê xwe kurd e.

Dibistana seretayî ango ya destpêkê û ya navîn li Edeneyê qedand. Ew ji 9 saliya xwe ve dest bi karkirinê dike. Guney, ji karên pembo bigre heta hesabgeriyê, gelek karên cîhêreng kir. Di van salan de wêje bala wî kişand û dest bi nivîsandina çîrokan kir. Lîseyê li Edenê, li zanîngeha Enqerê, Hiqûq, li zanîngeha Stembolê jî li fakulteya îqtîsadî xwend. Di salên lîseyê de ew gelekî ji hunerê re baldar e û di wan salan de kovareke hunerî ya bi navê 'Dorûk (Lûtke)' derdixe û çîrokan dinîvîsîne. Dema xwendina xwe berdewam dikir, rejîsor Atıf Yılmaz nas kir.

Bi alîkariya Atıf Yılmaz bû nivîsarê senaryo, lîstikvan û alîkarê rejîsor. Her wiha di sala 1957ande ji bo xwendina fakulteya îktîsadê diçe Stembolê. Lê nikare dewam bike. ji ber ku ji sala 1955an ve ye takîbat û dadgeha der barê wî de bi dawî bibû û di destpêkê de 7 sal û nîv bi cezayî zîndanê û 2 sal û nîv cezayê sirgûnê tê cezakirin. Paşê dadgeha temyîzê biryarê xera dike û di encama dadgehên nû de cezayî wî dibe salek û nîv zîndan û 6 meh sirgûn.

Lewma dibistana wî nîvco dimîne û rêyek tenê li ber wî dimîne. Bi gotina wî ew neçare di dibistana jiyanê de û bi rêya mamosteyên ku jiyan qebûl dike xwe perwerde û hîn bike û ew wisa dike... Di vî warî de ew wiha dibêje; dibistana min pirtûk in, sînemaye, girtîgeh, qanûnên jiyanê yên tund, zextên civakî, xayîntî û mêrxasîye. Mamosteyê min jî jiyan e. Guney, di sala 1972an de bi sedema ku tevlî bûyerên sîyasî bûye tê girtin û 2 sal li girtîgehê dimîne û paşê serbest tê berdan.

Yilmaz Guney dema li Edeneyê fîlmê bi navê 'Endîşe' dikişand, dozgerê Yumurtalıkê ji ber haqareteke ku lê hatibû kirin kuşt û bi 18 sal cezayê zîndanê hate mehkum kirin. Yilmaz Guney, di sala 1981ê ji girtîgeha Spartayê reviya û bi awayekî veşartî derkete derveyî welêt.

Guney, her wiha di 9 îlona 1984an de di 47 saliya xwe de li fransayê çû ser dilovaniya xwe. Ew di fîlmên xwe de, li ser tengasiya jiyana gelê Kurd radiwestiya her wiha, xebatên xwe li ser çîrok, ceribandin û senaryo nivîseriyê jî hebû. Ew di jiyana xwe ya hunerê de gelek berhemên giran bûha li dû xwe dihêle.

Fîlmê Yilmaz Guney ê bi navê Yol (Rê) jî yek ji van berhema ye.  Rê, di sala 1982an de, bi fîlma 'Wenda' ya rejîsorê yewnanî Costa Gavras re xelata Palmiyeya Zêrîn parvekiribû.

Fîlmên ku Guney tê de weke nivîskarê senaryoyê, derhêner û aktor rol heye, ev in:
 




#Article 286: 27ê çiriya paşîn a 1978an (265 words)


Di sala 1978an de, Partiya Karkerên Kurdistanê PKK hat damezrandin. Gelê mazlum yê mezopotamya, Kurd, piştî imparatoriya MED gelek caran serî hildan û bi çewisandinên welatên dagirker re rûberû man. Piştî serhildana Agiriyê, di çapemeniya kemamlist, di rojnameya Cumhuriyetê de karikatorek hat weşandin. Di karikatorê de, çiyayê agirî hatiye çêkirin, di binî de-jî goristanek, û li ser goristanê-jî ev nivîs cih digirt: Kurdistana xeyalî di vê derê de binax kiriye. Nivîs waha berdewam dikir: Kurdistana Xeyalî ku ser wî hatiye beton kirin, ji bo ku tu careke din serî raneke û venejî, li vê derê hatiye defin kirin. Wê demê, Kurd-jî tê de herkesî baweriya xwe bi van gotinan anîbû. Di salên 70 de, komek mirov van betonan qelişandin, wek gulilkan bişkivîn û vê tesbitê belav kirin: Kurdistan welatek dagirkiriye. Ev kom bi vê gotina xwe dest bi meşek dûr û dirêj kir. Di destpêka tekoşînê de Yek ji qadroyên bilind Haki Karer ku di eslê xwe de tirk bû hat qetil kirin. Ev koma şoreşgeran, piştî ku endamek xwe wenda kir, bi serîhildanek nû du gavan pêş de avêt û partiya xwe damezrand û Roja 27 ê çiriya paşîn a sala 1978 an de, li gunde Fis a Amedê, bi beşdarbûna 25 kesî civînek hat li darxistin. Di civînê de, Partiya Karkerên Kurdistan damezrandina xwe îlan kir û Abdullah Ocalan wek sekreterê giştî hat hilbijartin. Militanên PKK Manifestoya rêber ya bi navê Rêya şoreşa Kurdistanê ji xwe re esas girtin û ji bo şereşeke mezin ketin rê. Naha dîroka ku bûbû wek qeder ji pêvajoya şoreşa îro re pelên xwe yên herî paqiş veqetandiye.




#Article 287: Roja Aştiya Cîhanê (136 words)


Ev roj, li hemû cîhanê weke Roja Aştî ya cîhanê tê pîrozkirin û di vê rojê de herkesê aştîxwaz bendewariyên xwe yên aştiyê tîne ziman.  Di 1ê Îlonê sala 1939 de Naziyan di bin fermandariya Adolf Hitler de, bi dagirkirina Polonyayê Şerê Cîhanê yê Duyêm da destpêkirin.

Di Şerê Cîhanê yê duyêm de 7 milyon kes di kampên mirinê de bi tevahî 50 milyon mirov jiyana xwe ji dest dan. 

Şer, çawa ku roja 1ê Îlonê dest pê kir, her wisa-jî di heman rojê de, di sala 1945an de bi dawî bû. Piştî şer, Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo ku careke din şer destpênekin û aştiyeke gerdûnî pêk were, 1ê Îlonê weke Roja Aştiya Cîhanê îlan kir. Û edî ev roj, ango 1ê Îlonê, li navênden cihanê yên curbecur bi pîrozbahiyên cihêreng tê pîrozkirin.




#Article 288: Yekê Gulanê (225 words)


Yekê Gulanê, 1ê Gulanê roja karkerên cîhanê ye. Ev salveger di 1ê gulanê de tê pîrozkirin.
		
Di sedsala 19an de, li Ewropa û Emerîka, karker û kedkar di rewşekê pir zehmet de bûn. Ev zehmetî, belengazî û hejarbûna wan bû. Di karên paşketî de, li dijî tenduristiya mirovan, rojane 15-16 saetan dixebitîn. Di gel vê yekê de jî, heqdestê karkeran, carna têra xwarina wan jî ne dikr. Di wê demê de, karker ji zanebûn û rêxistinê dûrbûn. Nizanibûn mafên xwe yên mirovahî biparêzin. Di sedsala 19an de, bi pêşketina burjiwaziyê, ku teknolojî bi pêşdike ve. Ceyran tê keşifkirin. Ev pêşkeninên teknikî, berheman zêdedike. Êdî pêwistî bi hejmara karkeran ya zêde namîne. Di vê rewşê de, di navbera karkeran de, pêşbazî çêdibe. Betalî pir dibe û di warê aborî de, heqdesta karkeran kêmdibe. Karker li hemberî makînî û teknolojiyê dibin dijmin. Ev dijminahî bi awayekî zelal li Ingiltere bi çalakiyan destpêdike û li cîhanê belavdibe. Êdî karker çareseriyê di tunekirina teknolojiyê de dibînin. Lê belê, pêşketina karkeran li ser bingehên zanistî û felsefî destpêdike. Ev Pêşketin bi xwe re rêxistina dertîne holê û ji nava refên karkeran rêvebirên tekoşînê derdikevin. Bi van rêvebiriyan re hêza wan birêxistin dibe.

Bi vî awayî 1ê Gulanê ji bo karkeran bû cejnek yekîtî û piştgiriyê.

Digel qedexeyên salên 1921 û 1922an de, li Stembolê karkerên tersane û tramvayê mitîng lidarxistin.




#Article 289: Roja Cîhanî ya Jinan (587 words)


Roja Cîhanî ya Jinan roja navneteweyî ya jinên kedkar ên cîhanê ye. Di sala 1857'an de Neteweyên Yekbûyî roja 8'ê adarê weke Roja Cîhanî ya Jinên Kedkar pejirand. 

Her çend ev roj di asta navnetewî de di salên 1970'î de hatibe pejirandin jî, bûyer û daxwaza pîrozkirina vê rojê ya weke rojeke hevbeş ya jinên cîhanê rastî salên 1800'î tê. Di 8 adara sala 1857'an de jinan li New Yorkê grevek li darxistin. Jinan bi greva xwe daxwaz dikirin ku saeta wan ya kar dakeve 8 saetan û heqdestekî weke hev ji wan re were dayîn. Lê belê di encama grevê de kargeha jinan hate şewitandin û bi qasî 100 jin di encam vê bûyerê de mirin. Her çend jinan bi grevê daxwaza xwe dabin pejirandin jî, têkoşîna bi rêxistinî ya ji bo mafên jinê di salên 1900'î de destpê dike. Di sala 1903'an de li Emerîkayê ji bo parastina mafên jinê yên aborî, polîtîk û kesayetî Kualîsyona Sendîkayên Jinan hate sazkirin. Di yekşema dawî ya sala 1908'an de jinên sosyalîst li New Yorkê, ji bo mafên xwe yên dengdan, polîtîk û aborî meşek pêkanîn. Her wiha ev roj weke yekem xwepêşandana roja jinan tê pejirandin. Li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê lêgerîna jinan ya ji bo mafên xwe, di sala 1909'an de ji bi beşdariya 2 hezar kesî xwepêşandanek pêk hat û piştî vê xwepêşandanê bi beşdariya 20-30 hezar jinên karkerên tekstîlê greveke giştî hate destpêkirin. Karkerên jin, di greva xwe dixwestin ku şertûmercên xebata wan were başkirin û heqdestek baş ji wan re were dayîn. Kualîsyona Sendîkaya Jinan pêwîstiya jinên di vê grevê de pêşwazî kir û kefaleta jinên ku di vê xwepêşandanê de hatibûn girtin da. Têkoşîna Jinên Emerîkî, jinên Ewropayê jî bi tesîr kiriye. Di sala 1910'an de li Kopenhagê Konferansa Jinên Sosyalîst a Navnetewî ya Diduyan hate li darxistin. Di konfresansê de Clara Zetkin derbarê rojeke jinan ya cîhanî de ku jin karibin tê de daxwazên xwe bînin ziman, pêşniyar kir û pêşniyara wê hate pejirandin. Piştî vê biryarê ku rojeke teqez nehate diyarkirin, yekem Roja Cîhanî ya Jinan di 19 adara 1911'an de li Almanya, Awistralya û Danîmarkayê hate pîrozkirin. Giringiya vê rojê ew bû ku keyê Prusyayê di sala 1848an de hin reform mohr kiribû û di nava van reforman de jinê karibin mafên xwe yên dengdanê bikarbînin. Lê belê ev reform nehate pêkanîn. Pîrozkirina 8 adarê weke Roja Cîhanî ya Jinan jî di sala 1972an de bi rêxistineke mezin ya bi navê Tevgera Adarê ya li Sidneyê hate kirin, destpêkir. Piştî ku Neteweyên Yekbûyî navbêra salên 1975-1985'an weke Deh Sala Jinên Neteweyên Yekbûyî îlan kir, di 16 kanûna 1977'an de jî 8 adarê weke Roja Cîhanî ya Jinan îlan kir ku were pîrozkirin. Di salên piştî vê de welatên endamê Neteweyên Yekbûyîne 8 adarê weke Roja Cîhanî ya Jinan pîroz kirin. 

Li Kurdistanê yekem tevgera nûjen ya jinan di pêşengiya PKK'ê bi navê TAJK ango Yekîtiya Azadiya Jina Kurdistan di sala 1987'an de hate sazkirin. Her wiha ev tevger di sala 1988'an de jî xwe weke Yekîtiya Jinên Welatparêzên Kurdistan YJWK guhert. Tevgera Azadîxwaz ya Jina Kurd, di sala 1995'an de jî bi navê Yekîtiya Azadiya Jinên Kurdistan YAJK saz kir. Yekîtiya Azdiya Jinên Kurdistan YAJK jî di sala 1998'an de weke Partiya Jinên Karkerên Kurdistan xwe kire partî. Di sala 2000'î de Tevgera Azadîxwaz ya Jina Kurd bi kongreya xwe ya 3'an ya Awaret li darxist û ji nû ve xwe weke Partiya Jina Azad PJA bi nav kir. Partiya Jina Azad PJA ji bo azadiya Jinan tê dikoşe.




#Article 290: Şeva Çaran (125 words)


Di şeva 17'ê gulanê sala 1982'a de çar şoreşgerên Kurd, Ferhat Kurtay, Necmî Oner, Eşref Anyik û Mahmut Zengin li zîndana Amedê şehîd ketin. 
Ji sala 1980'an û pê ve li gelek deveran çalakiyên şewitandina bedena xwe destpêkirin. Ji van çalakiyan ya yekemîn di 21 adara sala 1982an çêbû. Di vê dîrokê de yek ji kadroyên serokatiya PKKê Mazlum Dogan, xwe li zîndana Amedê bi dardekir. Di 18 Gulana sala 1982an de jî ji girtiyên PKKê Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Necmî Onen û Mahmut Zengîn ên di heman zîndanê de jî xwe şewitandin. Ev şêwazê protestoyê di 21 Adara 1990î de careke din diyar bû. Di vê dîrokê de Zekiye Alkan li ser bedena Amedê ji bo şermezarkirina qedexekirina Newrozê canê xwe da ber agir.




#Article 291: Ferhat Kurtay (150 words)


Ferhat Kurtay (jdb. 1949 Qoser - m.18ê gulanê, 1982 Amed) şoreşgerkekî Kurd e. Li gundê Xursê, Qoserê  ji malbateke hebûn ji dayika xwe bûye.

Dibistana, Dibistana Navîn û Dibistana Amadehiyê li Qoserê, Mêrdînê berdewam kir. Li Trabzonê beşa Zanîngehe Qesirbendî Endezyarê qedand. Di vê navbêrê de zewicî û demekê peywir endezyar kir.

Di salên dibistanê de nêrînên şoreşgerî nas kir. Ji tevgerên şoreşger ên Tirkiye û cîhanê bi bandor bû. Piştî sala 1978an de bi rêya têkîliyên fermî bi awayekî çalak beşdarî partiyê bû. Di rêxistin kirina herêma Mêrdîn ê de di avakirina lijneyên amadekar de rasterast peywir wergirt. Wekî din endamên weşanên fermî li vê herêmê belav dikir û bi cîh dikir.

Roja 23ê çiriya paşîn 1979an de tevî Durmuş û hevalên xwe yên din li mala ku lêdiman hatin girtin. Şewa ku 17ê gulanê bi 18ê gulanê ve girê dide, li nivîngeh 33an xwe şewitandin û gîhîştin nîşankê.




#Article 292: Necmi Öner (165 words)


 
Necmî Oner (z. ? − m. 18'ê gulanê, 1982), li Çêrmikê ji malbateke dewlemend hate dinê. Hîndekariya xwe ya sereta, navîn û lîseyê li Çermîkê qedand. Hê di dema dibistanê de bû xwedî xisletên vekirîbûna ji nêrînên nû re, nîqaş, lêpirsîn û têgîhîştinê. Destpêkê bi şêweyekî sempatiyê girêdana wî ya bi DDKDyê re hebû, paşê ji axaftin û xebata kadroyên PKKê Ahmet Kurt û Huseyin Durmuş bi tesîr dibe û PKKê nas dike û di demeke kin de tevlî xebatên li Çermîkê dibe. 

Bi xebatên xwe yên serkeftî yê di nava ciwanan de, di girseyîbûna têkoşînê de rolekî girîng lîst. Berî were girtin bi demeke kin, di Komîteya Amadekar de berpisyartiya Ciwanan wergirtibû. Ji ber bûyereke ku li dibistanê derdikeve, di sala 1979an de tê girtin. Bi awayekî fîîlî cîhê xwe yê di berxwedanan de her wext parast. Şeva ku 17'ê gulanê bi 18'ê gulanê ve girê dide, Şeva Çaran, li zîndana leşkerî ya Amedê, di qoxûşa 33an di çalakiya ÇARan de cîhê xwe girt.




#Article 293: Eşref Anyik (152 words)


Eşref Anyik (1960-1982) yek ji çar endamên PKK'ê bû ku di Çalakiya Çaran şehîd ketine.

Di sala 1960an de weke zarokê malbateke xîzan li gundekî Wêranşarê jidayikbû. Ji ber xîzaniyê incex dibistana sereratayî karî bixwîne. Hê di temenên biçûkbûna xwe de ji bo debara malbatê ketibû bin berpirsyariyeke mezin. Bi malbata xwe re li Edenê karên emeletî û li metrepolan di gelek karan de xebitî. Eşref Aynık, bi bandora pêşkeftinên gelemperiya welêt û bi taybetî bi bandora têkoşîna Hîlwanê di nava refên PKKê de cîh girt. Di nava çalakiyên çekdarî yên dijî çeteyên feodal cîh girt û êdî hêzên dewletê lêdigeriyan. Di têkoşîna Hîlwanê de dema ku di nava şerekî li dijî hêzên leşkerî yên dewletê de bû, hate zeftkirin. Li hemberî hemu kirinên xiyanetê ku yek ji generalên Tirk Esat li ser wan ferz dikir, bi hevalên xwe re tevgeriya. Li Zîndana Amedê şeva 18'ê gulanê di  de cîhê xwe girt.




#Article 294: Mahmut Zengîn (192 words)


Eslê xwe ji Sêweregê ye, lê belê ji ber ku kalkê wî barkirin Hîlwanê beşeke mezin ê jiyana wî li Hîlwanê derbas bû. Dibistana sereta û navîn li vir qedand. Malbata wî feqîrbû. Li hemberî zextên feodal ku di wê demê de li ser herêmê dihate ferzkirin, hîn di temenê xwe yê biçûk de bubû xwedî nerazîbûnê. Li Hîlwanê di sala 1978an de li hemberî çeteyên feodal yên bi navê  Sülaymaniyan hizkirina wî ji têkoşîna çekdarî ku di wê demê de di pêşengiya APOCIyan de pêşdiket, çêbû û di nava tevgerê de cîhê xwe girt. Di nava yekemîn xebatên ciwanan de cîh girt. Her wiha di nava xebatên weke xebata girseyê, propanda û hwd. de cîh girt. Piştre li herêma bejayî ya Hîlwan û Sêweregû li hemberî çeteyên Süleymaniyan û Bucakan di fermandariya kadroyê PKKê Cuma TAK de di nava têkoşîna çekdarî de cîhê xwe girt. 7 Tîrmeha sala 1979an di şerekî ku di dawiyê de ketê, hewil dida hevalekî xwe yê di çeperê de rizgar bike,  dîl kete destên hêzên artêşa Tirk û ew birin zîndana leşkerî ya Amedê. Di çalakiya ÇARan a xwe şewitandinê de rawestineke bi biryar nîşan da.




#Article 295: Halil Çavgun (157 words)


Halil Çavgun, an jî Xelîl Çavgun endamê Komîta Navendî ya PKK'ê bû. Ew di 19'ê gulana 1978'an de li Hîlwanê hat şehîdkirin. 

Xelîl Çavgun, dibistana seretayî li Hîlwanê xwend, dibistana navîn û lîseyê jî li Rihayê bi li dibistanên ku mirov bi şev û roj lê dimînin, qedand. Paşê hîndekariya xwe di înstûtiya perwerdeyê de berdewam kir û jiber sedemên siyasî naçar ma dibistanê terk bike. Xelîl Çavgun di qonaxa 71'ê de dest bi jiyana siyasî kir û piştî ku têkoşîna rizgariya neteweyî li Hîlwanê pêşkeft, di nava têkoşînê de cîh girt. Çavgun, yek ji nûnerê têkoşîna rizgariya neteweyî ya herêmê bû. 

Çavgun, roja ku hate qetilkirin, yanî roja 19 gulana sala 1978an de, çi li Hîlwanê û çi jî li hemu Kurdistanê ev roj weke roja berxwedanê hate pejirandin. Xelîl Çavgun, di çalakiya daliqandina nivîsan ya di yekemîn salvgera qetilkirina Hakî Karer de, di encama şerê ku bi polês re destêkir, jiyana xwe ji dest da.




#Article 296: Mehmet Hayri Durmuş (327 words)


 
Mehmet Hayri Durmuş (1955-1982) Durmuş, nêzî Çewlîg e li qadek; li gundê Kumik ji dayîka xwe bûye. Yek ji kadroyên pêşeng ên PKKê û Endamê Lijneya Navendî bû.

Durmuş, xwe perwerdehî ango; Dibistan, Dibistana Navîn û Dibistana Amadehiyê li Çewlîg qedandin. Bêtir piştre Zanîngeha Bijîşkî ya Hacettepe Enqere tomar kir.

Li vê derê dixwîn dike kû, Komayê Şoreşgerên Kurdistanê sazî û man beşdar bûn ê.
Li 1977an Zanîngeha seyemîn wargeh kû terikandin xwe vegerîn Kurdistane. Riha, Mêrdîn û Amed li herêmên sazî û man xebatên bi rê ve birin. Li 30'ê tîrmehê 1978an li gundê bî Tirkî; Kırbaşı danezanek berdan kû daxuyanî avakirina Partiya Karkerên Kurdistanê. PKKyê navenda lijne endamê hatin hilbijartin.  12'ê rezberê 1980 berê jî derbe, biraye wî Cemîl Bayik, Ahmet Bayık çareser bûn û xwe qada nîşandanê dawîya, PKKyê berpirsiyarê parêzgeh Mêrdîn; Ferhat Kurtay digel binçav kirinê. Li vekolîne, endamê lijne navenda PKK, ji xwe rê kirin mebestên; xweserê demokratîk û yekgirtîyek avakirine Kurdistan dixwezên wan vegotin. Ji bîryara bendî kirine piştre heta jîyanê winda bûn rojê girtîgehe wir Amedê girtîyên giştî xwe serokatîye çê kirin.

Ji kadroyên sazî û mankarên Partiya Karkerên Kurdistanê Durmuş di 12'ê rezberê sala 1982an de, rojiya mirinê ya 14'ê tîrmeha 1982'ande şehîd ket. Durmuş û hevalên xwe li dijî rêzanî û pêkanînên derveyê mirovahî bîryar girtin ku dest bi rojiya mirinê bikin, her wiha di 14 Tîrmeha 1982an de çalakîya rojiya mirinê dest pê kir. Di roja 60 an ya Berxwedanê de Durmuş jiyana xwe ji dest da. Roje 14'ê tîrmehê 1982 êşkenceyên ji bo dawî û mafê parêzname ji bo bidest xistinê  rojiya mirinê, darizîn xwe li dadgehe leşkerî bihevra destpêkirin. Roje 12'ê rezberê 1982 jîyane xwe winda bûn. Gorî, nêzîkî Düzağaç, Çewlîg. Meytê wî kîpe  ewlekarî  bergirîyên li bin heta gundê wî yê wan birinê wî kû tevî welatparêz; gelê Çewlîg û Dep bitunîyek wan hatin bûn wî, digel ayîne axê bi cîh kirin û dîsa jî, wî, gelê pêşeng rastîyek qewimîn bêtir carek peytandin bûn.




#Article 297: Mehmet Karasungur (338 words)


Mihemed Karasûngûr (Mehmet Karasungur) (* 1947 li  gund Darebî ya parêzgeha Çewlîgê, † 2'ê gulanê 1983 li Başûrê Kurdistanê) yek ji endamên komîteya navendî ya PKKê bû, bi tevî Îbrahîm Bîlgîn di qirêjiya birakujiyê ya ku ji aliyê welatên Kurdistan kirine bin desthilata xwe ve tê birêvebirin de, jiyana dide der.

Karasungur di sala 1947’an de li Gêxiyê li gundê Darebiyê tê jiyanê.
Dibistana seretayî li gundê xwe, dibistana navîn û lîseyê jî li Çewlîgê qedand. Beşa matematîkê ya Înstîtuta Perwerdeyê ya Erzîromê bidawî dike.

Di sala 1972’an de dema ku li Gurgumê mamostetiyê dike, ji ber xebatên şoreşgerî sirgûnî Colemêrgê tê kirin. Salên pişt re dema ku li Şebinkarahisarê wezîfeya xwe ya mamostetiyê berdewam dike, di sala 1975’an de tayîna wî ji bo Dibistana amadeyî ya Çewlîgê derdikeve. Karasungur, du vekirina Komeleya Töb-Der, şaxa Çewlîgê de  pêşengiyê dike û di rêvebiriyê de cihdigire. 

Dema wezîfeya xwe ya li Çewlîgê Mehmet Hayri Durmuş nas dike. Li qereqola ku di sala 1976’an de lê tê girtin, jiber ku li midurê ewlekariyê daye, heta ku dikeve komayê rastî êşkenceyên tund tê. 

Karasungur, ji ber xebatên polîtîk deşîfre dibe û di sala 1978’an de li Çewlîgê wezîfeya xwe ya mamostetiyê berdide û dest bi şoreşgeriya profesyonel dike. Sala 1980’an de derbasî herêma Libnanê dibe. Di sala 1982’an de derbasî Başûrê Kurdistanê dibe û ji bo sazkirina yekîtiya neteweyî û dawîdayîna nifaq û neyartiya di navbêra rêxistinên Kurd de, her wiha ji bo sazkirina xeta yekîtî û têkoşîna hevbeş, gelekî dixebite. 

Dîsa ji bo wezîfeyeke wiha diçe biryargeha PDKê. Lê belê di wê demê de hêzên Yekîtiyê davêjin ser biryargehê û di encama vê êrîşê de di 2'ê gulana sala 1983'an de tevî hevalê xwe Îbrahîm Bîlgîn şehid dikeve.

Di demên dawiyê de rêxistin û hêzên polîtîk ên kurd, êdî xwe ji şerên birakujiyê dûr digirin. Mirina Karasungur ji aliyê YNK, PDK û hêzên din ên kurd ve jî bi xemgînî hat pêşwazîkirin. Lewra şîdeta navxweyî zirarê dide daxwazên kurdan û ji aliyê dewletên li ser Kurdistanê hikmê dikin ve tê lidarxistin.




#Article 298: Akif Yılmaz (167 words)


Akif Yılmaz (jdb. 1956 – m. 15 îlon 1982), çalakdarê siyasî yê kurd û endamê tevgera Partiya Karkerên Kurdistanê bû. Di sala 1982an de di çalakiya rojiya mirinê ya 14ê tîrmehê jiyana xwe ji dest da. 

Akif Yılmaz, di sala 1956an de li gundê Micica Erdêxanê ji dayik bûye. Tevî ku rewşa malbata wan ya maddî ne baş bû jî, bavê wî xwest ku bixwîne. Akif Yılmaz, berî ku PKKê nas bike jî xwediyê nêrînên çep û pêşverû bû, piştî ku têkoşîn ji bo welat tê veguhestin, di nav refan de cihê xwe digire. 

Di 2ê gulanê sala 1980an de tê girtin û wî dişînin zîndana leşkerî ya Amedê. Piştî çalakiya Mazlum Dogan 21ê adarê û çalakiya çar lehengên 18ê gulanê, di 14ê tîrmehê sala 1982an de di pêşengiya Mehmet Xeyrî Durmuş de rojiya mirinê tê destpêkirin û Akif Yılmaz jî di vê çalakiya rojiya mirinê de cî digire û di roja 63em ya çalakiyê de roja 15ê îlonê sala 1982an de jiyana xwe ji dest dide.




#Article 299: Zeynep Kınacı (155 words)


Zeynep Kınacı, bi bernavkê xwe Zîlan dihat naskirin, (z. 1972 li Elmalî, Meletî − m. 1996 li Dêrsimê) endameke gerîlaya PKKê bû.

Zîlan, di sala 1972an de li gundê Elmalî (Mamurek) yê Meletiyê hatiye dinyayê. Ew zaroka malbateke rewşa wê asayî bû. Zîlan, ji Zanîngeha İnönü ya Meletiyê ji beşa şêwirmendiya psîkolojîk destûryar bû û berî ku tevlî nav refên gerîla bibe, li nexweşxaneya dewletê ya Meletiyê dixebitî.

Dema ku li dibistana amadehiyê dixwend, bû xwediyê nêrînên çep û têkiliya wê ya bi fikrên kurdîtiyê zêde bû. Lê belê Zîlan di vê demê de nêzî ti rêçê nebûbû.
Di salên zanîngehê de sempatiya wê ya ji PKKê re pêş ket.

Zîlan, di sala 1994an de li Edeneyê dest bi meşandina xebatên girseyî kir û di sala 1995an de tevlî nav PKKê bû. Di 30 hezîrana 1996an de li Qada Komarê ya Dêrsîmê li hemberî leşkerên tirk ku derindêze alayê dikirin, Zîlan çalakiyeke cangorî pêk anîn.




#Article 300: Che Guevara (468 words)


Ernesto Che Guevara (1928-1967) şoreşgerekî arjentînî yê navdar e.

Che Guevara, di sala 1928'an de li bajarê Arjentînê Rosarioyê ji dayîk bû. Bi eslê xwe ji spanî, baskî û îrlendî ye. Di sala 1953an de li Buenos Airesê, bû bijîşk. Che, bi tevgerên çep ên şoreşger ên li welatên Amerîkaya Latînî ji nêz ve eleqedar dibû. Dûre, dema ku çû Meksîkê Fidel Castro naskir. Ew bi tevî Castro, li dijî rêvebiriya dîktator Batîsta, tevlî têkoşîna Rizgariya Kûbayê bû. Salên dirêj di nava şerê gerîlla de cîh girt. Piştî rizgarbûna Kûbayê weke Wezîrê Sanayiyê hate wezîfedarkirin. Lê wî ev wezîfe qebûl nekir û ji bo rizgarkirina gelên din ên bindest berê xwe da çiyayên Bolîvya yê. 	

Li Bolîvyayê leşkerên Barrientos şeva 7ê çiriya pêşîn 1967an Che li nêzî li Higuerasê asê dikin. Ji lingê xwe birîneke giran girt û wî di zîndaneke Hiegurasê de hepis kirin. Che, li hemberî ti kesî serî netewand. Gotinên dawî yên Che, bi qasî ku bikeve lîteratura dîrokê ya cîhanê bi wate bûn. Mirina li ser pêyan ji jiyana li ser çogan çêtir e. Roja 9 çiriya pêşîn 1967an, saet 13:10an de bi fermana Dewletê Yekbûyî yê Amerîkayê û servîsa îstîxbarata wê û bi erêkirina serokkomarê Bolîvyayê Rene Barientos, ji aliyê Mario Tuzan ku yek ji mêrkûjê kirêgirtî yên Barrientos bû, bi neh guleyan can da.

Piştî kuştina Che, Rêvebiriya Bolîvyayê bi biryareke wiha poşman dibe, ji ber ku Che, êdî bibû efsane. Ew bibû efsaneya şoreşgeriyê û îlhama rihê têkoşeriyê. Dijminên wî difikirîn ku eger sax bimaya, dibe ku bandora wî ew çend li cîhanê belav nebûya.

Wisa jî -ji SNCCyê Juius Lester, daxûyaniyeke pir balkêş dide derbarê mirina Che de. Ew wiha dibêje: Mirina Che, ne girînge, ya girîng ewe ku mirovekî wisa jiya ye. Ji bo tunekirina Che, divê hûn me hemû xelkên xîzan tune bikin; ev yek jî bê îmkane.

Bi yek gotinê, ew xewna şevan ya zordar û mêtingeran bû û hîn jî wisa ye. Ew bi kesayetiyeke xwe ya bi utopya dagirtî, bi azwerî û xwestika têkoşînê û alîgiriya neteweyên bindest, di nava dilê herkesî de cîh girt.

Piştî 35 salan jî ew hîn ciwanekî 39 salî ye di dilê hemû mirovatiyê de ye. Ya girîng jî, meşa mirovên ku bi vê felsefeyê dimeşin, berdewam dike. Di gotineke xwe de serok Apo wiha digot, Heta ku mirovatî berdewam bike wê meşa mirovê ber bi kamilbûn û gîhîştinê ve jî berdewam bike. 
Di felsefeya Che de jiyaneke tijî û dagirtî heye. Ew dibêje, divê jiyana mirovan hertim bi têkoşînê derbas bibe. Ew bi romantîzma şoreşgerî dijî û dixwaze ku tim mirov ji bo rastiyê têkoşînê bike. Rastî li kû be mirov li wir be.

Rêzedîrok a Che Guevara

Ernesto Che Guevara di 9ê çiriya pêşîn a sala 1967an de li çiyayên Andê ji aliyê çawişekî Bolîvyayî ve hate kuştin.




#Article 301: Bêrîtan (213 words)


Bêrîtan (Gülnaz Karataş) li sala 1971an Bongilan, Çewlîg -  li sala 1992an Şemdînan Gerîlayeke PKK'ê bû. 

Karataş di sala 1992'a de, di dema dageriya yekem ya Başûr de ji bo nekeve destê hêzên kevneperest, dawî li jiyana xwe anî.
Gerillaya ARGK'ê Gulnaz Karataş (Beritan) di şerê li dijî artêşa tirk û hêzên kevneperest de, jiyana xwe ji dest da. Berîtan militanek ji Dêrsimê bû, di her dema jiyana xwe ya gerîla de, li dijî hemû xirabiyan, qetliyam û zora li ser Dêrsim û hemû Kurdistanê de, nûmûneyek isyanê bû. Beritan mantiqa PKK'ê ya ku dibêje: kî şer bike xweşik dibe, heta dawiyê qebûl kiribû û di jiyana xwe de bi pêk dianî. Bêrîtan di şerê Başûrê Kurdistanê de wek fermandarê tîmê cihê xwe girt. Beritan, di şerê Başûr de, heta gulleya xwe ya dawî şer kir û ji bo sax nekeve destê neyarên xwe, li ber çavên wan, bi awayek ku tu carî nayê ji bîr kirin, xwe di kendalekî de avêt. Ev helwest û çalakiya Berîtan tesîreke mezin him li ser Gelê Kurd him-jî li ser hêzên kevneperest kir. Serokê PKK'ê Abdullah Öcalan Bêrîtan wekî mînak nîşan da û got: Ev Jeanne d'Arca me ye.

Derhênerê kurd Halîl Uysal di sala 2006'a de fîlmeke bi navê  Bêrîtan li ser jîyana Bêrîtan kişand. 




#Article 302: Pênûs (228 words)


Pênûs an jî qelem, alava ku pê tê nivîsandin û xêzkirin e. 

Tê gotin ku gotina kalem jî ji kelemê tê ku kelem jî tê wateya darikê serê wî tûj an jî dirî. Ji bilî va tiştan pênûs tê wateya pê nûsandinê.
Pênûs dibe ku amûrên yekemîn bûn yê mirov bi kar anî. Danîşanên kevintirîn ji serdema kevirê ye li kû bi darên normal ve li ser axesork dihat selixandin û tim tim  bi  wêneyên şkeftê dihat dîtin. Bi hatina çandên bilind yê berê li şûn dara nivîsandinê çîxên nivîsandin dihatin bi kar aniyê. Ew jî paşê bi raborîna demê bi firçe û perrê nivîsandinê cih girt. Firçe û perrê nivîsandinê wekî şageste dihat dîtin û yek jî meriv dikar bû li ser kaxiz jî  binivîse. Di serdema kevnara dereng tek hinek nivîsên runê û nivîsên mixî û peykersaz pênûsan bi kar anîn. 

Di serdema navîn  de meriv pênûsên  ji zirêç , zîv an jî sêhl bi kar anîn yê ema xêzên zirav   û rengavêtî davîtin Di dawiya serdema navîne de meriv destpê dikir bi çêkirina pênûsa zirêc yê bi forma darê bi parçeyek  zirêç  dorgirtî bû. 
Di sedsala 16 ne zirêç lê hema grafît dihat bi kar anîn . Grafît xêzek daha qalind boyax dikir û  ji ber ku daha hêsan di hat bi kar anîn  çinkî meriv pêwîste ne dibû eyne berê li ser kaxiz bidewsîne.




#Article 303: Kamera (118 words)


Kamera, amûra girtina wêneyan e. Mirov bi alîkariya kamerayê wêneyan digirin û dûv re derbasî ser kartan, an jî derbasî kompûterê dikin û wekî bîranîn hiltînin. Di sedsala 21em de bêhtir kamerayên digital tên bikaranîn.

Kamerayên di sedsala 19em de bi yekbûna teknolojîyê optîk û kîmya hat derketin. Kamerayên kevn, mekanîk bû zehf giran bû û nehat kişandin. Di van sala de wêneyên li ser lewhe tên pêl kirin. Wêneyên kevn bê reng bû, reş û sipî bû. Wêneyê herî pêşîn, di sala 1827 de, lewheya metal bi madeya kîmyawî hat rû kirin. Paşê, bi şewl wêne li ser lewhe çêdibe.

Kamerayên nûjen bi peresîn dewreyên elektronîk bu erzantir. Ji bo cihên tarî, Filaşê Wênekêş jî hat veserkirin.




#Article 304: Şoreşa Kûbayê (452 words)


 
Şoreşa Kûbayê, navê serhildana Bizava 26'ê Tîrmehê ya şoreşgerê kubayî Fidel Castro li dijî dîktatorê Kubayê Fulgencio Batista ye. Serhildan di navbera salên 1953 û 1959'an de çêbû.

Di 26 Tîrmeha 1953'an de komên di pêşengiya Fidel Castro de, avêtin ser qereqola Moncada ya li Santiagoyê. Serdegirtin bi serneket. Gelek kesên ku tevlî serdegirtinê bûn, mirin, yên sax jî bi Kastro re hatin girtin. Di sala 1955ê de Fidel Castro bi şêweyekî surgunê çû Meksîkayê. Kastro ji bo ku li Kûêbayê şerê gerîlla bide dest pê kirin, dest bi amadekariyan kir. Cengewarên di bin fermandariya Kastro de, di 25 mijdara sala 1956an de bi keştiyeke biçûk ya bi navê Granma ku tê de cil, xwarin, çek, lewazim û hi pêwîstiyên leşkerî yên pir kêm bi hêviya pêk anîna şoreşê ji Meksîkê, da rê û berê xwe dan Kûbayê.
Piştî rêwîtiyeke 7 rojan 82 şervan, çawa ku gava xwe avêtin Kûbayê rastî êrîşekê hatin. Pir ji wan hatin qetinkirin. Yên mayî jî xwe gîhandin hev û gîhîştin Sîera Maestrayê. Sîera Maestra, bû biryargeha esasî ya mezinbûna artêşa gerîlla. Gerîllayên Kûbayî, di 14 Çileya 1957an de, yekem car êrîşeke serkeftî li ser garnîzona leşkerî ya li ber çemê La Plata li darxistin. 
Artêşa gerîla her ku çû mezinbû. Li jêr fermandariya Camilo Cienfuegos, Raul Castro ve Che Guevara de yekîneyên nûh hatin sazkirin û şerê gerîlla li herêmên nûh belav bû. 

Bahoza Şoreşê li hemu welêt digeriya. 
Hêz û taqeta hukumeta Batîsta jî her ku diçû diqediya. 
Hukumetê li Sîerra Meastra dest bi êrîşa dawî kir. Lê belê ev êrîş jî bi ser neket û bû êrîşa dawiyê. 

Êdî gel, li cem şoreşê bû. 
Di vê navberê de artêşa di bin fermandariya Che Guevara û Camîlo de, destpê kirin, ber bakûrê giravê ango ber bi Havanayê ve pêş de çûn. 
Batîsta, şensê xwe yê dawiyê lîst û beyan kir ku bila hilbijartinên serokkomariyê werin kirin û ewê tevlî hilbijartinan nebe. 

Lê belê gel, hilbijartinan boykot kirin û ev pêşniyaz qebûl nekirin. 
Şer, ji du eniyan ve berdewam dikir. Yekîneyên girêdayî Fîdel li Orîentê, yekîneyên girêdayî Che jî ber bi herêma Las Vîlasê ve diçûn, rêyên çûn û hatinê dihatin girtin, hêzên Batîstiyan her diçû tengezar dibû.

Di 1 çileya 1959ê de, li Sîerra Meastrayê Fîdel, bi şîara hemu desthilatdarî û destur a milletê serhildêre gelê Kûbayê vexwend greva giştî. 
Di heman rojê de Batîsya reviya Emerîkayê. 
Li ser vê yekê artêşa gerîlla ya girêdayî Fîdel, ji greva giştî îstîfade kirin û bêyî ku rastî kelemek tenê jî werin ketin Havanayê. 
Bi vî awayî dîktatoriya bi xwîn a Batîsta ku di 1952an de ji aliyê Emerîkayê ve hatibû ser desthilatdariyê, bi dawî bû. Serketin, bû ya gelê Kûba ya li jêr serokatiya artêşa şoreşê de.




#Article 305: Mamlê (108 words)


Muhemmedê Mamlê (z. 1925 − m. 13ê kanûna paşîn a 1999, Mehabad, Rojhilatê Kurdistanê (Îran)), hunermendekî kurd e.
 
Muhemmed Mamlê di sala 1925an de li bajarê Mehabadê ji dayik dibe, di serdama Komara Mehabadê de bi stran û srûdên xwe yên nazenîn, tê naskirin. Hunermendê kurd ji ber kar û barê kurdayetiyê gelek caran tê girtin û di zindanan de jiyana xwe derbas dike. Mamlê endamê Partiya Demokratik a Kurdistana Îranê bû.

Muhemmedê Mamlê di 74 saliya xwe de, roja 13 çileya sala 1999an piştî nîvro, li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Mehabadê jiyana xwe ji dest da. Mamlê li goristana Mehabadê ya bi navê Bûdak Siltan hate definkirin. 




#Article 306: Şerê Kendavê (417 words)


Şerê Kendavê an jî Şerê Kendavê yê yekem di 17ê kanûna paşîn a sala 1991an de bi navê bahoza çolê destpê kir û meh û nîvekê berdewam kir.

Şerê duyem yê Kendavê ji ber ku Sedam Huseyn li ser daxwaza Neteweyên Yekbûyî xwe ji Kuweyta dagirkiribû paşve nekişand, destpêkiribû. Balafirên şer û roketên Amerîka û welatên hevgirtî, di encama bombardûmaneke 40 rojan de, Îraqê wergerandin moxilê. Şerê Kendavê, di 28ê sibata sala 1991î de, bi teslîmbûna Îraqê re, bi agirbestekê, bi dawî bû.  Niştecihên paytext Baxdayê û hin bajarên Îraqê, di 17ê Çileya sala 1991an de danê Sibê bi awaz û dengên balafir, roket û çekên ezmanparêz re, çavên xwe ji xewa şîrîn vekirin.

Di yekemîn şeva şer de, bi sedan balafirên şer li ezmanên Baxdayê ref bi ref xuyakirin û bombeyên xwe barandin. Di heman demê de, keştiyên şer yên Amerîka û keştiyên hin welatên hevgirtî ji Kendavê û derya Spî ya naverast, Baxdat dan ber roketan.  Artêşa Îraqê, beriya êrîşa Amerîka û hêzên hevgirtî li Kuweytê 4 meh û nîvên xwe tijî kiribû. Artêşa Îraqê bi alîkariya welatên rojava û bi taybetî-jî bi hevkariya Amerîka, di dema şerê Îraq û Îranê de bûbû artêşeke mezin û nûjen. Di wê demê de, hefsarê artêşa Îraqê bi destgirtin li derveyî derfetan bû. Neteweyên Yekbûyî, bang li Iraqê kir ku heta 15ê Çile xwe ji Kuweytê paşve bikşîne. Lêbelê digel banga navnetewî, biryarên Neteweyên Yekbûyî, gefên hêzên hevgirtî û leşker komkirina wan li Kendavê, Sadam Huseyn razî nekir ku xwe ji Kuweytê paşve bikşîne. Balafirên şer yên welatên Hevgirtî, heta 24ê sibata sala 1991an ji ezmanan, erda Îraqê bohist bi bohist bombebarankirin. Di encama bomberdûmanê de Îraq bi dehan sala paşve zivîrî û wergeriya çolekê. Hêzên Hevgirtî di 25 sibata heman salê de, di erdê re êrîşî ser leşkerên Îraqê kir û di encama şerekî 100 saetî de, leşkerên Îraqê ji Kuweytê derxistin. Şerê Kendavê bêyî ku dawî li desthilatiya Saddam Husên bîne di 28 sibatê de bi teslîmbûna desthilatiya Baxdayê û bi agirbestê dawî lê hat. Di dema şer de serokê wê demê yê Amerîka George W. Bush gelê kurd û gelên Îraqê ji bo serhildanê xiste nava heyecan û xwîngermiyekê. Lêbelê Amerîka, piştî serhildana gelên Iraqê, di serî de gelê kurd, hemû însanên Îraqê li ber dergahê mehdera desthilatiya Baxdayê hişt. Ev helwesta Washington bi giranî li ser gelê kurd û gelên Îraqê bi nebaşî bandora xwe kir. Herwiha rêxistinên kurd yên li Başûrê Kurdistanê ji ber polîtîkayên xwe yên bi derve girêdayî ketin nava aloziyekê.




#Article 307: Komara Kurdistanê (3196 words)


Komara Kurdistanê an jî Komara Kurdistanê ya Mehabadê komareke kurdî bû ku serbajarê wê Mehabad bû. Komar, di 22ê çileya sala 1946an de ji aliyê serokê wê Qazî Mihemed ve hate ragihandin.

Piştî encamdana serhildanên Şêx Ubeydullahê Nehrî û Simkoyê Şikak, di nava kurdên rojhilat de kêmasiya zana û rewşenbîran dihate niqaşkirin. Huseynê Mukriyanî ku ji Mehabadê ye, bi rêya zanayê Îranî Ahmed Kesrewî Tebrîzî tevgera naziyan û fikra naziyan ya di derbarê yekitiya nijadê aryanan de xwend û hinekî xwe nêzîk jî dît bo vê îdeolojiyê. Li sala 1937an de Mukriyanî bi rêya komeleya Dengê Kurdan ku wî avakiriye, kovara Şûle derxist. Di vê kovarê de di nivîsareke xwe de behsa neteweyê kurd dike ku kurd jî ji qewmên aryan in û divê wek almanan kurd jî împeratoriya xwe ava bikin. Fikrên Mukriyanî di navbera rewşenbîrên kurdên rojhilat de her dihatin niqaşkirin û tesîra xwe jî li rewşenbîran kir.

Sepanên Riza Şah li Rojhilata Kurdistanê nerazîbûnên mezin li navbera kurdan de peyda dikir. Ji bo modernîzekirina Îranê gelek serokeşîrên deverê ji welêt hatin dûrxistin. Ji bo modernîzekirina Îranê cilûbergên kurdî qedexe kirin. Sepanên wiha nerazîbûnên mezin li navbera serokeşîr û kesayetên kurd peyda kirin. Ev jî bû sedema dijberiya Reza Şah. Şêx Seyîd Tahayê Hekarî neviyê Şêx Ubeydullah zindanî kiribû û li wir mir. Gelek serokeşîrên Bextiyariyan û Loran jî darve kiribûn.

Li van salan îngilîzan Başûrê Kurdistanê, yanî Îlam, Loristan û Kirmaşan, Sovyetan jî Bakurê Kurdistanê dagir kiribûn. Navenda Kurdistanê jî bi taybetî herêma mukriyan di bin desthilata kurdan de bû.

Li sala 1941ê de şahê Îranê Riza Şah bi derbeyekê ket. Di vî wextî de li her derê Îranê di bin kaosê de ye. Şûna Riza Şah, kurê wî Muhemmed Reza Pehlewî dibe desthilat. Di vî wextî de serokeşîr û serkêşên kurdan yên li sirgûnê dizivirin welêt û li herêmên xwe û herêmên li eşîrên wan lê dikirin bin destê xwe û berpirsiyar û karmendên şahê Îranê ji herêmên derdixistin. Heta li wê demê li derdora Urmiyê gelek tesîran van eşîran çêbû ku gelek kar û xebatên nebaş dikirin. Wê demê wekî her derê Îranê li Kurdistanê jî kaoseke mezintir hebû. Li Mehabadê ji aliyê hindek rewşenbîrên kurd ve Komeley Jiyanewey Kurdistan hate avakirin. Vê komeleyê nêzîkî sê salan xebatên xwe nepenî kirin. Her wisa li Mehabadê dagirkirina Sovyetan hebû. Leşkerên Îranê çekên xwe berdan û hemû vegerîn bajarên xwe. Piştî paqijkirina hêzên çekdarî li herêma Mukriyan, wek çekdarî tenê hêzên eşîrî man. Li herêma Seqiz û Bane serokeşîrê Begzadeyan Heme Reşîd Xan bû fermanrewayê herêmê. Bajarê Serdeştê ket bin destê kurê Şêx Mehmûdê Berzencî, Şêx Letîf. Li Mehabadê jî hemû barê bajar ket ser milê Qazî Mihemed û brayê wî Ebulqasim Sedir Qazî. Qazî Mihemed ji bo ku eşîr Mehabadê dagir nekin, li gel serokeşîrên din hevdîtin pêkanî û biryarên hevpar dan ku zererê nadin hevdu .

Hêzên rûsî bi giştî bi şêwirmendiya Partiya Komûnîst ya Azerbaycanê Îran dagir kiribûn. Bi alikariya tirkên Azerbaycana Sovyet, Azerbaycana Îranê jî hate dagir kirin. Gelek axa Azerbaycana Îranê dikeve nava Rojhilata Kurdistanê, ji ber vê sedemê jî tirkên Azerbaycanê (ecem) mecbûr man ku ji kurdan alîkariyê bixwazin. Sekreterê yekem yê Partiya Komûnîst ya Azerbaycanê Mîr Cefer Baxirov di daxuyaniyeke xwe de wiha dibêje: Pirsgirêka kurdî, nuqteya qelstirîn ya Îran û Tirkiyê ye û sîlehê xweşik yê îngilîzan e. Divê ev xal çi wextan ji bîran me neçe. Divê li nav ecemên başûr û kurdan de têkiliyên xurt werin avakirin. Her çi be bila bibe, divê li gel kurdan zimanekî hevpar were avakirin. Xebatên me yên di nav kurdan de, divê kurd guhê xwe nedin îstîxbaratên derve û divê ji bo ku kurd ji serxwebûna xwe çek nehilgirin. Di payîza sala 1941ê de îngilîz dixwazin li serokeşîrên herêma Mukriyan hevdîtinan bikin, ji bo vê hevdîtinê jî kesên navdarên bajarên Seqiz, Mehabad, Bane û Bokanê vedixwînin Bokanê ku hevdîtinan bikin. Lê berî ku îngilîz bên hevdîtinan bikin, Sovyetan bi rêya zanîna îstîxbarî digehin cihê hevdîtinê û berî îngilîzan li gel serokeşîrên kurd hevdîtinê dikin. Efserên rûsî Selîm Atakşîov û hevalê wî Caferov û kurd di vê hevdîtinê de amade bûn. Ji aliyê kurdan ve jî Ebulqasim Sedir Qazî û serokeşîrên kurd amade bibûn. Li vê derê efserên sovyetî, van kurdan vedixwînin Bakûyê ji bo hevdîtinan li gel Mîr Cefer Baxirov . Jixwe paşî 18ê çiriya paşîn a 1941ê eşîra tirk Şahsevenî, 20ê çiriya paşîn rewşenbîrên Tebrîzê û 27ê çiriya paşîn de jî nêzî 30 serokeşîrên kurd çûn Bakûyê û li gel Mîr Cefer Baxirov re hevdîtin kirin. Piştî vegera serokeşîrên kurd, Qazî Mihemed tevî serokeşîrên Mameşan û Mengur ji bo ku çareserkirin û aştîdanan navbera gelên kurd û ecem çûn Urmiyeyê. Ji xwe vê pêngavê paşî tesîra xwe nîşan da ku ti caran li herêmê di navbera kurd û eceman de şer û pêvçûn rûneda .

Piştî dagirkirina rûsan a Îran û Rojhilata Kurdistanê, tevlîhevî û kêşeyên mezin li herêmê qewimîn. Di nav vê kaosê de dewleta Tirkiye jî xwest ku bi hinceta ku kurd zilmê li eceman (tirkên Azerbaycanê) dikin xwestin bikevin nav xaka Rojhilata Kurdistanê. Her wisa balyozê rûsî yê wê demê digot ku tirk dixwazin Azerbaycanê dagir bikin û tevlî Tirkiyê bikin.

Li wî wextî desthilata Îranê bi taybetî li rojavayê Îranê nemabû, rojavayê Îranê ketibû bin desthilata kurd û azerbaycaniyan. Di vê demê de rûsî jî ketin rojavaya Îranê. Hatina rûsî bo kurd û azerbaycaniyan bû sîwanek li dijî Şahê Îranê. Li sala 1942an de li Mehabadê ku di bin desthilata rûsî de bû bi navê Nîştiman kovarek bi beşdarbûna 11 kesan ava bû. Niştiman di demek din dibe rojnameya fermî ya Komeley Jiyanewey Kurdistanê. Di Niştimanê de xwestekên reformê her wisa li ser şerê eşîran û serokên eşîran nivîsar tên nivîsîn. Ji bo yekîtiya kurdan kêmasî û astengiyên eşîran tên gengeşekirin. Piştî li Azerbaycana Îranê Partiya Demokratîk ya Azerbaycanê hate avakirin, baa kurdan jî ket Sovyetan ku alîkariya kurdan jî bikin. Hindek rewşenbîr û serokeşîrên kurd ji Mîr Cefer Baxirov xwestibû ku li Mehabadê jî wek Tebrîzê dibistaneke heft salî were vekirin, nexweşxaneyeke 25-30 cihrazanî were vekirin ku xizmeta gel bike. Her wisa xwestin ku hindek xwendekar kurd li xwendingehên leşkerî û sivîl de bixwînin ku paşî werin xizmeta Kurdistanê bikin. Li sala 1945an de Komele belav bû, piştî belavbûnê bi pêşengiya Qazî Mihemed Partiya Demokratîk a Kurdistana Îranê hate avakirin. Di bernameya partiyê de ji bo kurdan xweserî, bi zimanê dayikê perwerdehî, fermîbûna zimanê kurdî hwd hebûn

Di bernameya PDKÎ de xalên girîng ev in:

Piştî Almanyayê xwe teslîm kir di şerê cihanê yê duyem de, Îran jî ber bi guherîne ve diçû, ji ber ku hêzên emperyalîst ji ber parastina Îranê ji Almanyayê ketibûn Îranê. Êdî wextê vekêşana hêzên van dewletan hatibû ku meclîsa Îranê jî ev dixwast. Sovyetan jî ji bo piştî vekişînê hêza wana siyasî bimîne, xebatên xwe li Azerbaycanê û Kurdistanê bi awayekê propagandî dewam kir. Tirk û Kurd bihêz dikirin ku li van deran herêmên xweser ên di bin tesîra Sovyetan de bimîne, ava bikin. 28ê îlona 1945ê de Mir Cefer Baxirov ji Stalîn re raporekê dişîne, di raporê de wiha dibêje:

Di nava sedsala 20an de, piştî hikûmeta Başûrê Kurdistanê ku Şex Mehmûd Berzencî li Silêmaniyê îlan kir, Komara Kurdistanê ya Mehabadê di warê dewletbûyinê de ji bo kurdan bû tecrûbeyeke duyem. Lê belê, hin welat ji bo berjewendiyên xwe Komara Mehabadê feda kirin. Di 22ê kanûna paşîn a 1946an de, bi alîkariya Yekîtiya Sovyetê, li Meydana Çwarçira ya Mehabadê, Komara Mehabadê ji aliyê Qazî Mihemed ve hate îlankirin.

Li ser avabûna Komara Kurdistanê McDowell wiha dibêje: 

Di roja bangewazîrikirina Komara Kurdistanê de gelek kesên navdar, serokeşîr, nas, gundî û bajarî li dor komîteya navendî û pêşewa Qazî Mihemed berhev bûn. Li ser kombûna van kes û karan Wezîrê Perwerdehiyê Mîrza Menaf Kerîmî wiha bibîrtîne:

Di 23ê nîsana 1946ê de di navbera kurd û azeriyan de peymaneke dostînî hate destnîşankirin. Temsîla kurdan di bin rêberiya Qazî Mihemed, ya azeriyan jî di bin rêberiya Cefer Pîşeverî de bû. Gelek kesên navdar û serokeşîr di vê peymanê de hebûn. Li Tebrîzê ev peyman hate destnîşan kirin.

Her weha Seîd Hûmayûn dibêje ku hûrgiliyên hevdîtinên Qazî Mihemed, Îhsan Nûrî Paşa û balyozê Brîtanyayê di bîranînên Dr. Haşim Şîrazî de tomarkirî ne. Piştî van hevdîtinan Pêşewa vedigere Tebrîz û ji wir jî diçe Mehabadê. Piştî Mehabadê diçe nîştecihên kurmancîaxêv li herêma bakurê Kurdistana îranê. Li herêmên Urmiye, Mako, Selmas û Xoy li gel serokeşîr û mezinên bajêran ve hevdîtin kirin. Li her deran diçûyê çi kurd be çi azerî çi jî ermenî bi coş dihate pêşwazîkirin.

Piştî dagirkirina Îranê ji hemû gelên Îranî ve fersendên mezin çêbûn. Neteweyên wekî kurd û azeriyan di jiyana xwe ya civakî de zimanê xwe yê dayikî li her derê bikardianin. Ji bo belavbûn û biqîmetbûna zimanê dayikê fersendên mezin çêbûn. Zimanê dayikê li nav berhemên hunerî de dihate bikaranîn. Piyesa kurdî a bi navê Dayika Niştiman bi coş ve ji aliyê gel ve hate seyr kirin. Operaya kurdî hate ava kirin

Bi dûçûna Ebdulrehman Qasimlo li Kurdistanê ev pêşketin çêbûn;

Sovyetan dixwast ku li Tebrîzê zaningehekê ava bikin û 80 kontenjan ji bo kurdan soz dabûn. Her wisa ji bo weşana pirtûkan makineyeke metbeeyê ji kurdan re şandibû  10ê adara 1946ê Sovyetan ji kurdan re stastonek radyoyê şand, radyoya mahabadê dest bi weşana kurdî kir. Her wiha maşînek jî wek xelat hate dayîn ji Qazî Mihemed re 

Hêjayî gotinê ye ku çend ku Komara Kurdistanê xwedî hikûmetekê jî bûye, gelek kar û barên Komara Kurdistanê ji aliyê komiteya navendî ya PDK-Î dihate kirin.

Heta ku Komara Kurdistanê hatiye ava kirin, hêzên kurdî bênîzam bûn. Hêzên kurdî bênîzamî tevdigerîn û têkilî û haya wan bi hev nebû. Ji ber van sedeman hêza pêşmerge 17ê kanûna pêşîn a sala 1945ê de hate damezirandin. 4 kesên Kurd di bin wezareta berevaniyê de bi fermana Qazî Mihemed bûn general. Bi dûçûna Wadie Jwaideh jî 5 mareşal hebûn, ew her çarên li xwarê û serokê hoza Herkîyan Zêro Beg jî general bû;

Artêşa Komara Kurdistan ji du beşa pêk tê. Beşa Yekem leşkerên perderweyî ne, hejmara wan 3 hezar pêşmerge bûn. 2 hezar ji wan suwarî bûn û 1 hezar ji wan jî peyayî bûn. Beşa duyem ji leşkerên eşîran pêk dihat ku hejmara nêzîkî 15 hezar kesan bû. Perwerdeya van peşmergeyan li salên 1940an de ji aliyê leşkerên pîlebilind yên ji Artêşa Îraqê veqetîn re dihate dayîn.

Di payîza sala 1942yê de ji aliyê Sovyetan ve ji bo 400 kesan ku navên wan nivîsî bûn, tifingek birno û 100 gule hatin dayîn .

Peyva pêşmerge yekemîn car di artêşa Komara Kurdistanê de tê bikaranîn. Bi dûçûna Mehmûd Axa; ev nav ji aliyê bavê wî, Seyfî Qazî hatiye bikaranîn. Wextê Komara Kurdistanê û Komara Azerbaycanê ava dibin, gelek caran şerên van herdu dewletên otonom, bi dewleta Îranê re çêdibin. Bi dûçûna hîkayeta Mehmûd Axa dibêje; di nav şerekê wiha de leşkerekê kurd tê cem Seyfî Qazî û jê re dibêje; azerî bi sedan kes diçin şer lê em bi dehan kes diçin şer û ji wan bêhtir serdikevin û gazinda xwe ya vê rewşê anî ziman. Seyfî Qazî jî jê re dibêje ku azerî leşkerên kurdan wek pêşmerge dibîne ku bi soranî tê wateya kesên diçin mirinê.

Sovyetan jî alîkariya ekonomîk hem bi ticaretê hem bi alîkariya pere dikir.

Bi dûçûna hevpeymana li Çileya 1942an de ji aliyê Îran-Sovyet û İngilîzan hatiye destnîşan kirin diviyabû ku İngilîz û Sovyet piştî şerê cîhanî, di 6 mehan de ji Îranê derbikevin. Lê berî vekişînê Sovyetan li gel Îranê hevpeymanek dî destnîşan kiribû ku têkiliyên sovyet û îranê ên aborî dê her dewam bikin û her wisa hatibû gotin ku pirsgirêka Azerbaycanê(Kurdistan jî di nav de) pirsgirêka navxweyî Îranê ye û divêt îran bi awayek aştiyane vê pirsgirêkê çareser bike.24ê adara 1946ê de leşkerên Sovyetan dest bi vekişandinê kirin. Dema vekişîna hêzên Sovyetan li rojavayê Îranê xelas bû hêzên leşkerî yên Îranê kanûna pêşîn a 1946an de bi alikariya hêzên DYAyê êrîş bir ser Azerbaycan û Kurdistanê. Hêjayî gotinê ye ku givaşa DYA tesîrbar bû li ser vekişîna Sovyetan.

Piştî îlankirina Komarê, Yekîtiya Sovyetê desteka ku dida Qazî Mihemed û Azeriyan paşve hêdî hêdî kişand û dest bi vekişîna leşkerên xwe kirin. Ev vekişîn atmosfereke sar di navbera gelên Kurd û Azerî de. Her çend reşbînî ketibe nav van her du gelan de jî, hê jî hêviya wan hebû ku pirsgirêkên wan werin çareser kirin. Piştî vekişîna Sovyetan, Kurd û azeriyan li derê Tahranê dida ku pirsgirêkên wan werin çareser kirin. Bi serokatiya Pîşeverî di nav heyetê de Seyfî Qazî jî hebû ku nûnerê Kurdan bû, çûn Tahranê û 13ê xizîrana 1946ê de hevpeymanek di navbera heyetê û hikûmeta îranê de hate destnîşan kirin. Bi dûçûna vê hevpeymanê ;

Her çend ev hevpeyman hatibe destnîşan kirin jî, hikûmeta Îranê li ser gotina xwe nema û serokwezîrê Îranê Kavam di 21ê çiriya paşîn a 1946ê de got ku ji bo ewlehiya hilbijartinên 7ê kanûna pêşîn li Îranê, dê leşkerên Îranê biçin her derê Îranê. 4ê kanûna pêşîn a 1946an de hêzên Îranê êriş li ser Azerbaycanê dan destpê kirin. Di 14ê kanûna pêşîn a sala 1946an de, hêzên Artêşa Îranê Paytexta Azerbaycanê bi destxistin û ber bi Mehabadê ve meşiyan. Hêzên Rejîma Îranê, bi desteka Brîtanya, di 17ê kanûna pêşîn a sala 1946an de, Komara Kurdistanê ya li Mehabadê hilweşand.20ê kanûna pêşîn de hemû Kurdistan û Azerbaycan hate dagir kirin. Serokê Azerbaycanê Pîşeverî ber bi Sovyetan ve reviya lê Qazî Mihemed soza anî cih. Li Mehabadê di merasîma sazkirina Komara Kurdistanê de, Qazî Mihemed wiha sond xwaribû:

Piştî rûxandina Komara Azerbaycanê ji layê dewleta Îranê ve bi awayeke xerab, di nav Komara Kurdistanê de jî tirs çêbû. Komîteya Navendî ya PDKê kom bi serokatiya Pêşewa û biryara teslîmbûnê da. Pêşewa nedixwast ew hovîtiyên li Azerbaycanê çêbûn li Kurdistanê jî çêbin. Soz da gelê xwe ku heta dawiyê ew dê li Mahabadê bimîne û ku zerar negihîje Kurdistanê dê bixebite. Jixwe serok û rêberên Azerbaycanê revîbûn û bi fedaîyên azerî gelek berxwedan çênebû û hovîtiyek mezin li bajarê Tebrîzê rûda.Piştî biryara Komiteya Navendî ya PDKê, General Mistefa Barzanî roja 17ê kanûna pêşîn 1946ê de ji Pêşewa xatira xwe xwast. Dema di hevdîtina Pêşewa ala Kurdistanê ku li ser maseya karê wî bû, pêça, ramûsa û da destê Mele Mistefa û got:

Paşî Mele Mistefa û hêza wî ji Seqiz ber bi hidûdê başûrê Kurdistanê rêketin. Her wisa gelek eşîrên piştgirî didan Komarê ji komarê veqetîn. Piştî ku hate zanîn Kurdistan nikare xwe li dijî dewleta Îranê biparêze; Serokayetiya Komara Kurdistanê li Miyandûabê xwe teslîmî General Humayunî kirin. Berî ku darvekirina Pêşewa Qazî Mihemed jê re tê xwestin ku dixwaze çi bibêje, ew jî axiftinên dawî vedibêje:

Qazî Mihemed, Wezîrê Parastinê Seyfî Qazî û birayê wî Ebulqasim Sedir Qazî ku nûnerê Mahabadê bû di parlamena Îranê de, li meydana Çarçira ku lê Komara Mehabadê hatibû îlankirin, di 31ê adara 1947an de hatin dardekirin. Gelek rêvebir û berpirsiyarên Komara Kurdistanê an hatin darvekirin an jî hatin zindanîkirin.  Piştî vî wextî rêvebirina Şah, bihêztir lêhat û li sala 1949ê de gelek alîgirên PDKê hatin girtin û zindanî kirin.

Hêjayî gotinê ye ku piştî van darvekirinan li Urumabada girêdayî Loristanê li dijî van darvekirinan nerazîbûnên mezin li sala 1947ê hatin nîşandan 

Ji bo sedemên rûxana komarê nivîskar Fereshteh Koohi Kamali wiha dibêje:

Olga Jigalina jî li ser xalek dî disekîne û dibêje ku Komara Kurdistanê encax %25ê hemû Kurdistana Îranê be, ev jî tê wê wateyê ku hemû Kurd di nav komarê de nîn in. Ev parçebûna Kurdan ji bo Îranê rewş asantir dikir. Her wisa dema hêzên Îranê ji bakurê Mahabadê hatin. Hêjayî gotinê ye ku ew jî Kurd bûn. Lê divêt ev jî bê zanîn ku sebeba beşdarbûna hemû Kurdan ne tenê girêdayî kurdan bûn. İngilîzan Sîne û Kirmaşan dagir kiribûn û têkiliya van deveran bi herêma Mukriyan re nemabû. Hêjayî gotinê ye ku Îbrahîm Nadirî ku bi eslê xwe ji Kirmaşanê bû ji bo xîzmetkirina Kurdistana serbixwe de hatibû Mahabadê û bibû cîgirê wezîrê perwerdehiyê. Her wisa gelek kurdên din jî ji Kirmaşan û deverên din hatibûn Mahabadê. Bi dûçûna -xwarzayê Pêşewa Qazî Mihemed û her wisa her dem li gel Qazî bû-, Seîd Hûmayûn sedemên têkçûne du ne, yek sedemên derveyî ne û sedemên din jî navxweyî ne;

Ingilîzan başûrê Kurdistanê, Sovyetan jî bakurê Kurdistanê dagir kiribûn. Navenda kurdistanê jî bi taybetî herêma mukrîyan di bin desthilata kurdan de bû. Ji ber vê parçebûnê jî di Kurdistana Îranê de yekitîyeke sîyasî nehatibû ava kirin.

Bingeh û tirsa di navbera van herdu neteweyan de digehe şerê cîhanî yê yekem. Piştî şerê cîhanî yê yekem Peymana Sevrê dewletên Ewropayî dixwastin Dewleta Kurdistanê û Ermenîstanê ava bibe li nav axa Osmanîyan. Lêkolîner Robert Olson dibêje ku dewletên rojavayî dixwastin dewletên kurd û ermenan bikin herêmeke tampon di navbera gelên nijad-turan re. Bi taybetî dixwastin tamponek hebe di navbera tirkan û ecemên Îranê de.

Di vî wextî de têkiliyên Kurd û Eceman, Kurd û Tirkiyê, Tirkiye û Eceman balê dikşîne. Tirkiye ji ber tirsa pirsgirêka xwe ya Kurd û gefên Rûsî ku dixwastin li bakur-rojhilatê tirkiyê, hindek parçeya Gurcistanê, hindek jî parçeyên Ermenistanê ye, nedixwast bi aşkerayî alikarî an jî desteka Ecemên Îranê bike. Hikûmeta Azerbaycanê bi alikariya Azerbaycana Sovyetan gelek axa Kurdistana Îranê dagir kiriye. Serokê mîsyona Azerbaycana Sovyetê M.C. Baxirov jî dixwast Kurdistanekê di nav Azerbaycana Îranê de ava bikin lê xuya bû ku plana Sovyetan ew bû ku Kurdistaneke xweser wek Azerbaycanê ava bikin. Di raportekê de ku ji Tebrîzê bo M.C. Baxirov re hatiye şandin wiha dibêje:

Lê Qazî Mihemed wek Baxirov û siyasetmedarên Azerbaycanî nedifikirî, Qazî dixwast ku Kurd jî wek her netewekî azad bijîn li ser rûyê erdê. Piştî ku li Bakuyê Qazî Mihemed û heyeta wî li gel Baxirov hevdîtin kirî, vegerî welat û xwast pirsgirêkên devera kurdnişîn û azerînişîn çareser bike. Jixwe li herêma Urmiyeyê dest bi hevdîtina kir. Bi serokeşîrên Mengur û Mameşan ve çû Urmiyeyê. Dest bi hevdîtinan kir li gel eşîrên Kurd ên herêma Urmiyeyê. Ji eşîra xwest ku dest ji destdirêjahiyê berdin û ji kesayetên herêmê xwest ku aştî di navbera kurd û azeriyan de hebe . Di encama van hevdîtinan de heta Komara Kurdistan û Komara Azerbaycanê hatine rûxandin jî çi şer û pevçûn di navbera kurd û azeriyan de çênebû. Lê hêjayî gotinê ye ku ji ber germahiya biryara dagirkirina Îranê bo van herdu herêman, wext nema ku ev herdu gel li dijî hev xebatê bikin.

Di avakirina herdu komaran de ferqek girîng heye ku ji bo Komara Azeriyan reforma axê û pirsgirêkên karkeran yekemîn pirsgirêk bû lê ji bo kurdan pêşvebirina neteweyetiya kurdî girîngtir bû. Jixwe li deverên kurdî pêkhateyên senayiyê û endûstriyê kêm hebûn lê li Azerbaycanê ev pêkhate gelek hebûn. Her wisa di navbera kurd û azeriyan de pirsgirêkên hidûdî jî hebûn ku heta herdu komar hatin rûxandin jî hidûdên van herdu deveran berçav nebûn. Jixwe Hikûmeta Azerbaycanê û Sovyetan, Kurdistan di nav Azerbaycanê de dihesiband. Hem ji ber vê dîtinê hem jî ji tirsa dagirkirina Îranê ev xal negihişt radeyeke cidî.

Wextê Qazî Mihemed li Tebrîzê li Miyanduawê şer di navbera kurd û azeriyan derdikeve. Li ser 23 nîsana 1946ê di navbera van herdu gelan de Peymana Dostînî û Hevkariyê tê destnîşan kirin . Bi taybetî li Xoy, Urmiye, Selmas, Makû pirsgirêk di navbera kurd û azeriyan de çêdibû.




#Total Article count: 306
#Total Word count: 199920